Li welatê ku toj lê hil tê dîplomasiya Mîkado

JAPONYA
Translator

Li heremeke ku çarenûsa wê nayê zanîn, Japonya diwxaze ku dewra wê ya navneteweyî bê naskirin. Lebelê hikûmeta Japon nikare ji Amerîka veqete. Dibe ku hikûmeta Japonya bedela vê mecbûriyetê di hilbijartinên meha tîrmehê de bi awayeke giran bide. (Serokwezîrê Japonya ji ber ku di hilbijartinan de sozê rakirina baregeha leşkerî ya Amerîka dabû û nikaribû ev soz pêk bîne hefteyên borî îstîfa kir. Notê LMD-kurdî)

“Em nikarin cîranê xwe hilbijêrin, lê em dikarin hevgirên xwe hilbijêrin.” Masaki Yasushi, wezîrê berpirsiyarê karên polîtîk a balyozxaneya Japonya’yê ya li Fransa’yê, bi kurtasî di vê wateyê de qala alternatîfên jeopolîtîk ên welatê xwe dike. Cîranên Japonya’yê yên mirov kêm hez ji wan bike hene: Rûsya ku ji nû ve bi hêz dibe, Çîn ku dengê xwe hil dide û Kore ya Bakur ku projeyên xwe yên nukleer diyar dike. Gelo Japonya jî wekî mînaka Fort Alamo ye ku bi tenê Dewletên Yekgirtî yên Amerîka’yê wê diparêze? Ev îmaj her çend wekî karîkatûrekê be jî, elîtên Tokyo’yê, yên pirî caran heyranên Amerîka’yê ne, gelekî pê bawer in.

Tevî vê yekê, pencîhemîn salvegera di ber çavan re derbaskirina peymana ewlekariyê ya di navbera Japonya û Amerîka’yê de (US-Japan Security Treaty) ku çarçoveya qanûnî ya têkîliyên her du welatan, û li ser erdên Japonya’yê bicîhkirina hêzên leşkerî yên amerikî diyar dike, di hewaya şahiyê de derbas nabe. Piştî deshilatdariyeke giştî ya ji 50 salan dirêjtir a Partiya Lîberal Demokrat (PLJ), hatina serokwêzîrê nû Hatoyama Yukio ji Partiya Demokratîk a Japonya’yê (PDJ) di Îlona 2009’an de, têkiliya di navbera herdu welatan de dijwartir dike. Ne ku daxwazeke wî ya bi dawîkirina hevgirtina her du welatan xwe daye der, lê belê niyeta xwe ya "normalkirina” têkiliyên bi Washington’ê re diyar kir. Dixwaze wekî her welatê serbixwe rêz ji welatê wî re jî were girtin. Di heman demê de ji bo afirandina “Civateke Rojhilata Asya’yê” têdikoşe. Gelo dixwaze ev civat berê xwe kêmtir bide rojava û berê xwe bêhtir bide rojhilat? Ev rewş derdorên rêveberiya aborî têra xwe ditirsîne û dijminatiya muxalefetê, ya beşeke mezin a rêveberiya îdarî - ku pir bi hêz e - û beşeke mezin a demokratan gurr dike.

Nîqaşên li ser baregehên leşkerên amerîkî yên bi navê Futenma hene ku li nava Ginowan bi cîh bûye. Ginowan bajarek e ku serjimara wê 90 hezar e û li ser girava Okinawa ye. Bi ya peymaneke di sala 1996’an de mohr kirî ku ber bi dawiya sala bihurî ve dema wê qediya, diviyabû ev baregeha leşkerî çend deh kîlometroyan ber bi bajarê Nago’yê ve bihata veguhestin. Lê şaredarê nû hilbijartî yê Nago’yê yê di hilbijartinên meha Çileya buhurî de bi ser ket, ev biryara peymanê qebûl nekir. Bes bû ku Hatoyama ji bo li cîhekî din ê veguhestina baregeha leşkerî bigere doza demeke ji bo ponijînê bike, da ku hêzên rêûresmê êrîş bikin... û bi ser kevin.

