Li ser riya dijwarîya têkoşîna çekdarî

Hêvî, bergeh û şikestîxeyalên şideta siyasî
Translator

Ji êrişên 11ê îlona 2001ê ve, hêzên rojavayî rahiştin honandina şerê bi giranî stratejîk li dijî terorîzmê, bêyî ku bê zanîn ka ev têgeh tê çi wateyê. Bi rastî jî, di navbera komikên radîkal ên ku salên 1970yê derketine holê, tevnên El-Qaîde û têkoşînên çekdarî yên serxwebûnxwaz de çi tiştê hevpar heye? Şahidîyên mîlîtanan ronahiyê davêjin ser bîrbirinên şideta siyasî.

Îroj, ez li pişt her mirîyekî, kesekî, ferdekî dibînim. Ez van hemû qurbanan, yên ne rasterast jî, di hundirê xwe de dihewînim. Ji ber ku ez yek ji van kesan bûm ku pêşniyar û biryarên mehkûmîyetan dan. Berpirsîyarîya min hiqûqî, siyasî û exlaqî ye. Ez hersiyan jî qebûl dikim". La Prima Linea weha diqede. Ev fîlm îlhama xwe ji otobîyografîya Sergio Segio werdigire, damezirînerekî koma îtalî ya di dawîya salên 1970yê de têkoşîna çekdarî dida meşandin. (1) Di 2004ê de ji zîndanê derketî, piştî kêşana cezayekî 22 salî, Segio lê zêde dike: "Me digot qey em rast in, bes em xelet bûn. Lê belê, wê demê, me pê nedizanî". Fîlmên li ser çîrokên fraksîyona Artêşa Sor (Rote Armee Fraktion - RAF) a almanî, Çalakîya dîrekt (Action Directe - AD) a fransî, Îlîch Ramîrez Sanchez -ku weke "Carlos" tê nasîn- û heta ya Artêşa Sor a japonî jî hatin derhênan. (2) Weşanxane bîranînên kevnemîlîtanan diweşînin an werdigerînin; heta çapemenîya giştî jî êdî pirsa rabihurîya wan li wan dike. Mîna ku rexnegirîya wan a îroyîn li ser serbûr û salên wan ên di zîndanê derbasbûyî de, rê didin, nîşandana hin formên empatîyê yên berê nedihatin qebûl kirin.

Herkes xwedîparê vê nihêrîna bitehamultir nîne. Redkirina Brazîlyayê ya dersînorkirina Cesare Battîstî yê kevneendamê Proleterên Çekdar ên ji bo Komunîzmê, pêleke nerazîbûnê li Îtalyayê da dest pê kirin. Li Fransayê, betalkirina nîv-azadîya Jean-Marc Rouillan ê damezrînerekî ADê, piştî hevpeyivîneke di 2008ê de, her weke daxuyanîyên wezîrên karên navxweyî -û yên "bisporên" wan- ên meraqdarîya li ser "vegereke ultraçepê" derdibirin, nîşan didin ku birînên dema bihurî bi temamî nekewiyane.

Dîsa jî, ev baldarîya nûjen a li ser ji nû ve gêşbûna hêza ultraçepê hindik e li gor belavbûna nivîsên li ser "terorîzma îslamperest" a niha mijara sereke yê nîqaşa li ser şideta siyasî ye. 2007ê, Andrew Silke yê birêveberê terorism studies li Zanîngeha Londraya Rojhilat, dida xuyan ku ji demê bûyerên 11ê îlona 2001ê ve, her şeş seetan pirtûkeke nû li ser vî mijarî li welatên ingilîzîaxêv derdikeve. (3) Anketên rojnamegeran, şahidîyên bawerbar an nebawerbar ên kevneîstixbaratkeran an yên tundrewên misilman ên "îtîrafkar", li bi sedan nivîsar û pirtûkên akademîk zêde dibin. Piranîya wan "terorîzmeke nû" salox didin, ya ku ji şiklên berê yên şideta siyasî gelek cuda ye ku hema bêje tukes mekanîzmayên wan nayîne ber hev.


