Li Sûrîyê Kurdistan

Pêşveçûnên li Kurdistana Rojava çawa li Tirkiyê deng vedan?
Translator

Bihara erebî li Sûrîyê bi awayekî cuda tê jîyan. Li Sûrîyê, ev bû salek û nîv e, ango ji adara 2011ê ve li hember rêveberîya Beşar Esad rezîstansek heye. Konseya Neteweyî ya Sûrîyê (KNS) têkoşîna xwe didomîne. Tirkiye, ji dil û can piştgirîya KNSyê dike.

Tirkiye, li bakurê Sûrîyê, li hember rûdanên ku li wargehên kurdî ên li seranserî sînor diqewimin, pir hesas e. Grupên kurd, li van deveran rewşên fiîlî derdixînin meydanê û hewl didin ku dezgehan çêbikin. Grupên kurd, herweha him li dijî rêveberîyê û him jî li dijî KNSyê hinek mesafe datînin û wusa tevdigerin. Tirkiye, dixwaze kurdên ku qala federasyon, xweserî û otonomîyê dikin, di KNSyê de neyên temsîl kirin. Ev grup, ji bo civînên "Dostên Sûrîyê" ku li Antalya, Qahîre û li Stenbolê pêk hatin, nehatin vexwendin. Tirkiye, li dij e ku piştî hilweşandina rêveberîya Esad, kurd qezenceke cidî bi dest bixin. Di vî warî de polîtîkayeke taybet dimeşîne. KNS jî tam li gor daxwazên Tirkiyê nebûna herêmeke bi navê Kurdistanê diparêze.

Welatên weke Tirkiye, Katar û Erebistana Suûdîyê, ji bo biçekkirina KNSyê di nav hewldaneke întensîv de ne. Artêşa Sûrîyê ya Azad, bi vî awayî derdikeve meydanê. KNS, ji jandeyên komên muxalîf ku ew bi xwe jî zêde li hev nakin, pêk tê. Di KNSyê de zêdetir gotinên efser û generalên ku ji artêşê veqetîyayî derbas dibin. Meriv dikare bibêje ku, ew îdeolojîya Beas a rêveberîyê di hundirê KNSyê de jî serdest e. Lewra, ew kesên ku bi îdeolojîya Beas ji rêveberîyê veqetîyayî û tevlî KNSyê bûyî, di enîya muxalefeta li hember Beşar Esad de kom dibin. Ev yek jî nîşan dike ku, heger ev kes Esad daxînin û bên desthilatdarîyê jî, dê îdeolojîya Beas qet neyê guhertin; wek mînak, dê di înkara kurdan û Kurdistanê de berdewam bin.

Ev pêvajo vê yekê nîşanî me dide. Derdê wan kesên ku li Sûrîyê li dij dîktator Beşar Esad têkoşînê didin ne ew e ku demokrasîyê pêşve bibin. Dixwazin şûna Beşar Esad serdestîya xwe bidin rûniştandin û wê rejîma dîktayî wek berê bidomînin. Ev yek, ne tenê li Sûrîyê wusa ye, herweha bi awayekî gelemperî li Rojhilatê Navîn jî bi vî rengî ye. Ew rûdanên ku di pêvajoya 'Bihara Erebî' de li Tûnis, Misir, Lîbya, Yemen û Katarê derketin meydanê, vê yekê bi awayekî aşkere xwe nîşan da.

Rêveberîya Tirkiyê jî yek ji wan e ku pêşveçûnên di derbarê Sûrîyê de ji nêzîk ve dişopîne. Derdê Tirkiyê ne ew derd e ku li Sûrîyê dîktatorî bê hilweşandin, demokrasî pêşve biçe û herwekî din e. Ew derd e ku, piştî Beşar Esad, kurd, qezencên cidî bi dest nexin. Tirkiye, di vî warî de pir hesas tevdigere. Rûdanên ku diqewimin ji nêzîk ve dişopîne. Hewl dide ku ji kurdan re astengîyan derbixîne.