Di Cotmeha 2009’an de Wezîrê Parastinê yê Amerîka’yê, Robert Gates da xuyakirin ku “ne guncan e ji bo lihevkirina li ser cîhekî din hevdîtin pêk werin.” Ji bo nîşandana nerazîbûna xwe, ew neçû xwarina fermî ku ji bo wî hatibû amadekirin. Di Wezareta Karên Derve (WKD) de ku gelekî piştgirtiya daxwazên amerîkiyan dike, her kes hîna jî matmayî maye. Rayedarekî payebilind ê dewletê li ber vê yekê weha radibe “Dîsa jî me hilbijartin pêk anîn” û sedemên ji bo “şertên peymanê bên bicîhanîn” dijimêre. Ma ne wezîrê wî Okada Katsuya, ji bo mana baregehên leşkerî rewa bike, behsa “polîtîkaya realîst” a li dijî serokwezîr dike? Ev lihevnekirina asta bilind, dike ku dîplomat û rayedarên payebilind nêrînên xwe bi awayakî anonîm diyar bikin. Çapemenî di riya Okada de dimeşe. Rojnameya mezin a çepgirên navendê Asahi Shimbun gotina pêşiyan a japonî bi kar tîne û dibêje: “Fermana imparatoriyê wekî xwêdanê ye (ku derket êdî tu carî venagere cihê jê hatî)2.” Lewra veqetandina ji vizyona amerîkî ne guncan e.

Profesor Işida Idetaka, pisporê çapemenî û serokê Interfaculty Initiative in information studies – IIIS (Insiyatîfa navbera beşan a di lêkolînên agahiyê de), qet xeman naxwe: “nêrînên rojnameyan, tercîhên dîplomatan an jî yên hilbijartinan çi dibin bila bibin, lobiyeke xurt a amerîkî heye ku li ser her kesî bandorê dike. Ew li zanîngehên amerîkî hatine perwerdekirin, para bêhtir hev du nas dikin û hevalê hev in. Ew difikirin ku divê dorguherîna desthilatdariyê dêmdirêj bibe... û divê neguhere. Wekî ku tu riyeke din nebe. Divê mirov xwe ji vê teşeya fikrînê, ku me bi Amerîka’yê ve girê dide, xelas bike.

Da ku em karibin fêm bikin, çima zehmet e mirov li paşerojekê bifikire ku ne di bin desthilatdariya Amerîka’yê de be, divê em vegerin heta demên hema piştî dawîya Şerê Cîhanê yê Duyemîn. Bi ya Nishitani Osamu, li Zanîngêha Zimanên Biyanî ya Tokyo’yê profesor e; “hingî Amerîka îdealeke polîtîk bû. Piraniya gel Amerîka wekî Demokrasiyê didît.” Ew, bi panzdeh kesên xwediyê heman nihêrînê, avakerê “manîfestoyekê” ye ku li ber mayîna Futenmayê li bajarê Osamuyê radibe. Mirov divê her weha dîroka dirêj a PLD (Partiya Lîberal Demokrat) li ber çavan bigire. PLD ji gelek aliyan ve girêdayî Amerîka’yê bû – di nava wê de elîta leşkerî jî hene, ku bi gunehbarên şer bûbûn û bi rehma Amerîka’yê hatibûn efûkirin.

Lê belê dem û dewran guherîn. Yek kadroyên ciwan ên şîrketeke telefonê û mîlîtanekî pasîfîst, Masami Honto dibêje: “Amerîka ji ber krîza aborî lawaz bûye, digel hevrikiya hêzên ku pêşdikevin rû bi rû ye, ketiye nav şeran ku ne yên me ne. Şerê sar xelas bûye lê ‘ew’ hîn jî wekî ku ev şer li ber devê deriyê me be, muameleyê bi me re dikin.”

Rast e ku Japonya êdî di rêza aborî ya cîhanê de duyemîn e. Lê belê sala di 1947’an de dema bi zora general Mc Arthur, Japonya’yê destûreke bingehîn a pasîfîk ku şerkirin lê qedexe ye, qebûl kir, ew welatekî têkçûyî bû - her çend Japonya piştî demekê artêşeke bi navê “hêzen xweparastinê” avakiribe jî. Peymana ewlekariyê di navbera Amerîka û Japonya’yê de ku sala 1960’î hat sererastkirin, hebûna hêzên leşkerî yên amerîkî (heta 260.000 leşkerî) û girêdana Tokyo’yê bi Washington’ê re zexmtir kir. Peymaneke xwezayî di navbera her du welatan de pêk hat: “Dewletên Yekgirtî yên Amerîka’yê xwediyê “keştiyeke firokeyan e, ku wê qet noqî avê nebe”, û sûdeke mertalekî nukleer jî li arşîpela (koma giravan a) Japonya’yê dibe; Amerîka di heman demê de polîtîkayên xweparastinê yên Japonya’yê qebûl dike û bazara xwe ji berhemên japonî re vedike, Tokyo lêçûnên leşkerên Apê Sam (Dewletên Yekgirtî yên Amerîka) ku li ser axa wê ne, dide; Amerîka dîplomasiyê bi rê ve dibe, Japonya li pey diçe, ji ber ku dijminê hevpar ê her duyan jî komunîzm e. Êdî tu tişt ji vê rewşa jeopolîtîk nemaye, lê peymana newekhev û nehevkêş hîna berdewam dike.

Di 22’ê Adara 2010’an de, Hatoyama di axaftina xwe de li hemberî kadroyên akademiya parastina neteweyî dilê xebatkarên xwe rehet û xweş kir: “Hevgirtina bi Dewletên Yekgirtî yên Amerîka’yê re bingeha polîtîkaya derve ya Japonya’yê ye.3” Lê hevalên derdora wî wisa bersiv didin “em dixwazin danûstandinên di navbera me de heqtir bin” Hin ji wan buhayê xwedîkirina garnîzonên amerîkî bi bîr dixin – di salekê de nêzî 3 mîlyar dolar - û li aliyê din lihevderneketina budceya Japonya’yê zêde dibe ku ev yek tiştekî nedîtî ye.

Nîşaneke din a serweriya ji serdemeke din mayî, ev e: Ji Leşkerên Dewletên Yekgirtî yên Amerîka’yê re qanûnên taybet ên îstîsnayî hatin derxistin. Şêniyekî bajarê Naha (ser bi Okinawa ye) weha dipeyive: “Dema qezayek di rê de rû bide, mekîneyeke spî ya polêsan dihê cihê qezayê û dûv re mekîneyeke reş û spî – ya polêsên leşkerî yên amerîkî ku bi tenê destûra wê heye di pirsgirêkên giredayî leşkeran de dest werde.” Gelê herêmê ji dil behsa gunehên leşkerên amerîkî dikin yên ku çi qasî giran jî bin, nehatine dadgehkirin (destavêtin, qezayên li ser riyan, dizî...)

Senator Fujîta Yukîhîsa ku serokê giştî yê Ofîsa Navnetewî ya PDJ’yê ye, îşaret pê dike ku “Yekane welat ku bi Dewletên Yekgirtî yên Amerîka’yê re xwediyê hevgirtineke bi vî rengî ye, welatê me ye.” Senator dibêje ev “dîtina min a şexsî ye” yek ji kêm hilbijartiyan e ku pişgirtiya fikra guhertinê dike. “Di destpekê de armanc parastina Japonya’yê bû. Lê ji dema dawiya şerê sar û vir ve, sûda peymanê bi tenê li stratejiya Amerîka’yê dibe”, wekî mînak li “şerên wê” yên li İraq û li Afganîstan’ê. “Belê, divê em bi Dewletên Yekgirtî yên Amerîka’yê re kar bikin, lê bi awayekî din.” Senator îddîa dike ku têkîliya di navbera her du welatan de divê zelal be- behsa “peymanên veşartî” dike ku sala 1969’an ji aliyê Serokê Amerîka’yê Richard Nixon û serokwezîrê Japonya’yê Sato Eisaku ve hatine mohr kirin. Ev Peyman heta Adara sala 2010’an veşartî mabû. Adara 2010’an komîsyona, hukûmeta nû ew wezîfedar kir, rapora xwe ya li ser peymanên veşartî, eşkere kiribû.

Li welatekî ku bi bombekirina Hiroshima û Nagasakiyê trawmatîze bûyî, li aliyê rastê rêzdar Sato sisê prensîbên li ser çekên nukleer, ku hîna jî di meriyetê de ne, dabû qebûl kirin: “Ne hilberîn, ne xwedîbûn, ne jî destûrdana hebûna çêkên nukleer li ser axa Japonya’yê.” Beramberî vê yekê, Sato xelata Nobelê ya Aştiyê sala 1974’an wergirt. Li aliyê çepê, serokwezîr Sato serbestiyeke temam a tevger û manevrayê dabû Amerîka’yê: Bikaranîna baregehên leşkerî di wexta şerên bi welatên derve re, bêyî destûra rayedarên Japonya’yê (tevî ku peymana fermî Amerîka’yê mecbûr dike destûrê ji Japonya’yê bixwaze), depokirina çekên nukleer... Ji bo gelek pispor û rêveberên siyasî ev êdî “peymaneke veşartî” nebû, ji zû ve wan pê dizanî. Lê belê ji bilî aliyê komunîst û aşitîxwazan, bêdengî heta 40 sal di ser re bibihurin, bûbû qanûnek.

