Li welatê sermayedarîya reel

Gengeşîya lı ser Rûsyaya paş-sovyetî

Bi nêzîkbûna hilbijartinên Rûsyayê yên adara 2012ê, manewrayên mezin ên siyasî li Kremlînê dest pê kirin. Rûsyaya ku di destpêka salên 1990ê de li ber mirinê bû, di nav deh salan de, di warê aborî û dîplomasîya ku xwe dispêre otoratîzm û gendelîyê de, bi awayekî nepayî bi ser xwe ve hat. Di rewşa niha de, du bergehên derbasbûna serdema paşsovyetî li pêşberî hev in.

Bîstemîn salvegera hilweşîna Dîwarê Berlînê bû muna-sebeta weşandina gelek pirtûkan, ku rûxîna rejîmên paş Perdeya Hesinî careke din vedibêjin.[1] Yekîtîya Sovyetan û digel wê Rûsya di vê nihêrîna li rabuhurîyê de cihê sereke girt. Lê belê, piştî bîst salan, di warê tecrûbeya Rûsyayê ya serdema piştî jihevketina Yekîtîya Sovyetê ya 1991ê de hin hewldanên nû jî derketin. Pirtûka Daniel Treisman a bi navê Veger hewlê dide ku vê valahîyê bi grafîkeke ‘Rêwîtîya Rûsyayê ji Gorbaçov heta Medvedev’ dagire.[2] Dibe ku Treisman bêhtir wekî hev-nivîskarê gotara polemîkî ya bi navê ‘Welatekî Normal’ tê nasîn.[3] Pirtûk nîqaş dike ku serdema piştî Rûsyaya Sovyetan ji barên dîrokî yên yekane bêhtir –an ku rewabûna otokrasîyê, meylên burokrasîyê yên kokberdayî- ji hin pirsgirêkên geşedanê tengezar e, ku gelek welatên bi derameda navincî bi heman pirsgirêkê re rû bi rû ne: Gendelî, dezgehên qels, hesasbûna aborîyê. Li gor vê nihêrînê, veguherîna serdema piştî Sovyetan pêvajoyeke hêdî ya hevkarîya digel mînakên welatên din e, ku digel Rûsyayê di heman asta deramedê de ne.

Piştgirîyên îdeolojîk ên vê helwêstê aşkere ne: Reformên lîberalkirinê yên salên 1990ê divê wekî serkeftinekê bê nirxandin, ji ber ku Rûsya niha kêm zêde cihê xwe yê nav hîyerarşîya aborî ya navneteweyî stendîye, ku aîdî wê derê ye. Lê belê helwêsta Treisman bi fazîlet hewlê dide ku nîqaşa xwe ya li ser Rûsyayê li gor prototîpên hîsterîk ên Şerê Sar bêhtir bi serekî bilind û kêmtir serşor bimeşîne, yan jî hewlê dide ku cazîbeya rihê rûsan esrarengîz bike. Di pirtûka Veger de Treisman herweha hewlê dide ku portreyeke rastîn a Rûsyayê bide û ne ya ku siyasetmedar û analîstên rojavayî di serê xwe de xeyal dikin. Treisman helwêsta xwe di navbera du nihêrînan de bi cih dike. Ji alîyekî ve îdeologên neolîberal, ku hemû pirsgirêkên Rûsyayê bi wê yekê re girê didin ku reformên bazarê bi awayekî serkeftî pêk nehatine û ji alîyê din ve jî ew kes hene, yên ku reforman dikin sedema rewşa xerab a welêt. [4] Lê dîsa jî ev nihêrîn hin argumanan ji otorîteyên serbixwe radigihîne -hin kes weha dibêjin, ên din bi awayekî din; rastî li cihekî naverast de ye- çîroka Treisman jî di dawîyê de bi nihêrîna lîberal a rojavayî ya sereke ve tê girêdan.

