Li mîrnîşînên ereb pirsgirêka nasnameyê

Di navbera ziman û hemwelatiyê de
Translator

Zarokekî dora deh (10) salî ku di nigên wî de pêlavên bi teker hebûn, li ser mermerên Marina Mall ku navenda bazarekê sereke yên bajarê Abou Dhabi ya paytexta Emîratên Ereb e, hewl dida ku zû biçe û her weha bizavên akrobatîk bike. Bavê wî, emîratiyek ku cilên kelepûrî dishdasha lê bûn, bi erebî bangî wî dikir da ku zarok zû here cem wî. Wisa diyar bû ku zarok bavê xwe nedibihîst, wî dewam dikir ku bizavê du (2) heb rojavayiyan bike ku li ser cemedê xwe xiş dikirin. Bavê zarok bi hêrs ket û vê carê bi zimanê îngilîzî, jê re sond xwar ku ewê pêlavên wî jê bistîne û wî terbiye bike. Zarok wê demê li bavê xwe veceniqî, û bavê wî ji çend kesên li dora xwe re weha got: ''We dît, dema ku mirov bi zimanê wan ''îngilîzî'' diaxive ew fêm dikin, lê belê dema ku mirov bi erebî diaxive ew naxwazin tiştekî bibîhîsin!''

Bav û zarok çûn, pişt re emîratiyên ku li ser terasa avahiyê cîran rûniştîbûn dest pê kirin ku heman bûyerê şîrove bikin. ''Di nav pir malbatan de wisa ye, got birêz Jalal Al-Sultan, karmendekî ji Dubaî’yê. Em nizanin gelo ev zarok ji vir in an ew ên bibin amerîkiyên piçûk û îngilîzên piçûk ku nikarin xwe bi erebî derbibirin. Ev pirsgirêkeke ciddî ye ku divê em pê re têkildar bibin. Ev rewş me neçar dihêle ku em di sîstema xwe ya perwerdehiyê de reforman çêbikin. Ev her weha mijara parastina nasnameya me ye jî.'' Cîran’ê wî, birêz Youcef Al-Aisa, karmendekî dewleta federal, bi bîr xist ku, li Emîrat’ê, zimanê îngilîzî her tim wekî çareseriya hemû pirsgirêkan dihê xuyan: ''Henekvan dest pê kirine ku bêjin ku di nêzîk de wê mûezzîn jî bi zimanê îngilîzî, bi taybetî jî bi devoka Oxford’ê, azan bidin….''

Ji sala 2008’an û vir ve, dîroka ku bi awayekî fermî, ji aliyê rêveberiya federal ve, wekî sala ''nasnameya neteweyî'' hatiye naskirin, nîqaşên sebaret bi îngilîzî her ku diçe gurtir dibin û civakê bi xwe re mijûl kiriye, hetta car caran ev nîqaş bûne sedema şiddetê jî. Di aliyekî de kesên ku dixwazin ew li cihanê vebibin, modern bibin û îngilîzî jî bibe zimanê perwerdehiyê, di aliyê din de jî kesên ku li dijî tiştekî wisa ne û dibêjin wê zerarê bide nasnameya neteweyî û her weha emîratî, ereb û musulmanên herêmê, ji wan re dibêjin xurbetiyên rojavayî.

