Li Stenbolê, li meydana Taksimê

Translator

Projeya wî ya ji nû ve avakirina qişleya osmanî [Topçu Kişlasi], "shopping-mall" û mizgeftekê li ser meydana Taksîmê demeka dirêj e behsa wê tê kirin, di çarçoveya vîzyona asoya Tirkîyeyê di sedemîn salvegera damezrandina komarê sala 2023yan de. Dîsa jî ev meydana ku bi xweşikayîya xwe ya mîmarî ne navdar e, li navenda yekana "devera azadkirî" ya Stenbolê ye ku lê mixalefeta li dijî ortopraksîyê hîna bi azadîyeka mezin xwe derdibire.

Çepa  tundrew duyem aktorê ser vê dikê ye. Di warê hejmara dengan yên hilbijêran de ti qîmeta wan nîne, dîsa jî ew xwedî mîrateyeka xurt ya dîrokî ye ku têkoşîna bi dehan salan û tepisandinan mohra xwe lê daye. Di warê sosyolojîk de ew di heman demê de xwe bi marjînalkirina civata elewî  (% 15 - % 20ê serjimara Tirkîyeyê) jî mezin dike, lewre ev civat di dîrokeka nêzîk de bû mexdûrê gelek komkujîyên bi şêwazên qirkirinan. Girêdana desthilatdarîyê bi sûnîtîyeka milîtan ve li ber çavên endamên vê bawerîya paşîyên Elî gihişte asteka bi awayekî zelal jiserxweveçûyî: Recep Tayyip Erdogan ya rastî biryar da ku baş e navê Yavûz Siltan Selîm ("Selîmê Xeddar") (1465-1520) li pira sêyem ya ku wê herdu peravên Tengava Stenbolê bi hev ve girê bide, bike, pesnê vî siltanî demeka dirêj ji alîyê dewletê ve wekî siltanê ku di destpêka sedsala 16an de "kesên jidînderketî tinekirî" dihat dayîn.

 

"Pêngaveka" neteweyî

li dijî "dijminan"

 

Ya rastî divê meriv behsa tevgereka neteweyî-sosyalîst bike ku hin kesên wê yên li pêş ji tevgera çepgir ya tundrew tên. Berîya transfereka konseptên sosyalîzmê  ber bi ultra-neteweperestîyê ve, ya ku tirkan wekî etnîsîteyek û çînekê dibîne ku "etno-çînên" din – ermenî, yûnan, cihû yan jî kurd – zordarîyê lê dikin û hebûna wê ji ber "emperyalîzma" ewro-amerîkî di tehlûkeyê de ye. Ev tevgera ku heyranî Mustafa Kemal (1881-1938) û Talat Paşa (1874-1921) ango mîmarê qirkirina ermenîyan e, hewl dide vê raperîna nerazîbûnê veguherîne "pêngaveka neteweyî" li dijî "dijminên" hundir û derve.

 

Li hemberî mezinbûna xwepêşan-danan weha dîyar e ku serokwezîr Recep Tayyip Erdogan tu bersiva din nedîtîye ji bilî zêdekirina li provokasyonê yan jî gefxwarinê bi seferberkirina alîgirên xwe. Tevî ku di nîvê yekem yê dehsala 2000î de partîya wî rê li ber gelek hêvîyan vekiribû di nava çepgirên lîberal de jî yên ku di şexsê Erdogan de ew kes didîtin ku wê tabûyên welêt yên laîk ji hev de bixe, giranîya eskerîyê kêm bike û nêzîkbûna bi Ewropayê re pêk bîne. Ji salên 2008-2009an û pêve tevî ku jê hat bi awayekî bikêr artêşê ji taqet bixe jî – qet nebe ji bo demekê – û pişta xwe rast bike bi jêhatîbûna avakirina blokeka bi rastî ya hegemonîk bi rêya hilbijartinan (% 50yê dengan sala 2011an), partîya wî êdî hêzeka "li derveyî sîstemê" nebû û bû hostekarê projeyeka dewletî; ev proje jî bicihkirina civatê li ser hîmekî ultra-mihafezekar  e.

 

Kulta hêzê

 

Vegera wî ya li otorîterîyê ya ku di encama wê de gelek întelektuelên çepgir hatin girtin, xwe disipêre kulteka hêzê ya ku Erdogan yê meriv bi "neteweya tirk û misilman" terîf dike ku ew doza serbilindbûna bi rabihurîya wê dike û "berpirsîyarîyên xwe di nava qada împeretorîyê ya kevin de" rewa dike. Erê, tevî nerazîbûna mezin ya tevgera neteweperest, AKPyê hebûna kurdan qebûl kir – li wan dibe wezîfe ku bikevine xizmeta "neteweya tirk û misilman" – lê belê ew bi neteweperestan re li ser yek rêyê ye di mijara înkarkirina qirkirina ermenîyan de yan jî di mijara wekî gunehekî nirxandina her derbirîna fikra azad de û tevahîya întelektuelan wekî şêwazekî potansîyel yê terorîzmê dibîne.

 

Lê belê prensîpa piranîya hilbijartinan ya ku Recep Tayyip Erdogan wekî yekane hevmaneya mimkin a demokrasîyê qebûl dike, îro li bin guhê rastîyên civatekê dikeve ku ew êdî nikare lê serwext bibe. Hikûmeta wî bi bîra me dixe ku desthilatdarî timî berdêla daxwaza xwe ya hikimkirina bi hegemonyayê bi bihayên zêde yên epîstemolojîk didin, yên ku wan beramberî protestoyên ku ew bi xwe afirandî, tazî û bêçek dihêlin.

Meriv dikarê navê meydana Taksîmê bi awayekî tam wekî Meydana Teqsîmê wergerîne ku koka wê diçe dabeşkirina ango teqsîmkirina avên bajêr, berîya ku maneyê bide sîyaseta parçekirin yan jî teqsîmkirina li Qibrisê ya Enqereyê ya salên 1950yî. Gelekî piştî dagirkirineka bi şidet ya ku kir xwîn ji vê giravê biçe, meydana Taksîmê îro vediguhere dika ku parçebûnên civateka ku misêwa ji dehsalan û vir ve hewl tê dayîn were yekrengkirin, di şidetê de xwe lê didin der.

 

* (Birêveberê lêkolînê li Ecole des hautes études en sciences sociales EHESSê). Hamit Bozarslan herweha nivîskarê vê berhemê ye: L'Histoire de la Turquie de l'Empire à nos jours / Dîroka Tirkîyeyê ji împeretorîyê heta bi roja me ya îro, Parîs, Tallandier, 2013.

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê