Li Portekîzê zanîngeha lihevhatinê

Cîhana piçûk a lîberalîzmê: Portekîz
Translator

Avantaja Lîzbonê beramberî Atînayê? "Helwêsta wê ya lihevker a di warê siyasî û civakî de", berî demeke nêz gerînendeyê ofîsa Portekîz a Fona Diravî ya Navneteweyî îkna kir. Ev "aheng" zêdetir ji rizayeke gel a beramberî kemerşidandinê ya ku "rizgarkirina" welat xwe li ser ferz dikir, weke zewaceke ecêb a hundirîn a bijarteyên xwecihî yên (çi bigre) hemû ji navenda heman zanîngehê derketine, tê tarîf kirin.

Dekanê Fakulteya Karsazî û Aborîyê ya Nova ya li Lîzbonê Profesor Ferreira Machado dibêje: ''Ez dikarim bi telefonekê bi wezîrekî, serokwezîr û serokdewlet re kom bibim''. Profesor Machado zilamekî bi berçavk e û zû bi heyecanê dikeve. Weha xuya dike wekî ku êdî dema wî hatiye û bandora fakulteya wî jî ne hindik e. Lê belê di îlona çûyî de gotareke Financial Times piştgirî da wî: ''Di dîyara krîza deyna neteweyî ya Portekîzê de şandeyeke pêşdehatîyên Yekîtîya Ewropî û rayedarên Fona Dravî ya Navneteweyî (IMF) çûn seredena vî welatî da ku li ser piştgirîya darayî ya ji bo deynê wî yê 78 mîlyar euroyî gotûbêjê bike. Ev seredan di raya giştî de nehat bihîstin. Rojnamegerên radyo û televîzyonê, ku bi rojan li seranserî bajêr çûn û hatin, li xwe mukir hatin ku wan nikarîye şopa wan kombûnên nepenî û bêdem peyda bikin''. Di naverasta kampanyaya hilbijartinên giştî de gelê Portekîzê lava dikirin ku derbarê vê kombûna sêserî- YE, IMF û Bankeya Navendî ya Ewropî- de tiştan hîn bibe da ku bizanibe ka ew dê doza çi li wan bikin. Profesor Machado weha tîne bîra xwe: ''Bi rastî, du alman û danîmarkîyek serê sibê zû bi awayekî dizî ji otêlên xwe derketin da ku digel rayedarên bilind ên Fakulteya Aborîyê ya Zanîngeha Novayê re taştê bixwin. Ev fakulte yek ji du baştirîn dibistanên karsazî û aborîyê yên welêt e. Wan ji dil dixwest ku dîtinên me bibihîsin''. (1)

Bi korîdorên xwe, ku tê re ba tê û dîwarên xwe yên tazî Nova bêhtir dişibe nexweşxaneyeke xalî ya terkkirî. Wekî li her zanîngehekê, li vê derê jî komên xwendekaran, ku di destê her yek ji wan de çendîn pirtûk hene, li der û dora zanîngehê ne. Tevî ku ev der zanîngeheke dewletî ye jî, divê xwendekarekî lîsansê di salê de 900 euroyan bide û ev hejmar ji bo welatekî wekî Portekîzê ku lê derameda herî kêm a mehane 485 Euro ye, gelek zêde ye. Xwendekarên wê, ne bi tenê portekîzî ne: Xwendekarên ku bi asta baş a zanîngehê ya navneteweyî bihîstine, ji 30 welatên cuda tên. Financial Times, ku navenda wê li Londrayê ye, bernameya mastera darayî ya vê zanîngehê di nav sî zanîngehên herî baş a cîhanê de bi cih dike. Ewên ku li vê derê MBA ya Ewropî diqedînin dikarin 15 caran ji derameda herî hindik pirtir maeşê bistînin. (2)