"Terroristologie" ya nemuhtemel

Encama vê li ser hev kirina kaxizê ne pir baş e. Silke derdibire ku % 80yê lêkolîn bi tenê li ser bingeha materyalên destê duyem (pirtûk, kovar, çapemenî) tên çêkirin, ku xwerû % 1ê hevpeyivînan bi kar tînin û ku tu anketa pergalî li gel cîhadîyan çênebûye. (4) Ev dûrbûna ji zemîn, şiroveyeke ji hedê xwe zêde ya axaftinên wan ên umûmî bi xwe re tîne, mîna ku sedemên têkoşînê û sedemên têkoşêr bi xwe aynî bin. Lê belê, maneya dubendîyekê (neteweparêzî, dînî, çînî, hwd.) pirî caran piştî pevçûnê xuya dibe, dema ku aktoreke wê şûneke serdestîyê ji xwe re misoger kir û dikare nihêrîna xwe ya li ser pevçûnê rewa bike. Wek mînak, insûrê dînî yê şerê azadîya cezayîrî, piştî serxwebûnê gelekî jê hat birin, tevî ku istîxbaratên fransî di ber şerî re ew weke elemaneke bingehîn dihesiband. (5)

Ji bilî çend bisporên civakên misilman, piranîya lêkolîneran tundrewîya îslamperest weke dîyardeyeke jixweber dihesibînin û wê di paşxana zemînên din ên zanyarîyên civakî de nanirxînin. Bi kincên nû yên "terorîstnasîyê", ev domdarîya "sovyetnasîya" berê ku xwest Yekîtîya Sovyet bi riya axaftinên rayedarên partîyê û enterpretasyona bilindbûn an nizmbûna paya wan şirove bike. Lê zehmetîya anketan hertiştî rave nake. Divê bikaranîna zêde ya analîzên bi vî rengî bi taybetmendîyên analîzvanan û şûna wan a li ser sînorê cîhana akademîk, istîxbarat (ji xwe kevneendamên wan in an jî bi wan re di têkilîyên nêzîk de ne), bisporîya giştî (li nav komîsyonên neteweyî an navneteweyî an fikirdankan (think tank)) û bi zemînê medyayî ve bê girêdan. Armanc ev e ku biryardayîna siyasî ya li hember tehlûkeyeke ku pir xeternak tê nîşan dan hêsantir bike, û bal zêde li ser dînamîkên pevçûnan neyê kişandin.

Ji bo têgihîştina "şideta siyasî" jixwe, divê pêşî mirov gumanê ji xuyanîbûna yekbûna diyardeyê bike. Têkilîyên dem û dem ên navbera mîlîtanên îtalî û ADê, an jî navbera RAF û çalakvanên Fraksîyona Artêşa Şoreşgerî ya Lubnanî (FARL) nayên maneya ku ew bi "tayekî sor", weke ku berê dihat gotin (yanî ji hêla Sovyetan ve kontrolkirî), bi hev ve girêdayî ne û ku li pey heman armancan diçin. Bi aynî rengî, fikira ku şervanên Koma Salafîperest a ji bo waaz û têkoşînê (GSPC) a cezayîrî û Jemaah Îslamîya ya endonezî meylên mînareng par ve dikin, absurd e, li gel ku herdu koman jî qebûl kir ku çalakîyên xwe di bin sîwana El Qaîdeyê de pêk bînin.

Fikira civandina di bin etîketeke hevpar de ya komên çend dehan, heta çend sedên ferdên radîkalbûyî yên grubên weha, û rêxistinên siyasî yên leşkerî û xwedîyên rûniştineke civakî û erdî, weke Hamasa filistînî, Hêzên Çekdar û Şoreşger yên Kolombyayê (FARC) an Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) li Tirkiyê jî çêkirî ye, tevî ku evên han jî ji hêla Yekîtîya Ewropayê ve weke rêxistinên "terorîst" tên hesibandin. (6)

