Li Sûrîyeyê rojên dijwar

"Guleyan tirs kuşt"
Translator

Pevçûnên navbera sunî û elewiyan li Humisê tengezariyên olî û rîskên şerekî navxweyî raxistin pêş çavan. Li gel vê yekê jî, piraniya xwepêşandanan rê nadin van tiştan û demokrasiyê dixwazin. Desthilat piştrast dike ku ew reformên kûr dixwaze lê belê îtîbara wê ji ber dijwariya zextan pir daketiye.

Hema ne Sûrîye hemû ye. Ev bajarê ku pênc sed hezar niştecîyên wî hene, ji serxwebûna 1946ê heta niha serî dananîye, piştî serîhildana Birayên Misilman a di 1982yê de di bin bomban de pelixî, ji wê demê de vederkirî, ji dema serîhildanên di adarê de bûye navenda bala giştî. Serokwezîrê tirk Recep Tayyip Erdogan ji bo tevkujîyeke weke ya 1982yê dubare nebe çavê xwe ji Şamê naniqîne. Hemî medyayên navneteweyî li pey paşgotinên ku qet nayên hişê mirov dibezin –û bêyî ku piştrast bikin, li ser vî bajarê ku bûye sembol radighînin û belav dikin.

Gîhaştina bajarê ku bi 200 kîlometreyan dûrî Şamê ye û li bakurê wê dikeve, bi otorîyeke baş parastî û lêxwedîderketî, ji texmîna me hîn jî hêsantir bû. Nuqteyeke bitenê ya kontrolê ya artêşê ketina bajarê diparêze. Li taxên derûdorê, nîvduzîne zirxpoş li ser piyarêyan veşartî ne.

Hama vala bûye. Çend taksî bi malbatên ku bajar bi cî dihiştin, barkirî ne. Tirimbêla me diviya wek yên pêşbazîyê di navbera astengên li serê her riyekê kom bûbûn de biçûna û bihatana: Kevirên piyarêkan, gulîyên daran, baqoqên keviran, gelaş... Li vir, otobusek şewitîye; li wê, skeleta erebeyekê. Ev barîkadên jihevdeketî bi mebesta astengkirina ketineke nepayî ya hêzên artêşê ya nav vî bajarê "azadkirî" hatine çê kirin. Li ser rûyê nivînan sloganên bikurtebirî hatine nivîsîn diqîrin: "Gel doza hilweşîna rejîmê dike!", "Dê 1982 dubare nebe!" û hwd.

Tirimbêla me hate rawestandin û divê em derdê xwe ji xortên ku derbasbûnê kontrol dikin re bêjin. Yek ji wan xwe digihîne me ji bo ku di labîrentên kolan û kolanokan de rêberîya me bike û astengên li pêşîya me bide alî. Rawesta yekê: Em dan rûniştin, li dora me kom bûn, bersiva pirsên me didin. Bi dehan mirov dikevin nav xeberdanê, pirsan ji me dikin. Hin ji wan wêneyên ’’şehîdan’’ (yê birayekî, pismamekî, dostekî) tînin an jî sehneyên li ser telefonên xwe tomarkirî nîşan didin; zehmet e ku dilê mirov xwe li hin ji wan ragire –mêjîyê belavkirî, serîyê pelixandî... Li gor mirovekî wêneyek du termên ji alîyê tankekê ve pelçiqî nîşan dide. Lê yê tenîşta wî dibêje: "Na, na, ji alîyê tirimbêleke mezin ve: Li şopa wê binêrin".

Gel doza hilweşîna rejîmê dike!

Gelo çima rê vala ne? Ji xeynî rojên xwepêşandanan, ango roja înê, her kes li mala xwe rûdinê, kesek ji hundir dernakeve. Ji bo mêran, dora nobetê heye, hinek bi şevê radizên, hinek bi rojê. Ji jinan, weke gelek niştecîyên ku ji dubarebûneke wek ya 1982yê ditirsin, hinan malên xwe bi cî hiştine, çûne. Û ev otobusa şewitî çi ye? "hêzên asayişê agir pê xistine û dixwazin berpirsiyarîya wê bixin stûyê me. Îdia dikin ku em dixwazin mîrekîyeke îslamî ava bikin; ji bo me tawanbar bikin li riyekê digerin ku çekan di mizgevtan de veşêrin".

"Şoreşa me silmî [aşitî] ye": Çeka herî baş ya xwepêşanderan, ji Misrê heta Bahreynê û ji wê jî heta bigihê Yemenê ew e. Ger ev darê qeşmerîyê jî nebûna, tu kesekî ku em li wan rast hatin ne çekdar bû. Herçend li hin herêmên din, komên çekdar ên neheqîyê dikin, ji alî "şervanên ereb" ên ji Libnanê yan Iraqê ve hatî, yan ji ber kîna herêmî ya li dijî zabit û leşkeran tê zanîn, bên teqwîye kirin jî, tiştên wiha zêde naqewimin. Belavokeke ku di 1ê hezîranê de li Hamayê hatiye belav kirin, talîmatên deqîq dide xwepêşanderan: Xwe ji her cûre tevlîhevîyê biparêzin; rêza avayîyên giştî bigirin; xwe ragirin, çêrî hêzên asayişê mekin û wan tehrîk mekin. "Em li dijî zilm û zorê derdikevin, em naxwazin zilm û zorê li kesî bikin".

Kî ne kesên ku li dora me kom bûne? Yek xwedî dîploma fîlozofîyê, yê din doktor û yê sêyê jî endazyar e. Hemî jî piştrast dikin ku hatina rejimeke "medenî" dixwazin û berîya her tiştî, dawîlêanîna kêyfiyetê û heqaretê, herwiha jî rêza heysiyet û rûmeta (kerema) xwe dixwazin. "Dikarin her tiştê me ji me bistînin, lê kerema me na". Tecrûbeya girtinan, li gel para miameleya nebaş û êşkencê, bîranîneke trawmatîzeker li pey xwe hiştiye. Yek ji wan diqîre, "me biryara xwe daye ku em ê careke din piyê xwe navêjin zindanê. Li ber me bitenê tercîha di navbera goristanê û azadîyê de maye". Bi sedan zindanîyên siyasî li Hemayê hene, jimara wan a seranserê welatî di navbera deh ta panzdeh hezaran de ye. Tevî ku gotûbêja me ya dûvdirêj berdewam dikir jî, du xortan ji dil û rizaya xwe ji kolanan gelaş berhev dikirin.

Yek ji berpirsan hinekî şahidî û gilîyên pir ên di ser hev re difirîyan, rêkûpêk kir, xiste rêze; ew li vir, ji destpêka rûdanên li Suriyê li pey tevgera bûyeran e. Hîn jî ji ber xeyaleta 1982yê tevizî û behitiye, berîya ku xwe bigihîne tevgerê, Hamayê gelekî wextê wî stend. Di dawîya nîsanê de, xwepêşandanên destpêkê, mirinên pêşîn; lê dîsa jî ji bo wî gotûbêj mimkun e. "Delegasyonek ji bajêr, di 11ê gulanê de, bi serok Bişar Esed re hevdîtinek pêk anî. Wî soz da me ku dê berpirsên kuştinan bên dadgeh kirin û dê artêş nekeve nav bajêr. Lê piştî wê, bûyera 3yê hezîranê pêk hat".

Ji ber germîyeke li dora 45 derecan, em li ber siyekê rûniştine, li şahidîyên, ku carinan di kitekitan de ji hev cihê dibin, lê di bingehê xwe de dîsa digihin hev guhdarî dikin. Di 3yê hezîranê de, "roja zarokên azadîyê", bi hezaran xwepêşanderên aşitîxwaz dadikevin kolanê, çekên wan kulîlk in ku dixwazin diyarî leşker û zabitan bikin. Gule bersiva kulîlkan didin. Di navbera 150 û 230ê de kuştî tên jimartin. "Tevî vê jî, mixetabê me gotina xwe didomîne, piştî sê rojan me qebûl kir ku em serok bîbînin. Careke din soz da me ku dê tawanbaran ceza bike û berpirsê hêzên serkutkirinê, Muhamed Muflih, ji bo lêpirsîne vexwend Şamê".