Di Mijdara 2009’an de, li pêşberî rojnamevanên ku, ji bo sî û heyştemîn (38.) salvegera damezirandina Federasyona Emîratên Ereb hatibûn, birêz Abdul Aziz Al-Ghurair, ''berdevkê'' Konseya Neteweyî ya Federal, organeke şêwirmendiyê ku nîvê endamên wê hilbijartî ne, peyameke eşkere da ''Em civakeke vekirî ne, lê belê ev nayê wê wateyê ku em nasnameya xwe ya neteweyî ji bîr bikin. Heke em wê neparêzin, ewê wenda bibe, ji aliyê pêşketina globalîzmê ve wê were xeniqandin. Ez fêm nakim, gelo çima Quebec'î dikarin wekî xwe bimînin lê belê em na !''
Heman rojê, û li hemberî heman civata ku wezîrên payebilind ên perwerdehiyê amade bûn, Şêx Nahyane Ben Moubarak, axavtineke pir cuda dikir: ''Em hemû bi nasnameya xwe û bi zimanê xwe serbilind in, lê belê ev nayê wê wateyê ku îngilîzî zimanê zanistiyê û teknolojiyê nîn e. Ne guncan e ku em di nava reqabeta navneteweyî de cih negirin. Heger em dixwazin welatê me di nava reqabeta cihanî de cih bigire û pêş bikeve, ji bilî perwerdehiya bi îngilîzî tu derfeteke din tune.''

Di meha Sibata 2010’an de, civîna ku sebaret bi cihên kar ji bo xwendevanên ku bawernameyên xwe girtine, ya ku ji aliyê Emirates Center for Stratejic Studies and Research (Navenda Emîrat’an ji bo Lêkolîn û Xebatên Stratejîk- ECSSR) ve , think-tank a sereke li Abou Dhabi, hatibû rêxistîkirin, me baş dît ku nîqaşên sebaret bi ziman wisa zû naqedin. ''Ji me re hate gotin ku zanîngehên me pir xerab in û divê ew îngilîzî qebûl bikin. Pişt re, ji me re gotin ku divê em bang li zanîngehên biyanî bikin ku ew ji me re alîkar bin da ku asta perwerdehiya me bilind bibe. Lê belê me hîna pirsgirêken xwe çareser nekirine, ciwanên me yên ku bawernameyên xwe digirin bêkar in, her ku diçe hejmara wan zêdetir dibe û di nava wan de pir kes nizanin ew kî ne. Ew îngilîzî biaxivin an na, dîsa jî bêkar bêkar e'', Ev gotin, bi awayekî îronîk, ji aliyê xwendevanê zanîngeha Khalifa Al-Souwaidi ve hatin ziman.

Ji derveyî van nîqaşên kevnar ku armanca wan ew e ku civakên Kendav’ê wekî koçeran nîşan bide, divê ev nîqaşan wekî wergera pirsgirêkeke pir kûr û dorfireh were dîtin. Digel dijwariyên aborî yên Emîratên Dubaî’yê, bi alîkariya çavkaniyên pir mezin ên Abou-Dhabi, Federasyon di nava welatên pir dewlemend de cihê xwe diparêze. Di sala 2010’an de, pêşketina berhemên navxweyî gihîştiye ji % 5’an û krîza aborî nikaribû ji hatina xebatkarên biyanî re bibe asteng: bi ya rojnameya fermî ku di Cotmeha 2009’an de hate weşandin, hejmara van xebatkaran gihîştiye % 83’yê ji serjimêra heyî, ku 5 mîlyon kes in. Ev girêdana bi xebatkarên biyanî, çi yên pispor û çi jî yên din, ji bo nasnameya neteweyî, pirsgirêkeke sereke ye û mijûliyekê derdixe holê.

''Em li welatê xwe bi xwe bûne hindikayî, li vê derê kesên nêzîkî ji du sed (200) neteweyan dijîn, rêveberekê payebilind jî, bi rewşa xwe ya anonîm heman nihêrînê par ve dike. Ev rastî dikare bi wateyeke çemberbûyînê were xwendin, heman çember dikare tundbûneke nasnameyî derxe holê. Wekî mînak, ev rewş her weha nîqaşên sebaret bi îngilîzî de jî dide xuyan. Em dixwazin ji van kesên ku me ji bo çêkirina welatê xwe aniye ji me cuda bimînin. Eger em hewlê bidin ku zimanê wan biaxivin, ev faktoreke homojenizasyona ku pir kesan ditirsîne derdixe holê. Ji ber vê yekê ye, ku sebaret bi cilên neteweyî, em ew qas şiyar in û hemû karmend mecbûr in li xwe bikin.''