Nîvê pêşîn ê pirtûkê li ser dîroka siyasî ya bîst salên çûyî ye, ku tê de beşek giranîyê dide kesayetî û rêbazên serokdewletên li dû hev: Gorbaçov wekî ‘xetaya herî serkevtî ya dîrokê’ tê bi nav kirin; Yeltsîn jî wekî qehremanê leng tê pêşkêş kirin, ku bi awayekî bêhemdî birêveçûna krîza siyasî û aborî îdare dike; Putîn jî ji hawîrdora baş a aborîyê bi awayekî şikbar sûdê werdigire; Medvedev jî wekî ‘dublor’ tê bi nav kirin ku di du salên wî yên wekî serok de bername û mebestên wî hîna jî ne dîyar in. Nîve dawî yê pirtûkê jî di heman kronolojîyê re diçe, lê belê îcar di çendîn qadan de sentezên analîtîk ên berfirehtir pêşkêş dike: Dînamîkên ku rê li jihevketina Sovyetan vekir, veguherîna aborî ya salên 1990ê, şerê li Çeçenistanê û têkilîyên Rûsyayê digel Rojava. Gelek encamên ku Treisman digihîje encamên asayî ne- wekî mînak beşek bi giştî qala têkilîya navbera populerîteya serok û çûyîna aborîyê ya ber bi başbûn yan jî xerabbûnê dike-, lê belê hin dem hene ku bi vê tesbîtê re li hev nakin: Nivîskar fikarên Rûsyayê yên ji bo NATOyê û rîyakarîya siyaseta derve ya Dewletên Yekgirtî jî tîne ziman.

Gelo sedema rûxîna Sovyetan tesaduf bû?

Treisman ji hevketina Sovyetan wekî pêvajoyeke tesadufî bi nav dike. Xerab birêvebirina reformên aborî yên sala 1980yê -xemsarîya serekên Sovyetan a di warê pêşdebirina sanayîya welêt de, ku ber bi rûxînê ve diçû- Yekîtîya Sovyetan kişand ber kendalekê û li dû hev hatina ‘qeza û karên nezanî’ yên li hember vê karesatê, Yekîtîya Sovyetan dehf da nav kendalê. Treisman hewlê dide ku li dij wê fikrê rabe ku dibêje bilindbûna neteweperestîyê bûye sedem ku Yekîtîya Sovyetan ji hev ket: Piştî ku dîyar bû ku pergala Sovyetan dê ji hev bikeve, înca hevwelatîyên wê piştgirî da hêzên neteweperest, ku nû hatibûn ava kirin.

Lê dema ku nivîskar vedigere ser reformên bazarê yên salên 1990ê, ev têgiha tesadufîbûnê ji nişkan ve wenda dibe: Treisman îddîa dike ku ji bilî wê riyê, ku Yeltsîn pejirandibû, tu alternatîfeke realîst tunebû, ji ber ku ji Yeltsîn re ‘karesatek’ wekî mîrat mabû, ku ev karesat jê xerabtir bû, ku dihat guman kirin. Lê dîsa jî wî bi awayekî serkeftî siyaseta xwe pêş de bir û welêt li ser hev ragirt. Treisman wekî din israr dike ku encam bi qasî ku dihat guman kirin ne xerab bû: Ketina berjêr a hasilata xeyrîsafî nîşaneyeke pêbawer nîne û asta kalîteya jîyanê ya gelek kesan di deh salan de pêş de çû, ku zêdebûna kirîna televîzyonê û alavên nav malê weha nîşan didin. Qala jidestçûna xizmetên gelemperî yên wekî xizmetên tendurustî, perwerdehî, îstîhdamê û bi ser de jî rizîna pişthevgirtina civakî nehat kirin.

Hêzeke navbera du serdeman

1991 Hilbijartina Yeltsîn ji bo serokatîya Komara Rûsyayê. Hilweşîna Peymana Varşovayê. Hilweşîna Yekîtîya Komarên Sovyet ên Sosyalîst (YKSS). Avakirina Koma Dewletên Serbixwe (KDS) ya ku ji 15 Komarên Sovyet ên kevin, 11an tîne ba hev.

1992 Destpêka "terapîya şokê": Helwêsta bizorê ya lîberalîzekirin û taybetîkirina aborîya rûsî, ku bû sedema helîyana Hatinîya Nesafî ya Navxweyî (HNN) û ya hêvîyên jîyanê.

1993 Îmzekirina Peymana Kêmkirina Çekên Nukleer ên Stratejîk (Start 2) di navbera Dewletên Yekbûyî û KDSyê de. Derketina krîzê di navbera Yeltsîn û Kongreya Parlamenterên Gel a Rûsyayê de; artêş êrişî Parlamentoyê dike (bêtir ji 150 kesan mirin). Bi referandûmê qebûlkirina destûrekê ji bo "sîstema serokatîyê" ku ji alîyê Yeltsîn ve hatibû pêşkêş kirin.

1994 Destpêka şerê yekê yê li hemberî cudaxwazên Çeçen, ku dê du salan dom bikira.

1995 Serkevtina Partîya Komunîst di hilbijartinên ji bo parlamentoyê de.

1996 Qebûlkirina Rûsyayê di Konseya Ewropayê de. Bi deyn peredana Rûsyayê ji alî Fona Diravî ya Navneteweyî (FDN) ve da ku "biryardarîya" wê teşwîq bike. Ji nû ve hilbijartina Yeltsînî.

1997 Îmzekirina Peymana Birêvebirina Têkilîyên Bingehîn ên di navbera Rûsya û NATOyê de.

1998 Krîza diravî: Devaluasyona rûbleyî, anormalîya deynên giştî. Evguenî Prîmakov weke Serokwezîr tê tayin kirin.

1999 şerê duyê yê Çeçenistanê. Pûtîn di hilbijartinên giştî de bi ser dikeve.

2000 Pûtîn weke serok tê hilbijartin. Ji nû ve navendîkirina desthilatê. Dmîtrî Medvedev weke serokê konseya birêvebirina dêwşirket Gazpromê, ku dewlet hevparê wê yê serekî ye tê tayin kirin.

2001 Gilîyên binpêkirina mafên mirovî ji alî hêzên Rûsyayê ve li Çeçenistanê. Hevdîtina yekê ya di navbera Pûtîn û Bush de.

2002 Kanala NTVyê dikeve bin kontrola yên nêzîkî Kremlînê. Rehîngirtina ji alî serxwebûnxwazên çeçenî ya di tiyatroyeke Moskovayê de; êriş bû sedema mirina 118 kesan.

2003 Kuştina parlamenterê lîberal Sergey Yûşenko, ku li hemberî siyaseta desthilatê ya li Çeçenistanê derket. Girtina Mîxayil Kodorkovskî, Serokê Birêveber ê Giştî (SBG) yê grûba petrolê Yûkosê.

2004 Ji nû ve hilbijartina Pûtîn. Serketina namzetê ser bi rûsan Alû Alxanov di hilbijartinên serokatîyê de li Çeçenistanê. Rehîngirtina li dibistaneke Osetîyaya Bakur (340 kuştî). Reformeke destûrî ya ku desthilatên serokê rûsî bihêz dike.

2005 Derbên giran li serxwebûnxwazên çeçan ketin. Başbûna rewşa aborî: HNN dîsa gîhaşt asta xwe ya 1990ê.

2006 Di derbarê gazê de di navbera Ûkrayna û Rûsyayê de nakokî. Civîna G8ê li St-Petesbûrgê. Krîz di navbera Rûsya û Gurcistanê de. Kuştina rojnamevan Anna Politkovskaya li Moskovayê.

2007 Mirina Yeltsîn.

2008 Medvedev weke serok hat hilbijartin û Pûtîn weke serokwezîr tayin kir. Mudaxeleya leşkerî ya rûsî di nelihevkirina navbera Gurcistan û serxwebûnxwazên Osetyaya Başûr de, ku Moskovayê piştgirîya wê dikir.

2009 Dawîya nakokîya Çeçenîstanê. Lihevkirina bazirganî ya di navbera Rûsya û Çînê de. Êrîşeke xwînî li se xeta hesinî ya Moskova û St. Petersbûrgê de, ku komeke îslamî ya Kafkasyayê ew girt ser xwe.

2010 Cotêrîşek di metroya Moskovayê de. Îmzekirina peymaneke nû ya bêçekirina nukleerî di navbera Dewletên Yekbûyî û Rûsyayê de. Ziwayî û şewata daristanan a nedîtî.