Vegotinên kîndar ên ji aliyê pêşengan ve hatine berteref kirin

Piştî vê bûyerê, bi vekişiyana hêzên çekdar kurtedemek aram derbas bû. Heta xwepêşandana pir mezin a îna 1ê tîrmehê –heyştsed hezar, li gor hin medyayan (car û nîvekê li jimara nifûsa bajêr!), bêgûman ya rastir dused hezar e; li gor îfadeya rojnamevanekî nêzîkî desthilatê jimara xwepêşanderan heftê hezar bû. Rejim şerpeze bû, walîyê alîgirê îdareyeke aşitîyane Ahmed Ebdilezîz ji kar avêt, û li şûna wî piştî ku ew terfî kir zabitê eskerî Muflih wezîfedar kir. Gava ku 4ê tîrmehê roja duşemê û 5ê wê, roja sêşemê, hêzên asayîşê xwestin bikevin nav bajêr, bi dehan mirov girtin û çar ji wan kuştin, her kes li benda êrişeke giştî bû. "Me ew bi şûn de vegerandin. Di 7ê tîrmehê de, hatina balyozên amerîkî û fransî jî alîkarîya me kir ku em lîstika wan xera bikin". Êdî bawerîya me nema bi rejimê tê. "Serok, du caran di axavtinên xwe de, piştrastkir ku artêş dê guleyan bera xelkê nede. Walîyê bi tenê yê ku fermanên wî cîbicî dikir, ji kar hate avêtin! Ji niha û pê ve, em hilweşina rejimê dixwazin".

Çariyaneke din, hevdîtinên din, bi heman çîrokên erjeng ku pirçûnekan bi canê mirov dixin, heman banga ku rayagiştî ya navneteweyî ji binî ve dihejîne –û heman reda her cûre midaxeleya eskerî ya bîyanî–, heman mêvanperwerî: Em zûka ji ser tabûreyên xwe radibin ku li ser qoltixên xwe bi cîh bibin, vexwarinê, sandewîçan û heta kulîlkan pêşkêşî me dikin. "Em ne salafîstên tûnd û tuj in, yek ji mêvandarê me dibêje, em alîgirên îslameke "tam di nîvî de" ne".

Helbet, bajar pir mihafezekar e, lê em piştrast dikin ku em vekirî ne, bi taybetî jî beramber hindikahîya xiristîyan. "Em weke tilîyên yek destî bitenê ne". Xiristîyanekî şifêrê kamyonê dibêje: "Xortên ku hûn dibînin weke zarokên min in, ew ji min re dibêjin apo". Lê helwêsta hîyerarşîyê piştgirîya birêvebiran dikin? "Mirovên dîndar li ser tiştên dînî xwedî otorîte ne, ne li ser siyasetê. Di malbata min de gelek meylên siyasî yên cihê bi hev re dijîn û ev ne karê dêrê ye ku vê pirsê çareser bike".

Ev nêrin hinekî jî saf û utopîk e; gotarên kîndar weke darê bin ebê li navê diçin û tên, bi taybetî jî li dijî elewîyan (piranîya birêvebiran ji hindikahîya mezhebê şiî derketine), lê ew bi belavokên koordînasyonê hatine îxbar kirin, li vir ji wan re, tensîqiyat dibêjin.