Alternatîveke baş a ji bo analîzkirina şideta siyasî ev e ku paşxaneyên belavbûna wê, rêxistinên ku wê bi kar tînin û serbûrên mîlîtanên wan bi hev ve bên girêdan. (7) Mînak, "çemberên şidetê" yên li Ewropa û Japonyayê di nava dawîya salên 1960ê û ya salên 1980yê de, berî hertiştî ji lawazkirina tevgerên civakî yên bihêz tê. Lawazbûna wan a gav bi gav hin mîlîtan ber bi têkoşîna çekdarî ve birin. Bi heman rengî, derketina holê a komên cîhadî di salên 1990ê de, bi bêimkanîya hêzên siyasî yên îslamperest a ji bo bidestxistina desthilatê (bi taybetî li Cezayîrê, li Misrê û li Suûdî Erebistanê) ve girêdayî ye. (8)
Lê awayên cihê yên vê radîkalîyê hene. Li Îtalyayê, ew di serî de têkildara cîhana karkeran e. Dawîya salên 1960ê, pevçûnên civakî yên xurt kargehan (nemaze Pîrellî û Siemens) dihejînin. "Propagandaya çekdarî" li wir çêdibe. Çalakîyên pêşî - xirakirina erebeyên serhosteyan an zeftkirina kadroyan- pêkanîna civakî ya komên çekdarî dide xuyan. Ji 1337 kesên bi endametîya Brîgadên Sor (Brigate rosse - BR) mehkûmbûyî, % 70 karker, xebatkarên sektora xizmetê û xwendekar in. Şirketa Prima Linea bêhtir ji bêkar û xwendekaran pêk dihat, lê ji nav 923 endamên wê yên derketî ber mehkemê, herweha pareke mezin a karkeran jî hebû. (9)


"Ew bi êrişkirinê mijûl bûn"

Li Almanyayê, mîlîtanên RAFê bêhtir ji nav xwendekar û burjuwazîya nizim û rewşenbîrî derketin. Civaknas Norbert Elîas şanî da ku sedema derketina muxalefeteke derparlemanî li dawîya salên 1960ê "pevçûneke civakî ya nifşan" bû, li gel dijberîya nav ciwanên baldarên siyasetê lê li derveyî berpirsiyarîyên siyasî hiştî û mezinên wan ên ku ev berpirsiyarî hemî ji xwe re vediqetandin. (10)

Bîst salên bi pey şerê cîhanî yê duyem re, tirsa vegera hikûmetên faşîst li van herdu welatan jî xurt bû û yek ji sedemên peydabûna wir a tevgerên tundrew ji hemû deverên din zêdetir li van her du welatan mezintir bû. "Li gel bûyera piazza Fontana, Mario Morettî birêveberekî sereke yê BRê şirove dike, ji bo me tiştekî tenê dîyar bû: Wan dikir êriş bikin". (11) Li alîyê din, bombeya ku 12ê kanûna 1969ê di banka zîraatê ya Mîlanê de diteqe û dibe sedema mirina 16 kesan û birîndarbûna bi sedên din, ji xwe rîska pêşdeçûneke otorîter a rejîma faşîst bawerbar dike. Sergio jî rewşa wê demê weha dinirxîne: "Ez bi fikira ku ew derbeyan amade dikin, mezin bûm ku ew darbeyeke rengê Yûnanîstan an şîlîyê amade dikin. Û bi fikrê ku wan dê em bikuştana jî. Jixwe dest pê kiribûn". Di navbera 1969 û 1975ê de, piranîya bûyerên şideta siyasî ji hêla komên rastgir ve tên kirin (% 95 ji 1969ê heta 1973ê, % 85 di 1974ê û % 78 di 1975ê). (12) Çepa tundrew ya leşkerî wê tenê bi pey re çalakîyên xwe xurt bikirana: Di navbera 1978 û 1982ê nêzî % 80 êrişên kujer ên ku tên bawer kirin, bi berpisiyarîya wê qewimîn an jî wê bixwe li ser xwe girt. (13)

