Li ser Simone de Beauvoir berhemên femînîzmê direncînin

Translator

Simone de Beauvoirê bingehên têgeha cinsîyetê danî. Ev bipêşketina biryardar a ku nexasim jî di hevoka navdar a "em ne wekî jin ji dayik dibin, em dibin jin" bi gewde dibe, pîvaneka sereke ya xwenûkirina tevgera femînîst li cîhana rojava bû. Dîsa jî du berhemên dîyarî nivîskara Deuxième sexe / Cinsîyeta duyem hatî kirin, bi femînîzmê guneh dikin.

 

Wisa dîyar e ku ji bo jinekê bi qasî ku bikeve gora abîdeyî ya qehremanên neteweyî [panteon] zehmet e ku bikeve koleksîyona navdar û biprestîj a bi navê Cahiers de l’Herne. (1) Di nava sed hejmaran de Beauvoir bi tenê ji sê jinan a sisîyan e –piştî Margerite Duras û Colette – ku hejmarek bi tevahî dîyarî wê hatîye kirin. Lê belê ew berîya her tiştî wekî nivîskar têde cihê xwe digire û ne wekî nivîskar û femînîst. Destpêk bi xwe me hişyar dike: pirtûk dixwaze xwe dûr bike ji nêzîkatîya "piranîya lêkolînên" li ser cinsîyetên derbarê Beauvoir "ên ku nivîskarên wan anglo-sakson in" û awira wan a li mijarê wekî "pir milîtanwarî" tê dîtin. Sed heyf e, loma wekî ku Beauvoir bi xwe nivîsî "meriv xîyanetê [bi wê re] nake, dema ku meriv [wê] ber bi femînîzma mitleq ve dikişîne" ber bi helwêstên "bi awayekî tundrew femînîst".  (2)

 

Mijara vê hejmara koleksîyonê bêhtir pêk tê ji "ji nû ve avakirina tevahîya alîyê Simone de Beauvoir a nivîskar" û ji "xistina ber lêpirsînê ya çarçoveyên exlaqî û teorîk ên ku di wan de berhemê wê gihiştin ber destê me". Roman, novel, otobîyografî, rojnivîs, name, hewldan, behsên ger û geştan: di nava rûpelan de em durên muhteşem dibînin ku hin ji wan nehatine weşandin yan jî pir zehmet e meriv bigihêje wan; em bi mezinahîya vê "dewama metna girîng a kesê yekem" dihisin; em  bi xêra xwendina destnivîsan li vê çerxa nivîsê dinêrin. Ev pirtûk derîyekî balkêş e ku li berhema harîqulade ya Beauvoir vedibe, amûrek e ji bo ku meriv berê xwe dîyar bike yan jî ji nû ve nas bike; heta bike ku xwendevan bixwazin metnên "gelekî milîtanwarî" jî bixwînin...

 

"Beauvoir ne bi tenê xwedî-mejîyekî bû, dilekî wê jî hebû. (3) Ev e vedîtina mezin a ku destûrê dide vê "romana ku îlhama xwe ji bûyerên qewimî digire" Beauvoir in love,lewre nivîskara wê Irène Frain vê kiryara xwe ya dildarî wisa bi nav dike. (4) Çawa ev roman peyda bû? Daxwazeka dînane ya "ji hev derxistina pirsa vê têkîlîya merivî heyranî xwe dihêle" ya di navbera "Simone û Nelson [Algren, nivîskarê amerîkî yê ku Beauvoir demekê dil ketibûyê] - li pêşîya wêjeyê [ew] starên rockê yê bi rastî [ne]". Serhatî: "jina bi rastî" ya ku heta hingê mejîyê wê ew fetisandî, wê xwe bi xwe ronî bike bi terikandina "Sartre, [bejna] wî ya metre û nîvek, berçavkên wî û eksîstansîyalîzma wî da ku Algren nas bike, tevî bejna wî ya XXL, pazûyên wî yên wekî betonê hişk û romanên wî yên li ser Amerîkaya xizan" . (5)

 

Ya rastî, Frain ji me re behsa êşên bêçare (û navdar) ên nakokîya di navbera jina hestîyar û întelektuelê sar de dike; yên di navbera Castor, "dersdareka jin" a ku "zîpika gotinên bê navber" li guhên wan guhdaran dibarîne ku mehkûm in heyrana bedewîya wê bin "bi girtna guhên xwe", û Simone, "di evînê de bêsîleh mayî, ewqas jin-zarok" de. Dema meriv romanê dixwîne gumaneka tirsnak merivî dipêçe: gelo herî zêde wêjeya min êşîya yan femînîzma min? Rûpel derbas dibin bêyî ku vê dîlemaya dijwar çareser bikin.

(1) Eliane Lecarme-Tabone û Jean-Louis Jeannelle (di bin birêveberîya wan de), "Beauvoir", Cahiers de l’Herne, hejmar 100, Parîs, 2013, 400 rûpel, 39 euro.

 

(2) "Sur la différences des sexes / li ser cihêtîya cinsan", hevpeyvîn bi Francis Jeanson re, 9ê çirîya paşîn a 1965an, di "Beauvoir", Cahiers de l’Herne, çavkanîya li jor navbirî.

 

(3)  Françoise Dargent, "Simone de Beauvoir amoureuse / Simon de Beauvoir a evîndar", Le Figaro, Parîs, 21ê çirîya paşîn a 2012an.

 

(4) Irène Frain, Beauvoir in love / Beauvoira evîndar, Michel Lafon, Parîs, 2012, 352 rûpel, 20 euro.

 

(5) Françoise Dargent, "Simone de Beauvoir amoureuse/Simon de Beauvoira evîndar", çavkanîya li jor navbirî.

Wergera ji fransî: Feryal Guladawîyê