2011 Medvedev biserneketina siyaseta têkoşîna li dijî gendelîyê qebûl dike. Di warê nukleera siwîl de, tezdîqkirina lihevkirina hevkarîya bi Japonyayê re.

Wergera ji fransî: Yaqûb Karademîr

Di dawîyê de, nivîsa Treisman reformên Yeltsîn biheq derdixe û çîroka standart a xeyalên nafîle yên tenê dibêje, ku tê de kevirên demokrasîya lîberal datîne nav rastîya rûs. Wekî gelek bawerîyên sebaret bi Rûsyayê, ku ji 1991ê û vir ve hene, Treisman dîbêje li jêr desthilatdarîya Yeltsîn de demokrasîya lîberal hêzdar dibû, lê belê ne bi awayekî berbiçav. Li gor wî di dema Putîn de jî welêt ber bi rabuhurîya xwe ya otorîter hin gavên paş de avêtine. Kêmasîyeke vê dîtinê heye ku li pişt veguherînên salên 1990ê mebesteke kûrtir a îdeolojîk heye. Tiştê ku li Rûsyayê hêzdartir dibû ne îllehîm demokrasî, lê belê kapîtalîzm bû. Ev rewş ji wê yekê aşkere ye ku kesên ku reform pêk dianîn texsîr nekir ku zorê bidin ‘terapîya şokê’, bêyî ku peywireke wan a demokratîk hebe û wan herweha piştgirî dida Yeltsîn, dema ku wî çendîn caran destûra welêt bin pê kir -mînaka herî berbiçav ew bû ku wî di sala 1993ê de parlamento bombe kir. Bi rastî jî, li Rûsyayê dema ku mulkên kapîtalîst mijara gotinê bûn, demokrasî her tim di rêza duduyan de ma.

Peydabûna elîteke nû û zêdetir demokrasî yan zêdetir kapîtalîzm?

Têgihiştineke alternatîf a metaforên serdema piştî komunîzmê ya li Rûsyayê ev berjewendîyên kapîtalîst dê li naverastê bi cih bikirana û giranî bidaya wan rêbazan ku rewşa welêt li gor projeya çînan a elîtên nû yên welêt teşe bigire. Vê yekê bi dorê re wêneyek pêk anî ku taybetmendîya vê elîtê hewce bike: Kî Rûsyayê bi rê ve dibe? Di salên bi teşqele yên 1990ê de elît ji endamên berê yên Partîya Komunîst û muteşebbîsên nû pêk dihatin. Di van deh salan de serwetmendîya van muteşebbîsan bi piranî bi malên giranbuha yên îxtracatê yên wekî metal û m’aden re, yan jî bi mekîne û alavên malî re girêdayî bû, ku ji palûkeyên Sovyeta berê dihatin dizîn. Daketina nirxê ruble ya 1998ê bingehê vê dora elît hejand û bankagerî û darayî qels bû, lê belê ji alîyê din de jî ew hilberîner hêzdar kirin, ku ji bo bazara navxweyî berhem dida. Lê belê bandora dîyarker ku teşe da him elîtan him jî hemû welêt, buhayên giran ên gaz û neftê bûn, ku ji sala 2000ê û pê ve her ku çû zêdetir bûn. Ev bilindbûna buhayan ne tenê sûdên şirketên mezin ên dewletî yên wekî Rosneft û Gazprom, lê herweha yên xusûsî yên wekî Surgutneftegaz û heta belavbûna wê ya sala 2003ê Yukos.

Vê pêla dewlemendbûnê elîteke nû afirand, ku di warê serwetmendîyê de ji yên salên 1990ê gelek serkeftîtir bûn: Bi gotina zanista siyasî Lilia Shevtsova, ku li Washingtonê dijî, ‘olîgarşîya kevin a Yeltsîn nizbet bi yekîneya burokrat-olîgarşên nû, wekî ecemî dixuyin.’[5] Têgiha Shevtsova, ku bi xetekê re bi hev re hatiye girêdan, taybetmendîya resen a vê elîta nû nîşan dide. An ku ev elît him sektorên dewletî him jî yên xusûsî dihewîne û "emrê desthilatdarîya karsazî û hikûmetî dirêjtir dike". Lê belê dibe ku portreya herî baş a vê elîta nû ji civaknas Olga Kryshtanovskaiayê tê, ku ji salên 1990ê û vir ve pevguherîna endametî û serwetên elîta nû dişopîne. [6] Dîtina wê girîngîyê dide bilindbûna sanayîya giran, ku digel sedsala nû re guherî, û berjewendîyên hevpar ên cîhana karsazî û desthilatdarîya siyasî.