Wezîrê darayî yê hikûmeta berê ya sosyalîst û profesorê zanîngeha Novayê Luís Campos e Cunha ji kombûna sêserî re nehatibû vexwendin. Ew wekî ku ne di xema wî de be dibêje: ''da ku dîtinên min werin bihîstin, hewcedarîya min bi taştê nîne.'' û lê zêde dike ku wî bi xwe lobî kiriye ''ku tatîl werin kêm kirin û saetên karkirinê serê rojê nîv saetê were dirêjtir kirin. Jixwe di kombûnê de ev pêşnîyar hat pêjirandin''. Dema ku min jê pirsî çawa? Wî got: '' Min di rojnameyan da tiştên ecêb xerîb nivîsandin û min roportaj dan wan.'' Wî bi serbilindî lê zêde kir: ''Gelek caran- di salê de sê çar caran- gotinên min di parlamentoyê de tên dubare kirin. Ev yek tê wê wateyê ku endamên parlamentoyê gotarên min dixwînin''.

Coş û dilbijîna ji bo hilhatinê

Profesor Machado bi kurtasî dibêje: ''Ew ji elîtekî civakî bêhtir, elîtekî entellektuel in.'' Lê belê di navbera elîtên desthilatê de nuans hertim ne zelal in. (3) Nova bûye tramplena siyasetmedarên herî bi bandor ên welêt û herweha ya karsazan. Wezîrê darayî Vitor Gaspar, ku ji ber tedbîrên wî yên tesserufê gazin jê tên kirin, xwendekarekî berê yê Novayê ye. Zanîngeh bi beşdarbûna siyasetmedarên mezin mazûvanîya çendîn çalakîyan dike: Wekî mînak di meha yekê de bi beşdarbûna wezîrê tendurustîyê Paulo Macedo gotûbêjeke li ser dahatîya sîstema tendurustîyê ya Portekîzê hatiye li dar xistin. Gelek mezûnên Novayê di payeyên bilind ên şirketên mezin de dixebitin. Gerînendeyê giştî yê berê yê Vodafone Portekîzê António Carrapatoso jî xwendekarekî berê yê Novayê ye. (ew herweha alîgirê serokwezîr Pedro Passos Coelho ye.) Ev lîste weha dirêj dibe û diçe.

Ji ber ku Portekîz welatekî piçûk e, lewma Nova dikare giranîya xwe bide hîs kirin. Elît ne ewqas gelek in û akademîsyen, siyasetmedar û karsazên sereke hemû hevdu nas dikin. Li gor Luís Macedo Pint de Sousa, ku pêşengîya têkoşîna li dij gendelîya li Portekîzê dike, destûra welêt ''pergala derîyê çerxî'' teşwîq dike'' ku '' gelek peymanên ku ji alîyê wezîran ve hatine îmze kirin digel şirketên wan kesên xwedî paye ne û ew dê di dahatîyê de bi kêr werin... Li gor destûra me wezîr nikarin bibin endamên parlamentoyê, ku ev yek jî berevajî sîstema li Brîtanyayê ye... An ku ew dikarin ji sektora taybet werin girtin- ku niha piranîya wan jî weha ne.'' Û paşê jî wezîrbûn ji bo dahatiyeke tije berjewendî dergeheke zêrîn vedike.

Hêsan e ku were dîtin ka elîtekî weha ji nêz ve girêdayî, ku bala xwe dide siyasetên li gor berjewendîya pîyaseyan, ji bo fikrên dibistanê dikare bibe zêvîyeke berhemdar. Herweha nebûna sazgehên hevbeş, ku bikaribe hin siyasetên din pêşnîyar bike, sedemeke din a vê bandora Novayê ye. Campos e Cunha dibêje: ''Li Portekîzê sazgehên serbixwe yên bîr û ramanê (think tank) gelek hindink in, heta tunene jî. Lewma zanîngeh meyl dikin ku vê rolê bilîzin''. Ji ber ku “think tank”ên bi şêwaza amerîkî yên wekî Weqfa Heritage (Mîrat) û Navenda Pêşketina Amerîkayê, aktorên payebilind ên muxalefetê yên Partîya Sosyalîst a navend-çep û Sosyal Demokratên navend-rast bi rêk û pêk bi mamosteyên fakulteya Novayê dişêwirin.

Mamosteyên sereke yên Novayê îdîa dikin ku sedema bandora wan ji ber lêkolînên wê yên objektîf in: Ku zanîngeh bi ser pevçûnên nav civaka portekîzî de ye. Ferreira Machado îdîa dike ku zanîngeh ''dîtinên serbixwe'' pêşkeş dike ku ''bi hestîyarî nehatine teşe girtin''. Ew weha dirêjîyê pê dide: ''dîtineke xwedî agahîyan lê belê serbixwe; ew hetirîyê tu lobîyan nîne''. Lê belê, tevî ku tê îdîa kirin ku îdeolojîya zanîngehê ji hev belav bûye jî, tu hewldan nîne ku ev lihevkirina îdeolojîk were veşartin. Profesor Ferreira Machado dîyar dike ku: ''Di nav mirovan de, ku heman dîtina cîhanê par ve dikin, hîmeke hevbeş heye: Di asta têgihiştinê de hevbîrîyek heye ku divê berhemdarî were zêde kirin, pîyaseya serbest hebe, di pîyaseya kedkarîyê de reform werin kirin, bêhtir reqabet û rola dewletê hebe. Di vî warî de lihevkirinek heye. Cihê ku lê gengeşî heye ka di maweya kurt de, an ku sibê em ê çi bikin, ku em jî niha behsa wê dikin. Lê belê li cem me heman hesta cîhetê heye''. Li ser pirsa; gelo di Novayê de alîgirên aborîya Keynesyen heye, Profesor Campos e Cunha dikene.

Dezgeheke ceribandinê

Gerînendeyê Perwerdehîya Birêveber li Dibistana Karsazî û Aborîyê ya Novayê Nadim Habib dibêje: ''Carna bi min weha tê ku Portekîz ji bo wan tiştên ku niha li seranserî Ewropayê di astên cuda de pêk tên, were test kirin. Gelo Ewropa naçar bimîne weha berdewam bike, yan mezinbûn û îdealîzmê berdewam bike û ji xwe re rêyekê bibîne ku vegere wê merheleyê ku Ewropa dixwaze bigihîje''. Heger bi rastî jî Portekîz ji bo wan polîtîkayan, ku li dereke din werin sepandin, ceribandinek be, wê demê civakên ewropî ji dema hilweşîna komunîzmê û vir ve li kêleka veguherîna herî mezin a sosyal de ye.

Piştî ku krîzê li Yûnanistan û Îrlandayê xist, Portekîz sêyem welatê Yekîtîya Ewropayê bû ku piştgirîya darayî werdigirt. Di gulana çûyî de beranber pakêta 78 mîlyar euroyî ya ji YE û IMFyê hikûmeta Portekîzê qebûl kir ku heta dawîya salê lihevderneketina budçeya welêt ji 9.1 dersedê Hasilata Neteweyî daxîne 5.9 dersedê û heta 2013ê jî bixîne 3 dersedê. Da ku bigihîjin van armancan Vitor Gasparê wezîrê darayî dîyar kir ku lêçûnên giştî dê 7 dersedan were qut kirin û heta 2015ê bigihijîn 43.5 derseda Hasilata Neteweyî. Wekî ku Gaspar bi xwe dibêje ev yek projeyeke ''bê hempa'' bû ji demeke 50 salî û vir ve. (1)

Pêla pêşîn a radîkaltirîn bernameya arizîkirinê ya dîroka Portekîzê di meha yanzdehê de dest pê kir dema ku dewletê hîseya xwe ya di şirketa enerjîyê ya bi navê Energias de Portekîz de firot şirketa mezin a çînî Three Gorges Corporation. Îdareya balafirgehê, rêyên hewayî yên neteweyî, av, radyoya neteweyî û transporta giştî jî dê di pêşîya me de werin firotin.

