Li rastê, jihevdeketin û ji nû ve pêkanîna nîzamê

Ji Madrîdê heta bi Romayê
Translator

Li Spanyayê, rasteke pir kevneparêz e ya ku nostaljîkên frankîzmê li hev kom kirin, li Îtalyayê jî beşekî rasta tundrew xwe bi îtîbar kir, lê yê din veqetînxwaziyê diparêze.

Mirov çawa pêkhatinên rastgira radîkal ji yên rastgir derbixe? Dîroknas Rene Remond ev pirsgirêk çareser kir, wî "alerjîyeke" civaka fransî li faşîzmê da zanîn û rasta siyasî bi ser beşên rewabûnparêz, orleanîst û bonapartîst (1) dabeş kirin. Heke mirov bêje rasta fransî li dijî faşîzmê dikarîbû kelehekê pêk bîne, hingê mirov encameke dîrokî weke xisleteke giştî dibîne. Ya rastî, ne bi tenê cudahîyên îdeolojîk nahêlin birêvebirên Kombûna Ji bo Komarê (RPR) û Bereya Neteweyî (FN) hev bigirin, belê birînên pevçûnên –di nav de yên fizîkî jî– şerê Cezayîrê di nav milîtanên her du alîyan de dayî der (2) jî nahêlin ku ew hev bigirin.

Dema mirov dîroka rastgira radîkal dinivîse, ev ne lêkolîna xisletên partîyekê, tevgerekê ye, lê belê herweha afirandina derfetan e da ku li hevgirtinên kêm û zêde bi mentiqî li domdarîyên kêm û zêde mumkin bifikirin, yên ku di qada neteweyî û herêmî de mirov dikare çavdêrîya wan bike.

Ev pirs nexasim ji bo Spanya û Îtalyayê derdikeve pêş, du dewletên ku rastgira radîkal demeke dirêj dîktatorîya general Francisco Franco (1939-1975) û ya Benîto Mussolînî (1922-1943 (3)) li wan desthilatdar bû.

Li Spanyayê, hatina demokrasîyê hindik cih ji wan partîyan re hişt ku îdîa dikin alîgirên Franco ne. Hemin di nav hêzên ewlekarîyê de bandoreke diyar parastin, heta 23ê sibata 1981ê dest bi hewldaneke darbeyeke eskerî jî kirin. Lê belê di hilbijartinan de wê tu carî nebûyana xwedî giranî, sedema vê jî ew e ku partîya sereke ya rastgir Hevgirtina Gel (AP – Alianza Popular) gelek milîtanên wan – mijarên wan jî – hewandin. APya spartî kevnewezîrê tûrîzmê û agahdarîyê yê Franco, Manuel Fraga, wê bibûya hêza sereke ya muxalefeta li dijî Partîya Sosyalîst a Karker a Spanyayê (PSOE) ya ku ji 1982ê heta 1996ê desthilatdar bû.

Sala 1989ê ji nû ve navê Partîya Gel (PP – Partido Popular) li xwe kir û José Maria Aznar ew bi rê ve bir. Ji rastgira xirîstîyan demokrat heta bi beşên herî dilê xwe dibijandin serdema Franco, vê pêkhatina siyasî dengên rastgiran komî ser hev kirin. Hukûmeta wê jî li gor hevgirtinên neçar bû pêk bîne, guherî. Di koalîsyona hukûmetê de ya ku wê di navbera 1996ê û 2000î de bi rê ve bir, PP bêhtir lîberal bû (prîvatîzekirin û li qada civakî kêmkirina lêçûnên dewletê). Piştî sala 2000î ji nû ve û vê carê bi piranîyeke mutleq hat hilbijartin, PP da ser rêyeke bêhtir konservatîv.

Ew bi awayekî biryardar di "şerê cihanî yê li dijî terorîzmê" de cihê xwe digire, li Afxanîstanê û piştre li Iraqê; qanûneke ku ketina welêt û mana biyanîyan zehmet dike, da qebûlkirin; û kir ku Batasuna, partîyeke çepgira neteweparêz a baskî, were qedexe kirin. Ew herweha reformeke pergala perwerdeyê ferz dike ya ku perwerdeya dînî û exlaqî ya katolîk ji nû ve di perwerdeya dibistana destpêkê û ya navîn de bi cih dike.

