Li Ûgandayê melik, dewlet û erd

Pirsgirêkeke bi qasî serxwebûnê kevnar
Translator

Serokdewletê Ûgandayê Yowerî Mûsevenî ku bi nerazîbûnên gel re rûbirû ma, zext û zor tercîh kir: tepisandina polîswarî, kontrola medyayê, çavtirsandîkirina muxalifan. Ya rastî, bilindbûna buhayê tiştên ji bo jîyanê pêwîst û skandalên bertîlxwarinê, rejîma ji bîstûpênc salan ve heyî, qels dikin. Krîzê herweha alozîyên bi monarşîyên ji rêûresmê re ji nû ve zindî kirin, nexasim yên bi meliktîya Bugandayê re ku doza mafên xwe yên li ser milk û erdan dike.

Şerê navxweyî li pey şerê navxweyî

1900 :
Meliktîya Bugandayê -ya ku li ser çend meliktîyên kevneşopî yên cîran serdest e- bi Londonê re peymanekê îmze dike û dibe protektorayeke brîtanî.

9 cotmeh 1962 :
Uganda serxwebûna xwe bi dest dixe û destûreke bingehîn a federal qebûl dike. Melikê Baganda Edward Mutesa II heta mirinê dibe serokkomar. Mîlton Oboteyê damezrênerê Kongreya Gelê Ugandî (UPC) dibe serokwezîr.

22 sibat 1966 :
Oboteyê parêzvanê navendkirina desthilatê, bi alîkarîya serfermandarê artêşê Îdî Amîn Dada darbeyekê çêdike. Mutesa II ji text tê daxistin.

8 îlon 1967 :
Destûreke bingehîn a nû meliktîyan betal dike û rejîmeke serokkomarî ya yekpartîyî îlan dike.

25 çîle 1971 :
Darbeya Îdî Amîn Dada.

Îlon 1972 :
Destpêka şideta etnîkî ya li dijî gelên Aşolî û Langîs.

1974 :
Zilm û tahde li eşîretên dijber, rewşenbîr û parêzvanên Obote tê kirin.

25 hezîran 1976 :
Îdî Amîn Dada xwe serokkomarê heta mirinê îlan dike.

11 nîsan 1979 :
Bi raperîneke bi piştgiriya Tanzanyayê, Îdî Amîn Dada tê bi dûr xistin. Hikûmetên ji hêla Eniya Rizgariya Neteweyî ya Ugandayê (UNLF) ve îlankirî, di nav bêistîqrariyê de yek li pey ya din tên ser hukum.

10 kanûn 1980 :
Hilbijartina Obote wek serokkomarê welêt. Piştî nerazîbûnên ji dengdanê, şerê navxweyî dest pê dike.

25 çile 1986 :
Darbeya Yowerî Musevenî, hevdamezrênerê, di gel Obote, yê Artêşa Berxwedana Neteweyî (NRA). Tevgera Neteweyî ya Berxwedanê (NRM) ya ku di bin serokatiya wî de ye, desthilatê zeft dike, vekirina siyasî ya welêt dide meşandin û bernameyeke aborî ya lîberal li ser ferz dike.

1987 :
Joseph Kony raperîna Artêşa Berxwedana Xwedê (LRA) dide dest pê kirin.

9 gulan 1996 :
Musevenî di hilbijartina serokkomarîyê de bi ser dikeve.

12 adar 2001 :
Musevenî ji nû ve tê hilbijartin.

28 tîrmeh 2005 :
Pirpartîtî bi riya referandumekê tê erê kirin.

6 cotmeh 2005 :
Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (DSN) biryarên girtina pênc serokên LRAyê derdixe.

23 sibat 2006 :
Ji bo cara sêyemîn, Musevenî wek serokkomar tê hilbijartin.

26 tebax 2006 :
Piştî şerekî xwînrêj ê 20 salan, agirbestek di gel LRAyê tê îmze kirin.

Îlon 2008 :
Zemînekî neftê yê berfireh li rojavayê Ugandayê tê keşif kirin.

10 îlon 2009 :
Li Kampalaya paytextê welêt, pevçûnên navbera hêzên hikûmetê û parêzvanên kabaka yê melikê Bagandayan, bi mirina sê kesan bi encam dibin.

