Lîbyaya bi destê milîsan

Kuştina sefîrekî amerîkî, xirakirina zîyaretên marabûtî
Translator

Di çarçoveya xwepêşan-danên li dijî “filmê” li ser pêxember Mihemed li cîhana erebî de komeke lîbyayî êriş birin ser konsolosaxaneya amerîkî ya li Binxazîyê û sefîr kuşt. Milîsên ku hin ji wan bi ser wezareta hundir û ya pa-rastinê ve ne, yên ku xelkê welêt wan red dike, hê jî dikin ku bênîzamî dewam bike û li ber biîstîqrarbûna welêt û damezirandina dewleteke xurt radibin.


Li Lîbyayê tu tişt weke ku hatibû plan kirin naqewime. Tevî ku ji desthilatdarîyê xistina rêjîmê û vir ve rewşa welêt ber bi xirabîyê ve diçe jî, heta ku sefîrê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di êrişa 11ê îlona 2012ê de hat kuştin, çapemenîya rojavayî bala xwe nedida ser rewşa ewlekarîyê ya li vî welatî. Tîrmeha 2012ê Lîbya di rojeva çapemenîyê de bû. Wê demê hevgirtina "lîberal" ku Mahmûd Cibrîl wê bi rê ve dibe di hilbijartinên giştî de, partîya Birayên Misilman têk biribû -partîya wî 39 ji 80 kursîyên ji partîyan re veqetandî bi dest xistin û Birayên Misilman jî 17 kursî bi dest xistin. (1)



Gelek şiroveker ku li tevlihevbûn û jihevketina tabloya siyasî serwext nedibûn, berê xwe dan tiştên ku herî zêde hez jê dikirin , analîza encamên hilbijartinan û zanista siyasî, wan birêz Cibrîl kir kesayeta nû ya paşerojê. Çend hefteyan bi şûn de Meclisa nû ya Neteweyî Mohammad Mexarîyef ku partîya wî Enîya Neteweyî, ya ku bi gotinên wî partîyeke îslamî ya ilmî ye û di hilbijartinan de bi tenê sê kursî bi dest xistin, weke serokkomarê nû bijart. Ev yek piştrast dike ku sedema hebûna pêşdîtinan dîyarkirina nerastbûna wan e. Heman Meclisê 12ê îlonê Mustafa Abû Şagûrê du deng ji Cibrîl bêhtir bi dest xistin, kir serokwezîr.

Abû Şagûrê îslamîstan pişta wî digirt, heta wê demê di nav hikûmeta berê de ku navê hikûmeta "dewra guhertinê" lê hatibû kirin, weke alîkarê serokwezîr cîh digirt. Ev hilbijartin nîşan dide ku zehmet e meriv bi mentiqa klasîk a partînasîyê li Lîbyayê binêre, li wir dilsozî û hevrikîyên herêmî, heta bi hevrikîya eşîran ji hevrikîya di navbera "îslamîst" û "lîberalan" de ku mentiqa rojavahî wan tercîh dike, xurttir e.

Di meclisê de li şûna ku kampanyaya xwe ya hilbijartinê bispêrin nîqaşên îdeolojîk, her du namzedan ew spart lihevkirinên alîgirî dikirin. Li alîyê din, çareserkirina pirsgirêka cîh û giranîya dîn wê bibe yek ji armancên destûra bingehîn ya nû, lê awayê dîyarkirina şêst pisporên ku wê bi nivîsandina wê bên wezîfedar kirin hê jî ne dîyar e: Gelo divê ew bi awayê hilbijartinên giştî, yan jî divê ji alîyê Meclisa Giştî ve werin dîyar kirin?

Tevî ku meclis nû hat hilbijartin jî wisa xuya ye ku xwe dûrî wî welatê bi rastî kiriye yê ku di tîrmehê de birêz Cibrîl di hilbijartinan de lê bi ser ket û ev meclis Cibrîl weke ku li derveyî hikûmeta nû be dihesibîne. Hejmareke zêde ya lîbyayîyan bawer dikin ku kapasîteya birêz Şagûr ji bo xwe ferz bike, dewletê ji nû ve ava bike û yekitîya welêt pêk bîne, heye. Piranîya rexneyên ku lê tên girtin li ser tevlîbûna wî ya di hikûmeta berê de ye ku bi ser neket, nexasim di mijara ewlekarîyê de, li ser qaşo nêzîkbûna wî ya bi Dewletên Kendavê re ku beşeke karîyera xwe ya lêkolîner û mihendisîyê lê derbas kiribû, û li ser nenaskirina wî ya Lîbyayê ku ji sala 1980yê heta vegera xwe ya sala 2011ê jê veqetîyabû.

Ev parçebûna elîtên teknokrat ên di mekanîzmaya dewletê de xwedî statu nînin û ku xwedî rêxistinên ewlekarîyê yên meriv dikare bi wan bawer be nînin, rewşa heyî dide fêm kirin. Berî her tiştî xirabûna ewlekarîyê, ji pirsgirêka şerên di navbera eşîran de, ji heyfhilanîna di navbera mîlîsan de, û ji revandin û kuştina berpirsîyaran wêdetir e.

Seferberkirina sîvîlan

Êrişa bi ser sefîrê emrîkî yê Binxazîyê yek ji çalakîyên ku ji tebaxa 2012ê û vir ve dişibin yên grubên selefîst cihadîst. Armanca van êrişên her diçe baştir tên plan kirin û pêk anîn, rojavayî yan jî xelkê asîmîlebûyî ne –Sefareta Amerîkî, Buroya Netewên Yekbûyî û yên Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor (KNXS), sefîrê Ingilîstanê. Ew li Binxazî û li Misrata pir caran ji berê zêdetir bûn. Şensek e ku van êrişan zêdetir meriv mexdûr nekiribin (li Binxazîyê, yek ji parêzvanên ku ligel sefîrê inglîz bû di gulebarandina li wesaîta wan de hezîrana 2012ê birîndar bû).

Merivên şêx Omar Abderahman, yê di hepsê de-şêxekî misirî ku li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka ji ber tevlîbûna xwe di êrişa li dijî World Trade Center di sala 1993yê de girtî ye- xwedî li van operasyonan derketin. Ev kom li rojhilatê Sîrenaîkê (nexasim li Demayê) xwedî bigeheke xurt e.

Şêwazên din ên çalakîyan van mehên dawîyê zêde bûn, armanca wan tirbên pîroz (ziyaret), abîdeyên sofîyan ku li gor selefîstan ortodoksîya îslama rastî bin pê dikin. Mîlîsên selefîst Ansar el-Şarîa (alîgirên şerîetê) yên ku navenda wan li Binxazîyê ye, di van kiryaran de cîh girtin, lê timî xwestin ku li dûrî êrişên li dijî rojavayîyan bimînin. Leşkerên wê ku tecrubeya wan ya şer heye û têra xwe xwedî çek in, hin ji wan tecrûbeya xwe ya pêşî li çîyayên Irak û Afganistanê di salên 2000ê de bi dest xistin, ji destpekê ve tevlî serhildêrên li dijî Qedafî bûn û heta bidestxistina bajarê Sîrtê di tevahîya şeran de cîh girtin. Wan îsal ji nû ve bi navê koma "Mertala Lîbyayê" xwe seferber kir û bi awayekî fermî girêdayîyê Wezareta Parastinê ne; ew şandin Sebha û Kûfrayê da ku dawîyê li tevlîhevîya şerê di navbera Tûbûyan û eşîrên ereb yên herêmî de bînin. Milîsên hezîrana 2012ê vegerîyan Binxazîyê, bi erkên ewlekarîyê li nav bajaran hatin wezîfedar kirin; birêveberîya tedbîrên ewlekarîyê ya ku endamên wê şervanên îslamîst yên kevin in, ev wezîfe da wan. Ev yekîne xwedî rewabûneke şoreşgerî ya bi rastî ne û bi piştgirîya Wezareta Karên Hundir û ya Parastinê yên ku tên ava kirin, tevdigerin.

Heman tişt li Trablûs û li Misratayê jî diqewimin, li wir di navbera hin mîlîsên selefîst û konseyên bilind ên ewlekarîyê yên van bajaran de -ku bi awayekî fermî girêdayîyê Wezareta Hundur in- şer rû didin, lê di rastîyê de ew bi tenê bi fermana mezinên xwe yên endamên tevgera îslamî tevdigerin. Van mehên dawîyê, li navenda bajarên Trîpolî, Binxazî û Zlîtenê gelek bûyerên weke operasyonên xirakirina tirbên pîroz (ziyaretan) û zawîyayên sofîyan, bi roj û li ber çavên mîlîsên Konseyên Bilind qewimîn.

Li derveyî bajaran, yan jî li bajarên ku selefîst lê zêde belav nebûne, dema mîlîsên girêdayî Wezareta Hundir nedixwestin bikevin dewrê, xelkê bi çekan tirbên xwe yên pîroz parastin. Ya ku 7ê îlonê li gundê el-Rajma yê qederê pencî kîlometroyan dûrî Binxazîyê ye qewimî ev e, di encama vî şerî de sê kes hatin kuştin û panzdeh meriv birîndar bûn.

Çend rojan berîya vê bûyerê, li bermahîyên vîllaya Romî ya bi navê Sillîn yên bi qasî sed kîlometroyan li rojhilatê Trablûsê ne, dema ku selefîstan dixwest mozaîkên ku weke avahîyên dîrokî hatî qeyd kirin xira bikin, yan jî dema ku li bajarê nêzîkî behrê Sormanê ku li rojavaya paytextê ye, hewl dan ziyaretekê xira bikin, piştî ketina dewre ya xelkê deverê neçar man dev ji operasyonên xwe berdin.

Xisleta sîstema Qedafî hebûna sazîyên fermî yên xwedî hêzeke sînordarkirî bû. Gelo Lîbyaya dema guhertinê ya piştî-Qedafî bi heman rengî tê bi rê ve birin, bi sîstemeke siyasî ya xwedî hêzên dîyar û sînordarkirî? Wezîrên perwerdebûyî lê belê piranîya temenê xwe li derveyî welêt derbas kirin û parlemanterên ji rastîya jîyana herêmî qûtbûyî mehê 9 000 dînar meaş distînin -nêzîkî 6 000 euroyan- û li paytextê li hotelên luks ên pêncstêrkî yên ku heqê wan rojê 250 euro ye dimînin ku ji bo tevahîya salê tên kirê kirin. Lê bi rastî otorîteya wan li ser sazîyên ku bi bikaranîna qanûnî ya şîdetê hatin wezîfedar kirin, tuneye. Di vê çarçoveyê de, şefên piçûk ên şerên herêmî, yên komên selefîstan, yên hin yekîneyên Wezareta Karê Hundir û ya Parastinê ku xwedî îdeolojîyeke nêzî ya wan in, û grupên mafyayê yên ku ji bo bazirganîya xwe baş bi pêş bixin sûd ji vê rewşê wergirtin, xwedî berjewendîyeke hevpar in: Çi bi destê wan bê bikin da ku pêşîyê li ber avakirina dewleteke xurt bigirin.

Yê ku herî zêde mexdûr bûyî gelê Lîbyayê ye ku beşdarbûna wî ya xurt a hilbijartinên 7ê hezîranê (% 60ê dengê xwe dabû) (2) hêvî û bawerîya gel bi pêvajoya hilbijartinê anîbû nîşan dida. Bi qasî salekê piştî ji desthilatdarîyê xistina rejîma Qedafî, xirabûna rewşa ewlekarîyê û şertên madî yên jîyanê, tunebûna dewletê û kirinên selefîstan ku piranîya gelê Lîbyayê tevlî îdeolojîya wan nabe, dikin ku êdî gel hêvîyên xwe yên xweşbînîyê ji dest bide. Ango di encamê de tehlûkeya ku nasnameyên herêmî zêdetir radîkal bibin, heye.

Waşîngton zextê li serokwezîrê nû dike da ku ecele bike û bi biryardarî li dijî berpirsîyarên êrişa li dijî sefareta wan tevbigere, lê belê di dema kurt de dîyar e wê tiştek jê neyê. Ew ne xwedîyê yekîneyên eskerî ye yên ku meriv dikare bawerîya xwe bi wan bîne, yên ku herêma çîyayî baş nas dikin. Li wir merivên şêxê girtî Omar Abderahman hene, ew xwe li wir bi pêş dixin; guman ji wan tê kirin ku tevlî erişa li dijî sefaretê bûbin. Îhtîmal heye ku serokwezîr alikarîya wan bi rêya xurtkirina operasyonên wan bike. Tişta herî xirab ku ji bo Lîbyayê dikare biqewime ew e, ku Dewletên Yekbûyî weke li Yemen û li Pakistanê, biryarê bidin kesên guman ji wan tê kirin, bi nîşankirina balafirên bêpîlot bikujin (di axaftina fermî de navê "kuştinên bê dadgeh" li wan tê kirin).

* Kevne dîplomatê fransî li Trablûsê (2001-2004), nivîskarê pirtûka bi navê Au cœur de la Libye de Kadhafi / Li Lîbyaya Qedafî, Jean-Claude Lattès, Parîs, 2011.

(1) Berhema li jêr bixwîne: "Scrutin libyen sur fond de chaos" ("Hilbijartinên libyayî li ser hîmê kaosê"), Le Monde diplomatique, tîrmeha 2012ê

(2) % 70yê şenîyên ku temenê wan têra dengdanê dikir, ji bo ku dengê xwe bidin xwe qeyd kiribûn.

Wergera ji fransî: Feryal Guladawîya