Li ser kaşkaşoka krîza ewrûpî

Ewro, şewişîna berî hilweşînê?
Translator

Çi dibe gava stargeha herî ewle jî xwe di nav tofanê de lerzokî dibîne? Çarşem 23yê mijdarê, sermayedaran bi dana deynekî alman ê xezebeke nedîtî, hêrsa xwe dîyar kir. Bi ketina nav davika wan, bazara ku tedbîrên tund dixwest, êdî ji alozîyê dikeve gumanê. Li hember van dek û dolaban, hewl didin bersivê bidin ”lûtkeyên” ku pir zêdebûna wan bi kêrî tutiştî nayên.

Ji nasîna ezmûnî tê zanîn ku mirov dikare pir caran û bêyî ku jê bikerixe, careke din bixwaze li Laurelê pasteya nerm davêje ser devûrûyê Hardî (an jî Hardî davêje ser devûrûyê Laurel) temaşe bike –baş e, ji civînên bilind ên ewropî jî mirov nakerixe?... Ji ber şaşîya kambax a teqdîrkirinê, herçendî bi dilpakîya têkoşîna li dijî bedbextîyê be, weke ku Yekîtîya Ewropî (mirov dikare G20ê lê zêde bike) fikirîbe ku komîkîya xwe-pirbarekirina çekeke li dijî krîzê bû. Jixwe mirov hîpotezeke din jî nabîne ji bo tarîfkirina vê zêde pirbaretîya li nan pêkenok-karîyê ya ku bûye yekane xeta zexm û zelal a rêveberên ewropî yên ku wekî din bûne mîna kerrûgêjan.

Divê were qebûl kirin ku, di nav stû-nîrê her diçe zêdetir şidandî de (şoka mezin a xitimîna piştî krîza diravî, kontrola berdewam ya siyasetên aborî ji alîyê bazarên sermayedaran ve, serxwebûn û bizdonekîya bankaya navendî ya ewropî, obsesyonên ortodoksî yên alman, nebûna serwerîyeke yekpare), tarîfa niha ya nasnameya ewroyê bi temamî li derveyî derfetan e.…

Eger ev ne bîrbirina bi awayê Laurel û Hardî be ya ku îro li ser Ewropayê bûye serdest, bi îhtîmaleke mezin ya Ezîz Augustin e: "credo quia absurdum" –"ez bawer dikim ji ber ku tiştekî ecêb e". Û di eslê xwe de pêdaketina wisa sînornenas û bi hişkebawerî ya beramberî û li dijî tinehesibandina heqîqetê, tişta herî dawî ye ku bi rastî jî tesîrê li Ewropayê dike. Çawa be, em di wê yekê de hê ancax gihîştine pêncemîn lûtkeya Ewroherêmê (1), beşa augustînîgir a di averêbûnan de înadê dike û beşa komîk a pirbarekirina daxuyanîyan ên xwepîrozkirina ji ber nihayet peydekirina çareserîyeke global (têgihîştbar) ji bo pirsgirêkên herêma ewro … berî ku hertişt di cara din a di rêzê de were dubare kirin. Tê zanîn ku gel xwedî meyla îsrafkirinê ye, ji ber vê yekê, bi her halî sendî-kaya pêşeng pêdivî dibîne ku pêşangehê, bi pêşkêşkirina bûyerên gav bi gav zêdetir bi heyecan venû bike (dezgehên nû, welatên nû yên bên rizgar kirin, rehên nû yên rêyên diravî, taahudên bênavber mezinîya wan zêdetir dibe û hwd.) Bi rastî jî nema êdî zêde kes dixwazin bikenin, hetta, li lûtkeya dawî ya Eurogruba 27ê 2011ê jî, ku pêkanînên pir mezin (û hertim têgihîştbar) wê hefteyekê jî wext negirin ji bo careke din bi referandûmeke yewnan a ku bikeve navberê, dakevin asta nêzî sifirê û bibe xwedî encameke mutleq.

Di rastîyê de û wisa xuya ye ku ev li vir herwiha dibe taybetmendîya serdemeke ku bi tenê wê bi awayekî qismî bi krîza salên 1930ê re were mûqeyese kirin, reaksîyonên hukûmetan dibin xwedî cotkarakter, herçendî nakok xuya bike jî, kaoseke ku tê de xweber gengeşîyeke kes ji kesî tênagihe dibe sedemê bûyerên niha rû didin û bicihbîna keysperest, lê belê pir birêkûpêk a rojeveke neolîberal a neguhêrbar. Divê di serê mirov de ev nakokî hebe, ji bo mafdar nîşandana hem lûtkeyên "Helzapoppin" hem jî nermîya stratejîk a bi tesîr ya ku destûrê dide pergala heyî ya ji bo derxistina avê ji cihê herî kûr ê krîza (wê) fersenda kûrkirineke dîrokî ya berê ti caran nehatiye dîtin. Aheng û ne-aheng di vê pêvajoya ku mirovan şaşûmetel dihêle de êdî wekhev in û di wê serdemê de perîyoda qedera neolîberalîzma bi awayê sala du hezarê ya xewirandin, an jî teqîna di dizîyê de bi roleke mezin radibin.

