Li Misirê şoreşa piştî şoreşê

Kokên karkerî yên serîhildana misirî
Translator

Grevên pirhejmar amade-karîya tevgera 25ê çileyê kir. Bi pey hilweşîyana Husnî Mubarek, karker daxwaza başkirina mercên xwe yên jîyanê û mafê xwerêxistinê dikin.

Mihemed Ferîd Saad çend gavan dûrî meydana Tehrîr a Qahîreyê, li ser dîreksîyona maşîna xwe ye û bi kesên li ser rê yên pêşîya wî digirin re diqehere: "Êdî bes e, bes e! Em ê heta hetayê şahîyê nekin! Divê welat ji nû ve bê ava kirin, divê kar bê kirin!" Bi gotina stranan û bi lêxistina amûrên ku wan, kêm zêde, ji xwe re li hev anî, van mirovên li ser rê şeveke dirêj a şahîyê li dûv xwe hişt. Vê şemîya 12ê sibatê, danê sibê zû Misir ji şeveke dirêj a sîh salan dirêj hişyar bû. Êvara berî vê rojê Husnî Mubarek çû Şarm el-Şêxê û îqtîdar jî bo Konseya Bilind a Hêzên Çekdarî hat spartin. Daxwaza sereke a xwepêşandêran hat bi cih anîn: Reîs çû. Wisa xuya bû ku şoreş bi dawî hatibû.

Sê mêrên bi hêz

22yê hezîrana 1952yê:
Efserên Azad ên di bin rêveberîya Cemal Abdul Nasir de, melik Farûqî ji desthelatê dixin.

1956:
26ê tîrmehê, Nasir şirketa kanala Suezê dike malê dewletê. Li ser vê yekê, Fransa, Brîtanya û Îsraîl êrişî Misirê dikin.

Hezîrana 1967ê:
Şerê li dijî Îsraîlê.

28ê eylûla 1970yê:
Mirina Nasir. 15ê çirîya pêşî, Enwer el-Sedat dibe xelefê wî.

6ê çirîya pêşî ya 1973yê:
Destpêka şerê di navbera Misir, Sûriye û Îsraîlê de.

18-19ê çileya 1977ê:
Serhildanên ji ber xelayê.

19-11-1977:
Gera Sedat ya li Qudsê.

17-09-1978:
Îmzekirina rêkeftinên Camp Davidê di navbera Misir û Îsraîlê de.

26-03-1979:
Peymana aştîyê di navbera Misir û Îsraîlê de. Yekîtîya Erebî Misirê dike der.

06-10-1981:
Sedat tê kuştin. Husnî Mubarek cihê wî digire.

25-02-1986:
Artêş serhildana xwendekarên akademîya polîsan serkut dike.

Kanûn, 2007:
Greva cemawerî ya memûran.

Nîsan, 2008:
Serhildanên ji ber bûrsê û grevên karkeran.

Çile-Sibat 2011:
Xwepêşandanên cemawerî û îstifakirina serokdewlet Mubarekî.

Wergera ji frensî: Ergîn Opengîn

Saad xwedîyê fabrîkeyeke piçûk a zemqên pîşesazîyê ye û wê bi rê ve dibe. Yedekên malekî amerîkî hildiberîne û fabrîke li taxeke xizan a Qahîreya kevin e. Vê sibeha şoreşê, dema ku patron bi carekê kete hundirê fabrîkeya xwe, bi qasî 15 karkeran –piranîya wan jin ku hin ji wan gelekî ciwan in– li ser kar bûn. Ew bi vê şoreşê kêfxweş e. Ew pê bawer e ku ji niha û pê ve welat wê cidîtir û baştir bê bi rê ve birin û baştir bê organîze kirin, ku karkerên wî wê bêhtir berpirsiyar bin û herweha ku wê bertîlxwarin jî kêmtir be: Berê, diviyabû mirov bexşîşê [ev peyv ji bo bertîlê hatiye bi kar anîn] bide mufettişên dewletê yên ku ewlekarîya tenduristîyê û şert û mercên kar kontrol dikirin. Xuya ye ku karkerên wî jî bi ketina reîs kêfxweş in, lê belê ew herî zêde serê xwe bi mûçeyên xwe diêşînin. Mûçeyê wan niha li derdora 500 lîreyên Misirê (LM) ye, ev mîqdar bi gelekî dûrî mîqdara 1 200 LM ye ku tevgera çepgir doza wê dike.

