Li Tûnisê hilpekîna şoreşê

Ji nû ve avakirina welatekî
Translator

Ji hema hema çar mehan û vir ve tûnisî di navbera sores û hilbijartinan de diçin û tên. Di biharê de libendêmaneke bi tirs û fikar kete sûna ta û kelecana çileyê. Hin jê tinekirina encam û zilamên rejîma kevin li pês digirin da ku bi awayekî nîhayî totalîtarîzma ji serxwebûna sala 1956ê ve dewam dike, bi dawî bînin. Yên din bi kelecan daxwaz dikin ku di 24ê tîrmeha bê de -ev dem ji alîyê gelek derdoran ve weke pirr zû tê nirxandin- mecliseke neteweyî ya destûrçêker were hilbijartin daku bi lez serdemeke derbasbûnê ya li gor wan tijî tehlûke kurt bikin.

Ev muphemî û nediyarî bihevrebûna du sazîyên yekane yên siyasî yên heyî tevlîhev û zehmet dike. Sazîya pêsî hikûmeta demî ye, ya diduyê komîteyeke astîya civakî ya tunisî ye ku nû pêk hatiye û navê wê bi serê xwe bernameyeke jê re: Merciya/Meqamê Bilind ji bo Pêkanîna Armancên Soresê, Reformên Siyasî û Derbasbûna Demokratîk tê gotin. Ev mercî ji duwanzdeh partîyên siyasî, nozdeh komele yan jî sendîke û 72 "kesayetîyên neteweyî" pêk tê. Hejmara endamên wê yên ku em bas nizanin kî wan dineqîne, di nav sê hefteyan de ji 71ê gihiste 155ê (ji 14ê adarê heta 7ê nîsanê) û ew li cihê senatoya kevin a bê merasîm dawî li wezîfeya wê hat anîn, ango li Bardoyê bicihbûyî ne. Ev mercî misêwa hewl dide xwe weke hêza qanûnçêker li ser hikûmetê ferz bike. Ev hikûmeteke ji teknokratan pêkhatî ye ku raya gistî wan nas nake û para bêhtir ji alîyê Muhemmed Xenûcî ango kevne-serokwezîrê serokdewletê ji textê desthilatdarîyê hatî xistin, Zeynel Abidîn Bin Elî ve hatine hilbijartin. Li alîyekî birêvebirina reforma siyasî; li alîyê din parastina nîzamê û birêveberîyê di nav aborîyeke bi tevahî xira bûye -ji ber nemana tûrîstan û mutesebisan pirsgirêka aborîyê girantir dibe- û hem jî di heman demê de serê welatê cîran Lîbyaya dewlemend daye ber xwe û diçe.

Bêcî Seîd Essebsî yê ku ji 27ê sibatê ve serokwezîr e, yekane kesê xwedî giranî ye di desteya wezîran de. Sedema vegera wî ya bi 84 salîya xwe ya kes ne li bendê bû, valahîya di çînê siyasî de hatî histin bû. Egera vê valahîyê jî milîtarîzma 23 salan a Bin Elî-parêz bû ku bi kêrî zêdebûna wan kesan hat ku ji her tistî re dibêjin erê. Ew herweha ji hevkarîyeke kevin a bi yekane rêxistina neteweyî ya tûnisî ya ku çi bas û çi xirab ji dîktatorîyê sax filitî, îstîfade dike: Yekîtîya Gistî ya Kar a Tûnisî (YGKT), profesorê ekonomîyê û sekreterê neteweyî yê ji qada perwerdeyê berpirsiyar, Ebdulcelîl Bedûwî dibêje "ji damezirandina xwe ango sala 1946ê û vir ve ev di cîhana ereb de rêxistineke bê emsal e. Ji hingê ve ew di tevahîya bûyerên dîrokî yên ku li welêt qewimîn, bi roleke navendî rabû." Sala 1952ê Essebsî li baroya Tûnisê parêzerekî ciwan e; wî hingê sekreterê xwe yê gistî Ehmed Tlîlî bi awayekî serketî parastibû. Wê demê Tlîlî li ber dadgeheke kolonyal bi cezayê îdamê dihate mahkeme kirin. Vê yekê girêdan çêkirin -yên ku bi kêrhatîtir in ji ber ku sendîka ango yekane tevgera girseyî ya li welêt rêxistinkirî (pêncsed hezar endam), tevî baroya parêzeran, yek ji du stûnên Merciya Bilind û bi gistî yên jîyana siyasî ye.

Berpirsiyarîya me ew e ku em nehêlin weke ku Bin Elî sala 1987ê anî serê me, em werin xapandin. Em dixwazin bibin parêzvanên soresê û demokrasîyê biparêzin, ne ku li erk û meqamên siyasî bigerin

Li Tunisê hest hezar parêzer û ewqas jî stajer hene ku pirî caran ji bo wan nan li enîya hirçê ye. Di navbera wan û ciwanên mexdûr ên bajarê Sîdî Bûzîd de hêmaneke girêdanê ya xwezayî heye. Wan hewara bêhêvîtîyê ya van ciwanan bi gewde kir dema wan maneyeke siyasî dayê ku pê nifsê ciwanan hemûyî xwe nas kir. Rejîma kevin zordarî li wan dikir, hejmara wan pir zêde ne ji bo ku karibin dozan li sedûpêncîhûpênc dadgehên welêt bigirin dest, ji ber vê jî rovanseke wan a civakî heye ku divê bistînin. Hem li kolanan û hem jî li ser ekranên televizyonê bi axaftina xwe ya bi sewq û kelecan bi awayekî çalak milîtanîyê dikin; ev yek dike ku reqîbên wan muameleya "demagogan" bi wan re bikin. Li serê wan mirovekî dînamîk û xwedî bandor heye: Ebdurrezaq Kîlanî. Kîlanî ji malbateke mezin a ji basûr e û kesê pêsî bû ku serokwezîrê nû ew hewand. Li buroya xwe ya li Qesra Dadgerîyê ya Tunisê ku bûye mekanê parsekan, wî ji me re got "berpirsiyarîya me ew e ku em nehêlin weke ku Bin Elî sala 1987ê anî serê me, em werin xapandin. Em dixwazin bibin parêzvanên soresê û demokrasîyê biparêzin, ne ku li erk û meqamên siyasî bigerin".

11ê nîsanê Merciya Bilind li gor teqwîma xwe ya destpêkê bi tenê bi yanzdeh rojan derengmayî qanûna hilbijartinê -yek ji yên herî demokratîk ên cîhanê: Komîsyona Hilbijartinê ya Serbixwe, wekhevîya jin û mêran, hilbijartinên bi tevahî binîsbet...- derxist. Ev qanûn encama konsensuseke di navbera wan hêzên siyasî de ye ku di Bardoyê de tên temsîl kirin -îslamî, sosyalîst, navendparêz, baasî, marksîst, troçkîst, maoîst, yekîtîparêzên ereb-, hemû jî pê bawer in heke ne berhemeke hevpar be, destûra bingehîn a siberojê wê bi kêr neyê û nemese. Herkes ji ya xwe hat xwar û tawîz dan. Tevî ku hindikahîyeke selefîst a tundrew Ettahrîr misêwa zextê li alîgirê wê dike û wan tehrîq dike jî, tevgera Ennadha ku di nav îslamîyan de piranî ye, ji bo wekhevîya jin û mêran destê xwe hilda û ev xal erê kir. Serokwezîr partîzanê hilbijartinên navçeyî ye ku mumkin e piranîyeke kesayetîyên herêmî bisîne meclisê. Ev hilbijartin weke yên Komara Sêyemîn a fransî yên berîya 1914ê ne. Dîsa jî wî tawîz da û hilbijartinên binisbet "yên bi rêbaza yên herî xurt dimînin" qebûl kir, ev rêbaz ji bo partîyên piçûk avantaj e -li Tûnisê ji niha ve bi awayekî fermî pêncîh û yek partîyên siyasî hene- û ev yek îhtîmalê nahêle ji bo pêkhatina piranîyeke hikûmeta nerm a ku tundrewan li derve dihêle.

Bi tenê yek îstisnaya vê yekdengîyê heye: Partîya hilwesiyayî ya Bin Elî, Civaka Destûrî ya Demokratîk (CDD), kevneyên wê dê nikaribin ji bo Meclisa Destûrçêker werin hilbijartin, lê belê em bas pê nizanin ka ev qedexe wê heta bi kîjan astê biçe. Ev karekî zehmet e: CDD herweha dewama Neo-Destûrê ye, ya ku pistî 1934ê serê ji bo serxwebûnê bi pêsengîya Hebîb Bûrgîba bi rê ve bir. Yanzdehemîn salvegera mirina Bûrgîba 6ê nîsana 2011ê li bajarê lê ji dayik bûyî; Monastirê û li seranserê welêt bû sedema seferberîyên gel ên muhtesem. Halê hazir kes li vê hestiyarîyê xwedî dernakeve, herçend serokwezîrê ku yek ji kevne-hevkarên Bûrgîba ye, her cara derdikeve pêsberî gel mantoyê rêberê xwe li xwe dipêçe û sozê dide ku ew ê "prestîja dewletê" lê vegerîne.

Makezagona ku ji alî meclîsa hilbijartî ve hatiye nivisandin

Yek tist ji niha ve hatiye bi dest xistin: Destûra Bingehîn a Komarê ya siberojê, wê ne bi awayekî nepenî ji alîyê komîsyoneke bisporan ve ya ku ji alîyê desthilatdarîyê ve hatiye wezîfedar kirin, were nivîsîn -li Misr, Fas û Cezayîrê wisa bû- belê ji alîyê mecliseke destûrçêker ve ya ku bi awayekî demokratîk wê bê hilbijartin. Ev daxwazeke ji berê ve ya gelek nifsên muxalif ên cîhana ereb e. Serokê Merciya Bilind û mîmarê vê qonaxa destpêkê, profesor Yadh Bin Asûr e. Asûr der barê berfirehî û mezinahîya vê wezîfeyê de xwe naxapîne: "Guhertineke çandî divê. Demokrasî mentalîteyek e û berîya her tistî prensîpên nenivîsandî ne: Rêzgirtina ji muxalefetê re, zanîna kontrola serketina xwe, qebûlkirina destguhertina desthilatdarîyê û tehlûkeya dibe ku mirov di her hilbijartinê de bi bin keve..."

Du sozên din hene ku wê bicihanîna wan zehmettir be. Ew der barê newekhevîya herêmî û îstîhdamê de ne, ango her du sedemên sereke yên nerazîbûna gel. Yek ji dilsozên Bûrgîba û kevnewezîr Tahar Belxoce bêsebrîya xwe weha îfade dike: "Pirsgirêka aborî, ev pirsgirêka herêmên xizan e, ew jî hê tistekî diqewime nabînin!" Pakêteke lezgîn a destpêkê ya 200 mîlyon dînaran (105 mîlyon euro) ji çardeh herêmên herî hewce re (ji nav bîstûçaran) hatin veqetandin, ev çardeh herêm hemû jî li nav welêt in û li pêsîya hemûyan Kasserîn, Sîsî Bûzîd û Gafsa tên ku sêgoseya sor a serhildana di nîsanê de ne. Serokwezîr hez dike berîya hilbijartinan, encamên destpêkê bi dest bixe, yên ku mirov karibin li Sirta Tûnisê bi wan bihesin; Ev sirt xetek e di rengê zerê erdê de ye, bilind û rût e û welêt dike du parçe. Ew hê jî hêvî dike ku berîya 24ê tîrmehê bernameyeke hewasdar ya bipêsketina herêmî ya "ji Cendûba heta bi Mêdenînê" bide dest pê kirin ku navê wê û heta fînansmana wê hemû hatine peydakirin: Plana Bûezîzî, navê firosvanê ciwan Muhemmed Bûezîzî, ciwanê ku li Sîdî Bûzîdê bedena xwe 17ê kanûna 2010ê da ber êgir û kir ku serhildan dest pê bike. Ev ê bibe nîsana hewldaneke girîng ji bo pêsdebirina rojavayê welêt, bilindkirina asta perwerdeyê, modernkirina pergala tenduristîyê, nirxandina çavkanîyên herêmî...

Pirsgirêkeke din ya îstîhdamê ye û ev pirsgirêk neteweyî ye: pêncsed hezar bêkar ên ku çaryekê wan xwedî dîploma ne, ji 1ê çile ve bîst hezar kesên din ji ber bûyeran û encamên wan (bi awayekî gistî derxistina ji kar, talan, xirakirina fabrîkeyan, vandalîzm...) bêkar man, pêncîh hezar karkerên ji Lîbyayê vegeriyayî welatê xwe, li wan zêde bûn, û tîrmeha bê li bazara kar zêdebûna heftêhezar dîplomagirên nû. Ango di nav ses mehan de sedûçil hezar kesên din ên li kar digerin, li bêkaran zêde dibin. Hikûmet xwesbîn e, hêvî dike bi awayekî wekhev di navbera îdare, hêzên nîzamê û qada taybet de dabeskirî sêst hezar cihên îstîhdamê biafirîne. Nîsana tansîyona timî li herderî heyî; wesandina encamên îmtîhanên pêsî yên ji bo mamostetîya dibistanên navîn (lîseyê), diviyabû gelek hefteyan were pas xistin. Ji bo sê hezar karên mamostetîyê sedhezar kes bûn namzed û tirs hebû pevçûn derkevin...

Tevî ku bi hezaran ciwan dikevin ser rêya zehmet a ber bi Lampedusa [bajarê Îtalyayê yê ku penaber bi kestîyan bi qaçaxî diçinê] ve, gelekên din jî li ser peyarêyan dikevin nav karê firotina bêqaîde a malên qaçax, û hindikahîyek ji lawazbûna dewletê sûdê werdigire daku bikeve nav sûc û îllegalîteyê -ev yek bi taybetî li taxên xizan ên gel bi lez û bez belav dibe-, dîsa jî em sahidîyê li venûbûneke sêwazên seferberîyên civakî û siyasî jî dikin. Êdî karekî jirêzê ye ku sîh kes otobûsekê kirê bikin, biçin paytext Tûnisê daku, li buroya wezîr bixwe, karekî çareser bikin yê ku burokrasîya navendî ji mêj ve serê digire. Çalakîyên rûnistinê yên dewamî, li cihekî sembolîk, li ser otobanekê, rêyeke hesinî, li oteleke mezin, li sazîyeke îdarî, li ber xeteke lûleyên gazê, êdî bûne adet. Pasvesandina sef, walî û midûrên sirketan êdî bûye karekî jirêzê û gelek herêmên serhildêr ên Sirta Tûnisî ji niha ve didu yan jî sê caran berdan karmendên payebilind ên bextres ên ku ji alîyê paytext Tûnisê ve hatibûn wezîfedar kirin. "Sans-cullotesên ji Sirtê" li paytextê daketin meydana hikûmetê Kasbahê û ber bi dawîya çileyê ve kirin ku hest wezîrên CDDyê îstîfa bikin; ber bi dawîya meha sibatê ve dîsa vegeriyan û berdan serokwezîrê ku hê hingî jî kevne-CDDyî bû. Gelo wê kî bibe hedefa wan a bê?

Çavkanî

Jean-Pierre Séréni: Nûçevanê taybet

    Wergera ji fransî: Luqman Guldivê