Li welatê Baskan aşitî mimkun e

Translator

Heta bi erefeya hilbijartinên herêmî yên spanyayî yên di 22ê gulana 2011ê de qedexeya tevlîbûnê li ser çepa neteweperest hebû û vê çepê di dawiyê de %25.5ê dengan li sê wilayetên baskê bi dest xist. Ev serketin elaqedarî angajmana navbênkarên Koma Têkilîdanînê ya Navneteweyî ye. Parêzerê ji Afrîkaya Başûr Brian Currin yek ji wan kesan e ku ji bo çareseriya yek ji pirsgirêkên siyasî û bi şîddet yên dawî yên Ewrûpayê dixebite.

Helwêsta karbidestên hikû-meta îspanî ya li hember pevçûna li Welatê Baskan weha ye: Ev ne pevçûneke [konflîkteke] siyasî ye. Madrîd, ETAyê (Euskadi Ta Askatasuna- Nîştimana Bask û Azadî) wekî komeke sûcdar û terorîstan bi nav dike û Abertzale Left (Çepgirên Welatparêz) jî (1), ku ETAyê şermezar nakin, wekî ETAyê bi nav dike. Di nav van kesên navlêkirî de ew kes jî hene, ku tu caran bi xwe çalakîyên şidetê li dar nexistine û piştgirî nedane şidetê. Wekî encama vê binavkirinê, di deh salên çûyî de siyaseta Çepgirên Welatparêz li Îspanyayê hat qedexe kirin. Ev helwêst hem ecêb û hem jî bêkêr e. Ecêb e ji ber ku, her çend Madrîd xwedî helwêsteke weha bû jî, hem hikûmetên Sosyalîst û hem jî yên Partîyên Gelî ji 1998ê û vir ve hewl dida digel ETAyê çareserîyekê muzakere bikin. Bêkêr e ji ber ku înkarkirina aşkera ya hebûna lihevnekirineke siyasî, hewldanên hikûmetan rê li ber çareserîya pevçûneke nav gelên Îspanyayê digire.

Kêmasîyeke din a irsî ya vê helwêstê jî ew e ku li wê lihevnekirina siyasî ya Baskê wekî ETA bi nav dike û herçend di çavê Madrîdê de şidet ne xwedî mafdarîyekê ye jî, tu caran hewlê nade ku li sedemên wê bikole. Li dû vê helwêstê, encama ku Madrîd daxwaz dike, ku ev encam ji bo hikûmeta îspanî dê bibûna çareserîya pevçûnê, dawîlêanîna şideta ETAyê û xwe radest kirin.

Lê belê ji bo Çepgirên Welatparêz, destûra Îspanî ya 1978ê, ya piştî serdema Franco mafên çandî, civakî û siyasî ya Gelê Bask bin pê dike an ku bi kurtasî mafê wan ê diyarkirina çarenûsa xwe nas nake. Bersiva Madrîdê ji bo vê yekê weha ye: Îspanya demokrasîyeke destûrî ye û statuya Welatê Baskan a wekî civakeke xweser ji destûrê bi xwe tê û hikûmet ne xwedî pêwîstî, ne jî peywirê ye ku vê destûrê biguherîne.

Nihêrînên muxalif li ser esasa lihevnekirina siyasî ya Baskê ne, ne ya şideta ETAyê.

Şideta ETAyê bû sedema mirina zêdeyî 800 kesan û bi kêmî ve ewqas jî birîndaran. Di nav qurbanîyan de siyasetmedar, endamên hêzên ewlekarîyê, karsaz, dadger, rojnameger, akademîsyen û hevwelatîyên asayî hebûn. Hevdem, bi dehan endamên ETAyê û Çepgirên Welatparêz jî bi destê hêzên ewlekarîyê û komên çekdar hatin kuştin. Herweha, reftarê xerab û êşkenceya dema desteserbûnê jî xizmeta radîkalkirina neteweperestên ciwan ên bask kir.