18 sibat 2011 :
Musevenî cara çaremîn di hilbijartinên serokkomariyê de bi ser dikeve.

îmeta erdên me yên berê, her ku diçe zêdetir dibe. Em dixwazin ku ew li me bên vegerandin da ku em bixwe van erdan bifiroşin an jî bidin bi kirê, lê hikûmet guhdarîya me nake: Ew bi ya xwe dike, weke ku Xwedê be", Charles Peter Mayigayê berdevkê Bagandayê, mezintirîn ji meliktîyên şopewer ên Ugandayê, şermezar dike. Baganda şeş mîlyon in û ew li nav peravên Gola Vîktorîyayê, Kampala ya paytexta welêt û erdên mayî yên vî welatê sî û didu mîlyon niştecihan belavbûyî ne. Xelkê van deveran "weha hîs dikin ku kesên din erdên wan desteser kirine û tiştekî kirinê tune, dîroknas Phares Mutibwa şirove dike û ev jî dibe sedema dijberîyeke kûr. Tansîyon bilind dibe (...). Yên ku îroj xelkê ji xanîyên xwe dûr dixînin, dibe ku ew sibe bixwe ji xanîyên xwe bên dûr xistin". (1)

Ugandaya ku ji sisê yekê para erdên cotyarî yên Afrîkaya Rojhilat di xwe de vedihewîne, ji bo veberhênerên bîyanî yên Kendava Fars û jêrparzemîna hind, bûye cihekî nû, bijarte. Van çar salên dawîn, heşt sed hezar hektar bi awayekî demdirêj hatin firotin an jî bi kirê hatin dayîn. Kampalaya bi tenê 201 km² fireh û paşxana spekulasyoneke xeyrîmenqûl a bê navber, ji 2 850 niştecihan li 1912ê, îro derbasî 2 mîlyonan bû. Şerê li Komara Demokratîk a Kongoyê (KDK) li dawîya salên 1990ê û yê Başûrê Sûdanê heta 2005ê, her weke qeyrana hilbijartinê ya zivistana 2007ê li Kenyayê rû da, kir ku serokeşîr û patronên pirhejmar pereyên xwe di nirxeke parastî, yanî xeyrîmenqûl, de razandin. "Ev hêsantirîn awayê şûştina perê ye, David Mpanga yê parêzer rave dike. Eger hûn pereyê bertîlxwarinê, yê hin efserên ugandî ku beşdarî talanên şerê Golên Mezin an jî jirêderxistina fonên alîkarîya pêşdeketinê li hev zêde dikin, hûn dikarin vê firîna bihayê erdan fêm bikin. Li ser girên paytextê yên herî tên xwestin, nîv-akreyek [% 20ê hektarekê] bi qasî 500 000 dolaran e. Ev xeleka xirab jî hîn bêhtir pereyan bi xwe ve dikişîne". Ew her weha agirê sedsalane yê nakokîya xelkê Bagandayê li hemberî dewleta navendî gur dike.

Hevgirtina şertan li dijî Îdî Amîn Dada

Berî ku di dema serxwebûnê de bibe paytexta Ugandayê, Kampala paytexta meliktîya Bugandayê jî bû. Bi xêra giranîya navendîkirina îqtîdarê û rewşeke coxrafyayî ya têkûz, ev dewleta pêşdagirkerî, mîrnişîneke destûrî ya rasteqîn ku li sedsala 14ê ava bû, ji 1890ê û vir de bûbû hevkara sereke yê dagirkerên brîtanî. Evên ha, yên ji peravên Oqyanûsa Hind hatî, bi vî awayî herêma ku Wînston Churchill paşê navê "durra Afrîqayê" lê kir jî îşxal kiribû. 1900ê, bi peymaneke navbera London û kabaka (hikûmdar) yê meliktîyê, Buganda bû parêzvanîyeke ingilîzî. Ji bo mîqdareke 500 lîrayên sterlîng ji melik re dayî, Londonê ji 50 763 kîlometreyên çarçik yên meliktîyê, 23 300 kir malê xwe (2) - erdê Kampalayê jî di nav de. Beşeke din a 906 kîlometreyên çargoşe ji bo melik jî hat veqetandin û erdên civatî yên mayî, li nav pêncî û didu serokeşîrên Bugandayê lêva bû. Qanûna ingîlîz a bi navê mailo jî rê da ku kesên ne bagandayî li wir bi cih bibin: "Îmzeya li bin kaxizekê tenê bes bû", profesor Mutîbwa rave dike.