Ev daxwaz ne beşek ji "bernameya" şoreşê bû, çawa ku nivîskarê romana Taxi (1) Khaled al-Khamissi terîf dike. "Armanceke zelal û aşkere ya vê şoreşê hebû: Demokratîkkirina jîyana siyasî ya misirî, ji desthilatdarîyê xistina Mubarek, reforma destûra bingehîn, fesihkirina parlemanê û pêkanîna hilbijartinên bi rastî." Ew dîsa jî girîngîya tevgerên civakî, ango grevên karkeran ên van salên dawîyê, yên ku daxwazên wan ne siyasî, belê bêhtir civakî û aborî bûn, qebûl dike: "Di navbera van tevgeran û şoreşa 2011ê de misêwatîyek heye."

11ê Sibatê roja înê, di qahwexaneyeke çend metre dûrî meydana Tehrîrê de, bîstekê piştî nimêjê û berîya ku were ragihandin Mubarek çûye, komeke piçûk a întellektuelan li ser rewşê nîqaşê dikin. Doktorê zarokan ê li derdora pêncî salan emr kiriye, yek ji endamên kevin ê têkoşîna xwendekaran û milîtanê Rêxistinên ne bi ser Hikûmetê (NGO) Alaa Şukrullah rojnameyê bi dengekî bilind dixwîne. Ew lîsteya fabrîke û şîrketên ketî grevê dineqîne: Karkerên riyên hesinê, yên sektora petrolê, yên wezareta çandinîyê, yên filan şîrketa avê, ya otobûsan... Ji çend rojan û vir ve, piştî ku "banga li hevalên me yên karker ên misirî" ya deh rêxistinên çepgir 9ê sibatê ji bo daxwaza adaleta civakî, sînorê mûçeyê herî kêm yê adil û munasib, demokrasîya li cihê kar, azadîya sendîkayî, û hwd kirî, bihîstin –yan jî nebihîstin–, karker û karmend jî tevlî nav refên tevgerê bûn. Di bangê de alîyên helbestî derdikevin pêş: "Karkerên misirî, hûn beşek ji vê şoreşa mezin a gel in, têkoşîn û şerên we yên van salên dawîyê zemînê vê şoreşê amade kir."

"Rola karkeran di şoreşê de tunebû"

Ji bo birêveberê Navenda Misirî ya ji bo Mafên Aborî û Civakî, parêzer Xalid Elî "yên ku tevgera 25ê çileyê dayî dest pê kirin, karker nînin, lewra struktureke wan a ku jê were wan bi rêk bixe, nîne." Lê belê "dema ku wan dest pê kir protesto bikin û ji daxwazên siyasî û wê de, rengekî aborî û civakî bidin şoreşê, yek ji qonaxên girîng ên vê şoreşê hat derbas kirin."

Ciwanên çîna navîn ên bi riya Facebookê bi hev re têkilî danîn û ji alîyê çapemenîyê ve weke qehremanên vê şoreşê hatin dîtin, bi vê analîzê re hemfikr nînin. Li gor Ehmed Mahir ê 30 salî, muhendis û koordînatorê giştî yê tevgera 6ê nîsanê "rola karkeran di şoreşê de tunebû. Ew jê dûr bûn." Tevgera wî ya ku bi tenê daxwazên siyasî û demokratîk dike, di destpêkirina pêvajoyê de bi roleke tayînker rabû. Tevger ji 2009ê ve xwepêşandanekê her 25ê çile –roja cejna polêsan– li dar dixe da ku doza azadîya siyasî bike. Ya 2011ê li gor wî biryardar bû.

Erê rast e, navê tevgerê ji bangeke grevê tê, ku karkerên fabrîkeya herî mezin a welêt, a şîrketa Misir Qumaş a li Manellah el-Kubrayê li navenda Delta Nîlê, 6ê nîsana 2008ê dabû dest pê kirin (2). Hingê qahîreyîyên ciwan bi karkeran re rûniştin û biryar dan li ser Facebookê "tevgera ciwanan a 6ê nîsanê" bidin dest pê kirin. Lê belê vê rêxistinê wê bi lez û bez xwe ji daxwazên civakî dûr bixista da ku bi tevahî bi pirsgirêka demokratîkbûnê re mijûl bibe.

Peydabûna çanda rexne û daxwazan

Van salên dawîyê têkoşîn û şerên karkeran bi roleke biryardar rabûn. Ev têkoşîn di tevahîya sektoran de mezin bû û kir ku li Misirê çandeke rexnekirin û daxwazan peyda bibe. Xalid Elî dest nîşan dike ku "di 2010ê de yek roja bi tenê jî nebû ku li welêt herî kêm sê tevgerên protestokirinê çênebin." Li gor kevne-karker û birêveberê Navenda xizmetên ji bo sendîkayan û karkeran Kemal Ebbas "van tevegeran fikra ku dibêje, grev dikarin werin kirin, bi cih kir."