Roja berê, li taxa xiristîyanan Bab Tûma ya li Şamê, ji bo piştgirîya serok Bişar Esed bi hezaran kes li dora sahneyekê û komeke muzîkê civiyan. Gelek xort, keç û law tevlîhev, tîşortên resmê wî li ser, alaya sûrî li xwe pêçayî distiran, govend digirtin û diqîriyan. Xiristîyanên, ku bi sed hezaran hevayînên xwe yên iraqî ku xwe avêtin bextê Sûrîyeyê dîtin, ji siberoja xwe tirsiyan. Flamayeke ji alî mirovekî karmend ve hatibû dîyarî kirin, "derewên El-Cezîre, El-Erebîye û hevkarên wan" rûreş dikir. Ev her du kanalên ezmanî ku yek ji alîyê Qeterê ve û ya din jî ji alîyê Erebistana Siûdî ve tên fînanse kirin, bi belavkirina nûçeyên alîgir, nepiştrastkirî û xwe kirina aletê hilweşandina rejimê tên tawanbar kirin. Ev nêrîn bi tevayî ne şaş e, lê rêlibergirtina agahdarîyê ya ku Şamê li ser rojnamevanên bîyanî ferz kiriye, belavbûna hemî kurtepistan hêsan dike. Rejimê heta rojnameya libnanî El-Exbar qedexe kiriye, ku wê her dem piştgirîya Şamê û Hizbûlahê li hember Îsraîlê dikir, lê wê kuştin rûreş dikirin.

Pêşîya Gara Hîcazê tîne bîra mirov ku, di 1908ê de, Împaratorîya Osmanî xeteke riya hesinî di navbera Şam û Medîneyê de ava kiriye. Li pêşîya vê avahîyê, bihezaran kes seredana balyozê amerîkî ya Hamayê, midaxeleya rojavayîyan a karê navxwe yê Sûrîyeyê protesto dikin. Vê roja bêhnvedanê, ev xort ne karmend, ne jî xwendekarên ku ji bo xwepeşandanê zor li wan hatibe kirin in. Her çend ji hev belav bibin jî, lê xwiya ye dîsa jî piştgirên rejimê hene (1): Beşek ji hindikahîyan; burjuwa, sunîyên ku bi dehan salan bi saya rêlibervekirina aborî dewlemend bûne jî di nav de, ditirsin ku desthilat bikeve destê îslamîyan. Heta niha, ne Şamê (ku xwepêşandan bêtir li taxên dorûberên wê pir dibin), ne jî Helebê birastî xwe tev dane. Bi awayekî paradoksî, herêmên hejar in, ku mirov li wan seferber dibin: Dera yek ji wan e, –Partîya Baas a li ser desthilatê hêza xwe di salên 1960 û 1970yê de ji herêmên weke wê digirt– ku ji ber îhmalkarîya deh salên dawîn rabû ser piryan.

Şam hatiye guhertin. Bi sedan dezgeh li ser peyarêkan bi cîh bûne, û kesek newêre wan ji cîyên wan rake, tirimbêl bi xîj û xar derbas dibin, sînorê bezê derbas dikin; avayî bêdestûr bilind dibin. Polîs ji xwe re karê din dike û ji ber tirsa ku dê heq û hiqûq nemîne –kampanyayeke reklamê gazî hevwelatîyan dike: "Çi Mezin û çi biçûk, ez rêza qanûnê digrim" "çi xweşbîn û çi reşbîn, ez rêza qanûnê digrim".

Yek ji mixetabên me dibêje: "Guleyan tirs kuşt". Êvara "roja giran", bêyî ku ji kesên li dora xwe fikarê bikin, şeş heft mixalif li dora maseyekê dicivin û xeber didin. Her yek ji wan dizane ku sibê dikarin bên girtin, lê her weke partîyên qedexekirî, êdî rewşenbîr jî bêtirs û serbest tevdigerin. Gelo divê ku mirov beşdarî gotûbêja neteweyî ya ku dê sibê dest pê bike û biryara wê ji alî hikûmetê ve hatiye dayin, bibe? Piranîya wan bi awayekî vekirî li dij in, lê yek ji wan dixwaze beşdar bibe, "ji bo dengê xwe bighînim wan". Yekî din dipirse; "Heke di fiîliyatê de tiştek neguhere, gotûbêja li ser qanûna nû dê bi kêrî çi bê? Gelo bi rastî jî pêdivî bi mewzûatekeke nû heye, ku ji niha ve, rê bide tevgera azad a partîyan an ji kesên serbixwe bixwazin ku yek ji her sê rojnameyên "fermî" bi rê ve bibin?" (2) Yê sêyem pirsa efûyê tîne rojevê: "Ez hatim zindan kirin, tevî qanûna yekê ya efûyê û tevî ku tawanbarîya min a serekî dana daxuyanîyekê ji bo televizyoneke bîyanî bû jî, ez nehatim berdan. Destûr êşkencê qedexe dike, lê tevî vê jî bi awayekî giştî û rojane êşkence tê kirin".