Haya herkesî ji vê xetera nasnameyê heye, gelek pisporên herêmî xemgîniyên xwe yên sebaret bi vê mantiqa bêrehm a demografîk venaşêrin. Çi senaryoya ku hatiye çêkirin dibe bila bibe, pêdiviya emîratiyan wê her tim bi xebatkarên biyanî hebe û ew ên di welatê xwe de her tim wekî hindikahî bijîn. Bi xemgînî be jî ew dizanin ku di sala 2020’an de wê hejmara wan, bi ya kesên li welatê wan dijîn, dakeve ji %10’an. Birêz Gameel Mohamed, lêkolînvanê College for Advanced Education (Koleja Perwerdehiya Pêşketî) a emîratî weha digot ''Pir lezgîn e ku em nîqaşeke neteweyî ya ciddî li ser vê pirsê pêş bixin. Heke tiştekî neyê kirin, heke çareseriyên ji bo kêmkirina pêdiviyên me yên bi xebatkarên biyanî neyê dîtin, pir eşkere ye ku, rojekê em erebên kendavê bibin gelên xwecih ên herêmê. ''Neteweyên pêşîn'' ên wekî îndiyanên emerîkî, ji ber hejmara wan a qels, aded û nirxên ku bi pêşeroja wan re têkildar nîn in, hatine empozekirin.''

Ev rastî wisa bûye her ku ji aliyê gelek derdoran ve dihê parvekirin, di aliyê din de hin daxwazên ku ji aliyê civakên biyanî ve dihên kirin zêdetir xwe biisrar dikin. Her weha, nûnerên derdorên karmend ên hîndistanî, ku ji nifşa sêyem vir ve li Dubaî û li Abou Dhabi’yê dijîn, her tim daxwaz dikin ku biyaniyên ku li ser axa Emîrat'ê ji dayîk bûne bibin xwediyê nasnameya emîratî. Xanim Nancy R. Natyam, ciwanek e ku şêwirmendiyê dike, weha şahidî dike, ''Ez li vir hatime dinyayê û min tu car gav neavêtiye Hindistan’ê, welatê bav û kalên min. Ez Dubaî wekî bajarê xwe dibînim, Emîratan jî wekî welatê xwe, lê belê ez dikarim her rojê bi bûyera ji vê derê şandinê ve rû bi rû bimînim. Ev ne rast e.''

Çapemeniya herêmî, bi taybetî ya îngilîzî, her tim gilî û gazinên kesên bi eslê xwe hindistanî diweşîne. Her weha gilî û gazinên rewşenbîrên anglo-sakson jî ji aliyê heman çapemeniyê ve dihê weşandin. Daxwaza wan hemûyan ew e ku reformeke ciddî di qanûna nasnameyê de were kirin. Ev daxwaz zêdetir ji aliyê civakên ku li vê derê, bi taybetî di warê aborî de, entegre bûne dihê ziman. Ev derdor, ji vir deh (10) sal berê, bi alîkariya rêveberên wê demê, wekî xebatkarên biyanî hatibûn û wan di şantiyan de kar kiribûn.

Digel hemû hewldanan, daxwaza sebaret bi nasnameyê, ya kesên biyanî, bi taybetî jî yên asyayî, ji aliyê rêveberan ve hatiye paqijkirin. ''Em destûrê nadin ku nasnameya emîratî ji derveyî me ji kesên din re were naskirin. Ev gotin ji aliyê rêveberekî payebilind ê Abou-Dhabi ve hatine ziman û sebaret bi çareseriyê de jî wî wisa berdewam kiriye ''Ji bo ku em pêdiviya bi xebatkarên biyanî kêm bikin, divê em ciwanan bikin nava jiyana xebatê.'' Li vir divê em gotinên birêz Majid Al-Alawi, wezîrê kar ê emîrata cîran Bahreîn’ê jî bi bîr bînin ''xebatkarên biyanî ji bo gelên Kendav’ê xetereyeke wisa ye, ew ji bombeya atomê an jî ji êrişbirineke îsraîl'ê xeternaktir in''

