Li welatên dinyaya sêyem mentiqekî din

Translator

Nîqaşa hevgirtinên navbera sinifa karkeran û "tebeqeyên navincî" li cîhana kolonîzekirî ya berî Şerê Cîhanê yê Yekem naşibe ya di sedsala XIX. ya Ewropayê. Sinifa karkeran li cîhana kolonîzekirî hema hema tuneye, sosyalîzma hê nû pêk tê û tevgerên berxwedana li dijî dagîrkerîya bîyanîyan ên ku bi piranî kadroyên dîndar, an jî ji rêûresmê wan bi rê ve dibin. Li Ewropayê pirî caran wekî "feodal" û "paşverû"yên dijberî pêşveçûnê û "medeniyet"ê tên danasîn, sosyalist jî vê yekê dikin.

Şerê Cîhanê yê Yekem û Şoreşa Bolşevîk a 1917ê dê her tişt biguheranda. Di Kongreya Yekem a Gelên Rojhilat de ku di îlona 1920ê de li Bakuyê pêk hat, nêzî du hezar delege civîyan: Ereb, kurd, tirk, hindî, faris û çînî. "Tim dema me nebû ku em di mezinahîya bûyerên dîrokî yên ku em tevlî dibûn bigihêjin" dibêje rêveberê komunîst Grigori Zinoviev. (…) Gelên ku heya dema niha di cîhana kapîtalîstan de wekî garana heywanan dihatin hesibandin û ji wan re ‘çîna jêrîn’ dihat gotin, bûrjuwazîyê li ser hesabên wan rehet dikir, ji xwe piştrast bûn ku ev gel wê qet ji xweber şîyar nebin. Ev gel serî hildidin." Şîara ku Komunîsta Navneteweyî (KN) pesnê wê dide êdî ev e: "Proleterên hemû welatan û gelên bindest, yek bin!".

Lê wergera darîçav a vê şîarê ne ew qas hêsan e, giranîya hejmara karkeran di cîhana kolonîkirî de her kêm dimînin: Gelo divê komunîst bi Mustafa Kemal re ku rêveberê tirkan e û Peymana Versayê dixe ber lêpirsînê, îtifaqê bikin? Gelo divê Partîya Komunîst a Çînî peymanan bi Kuomintanga nasyonalîst re çêbike? Gelo divê li hemberî emperyalîzmê bi bûrjûwazîya neteweyî re peyman bê girêdan, an jî lihevhatinên wê lê werin eşkere kirin? KN ya ku her diçe li ser stratejîya dewletî ya Moskowê tê rêz kirin, dudil e, dişewişe, carinan ber bi çerxkirinên stratejîk ên hêjayî dîtinê ve gavê diavêje.
Piştî Şerê Cîhanê yê Duyem, li beşeke mezin a welatan ku hê ji wan re welatên dinya sêyem nayê gotin, ji pirsa civakî bêhtir, şerê antîkolonîyal e, ya ku nîqaşa li ser hevgirtinên polîtîk saz dike û piranîya xurt a nifûsê dike yek. Di çend rewşan de –Vîetnam û bi berfirehî Hîndoçîn, Çîn… -, komunîst serkêşîya tevgera antîkolonîyal dikin; dema vê dikin jî mane û neverokeke civakî a li ser bingeha reforma çandinîyê ya bi kêrî gundîyên feqîr tê, perwerdehî û tenduristîyê tê danîn, didin serxwebûnê. Li Hindistan û Endonezyayê ev bûrjûwazî ye ya ku rizgarîya neteweyî bi rê ve dibe, komunîst wekî hêza duyem dimînin û carinan tên tepisandin. Li cihekî din (Cezayîr, Misir, hwd.), hêzên neteweyî bi pesndayîna şoreşê û bi piştdayîna artêşê (lê teqez antîkomunîst) desthilatdarîyê bi dest dixin û reformên kûr jî didin dest pê kirin, bi taybetî jinûve bidestxistina dewlemendîya neteweyî û berfirehkirna xizmetên perwerdehî û tenduristîyê.

Nîv sedsal piştî serxwebûnan û tevî bi pêşveçûyîna welatên wekî Brezîlya û Afrîkaya Başûr, strukturên civakî ên welatên Başûrê kevin kêm dişibin yên "klasik" ên mîna Qralîyeta Yekbûyî ya nîvê duyem a sedsala XIX. a ku Karl Marx wê terîf dike. Sinifa karkeran li wir pir kêmejimar dimîne, karê nefermî sereke ye, hejmara tebeqeyên navîn weke hejmar pir zêdetir in, lê bi piranî feqîr dibin, dîsa tevî bajarbûyînê jî, nîvê nifûsê hê jî ji gundîyan pêk tê. Ji hêleke din ve, ev welat êdî bi awayê ku nema dikarin jê veqetin entegreyî bazara global a kapîtalîst bûne, ji salên 1970ê zêdetir girêdayî ne. Di vê çarçoveyê de, dê kîjan hevgirtin bikaribin mengeneya bazaran sist bikin û projeyeke civakî ya bêhtir li ser esasê wekhevîyê dîyar bikin? Wer xuya ye ku bersiva pirsê hê nehatiye dayîn.

Çavkanî

Wergera ji fransî: Sevda Orak