Li Almanyayê, nifşên ciwan birêvebirên siyasî weke berpirsên rasterast an nerasterast ên desthilatdarîya Adolf Hîtler didîtin û lewre jî li hember wan derdiketin. Fikra wan ev bû, Elîas vedibêje ew difikirîn "ku meyla bikaranîna şideta siyasî ya Komara Weimarê ber bi cihanîna hikûmeteke otokratîk a li ser bingeha quwetê sazkirî ve biribû, dikarî dîsa li Komara Bonnê [paytexta Almanyaya Rojava] bibe serdest. (…) Pareke mezin a enerjîya wan a reformxwaz an şoreşger ji vê fikirê dihat ku, li pişt rûyê dewleta wan a parlemenerî û pirpartîyî, li gel lîwayên xwe dîktatorekî nû xwe amade dikir û polîsê Komara Federal jî pêşengîya wî dikir ". (14)
Rewşa Fransayê cuda ye. Bêrîkerên desthilata Vichy hindik in; tevgerên rastgira tundrew ên ji bo Cezayira fransî têk çûn. Bernameya hevpar a hikûmetê ku Partîya Sosyalîst, Partîya Komunîst a Fransî û tundrewên çepê li 1972ê îmze kir, enerjîya reformxwaz aş dike û rê dide veguherînên ferdî. Çepa tundrew di ber zelalbûna gumanên pişt bûyerên gulan-hezîrana 1968ê derketî û istiqrarbûna leyistika siyasî re hêza xwe winda dike. Lîga Komunîst (Ligue communiste) ku li hezîrana 1973ê, piştî êrişa mîtîngeke rasta tundrew ji hev dibe, dev ji pevçûnên kolanan berdide û bera xwe dide "xebata di kargehan de". Bi navê xwe yê nû, Lîga Komunîst û Şoreşger (Ligue Communiste Révolutionnaire -LCR), ew bi hêdîka têk dibe û mîlîtanên wê yên herî şidetparêz bêzar dibin. (15) Herçi Çepa Proleterî (Gauche prolétarienne) a sala 1970yê qedexekirî, ew li mijdara 1973ê ji hev dibe, piştî dudilîyên li ser peydakirina riyeke radîkaltir -nemaze dema revandina kadroyekî Renault a li pey mirina mîlîtanekî karker ê maoîst, Piere Overney. Berevajîyê rûdanên li Îtalya an Almanyayê, hejmareke pir kêm a mîlîtanên fransî tevlî çalakîyên çekdarî dibe. Hin grubên maoîst derdikevin holê: Brîgadên Navneteweyî (Bridages internationales ; 1974-1977) êrişên li dijî çend nûnerên hikûmetên otorîter ên bîyanî (yên Bolîvya, Uruguay, Spanya, Îran an Maurîtanyayê) li ser xwe digrin; Dendikên Çekdarî yên ji bo Xweserîya Gelêrî (Noyaux armés pour l'autonomie populaire, NAPAP) sala 1977ê rêzeke çalakîyên li hemberî sazîyên giştî an şirketên mezin pêk tînin, mezintirîna wan kuştina Jean-Antoine Tramonî yê zêrevanê Renaultê yê Overney kuştibû.

Sala 1979ê, ev tevgera hanê û Komên Çalakîya Şoreşgerî yên Navneteweparêz (GARI), etîketeke sîwan a ku çalakvanên hemberî frankîzmê yên li herdu alîyên Pîreneyan dicivîne, bi hev ve dibin û AD çêdibe. Hevalekî nêzîk ê Salvador Puig Antich ê 1974ê ji hêla dîktatorîya spanî ve hatibû kuştin, Rouillan di bîranînên xwe de bi giranî vedibêje: "Em sî salên gerîlatîyê didomînin, em hê jî tayê zirav ê me bi efsaneyekê ve girêdide dihonin, bi artêşeke pînekirî û pêxwas ve, bi hêvîyeke herfên barûtê û qurşûnê ve". (16)

Rewatîyeke exlaqî û zîrekîya xebatê di van jenealojîyan re derbasî nifşên nû dibin. Lidarxistina çalakîyeke komandoyê, çêkirina kaxizên sexte, êrişbirina li ser bankan ji bo fînansmana têkoşînê, hemû pratîkên ji tecrubeyê ne. Piranîya çekên BRan ji bermayîyên partîzanên şerê cîhanê yê duyem dihatin (heta yek ji kalaşnîkovên di revandina Aldo Moro yê kevneserokê Desteyê de hat bi kar anîn û neşixûlî); an jî, ji bo ADê, ji çekên komarparêzên spanî yên koçî Fransayê bûyî bi xwe re anîbûn. Herçi cîhadîyên transneteweyî, divê rola têkoşîna li dij Sovyetan li Afganîstanê were bi bîr xistin, ku tevahîya nifşekî mîlîtanan li dor şerî civand û hemû cure malzeme (çek, teqemenî, pere, hwd.) û "qabilîyet" jî dan peyda kirin.