"Kolan" hêmana esasî ya şoreşa me ye

Gotûbêja neteweyî ya ku ji alî hemî mixalefetê ve hatibû boykot kirin, bi awayekî zindî ji alî televizyona dewletê ve hate weşandin. Cara yekê bû ku di televizyona fermî de, sûrîyeyîyan didît gelek kes gilîyê "tercîhên ewlekarîyê", û ji bo suistimalkirina vatinîyên xwe gilîyê polîs û milîsên Şabîha dikin, ku ya dawîn bi piranî ji tawanbaran pêk tê û tirsê dixin dilê xelkê. Rejim bi îdiaya komployeke bîyanî, dixwaze xwe pak bike. Heke mirov ne saf be, dê zanibe ku lawazkirin an jî hilweşandina rejimê yek ji armancên Dewletên Yekbûyî, Îsraîl, Erebîstana Siûdî û hêzên rastgir ên Libnanê ye jî. (3) Lê krîz berî ya giştî ya navxweyî ye û çareserîyeke navxweyî dixwaze.

Ji bo Michel Kilo, mixalifê demeke dirêj ê ku gelek salên xwe di zindanê de derbas kirine, derbasbûnek xwe li ser me ferz dike, ku bitenê dikare bi du mercan dest pê bike: "Rawestandina pêkutîyê bi awayekî fiîlî, beşdarîya kolanê, koordînasyonên ku li her taxekê û bajarekî berxwedanê bi rêk dixin. Kolan aktora rasteqîn a şoreşa me ye, lê partîyên mixalefetê yan kesayetî êdî nema nûnerayetîya xelkê dikin".

Ka em niha gazî Ferîdayê bikin. Ew hîn ciwan e, xwedî dîplome ye jî, tevî vê jî hinekî esebî ye –polîs lê digere–, lê hêvîya wê ji siberojê heye. Ew beşdarî birêvebirîya giştî ya koordînasyonan dibe, ku helwêst û kiryarên xwe bi hev re, bi saya Înternetê organîze dikin. "Em naxwazin bibine partîyeke siyasî. Rola me ew e ku em li qada têkoşînê amade bin, sloganan û nêrînan bikin yek, xebata agahdarîyê pêş bixin. Em bi xebata bi hev re, ji pêşhukman wê de hîn dibin ku hev nas bikin. Her kes bi awayekî metirsî hêvîyên xwe rave dike. Yek ji birayên misilman, yek laîk, yekî din neteweperestê ereb e, lê hemî jî heman tiştî dixwazin: Dewleteke sîvîl. Û hemî jî, şidetê red dikin". Xanim axaftina xwe wiha bidawî tîne: "Meha tebaxê, remezan e, meha herî pîroz e ji bo misilmanan. Û bi dirêjîya vê mehê, her êvar diayên giştî hene, her roj dê bibe în".

Çavkanî

Alain Gresh:
Peyamnêrê Le Monde diplomatique

  1. Şirovekirina herî baş a krîza Sûrîyeyê û aktorên wê yên cuda di du raporan de ku, di tîrmeha 2011ê de, ji alîyê Koma Krîzê ya Navneteweyî ve hatiye çap kirin, digihin hev "The Syrian people’s slow motion revolution" et "The Syrian regime’s slow-motion suicide", http://www.crisisgroup.org
  2. El-Baas, rojnameya partîya Baasê, rojnameya Tişrîn ya hikûmetê ye û El-Sewre. Rojnameyeke din, El-Weten, ya Ramî Mexlûf, pismamê serok, yek ji merivên herî dewlemend û herî kîndar ê welêt e
  3. Bi awayekî paradoks, partîyeke rastgir a xiristîyan metirsîya gelek xiristîyanên suriyeyî par vedike û êrişkirina ser rejima Şamê red dike

Wergera ji fransî: Yaqûb Karademîr