Bi serxwebûnê re, li 1962ê, 23 300 kîlometre çarçik yên erdê li meliktîyê tên vegerandin. Melikê Bugandayê jî, Edward Mutesa II, dibe serokkomarê pêşî yê Ugandaya nû - heta ku serokwezîrê wî, Mîlton Obote yê ji bakurê welêt, li 1966ê biryara dawîlêanîna vê dewleta di hindûrê dewletê de bide û Destûra Bingehîn a Federal bicemidîne: Ew Kabaka ji text dixe û serokkomarîyê ji xwe re dihêle. 24ê gulana 1966ê, hêzên hikûmetê yên di bin fermandarîya Îdî Amîn Dada de qesra melik a li ser girê Mengoyê, li Kampalayê, talan dikin û nêzî sed parêzvanên wî dikujin. Mutesa II mişextî Londonê dibe û li wir, li 1969ê dimire. 23 300 kîlometreyên çarçik ji hêla dewletê ve tên zeft kirin û meliktîya şopewer tê betal kirin. Bîst salên dîktatorî, desttêwerdanên bîyanî û raperînên li pey hatî jî dikin ku, di kaosa çûnûhatina koçberîyên bi darê zorê de, ne-bagandayîyên pirhejmar li ser erdên melikên berê bi cih bibin û bi dûre wan erdan bi kirê bidin koçberên meliktîyên din ên welêt.

Bi hatina ser kar a Yowerî Musevenî li 1986ê, piştî pênc salên gerîlatîyê, meliktîya Bugandayê hêvîyeke nû ji xwe re peyda dike. Desthilatdarê nû yê Ugandayê li hemberî wê bi deyn e: Bêyî piştgirîya wê, serîhildêrên Artêşa Berxwedana Neteweyî (NRA) dê nekaribûna " şerê devîyê" heta Kampalayê bimeşînin û bihêlin ku baskê siyasî, Tevgera Neteweyî ya Berxwedanê (NRM), îqtîdarê zeft bike. (3) Ji ber hindê, li 1993ê, Musevenî meliktîyan dîsa bi cih dike. Kabaka yê nû yê Bugandayê, melik Ronald Muwenda Mutebî II, bi merasîmeke giregir hildikişe ser text û qesra xwe di gel 906 kîlometreyên çarçik yên jê re veqetandî dîsa vedigre. Lê belê 23 300 kîlometreyên çarçik yên berê di destê dewleta navendî de dimînin û vegerandina wan jî dibe hedefeke têkilîyên nava meliktî û dewleta ugandî.

Ji dawîya salên 1980yê ve, kirêdarên navneteweyî dixwazin ku pergaleke xwedîtîya ferdî cihê rejîmên xeyrîmenqûl ên şopewer -ku zêde kevnare tên hesibandin- bigire. Armanc ev e ku bazareke rasteqîn a li gor qeydên erz û talebê bê vekirin. Serokkomar Musevenî yê dixwaze nîşanên "hikumdarîya çê" bide xuya kirin, bi vî hawî siyaseteke ferdîkirina bi lez û bez a erdên welêt dide meşandin. Li tîrmeha 1998ê, zagoneke ji bo hêsankirina van pevguherînan û fermîkirina xwedîtîya erdan tê pesindkirin. Desteyên birêvebirina erdên navçeyan (District Land Boards), navberkarên nû yên îqtîdarê, dest bi belavkirina erdê dikin. Weke piranîya reformên ku bi piştgirîya sazîyên fînansayê yên navneteweyî (IFI) hatin meşandin, feydaya qanûna 1998ê bi taybetî ji bo veberhênerên ferdî yên bi quwet tê. Mexdurên wî yên sereke jî niştecihên bê tapo ne, yên ku bi sedsalan e li wir rûdinin û "hemdemkirina" qanûnî ji bo wan vediguhere dizîyê bixwe.