Îro jî zehmet e mirov her tiştî eşkere bike ji ber ku pozîsiyona pir tişt û pir kesan bi awayakî rêkûpek nehatine qeydkirin. Xetek di navbera alîgirên serxwebûnê û alîgirên Amerîka’yê de derbas nabe. Di nava yên ku dixwazin xwe ji Amerîka’yê xelas bikin de netewperestên rastgir ku mîlîtarîstên ji dil in û carinan jî ew mirov in ku bi nostaljîya imparatoriya beriya şer dijin. Ji bo wan ji nû ve bazarkirina peyamana bi Dewletên Yekgirtî yên Amerîka’yê re, şansek e ji bo xwe ji “îstîsnabûna” Japonya û ji destûra bingehîn a pasîfîst xelas bikin - xala navdar a 9. ku destpêkirina opêrasyonên êrîşkar qedexe dike4 Rêveberiya Dewletên Yekgirtî yên Amerîka’yê ji bo barê xwe yê leşkerî siviktir bikin, piştgirtiyê dide ji nû ve çekdarbûna bi lez a Japonya’yê, ji hingî ve bi awayekî mirov matmayî bihêle serxwebûnxwaz û alîgirên têkiliyên xurt ên bi Washington’ê re hev digirin. Wekî Nishitani dibêje, “di dinyayê de yekane (yan jî hema hema yekane) welatê xwediyê destûreke bingehîn a pasîfîk, welatê me ye, lê em di lîsteya welatên mesrefên wan ên leşkerî zêde de, pêncemîn welatê cîhanê ne.”

Ji salên 1990-1991’ê ve - dema yekemîn şerê kendavê – her çend Amerîka’yê jê xwestibe jî Japonya’yê nikarîbû leşkerên xwe bişîne - hukûmetên japon qanûnên xwe her tim guhertin (di salên 1992, 1999 û 2001’ê de) da ku destûrê bidin operasyonên li derveyî welêt. Lê belê ev operasyon di çarçoveyeke teng de dimînin û bi tenê ji bo misyonên parastina aştiyê, ji bo projeyên alîkariya insanî, yan jî ji bo çavdêriya hilbijartinên di bin rêveberiya Neteweyên Yekgirtî de dikarin bên rêvebirin. Wekî encama vê rewşê jî qeşmerî kirin da ku tiştên nayên qebûl kirin, bidin efûkirin.

Dema leşker şandin Kamboçya, Mozambîk yan jî Ruwanda’yê ev yek hindikî hatibû rexnê kirin, lê ber bi Iraqê ve şandina leşkeran wekî veqetîneke bi rastî ya ji bêdengiyê bû. Keştiyên artêşa Japonya’yê yên cebilxane barkirî di okyanûsa Hindê de ji bo alîkariya balafirên NATO’yê yên li Afxanistan’ê, hatibûn şandin, vê yekê jî deng veda. Hatoyama soza xwe bi cîh anî û ev alîkarî di

Çileyê sala 2010’an de bi dawî kir. Lê belê pêşvexistina mertalê li dijî mûşekan di okyanûsa Pasîfîk’ê de, bi hevkariya Dewletên Yekgirtî yên Amerîka’yê re hîna jî di rojeve de ye. Wezîrê parastinê, bi piştgirtiya hempîşeyê xwe yê wezareta karên derve re, daxwaza x
we ya şandina leşkeran ber bi derveyî welêt ve û gav bi gav “paqijkirina” destûra bingehîn venaşêre5. Lê berevajî vê yekê, her du partiyên piçûk yên koalîsiyona heyî ya hukûmetê, Partiya Sosyal Demokrat û Partiya Nû ya Gel, li ber vê radibin. Her çend hêzên aşitîxwaz bi qasî demên berî xurt nebin jî hîna çalak in6. Di vê çarçoveya nediyar de, Hatayoma di dawî de li ber zora amerîkaperestan serê xwe tewand û plana sala 1996’an ji Okînawa xiste meriyetê7.

Barê dîrokê hewldana Niponn’ê asê dike

Bi ya senatorê demokrat Fujîta divê “statuya peymana ewlekariyê ya di navbera Amerîka û Japonya’yê de cardin bê nirxandin. Divê arteşa amerîkî bimîne lê divê endamên wê û cihê wê ji nû ve bên nîqaşkirin. Divê hejmara baregehên leşkerî were kêm kirin.” Bi ya wî herî kêm “du sedemên li wir mana Amerîka’yê hene. Li aliyekî welatê me têra xwe xwedî hêzên leşkerî nîne. Hêza me têrê dike ku em xwe ji nû ve çekdar bikin, lê ev yek di bernameya me de nîne. Li aliyê din jî eger bibînin ku Japonya xwe çekdar dike, vê yekê wê welatên cîran bitirsanda. Dilê wan niha rehet e, lewra dibînin em hevkariyê bi Dewletên Yekgirtî yên Amarikayê re dikin.”

Gelo Washington li Asya’yê garantiya ewlekarî û aşitiyê ye? Ne misoger e ku cîranên Japonya’yê hemû wisa difikrin. Lê belê hemû wê bi awirekî xirab li Japonya’yeke daxwazên wê yên çekdarbûnê hene, binihêriyana. Ji xwe di sala 2000’î de, Serokwezîr Koizumi Junichiro bi awayekî sîstematîk diçû serdana Perestgeha Yasukuni cihê ku gorên gunehkarên şer lê ne. Ev yek bû sedem ku li Çîn û Kore ya Başûr protestoyên mezin pêk werin. Piştî van bûyeran, “provokasyonên” bi vî rengî êdî qediyan. Lê Ishida diyar dike ku dîsa jî Japonya’yê “hîna helwesta xwe ya li beramberî dîrokê nehatiye sererastkirin.” Ev tespît pir caran di devê dîplomat û pisporan de ye û li peşiya pêkanîna projeya Japonya’yê ya asyayî, astengek e. Tevî ku ev proje yek ji daxwazan li pêş a Japonya’yê ye jî. Hatoyama eşkere kir ku ew piştgirtiyê dide avakirina “civateke rojhilata asyayê” ya Bi ya modela Yekitiya Ewrûpa’yê.

Di vê pirsgirekê de para herî mezin a Çîn’ê ye, ku di navbera tirs û pêdiviyan de diçe û dihê. Wekî ku di nav derdorên aboriyê de dihê gotin, bazara gelekî mezin a Çîn’ê “pêşeroja Japonya’yê” mîsoger dike. Piştî krîzeke ku ji deh salan bêhtir dewam kir, aboriya Japonya’yê hê girêdayî firotina ber bi derve ve ye ku îro gelekî kêm bûne. Wisa xuya ye ku Asya xwe ji vê krîza aborî baştir parastiye, û şûna rojava girtiye. Çîn jî şûna Dewletên Yekgirtî yên Amerîka’yê ji destê wê girt û xwe kir hevgirê bazirganîyê yê yekem. Vê yekê kir ku têkilî çêbin. Di salan 2009’an de, nêzikî çaryeka firotina ber bi derve ve ya japonî çûne Împaratoria Navendê (ango Çîn), ji sedî 16’ê wê çûne Amerîka’yê û ji sedî 12’ê wê çûne Ewrûpa’yê. Lê belê bazirganî têrê nake ku xwe ji kevneşopiyan xelas bike.

Tirsa wendakirina piştgiriya Washington’ê

Ji serdemên destpeka nivîsê ve ku heta bi destpêka konfuçiyenîzm an ji bûdîzmê, kokên hevpar ên her du neteweyan hene ku dikarin hevkariya di navbera wan de xurtir bikin. Lê belê, rabihurî ji nelihevkirinan jî mişt e. Berê, imparatorên Çîn’ê japon wekî “neteweyekî hacûckan” didîtin ku yekane mafê wan bac dan bû. Li aliyê din, di destpêka sedsala bihurî de, ji dagirkirina Mançûrî heta bi komkujiyên Nankînê, japonan fetha xwe ya kolonyal bi xeddariyeke kêmdîtî meşand. Di cîhanê de yekane mexdûrê bombeya bombeyan- Bombayê atomîk- nikarîbû wekî Almanya ya ku hevgirê Japonya’yê bû, ji dîroka êrîşkariya xwe dersên ku diviyabû hîn bibin, derxe. Îro jî muzexaneya li kêleka goristana Yakusnunî, “şerê xweparastinê” yê Pasîfîk’ê mafdar nîşan dide.