Dema ku sînorên dewletê ji nû ve tên saz kirin, standardên jîyanê yên karkerên bi derameda hindik û navîn tûşî tengasîyeke şidandî dibin. Baca nirxa lê zêdekirî ji 6 dersedê rabû 23 dersedê, fatoreyên enerjîyê yên portekîzîyan bilind bû û par baceke lêzêde ya deramade bi rêjeya 50 dersedê maeşên meha li ser hemû karkeran hat ferz kirin. Wekî li welatên din ên Ewropaya Başûr karmendên giştî piranî bi teqsîdan pereyê xwe distînin; Niha ji wan kesan, ku mehê zêdeyî 1000 euroyan qezenc dikin, du teqsîd tên birîn. Heger ew hemû bi giştî werin nirxandin, karmendên sektora giştî dora 25 dersedê derameda xwe ji dest dan. (2) Sîgortaya bêkarîyê, ku bêkarî her ku diçe mezintir dibe, bi qasî 17 dersedan hat birîn û dikare herî zêde 18 mehan were stendin. Rewşa xebatkarên sektora taybet jî baştir nîne: Wekî mînak hikûmetê saetên xebatê yên rojane nîv saet dirêjtir kir, an ku di salê de 15 rojên xebata bêpere.

Ji niha de buhayên cidî yên vê seferberîya îdeolojîk hene. Bankaya Navendî ya Portekîzê bi van gotinan: Ji ber ku di taleba neteweyî de ketineke xerabtir pêk hat, ku nedihat payîn- ku tedbîrên tesserrufê aborîya welêt heland- di destpêka meha yekê de gumanên aborî daxistin. Bankaya Navendî ji bo sala pêşîya me 3.1 dersed nakokî guman dike. (3) Dema ku acenteya kredîyê Standard & Poor notên neh welatên ewropî kêmtir kirin, rewşeke kambax ket para Portekîzê. Acenteya kredîya biryara xwe bi van gotinan mafdar nîşan da: ''Em bawer dikin ku pêvajoyeke reformê, ku bi tenê li ser esasa tedbîrên tesserufê were bi rê ve birin, rîska xwe bi xwe têkbirinê jî bi xwe re tîne. Ji ber ku ji ber fikarên serfkaran ên ji ber wendakirina karên wan û kêmbûna derameda wan taleba nav welêt jî dikeve û ev yek jî derameda neteweyî ya bacan kêmtir dike''. (4) Portekîz di dawîya 2011ê de gihîşt mebestên xwe yên lihevderneketina budçeyê, lê belê ev bi tenê ji ber wê yekê bû ku Portekîzê dest avêt dora 5.6 mîlyar euro ya fona teqawîdbûnê. (5)

1 Financial Times, 31.08.2011

2 "Tirsa ji ber reformên ''kozmetîk'', ji ber ku tedbîrên Portekîzê dev li mirovan dike", Financial Times, 24.10.2011

3 Dîmena aborî ya Portekîzê kêmtir dibe, Wall Street Journal, 10.01.2012

4 "Kengî, dê kengî Ewropa rastîyan bibîne?", Daily Telegraph, Londra, 16.01.2012

5 'Portekîz dest diavêje fonên teqawîdîyê da ku bigihîje armancên xwe' Daily Telegraph, 02.12.2011

Aborîzanên Novayê hevbîr in ku wan di warê pakêta xelaskirina deynên welêt de hin tevkarîyên girîng kirine: Tewangbarkirina pîyaseya kedê, kêmkirina lêçûnên sosyal û bilindkirina Baca Nirxê lê Zêdekirî. An ku heman formula ku li Yûnanistan, Îrlanda, Îspanya, Îtalyayê hatibû sepandin, ku niha jî li Fransayê tê sepandin. Gelo dibe ku bandora Novayê ya li ser kombûna sêserî jê kêmtir bû, ku tê gotin? Gelo ev yek bi tenê ji bo meşrûkirina tedbîrên tesserrufê nebû, ku ji berê de ji alîyê Bruksel û Frankfortê (Paytextê Kentucky li Amerîkayê) ve hatibûn pejirandin?