Dîsa jî, ferdên ku çalak dibin kêm in. Em ê di serî de şiroveyên rehet ên bikaranîna şidetê weke "subjektîvîteyeke patolojîk" an "pulsîyoneke mirinê" dinirxînin, red bikin. Fîlozof Hélène L'Heuillet weha dibêje "terorîstên fanatîk an mêjîşûştî, mirina xwe di xizmeta mirinê de pêşkêş dikin ji ber ku, qet nebe gava tevlî dibin, ew bi înkara nîhîlîst bawer dikin; ya ku soza xirakirina dinyayeke jê nefretkirî dide". (17) Ev îfadeya ha nivîsên dîktatorîya arjantînî tîne bîra mirov, ku sala 1978ê tevgerên berxwedana çekdarî weke "heyranên mirinê bi îmaja qehremanên trajîk ku helwêstên wan ên civakî" bi " evîneke ji bo mirinê re, tev digeriyan" dinirxandin. (18)

Biryardayîna bikaranîna şidetê berî hertiştî meseleyeke kolektîv e: Ferdê xwe ji dinyayê qutkirî ku xwe bi xwe radîkal dike, doh bi xwendina hin pirtûkan, îroj bi ziyareta forumên Înternetê û ku çalak dibe, pir kêm xuya dibe. Ewqas kêm in ku hin ajanên istîxbaratê ji van re "dosyayên dînan" dibêjin.

Civak bi taybetî jî malbat bi roleke girîng radibin. Dema ku şer mayînde bibe, em pir caran dibînin ku nifşên pey hev dikevin riya çalakîya çekdarî, mînak mîlîtanên neteweparêz ên bask an îrlandî, an jî çalakvanên sîkh, kurd an filistînî. Claude Halfen ê endamekî ADê tecrubeya xwe weha vedibêje: "Ez ji malbateke berxwedêran dihatim, (…) dapîr û bapîrên min ji welatîyê hatibûn avêtin. Piştî 1927ê dîsa bûn welatî û yekser, 1941ê, ew kirin bêwelat, qaçax. Di mezinbûnê de fikir her bi min re hebû ku li hemberî desthilateke nerewa û şideta wê çekhildan tiştekî bi rûmet bû". (19) Serbihorîya têkoşînan di nav malbatê de, bi awayekî teşwîqî doza şidetê dike û wê rewa dike.

Têkilîyên dostanîyê jî weha ne. Destbiratîya ciwanên di heman taxê de mezinbûyî carina çîmentoya komê ne, mînak ji bo Khaled Kelkal (ê têkildarê bombeteqandinên 1995ê li Fransayê), an jî hin komandoyên Euskadi Ta Askatasuna (ETA) li Spanyayê û Irish Republican Army (IRA) li Îrlanda Bakûr. Çemberên hevalbend ên piçûk dikarin radîkalbûneke gav bi gav a ferdan bi xwe re bînin, ji ber ku îmajên hevpar ên rewşa civakê ava dikin. Hevalên berê an zêde bi dozê nebawer, di ber pevgirêdana dendika navendî re jê dûr dibin. (20) Endamên muhtemel bi riya propagandayê ber bi alîyê rêxistinên qaçax ve nayên "kişandin". Sîlke dinivîsîne "ferd ji ber hewldanên endamgerekî El Qaîde radîkal nabin, ev pêvajo bi awayekî ji cîhadîyên heyî hema hema serbixwe çêdibe". (21) Bombeteqînerên 7ê tîrmeha 2005ê li Londrayê hinekî dûrî dîn bûn û tê gotin ku wan tenê di rojên nêzîkî bicihanîna çalakîyê de ji rayedarên El Qaîde destûr xwest.