Ev bêbawerî, her weha, sebaret bi biyaniyên ku ji welatên ereb hatine jî heye. Ji ber ku, tenê di nava wan de hin filistînî karibûn mafê nasnameyê bi dest bixin, bi taybetî jî ewên ku ji sala 1948’an vir ve li herêmê ne. Ev mafê ku wan bi dest xistiye wekî rewşeke pir taybet e. Bi ya bankevanekî serbixwe yê Dubaî’yê, ku ew pêşketineke weha wekî tiştekî xwezayî dibîne ''Naskirina mafê nasnameya emîratî ji bo misiriyan û magrebiyan, bêyî ku zerarê bide nasnameya ereb û musulman, wê gelheya Emîrat’ê jî zêdetir bike. Heke em naxwazin ji aliyê nifûsa ku ji hindistanê hatiye ve werin dagirkirin ev tiştekî pir pêwîst e.'',: Heman kesî balê kişand ser bêbaweriya rêvebirên herêmî ku li dijî ereban heye û wisa dewam kir ''kengê ew mafê nasnameyê bi dest bixin wê dest bi daxwazên siyasî jî bikin''.

Dema ku mirov mijara nexwasteka entegrasyona biyaniyan digire dest, rêveberên herêmî balê dikişînin ser nêzîkatiya wan a li dijî dijminatiya biyaniyan. Di vî warî de kesên li dora Emir Khalifa Bin Zayid Al-Nahyan, serokê Federasyonê, weha dibêjin ''Em derewan nakin, her kesê ku heq dike were Emîratên Ereb ên Yekgirtî serçavan hatine, lê belê dema ku peymana wan a xebatê qediya pêwîst e ew biçin. Em nikarin wekî Fransa’yê an jî Kanada’yê bikin, li van welatan biyanî dikarin, piştî çend salan, mafê nasnameyê bigirin. Ji bo me, ji ber ku hejmara me pir kêm e, ev dibe aloziyeke mezin''

Şefê polîsên Dubaî’yê, general Dhahi Khalfan Tamim, yek ji şexsiyetên medyatîk e, û her weha ew yek ji kesan e ku vê mijarê, bi awayekî eşkere, li pêşberî raya giştî diaxive. Bi ya wî, bi hinceta parastina mafê kesayetiyê, kes nikare daxwaza nasnameyê, ji bo bi sed hezaran biyaniyan ku li Emîratan dijîn, bike. ''Kêmbûna emîratiyan li ser axa wan bixwe dikare wekî mafê mirovan were dîtin?'', her dema ku ew sebaret bi vê mijarê diaxive weha dibêje ''Bêguman biyaniyan di çêkirina destgehên bingehîn ên Emiratan de bi awayekî çalak kar kirine, lê belê sûda ku wan wergirtiye jî zêdetir bûye.''

Di buhara 2009’an de, di dema foruma li ser nasnameya neteweyî de, li Dubaî’yê, heman generalî, bi dengekî bilind û li pêşberî gelek rayedarên payebilind ên Dewleta Federal, weha got ''gelo di dema pêş de hindûyek nebe berendamê serokatiya welêt?'' Dema ku mijara pirsgirêka nasnameya Emîratên Ereb ên Yekgirtî û her weha bêhevkêşiya demografîk dihê nîqaşkirin, ev helwesta pir medyatîk wekî referans derdikeve pêşî. Ev helwest di heman demê de pozîsyona muhafazakar a rayedaran û her weha ya parçeyeke mezin a emîratiyan e jî. Lê belê, divê dema ku welat di nava pêvajoya pîrozbahiyên çilemîn (40.), di Kanûn a 2011’an de, ên salvegera serxwebûna xwe de ye, ev nîqaş tu çareseriyekê dernaxin holê.

Wergera ji fransî
Ahmet Dere

Çavkanî

Akram Belkaîd : Rojnamevan, nûçegihanê me yê taybet