Ji Novayê, yan jî ji derekî din derketibe, ne xem e, weha xuya ye ku vê reçeteyê nikarî gelê Portekîzê îqna bike. Dema ku di 24ê meha yanzdeh a 2011ê de du federasyonên sereke yên sendîkayan duyem grêva dîroka Portekîza demokratîk bi rê xist, karkeran li pêşîya Parlamentoyê slogan qêrîyan: ''25ê nîsanê her berdewam, rizgarbûna ji faşîzmê her berdewam.'' 25ê nîsana 1974ê de efserên çepgir ên artêşê dîktatorê ''Dewleta Nû'' ya zordest Antonio Salazar daxistin, ku ev jî bû destpêka Şoreşa Qerenfilan. Gelo wateya vê yekê ew e ku demokrasî û siyasetên Novayê şîretan li ser pevçûnê dike?
"Eger mirovî karibûya nav-bêrek bidaya demokrasîyê..."

Wekî bersiv Profesor José Neves Adelino, ku rêveberîya bernameya MBAyê ya Novayê dike û endamê lijneya rêveberîyê ya çendîn şirketan e dibêje: ''Eynek werê. Min jî behsa vê yekê dikir''. Ew pergala tendurustîyê nîşan dide û dibêje heta niha ''siyaset ji bo wê yekê bû ku hin kes werin hilbijartin'' û herweha îdîa dike ku sîstemeke serbest a gerdûnî nikare bibe domdar. Profesor Ferreira Machado ''Dibêjin bila xizmeta tendurustîyê belaş be û li ser hasilata neteweyî 20 dersed deyn were bar kirin û divê tu bigihîjî merheleyeke weha ku tu bikaribî bi xizmeta tendurustîyê berdewam bikî. Di demokrasîyan de di leha statukoyê de teyamul hene. Çima? Ji ber ku tu dizanî ji ber reforman kî wenda dike, komên baş dîyarkirî, komên fişarê- lê yê ku dê qezenc bike berfirehtir e: Nifşên me yên dahatî û hemû civak''. Li gor wî çareserî: ''Serokeke me ya muxalefetê hebû ku dihat rexne kirin ji ber ku gotibû ka em ji bo şeş mehan demokrasîyê rawestînin! Û helbet wê xanimê piştgirîya wê yekê nedikir -wê dixwest bibêje pevçûna navbera du tiştan. An ku wê digot heger me demokrasî bixista nav parantêzan, wê demê pêkanîna reforman dê hêsantir bibûna''.

Lê belê hîna hêvîyên M. Habib hene: '' Heger rastîyê bibêjim ez bi çavekî erênî li aborîyê dinihêrim û bi dîtina ciwanên me yên 18-19 salî, ez baştir dibim ji ber ku ev nifş dê di asteke berfireh de welêt biguherînin''. Dekan jî digel wî hevbîr e. ''Di şûna bandorkirina li ser hikûmetê, ew dixwazin guh bidin nifşê nû ya qanûnçêkeran''. Gelo ew dê werin hilbijartin? Kî dizane. Ew jî dê ji Novayê derkevin? Ew ji vê yekê şik nake.

Çavkanî

Owen Jones:
Rojnameger. Nivîskarê Chavs. Nîşandana çîna karker a wekî xebîsan, Verso, Londra, 2011. (Nîşeya wergêr: ''Chav'' peyvek e ku li Brîtanyayê ji bo wan xortan tên bi kar anîn ku ji varoşan tên. Wekî peyva ''kiro'' ku li Tirkîyeyê ji bo kurdan tê bi kar anîn.)

  1. Peter Wise, "Portekîz: Radeyeke bandorê", Financial Times, Londra, 19.09.2011
  2. "Derecekirina Fakulteyên Karsazîyê 2011", Financial Times, http://rankings.ft.com
  3. Bixwînin, Manière de voir, hejmar 122, nîsan-gulan 2012

Wergera ji îngilizî: Celîl Kaya