Tekîner wisa dizanin ku fît dibin gava ku berdêla berûda ku li pey xwe avahiya hilweşiya dihêle didin

Berjewendîyên bên ji bîr kirin wisa xurt in ku divê bênavber were bi bîr anîn ka çiqas bûyerên îro xwe dispêrin krîza kredîyên desteserkirî. Ev bixwe jî îfadeyeke şahane ye ji bo bigewdebûna seryamedarîyê ya di navê de komkirineke bêtarîf a meaşan weke çareserîya desteka daxwazê, li pey xwe bi tenê deyn û bar giran kirin. Herçendî, bi rizgarkirina bankayan û bêlivbûna desttêwerdayî de, dewletê hew dît ku ketiye nav rewşeke têkçûyî, li pey pelişîna diravî ya arizî… zêde bextiyar ji ber xwe veguherî krîzeke diravî ya gelemperî. Hingê ji hêla G20ê ve û di weşanên wan ên 2009ê de (London, Pittsburgh), beşa "stop-and-go" ya civînên bilind vedibe. Lê belê ma ev qîrînên serkeftinê yên li baloyeke bi hev re ya rêveberan û şirovekaran êdî tên bîra kê, ku xuya ye dibûn hêmanên bêhnfirehkirinekê, nisbet bi tirsa ku di payîza 2008ê de ew şaşûmetel kiribûn gava ku ew çend nêzîkî ber kendalê bûbûn? Bi rastî jî baştir e mirov wan daxuyanîyên serkeftinê neyne bîra xwe, sozên bi serûberkirina diravî (yên xwedî rûçikekî baş di 2011ê de gava pergala bankayî ji nû ve gefa hilweşandineke serdanpê dixwe) û misogerkirinên weke "krîz niha li pişt me ye" yên ku mirov bi dudilî wan dixe nav kategorîyên tevdaneke bicoş a zarokane, an jî eletewşîyên sînornenas. Wê salek jî di ser vê bûyerê re derbas nebe, ji bo ku careke din bawişka nû bi awayekî cidî xwe bide bihîstin û dîsa ji bo ku jihevketina aborîya gelemperî ya yewnanî bi awayê herî xirecir xwe bide der û bimîne weke fitloneka herî xirab a tevahîya dîroka siyaseta aborîyê. Ji bo kêlîyekê be jî hatibû bawer kirin ku hukûmetan zanîbû ji şaşîyên berê, bi taybetî jî ji felaketên Depresyona Mezin dersan derîne, lê belê qet jî wisa nebû! Qebûlkirina valahîyên di butçeyê de bi lîstika îstîqrarkarên otomatîk (2), yekane stratejîya ji bo navîndemê ya mumkin, (ne wesayeta sergêjker a bazaran bû) wê salekê nedome. Û Yewnanistanê xwe spart bahaneya îdeal a baş bicihbûyî ji bo wergerandina her cure amûrên siyasî yên butçeyî û bi awayekî teqerek ji pratîka ku pala xwe dida valahîyên butçeyî derbasî şirketê bû, bêyî hêvîya daketineke mezin.

Ji bilî kesên ku wê bi israr weke "berpirsîyar" bên bi nav kirin, ji niha û şûn ve êdî bi tenê zêde tê zanîn ku –ew di destpêkê de zelal bûn– sedemên ku stratejîya kemberşidandina giştîkirî dibin têkçûn: Bêîmkanîya ji bo her kesekî cuda cuda telafîkirina zirarê, li ser daxwaza derve fetisandina daxwaza hundir, dîyardeya ku hemû derdorên din heman hişkîyê tercîh dikin, dibe sedemên daxistinên mezinbûnê, bo nimûne windahîyên reçeteyên bacî, tesîra kêmkirinên lêçûnan hildiweşînin. Li bin awir û zexta, sermayedarên navneteweyî ku asoya wan a wextî li gel navîndema pêwist a lihevanîna makroaborî ya berfirehîyeke wisa qet nagunce, her tişt cihê xwe digire. Dûre ev zincîreya eletewş a ku di nav de bilindbûnên rêjeya faîzê yên nehefsarkirî, hilpekînên panîka mezin, erzanîyên bêserûber ên butçeyî (servîsa deyn zêdetir dikole valahîya butçeyê ya ku li alarmê dixe ji bo fînansa ku hildikşîne jor rêjeyên faîzê yên xizmeta deynê jî zêde dikin …), a siyasetên aborî, bi kûrkirina kêmkirinan bersivê didin … û deynên –car caran Standard&Poor’s an jî Moddy’s, şirketên tekûz ên coşdayînê, desteka xwe ya hêja ya bacî didin avhewaya hêçîtîya giştî. Bilindbûna rêjeyên faîzê ya ji ber panîka diravî û bertekên averêbûyî yên siyasetên aborî, vediguherin sînerjîya jehrkirî ya ku rêza lûtkeyên ewropî her carê wan bi dijwarîyên mezin re rû bi rû dihêlin.

Bi xetereya ketina nav nakokîyê be jî, ev xeta kaosê du qat zêdetir hilkişiya ser xeteke stratejîk a ku di her derenceyê de dibe şahida mezinbûna bêserûberîya lihevkirina mezinbûneke aborîyê ya paralel a pêşketinên neolîberalan. Lewre krîz ji bo herkesî winda nebûye. Û ne bi tenê ji bo bankavanên tevî îkramîye û qezencên xwe yên li hev par kirine, ji payîza 2008ê ve li keştîyê siwarbûyî ne. Dûrketina ji navenda balkişandinê ji dema teşqeleyên fînansa arizî ber bi "pirsgirêka deynê gelemperî" wê curekî hunera dêhn belav kirin, şelandin û dij-êrişê bigihîne asta herî bilind. Ne ku li alîyê deynên gelemperî tiştek naqewime –herçendî mirov wê kêm caran teqîneke ewçend bi heybet bibînin jî. Lê belê ti tiştek tine ku nekeve bin tesîra rasterast a krîza diravî ya taybet –û bankayên ku şensê wan heye ku êdî nekevin bin deynê civakê bi sedema ku alîkarên lezgîn hatin telafî kirin, xwe wisa didin xuya kirin; weke ku bêlivbûna aborî ya rû da û hilweşîna reçetên bacî û teqîna di valahîyên butçeyî de, ne berhemên wan bi xwe bin, dişibin teqemenîavêjên ecemî yên ku wisa bawer dikin bi dayîna berdêla barûdê fît dibe, lê belê ji bîr dikin ku li pey xwe avahîyeke hilweşiyayî dihêlin.

Fersenda ku ji destê bankavanan neçûye, ewçend ne mezin e ji bo jestîyonerên bûne mijarên rojeva neolîberal a ku qet nebe divê were qebûl kirin; ew hunera wê ya pêkanîna pêşketineke mezin ji krîza ku wê mohra xwe li pelişîna wê ya dîrokî dabe. Ya rastî ji mêj ve ye ku halûhereketên li ser mijara "deyn" li gor raporên Pébereau (3) an jî Attali (4) hewl didan qadê amade bikin û hişan ji bo ramana plankirî amade bikin. Lê belê hemû komedîyên gilîûgazinan, an jî lerizînên ji ber îflasa ku tê, nikaribûn têra biîtîbarkirina hebûna pirsgirêkeke bi tenê bikira –qet nebe heta sala 2008ê. Krîza diravgirên arizî ya ku bi awayekî berbiçav deynên gelemperî bilind kirin, ew bi xwe dikare vê yekê bike. Û ji ber ku "pirsgirêka deyn" ti caran ewqas bi awayekî objektîf bi gewde nebûbû, kombînezoneke derî rêzikan a stratejîstên keysbaz û bawermendin di rêza pêşî de kete nav qulê ji bo hawarkirina, bêsedem bi endîşe û bi rastî jî bi coş, ji bo lezgînîya –axirî– eyarkirinên mezin. Li bin rûpoşa bersiveke "aqilane" û "pêwist" a siyaseta butçeyî ya konjontureke taybet, di eslê xwe de ev stratejîyeke strukturel ya tengkirinê, mirov dikaribû weke jihevxissitinê jî bi nav bikira, dewleta civakî ya ku di bihara 2010ê de derdikeve holê û bi hêza rewşeke ku tê de lîberal bawer dikin, dikarin têra xwe encaman jê derînin ji bo tiştên heta niha derbas nedibûn, derbas bikin. Rêbazên ji rêzê yên biserûberkirina butçeyê jixwe dihatin nas kirin: Bicihnekirina ti kesî li şûna karmendên xanenişînkirî, daxistina meaşên wan ên hejmarî, qutkirinên bêwijdanî ji lêçûnên gelemperî, kêmkirina tiştên pêwist ên civakî, zêdekirinên baca bi navê TVA û hwd., lê belê ev konjonktura di radeyeke ti caran berê pêknehatî de destûrê dide pêkanîna wan. Berî zêdekirina guherîna çawanîya li tundkirina besît a çendanîyê. Ango, ne tesaduf e eger fikra biserûberkirina butçeyî, ya ku pêşî di despêka 2010ê de bi şeklê xwe yê "asayî" xwe da xuya kirin, ji 2011ê û vir ve bi formeke bilindtir a jê re "rêzika zêrîn" tê gotin, xwe nîşan da. (5) Ev yek di heman demê de bû hewldaneke ti caran kesî nedibîtibû ya pêkanîna dengeya diravên gelemperî, temamkirina depolîtîzasyonê û xewna neolîberal a biserûberkirina xweber a butçeyê.

Taybetmendîya herî bi tesîr a neo-lîberalîzmê, dîyar e ku kapasîteya wê ya xwedîkirina serkeftinên xwe bi têkçûnên xwe ye. Û lûtkeyên ewropî bi awayekî mukemel dibin şûna vê transmutasyonê –ku heta niha jî bi dawî nebûne. Lewre dijwarî bi xwe, herçendî bêyî ku li rewşa berê veger, bi awayekî heybet hatiye bi dest xistin, (tenê xeşîmîyeke zarokî dikare bawer bike ku ew "ji bo derbaskirina kêlîyên xirab" wextî û sînorkirî ye), ji ber vê yekê dijwarî wê bide dû heman aqûbeteke bi afat a mîna yên berê yên keşfên liberal…û heman jixwederbasbûna bi heybet. Vê carê bi rastî jî, divê hem tiştê ewçend baş di kadînê de hat parastin, were veguhestin, lewre dij-hilberînîya jehrî ya dijwarîyên ewropî yên koordînekirî niha zêde li ber çavan xuya dike. Ew ya sermayedaran e; sermayedarên ku tiştekî û tersê wê dixwazin –disîplîna butçeyî û mezinbûna aborî– … û bi awayekî metodîk ji alîyê dîsîplîna butçeyî ve tê kuştin. Ew dest pê dike, dibe hebûneke hukûmetan bi xwe, hukûmetên ku dibin remorka bazaran, dikevin bin bar û karê şopandinê weke ku ew dikarin cihên fermanên lipeyhevhatî biguherînin. Ew wisa ye, lê belê vê carê bi awayekî cidîtir, fona diravî ya navneteweyî, ku dest pê dike, li hemberî wê yekê ku kêmkirin jinûvedestpêkirinan dikuje, dikeve nav heyecanê (6) (û Xatûn Christine Lagarde bi xwe, weke ku niha ketibe nav gumanan, ji îhtîmalên linavhevxistina doktrînan a bi navê "rilance") (7) an jî Komîsyona Ewropî ya ku pêşbînîyên wê yên mezinbûna aborî tesîrên felakateke anonskirî qeyd dikin. Mezinbûna aborî ya Yekîtîyê ji bo 2012ê ji sedî 1.75 ta 0.5 hate revîze kirin. (8) Meliktîya-Yekbûyî (Birîtanya), ji bo 2011ê ji sedî 1.7 derbasî 0.7 dibe, ji bo 2012ê jî ev rêje ji sedî 2.5 (!) û ji sedî 0.6 e. Fransa bi tena serê xwe anonsên xwe revîze dike: % 1.75  dadikeve %1ê. Hetta, Almanya jî pê dihise ku di dawîyê de ku ew ê nikaribe bi tena serê xwe ji nav okyanûsa vê pelişînê xwe rizgar bike –ji ber sedemên hê xurtir gava ku mirov bi modela mezinbûna aborî ya xwe dispêre îxracatan xwe bipesinîne… 2012 wê % 1.8  be, weke ku dihate texmîn kirin, lê belê hukûmeta alman wê weke % 1  nîşan dide û li gor enstîtuyên serbixwe jî ew  % 0.8 e.

Piştî qutbûnên di butçeya gelemperî de, kêmkirina meaşan dest pê dike

Baş e çi dikare ji stratejîya tela-fîkirina valahîyên butçeyî bimîne, gava ku hemû mezinbûnên aborî li nav ewçend welatan hilweşin û gava ev senkronîzasyon rê bide hin sînerjîyên liserhevkomkirî ên birîndar? Hukûmet wisa xuya dikin ku ji vê rewşê serê wan têra xwe tevlîhev e û mirov dikare ji niha ve bibe şahidê nuveyên pêşî yên guherîneke awayê meşa wan a ku wê feraxetê ji ewçend fethên hêja yên dijwarîyê neke, ew ê pêşveçûnên nû di guzergahên nû de li wan fethan zêde neke. Ji ber ku di eslê xwe de neolîberalîzm xwedî du obsesyonan e: Dewlet û liberxwedana meaşgiran. Lê belê, ji ber ku tişt wê nikaribin bi vê qebetîya bikêf bihatana gotin, ew bi bahaneya "deynan" ya pêşî diperçiqîne û bi îdîaya "bihayê kar û handana reqabetê" êrişê dibe ser ya duyemîn. Û li vê derê ye ku astenga kemberşidandinê ji xwe re derîyekî dibîne: Eger dijwarî li gor nêrînên wan jî veguhere felaketê (kêmkirina valahîyên butçeyê), ti tişt nikare stra-tejîya hilperikîna mezinbûna aborî bi rêya handana reqabetê –ango bi kêmkirina bihayê komple yê kar– lê zêde bike.

Wê di nêzîk de ji ber vê yekê were dîtin -di eslê xwe de ji niha ve tê dîtin- ku gotara siyasetên aborî ji bo nermkirina mentiqa desttêwerdanên besît, wê xwe pirbare bike û fikra hilpekîna bi rêya îxracatkirinên pêşbazîyane gav bi gav wê şûna wê bigire: Hêdî hêdî kêmkirina daxwaza hundirîn niha pir dîyar e, rizgarî jî di vê rewşê de di daxwaza derveyî de ye. Tiştê ku weke "devaulasyona hundirîn" hatiye bi nav kirin, bi vê wateya xwe ya rûboyaxkirî ya ku şana serdemekê ye, dubereya dezenflasyona pêşbazîyane ya salên 1980yê (9) wê eynî mîna versîyona xwe ya pêşî û herî hindik ji ber du sedeman bi heman awayî têk biçe: Ya pêşî û eger bê hisab kirin ku xwedî tesîreke esasî ye, ew ê feydeyên xwe ancax di navîndemê de nîşan bide ango di asoyeke wextî ya derveyî nisbeta lezgînîya ji nû ve mezinbûna aborî ya daxistina bi lez a rêjeya faîzên deynên Hilberîna Hundirîn a Grûz /HHG.

Lê belê fikir bi xwe ye ku hemû dewletên ewropî bi yekdengîyê radihêjin vê stratejîya ku wê fikrê ji sedîsed heba dike, ji ber ku di avakirinê de tenê yekalî ye! Feydeya pêşbazîkarîyê daneyeke nisbî ye, herwiha mirov dikare bixwaze ku hemû bidin ser rêya modela alman, lê belê divê neyê ji bîr kirin ku gelemperîkina wê bi xwe zirarê dide xwe. Di vê rewşê de jî tiştê di dest de bimîne li dijwarkirina butçeyî wê dijwarîya li ser meaşan jî were zêde kirin û ev kêmkirina îlawe ya daxwaza hundirîn ya li nebûna geşedana daxwaza derve were zêde kirin, wê bibe encameke bi heybet. Tevî vê yekê jî encam ne girîng e: Bêtesîrîya siyasetên neolîberal ên ti caran nebûne sedemeke têrker ji bo redkirina wan, ew hê jî dikevin pey fetihkirina hemû dezgehên xwedî rezerv. Ev fethên ku "peymana ji bo ewro" ya adara 2011ê hedefên wan ên bingehîn dest nişan kirine, –kêmkirina berdêla meaşê teqawidiyê, hêsankirina jikaravêtinê, xwecihkirina muzakereyên li ser meaşan, jihevxistina statuyên parastî, (CDI, fonksîyona gelemperî), li gor bîrbirina lîberal ya ku dixwaze her tiştê weke ku tewangbar xuya dike, wê dawîya dawî were tewandin–, hemû sedem mirov digihînin fikra ku ew ê di demeke nêz de naqarateke nû ya sergêjker ya siyaseta aborîyê biafirînin.

Lê belê gelo krîza deynên serdest ku pê ve girêdayî pêşveçûn dikarin her kêlîyê derkevin derveyî kontrolê, wê ji hukûmetan re wextê bihêle da ku vê fitloneka nû muzakere bikin? Ti tişt ne kêmtir di ewlekarîyê de ye, lewre pêşbazîya lezê niha di navbera manevrayên mijûlkirin û ewiqandinê yên neolîberalîzmê û dînamîka pelişîna wê bi xwe de ye. Fînansa ji vir û pê ve gihîştiye moda "şaşûgêjbûnê", dibe sibeya bêdawîbûna wê ya mentiqî ya sînorên ceribandinan, ketiye rê ji bo namzedên din ên bên rizgar kirin li pey hev bixe rêzê –û xenîmetên potansîyel çendî mezin bin, ew ewçend jî dilbijîner in. Îtalya niha ketiye navenda balkêşîyê û eger ne bi plana qutîyê ya rizgarkirinê be (bail-out), tirs û guman hene ku ew nema bikaribe ji nav derkeve. Tayînkirina ecêb a serokwezîrên teknokrat-bankavan, ku tê wateya hovîtîyeke siyasî ya wisa qebe ku medya lê varqilîn, wê ji agirê pûş pê ve ne titşekî din be. Yekane nirxa van rûçikên bijarte yên Mario Monti û Lucas gelo îtîbara wan ne zêdetir e di badana van cîwatayan de, ango di vî karûbarê ku serberjêrkî ber bi têkçûnê digindire de? Yekane tiştê mirov dikare ji wan bipê ew e ku rahêjin heman tiştê ku selefên wan dikir, lê belê ji wan xirabtir bimeşînin, an jî xwe bikin pêşengên "devaulasyona hundurîn" a ku heman aqûbet li pêşîya wê ye. Di eslê xwe de Montî ji nû ve xwedî nameyên pêewleyî û qebûlkirî yên Yekîtîya Ewropî hene û wî ji bo "almanîkirina helwêsta beramberî butçeyê" ya Îtalyayê di ewroyê de fersendeke dîrokî didît (10)… Ji ber vê yekê wê mumkin bûya ku ji niha heta çend salên din, hilkişîna wan a ser dika siyasî wê weke hewldaneke xwe dispêre dîrokeke berê xuya bikira; eynî weke yek ji averêbûnên manewrayên bêhêvî yên pergaleke qedandina piçûkxistina siyaseta demokratîk, ji ber ku ev helwêsta piçûkxistinê –ya Goldman Sachs û/an jî BCE, ekonomîstên berê yên xwedî sertîfîka ji zanîngehên herî zêde xwe dane karûbarê berbelavkirina ortodoksîya îflaskirî (11), ango, kêm an jî zêde portr-tîpê kesê herî têkçûyî…û qet li ber xwe neketî – ketiye nav gîyana hemû hukûmetên xwe "bispor" nîşan didin. Bi rastî jî ev her du qiraseyên zilaman wê nikaribin tiştekî mezin bikin û tiştê bikin wê di rewşa wan a heyî de zêde bi kêrî wan neyê. Lewre madem Îtalyaya ku li cihê herî bilind ê kaşkaşokê ye, pir zelal dibe ku FAE (Fona Alîkarîyên Ewropî) wezîfeya xwe di asta herî bilind de bi cih nayne. Hesabek li quncikê maseyê weke ku dibêje Îtalya bi tenê wê bi giranîyeke bi qasî 600 mîlyar ewroyan li ser lêçûnên muhtemel ên EFSFê (european financial stability facility-Fona ewrûpî ya aramîkirina diravî) bibe bar  –li gor hesabê heta vê saetê dîyar bûye; ev reqem 440 mîlyar ewro ye. Helbet, lutkeya 27ê cotmehê bi kêfeke mezin kapasîteya fonê hilkişand 1000 mîlyar ewroyan… (12) lê belê piştî dîyarkirina reqemê, der barê hûrdekarîyên wê yên pratîk de ti tişt nehat gotin. Almanyayê dubare kir ku ew ê neçe wêdetirî sînorê taahuta ku kiriye.

Welatên sêyemîn (Çîn an jî meliktîyên petrolê) ku kodika parsê dirêjî wan hatiye kirin, bi awayekî ecêb ji bo fikra siwarbûna li keleka Medusê pir dilxwaz xuya nakin. Û bêyî ku bifikirin ka eger piştî serpêhatîya Îtalyayê, ya Spanyayê an jî, bi carekê, ya Fransayê jî rû bide, wê çi were serê fona belengaz … Bi tesîreke trajîk a meqesê, her namzeda nû ya li benda rizgarkirinê du caran li derîyê Fona Ewropî ya Aramkirina Diravî (EFSF)ê dide. Pêşî ji bo avansan, dûre jî ji bo pêşkêşkirina çavkanîyên xwe; ji ber ku çawa be ew ê bêyî ku tiştekî bibêje, bi ketina nav lîsteya alîkarîxwazan, welatek ji deynên ipso facto ya rizgarkeran ji muaf dimîne. Dûre jî, ji nû ve wekhevkirina barê giştî li ser garantorên mayî, tê bi cih anîn… û ev jî bi awayekî pir berbiçavtir nîşan dide ka sînorên prensîpa rizgarkirinê çi ne; bi zêde deynbarkirina li ser hinekên din, rizgarkirina hinekan ji zêde deyndarîyê. Bêyî xwegihandina heta bail out a dîyarkirî, windahîya sêbera wê ya -a ji alîyê Fransayê ve wê ji bi rêya fonê ji EFSFê (Fona Ewrûpî ya Aramîkirina Diravî ) re were şandin û ev fon jî bi taybetî jî piştî têkçûna duyemîn lêzêdekera bingehîn, di bin tehdîda windabûnê de ye –û ji niha ve tê dîtin ku li vir bûyereke ku divê dûrî çavan neyê hiştin mijara gotinê ye …
Ji alîyê bedbextîya xwe ve fona belengaz gihîştiye qonaxa xirabtir ji bazara bi êş a mîsyonan ku ti feydeya wan jê re tineye. Lewre ji ber vê yekê bispor ketine nav endîşeyan û bi awayekî nepenî li gel hin rêveberên bi êş re danûstandinan pêk tînin; wê bixwazin careke din li ser bazarên talî tîtrên serwerî yên dewletên endam ji bo êşê pê bidin kirîn û ev jî wê bibe awayê hefsarkirina bilindahîya rêjeyên wan ên faîzê. Lê belê operasyonên bi vî cureyî di rewşa normal de wê nebûna para karûbar a fonekê ku bi xwezaya avabûna xwe xwedî derfetên sînorkirî ye –û ji ber vê yekê jî sermayedaran wê bênavber ew "test nekira". Bi tenê bankaya navendî ya ku bi awayekî teorîk dikare bi awayekî sînornenas pereyê ku ev yekane awayê cezibandina bazaran û ji nû ve zindîkirina wan e. Bankaya Navendî ya Ewropayê, ne vê dike ne jî wê. Dibe ku ew niha mudaxeleyê reşê dike, lê belê heta ji destê wê tê hindik û hinek jî bi awayekî şermoke, lingên xwe bi awayekî berbiçav li xwe xwe kaş dike û zêde bi derengî dimeşe, tevî ku rewş ji zû ve gihîştiye asteke pir dijwar a jihevketinê.

Dîyar e ku Bankaya Navendî ya Ewropayê yek ji cihên herî bilind ên sextekarîya ewropî ye: Bûye mîna girtîgeha hişkenêrînên eletewş, rêzikên felcker û obsesyonên alman û ew herwiha cihê herî xeter yê pirsgirêka awirî ya bûyera nepayî ya sincî (exlaqî) di nîvê civatên siyaseta aborî yên bi awayekî serbixwe tên meşandin, lê belê bi hebûna xwe ya hevpar a li ewroherêmê didin xuya kirin, tên destek kirin. Niha paşketî, BNE, hewlê dide qasî mumkin e bi awayên nazik posîzyoneke lihevkirinê ji xwe re saz bike da ku karibe hebûna xwe bidomîne. Desttêwerdana bi tundî, weke ku niha ev yek jê tê xwestin, di çavên wê de wê bibe berdêla rewakirina xirab-reveberîya dewletên ji alîyê diravî ve qûş li wan teng bûye û ji ber wê yekê ew bi awayekî ji wan re pêşnîyar dike ku weke rêya herî dawî ku hê jî mumkin e, rêzikên wê careke din bin pê bikin –ev jî handana herî xirab a ortodoksîya butçeyî ye ku ew bi xwe dixwaze bibe notirvana tiştekî wisa. Lê Bankaya Navendî ya Ewropî bi vî halê xwe yê heyî!

Nesadiqbûna li hemberî xwe an jî jiholêrabûn, ev bi xwe ya dudilîya BNE ku divê ji her duyan yekê hilbijêre… Lê belê ji bo tiştekî wisa êdî zêde ne dereng e? Û ji ber zêde ferexatkirina ji prensîpên xwe, BNEyê gelo bi ewroyê, xwe negihandiye devera jê neveger? Gelemperîkirina mantiqê alozkarî, ku corrélateke (pêwendî) neçarî ya dijwarîyên korane ye, niha li herderê ocaxên spekulatîf pê dixe û ji wan ocaxan rêjeyên bilind ên nehefsarkirî yên faîzê (Îtalya, tarîxa dawî ya ku rêjeyên faîzên wê yên deh salên dawîyê % 5.8 bû ku ji nîvê cotmehê heta nîvê mijdarê hilkişîya % 7.5ê) û xirabûna deynê dewleta eleqedar derdikevin. Fransa, di rewşa lerizînê de li benda naskirina aqûbeta xwe ye. Ew xwe di vê herêma şîlo de dizane an jî, ew hê jî bi zimanekî vekirî nehatiye qewirandin, lê ya dîyar ew e ku ew ji niha ve di armanca rewşa veşartî de ye. (13) Vê gavê, hemû aborîyên ku ketine nav vê herêmê, ji wir bi awayekî ji zincîrê qetiyayî derketine û berê xwe dane alîyê îstîqameta EFSNê –lê belê ji alîyê şaş ê gîşeyê ve.

Eger, ji neolîberalîzmê an jî gelan, yek pêwist be tê re derbas bibe...

Ji bêkêrîya lûtkeyên pirbare yên ketine pêşbazîya ad nauseam (heta dereceya bêzarbûnê) ya ji ber nakokîyên jihevneketîn a pereyê yekpare yê îro heta bigihe tayînkirinên herî bilind ên teknokratên weke xuda tên hêvî kirin û herwiha nexweşîya vegir a guhertinên sexte yên hukû-metan (Yewnanistan, Portugal, Îrlanda, Îtalya, dîsa Yewnanistan, di nêz de Spanya û dûre dibe ku Fransa) ku hemû jî hema hema weke hev in; bêhêvîtî ji herêma ewroyê difûre. Û hêdî hêdî bêhna kelaxê tê. Dibe ku ya ku tê, ne serhildan, lê birîna ji bo parvekirina kelaxê be! –lê belê birîna kê? Paradoksa serdemê dixwaze ku ev birîna, ku ji mêj ve dest pê kiriye, ya gelan bûya, lê belê herwiha ya neolîberalîzm bixwe. Lewre ya dawîyê wê karibûya bikeve rewşeke wisa ku neçar bima, fişekên xwe yên dawîyê bavêtana. Hetta, zêdetir ji "devaluasyona hundirîn" a eletewş, hilperikîna mezin ber bi pêş a federal, çareserîya dawî ya hesas a rizgakarkirina me tevan, karûbarê bi tenê pêvajoyeke pênc salan e –ne dîyar e ka dirav bi bendemayîneke heta hingê dibe xwedî çêjeke baş yan na. Zevîya xirbeyan a ku wê bide pey zincîreya kêmasîyên serwerî û îflasên bankayî, qet nebe wê bibe xwedî fezîleta mezin a tabulata rasa (tabloya vala, rûpela saya) û lîberal jî di nav de, ji bo herkesî. Kesî ti caran pergaleke serdestîyê ya ku xwe bi xwe radest dike nedîtiye. Divê, gelek enerjî li enerjîyê bê zêde kirin, îca ev enerjî we divê bila ji pêla şoka hilweşîna sîstemê hatibe, an jî we divê ji ya serhildaneke hundirîn. Bila ya duyem li ya yekem bê zêde kirin û ji bo hemû rewşên nezelal, ev yek wê ewçend jî ne xirab be: Eger, ji neolîberalîzm an jî ji gelan yek jê divê tê re derbas bibe, qet nebe bila ew be.

Çavkanî

Frédéric Lordon:
Aborîzan. Nivîskarê Vegerandina yê din. Komedîya cidî li ser krîza diravî di sê beşên şanoyî û helbestên Aleksandrin de, Le Seuil, Parîs, 2011.

  1. Civînên bilind ên "Yewnanistan-1", 9ê gulan 2010ê; "Îrlanda-Portugal", 28 mijdar 2010; "Hevpeymana ji bo ewroyê", 11ê adar 2011ê; "Yewnanistan-2", 21ê tîrmeh 2011ê; "Yewnanistan-3", 27ê cotmeh 2011ê
  2. Kûrbûna bi carekê ya valahîya butçeyê li qonaxa bêlivbûna aborî tesîra hilpekînekê li xwe kir
  3. Bi awayekî bêalîbûneke têkûz wiha hatiye bi nav kirin: Dawîlêhatina rihetîya deynê gelemperî (La Documentation française, Paris, 2005)…
  4. Rapora ji bo rizgarîya geşedana aborî ya fransî, La Documentation française, Paris, 2008
  5. Civîna Bilind a Eurogroupe ya 11ê adara 2011ê
  6. Fona Diravî ya Navneteweyî, World Economic Outlook, Washington, avril 2011
  7. Tehdîda oksîmorîk a bi îmzeya Lagarde ê ku dixwest bide bawer kirin ku dijwarî bi pêşketinê re ne di nav nakokîyê de ye …
  8. European Economic Forecast, Autumn 2011, Gerînendeyîya Giştî " Karûbarên aborî û diravî", Comîsyona ewrûpî
  9. Siyaseta ji 1984ê heta 1993ê ji alîyê Pierre Bérégovoy ve hat bi rê ve birin, desenflasyona pêşbazîkar dixwaze bi kêmkirina meaşan rêya devaluasyona guherînê, ji bo di nav stratejîya mezinbûna aborî ya pala xwe dide îxracatan de sazkirina avantaja reqabetkar
  10. Charlemagne, "The euro’s existential worries", The Economist, London, 6ê gulan 2010ê
  11. Le Massachusetts Institute of Technology pour M. Papademos û zanîngeha Bocconî ya Mîlan ji bo Monti. Binêrin li "destpêka dawîyê", Pompeya La pompe diravxwir, Les blogs du Diplo, 11 tebax 2011
  12. Binêrin li nivîsa bi sernavê "destpêent de la fin", la pompe à phynance, 11 août 2011, http://blog.mondediplo.ne
  13. Weke think tanka brukselî ya Lisbon Institue (15 mijdar 2011)

Wergera ji fransî: Baran Nebar