Tansiyonên mezin ku sala 2005’an de gihiştibûn rewşa herî xerab, êdî neman. Li Taywan’ê – yek ji sedemên nelihevkirina Pekîn û Tokyo’yê ye - ji hilbijartina Serokkomar Ma Ying-jeou ku aligiriya hevkariya bi Çîn’ê re dikir, destûr da ku ji nû ve dest bi hevkariya baştir bikin. Berevajî serokkomarê berê yê zêdetir alîgirê sexwebûnê bû. Li Japonya’yê Koizumi çû û ev nîşana normalbûnekê bû. Hatoyama ji Hu Jintao re pêşniyara “veguhertina ava şêlû ya derya Çîn’ê bi deryayeke biratiyê8” kir, ji bo çareserkirina pirsgirekên erd ên giravên Senkaku (Diaoyu) . Di Kanûna 2009’an de alîkarê serokkomarê Çîn’ê Xi Jinping çû Tokyo’yê û ji bo Împarator Akihito bibîne tiştek kir ku heta niha kêmhatibû kirin. Di ser qonaxên protokolê yên rêûresma berî dîtina împarator re derbas bû û yekser çû cem wî. Li aliyê Japonya’yê di navbera 10 û 14’ê Kanûnê de, serokê PDJ’yê Ozawa Ichiro ku xwediyê hêzeke mezin e, bi şandeyeke ji 600 kesên navdar, ji bo gereke nehatî dîtin, çûn serdana Çîn’ê.

Bi ya Profesor Kokubun Ryosei ji zanîngeha Keio li Tokyo’yê, “Pêşketinên bidestxistî hêja ne”, lê dîsa jî ew tembîh dike da ku mirov nekeve nav analîzeke zêde hêsan. Hevgirtineke çînî-japonî ya hewlê bide Dewletên Yekgirtî yên Amerîka’yê ji Asya’yê bike der tine, lê belê têkilîyeke sê-alî heye (Dewletên Yekgirtî yên Amerîka’yê, Çîn û Japonya). Çarenûsa van têkiliyên sê-alî di sedsala bîstan de şahidî li serpêhatiyên cur bi cur kir: Di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de hevgirtineke amerîkî-çînî li dijî Japonya’yê hebû, pişt re hevgirtineke amerîkî-japonî li dijî Çîn’ê çêbû. Vê rewşê herî kêm “heta bi salên 1970’yî dom kir, wê çaxê Yekîtiya Sovyetan ji aliyê her sê welatan ve wekî dijminekî dihat hesibandin.” Wê demê Tokyo li bendê nebû ku di sala 1972’an de Amerîka pozîsyona xwe li hemberî Pekîn’ê biguherîne. Serokê amerîkî hingî çû serdana Pekîn’ê û Çîn heta hingî wekî dewlet nedihat qebûlkirin, nas kir. Japonan navê “şoka Nixon” li vê bûyerê kir. Japonya bi vê bûyerê ew qas matmayî mabû ku hîna jî behsa wê dike. Di sala 1998’an de heman şok Japonya dîsa hejand. Kokubun weha rave dike“Serok Clinton ji hefteyekê bêhtir li Çîn’ê dimîne û di Tokyo’yê re derbas jî nabe. Me dest bi tatêl û mitalên li ser vê ‘jêbuhurîna Japonya’yê’ [passing Japan] kir, tirsa me ev bû ku “hevgirtina stratejîk” a nû di navbera Çîn û Amerîka’yê de zirarê li Japonya’yê bike.”

Demokratan vegeriya Qesra Spî û vê yekê fikarên Japonya’yê zêdetir kirin. Di warê fermî de herkes bi axaftina Barack Obama a li ser bêçêkkirina nukleer dilxweş û razî ye. Wezareta Karên Derve wisa dibêje “ev tiştek e ku me ji zû de dixwest.” Lê pişti ku demeke kin li Tokyo’yê bihurand, serdana demdirêj a serokê amerîkî li welatê mezin ê cîran di Mijdarê bihurî de bala her kesî kişand ser xwe.