Şideta ETAyê herweha pêbawerbûna pevçûna siyasî jî kêm kir ku hikûmeta îspanî jî bi vî avayî karibû daxwazên maqûl ên siyasî, ku kêfa wê jê re nedihat û tercîh dikir ku paş guhan de biavêje, wekî terorîzma tazî kamûfle bike.

Heger ETA qebûl neke ku bi awayekî daîmî dawî li têkoşîna xwe ya çekdarî bîne, hêzên ewlekarîyê di çarçoveya qanûnan de xwedîyê wî mafî ne ku hemû gavên hewce biavêjin daku ETAyê têk bibin. Lê belê divê destûr neyê dayîn ku ev tedbîr, hebûna pevçûneke siyasî, ku nikare were vegerandin, tevlihev bike yan jî girîngîya wê kêmtir bike.

Heger şideta ETAyê ji pevçûna siyasî were cuda kirin û hemû partîyên siyasî yên aştîyane yên civaka Bask bikevin muzakereyên nîyeta baş da ku çareserîyeke demokratîk a hevpar bînin holê, ev pêvajo dê bi ser keve û bawer dikim ku dê ETAyê jî ji şidetê dûr bixîne.

Gelek kes dê gengeşî bikin û bibêjin têgeha pêvajoya aştîyeke hevpar a heralî ji bo çareserîyeke siyasî û dawîlêanîna şideta ETAyê dê naîfî be. Dibe ku ev naîfî be, lê belê ji bo çareserkirina vê girêka kêşeyan tiştê ku pêwîst e ev e: Masumîyet, pur û pakbûn, desttênedabûn û pêbawerbûneke zaro-kane û herweha antîteza têkoşîneke acizbûnê, beşdarbûna zalimane û şikbar û qurbanîyên şerekî domdar.

Pevçûna Baskê ji bo endamên Koma Têkilîyê ji bo Welatê Baskan (ICG) hîna mijareke nû ye. (2) Ev kom di mijarê de bê barên rabihurîyê beşdar dibin, ku hemû partîyên li Welatê Baskan, bakur û başûr û yên li Îspanya û Fransayê bixwazin nexwazin vî barî bi xwe re dikişînin.
Endamên komê hemû kesayetîyên bêalî û hêjayî bawerîyê ne, ku mebesta wan a yekane aştî û normalbûneke siyasî ye. Di van şert û mercan de, dijwar e ku mirov dijminatîya destûrperestên îspanî ya li dij beşdarbûna vê komê fam bike. Tenha îzahkirina maqul dikare tirs be: Tirsa ji demokrasîyeke beşdar ya li Welatê Baskan, ku hemû neteweperestên alîgir yên diyarkirina çarenûsê tê de beşdar bin; tirsa ji beşdarbûna gengeşî û muzakereyên vekirî yên li ser mijarên wekî nasnameya baskî û daxwaza wan a ji bo bikaranîna mafê diyarkirina dahatûya wan.

Yek ji dijwarîyên li pêşîya ICGyê bertarafkirina van tirsan e. Bi awayekî fahmbar bawerî jî meseleyek e. Lê belê ev yek ne ji wan sedeman e ka çima bixêrhatina beşdarbûna navneteweyî bêkirin. Agirbesta niha ya ETAyê bersivek e ji bo Danezana Brukselê ku ji alîyê çalakvanên aştîyê ve hatibû piştgirî dan, ku di nav van kesan de 5 xelatgîrên Xelata Aştîyê ya Nobelê (Desmond Tutu, Frederik Willem de Klerk, John Hume, Betty Williams and Mairead Corrigan Maguire); kevne-komîsereke bilind a ji bo Mafên Mirovan a Neteweyên Yekgirtî, Mary Robinson; û Weqfa Nelson Mandela jî hebûn. Tecrûbe û mantiq ji min re dibêjin ku hakemên alîyên sêyem, nemaze heger lîderên bilind ên rêzlêgirtî yên cîhanê di nav wan de bin, ji bo rakirina tevgerînên tund ên hemû alîyan de xwedî bandor in.

Dema ku ICG di sibata îsal de (2011) li Welatê Baskan bi awayekî fermî kom bû, hawîrdora sosyo-polîtîk ku ev tev lê bûn, ji atmosfera deh salên pêşîn ên sedsala 21emîn gelek cudatir bû.

Rastîya guhertî ya îroyîn a sîyaseta Baskê encama biryareke serokatîya Çepgirên Welatparêz e, ku mebesta biryarê gavên guherînhez û dûrbîn ên li siyaseta demokratîk a Civaka Xweser a Baskê û Civaka Navarrayê bû. Sedemên girtina biryareke weha hatin rexne kirin. Siyasetmedarên rastgir got ku ev yek gaveke komployê ya ETAyê da ku li hember têkçûna siyasî û leşkerî, ku dike pêk were, ji bo dîsa berhevkirin û hêzgirtinê ye. Li gor nirxandineke kêmtir şikbar jî Çepgirên Welatparêz di hişên xwe de lê hay bûn ku bêyî ku di pêvajoya aştîyê û avabûnên demokratîk de bi awayekî hiquqî û şeffaf cih negirin, projeya wan a siyasî ji bo self determînasyonê nikare bê pêk anîn.

Ji ber beşdarbûna min a di vê pêvajoyê de dizanim ku serokatîya Batasunayê sedem û zanabûna legalîzasyonê bi giştî fam kiriye. Tevgera ji bo avakirina partîyeke nû ya siyasî, ku manîfestoya wê dê pêwîstîyên legal tatmîn bike, her ku diçû mezintir dibû. Ji bo vê yekê stratejîyeke baldar divê: Stratejîyek ji bo avêtina tembeleke hêzdar bi riya şêwrên berfireh digel alîgirên wê; stratejîyek ji bo legalbûna partîyên din ên siyasî yên li Welatê Baskan û piştgirîya navneteweyî. Ev hemû jî bi awayekî serkeftî pêk hatin.

Di sibata îsal de Çepgirên Welatparêz hin gav avêtin da ku partîyeke nû ya siyasî, Sortu, ava bikin, ku manîfestoya partîyê bi giştî li gor Qanûna Partîyên Siyasî ye. Bi kurtasî Sortu: Ji bo pêkanîna mebestên xwe yên siyasî bi tenê rê û rêbazên aştîyane/bê şidet bi kar tîne; xwe ji hemû partîyên din, ku di rabihurîyê de têkilîyên wê bi wan re hebûn, yan hîna jî hene, û şidet qut kir û soz da ku hemû çalakîyên şidetê yên hemû partîyan, nemaze ya ETAyê şermezar bike. (Qanûna Îspanyayê bi awayekî taybet şermezarkirina şideta ETAyê pêwîst dike.)

Sortuyê di heman demê de piştgirî da Danezana Brukselê, ku tê de bang li ETAyê dihat kirin ku agirbesteke yekalî û daîmî ragihîne û li gor wê tev bigere. ETAyê di 10 sibata 2011ê de bersiveke erênî da vê bangê.

Bersiva hikûmeta îspanî ya li hember van rûdanan gelek bi îhtîyat bû. Ji ber gelek sedeman li dij statuya qanûnî ya Sortu derket, ku paşê dê qala wan jî bikim. Di encamê de statuya qanûnî ya Sortuyê çû pêşîya Dadgeha Bala. Di adara îsal de, koma 15 dadgerî 9 li hember 6 biryar da ku Sortu bê qedexe kirin. Sortuyê jî biryar li cem Dadgeha Destûrê bir îstînafê.

Piştî biryara qedexeyê, hevgirtineke partîyên heyî yên neteweperest (Eusko Alkartasuna, Alternatiba, Herritarron Garaia û Araba Bai) partîyeke nû ava kir: Bildu. Di nav partîyê de şexsîyetên serbixwe yên nêzî Çepgirên Welatparêz jî hebûn. Madrîdê jî serî li Dadgeha Bala da û di encamê de Bildu jî hat qedexe kirin. Sedemên qedexekirina Bilduyê nêzîkî yên Sortuyê bûn, anku partîyê ew kes kom kirine ku berê têkilîyên wan bi Batasunayê re hebûn û lewma Bildu îlhama xwe ji ETAyê stendîye. Piştî îstînafa li cem Dadgeha Destûrê, dadgehê biryar da ku delîl tunene ku vê komploya ETAyê piştrast bikin û di 5ê gulana 2011ê de qedexeya li ser Bilduyê hat rakirin.

Da ku Sortu bikaribe bi hemû alîyan ve li gor pêwîstîyên legalîzasyonê tevbigere, pêdivîya wê bi piştgirîyeke stratejîk û teşwîqê hebû. Parçeya şikbar a vê piştgirîyê tevlêbûna navneteweyî û piştgirîya vê tevlebûna navneteweyî ya ji bo pêvajoyeke aştîyê li Welatê Baskan a li dû dawîlêhatina ETAyê bû.

Fikar hene ku heger ETA bi awayekî daîmî dawî li şidetê bîne û çekên xwe deyne, hikûmeta îspanî dixwaze naveroka siyasî ya pirsgirêkê bi giştî paş guhan de biavêje û serkeftina xwe ya li dij terorê ragihîne. Pêwîstîya ji holê rakirina van fikaran di avabûna ICGyê de bû hêza sereke.

Sala 2010ê ez bi gelek alîyên li Welatê Baskan şêwirîm da ku ji bo ICGyê peywirekê bibînim. Piştî van şêwran mîsyona giştî ya ICGyê hat diyar kirin: Leztirkirin, mumkunkirin û hêsankirina pêkanîna normalbûneke siyasî li Welatê Baskan.

Danezana Brukselê dibêje piştî ragihandina agirbesteke yekalî, daîmî û pêkan a ji alîyê ETAyê, ICG dê dest bi kar û xebatên xwe bike. ETAyê agirbest ragihand ku hemû pêwîstîyên Danezana Brukselê bi cih dianî û bi vî awayî jî ICG hat damezirandin û mîsyona xwe ya taybet aşkere kir, ku tê de ev çalakî hene: Mumkunkirina legalîzasyona Sortuyê; berterefkirina hemû sînorên li dij çalakîyên azad ên siyasî; pêkanîna siyaseteke reformê ji bo rewşa nû guhertî ya siyasî; li ser daxwaza wan teşwîqkirin û piştgirî dana partîyan, bi amadekirin û pêşdebirina ji bo dîyalogegeke siyasî, hevpeyvîn û muzakereyên pirpartîyî, ku hemû alî bikaribin tê de beşdar bibin û tu şert û encamên pêş-diyarkirî nebin û li gor Prensîbên Mitchellê pêk werin; heger ji partîyan daxwaz were, di rewşên xitimî de navberkarî; û bi gelemperî avakirina bawerîyê li cem raya giştî ji bo pêkanîya pêvajoyeke serkevtî ya aştîyê.

Piranîya partîyên siyasî yên Welatê Baskan hat piştgirîya vê mîsyonê kir, ku hin alîyên nav Partîya Sosyalîst jî tê de bûn. Mîsyon herweha ji alîyê piranîya sendîka û yekîtîyên karsazîyê ve jî hat piştgirî dan.

Li gor dîtina ICGyê pêwîstîya herî bingehîn a ji bo normalîzasyona siyasî ya li Welatê Baskan beşdarbûna hemû partîyên alîdar a bi dilsozîya jidil bo rê û rêbazên aştîyane û demokratîk ku tenha azîne ne û ji wan veger nîne. Kom xwedî sedemên baş e ku pê ewle bibe û armancên wan nêzî pêkhatinê ne.