Di dawîya tîrmehê de, rêveberîya Beşar Esad, xwe ji qad û bajarên wek Koban, Dêrik, Amûdê, Serê Kanîyê û ji Qamîşlo paşve kişand. Desthilatdarî derbasî kurdan bû. Kurdan, jixwe li van deveran rewşên fiîlî derxistibûn meydanê, hewl didan ku dezgehên xwe çêbikin. Mînak; li gelek deveran dibistanên ku bi zimanê kurdî perwerdehîyê dikin, hatibûn vekirin. Piştî ku rêveberîya Sûrîyê xwe ji van qadan paşve kişand, ev xebat hîn bi lezûbez berbelav bûn. Li van qadan, bicihkirina xwerêveberîyê an jî rêveberîyên xweser bi lez pêşve çûn.

Li gor bawerîya min, li bakurê Sûrîyê, li Kurdistanê, hewldana damezirandina rêveberîyên bi vî rengî pêşveçûneke pir erênî ye. Herweha li gor min, mesafedanîna kurdan a li hember rêveberîya Beşar Esad û KNSyê û lêkûrbûna li ser karê xwe baş bûye.

Li Kurdistanê rêxistinbûyîna kurdan

Li herêmê, PYD a (Partîya Yekîtîya Demokratîk) nêzîkî PKKê bi bandor e. PYDê bi navê Meclisa Gel a Kurdistana Rojava meclisek jî ava kiriye. Ji bilî PYDê, hin rêxistinên kurd ên din jî hene. Tê gotin ku hejmara wan 16 ye. Ji wan, çendek bi bandor in. Partîya Demokrat a Kurdistana Sûrîyê jî di nav wan de ye.

Grupên ku PYDê jî di nav wan de cîh digirt, di hundirê meha tîrmehê de li Hewlêrê bi înîsîyatîfa Serokê Rêveberîya Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civînek li dar xist û yekîtîyek ava kirin. Di vê yekîtîya ku navê wê Konseya Kurd a Bilind e, hem ji Meclisa Neteweyî ya Kurd û hem jî, ji Meclisa Gel a Kurdistana Rojava pênc encam cîh digirin.

Ev yek rastîyeke ku dê bi saya tevgerandineke bi yekîtî qezenc mezin bibin û pêşve biçin. Feydeyên wê yekê gelek zêde ne ku kurd, li hember rêveberîya Beşar Esad û KNSyê bi hev re tevbigerin.

Li Sûrîyê tê dîtin ku rêxistinbûyîna kurdan ji ya erebên sunî, ermenî, suryanî, file û durzîyan hîn xurttir e. Tê zanîn ku, rêveberîya Beşar Esad û Partîya Beas a Sûrîyê, li vî welatî pişta xwe dide hindikahîya elewî.

Helwêsta dewlet û çapemenîya tirkî

Li Sûrîyê, destpêkirina serdema serdestî û xwerêvebirina kurdan a li herêmên xwe, di rêveberî û çapemenîya tirkî de tesîreke şokê çêkir. Manşetên wek, "Kurdistana Duwem", "Sûrîyeya Bakur" hema hema di hemû rojnameyan de derketin. Herweha, manşetên wek, ‘’Dê ya sêyemîn kengê bê?’’ û ‘’Kurdên ku li çar welatan belavbûyî’’ jî hebûn. Tevahîya van manşetan di hundirê xwe de metirsîdarîyek dihewand.

Di qunciknivîsên rojnameyan, radyoyan, di panelên televizyonan û di şiroveyan de, ev îbare her cîh girtin: "Kurdên ku li Iraq, Îran, Tirkiye û Sûrîyê dijîn", "Kurdên ku li Iraq, Îran, Sûrîye û Tirkiyê ji hev belawela dijîn…"

Pêwîst e ku meriv li ser van her du telafûzan, ango, "Kurdistana Duwem" û "Kurdên ku li Iraq, Îran, Sûrîye û Tirkiyê ji hev belawela dijîn…" bisekine. Peyva "Kurdistana Duwem" bersiva pirsên wek, çend Kurdistan hene, çima Kurdistan ji yekê zêdetir e û ev pêvajo çawa hatiye jîyan tîne rojevê. Herweha "Kurdên ku li Iraq, Îran, Sûrîye û Tirkiyê ji hev belawela dijîn…" jî heman pirsan tîne rojevê.

Gelo kurd çima wusa belawela dijîn? Çima li çar welatan hatine belav kirin? Ev pêvajo çawa derketiye meydanê, ev yek çawa hatiye fikrandin? Ev pêvajo çawa tê jîyan? Helbet, divê li ser van pirsan bi kûrahî bê sekinandin.

Divê meriv vê yekê bibêje ku ev îfade, di medyayê de gelek tên bi kar anîn, lê qet ev pirs nayên kirin.

Li gor bawerîya min, parvekirin û jihevveqetandina kurdan di çarîka yekem a sedsala bîstan de, ango piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, rûdana herî girîng e.

Kurd û Kurdistan di vê serdemê de, ango di dema Cemîyeta Netewan (Cemiyet-i Akvam) de ji hev hatine veqetandin û parve kirin.

Di dawîya Şerê Cîhanê yê Yekem, di çileya 1919ê de, li Kongreya Parîsê yek ji biryarên herî girîng ê hatî girtin damezirandina Cemîyeta Netewan e. Cemîyeta Netewan, ji çileya 1920ê ve dest bi xebata xwe kiriye.

Serdem, serdema tayînkirina mafê çarenûsî ya neteweyan bû. Sedemê damezirandina Cemîyeta Netewan ew bû ku, netewe bikaribin dahatûya xwe bi awayekî azad dest nîşan bikin. Cemîyeta Netewan jî dê ev nêveng amade bikirana. Cemîyeta Netewan, ji bo wê yekê hatibû damezirandin ku netewe pirsgirêkên di nav xwe de bêyî ku şer bikin û bi awayekî aştîyane çareser bikin Di Konferansa Parîsê ya piştî Şerê Cîhanê yê Yekem de herî zêde li ser hewcedarîya rêxistinek wusa a navnetewî hatibû sekinandin.

Di vê serdemê de, rêvebirên Yekîtîya Sovyetan hin ji wan kesan bûn ku li ser mafê çarenûsî yê gelan diaxifîn. Serokê Amerîkayê yê wê demê, Wilson, piştî şer di daxuyanîya xwe ya navdar de "14 xal" deklare kiribûn. Ji van "14 xalan" 12ê wan, qala pêwîstîya mafê çarenûsî ya neteweyên ku di bin desthilatdarîya osmanî de bûn dikir. Li Asya, Rojhilatê Navîn û li Afrîkaya Bakur, gel ji bo ku siberoja xwe tayîn bikin, di nav hewleke şidyayî de bûn. Ew ramana ku heq dida gelên bindest ku mafê çarenûsîya xwe îlan bikin û têkoşînên ji bo vê sedemê dihatin dayîn, coş û kelecaneke mezin dida neteweyên di bin zordarîyê de bûn.

Şêx Mehmûd Berzencî, li Başûrê Kurdistanê digot, "Ez qiralê Kurdistanê me, min wek qiralê Kurdistanê binasin!" û ji bo mafên kurdan bi Brîtanyaya Mezin re di nav pevçûneke siftî de bû.

Kurd û Kurdistan, di rewşeke weha de ji hev hatin veqetandin û parve kirin. Piştî ku kurdan li Sûrîyê, li Kurdistanê, li warên xwe dest pê kirin ku xwe bi rê ve bibin, di çapemenîya tirk de qet li ser van sedemên van xalan nehate sekinandin û ev yek jî têra xwe balkêş e. Digotin, "Kurd,li Iraqê, Îranê, Tirkiyê, li Sûrîyê bi awayekî belawela dijîn" an jî peyva "Kurdistana Duwem" bi kar dianîn, lê qet li ser sedemên dîrokî yên vê yekê nasekinin û ev jî balkêş e.

Ev qezencên kurdan ên li Sûrîyê rêveberîya tirk him metirsîdar kir û him jî aciz kir. Serokwezîr Recep Tayyip Erdoğan digot, "Em ê, ji min kir û xilasan re nebêjin erê." Digot, "Kurdistanê ji bîr bikin."

Ew îfadeya serokwezîr a "Kurdistanê ji bîr bikin" di 27ê Tîrmeha 2012ê de di manşeta Hürriyetê de û bi tîpên mezin hat weşandin. Ev îfadeya serokwezîr ev fikir anîn bîra min: "Pirranîya kurdan, Kurdistan ji bîr kiribû, serokwezîr bi vê îfadeya xwe Kurdistan anî bîra wan."

Cemîyeta Neteweyan, nikarî wê daxwaza aştîyê ya li bendê bû ku di nav gelan de çêbike têxe jîyanê. Nikarî rê li ber derketina Şerê Cîhanê yê Duwem bigre. Şerê Cîhanê yê Duwem, li gor yê Yekem hîn zêdetir bi kuştinan derbas bû. Kurd, di serdema Şerê Cîhanê yê Duwem de jî li ser pîyan bûn. Komara Kurdî a Mahabadê di vê demê de derket meydanê. Di sala 1941ê de Îngiltereyê rojavayê Îranê û Yekîtîya Sovyetan jî bakurê wê dagîr kiribû. Komara Kurd a Mahabadê, li herêma di bin dagîrîya Sovyetan de bû hatibû damezirandin.

Piştî vî şerî jî yek ji mijarên herî girîng ew bû ku, li ser rêxistinbûyîneke navnetewî bê sekinandin. Aştîya di nava gelan de, bi dengekî hîn zêdetir dihate guftûgo kirin. Serketîyên Şerê Cîhanê yê Duwem; Amerîka, Îngiltere, Fransa, Yekîtîya Sovyetan û hwd, him di pêvajoya şer de û him jî piştî şer li ser vê mijarê gelek sekinîn. Neteweyên Yekbûyî (YN) di sala 1945ê de bi vî awayî hate damezirandin.

Lê mixabin kurd bi ser neketin ku dengê xwe bigihînin Neteweyên Yekbûyî jî. Ew dewletên ku Neteweyên Yekbûyî ava kiribûn jî hewcedarî pê nedîtin ku kurdan bêxin rojeva xwe û guh bidin daxwazên wan. Parçekirin û parvekirina Kurdistanê ya di salên 1920ê de rê li ber vê yekê girtibû.

Cemîyeta Neteweyan, qet dêhn û bala xwe nedabû ser kurd û daxwazên kurdan. Herdem berjewendîyên Brîtanyaya Mezin û Fransayê li ber çavan hatibûn girtin. Di salên 1920ê de Iraq, Urdun û Filîstin kolonîyên girêdayî Brîtanyaya Mezin; Sûrîye û Lubnan jî wek kolonîyên Fransayê hatibûn damezirandin. Di vê serdemê de, çima Kurdistan wek kolonîyek nehatibû damezirandin, pirseke watedar e. Ew kesên ku Cemîyeta Neteweyan ava kiribûn, dev ji Kurdistaneke serbixwe berdin, Kurdistaneke kolonî jî nefikirîn. Divê ev yek pirseke girîng be.

Di salên 1920ê di dema Neteweyên Yekbûyî de, du hêzên emperyal ên ku li cîhanê gotina wan pere dikir Brîtanyaya Mezin û Fransa bûn. Li Rojhilatê Navîn jî du dewletên xwedî kok, Împaratorîya Osmanî Komara Tirkiyê û Împaratorîya Îranê jî Şahîtîya Îranê afirandin. Ev her du hêz li ser Kurdistanê hêzên bandorker bûn. Van her çar hêzan bi awayekî organîze û bi hev re berê xwe dan kurd û Kurdistanê.

Van her çar hêzan, di nîvê sala 1929ê de bi hevre peyman çêkirin û xwestin kurdan di nav sînoran de bixeniqînin. Mebesta Pakta Sadabadê ku di sala 1937ê de hate damezirandin tam jî ev e. Afganistan jî xistin nav vê paktê, ku sedemê wê yê bingehîn hinek veşêrin.

Brîtanyaya Mezin, beriya Şerê Cîhanê yê Duwem xwe ji Iraqê paşve kişand û mafên xwe yên li ser Kurdistanê spart kolonîya xwe, Iraqê. Fransayê jî piştî Şerê Cîhanê yê Duwem, ji Sûrîyeya kolonîya xwe vekişîya û mafên xwe yên li ser Kurdistanê spart Sûrîyê. Ev dewirkirin wek dewra mafê mîrasê yê hiqûqa taybet pêk hat.

Piştî Şerê Cîhanê yê Duwem, ji hêla siyasî ve li dinyayê gelek guhertin pêk hatin. Wek mînak; berîya şer li Afrîkayê tenê du dewletên serbixwe hebûn; Habeşîstan û Lîberya. Îro ev hejmar gihîştiye 57ê. Piştî dawîya salên 1950 welatên kolonî/bindest azadîyên xwe bi dest xistin. Ev pêvajo, di salên 60 û 70yê de hîn bi lezûbez berdewam kir.

Miqabilî van hemû pêşveçûnan, li Kurdistanê ti tişt neguherî. Ew statukoya ku di serdema Cemîyeta Neteweyan de hatibû bi cih kirin ku statuyekê nedin kurdan bi heman şêwazî hate berdewam kirin. Herweha, di serdema Neteweyên Yekbûyî de jî ew statukoya li Rojhilatê Navîn ku li ser bêstatubûna kurdan hatibû ava kirin bi heman awayî domîya.

Pêwîst e ku meriv li ser bisekine û lê hûr bibe, ka gelo welatên rojavayî çima li dij kurdan bûn. Divê meriv ji welatên rojavayî ên wek Brîtanyaya Mezin, Fransa û Almanyayê van pirsan bike û li bersiva wan bigere, lewra ev yek girîng e.

Terora dewletê

Kurd, ev bû nêzîkî 30 salan e têkoşîna rizgarîyê didomînin. Tirkiye, vê tekoşînê wek "teror" bi nav dike. Vê meselê ji welatên ewropî re jî wusa dide nasîn. Ew dewletên ku girêdayî Konseya Ewropa û Yekîtîya Ewropayê ne jî, vê têkoşînê li gor daxwaza Tirkiyê wek "teror" dest nîşan dikin.

Li gor min, li cîhanê, ti têkoşîneke ku ji bo rizgarîya neteweyî tê meşandin, ne "terorîst" e. Têkoşînên ji bo rizgarîya neteweyî tên meşandin, nikarin bi têgîna "teror" ê bêne nirxandin. Gelek baş tê zanîn ku têkoşînên rizgarîya neteweyî, nirxên wek azadî û wekhevîyê diparêzin, li dij zordarî û bindestîyê ne. Lê welatên emperyal û mêtînger, ji bo ku bikaribin van têkoşînan têk bibin, metodên ‘’teror’ê bi kar anîne. Terora dewletê hîn zêdetir hilkişandine jor.

Tirkiye jî, ji bo ku bikaribe têkoşîna rizgarîya kurd têk bibe, metodên "terorê" bi awayekî zêde bi kar tîne. Terora dewletê her zêdetir û berbelav kirine. Bi rêya rêxistinên taybet ên wek Tîmên Taybet, JİTEM (Têkoşîna li dij Terorê ya Îstixbarata Jenderme) TUSHAD (Daîreya Hereketê û Stratejîyên Neteweyî yên Tirkiyê) terora dewletê her rapelandine jor û berbelav kirine.

Di şerê 30 salên dawî de bi hezaran gund hatine şewitandin û vala kirin, bi mîlyonan kurd ji cîh û warên xwe hatine veqetandin. Çavkanîyên bingehîn ên ku pê debara xwe dikirin; ên wek daristan, bax û baxçe hatine şewitandin. Ew kes û malbatên ku bi darê zorê ji wargehên xwe hatin veqetandin, mecbûr man ku li perên bajarên mezin di nav xizanîyê de jîyana xwe bidomînin. Li gundê te ax heye, av heye, bax û bostanên te hene û tu nikarî wan bi kar bînî, jê sûd wergirî. Lewra tu ji warê xwe hatî qewitandin. Di waroşên bajaran de jîyanek di nav xizanîyê de didomînî. Bêguman, ev yek pirsgirêkeke pir girîng a civakî ye.

Bi hezaran cînayetên ku wek "kiryar-nedîyar" tên bi lêv kirin hene. Îro bi awayekî vekirî derketiye meydanê ku kiryarê van kuştinan dewlet bi xwe ye.

