Li ser Qolyeya Cécileê

Çand û Huner

Wêjeya kurdî bi taybetî jî romana kurdî di van salên dawîyê de di nav geşedaneke mezin de ye. Êdî aşkere xuya dibe ku elementên weke leheng, bûyer, cih û atmosfera romana kurdî di xwe de guhertinên mezin dike. Xwe ji derûnîya bindestîyê xelas dike, romana kurdî bi coş û kelecaneke nû rêyên nû ji xwe re hildibijêre. Mîran Janbar bi romana xwe ya Qolyeya Cécileê mînakeke herî baş e ji bo romana kurdî ya nû. Janbar, romana xwe ya nû ya ku bi awayê honaka zanistî nivîsandiye, di çarçoveya vegotina xwe de em dikarin bibêjin ku ji romannûsên din vediqete. Mîran Janbar bi kurdîyeke henûn, romaneke ku dê berê xwendevanên xwe bide asoyên afirînerîyê nivîsandiye û dûpat dike ku zimanê kurdî êdî di hemû çeşnên wêjeyî de zimanekî têrtijî û çalak e.

Di kakilê romana Mîran Janbar de serpêhatîya evînekê, ku ji kevirekî biçûk welidîye ku piştre ew parçeyê kevir hem dibe navê romanê, hem jî dibe Qolyeya Cécileê, heye. Kevirek ku yekem car di zarokatîya lehengê romanê, ango Remezanî de tê xuya kirin û bi salan şûn de ew kevir dîsa li wî gundî dibe parçeyê jîyana wî.

Remezan, lehengê romanê, di zarokatîya xwe de bi malbata xwe re koçî Almanyayê dike. Piştre ji bo zankoyê diçe Parîsê û li Zankoya Sorbonneê wekî arkeolog dixebite. Rojekê li ber Çemê Seineê, Cécilea ku piştre dibe evîna wî dibîne. Kevirekî ji Şikefta Pîrazê ku di zarokatîya xwe de dîbû, dike gerdenî û dîyarî Cécileê dike. Gundê Remezan, Şikefta Pîrazê li Emrûda bi ser Qosera Mêrdînê ve ye. Ev gerdenîya ku bi destên Remezanî bi xwe hatiye çêkirin elementeke ayidî keştîyeke galaktîk e, ya ku di binê Şikefta Pîrazê de veşartî ye, sînyalan li der û dora xwe belav dike. Piştî ku Cécile berê xwe dide Amerikayê ji bo xwendina xwe, profesor Smith û xwendekarên wî ku li A.F.R.T (Akademîya Tekno-lojîya Nîjadên Dahatûyê) yê li ser navê Shany-X (Şeytanê Mezin, formeke enerjîyê yê galaktîk ê ku di şerên galaktîk de demeke dirêj berê li hemberî serhildêrên galaksîyên dûr têk çûye û anîne ew di hundirê Şikefta Pîrazê ya li gundê Remezan, Emrûda Qosera Mêrdînê de, di binê erdê de, tevî wê keştîya wî ya galaktîk, wekî dîl veşartine) dixebitin, didin şopa vê sînyala ku ji gerdenîya Cécileê derdikeve. Çîrok li gundê Emrûdê bi şerê di navbera leşkerên Shany-X ku dixwazin dahatûya hemû cîhanê biguherînin û hêzên Seyda, ango Mele Ehmedê efsûndar, Remezan, Cécile û pênc gerîlayan de bi aksîyoneke mezin berdewam dike. Romannûs sahneyên balkêş pêşkêşî xwendevanan dike.

Nivîskar romana xwe bi awayekî cuda honandiye. Roman bi nûçeyên radyoyê dest pê dike û ev rengekî didê. Ji bilî van di romanê de axaftina xwebixwe balkêş e. Leheng li çend cihan jîyana xwe dinirxînin, bi taybetî jîyana xwe ya evînê. Evîn tirseke mezin a jinê ye di vê romanê de. Lehenga jin, ango Cécile, piştî çend ceribandinên xwe yên evînê, ji evîna Remezanî jî ditirse û gavên xwe paş de davêje. Jipirhezkirinê û bengîbûnê ditirse.

Di romanê de nivîskar keçên rojhilatî û ewropayî dane berhev. Zîrekîya keçên kurd bala Remezanî dikişîne. Her wiha sîstema kapîtalîst a Rojavayê û jîyana xwezayî ya Rojhilat jî tên muqayese kirin.
Qolyeya Cécileê, ji nivîskar Mîran Janbar, bi herikbarîya xwe ve li benda xwendin û nirxandinên xwendevanên xwe ye.

Qolyeya Cécileê
Mîran Janbar
Roman, 362 rûpel
Adar 2012
Weşanxaneya Lîs, Amed

Çavkanî

Sevda Orak: Wergêr, xwendevan