Li Norweç’ê dewlet ketiye dilê çandê

Translator

Ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn vir ve hunermend û rewşenbîrên norweçî di nameyeke xwe ya vekirî de ji hikûmeta sosyal demokrat re gotin ku girse çandeke baş heq dike, bi taybetî li herêmên ku lê girse (gel) kêm dijî. Desthilatdariyê bi pêşxistina sîstemeke baş a tiyatroyê, sînemayê û pêşangeha (expozîsyona) huner bersiv da. Li ser vê esasê welat sîstemeke bêhempa, ya ku heta roja îro li her deverên welat belav bûye, pêşxist.
Bêguman welateke weke Norweç dikare siyaseteke wisa lipêş bixe; Petrola Derya Bakur wê kiriye xwedî sawateke dewlemend a cîhanê. Rezervên wê (li gor hejmara hemwelatiyan welatê herî xurt ê cîhanê ye) nahêlin ku ew di warê bûtçeyê de zehmetiyan bijî.
Piştî salên 1950’an edîtorên norweçî fêmkirin ku xebata wan di nav xeterê de ye. Piraniya hemwelatiyan bi zimanê danîmarkî dixwendin, jiber ku pirtûkên cînarê wan ê xurt hêsantir dahatin bidestxistin, jiber vê yekê firotina pirtûkên wan dadiket û tîraj kêmtir dibû. Ji aliyê din ve Norweç nikaribû xwe li dijî berjewendiyên nû yên reqabeta civaka nû, ya ku piştî şer çêbûbû, biparêze. Jiber vê yekê, di dehsaliya piştre vî welatî siyaseteke nû û xurt a çandê xiste rojevê û lipêşxist.
Norweç a wê demê pir herêmî û îzole bû. Digel vê rastiyê, mirov nikaribû li her firoşgehê rojnameyên biyanî bibîne, lêbelê di pirtûkxaneyan de jî mirov dikaribû bihêsanî rojname û govarên welat bidîta.
Di destpêka salên 2000’î de wêneya medyatîk bi awayeke zelal zindî bû, di welat de 14 govarên ku di her yekê de rûpelekê ji bo pirtûkan hatibû veqetandin hebûn. Daxwaz zêdetir berbi rojnameyên aborî ku bi kaxizên pembe dihatin çapkirin ve belav dibû, lê bi tîrajeke piçûk. Di tevahiya welat de du sed û bîst û çar (224) berhem derdiketin, di nava wan de heyştê û du (82) heb bikêmanî di hefteyê de çar caran derdiketin.
Bêguman, weke pir deran, belavkirina berheman kêm bûbû: Rojnameya herî mezin Verdeng Gang, a ku deh salan berê sê sed û heftê hezar (370 000) dihate firotin, daketibû du sed û heyştê û çar hezaran (284 000), yanê çaryekeke kêm bibû -ev hejmar ji ya Le Monde’yê pir dûr nîn e, ji bo welateke xwediyê hejmareke hemwelatiyan ku ji sêzdeyan yek ê Fransa’yê ye. Belê, her wiha di navbera Oslo û Parîs’ê de jî ferqek mezin heye. Li Oslo belavbûna çar heb rojnameyan roj bi roj fireh dibe, li gorî agahiyên nû, tîraja wan ji sed û bîst û sê hezaran (123 000) derketiye du sed û çil û heft hezaran (247 000).
Jibo çar kesan yek Verdens Gang tê frotin, ev tê wateya ku ew ji aliyê çaryekekê girseyê ve tê xwendin. Derketina rojnameyan –ji bo hezar kesan şeşsed û heft heb (607)- ji ya hemû welatan zêdetir e, li pêşiya Swêd’ê ye (çar sed û heftê û du heb 472), her wiha ji Brîtanya ya ku xwe weke bihuşta (cinet) çapemeniyê dibîne jî baştir e (sêsed û yek-301-).
Cihê mezin ku ji aliyê rojnameyan ve hatiye girtin li pêşiya medya din nabe asteng. Tîraja govarên ku di derbarê serkeftinan de û her wiha di derbarê otomobîlan de weşanê dikin jî weke ya hemû welatên din, ên Ewrûpa’yê ye. Ji aliyê din ve, her norweçiyek rojê şêst û yek (61) deqîqeyên xwe bi guhdarkirina radyoyê derbas dike –ev di bin rêjeya welatên din de tê dîtin- û sed û pêncî deqîqe jî li pêşiya televîzyonan derbas dike (Ji bo şopandina xebatên derveyê medyayê zêde dema wan a vala namîne, lê bêguman ew pir aktîwîteyan bi hevre dikin). Miqabilê vê rewşê, vîdeo zêde nayên temaşekirin û komputorên malan jî pir zêde nîn in: Yek ji bo heyşt (8) malan.
Ji demeke dirêj vir ve norweçî cudahiya nêrînan ku bi rêya çapemeniyê tê îfadekirin û ji xwe re cih dibîne weke şerteke demokrasiyê dinirxînin. Hikûmet ti alîkariyeke aborî nade rojnameyên taybet ku armanca wan qezenckirin e. Lê belê weşanên piçûk –ji du hezar heta şeş hezaran- ji aliyê hikûmetê ve, weke yên mezin ku zêde belav dibin, têne destekkirin.
Weşanên neteweyî ku weke referansên aborî û polîtîk têne naskirin jî alîkariya dewletê, weke weşanên partiyên siyasî digirin. Rêjeya vê alîkariyê ji % 2 heta % 3 li gorî karê salane yê çapemeniyê ye. Bi taybetî rojname ji bacê (TVA) azad hatine girtin, ku bihaya wê ji sed mîlyon kiron (pereyê Norweç’ê) zêdetir e. (ji bo salê 12,4 million euro). Herkes bawer dike ku ev alîkarî li ser naveroka çapemeniyê zextê çênake.
Digel vê rastiyê medya norwêçî ji bandora fîrmeyên mezin azad nîne. Sê grûbên mezin, ên di nava vê sektorê de ne, ji nîvî zêdetir belavkirina çapemeniyê girtine bin destê xwe, ev rastî ji bo radyo û televîzyonan jî xwedî heman wateyê ye. Grûba ku herî zêde hatiye naskirin, Schibsted, di nava hemû welatên Ewrûpa’yê de rojnameyên belaş derdixe û vê yekê bi siyaseteke pir dijwar a bazirganiyê dimeşîne. Ev grûb di nava çapemeniya herêmî de jî xwediyê parê ye, ji % 49’ê Aftonbladet, ku fabrîqe ya duyemîn a kaxizan e ku xwediyê wê Swêd e. Heman fabrîqe di welatên Baltik de jî xwediyê parê ye.
Di warê televîzûelê de jî ev welat bi qasî hemû cînarên xwe ye. Şebekeya neteweyî Norsk Rikskringkasting (NRK) li ser sîstema British Braoadcasting Corporation (BBC) kar dike; şeşsed û heftê hezar (670 000) cih heqê salane didinê, ev dibe bihaya şêşsed milyon kiron (derdora çil milyon euro). Weke îstasyonên herêmî yên radyo û televîzyonan ku xwediyê “bingeheke îdealîst û îdeolojîk” in, ev şebeke jî ji bacê azad e. Her wiha sê televîzyonên taybet jî hene, ew jî di destê grûbên mezin ên swêdî û norweçiyan de ne.
Li hemberî vê dagirkeriya grûbên mezin ên aborî, hikûmet hemû derfetan bikar tîne ku weşaneke azad biparêze. Ji sala 1965’an vir ve şêwirmendiyeke hunerî (Art Council) li ser modela Îngilîz hatiye avakirin. Armanca wê şêwirmendiyê ew bû ku alîkariya hemû formên huner û wêjeya welatê ku di Bakurê wê de pir kêm girse heye bike. Bingeha vê nêrînê ew bû ku, bi kirrîna perçeyeke berheman ji bo pirtûkxaneyên gel, firotina mînîmûm ya pirtûkan ji bo weşangaran garantî bike. Şêwirmendiyê her salê hezar (1000) heb berheman, du sed û bîst (220) berhemên sereke (di nava wan de helbest û tiyatro jî hene) û hezar û pêncsed û pêncî (1550) heban ji sed û sîh berhemên ji bo cîwanan dikirî.
Di welateke wisa piçûk de, ev hejmaran aliyeke girîng ên berhemên ku bi zimanê norwêçî têne çapkirin e: Her wiha ji wana sed heb jî romanên ku têne tercûmekirin divê zêde bibin. Di sala 2009’an de heman şêwirmendiyê hezar heb jî pirtûkên ceribok, ji heftê berheman, li lîsteya xwe ya kirînê zêde kir. Pirtûkxane çardeh govarên çandî dikirin, hinek ji wan jî alîkariya çapkirinê distînin.
