Li Tîmor-Leste jinûveavakirineke hesas

Pêvajoyên hilbijartinan li welatekî brîndar
Translator

Piştî gelek tevlîhevî û kefteleftê, Tîmor-Leste ber bi demokrasiyê ve gavan diavêje. Welatê ku sûd ji alîkariyên Neteweyên Yekbûyî girtin, tevî ku beşeke mezin jê hat hebakirin jî, êdî dikare hatina ji petrolê bi kar bîne. Di encama hilbijartinên giştî yên 7ê tîrmehê de Dili divê dest bi qonaxeke nû bike, tevî ku sê çaryekên şeniyên welêt li gundan di nava şert û mercên zehmet de dijîn.

Welatê Tîmor-Leste weke welatekî "biqasî nokekê piçûk" (1) were terîfkirin jî, ew dîsa ji Lubnan yan jî Jamaîkayê mezintir e û serjimara wê (1.2 milyon) biqasî ya Qibris yan jî ya Estonyayê gelek e. Fikreke din a sabît jî di mijara aborîyê de heye, lewre tevî ku salê milyarek dolarî ji hilberîn û firotina petrol û gaza xwezayî bi dest dixe jî, ew bi piranî weke "welatê herî xizan ê Asyayê" tê nasîn. Heta ku sala 2011ê pêşniyaz kir ku beşekê ji deynê Portekîzê bikire…

Meha Nîsanê welêt hilbijartina sêyem a serokkomarîyê li dar xist. Di dema serxwebûnê de, di sala 2002ê de, birêz Xanana Gusmão serokê berxwedana neteweyî ku jê re digotin «Nelson Mandela yê Tîmora rojhilat» û îro serokwezîr e, hingê bûbû serokkomar. Piştî José Ramos-Horta (sala 1996ê Xelata Nobelê ya Aştîyê wergirt), kevnegerîla José Maria de Vasconcelos ku bi navê Taur Matan Ruak dihat nasîn di hilbijartinên sala 2007ê de ji % 61ê dengan bi dest xist û bi ser ket. Reqîbê wî Francisco Guterres bû ku bi navê Lú-Olo dihat nasîn, namzedê Bereya Şoreşger a Tîmor-Leste ya serbixwe bû. Ew jî partîya serxwebûnê bû.

Li vî welatê ku ji ber şerekî navxweyî sala 1975ê kavilbûyî, piştre jî bîst û pênc salan di bin dagirkerîya Endonezyayê de ma, pirengîya siyasî heqê xwe bi dest xist: di dewra yekem ya hilbijartinan de 4 namzedan ji % 17ê bêhtir deng bi dest xistin. Lê belê rola serokkomar bêhtir a nunêrîyê ye; ya ku biryaran dide parleman e. Lewra hilbijartinên giştî yên 7ê hezîranê girîng bûn. Herçiqasî namzedê bi navê Gusmão, ku endamê Kongreya Neteweyî ya Jinûve Avakirina Tîmorê (KNAT) ye, li pêş xuya bike jî, mirov nikare misoger bike ku wê partîyek bi tenê karibe piraniya dengan bi dest bixe.

Wêranîya encama dagirkirinê û siyaseta şewitandina erdên vî welatî ya ku arteşa Endonezyayê û mîlîsên wê piştî referandûma serxwebûnê ya 1999ê dimeşandin, hê jî didome. Ji xwe dema derbasbûnê ku heta gulana 2002ê ji alîyê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (RNY) ve hatibû birêvebirin û weke serketinekê dihat terîfkirin, êdî bûye mijara rexneyan. (2) Ji dawîya 1999ê heta destpêka 2006ê, 2 milyar dolar weke alîkarîyeke navneteweyî ji Tîmor-Leste re hat şandin, lê ji % 80yê vê hejmarê li derveyî welatê Tîmorê hat bikaranîn, nexasim ji bo fînansekirina leşkerên RNYyê. Ji % 15ê wê jî, ji "pisporên"biyanî re hatin veqetandin ên ku hatinîya wan a salê dikaribû ji 400 000 dolarî bibihure (3), bêyî ku ew karibin kadroyên hêremî perwerde bikin. Sedema wê jî bêkêrîya wan di warê zimannasîyê û di warê fêmkirina çarçoveya herêmê de bû. (4)

Bi ser de jî yekem plana pêşvebirinê ku di sala 2002ê de, li gorî pêşniyarên van pisporan hatibû amadekirin, daxwazên neolîberalan dubare dikirin: taybetîkirina aborîyê, vekirina wê li veberhênanên ji derveyî welêt, xurtkirina sektora fînansê, hêsankirina karûbarên îdarî, handana hêzeke kar a "bi dîsîplîn bûyî" (5)…hin kadroyên RNYyê êdî li xwe mikur tên ku ev tedbîr ne li gorî pêdivîya welêt bûn û bûne sedema gurbûna nerazîbûnê  tevî ku meaş û alikarîyên aborî ku soza wan hatibû dayîn nehatin razandin, di sektora taybet de û herweha di ya dewlêtê de kêm derfetên kar hatin afirandin. Li welatekî wêranbûyî ku hêvîyên mezin ji serxwebûnê dikirin, ev bibinketin bû sedema derketina holê ya krîzeke siyasî. Krîza siyasî bi komkirina îmzeyan ji alîyê beşeke arteşê ve ku bi eslê xwe ji rojavayê welêt bûn, destpêkir. Li gorî leşkerên ku bi eslê xwe ji rojhilatê welêt in, wan xwe weke mexdûrên newekhevîyê hîs dikir. Ev alozî bi gewde bû, li welêt belav bû û desthilatî neçar kir ku di nîsana 2006ê de bang li hêzên navneteweyî bike daku vegerin Tîmorê. Ev alozî di sibata 2008ê de, piştî cot-darbeya biserneketî bi dawî bû; grûba îmze kom dikirin ev cot-darbe li dijî serokkomar Ramos-Horta û serokwezir Gusmão pêkanîbû.