Hêvîya me nemaze bi hilbijartinên aştîyane yên 22ê gulanê yên li Civaka Xweser a Bask û Civaka Navarra, zêde bûn ku tê de hemû partî beşdar bûbûn. Bildu jî tê de beşdar bû û bi vî awayî guncan bû ku hemû hevwelatî bikaribin deng bidin partîyên ku dixwazin.

Rewşa li Welatê Baskan, ku ber bir normalbûna siyasî ve diçe, nikare bê rawestandin û ev rewş dê pêşî li dawîlêanîna daîmî ya şideta ETAyê vedike.

Ji bilî lipeyçûna serokatîya Sortuyê pêvetir tu şansa ETAyê nîne. ETA divê zanibe ku alîgirên wê, piştgirî da projeya nû ya siyasî ya Sortuyê û bixwe dît ku Sortuyê profîl û hevgirtina digel partîyên din ên neteweperest ên li Welatê Baskan bilind dike, ku van partîyan berê Batasuna li derve dihişt. Agirbesta ETAyê yekalî ye û ne di encama şert yan jî muzakereyên digel hikûmeta îspanî hat ragihandin lê belê wekî bersiva banga serkêşên aştîyê yên cîhanê. ETAyê agirbesteke yekalî qebûl kir û agirbest ji alîyê raya navneteweyî ve tê çavdêrî kirin û di dawîyê de ETA dizane ku heger agirbestê bin pê bike, Sortu dê wê şermezar bike û heger binpêkirinek nebe, agirbesteke piştrastkirî dikare rê li bêçekkirinê veke.

Nîşaneyeke hêzdar a berbiçav û delîla guherîna ETAyê, di çarçoveya agirbestê de, dawîlêanîna ‘baca şoreşê’ anku xûgîya ku ji karsazan dihat stendin. Vê bacstendinê gelek salan devam kiribû û parçeyeke navxweyî ya têkoşîna çekdar a ETAyê bû. ICG bixwe jî piştî çavdêrîyê bi awayekî aşkere piştrast kir ku rêz li vê beşa agirbestê tê girtin.

Piştrastkirina hemû alîyên din ên agirbesta ETAyê rêzepêşî ya herî sereke ye. Ev yek gelek mijareke gelek tevlihev û hesas e û da ku bibe bandorkar û hêjayî bawerîyê, jê re hevkarîya digel dewletê divê. ICG hewlê dide ku digel alîdaran bi hev re bixebite û bi hêvîya pêkanîna encamekê, ku tê xwestin, bi bisporan dişêwire.

Piranîya aktorên siyasî û civakî yên li Welatê Baskan derfeteke rastîn a ji bo pêvajoya aştîyê hîs dikin, ku ev pêvajo ji ber ku nû ye û rastîyan nû pêşkêş dike, ji bo dahatûyê jî hêvîyên nû dide. Lê belê ev yek nayê wê wateyê ku ew dê karekî hêsan be. Û her ku partîyên li Welatê Baskan berdewam bikin û serokayetî û wêrekî nîşan bidin, di bertarafkirina pevçûna dawî ya siyasî ya li Ewropayê de divê hikûmeta îspanî jî, ji şideta ETAyê cudatir, hebûna pevçûneke siyasî jî nas bike, ku ev pevçûna siyasî jî bi riya hemû muzakereyên di asta herêmî de, û paşê jî di asta neteweyî de divê bê çareser kirin.

Çavkanî

Brian Currin:
BA LLB, Parêzerê Mafên Mirovan: Çareserkirina pevçûnan û pêvajoya aştîyê. Endamê Koma Navneteweyî ya Têkilîyê ji bo Welatê Baskan

  1. 1 Abertzale Left anku Çepgirên Welatparêz komeke alîgira azadîyê bû ku Herri Batasuna (Yekîtîya Gel) û paşê Batasuna (Yekîtî) temsîlîyeta wê kir
  2. 2 ICG herweha ji van kesan pê tê: Silvia Casale, Alberto Spektorowski, Nuala O'Loan, Pierre Hazan, and Raymond Kendall (Nîşeya Edîtor)

Wergera ji îngilîzî: Celîl Kaya