Weşangerên ku tîrajên wan di bin rêjeya normal de ne bi awayeke xurt têne destekkirin. Ev alîkarî ji wan re dibe sedem ku ew di derbarê mijarên zehmet de jî, yanê berhemên ku di xeterê de ne, weşanê bikin. Bi vê sîstema alîkariyê karê nivîskariyê jî rehet dibe, mafê wan li ser pirtûkên ku têne firotin derdikeve % 20-22’yan, ev jî dibe du qatê hin deran. Bihayê vê programê derdikeve derdorê 11.3 milyon euroyan.
Li gorî vê sîstemê, bi armanca parastina mafê edîtoran, bi taybetî di derbarê xebatên ku ji wan re têne pêşniyarkirin, Şêwirmendiya Hunerî komîsyoneke ji bo xwendina hemû pirtûkan birêxistiye. Bi awayeke giştî, ev sîstem baş dixebite û ji bo pirtûkxaneyên piçûk, ku li hemû deverên welat belave ne, bûye alîkariyeke mezin. Her wiha ev sîstem ji her sê zimanên fermî re jî dibe bersiveke baş. Ji van zimanan yek ji bingeha cûrbecûr devokan çêdibe –ev jî bûye sedemê ku li Oslo du heb tiyatroyên neteweyî hebin- ya din jî Sami ye, ji aliyê gelê xwecih yê Bakur ve tê axiftin.
Ev programa ji bo alîkariya weşanxaneyan ji aliyê gelê norweçî ve pir baş hatiye pêşwazîkirin. Dema ku em bihaya vê programê bi yê welatên din re qiyas dikin, reqemên giştî digehêje asteke gelek jor. Kapasîteya kirînê ya pirtûkxaneyan qasî ya Amerîka’yê û her wiha ya Brîtanya ya dema yekemîn Ronald Reagan/Margaret Thatcher e. Weşankar dikarin pişta xwe bi kirîna pirtûkxaneyan girêbidin, ku ji bo hin pirtûkan hejmar digehêje hezar, hezar û pênsed (1500) hebî. Li Amerîka û Brîtanya’yê bûtçeya pirtûkxaneyan, a ji bo kirîna berheman, weke hemû programên din ên alîkariya ji bo xebatên civakê, hatiye sekinandin. Vê rewşê li ser programa norwêçî hinekê bandor çêkiribe jî ew di asteke piçûk de maye per capita1.
Em programa zêdetir radîkal hatiye meşandin bihêlin dawî, û ev ya herî kevn e: Xwedîtiya salonên civakî yên sînemayan. Tenzîmeke neteweyî ya salonên şaredarêyan, di derbarê derketina fîlmên nû de hemû derdorên pêwendîdar agahdar dike. Ev tenzîm dibe sedemê ku fîlmên nû bigehêjin hemû herêmên ku li paş wate. Di çarçoveya vê programa alîkariya civakê de, nêzîkê dused (200) ekran ji bo sed û sî hezar (130 000) temaşevanan xizmetê dikin.
Li Oslo, dema ku fîlmên nû yên serkeftî ku ji aliyê Hollywood’ê ve derketine, werin ser ekranan, derhêner dikarin fîlmên din, ên hatina wan qels in, di warê aborî de, bigirin û wan di salonên mezin de nîşan bidin ku pêşî li fîlmên ku nabin parçeyek çanda civakê bigirin.
Her wiha, bê ku bi kesî re qirecir were kirin, “bêqaydetiya norweçî”, rastiyeke xwe dide pêş: Li vî welatî sîstemeke bêhempa hatiye çêkirin2. Ji Fransa’yê cudatir, vî welatî saziyên xwe yên weke kilîda garantiya serxwebûna çandê nefirot sektora aborî. Bêguman, sandoqên dewletê tije ne, ev jî bûye sedemê ku programên, weke ya kirîna pirtûkan ji aliyê pirtûkxaneyan ve bimeşin. Lê belê kontrola rayedarên herêmî ya ji bo salonên sînemayan qasê pereyê ku ji petrolê tê hate niqaşkirin. Tişteke din ku me matmayî kiriye jî ev e: Ev program di pir aliyan de bûne sedemê ku di nava rayedarên saziyên cûrbecûr de sîstemeke rêveberiya baş pêşbikeve. Ev jî di nav salên dirêj de, bi awayeke pir zirav hatiye fikirandin. Jiber vê yekê mînaka norweçî ku heta niha lipêşketiye, heq kiriye ku, bi dîqeteke pir mezin, binê wê were xetkirin.

Jêrenot:
Bêguman ev hejmar ji yên Fransa’yê zêdetirin, ku li vê welatî kirîna berheman ji aliyê pirtûkxaneyan ve di asteke pir marjînal de ye. Ne mumkun e ku em bikaribin li Fransa’yê vê hejmarê tespît bikin jî, jiber ku encama wan tenê ji aliyê dikanên pirtûkan û fîrmeyan ve têne kirin.
2 Encamên di derbarê çapemeniyê û weşanan de ji agahiyên fermî yên hikûmetê hatine girtin. Agahiyên di derbarê sînemageriyê de ji gotareke pir baş ya Nils Klevjet Aas, ku di International Film Guid, 1988, ji aliyê National Association of Municipal Cinemas li Oslo ve ji nûh ve çap bûye, hatiye girtin.

Werger ji fransî
Ahmet Dere

Çavkanî

André Schiffrin*
*Dîrektorê weşanxaneya ku armanca wê ne qezenckirina aborî ye, The New Press, André Schiffrin di berhema xwe ya bi navê (d’Allers-retours -Çûn û Hatin-, Liana Levi, Paris, 2007) baş diyar dike ku welateke piçûk, an jî îzolebûyî -Norweç- çawa karibûye medya serbixwe, weşanê û sektora çandê biparêze û cesaretê bide wan ku afirêner bibin.

  1. Bêguman ev hejmar ji yên Fransa’yê zêdetirin, ku li vê welatî kirîna berheman ji aliyê pirtûkxaneyan ve di asteke pir marjînal de ye. Ne mumkun e ku em bikaribin li Fransa’yê vê hejmarê tespît bikin jî, jiber ku encama wan tenê ji aliyê dikanên pirtûkan û fîrmeyan ve têne kirin.
  2. Encamên di derbarê çapemeniyê û weşanan de ji agahiyên fermî yên hikûmetê hatine girtin. Agahiyên di derbarê sînemageriyê de ji gotareke pir baş ya Nils Klevjet Aas, ku di International Film Guid, 1988, ji aliyê National Association of municipal Cinemas li oslo ve ji nûh ve çap bûye, hatiye girtin.