Lihevnekirinên li ser milk û xeyrîmenqûlan li ber dadgehan dikevin ser hev

Rojnamevana The Guardiana brîtanî û yek ji berpirsên bloga Katine ya jîyana rojane li gundekî bakurê Ugandayê vedibêje Anne Perkîns, şirove dike: "Guherandina rejîma hiqûqî alîkarîya tu kesî nekir, ji bilî yên ku dixwest şirketên xeyrîmenqûl ên mezin û bazirganî saz bikin,. Merivên xwedî tapo ne, tenê dixwazin pereyan veberînin, lê her weha xwedîyên sermayekê ne, ji bo peydakirina pereyan jî. Di gel kêfxweşîya Banka Cîhanê, vê ya kir ku Musevenî qanûnê 1998ê bide pesind kirin". (4) Li 2010ê, ji bo ku tansîyon dakeve, zagoneke nû riya gilîkirina dadê li ber mexdûran vedike. "Dibe ku niyeta hikûmetê baş bû jî, Lîvîngstone Wewanyana yê serokê Weqfa Ugandî ya ji bo Mafên Mirovan (FHRI) rave dike, lê vê hewldana bicihkirina rengekî qanûnîbûnê di têkilîyên şopewer ên navbera xwedî û rûniştevanan de, yên ku bi xwe kompleks in, bi tenê nakokîyên xeyrîmenqûl zêde kiri". (5)
Meliktîya Bugandayê ya bi xêra reklamên radyoya xwe û bacên erdên xwe yên mayî budceyekê ji xwe re vediqetîne, bi rîya Budanga Land Board vê qanûnê bi tundî protesto dike. Her çi hikûmet e, di çapemenîya navneteweyî de weha xwe diparêze: "Giregirên bugandayî li herêma navendî xwedîyên erdan yên sereke ne, û Kabaka bixwe ji nav wan yê herî di pêş de ye. Reforma cotyarî dê pergala xwedîtîyên wan xira bike". (6)

Li ber dadgehên Kampalayê, nakokîyên xeyrîmenqûl li hev zêde dibin. Cotyarên piçûk ên herî xizan heta nikarin parêzerekî jî ji xwe re peyda bikin; dozên tapûyên sexte yên bi riya bertîlxwarina memûrek an jî kadroyekî birêvebir bidestxistî, li pey hev tên vekirin. Li ser dîwarên taxên xizan yên paytextê, ku ji nişka ve ji nav erdên avzê yên ber bi gola Vîctoriayê derketin holê, hişyarî zêde dibin: "This House is Not For Sale" ("Ev xanî nayê firotin"). Armanca wan ev e ku rê li ber firotina erdan ya bêyî destûra xwedîyên wan bigrin.

Avahîsazan aniha çav berdaye ser taxên xizan ên li kevîya bajaran ku % 21 erda Kampalayê digrin. Lojmanên ji çîna navîn a nû re veqetandî jixwe li kêleka van giravên xeyrîresmî yên xizanîyê bilind dibin, ku rûniştevanên wan jî koçberên ji bakurê aşolî ne û bi piranî ji bo şirketên ewlehîyê yên ferdî de dixebitin ku mezin dibin. Giregirên meliktîya Bugandayê jî di vê leystika nezelal de cihê xwe digirin. Li ser girekî hemberî yê qesra melîkî veniştî, hikûmeta Kabaka bi vî hawî li du koman dabeş dibe: Muhafezekarên ji xwesteka xwe ya vegerandina 23 300 kîlometreyên çargoşe çarçik yên berê 1966ê danakevin, û guherînerên ciwan ku amade ne bi derdora berjewendîperest a serokkomar Musevenî re kar bikin. Qedera 906 kîlometre çarçik yên erda mayî jî, ku Buganda Land Board aniha bi rê ve dibe, mijarê nîqaşên tund û tûj e.