16ê sibata bihurî, tevî danezana Konseya Bilind a Hêzên Çekdar ya di televizyonê de hatî weşandin û ji telefonên destan re hat şandin, a ku banga rawestandina tevgerên civakî dikir jî, li fabrîkeya Misir Qumaşê kar hat rawestandin. Karkeran li fabrîkeyê kon vegirtin –çawa ku li meydana Tehrîr a Qahîreyê jî kon hatibûn vedan– û li fabrîkeyê razan. Wan daxwazên xwe bi dîwaran ve kirin. Daxwaza pêşî: Jikarderxistina serokê şirketê Gîlanî yê ku bi bertîlxwarinê tê gunehbar kirin. Daxwazên din der barê zêdekirina mûçeyan, prîman, misogerkirina xaniyên ji karkeran re û herweha şert û mercên kar de ne. Karker pir bi newekhevîya hundir a şirketê dihesin. Weke mînak, ji ber ku hema bêje belaş, xanî li hîyerarşîya şirketê tên belavkirin, lê belê ew neçar in li navenda bajêr bi buhayê bazarê dayreyan kirê bikin, karker gazinan dikin.

Amal a 28 salî ya ku ev 13 sal in li fabrîkeyê kar dike, mehê bi giştî 300 LM bi dest dixe. Bi dilê wê ye, di dayreyekê de ku şirket kiriya wê bide, bimîne. Û ew weke hemû karkerên din gazinan dike, ji ber ku "bi milîm" mûçeyê wan tê dayîn. Ango ji dehan yekê qirûşekê yê pereyê di serdema melik Farûq de di salên pêncîyê de dihat bi kar anîn. Bordroya mûçeyê karkerekî din nîşan dide ku ew mehê 290 000 milîman ango 290 LM bi dest dixe. Mihemed el-Metwallî Îgazî yê 39 salî yê ku panzdeh sal in li fabrîkeyê kar dike, mehê li derdora 500 LM bi dest dixe. Ew dixwaze ku sînorê mûçeyê herî kêm, "çawa ku Dadgeha Bilind a Destûra Bingehîn jî biryar dabû" weke mehê 1200 LM bê diyar kirin.

Ya rastî, dadgeha qala wê hat kirin, Dadgeha Îxtîlafên Birêveberîyê ye ku ser bi Konseya Dewletê ve ye. Vê dadgehê bi biryareke 30ê adara 2010ê li ser dewletê ferz kir ku mûçeyekî herî kêm diyar bike, yê ku di wê astê de be, bike ku mirov jîyaneke bi rûmet bijîn (3). Vê biryarê kiribû ku tişta wî wextî rojnameyan jêre "şerê mûçeyan" digot, derkeve holê (4). Hikûmetê ev biryar pêk neanîbû; ango mehê 1200 LM armanceke têkoşîna civakî ya li welêt dimîne.

Ev daxwazên karkerên Manellahê nehatibûn bi cih anîn. Piştî çend rojên grevê, 19ê sibatê di navbera birêveberîya şirketê, walîyê eskerî û heyeteke karkeran de hevdîtinek pêk hat. Eskerîyê danezana pêşî ragihand ku gelekî jê re li çepikan hat xistin: Serokê şirketê ji kar hat derxistin û muhendisekî baş tê nas kirin û jê tê hez kirin Ehmed Mahir li şûna wî hat bi cih kirin. Heqdestê rojên grevê wê bê dayîn û li ser zêdekirina mûçeyan jî kar tê kirin. Karker Mahirî bi ser dixin. Mahirê din, yê Tevgera ciwanên 6ê nîsanê, karker wî nas nakin. Weke li Tehrîrê, wan jî serê serokê şirketê jêkir û ji mêvanan re dibêjin, tu elaqeya çalakîya wan bi şoreşa Misir hejandî re nîne. Dîsa jî weha xuya ye, heke şoreş pêk nehata, ev grev û gelek grevên din wê çênebûna.