Lê belê qulibandina di çalakîya bişidet de ya komeke di warê îdeolojîk de radîkalbûyî, ne pergalî û ne hewceyî ye jî. Du insûrên din ên pirî caran pevgirêdayî jî rolekê dileyizin: Kirinên dewletê û qaçaxî. Şideta siyasî hema bêje tu caran ne encama çêkirina grupeke çalakvanan bi tenê ye. Ew têkel e: Siyasetên derve yên ku li hemberî hin welatan tên meşandin, şiklên şerî, ferzkirinê, heta şiklên îşkencekirinê jî, xurtkirina tedbîrên çavdêrîyê, kontrolên ku wek piçûkxistin an cudakarîyê tên hesibandin, bi qasî stratejî û taktîkên rêxistinên tundrew girîng in. Wek mînak, hepskirina belasebeb a nêzî du hezar kesên gumanbarên "terorîzmê" li Îrlanda Bakûr di 1971ê de, bi sedan karkerên ciwan ên neteweparêz teşwîqî tevlîbûna nav IRAyê kirin. (22)

Qaçaxbûna ku gelek caran mirov dixwaze ji ber sucekî biçûk xwe ji polîsan rizgar bike, pêk tê, gaveke pêşdetir e. Ew tevlibûneke timamî ye ku tê maneya guherandina nav û nasnameyê û qutbûna ji hemû nas û dostên berê. " Di qaçaxbûnê de Morettî vedibêje, zîndîmayîn têkildara lezgînîya tevgeran û guherandina hergavîn a jîyana mirov. Di dawîyê de, (…) hûn ji alîyê heyînîyê dibin weke xeyaletekê. Ne ku hûn xwe xeyalî bihesibînin; heval jî rast in û heta têkilîyên bi wan re jî xurtir in. Lê ji bo kesên din, divê hûn tune bin ." (23) Şahîdîyên hin hevserên bombeteqînerên 11ê adara 2004ê li Madrîdê, vê pêvajoya gav bi gav a bixwe ve girtina komekê nîşan didin, heta dûrbûna teva ji kes û karên herî nêzîk jî. (24)

Ewlehî dibe elemaneke sereke ya jîyana qaçax û qeydeyên wê yên giran jî hene. Sala 1975ê, anketvan di stareke Pavieyê de destpirtûkeke bi navê "Qeydeyên ewlehîyê û awayê xebatê" dîtibû, ku planeke wextê tê de hebû ya her kêlîyeke jîyana rojane ya BRan rêz dikir, ji xwarinê heta cil lixwekirinê, bikaranîna telefonan û têkilîyên zayendî jî. 2006ê, Zêrevanîya Sîvîl a spanî tiştekî mînareng a ji bo ETAyê dît. Lê endam herdemî rêzê ji van qeydeyan re nagrin: Girtinên piştî seruveneke evînî an jî têkilîdanîna li gel dayikeke nexweş pir in. Sala 1971ê, hemû apartmanên veşartî yên Tevgera Çep a Şoreşger ya Şîlîyê (MIR) kefş bûn dema ku mîlîtanên wê yên serxweş bi erebeyê qeza kir. Di otomobîlê de, jandarmayên li cihê bûyêrê hatî hemû fatûrayên ceyran û gazê yên rê dane kefşkirina wan, bi dest xistin... (25)


Rev, zindan an jî mirin

Dîtina çekan û starên nû, çêkirina kaxizên sexte, bidestxistina perê -nemaze bi şelandina bankan-, kefşkirina cihê operasyona bê û carina, piştî pêleke girtinan ji serî ve destpêkirin: Lez û bez zora stratejîyê dibe. Heta ku hin tercihên taktîk ji hêla sempatîzanan ve jî nayên fêm kirin. Ji têwerdana istîxbaratan bêhtir -ku pirî caran behsa wê tê kirin û carina çêdibe jî-, ev encama mekanîzmayeke weha ye ku jê xilasî ne mumkin e. "Me pê zanî ku em bê çare mabûn, lê me nedizanî berê xwe bidin ku derê", Morettî derdibire. Di serî de, serbûra qaçaxîyê, devjêberdana girtîyan nemimkin dike. Çi dilsozî bibe, çi hewceyî bibe, divê êrişî ser zîndanan bikin (mînak zîndana Rovîgoyê li Îtalyayê ku mîlîtanên Prima Linea li çîleya 1982ê êrişî bir ser), rehîne bên zeft kirin (mesele li 1975ê, li balyoza Komara Federal a Almanyayê li Stockholmê, an jî li heman salê jî revandina balafireke Lufthansayê ji hêla mîlîtanên RAFê ve), an jî kesayetîyên navdar bên revandin (Moro ji alîyê BRan ve; Hans Martîn Schleyer ê serokê patronên alman ji hêla RAFê ve). Domandina têkoşînê jî weke awayekî nermkirina şert û mercên hepsbûna girtîyan tê dîtin, mînak ji bo ETAyê li Spanyayê.