Destûra bingehîn a 1995ê pêşniyar dike ku melikên Ugandayê -welat nêzî deh meliktîyên şopewer di xwe de vedihewîne -dê bi tenê roleke çandî bileyizin. Apollo R. Nsîbambî yê serokwezîrê wê demê rave dike: "Maddeya 246ê siyasetkirinê li serokên şopewer an çandî qedexe dike. Çima? Ji ber ku dema tevlî jîyana siyasî dibûn, wan ne tenê meliktîyên xwe leva dikirin, lê belê wan her weha fikar bi hikûmeta navendî re çêdikirin". Lê belê Bugandayê li 2007ê cara yekem ev xeta sor derbas kir û çend hezar kes li Kampalayê anîn cem hev. Sedema vê xwepêşandanê, veqetandina 7 100 ji 30 000 hektarên daristana Mabîrayê ya weke ziyareteke şopewer tê hesibandin, ji fîrmaya şekirçêkirinê ya hindîstanî Mehtayê re bû. Fîrmayê dixwest coteke bîyoetanol lê saz bike. Kabaka beşeke ji 906 kîlometre çarçik yên xwe jê re pêşkêş kir, lê hikûmetê ev pêşniyara wî red kir. Li Kampalayê, şerî sê mirî li dûv xwe hiştin, peyayekî hindîstanî yê xwepêşandêran lê xist jî di nav de. Li ser vê, rayedaran qerara cemidandina projeyê da. Li navbera Buganda û desthilata serokkomarê Musevenî, "şerê sar" dest pê kiribû.

Li 10ê îlona 2009ê, xwepêşandaneke nû li paytextê rû da. Vê carê, sebeb biryareke hikûmetê bû ku -bi fermî ji ber sedemên ewlehîyê- ziyaretkirina reîsên wî di devereke meliktîya wî de li kabaka qedexe kir, lewre ku serokê vê deverê yê şopewer ne baganda bû û ji hêla serokkomar Musevenî ve hatibû peywirdar kirin. Yacine Alume yê profesorê ilmên siyasî li zanîngeha Makerereyê binxêz dike: "Serokkomar vê taktîka 'dabeşkirina ji bo bêhtir hikmkirinê' pir bi kar tîne", Zordestîya polêsî bû sedema mirina nêzî sî kesan.

Dibe ku alozîyên bi vî rengî êdî li herêmên din jî rû bidin, lewre ku ji derveyî Bagandayan, komên nijadî yên din jî eleqedarên dizîya xeyrîmenqûl in. Hê jî % 80yê xeyrîmenqûlên ugandî li gor pergalên şopewer tên bi rê ve birin. Li bakur, li ser erdên giştî yên aşolî ku artêşa ugandî bi hovane Artêşa Berxwedana Xwedê ji wan derxist (7), rûniştandina du mîlyon kesên sirgûnkirî dibe pirsgirêk. Sewayana piştrast dike : "Şerê li bakurê Ugandayê ji hinan re bûye fersenda bidestxistina erdên kesên bi darê zorê sirgûnî wargehên pênaberan bûyî". Avabûna welatekî afrîqî yê nû, Başûrê Sûdanê, li alîyê din ê sînor, dilbijîna li ser herêma ku heta niha çardorên wê girtî bû jî zêde dike. (8) Riyeke asfalt a ji hêla Ajansa Amerîkî ji bo pêşdexistina navneteweyî (Usaid) ve fînansekirî ku korîdoreke bi rastî ya aborî ya 600 kîlometroyî dirêj e û Kampala û Juba ya li Başûrê Sûdanê bi hev ve girêdide, li ber temamkirinê ye.

