Li Misir’ê çîna nû û şoreşa civakî

ÎSLAM
Translator

Di pûşbera sala 1967’an de, artêşa îsraîlî êriş dibe ser komên koalîsyona ku ji hêzên Misir, Sûrî û Ûrdûn’ê pêk dihat û wan têk dibe. Vê dîrokê ne bi tenê têkçûna xeyalên yekîtiya herêmê destnîşan dikir, her weha serokê misirî Cemal Abdul Nasir jî tîne hişê mirov. Wê ne bi tenê têkşikestina nasyonalîzma ereb û destpêka bilindbûna îslamiyeteke polîtîk a bi şêweyên cihêreng îmze dikir û ne jî bi tenê destpêka tevgereke muhafazakar a cîhadeke cîhanî diyar dikir. Her weha, ew dihê wateya hewl û daxwazeke xurt a veguherîna civakî ya Misirê, damezirandina aboriyeke netewî ya serbixwe, bigewdekirina civakek bêhtir wekhev û bêhtir dadperwer.

Me ji bîr kir em behs bikin, “zabitên serbest” ên di bin birêveberiya Nasir de, di tîrmeha sala 1952’an de qral (keyser) Farûq ji ser text dixin û her weha nema xeyalên “Azadkirina Filîstîn’ê” dikin, an jî dev ji serencamên derveyî ber didin. Pêşî ew dixwazin monarşiyeke xerabûyî bi temamî di bin erdê xin û digel vêya dawî li serdestiya brîtanî bînin, ji bo damezirandina Misireke xurt û nûjen ku ji rêza paşdemayînê derket. Ji sala 1960’î û pê ve, berî hemû tiştî ew riya reformeke kiştûkaliyê didin ber xwe, xwe dajon nava nêrîna “sosyalîzma ereb”, her weha pê re jî partiyeke aboriyê bi netewebûnê dikin, bi ya pergala sovyetî endustiriyeke xurt sazkar dikin, ku wê demê ev yek ji bo pêşketinê nêrîneke baweriyê pêşkeşî cîhana sêyemîn dikir. Ev şoreş bi çînên birêvebir ên kevin ku li derve hatibûn hiştin xwe dide diyarkirin: ku ev “feodalên” gundî û bajarî yên di nava bajaran de girêdayî rejîma kevin bûn. Şoreş bi bernameyên berfireh ên di warê perwerdehî, tendurustî û bi derfetên demokratîk ên ketina zanîngehê û bi zagonên civaka pêşverû û bi zêdekrina hejmara karmendan derdikeve holê û perepêş dibe: di sala 1962’an de, bi derxistina zagonekê re hemû mezûnên zanîngehê di karmendiya gelêrî de peywir werdigirin. Lê belê vê pakirina reel a rewşa kesên bêhtir xizan û livbaziya herî mezin a civakî digel pêkanînên otorîter-partiya tekane, çewisandinên sendîkayan- û digel zêdekirina servîsên îstîxbaratê dimeşe.
Yûsûf Şahîn di fîlma xwe ya bi navê Beytik (Le Moineau-1972) de sînorên pergalê gelek baş anîbû ziman: xerabûn û berjewendiya di bin sloganên sosyalîstan de nixamtî. Piştî têkçûna sala 1967’an, Nasir biryara lidarxistina nîqaşekê dide da ku bi awayekî lez û bez ev nîqaş li ser mijara “çîna nû” were kirin. Reforma kiştûkaliyê newekheviyên din û kapîtalîzmeke bejî (çolterî) derdixe holê ku bes hindikahiyekê jê sûdê werdigirt û piraniya giran ku ji gundiyan pêk dihat ji axê bêpar dima. Di nava bajaran de, bazirgan û rahijmend bi birêvebirên dewletê û karmendên payebilind re hevkariyê dikin ku ev karmend bi giranî zabit bûn- ku di sala 1967’an de, ji 26’an 22 kes waliyên herêmî û ji sisêyan yek jî wezîr bûn- li dora zagonan dihêwirin û serwetekê bi gewde dikin. Partiya yekane û birêvebirî bêhtir navbeynkarî dike di navbera dewlemendan de, û livbaziyên civakî her dihên tengijandin.

Ev hemû “diyarkirin” rê li ber tundreviyeke gotegotê vedike: pêdiviya partiyeke pêşeng (avangard), livbaziya çîna karker û gundiyên xizan, rola rewşenbîrên şoreşger. Ji sala 1968’an û bi şûn de, Misir dikeve nava livbaziyeke berfireh ku ev livbazî ji Amerîka’yê ta Vîetnam’ê cîhana sêyemîn dabû ber pêlên xwe.

Digel vê yekê, hêz û erkên şoreşa Nasirî têkdişikên. Rejîma qelsketî naxwaze (an jî nikare) xwe nû bike û tundiya xwe hinek daxîne jêr. Di îlona sala 1970’ê de dema ku Nasir ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest dide, çi alavên “dijraberiya şoreşekê” hene hemû cihê xwe werdigirin. Zilamê ku cihê wî werdigire, Enwer Sedat wê dest bi veguherînekê bike: hevbendiya bi Dewletên Yekgirtî re, serbestkirina aborî (înfîtah). Serdema şoreşan bi dawî dibe, bi tevî ku her tim berxwedaneke jîndar heye jî êdî “çîna nû” digel têgiha bêrêziyê xwe dike ser zar û zimanan.

Çavkanî

Wergera ji fransî
Rifat Arya