Jixwe, mantiqên xebatê û parastina van koman wan mecbûr dikin ku bi awayekî pir bijare endaman qebûl bikin û ji ber vê yekê, ew nikarin bigihîjin hejmareke girîng a ku dê bikaribûya hevsengiya hêzan saz bikira; ya ku ji bo minaqeşeyên siyasî têrê dike. "Eger hûn qulekê di enîya dijber de venakin, axaftinên we bê mane dimînin, Morettî tehlîl dike. Maneya stratejîya me çi ye eger em êdî nikaribinn tevlî muzakereyên taktîk ên herdemîn bibin û tiştekî bi tiştekî din biguherînin, ji bo kesên ku em temsîla wan dikin jî hin tiştan bi dest bixin?" Revîn û sertkirina çalakîyan, misilemeyên dij hêzên ewlehîyê, an jî êrişên li ser payebilindên dewletê, rûreşkirina komên qaçax xurt dike û wan dûrî tevgerên civakî dike ; yên ku hêvîya piştgirîyê ji wan dikin. Ev jî bi piranî rê dide zêdekirineke nû ya tadeyan a bi riya zagonên taybet. Heta ku tercihên mîlîtanan tenê ev dimînin: Rev, zîndan an jî mirin.

Komên çekdar ên piçûk hê jî timî dikarin li dewletê bixin -ajanên wê an sembolên wê-, lê ew nikarin dewletê bidin erdê, digel bilindkirina asta şideta kujer jî, weke di bûyerên 11ê îlona 2001ê de xuya bû. Lewre jî, ev awayê çalakîyê bi aynî astengên propagandakirinê ya anarşîstên dawîya sedsala 19ê re rû bi rû dimîne. Derdorên berfireh dikarin bi çavekî baş li êrişa nîşanên desthilatê binihêrin, bes ew tevlî têkoşînê nabin. Lê belê, ev êriş dibin sedema zordestîyeke pir zalimane ku li gor tawanbarên umûmî yên ji bo sûcên mînareng hatin girtin, pir bilind e. Joëlle Aubrona mîlîtana ADê ya sala 2004ê ji ber nexweşîyeke cidî ji zîndanê derketî, vê tansîyonê weha rave dike: "Pir ji me weha difikirîn hêvî ji hemleyeke weha dikirin ku nehat. Hîpoteza me têk çû. Ev dîyar e. (…) Lê belê ez ê xwe înkar nekim. Belkî tenê ji ber ku ev şantaja xweînkarkirinê di van hivdeh salên girtinê de, di nav şert û mercên hepsbûna me de pir hebû". (26)