Dilê hukûmeta nû ya japonî nîn e ku bihêle Washington û Pekîn hevdîtinan di navbera xwe de çêbikin û wê li derve bihêlin. Lewra bi awayekî xurt xwe nêzî Çîn’ê dike û (di dawiyê de) daxwaza pêşdebirina karûbarên polîtîk ên herêmî, diyar dike. Rastî ev e ku fikra “Civata Rojhilata Asya’yê” ne ya wî ye. Ev fikir, piştî krîza aborî ya salên 1990’î de derketibû holê, lê ji aliyê Washington û Pekîn’ê ve nehatibû qebûlkirin. Hatoyama vê peşniyarê pêşkêş dike: “Di demeke dirêj de hebûna pereyekî [asyayî] yê hevpar” ku wê “ rola nû ya Asya’yê di rêvebirina karên cîhanê de9” eşkere bike. Hewldaneke piçûk a fona dravî ku armanca wê alikariya ji bo welatên xizan e. Kore ya Başûr tev li wê bû, belê riya hevrikiyê vekirî dimîne.

Navbera Pekin û Tokyo’yê de pêşbirka Asya’yê

Çîn rêvebiriya diplomatîk dike û bi deh welatên endamê Yekitiya Neteweyên Başûrrojhilata Asya’yê (YNBRA)10 re peymaneke kirînûfirotina serbest mohr kir ku ji 1’ê Çileyê sala 2010’an û vir ve kete meriyetê. Ji bo ku derengmana xwe telafî bike, Tokyo bi armanca avakirina tişta jê re dihê gotin “Kevana Azadiyê” bi xwîngermî berê xwe dide Hindistan, Awustûralya û Zelandaya Nû. Ev yek jî berevajiyê otorîtarîzma Çîn’ê ye. Hukûmet bi taybetî dixwaze xwe bi Delhiya Nû bide hezkirin ku ji bo giraniya Çîn’ê xetereke mezin e. Di Cotmeha sala 2008’an de “Peymaneke hevkariyê ya stratejîk” hat mohrkirin; meşandina operasyonên leşkerî yên hevpar wekî yên Amerîka’yê dihên plankirin. Tevî ku girîngî bi van têkîlîyan dihê dayîn û hêviyê didin mirovan, ev têkiliyên li pêş dihên girtin marjînal dimînin. Mezinahiya bazirganiya navbera Japonya û Hîndistanê kêmtirî ji sedî yekê bazirganiya Japonya’yê ye.

Di nava rêveberiya Hayatoma de, hin kes mînaka hevgirtina di navbera Fransa û Almanya’yê de li ber çavên xwe digrin û difikrin ku hevgirtineke bi Kore ya Başûr re wê bêhtir hêviyan bide. Li Wezareta Karên Derve pisporekî têkîlîyên navbera welatên Asya’yê diyar dike ku: “Bi Çîn’ê re di warê aborî de em heman zimanî diaxivin, lê di barê mijarên din ên hemûyan de nêrînên me gelekî cihê ne. Li rojhilata Asya’yê bi tenê du welat xwedî aboriya bazarê û demokrasiyê ne: Kore û Japonya. Ew dikarin bibin motorên hevkariyeke herêmî.” Lê her çi qas wisa xuya bike jî tu garantiya serketinekê nîn e, lewra li aliyekî Çîn ditirsîne û li aliyê din jî Japonya li ber dilan nagera û aram nake.

Li vir, dilşikestin û dilmayînên dîrokî hîna jî îhtîmaleke ji nû ve lihevkirineke dîplomatîk asteng dikin. Piştî xebateke dualî ku sê salan ajot, di Adara 2010’an de raporeke 2200 rûpelî hat çapkirin. komîsiyona dîroknasên Kore ya Başûr û Japonya’yê sebaret bi çend xalên kilît li hev nekirin: Bi darê zorê xebitandina mirovan ku hukûmeta Japonya’yê di dema şer de ferz kiribû, her weha xebitandina “jinên rehetkirinê”, ev gotin ji bo jinên Koreyî yên ji bo fuhûşê hatin mişaxtkirin, dihê bikaranîn. Pisporê Wezaretê Karên Derve dibêje: “Divê em sebr bikin. Êdî lihevkirinên polîtîk û aborî hêsantir in. Ji dema ku Kore kete nav refên welatên pêşketî êdî xelqê Kore’yê bêhtir bi xwe bawer e. Li aliyê Hatoyama jî, êdî em amade ne bi dilekî ferehtir dîrokê lêbikolin.” Lê belê têkiliyên sêalî – Japonya, Çîn û Kore ya Başûr- bê dahol û zirne derket holê. Li dora mijara aborî kombûyî, ev her sê alî ji sala 1999’an û vir ve di civînên bilind ên Yekitiya Neteweyên Başûrrojhilata Asya’yê (YNBRA) de dihên cem hev. Di 13’ê Kanûna 2008’an de cara yekem ev her sê welat li ser navê xwe civiyan. Kokubun dibêje: “Di dawiyê de fikra Civata Rojhilatê Asya’yê rengê xwe digire.”