Nêzîkî 2 hezar kurd, ji malên xwe, ji kargehên xwe, ji kolanan hatine revandin, bi îşkenceyan hatine tune kirin û bi îhtîmaleke mezin hatine kuştin hene, lê ti agahî di derbarê wan de nîne. Malbatên kurd, xwe negihandine termên wan û gorên van kesan jî nînin.

Hejmara ew kesên ku hatine revandin, bi îşkencê hatine kuştin; piştî demekê termên wan di binê piran, li kêleka rêyan, li qûntarên çîyayan û li neqebên gelîyan de hatine dîtin ji sê hezaran zêdetir e ku malbatên wan term û hestîyên wan dîtine.

Tê gotin ku hejmara cînayetên "kiryar-nedîyar" ên ku ji salên 1990ê ve dest pê kirine li derdora 17 hezarî ye.

Gelo dewleta ku ji bo kurdan dibêje, "hemwelatîyên min", "Birayên min" çawa karîye ewqas cînayetan li dar bixe? Dîsa tê zanîn ku ji van bûyeran yek ji wan jî nebûye mijara darizandinê, li ser ew dozên ku di bin zextan de hatine vekirin jî nehatiye sekinandin û bi demê re ev dosya hatine girtin.

Em roja 9ê mijdara 2005ê bînin bîra xwe. Di vê rojê de, 2 endamên JİTEMê li Şemzînanê bombe avêtibûn ‘Umut Kitabevi’. Bombe teqîyabû, di pirtûkxaneyê de xesareke mezin a diravî çêbûbû û rê li ber şewatekê vekiribû. Ew kesên ku bombe avêtibûn dikanê, li wê derê ji alîyê gel ve tavil hatibûn derdest kirin. Tîmên Taybet û endameke sêyemîn yê JİTEMê, ji ber ku van kesan ji destê girseya gel bifilitînin gule reşandibûn ser xelkê û di encama vê gulereşandinê de jî kesekî jîyana xwe ji dest dabû.

Qereqolê ew kesên ku hatibûn derdest kirin ji gel girtin û dûre birin di derîyê paşî yê qereqolê de serbest berdan. Bi saya helwêsteke bibiryar a kurdan, ev bûyer çû dadgehê û ev kes hatin girtin. Fermandarê Hêzên Bejayî yê wê demê, Orgeneral Yaşar Büyükanıt, ji bo van endamên JİTEMê ku bombe avêtibûn ‘Umut Kitabevi’, got, "Ez wan nas dikim, zarokên baş in. Hewcedarî bi girtina wan nîne." Di wê serdemê de, di çapemenîyê de li ser peyvên "zarokên baş" pir şirove hatin kirin.

Hate dîtin ku, ne Yekîtîya Ewropayê, ne Konseya Ewropayê û ne jî Amerîkayê qet reaksîyonek nişan nedan. Ew dewleta ku terorê her zêdetir dike û li ser sûc hatî girtin, qet nebe, nebû gunehkara şermezarîyekê jî.

Ew Ewropaya ku Srebrenica anîbû Dadgeha Ceza ya Navnetewî, li hember terora dewletê ya Tirkiyê piştgirîyeke mezin û bêsînor dide Tirkiyê. Li hemberî vê yekê, welatên ewropî ji Tirkiyê îhaleyan werdigirin. Tirkiye, îhaleyên xwe yên mezin, bi vî awayî bi kar tîne û ev yek ji xwe re kiriye polîtîkayek.

Di tîrmeha 1995ê de, li Srebrenicaya ku li rojhilatê Bosna-Hersekê cîh digre, derdora 8 hezar mêrên boşnak ên misilman, ji alîyê sirban ve hatibûn qetil kirin. Ew qatilên sirbî, niha li Dadgeha Ceza ya Navnetewî tên darizandin. Lê li hember kurdan, ji wan cînayetên ku li Srebrenicayê hatibûne kirin, gelek girantir cînayet hatibûne li dar xistin. Hejmara kurdên ku bi cînayetên ‘kiryar-nedîyar’ hatibûne qetil kirin, du qat ji hejmara wan kesên ku li Srebrenicayê hatibûne kuştin zêdetir e.

Di navbera salên 1985-1988ê de, li Bulgaristanê navên tirkan dikirin navên bulgarî û operasyonên bi vî rengî hebûn. Tirkiyê, him wek dewlet û him jî bi rêya dezgehên sîvîl ên civakî reaksîyoneke mezin nîşan dabû. Herweha xwest ku dewletên cîhanê û yên ewropî jî bi şermezarîyan tevlî vê pêvajoyê bike.

Hin dewletên ewropî û dezgehên wek Konseya Ewropayê, Yekîtîya Ewropayê û Rêxistina Hevkarîya Ewlekarîya Ewropayê jî Bulgaristan misêwa rexne û şermezar kirin.

Bulgaristanê, hîn di sala 1988ê de dev ji vê polîtîkayê berdabû. Mafên tirkan hîn wê demê nas kirin. Bulgaristan, niha endama Yekîtîya Ewropayê ye.

Lê li Tirkiyê, polîtîkayên nijad-perest û veqetînêr, li hember çand û zimanê kurdî bi awayekî sîstematîk didomin. Dema kurd dixwazin navên kurdî li hin park û dezgehên çandî bikin, wê demê tîpên alfabeya kurdî ên wek; x, q, w dikin bahane û ji ber ku ev tîp di alfabeya tirkî de nînin, bi destê walîyan ev biryar têne îptal kirin. Halbokî, ji bo van navan biryarên meclisên şaredarîyê hene. Hebûna walî û qeymeqama, tê wateya qedexekirina kurdan û kurdî.

Helwêstnîşannedana Ewropayê û dezgehên wê ya li hember van peyikandinên nijadperest; şûna ku wan rexne bikin, piştgirîdayîna bêsînor a terora dewletê, ne tenê antî-demokratîk e, herweha ne exlaqî ye jî.

Rihê dezgehên navnetewî

Mebesta hebûna dezgehên wek Neteweyên Yekbûyî, Konsya Ewropayê, Yekîtîya Ewropayê û Rêxistina Hevkarîya Ewlekarîyê ya Ewropayê ew e ku, demokrasîyê, azadîyan û aştîyê pêşve bibin û bidin bi cih kirin. Lê ew polîtîkayên ku li hember kurdan tên peyikandin, li dij rihê dezgehên navnetewî ne. Divê ev dezgehên navnetewî vê yekê bizanibin.

Tirkiye, divê kurdên Sûrîyê nas bike!

Ew nêrîn û helwêsta ku gelê tirk li hember pirsgirêka kurd û Kurdistanê nîşan dide ji alîyê dewletê ve tê tayîn kirin. Dewlet, hikûmet û serokwezîr şekil dide nêrîn û helwêsta gelê tirk.

Devlet, hikûmet, serokkomar, serokwezîr û rayedarên din, dibêjin ku 'kurd û tirk hezar sal in bira ne, PKK û BDP dixwaze vê biratîya hezar salan xirab bike'. Dibêjin ku, 'PKK û BDP esil zerarê didin kurdan.' Piranîya kurdên ku rayên xwe didin AKPê jî, bawerî bi van gotinên dewlet, hikûmet û rayedaran tînin, piştgirîyê didin wan.

Halbukî rastîyeke ku tê zanîn, kurd, li hember polîtîkayên înkar û îmhayê ve rûbirû ne. Lê ji ber ku vê peyikandin û polîtîkayê bikaribin veşêrin û kurdan bixapînin, hewl didin ku, bi uslûbeke însanî derkevin pêş gel. Wek mînak; serokwezîr Recep Tayyip Erdoğan, misêwa gotinên Yunus Emre yên, "Ez hez ji afirandîyan dikim, ji ber afirînêr" bi lêv dike.

Ji ber ku bawerîya gelê kurd a îslamî xurt e, wan bi vî awayî bixe bin bandora xwe û wan bi dilsozîya xwe qanî bike, van gotinan dibêje. Herweha yek ji gotinên rayedarên dewletê ku herî zêde bi kar tînin jî ev e: "Kurd û tirk bira ne, ev welat bi şer û bi hev re ava kirine." Bi van gotinan mebest ew e ku, di kurdan de ramaneke weha çêbibe: Em kurd û tirk bira ne û em dikarin di van mercan de bi tirkan re wek bira bijîn.

Lê belê ev propogandaya dewletê ji bo wê yekê tê kirin da ku kurd nikaribin bi awayekî tendûrist bifikirin. Êdî herkes dizane ku li Tirkiyê, Îranê, Iraqê û li Sûrîyê kurd xwedî nifûseke mezin in. Kurdên Iraqê, herçiqas Tirkiye, Îran, Iraq û Sûrîye astengî jî derxistibûn, ev bû nêzîkî 10 salan e, ne tam be jî azadîyên xwe bi dest xistine.

Tirkiyê, li hember vê yekê gelek li ber xwe daye. Niha jî PKK an jî PYDê bahane dike û bi awayekî tund li hember têkoşîna rizgarîya kurdan a li Sûrîyê derdikeve û ji bo ku kurd bi sernekevin, serî li her rêyê dide. Mesela, wusa dike ku KNS kurdan tehdît bike. Xuya ye ku KNS ji şerê navxweyî yê li Sûrîyê serketî derkeve, dê bi manîpulasyon û piştgirîya Tirkiyê berê xwe bide kurdan.

Baş e, sedemê vê neyartîya li hember gelê kurd çi ye? Gelo sedem PKK an jî PYD ye? Di van demên dawî de serokwezîr gelek caran anî ziman ku, ew ê çavê xwe ji wê yekê re negrin, ku PKK an jî PYD li Sûrîyê qadên azad bi dest bixin. Heger sedem PKK an jî PYD be, wê demê gelo çima Komara Tirkiyê mafê gelê kurd ku xwedêgiravî wek bira dibîne, li her derê naparêze?

Wezîrê Derve yê Tirk Ahmet Davutoğlu, di 1ê tebaxa 2012ê de çû Hewlêrê. Çima? Ji bo ku bikaribe tevgera azadîyê ya gelê kurd a li Sûrîyê bixeniqîne û ji Barzanî piştgirîyê bigre. Ev çavtirsandinek bû. Di 2yê tebaxa 2012ê de jî serdana Kerkûkê kir. Tevî sloganên "Kerkûk tirk e û dê tirk bîmîne" nîşan da ku, ji bo tirkayetîya Kerkûkê çiqas hesas e û vê yekê bi gotinên nijadperest anî ziman. Baş e, gelo çima carek be jî van hestan li hember gelê kurd ku wek bira bi nav dikin nîşan nadin? Çima ji bo mafê kurdan ên li Sûrîyê qet daxuyanîyeke biçûk jî nadin? Çima gelo şûna PKK û PYDê, Komara Tirkiyê mafê gelê kurd yê li Sûrîyê naparêze? Ji sala 1962yê ve li Sûrîyê nêzîkî sê sed hezar kurd bê nasname û ji hemû mafên xwe mehrûm dijîn. Dewleta tirk, çima mafê gelê kurd ê bira qet bi lêv nekir?

Wek encam, divê kurdên AKPyî wê polîtîkaya dewletê ya him zirav û him jî vekirî, him veşartî û him jî li ser neyartîya gelê kurd tê peyikandin bibînin. Heger ev kes vê yekê nebînin, dê bibe sedem ku kurd hîn derengtir mafên xwe bi dest bixin. Divê dewleta tirk di demeke zûtirîn de dev ji neyartîya kurdan berde. Lewra, heger ev neyartîya vekirî-veşartî çiqas bidome, ji bilî ku li rûpelên şermê yên dîroka xwe hin rûpelên din zêdetir bikin, dê ti qezenceke din a vê yekê tunebe. Divê dewlet di demeke zûtirîn de dawî li vê neyartîya vekirî-veşartî ya li dij gelê kurd bi dawî bîne, di nav welatên demokratîk, pêşketî û bi xîret ên cîhanê de cihê xwe bigre

Tirkiye, weke ku Rêveberîya Herêmî ya Kurdistanê nas kir, divê vesazî û dezgehîbûna kurdên li Sûrîyê jî binase. Ji ber vê yekê jî, pêwîstî pê heye ku bi kurdên xwe re jî têkilîyên germ girêbide û pêşve bibe. Tirkiye, divê dev ji quretî û pozbilindîyê berde; rê û rêbazan bibîne da ku bi kurdan re danûstandinan pêk bîne û bi wan re biaxife.

Wergera ji tirkî: Yado Ciwan