Çavkanî

  1. La Prima linea ji Renato De Maria (2009), li pey berhema Sergio Segio, Miccia corta. Una storia di Prima Linea, Derive Approdi, Roma, 2005
  2. Bnr. Der Baader Meinhof Komplex ("Çeteya Baader") ji Uli Edel (2008); Ni vieux ni traîtres [Ne pîr û ne jî xayîn], ji Piere Carles (2005); Carlos, ji Olivier Assayas (2010) û United Red Army, ji Koji Wakamatsu (2008)
  3. The Guardian, London, 3 tîrmeh 2007
  4. Andrew Silke, " Holy Wariors: Exploring the Psychological Processes of Jihadi Radicalisation" ["Şervanên pîroz: Vedîtina pêvajoyên psîkolojîk ên radîkalbûna cîhadî "], European Journal of Criminology, 5(1), 2008
  5. Bnr. Roger Le Dousal, Commissaire de police en Algérie (1952-1962) [Komîserê polîsê li Cezayîrê], Riveneuve éditions, Parîs, 2011
  6. Rojnameya fermî ya Yekîtîya Ewropayê, 12 tîrmeh 2010
  7. Bnr. Donatella Della Porta, " Mouvements sociaux et violence politique" ["Tevgerên civakî û alozîya siyasî"], di Xavier Crettiez û Laurent Mucchielli (birêvebir), Les violences politiques en Europe. Un état des lieux [Şidetên siyasî li Ewropayê. Rewşa heyî], La Découverte, Parîs, 2010; Isabelle Sommier, La violence révolutionnaire [Şideta şoreşgerî], Les Presses de Sciences Po, Parîs 2008
  8. Bnr. Gilles Kepel, Jihad: expansion et déclin de l'islamisme [Cîhad: Belavbûn û têkçûna îslamperestîyê], Gallimard, Parîs, 2000
  9. Hejmarên di Paolo Persichetti û Oreste Scalzone, La Révolution et l’Etat [Şoreş û dewlet], Dagorno, Parîs, 2000
  10. Norbert Elias, " Conflits de générations et célébrations nationales: analyse et perspectives" ["Pevçûnên nifşan û pîrozbahîyên neteweyî: Analîz û perspektîv"], Cultures & Conflits, Parîs, n° 81-82, 2011
  11. Mario Moretti, Brigate Rosse. Une histoire italienne [Brigate Rosse. Dîrokeke îtalî], Amsterdam, Parîs, 2010
  12. Donatella Della Porta û Maurizio Rossi, Cifre crudeli: bilancio dei terrorismi italiani [Hejmarên zalimane: Bîlançoya terorîzma îtalî], Istituto Cattaneo, Bolonya, 1984
  13. Paolo Persichetti û Oreste Scalzone, La Révolution et l’Etat [Şoreş û dewlet], heman berhem, r. 96
  14. Norbert Elias, "Conflits de générations…", heman gotar
  15. Mourir à trente ans [Di sî salîya xwe de mirin], ji Romain Goupil (1982), ku serbûra Michel Recanati yê berpirsê sereke yê servîsa ewlehîyê ya Lîga Komunîst heta xwekuştina wî li 1978ê vedibêje, vê bêhêvîtîyê baş dide xuyan
  16. Jann-Marc Rouillan, De mémoire (2). Le deuil de l’innocence: un jour de septembre 1973 à Barcelone [Bîranîn (2). Şîna bêgunehîyê: Rojeke îlona 1973ê li Barselonayê], Agone, Marsîlya, 2009
  17. Hélène L’Heuillet, Aux sources du terorisme. De la petite guere aux attentats-suicides [Li serêkanîyên terorîzmê. Ji şerê piçûk heta êrîşên intîharî], Fayard, Parîs, 2009
  18. Vegotî di Gabriel Rot "La construcción del sinsentido" ["Sazkirina bêmaneyê"], Le Monde diplomatique en español, Buenos Aires, gulan 2011
  19. Şahîdî di Ni vieux ni traîtres [Ne pîr û ne jî xayîn], ji Piere Carles (2005)
  20. Léon Festinger, Hank Riecken û Stanley Schachter, L’Echec d’une prophétie [Têkçûna pêxemberîyekê], Presses universitaires de France, Parîs, 1993
  21. Andrew Silke, "Holy Warriors… ", heman berhem, r. 111
  22. Paddy Hillyard, "The War on Terror: Lessons from Ireland" ["Şerê li dij terorê: Dersên ji Îrlandayê", European Civil Liberties Network, 2005
  23. Mario Moretti, Brigate Rosse, heman berhem
  24. Bnr. "11-M. El relato", pêveka rojnameya El País, Madrîd, 8 tîrmeh 2007
  25. Enérico García Concha, Todos los días de la vida. Recuerdos de un militante del MIR Chileno [Hemû rojên jîyanê. Bîrhatinên mîlîtanekî MIR a Şîlîyê Cuarto Propio, Santîago, 2010, r. 72
  26. Libération, Parîs, 28 tebax 2004

Wergera ji fransî: Simko Destan