Hişyarîya li welatên ereban wê xwe bigihîne Rûsyayê jî?

Gelek kesan bala xwe da berfirehtirbûna rola dewleta rûs a di aborîyê de û wan ev yek wekî nîşaneya hêdî hêdî dîsa dewletîkirina aborîyê nirxand -wekî mezinbûna aborîyê, personela hêzên ewlekarîyê ku ew jî mezin dibû, li jêr destê Putîn bû. Lê belê tiştê ku derbarê elîta îroyîn a rûs de balê dikişîne, ne domînantbûna dewletê ya li ser sermîyanê ye, lê belê linavhevketina wan her duyan e. Personelên hikûmetê ji karsazan tên girtin û herweha berevajî; hêza îdarî ji bo karsazan navgînên gelek girîng peyda dike û raman û fikarên malî di warê tayînkirina mulk û pozîsyonên dewletê de rola mezin dilîzin. Ev rewş di her astê de weha ye, lê belê dibe ku herî pir li herêmên Rûsyayê, ku şirketên mezin -him yên dewletî him yên xusûsî- di aborîya herêmî de xwedî giranîyekê ne. Jê wêdetir, herçend piranîya şirketên mezin, ku di sektorên herî girîng de kar dikin, dewletî ne jî, ew jî bi rêbazên sûda-herî-zêde tên bi rê ve birin- an ku wekî amûrên belavkirina serweta neteweyî ji bo dewlementtir kirina endam yan jî komeke elîtan.

Di hilbijartinên giştî yên berfanbara îsal de û nemaze jî di hilbijartinên serokdewletî yên sala pêşîya me de, em dikarin di nav elîtên du-jiyanî ya Rûsyayê de li benda pêşbirkeke dijwar a ji bo van çavkanîyan bin. Hevdem, ew dê bi tenê ji bo erêkirina parvekirina vê xenîmetê serî li xelk bidin -helbet heger li Rûsyayê jî wekî yên cîhana ereb hişyarbûnek peyda nebe. Herçend vê gavê gelek nîşaneyên kêm ên hişyarîyeke weha hebin jî, divê qedera Gorbaçov û ya Mubarek pêbawernebûna îmaja ‘wekî ku dike’ hînî me bike.

Çavkanî

Tony Wood:
Edîtorê alîkar ê The New Left Review (London).

  1. Wekî mînak Robert Service, Hevrêno (2008); Archie Brown, Bilindbûn û ketina Komunîzmê (2009); Stephen Kotkin, Civaka Nesivîl (2009); Victor Sebestyen, Şoreş1989 (2009)
  2. Daniel Treisman, Veger: Rêwîtîya Rûsyayê ji Gorbaçov heta Medvedev, New York 2011
  3. Kovara Foreign Affairs, March-April 2004
  4. Aborîzanê swêdî Anders Aslund, ku di destpêka salên 1990ê de di ware arizîkirinê de şêwirmendîya hikûmeta rûs kir, yek ji alîgirên sereke yên dîtina berê ye: Binêrin pirtûka wî ya bi nave Kapîtalîzm çawa hat ava kirin(2007); alîgirê dîtina dawî jî pirtûka Peter Reddaway û Dmitri Glinski Trajedîya Reformên Rûsyayê (2001)
  5. Shevtsova, Rûsya: Di nav veguherînê de wenda (2007), r. 108
  6. Binêrin pirtûka wê Anatomiia rossiiskoi elity (Anatomîya elîtên rûs, 2004), nemaze rûpel. 346-66

Wergera ji îngilîzî: Celîl Kaya