Husnî Mubarek, ji me re bêje, pereyên me li ku ne

Tevî ku mirovan bawer kir ku ji desthilatdarîyê xistina Mubarek wê tevgerên civakî kêm bike jî, welêt ecele dikir li jîyana normal vegere, riyan û herweha sîstemê paqij bike. Çend rojan piştî ku şoreş bi dawî hat, gelek grevan û xwepêşandanên din ên sektoran dest pê kir. Hingê her fabrîkeyê, her wezaretê û her şirketê daxwazên xwe kirin. Di sektorên petrol, gaz û polayê de, li posteyê û li nav şofêrên ambûlansan grev û xwepêşandan pirqat bûn û armanca wan jî para bêhtir daxwaza dawîlêanîna erka serokê şirketê yan fabrîkeyê, yan jî wezîr bû. Polêsan bixwe jî li navenda Qahîreyê li pêşîya wezareta karê hundir û li bajarên mezin ên welêt xwepêşandan li dar xistin da ku doza zêdekirina mûçeyê xwe bikin. Piştî çûna Mubarek, xelkê welêt li bendê ye dewlemendîyên welêt ji nû ve bên dabeş kirin û vê yekê jî didin zanîn. Heta bi şofêrê taksîyê jî pê bawer e ku pere wê werin û yek ji sloganên li meydana Tehrîrê hatî bihîstin, dibêje: "Husnî Mubarek, ji me re bêje, pereyên me li ku ne!"

Bispor di rûpelên "nîqaşê" yên rojnameyan de bersivê didin wan. Ew rave dikin ku hê pir zû ye, ji nû ve dabeşkirina dewlemendîyan divê hêdî hêdî pêk bê. Du ekonomîst vê îdîayê dikin: "Grevên karkeran... tehlûkeyek e ku gefan li aborîya misirî dike. (5)"

Ev îqaz pir nayên bihîstin, lewma şoreşê peyv azad kir. Heta û berîya her tiştî, di sektorên ku berîya 2011ê tu grev li wan pêk nehatî, misirî êdî doza mafên xwe dikin.

Şirketa dewletê Nasr Asmîda li qada îndustrîyel a fireh a çend deh kîlometreyan dûrî Suezê, dermanên ji bo parastina çandinîyê û kuştina kêzikan hildiberîne. Şirket mezin e û xuya ye dewlemend e. Gelek xane ji bo karkeran hene, neweşxaneyek lê heye û mûçe para bêhtir ji 1200 LM dibihurin ku li deverên din doza wê tê kirin. Dîsa jî 13ê sibatê du sed xebatkar tevlî xwepêşandanekê bûn –belê hilberîn ranewestandin. Armanca daxwaza wan a yekemîn serokê şirketê Adel el-Mûzî ye. Adel el-Mûzî bi bertîlxurîyê tê gunehbar kirin û karker dixwazin bibînin ku ew tê dadgeh kirin. Wan herweha xwest fabrîkeyeke moderntir bê ava kirin.

Teknîsyen Nabil Fehmî weha dipeyive: "Ji ber ajanên îstîxbarata ewlekarîya dewletê, ne mumkin bû hin tişt berîya şoreşê bihatana kirin. Êdî em dikarin xwepêşandanan li dar bixin. Îroj, azadî heye, artêş me diparêze. Berê, ne mumkin bû em bi serokê konseya birêveberîya fabrîkeyê re rûnin; îroj ev dibe. Berîya şoreşê pir kêm mirov diaxivîn; niha em dikarin biaxivin, rûnin û li ser pirsgirêkên şirketê nîqaşê bikin." Tiştekî kêm û seyr nîne, ku mirov bibihîse xelk behsa "azadîya xweîfadekirinê" dike û karker wisa his dikin hîyerarşîya wan serê xwe bi wan diêşîne, lê belê berê qet ew hesab jî nedikirin.

19ê sibatê parêzerên Navenda Misirî ya Mafên Aborî û Civakî daxwazek ji desthilatdarîya eskerî ya karûbarên welêt bi rê ve dibe, kir. Navendê xwest, çawa ku divê li gor Destûra Bingehîn a misirî jî diviyabû hebe, mûçeyekî herî zêde were diyar kirin da ku qelşên di navbera xizanî û dewlemendîyê de werin piçûk kirin. Li gor Khaled al-Khamissi "şoreş bi dawî nehatiye, hê nû dest pê kiriye".

Çavkanî

Raphaël Kempf: Hiqûqnas

  1. Wergera ingilîzî: Khaled Al-Khamissi, Taxi, wergera ji erebî Jonathan Wright, Aflame Books, London, 2008
  2. Bixwîne: Joël Beinin, "L’Egypte des ventres vides (Misira Zikvala), Le Monde diplomatique, gulan 2008
  3. Dadgeha Îxtîlafên Birêveberîyê, 30ê adara 2010ê, serlêdana hejmar 21606/63
  4. Al-Masry Al-Youm, Qahîre, 6ê nîsana 2010ê
  5. Al-Ahram, Le Caire, 16 février 2010

Wergera ji Fransî: Luqman Guldivê