Dîsa jî, eger em li cudatiya pozîsyonan li hember “pirsgireka” Kore ya Bakur binihêrin, em dikarin bêjin paşeroj wê bibe meşeke nû û dirêj: Pekîn hevîditin û zextê bi kar tîne; Seoul hişk dimîne; Tokyo jî hevdîtinan red dike. Mûşekên ku li ser erdên Japonya’yê dihên avêtin û gefên nûkleer wê ditirsînin, lê belê di dilê xwe de, tu kes ji tiştekî bi vî rengî bawer nake.

Hêmaneke din a ku pêşketina stratejîk a Japonya’yê asteng dike, Rûsya ye. Dîsa pêlên dîroka Şerê Cîhanê yê Duyemîn hîna nehatine qulubandin. Îro jî tu peymana aştiyê di navbera Tokyo û Moskova’yê de hîna nehatiye mohr kirin, sedema wê jî nelihevkirineke li ser giravên Kurîl e ku ji wan re Japonya “erdên Bakur” dibêje. Hatoyama ku li wir li madeyên xam ên enerjiyê digere û hevrikiya birayê xwe yê dijmin Çîn’ê dike, hewlê dide hevîditinan li dar bixe. Hevdîtinên dualî zêdetir dibin.

Şêst sal piştî têkçûna Japonya’yê li Pasîfîk’ê û bîst sal piştî hilweşîna împaratoriya Sovyet’ê, Japonya li riyekê digere da ku bikeve cîhana piştî şerê sar. Hatoyama qala otonombûneke ji Dewletên Yekgirtî yên Amerîka’yê dike û li pey hevkariyeke nû ya herêmî ye. Gelo danseke sêgoşe bi Çîn’ê re dixwaze? Gelo li dijî Pekîn’ê, dixwaze bi desthiladariyeke xurt a amerîkî re riya xwe dewam bike? Ya rastî ev xewna guhertinê ya hukûmeta nû ya Japonya’yê, di kêliya herî xerab de pêk dihê. Çîn wekî ku baskên wê derketibin xwe pêş dixe û Japonya jî bêhna wê çikiyaye.

Wergera ji fransî
Lokman Turgut

Çavkanî
  1. Peyman di 19’ê Çileyê 1960’î de hat mohr kirin û di Hezîranê de hat qebûl kirin.
  2. Edîtoryala rojnameya Asahi Shimbun, Tokyo, 2’ê Nîsana 2010’an.
  3. Axaftin û daxuyaniyên serokwezîr, www.kantei.go.jp
  4. Bixwîne; Emilie Guyonnet “Les ambitions militaires du Japon passent par les Etats-Unis (Planên eskerî yên Japonyayê di Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re derbas dibin” le Monde Diplomatique, Nîsana 2006’an.
  5. Bixwîne; Masami Ito, “Greater peacekeeping role OK, not truce enforcement (ji rolekî mezintir re ji bo parastina aştiyê ERÊ, ne ji bo xurtkirina agirbestê)” Japan Times, Tokyo, 23’ê Adara 2010’an.
  6. Bixwîne; Katsumata Makoto, “Le mouvement pacifiste japonais depuis les années 1990, le débat en cours (Tevgera pasîfîst a japonî ji salên 1990’î û vir vir ve, nîqaşên li dar in)” Recherches internationales, Parîs, hejmar 86, Nîsan-Hezîran 2009.
  7. Bixwîne; Gavan McCormack, “Client State: Japan in the American Embrace (Welatê girêdayî: Japonya di bersînga amerîkî de)”, Verso, New York û Londra, 2007.
  8. Axaftinên ku Asia Times çapkiriye, 23’ê Îlona 2009’an.
  9. Hevpeyvîne bi rojnameya South China Morning Post, Hongkong, 25’ê Cotmeha 2009’an.
  10. Bîrmanya, Bruney, Camboçya, Îndonezya, Laos, Malezya, Filîpîn, Sîngapûr, Tayland, Vietnam. YNBRA bi Japonaya, Çîn û Kore ya Bakur fereh bû û jêre tê gotin YNBRA + 3.