Ber bi aşbûneke bi Îndonezyayê re

Vê rewşê kir ku di sala 2011ê de, enstîtuya amerîkî The Fund for Peace welatê Tîmor-Leste bixe lîsteya xwe ya welatên binketî (Failed States), Tîmor-Leste piştî Koreya Bakur (6) di rêza 23yê de cîh digire lêbelê tu eleqeya wê bi Koreyê re tuneye. Ew ne tenê welatekî xwedî pirhejmara partîyan e, bi ser de jî jin ji % 32yê parlemana wê pêktînin, ev rewşeke ku ji piraniya welatên cîhanê baştir e. Di navbera 1999 û 2010ê de dirêjîya temenê navînî ku 56 sal bû, gihişt 62,5 salan û rejêya xwendebûnê ya ji % 40 bû, bû ji % 50. Hilberandina Hundir a Nesafî (HHN) ya ku serê şexs 330 dolar bû gihişt 5300 dolarî. Li gorî statîstîkên navneteweyî ji sedî 40 heta ji sedî 50yê welatiyên wê di bin sînorê xizanîyê de dijîn, lê mirov dikare bi hêsanî li ber vê hejmarê rabe, lewra ji ¾ welatîyên wê debara xwe bi awayê cotkarîyeke bê pere dikin ku têrî wan dike. Bi ser de jî, dewlet hewl dide bi subvansiyonan piştigirtiyê bide hilberandina berhemên bingehîn, perwerde û tendûrûstiyê, nexasim bi saya dibistana belaş û bi avakirina şebekeyeke dîspanseran [cihê mirov dikare belaş muayene bibe, tedavî bibe û aşî bibe; nota wergêr].

Gihiştina armancê zehmet e, lewra hejmara welatîyên wê di sala 2050yê de wê bêhtirî du qatan zêdetir bibe. Hukûmeta Gusmão di sala 2011ê de planeke bipêşketinê ku divê di sala 2030ê de bi dawî bibe, da destpêkirin da ku karibe li hemberî vê guhertina mezin piştrast bisekine. Bi saya hatinîya ji petrolê, fonek hat avakirin ku di sala 2012ê de bi qasî 10 milyar dolar berhev kirin. Lebelê rezervên petrolê yên tesbîtkirî biqasî 40 salan emrê wan heye, ev jî dibe sedema pêdivîya bi cihêrengkirina aborîyê ku heta niha ji sedî 90ê xwe dispêre petrol û gaza xwezayî. Tevî ku çavkanîyên wê bala Awustralya û ya Çînê dikşînin jî, da ku ku bigihîje vê armancê, wê lazim be welat xwe di nav aborîya cihanê de bi cîh bike.

Tevî ku dagirkerê kevin yê Tîmorê li ciddîyeta jirêderketinên xwe mikur nehat û rêxistinên navneteweyî hê jî daxwaza xwe ya avakirina dadgeheke navneteweyî didomînin, têkîliyên wê bi Endonezyayê re aş bûne. (7) Komisiyoneke bi navê "ya rastî û dostanîyê" di sala 2008ê de ev têkîlî aş kirin. Piştgirtiya ku Îndonezya dide daxwaza Tîmor-Leste ya endametiya Rêxistina Welatên Asyaya Başûr-Rojhilat (Asean) û tevlîbûna serokkomarên Endonezyayê û Portekîzê li bîranîna dehem salvegera serxwebûna Timorê, nîşanên erênî ne.

---
Frédéric Durand: Dersdar e li Zanîngeha Toulouse-Le Mirail, endamê Enstîtuya Lêkolînên Asyayî, nivîskarê Timor-Leste, premier Etat du 3 e millénaire / Tîmor-Leste, yekem dewleta hezarsala sêyem, Belin, coll. "Asie plurielle", Parîs, 2011.

1 AFP, 16 nîsana 2012ê.

2 Geoffrey Gunn û Reyko Huang, New Nation : United Nations Peace-Building in East Timor / Neteweke nû: Li Tîmora Rojava Avakirina Aşitîyê ji alîyê Netewên Yekbûyî ve), Tipografia, Macao, 2006.

3 The Australian /Awustralyayî)

, 20ê gulana 2009ê, di Courrier Internationalde, hejmar 968.

4 Timor-Leste en quête de repères, perspectives économico-politiques 1999-2050 / Tîmor-Leste li îstîqrarê digere, perspektîfên aborî û siyasî 1999-2050, Irasec- Arkuiris, Bangkok-Toulouse, 2008.

5 Planning Commission, East Timor National Plan / Plana neteweyî ya Timora Rojava, 2002.

6 www.fundforpeace.org/global/

7 Nivîsa li jêr bixwîne; Angela Robson, "Au Timor, des amnisties qui divisent / li Tîmor, efûyên ku parçe parçe dikin", Le Monde diplomatique, décembre 2008.

Wergera ji fransî: Feryal Guladawiya