PP di adara 2004ê de dîsa bû opozîsyon. Vê yekê di navbera yên dixwestin ji PPyê partîyeke lîberal a li gorî rêûresmê biafirînin (weke şaredarê Madrîdê Alberto Ruiz Gallardón) û partîzanên xeteke hişktir de, rê li ber alozîyan vekir. Weke sekreterê giştî yê partîyê destnîşankirina Mariano Rajoy îşaret bi hin lêgerînên tewazûnê kir, lê belê PPyê wê li nav hilbijêrên xwe yên herî tundrew li piştgirîyê bigerîya. Divê mirov bi vî rengî dijberîya wê ya tund ya li hemberî niqaşên li ser şerê navxweyî şirove bike (alîkarê serokê civaka xweser a Madrîdê, Ignacio González weha gunehbar dike "hin civak dixwazin siyên kevin ên rabirdûyeke ku mirov ji heq derketine, dîsa bînin"), heta bi rakirina peykerên faşîst jî (rakirina peykerê siwarî yê Franco de Nuevos Ministerios li Madrîdê, ji bo birêveberên herêmî "kirina herî tundrew a dîroka demokratîk" e).

PPyê wê her weha destek bidaya êrîşên li hemberî hîyerarşîya katolîk a li dijî zewaca homoseksuelan (ya ku li gorî Rajoy "hîmê sazîya zewacê xira dike"); a li dijî pêkanîna perwerdeyeke sivîl li dibistanê (li gorî cihgira şêwirmendê perwerdê yê şaredarîya Madrîdê Alicia Delibesê "çep bi vê dixwaze rê bide ber daxwaza zarokan û reng bide têgihiştina wan") yan jî ya li dijî dirêjkirina dema fermî ya jiberxwebirina zarokê (berdevkê koma PPyê di Meclîsa Madrîdê de David Pérez ev yek weha bi nav dikir: "gava berepaş a demokratîk a herî xirab a di sîh salên demokrasîyê de ye, ji ber ku ji bo cara pêşî fermî dibe ku komek mirovên hê ji dayik nebûne, dikarin bi awayekî hovane û bêyî ku ti mafê wan ê xwe parastin hebe, ji holê werin rakirin").

PPyê wê herweha îdeolojîya frankîst ya yekîtîya neteweyî jî ji nû ve zindî bikira, ango gumana li hemberî xweserîyên herêmî. Di 2006ê de berdevkê PPyê Eduardo Zaplana da zanîn ku di nav hukûmeta José Luis Zapatero de "yên ku dixwazin Spanyayê xira bikin, bi ser dikevin". Li ser heman xetê, li ser pirsa koçberîyê wî dê dest bi fikaran bikira; di 2010ê de hin şaredarîyan red kir ku koçberên qaçax ji xizmetên tenduristîyê û perwerdeyê sûdê wergirin, wî jî destek da van şaredarîyan.

Ev hişkbûna muhafezakar a PPya spanî bi beridîn û veguherînê re ya li Îtalyayê tê dîtin têra xwe nakok e. Yek ji encamên herî darîçav a "neasayîya" Berlusconi, ya rastî, girêdayî îdîaya hebûna du ruhên weha xuya ye, baş ji hev cuda yên rastê ye: ruhê postfaşîst ku serokê parlemana heyî Gianfranco Fini wî bi gewde dike, û ruhê "cudaxwaz" yê Lîga Bakur a Umberto Bossî.

Gelo hema weha li hev hat? Hemin na: çawa Silvio Berlusconî dakete ser dikê, partîya ku ji arîya faşîzmê, piştî şer peyda bû –Tevgera Civakî ya Îtalî (MSI)– ji getoya ku Komara Pêşî ew lê heps kiribû, xilas bû. Lidorhevgerîyana van herdu zilaman û partîyên wan, bi damezirandina Gelê Azadîyê (PDL) ango yekane partîya navend-rastê, gihişte asta xwe ya herî jor. Êdî vê jî, perîyeke ewqasî baş, Hevgirtina Neteweyî ya ciwan sala 1994ê bire ser hewtikê tehfilê , di bin vî navî de partîya Gîorgîo Almîrante kiras guherî, dev ji fêrbûnên xwe yên kevin û îdeolojîk berda (4), bi taybetî jî dev ji pêşhukmên dij-cihû û alîgirîya ´ereban ên rasta nîvgiravê berda.

Ev bû destpêka avakirina partîyeke rastgir ya "bi awayê ewropî" ya di dîroka Îtalyayê de nedîtî, him bandora rêûresmên gel ên alman û him jî ji yên gaullîst lê bûye, heta bi awayekî nakokane di mijarên mafên sivîl de carinan pozîsyonên ji Partîya Demokrat "pêşverûtir" parastin (ji bergirtina bi alîkarîyê heta bi qebûlkirina zewaca homoseksuelan û mafê hilbijartinê ji bo koçberên qanûnî)...

Gava dawîyê ya vê guherînê ji çend mehan û vir ve bi dijberbûneke yekser a bi Cavaliere (nota wergêr: navê ku li Silvio Berlusconi tê kirin) re xwe dide der. Weha xuya ye ku Fini veguherî hevrikê sereke yê Cavaliere. Ya rastî, heke Fini demeke dirêj sûd ji têkilîya xwe ya li pêş girtî ya bi serokê Konseyê re girt, neçar bû xwedî li beşek ji jirêderketinên wî yên şexsî derkeve jî, derketina holê ya partîyeke bi tenê ya navend-rastê – paşê ji alîyê serokê ANyê ve weke "şaşî (5)" hat bi nav kirin – ji kesên vê partîyê alî guhertin tevahîya derfetên manovrayên xweser stendin.

Ha ji ber vê yekê di dawîyê de Fini yê ku di nav skandalên seksê û dadgerîyê, yên hêjayî serdema dawî ya Împaratorîya Romayê de gevizî, li fîgurê pêşîlêgir ê Berlusconî ket. Qutbûna Yekîtîya Navendê (UDC) ku yek ji encamên jihevketina "balînayê spî" demokratên xirîstîyan bû û neçalakbûna PDLyê ya ku bi tenê astengan ji bo "hêrs û çavsorîya" dadgerî li dijî serokê Konseyê vedibîne, kirin ku navenda giranîya ´hukûmetê ber bi Lîga Bakur ve bişemite. Lîga Bakur berevajî ANyê tercîh kir ku bi Cavaliere re hevgirtinê pêk bîne, bêyî ku zêde di nav PDLyê de bihele – "wezîrê super" ê aborîyê Guîdo Tremontî yê bi hêz, bi rengekî fermî nûnerîya PDLyê dike, weke spin doctor (şêwirmend) bi kêrî Lîgê tê.

Ji ber vê jî ji hingê ve Fini daxwaza sala 2013ê li şûna xelîfe bibe xelîfe, tîne zimên û herweha "guhertîbûna xwe" bi awayekî zêde nîşan dide. Dema ev kir, wî ji nû ve ruh bi du prensîpên karakterîstîk ên rastê ve anî, yên ku hê doh di nav salên canêcanêbûna bi berluskonîzmê de hatin bi gorî kirin: rewabûn û kulta dewletê, stûnên partîya ciwan, Siberoj û Azadîyê (FLI), ku weke reaksîyoneke li dijî ji PDLyê dûrxistina serokê ANyê çirîya paşî ya 2010an hat damezrandin. Ev partî weke alternatîveke "nerm", "li gorî destûra bingehîn" û "civakî" a berlusconîzmê derdikeve pêş.

Riya wê hindiktir li hev fitilî xuya bike jî Lîga Bakur jî gelek girêdayî serhatîyên Berlusconî ye. Ji bo ku ´hukûmeta pêşî ya Berlusconi ava bike bi Forza Italia´yê re hevgirtinek pêk anîbû. Ev tevgera "dij-sîstem" pesnê "parçebûnê" û paşê yê "federasyonê" dide, berdevkê mercîyên herî êrîşkar ê derdorên karsazan e û van salên dawîyê ew bixwe jî gelek guherî.

Weke partî ji hukûmetê vekişîya. Ew hêz û erkên xwe yên herêmî bi beşdarbûna dezgehên neteweyî xurt dike. Di hilbijartinên herêmî yên sala 2010ê de, Lîgê li heşt herêmên "xwe" yên li pêş % 19.77ê dengan bi dest xist, ji xwe li Venedîkê % 35.15ê dengan bi dest xist. Hin şiroveker û herweha sempatîzan ji xwe dipirsin "gelo Lîg hê federalîst e" û gelo wê di berdêla hebûna xwe ya di "hola biryardayînê" de xiyanet bi fikrên xwe re nekirîye (6).

Pratîka wê dibe sedema derzeke mezin a di navbera "pragmatîzm" û zimanê "mîtolojîk" ê Padanîyayê de, Padanîya navlêkirineke cografî ye ku guman di derbarê koka wê de hene, armanca wê yekkirina çand û rêûresmên tevahîya gelên bakurê Îtalyayê ye, ji şaristanîya keltan tên û wan kokên xirîstiyanîyê dane Ewropayê. Ji gilîkirina "Romaya diz" a ku bi tenê bi kêrî seferberkirina girseyê tê, bêhtir, beşdarbûna wê ya di dezgehan de bi kêr tê ku îro wesayeta berjewendîyên ezezî yên bakurê Îtalyayê bigire dest; Lîg doza berdevkîya bakurê Îtalyayê dike.

Heke berlusconîzm siyaseteke serpêneêşandinê ya bêlîberalîzm be (7), hingê Lîg berevajî vê, lîberalîzmeke bêyî siyaseteke serpêneêşandinê tîne zimên: ew bi tenê alîyên dij-civakî û dijminatîya biyanîyan diparêze – mîna bi vedîtina mixabin a "welatîyên gilover" a xweparastina li dijî "sûcdarîya ji derveyî civakê". Lê belê polemîka li ser koçberîya qaçax ji bo êrîşeke berfirehtir a li dijî rêzikên bazara kar weke ezmûnekê ye da ku di çarçoveya wesayeteke xizm û nasparêz a li ser erdên xwe bi xwe de, bazara kar ji "mecbûrîyetên" civakî û berîya hertiştî yên sendîkayî "azad bikin": Partîya Bossî bi vî rengî dibe hêza sereke ya ku ji agir Demokrasîya Xirîstîyan "parêzvanîya dewleta civakî" digire.