Lê belê rîskên tansîyonê bi taybetî li rojhilata welêt bilind in, li ser erdê şopewer ê Bunyoroyan ê ku li dirêjîya gola Albert, sînorê xwezayî yê bi KDKê re diçe. Li wir, dibe ku petrol û gazên ku li 2006ê hatin kefş kirin, daneyên xeyrîmenqûl ser û bin bikin. Tê gotin ku devera li bakurê dola mezin a Rîftê berfireh dibe, du mîlyar barîlên petrolê di bin xwe de vedihewîne. Fîrmaya îrlandî Tullow Oilê para mezin ji xwe re misoger kir: Destûreke kefşkirinê ya 150 kîlometre çargoş çarçik li cem parka xwezayî ya Murchînsonê. Fransîyên şirketa Total û Çînîyên şirketa fermî Chinese National Off-Shore Oil Company (CNOOC) jî niha pareke ji sisê yekê di cewherên maddeyî yên Tullow Oilê de, her yekê bi 1.5 mîlyar dolaran ve guherandin. Îtalîyên Ente Nazionale Idrocarbur (Eni) jî li ser dozê ne. Bikaranîn û sûdwergirtina ji kanî û bîran wê ji niha heta 2012ê dest pê bike. Di nav projeyên cihê de, sazkirina rafînerîyekê jî heye ku dê li asoyê 2016ê, bi xêra rojê derêxistina ji 20 000 heta 25 000 barîlan, serxwebûna enerjetîk a welêt misoger bikin. Barîlên mayî dê ji Mombasa ya li Kenyayê re bên şandin, bi riya xeteke lûleyan ku çêkirina wê aniha sekinî: Trîpolî pareke fînansmana projeyê dikir û şerê li Lîbyayê tesîra xwe li pêşdebirina xebatê dike.

Soza ku tê dan: "Petrol wê herêmê biguherîne... Ber bi başîyê ve"

"Dereweke din e! Dema ku petrol hat dîtin, em pir dilşad bûn. Me digot qey Bunyoro wê pêş ve biçe û xwe ji rewşa belengaz a ku dagirkerên brîtanî ew tê de hişt, rizgar bike. Heta îro jî, zanîngeheke me tuneye û bijîşk li nexweşxaneya me kêm in. Lê me dît ku hemû belge hatin îmze kirin, bêyî ku civata me bibe xwedîya mafê axaftinê"

Tê gotin ku şêst kîlometre çarçik yên erdên civatî yên meliktîya Bunyoroyê li 2010ê ji hêla "kesayetîyên payebilind" ve hatin kirîn. (9) Tapû bi bertîlxwarina memûrên Komîsyona Erdên Ugandayê (Uganda Land Commission) hatin standin. Ji nav van giregirên bertîlxwur, şahqîzeke Bunyoroyê ya kevneseroka koma wekîlên NRMê li Meclîsê û wezîra agahdarîyê ya berê jî heye: Kabakumba Masîko. Li Kampalayê, ew vê sozê dide: "Petrol wê herêmê biguherîne. Ber bi başîyê ve". Bê guman lewre ye ku yekîneya elît a zêrevanîya serokkomarî dest bi parastina deverê kir. Fermandarê yekîneyê jî Muhoozî Kaînerugaba yê kurê serokdewlet bixwe ye.

Brian Glover ê serokê şaxa ugandî ya Tullow Oilê di rapora xwe ya 2009ê de xuya dike: "Li hindik cihên dinyayê, coteke petrolê li nav şêr, fîl, gamêş û zirafeyan tê sazkirin". Sazkarê îrlandî jî spasîya "meliktîya Bandura Petar" dike ji bo ku rê li ber vê keşfê vekir. Pirsgirêk jî ev e ku li Bunyoroyê hikumdarekî bi vî navî tuneye. Li Masîndîyê, Kiiza Yaberî yê muhendîs, "serokwezîrê" (10) meliktîyê, hîn pê ne bawer e: "Dereweke din e! Dema ku petrol hat dîtin, em pir dilşad bûn. Me digot qey Bunyoro wê pêş ve biçe û xwe ji rewşa belengaz a ku dagirkerên brîtanî ew tê de hişt, rizgar bike. Heta îro jî, zanîngeheke me tuneye û bijîşk li nexweşxaneya me kêm in. Lê me dît ku hemû belge hatin îmze kirin, bêyî ku civata me bibe xwedîya mafê axaftinê". (11) Henrî Ford Mîrîmayê berpirsê ragihandinê ji bo meliktîyê hişyar dike "Dema ku petrol ê biherike, dibe ku ciwanên Bunyoroyê êrîşî xetên lûleyan bikin". Yaberî xebera wî piştrast dike: "Me nedipa ku em ê rojekê bi heman pirsgirêkên niştecîyên deltaya petrolî ya Nîjêrê, li Nîjerîyayê, re rû bi rû bimînin. (12) Lê ez niha meraq dikim. Her ku diçe, xelk tê li ber sofra me dixwe lê me dawetî ser sofreyê nakin. Dibe ku piştî ku av bi devê me ket, em jî bên û xwarinê li wan heram bikin".

Petrola di nav şêr û fîlan de

Betî Olîve Namîsango Kamya ya berbijêra têkçûyî ya hilbijartina serokkomarî ya 2011ê pê bawer e ku awayê sekinandina "bombeya siwarkirî" ya erdan, ku tansîyonên bi hikûmetê re û navbera meliktîyên şopewer bilind dike, dîtiye: "Bila Uganda vegere statûya dewleteke federal, ku riya sûdwergirtina çavkanîyên mîneral an jî cotyarîyê dide her herêmê, li şûna spartina van çavkanîyan li hikûmetên herêmî ku desthilata Musevenî bi cih dike. Ev kunên reş ên rastî ne". Di gel vegerandina 23 300 kîlometre çarçik federalîzm jî daxwazeke kevin a meliktîya Bugandayê ye. Ev daxwaz hemû di têgiha baganda ya afye -bi zimanê bagandî "tiştên me"- de cih digrin. Kamya derdibire ku meliktîyên din jî li "çareyeke şûngira vê pergala siyasî ku mîrasa dagirkerên brîtanî ye ji bo dewamkirina berjewendîyên elîtekê" digerin. Jixwe, navê partîya wê Hevpeymanîya Federal ji bo Ugandayê ye. Nîşana wê jî zirafeyek e ("heywanekî dûrbîn") û dirûşma wê îqtîbaseke... Vîctor Hugo ye: "Ji fikireke wextê wê hatî bihêztir tiştek nîne".

Çavkanî

Alain Vicky: Rojnamevan

  1. Phares Mutibwa, The Buganda Factor in Uganda Politics [Unsûrê Buganda di siyaseta Ugandayê de], Fountain Publishers, Kampala, 2008
  2. Mîleke çarçik bi qasî 2.5 kîlometre çarçik e
  3. Li 27ê tîrmeha 1985ê, Tîto Okello darbeyeke leşkerî bi rê ve dibe û desthilata otorîter a Mîlton Obote dide erdê. Lê belê, Yowerî Musevenî yê muxelîfê demdirêj li gel Artêşa neteweyî ya berxwedanê (ANR) hevkarîyê dike û şerê gerîlatîyê dewam dike. Ew binpêkirina mafên bingehîn a ji hêla serokkomarê nû ve weke sedemê nîşan dide û êrişeke berfireh dibe ser Kampalayê. Li 29ê çileyê 1986ê, ew weke serokkomarê Ugandayê sond dixwe
  4. "The politics of land reform" ["Siyasetên reforma erdan"], Katine, 25 tîrmeh 2009, www.guardian.co.uk/katine
  5. http://www.fhri.or.ug
  6. Jean-Philippe Rémy, "En Ouganda, des émeutes sanglantes fragilisent le président Yoweri Museveni" ["Li Ugandayê, raperînên xwînrêj cihê serokkomar Yowerî Musewenî nazik û hesas dikin"], Le Monde, Parîs, 15 îlon 2009
  7. Bnr. Tim Allen û Koen Vlassenroot, The Lord’s Resistance Army, Myth and reality [Artêşa berxwedana Xwedê, efsane û rastî], Zed Books, Londra, 2010
  8. Bixwînin Gérard Prunier, "Le régime de Khartoum bousculé par la sécession du sud" ["Desthilata Xartûmê ji veqetîna başûr ne rihet e"], Le Monde diplomatique, sibat 2011
  9. Margaret A. Rugadya, "Escalating Land Conflicts in Uganda" ["Li Ugandayê, pevçûnên li ser erdan radibin"], hezîran 2009, www.oxfam.org.uk
  10. Ev sernavekî anorê ye, lê her meliktî xwedîyê rengekî hikûmetê ye
  11. La Lettre de l’Océan Indien, Parîs, 18 kanûn 2010, www.africaintelligence.fr/LOI/
  12. Bixwînin "Au Nigeria, le pétrole de la colère" ["Li Nîjerîyayê, petrola hêrsê"], Le Monde diplomatique, nîsan 2006

Wergera ji fransî: Simko Destan