Her du rastên îtalî cudayîyên xwe derdixin pêş, lê belê tu tiştê wan ê ku li hev neke nîne. Ma di bin pîvana sereke ya siyasî de ku ji alîyê navend-rastê ve van salên dawîyê hat qebûlkirin mohra her du lîderan nîne? Ev pîvan qanûna mixabin ku bi navê Bossî-Fini navdar a li ser koçberîyê (2002), yek ji yên herî hişk ên parzemîna pîr Ewropayê ye.

Hin çavdêr bi israr bi "jidilbûna" veguherîna demokratîk ya Fini bawer dikin, dema vê dikin jî behsa hevduberdana têrêş a ji jina ew heyranî wê bû, dikin; ew jina ku wî di dema milîtantîya xwe ya faşîst de nas kiribû (8). Profîla wî ya "siyasetvanê nerm" berîya her tiştî pir weke veguherîneke qelp a taktîkî xuya dike ku li vîzyona karsazên mezin bîne; karsazên mezin ên ku dixwazin navberê bixin navbeyna xwe û dewra dawî ya Berlusconîyekî de ku ew – belkî bi awayê zêde xweşbîn – weke ku wê dawîya wî (xirab) be, dinirxînin.

Di nav bîst salan de sazîya karsazên îtalî Confindustria´yê bi awayekî oportunîst desteka xwe ya dida Romano Prodi´yê nerm (ku ew tercîh dike) û Berlusconiyê "tundrew" (ku her diçe hindiktir .... destekê didîyê) guherî. Lê belê heke mirov qeyrana heyî ya hegemonyaya Berlusconi ya li rastê û di derxistina holê ya alternatîvekê de bêkêriya çepê li ber çavan bigire, weha xuya ye ku –di çarçoveyeke neolîberal de- alternatîv wê hê jî ji nava rastê derkeve holê.

Çavkanî

Raffaele Laudani:
Lêkolînerên li beşên dîrok, antropolojî û cografyayê yên zanîngeha Bolonyayê.

  1. René Rémond, Les droites en France [Rastên li Fransayê], Aubier, Parîs 1982
  2. Berevajî vê, komarparêzên serbixwe wê di mijara yekbûna bi FN’yê re dudilî nebûyana (çawa ku Charles Millon yan jî Jacques Blanc di hilbijartinên herêmî yên sala 1998’an de kir)
  3. Mussolînî 25ê tîrmeha 1943an hat xistin û hat girtin, komek komandoyên SS’yê ew azad kir û wî ji îlona 1943an heta bi nîsana 1945an serokatiya Komara Saloyê kir
  4. Di dema serdaneke fermî ya Îsraîlê de, li pêşiya Dîwarê Girînê, bi kîpa li ser serê xwe, Fini faşîzm weke “xirabiya mutleq a sedsala 20ê” bi nav kir. Wisa jî bi rengekî sembolîk “dawî li vê pêvajoyê anî”. Binêre li Piero Ignazi, Postfascisti? La trasformazione del Movimento Sociale in Alleanza Nazionale [Piştfaşîst? Guherîna tevgera civakî di Hevpeymaniya Neteweyî de], Il Mulino, Bolonya, 1998
  5. Die Welt am Sonntag, Berlîn, 7ê çiriya paşî ya 2010ê
  6. Luca Ricolfi, "Ma la Lega è ancora federalista?" ["Gelo Lîga hê jî federalîst e?"], La Stampa, Torîno, 10ê îlona 2010an
  7. Carlo Galli, "M. Berlusconi, théoricien de la débrouille" ["Berlusconî, teorîsyenê derketina ji heqê pirsgirêkan"], Le Monde diplomatique, îlona 2009ê
  8. Ya ku divê were ronî kirin êdî bi tenê rolê Fini yê "nerm" e, dema ew cihgirê serokê Konseyê bû, di bûyerên trajîk ên civîna G-8’an a li Cenovayê de (2001), dema ku polês zor li xwepêşandêran dikir, di heman demê de tadarî dida xwe ji bo biqîre: “Viva il Duce!” [nota wergêr: slogana serdema faşîst a Îtalyayê ji bo silavkirina Mussolînî] (Nick Davies, "The Bloody Battle of Genoa" ["Şerê xwînrêj ê Cenova´yê"], The Guardian, 17ê tîrmeha 2008ê)

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê