Londra têkiliyên xwe yên bi Washingtonê re diguherîne

Di navbera hevgiriya stratejîk û dîplomasiya hessas de
Translator

Her çend selefê wî ji ber dîplomasiyê li ber Amerîkayê çok danîbû erdê jî, serokwezîrê nû yê Brîtanyayê Cameron David soza têkiliyên hêzdar da Amerîkayê lê belê, herweha lê zêde kir ku ev yek wan nake xulamê Amerîkayê. Ev di demeke weha de îddîayeke hesas e lê belê rastiyek heye ku havelbendiya dîrokî ya van her du welatan ku ji betonê hatiye çêkirin, hildiweşe.

Dibêjin, Winston Churchill cara pêşî peyva “têkiliya taybet” di axaftina xwe ya 5’ê adara 1946’an de li Fultonê (Missouri) bi kar aniye. Di heman axaftina xwe de wî cara pêşîn peyva “perdeya hesinî” ku dê Ewropa bikiraya du parçe jî bi kar anî. Beriya wî hinên din jî pesnê vê têkîliya dualî a taybet dabû ku di du şerrên cîhanê de zexm bû. Piştî ku ji sefereke li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê vegeriya, wezîrê karê derve yê wê demê Arthur Balfour di 1917’an de weha peyivî: “Em herdu gel ji heman kokê ne […] Ma em heta hetayê bi hev ve girêdayî nînin?” Hema hema sedsalek di ser re bihurî Anthony Blair êdî civaka genetîk dernedixist pêş û 7’ê çileyê paşîna 2003’an li pêşberî sefîrên brîtanî yên li Londonê civiyayî ev îddîa dikir: “Em hevgirên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ne, ne ji ber ku ew bi hêz in, belê ji ber ku em xwediyê heman nirxan in”.

Bi awayekî ayînane êdî bûbû adet û her serokwezîrê nû, ji bilî Edward Heath’ê muhafizekar (di navbera 1970 û 1974’an de serokwezîr bû), ji nû ve îddîa dikir ku “têkiliya taybet” bingeha siyaseta derve û parastina neteweyî ye; lê digel vê jî, “têkiliya taybet” statuya xwe ya efsaneya xweş a di nostaljiyê de dakirî wenda kiriye. Girîntirîn karên stratejîk ên nû ku Barack Obama’yê serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê danîne ber xwe û daxwaza serokwezîrê brîtanî David Cameron ya xwe xilaskirina ji peywendiya bandorker û dualî ku reng dida têkiliya di navbera Blair û George W. Bush de, ferz dike ku şert û mercên “têkiliya taybet” ji nû ve werin nirxandin.

“Têkiliya taybet” ku bi awayekî taybetîtir peywendiyên li ser mijarên parastin û ewlekariyê yên di navbera du dewletan de bi nav dike, nemaze di qada îstîxbaratê de; di çarçoveyeke firehtir de dikare carinan ji bo qadên aborî û çandî jî were bikaranîn. Pererazandinên yekser ên li derveyî welêt (Foreign Direct Investement -FDI) ên amerîkî bi awayekî adetî Brîtanyayê tercîh dikin. Mîqdara van pererazandinan di 2007’an de gihişte 400 milyar dolaran. Di 2008’an de ji 1 744 projeyên FDI yên li Brîtanyayê, 621 ji Amerîkayê bûn1. Mîqdara pererazandinên brîtanî yên yekser li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî hema hema biqasî vê ye (1). Bazara amerîkî ji bo îxracatên brîtanî bazara herî mezin e ku nirxê wê 35 milyar sterlîn e û divê mirov hê veguhestina xizmetên bi heman nirxî ber bi Amerîkayê ve li vê mîqdarê zêde bike. Gordon Brown’ê ku hingê wezîrê fînans û maliyeyê yê bû, pişta xwe da wekheviya di navbera taybetmendiyên aborî yên amerîkî û brîtanî, û ji binî ve nehişt ku Brîtanya derbasî sîstema euroyan bibe.

Girtina rûpela xulamtiyê

Brîtanya hevgira Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ya herî nêzîk e û pê dizane ku di têkiliya herdu aliyan de statuya endaman ne wekhev e – çawa ku peyva “junior partner (hevparê piçûk/ciwan)” îşaret bi vê yekê dike. Brîtanya li welatê hevgirê xwe yê piştatlantîkê xwedan heyeteke dîplomatîk ya 417 kesî ye ku 248 ji van kesan li Washingtonê (2) ne û bi tenê Hindistan xwediyê delegasyoneke dîplomatîk a mezintir e (505 kes). Bi awayekî xwezayî, sedema vê temsîla xurt a dîplomatîk ew e ku girîngiyeke Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di nava fikra Brîtanyayê ya stratejîk de heye, lê herweha bi himbiziya navendên biryardanê yên duyem, labaratuwarên fikr û hizirînê (think tank) û komên ku zextê li siyasetê dikin (lobî), yên ku brîtanî hewl didin berjewendiyên xwe bi wan bidin qebûlkirin jî hene di navê de. Brîtanî xwe weha nîşan didin ku mirov dibêje qey dikarin li kes û saziyên amerîkî yên biryardayinê bandorê bikin. Rayedarên brîtanî tam jî bi vê yekê girêdana xwe bi peywendiya asîmetrîk a ku wan bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ve girêdide, rewa dikin. Ji bo wan, di rêya rewakirina statuya xwe ya hêza mezin de, beyî vê têkîliyê nabe.

Ya rastî, memûrên wezareta parastinê û artêşa brîtanî, bi awayekî li gorî rêûresmê ji xwe di navendên biryardanê yên Artêşa amerîkî de cih digirin. Cara pêşî di 2005’an de nûnerên wezareta parastinê di amadekirina Quadrennial Defense Review (Lêkolîneke serê çar salan e ku Wezareta Parastinê dide amadekirin, tê de armancên stratejîk û xetereyên mûhtemel tên analîzkirin) a amerîkî de cih girtin. Di heman demê de hinên din li navenda fermandariya hêzên deryayî yên amerîkî ya li Norfolkê (Virginia) hatin bicihkirin. Mezinahiya hêza eskerî ya brîtanî li Afganistanê – nêzî 10 000 eskeran – weke alîkarê fermandarê Hêza Navneteweyî ya Piştgiriya Ewlekariyê (ISAF), destnîşankirina generalekî brîtanî hêsan kir. Hevkariya operasyonel eşkere li holê be jî, em dîsa jî dikarin li kapasîteya Brîtaniyan bipirsin ka çiqasî dikarin bandorê li tercîhên Washingtonê yên di mijara siyaseta navneteweyî de bikin. Blair zext li Bush kir da ku beriya dest bi mudaxeleya eskerî ya Iraqê bike, hewl bide desteka Neteweyên Yekbûyî bistîne: bi ser neket. Hewldanên wî yên ji bo ku bike ku hempîşeyê wî yê amerîkî çareserkirina pirsgirêka Filistînê hêsan bike yan jî peymana Kyotoyê qebûl bike jî, weha bê encam man.

Piştî ku Obama bû serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, vê yekê destûr dida şîroveya ji nû ve dengekirina peywendiya anglo-amerîkî; bi heman rengî me ê rûpelê vasalbûna (girêdayîbûn) di salên Blair de ya ku bi dilê xwe hatiye pejirandin biqulibandaya û li pey xwe bihiştaya. Di rastiyê de Brîtanî pê hisiyan ku serokê nû yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê girîngiyeke taybet nade vê têkiliya qaşo giring. Obama îddîa kir ku ew “serokekî pasîfîst” e. Ya ku divê were fahmkirin: “Serokê ku Asyaya-Pasîfîk weke karûbarê xwe yê sereke diyar kiriye”. Piştî ku ji xetereya sovyetan xilas bû, Ewropa êdî ne mijaneya giring ya fikr û hizra stratejîk a amerîkiyan e. Amerîkî bi daxwaza Yekîtiya Ewropayê ya ku dixwaze giraniya xwe di mijara siyaseta derve û parastinê de deyne, razî ne. Bêguman rast e, 29’ê tîrmeha 2009’an bi munasebeta hevdîtina xwe ya bi wezîrê karên derve yê brîtanî David Miliband re, wezîra karên derve ya Amerîkayê Hillary Clintonê pesnê wateya gerdûnî ya “têkiliya taybet” da, ku li gorî wê hêmanekî hêzdarkirina aştiyê, pêşketin û dewlemendiyê ye û bi gotinên wê “ne bi tenê ji bo her du gelên me, lê belê ji bo tevahiya cîhanê”. Bêguman divê em di vê axaftinê de îfadekirina nazikiya navneteweyî a dîplomasiya hişk ku di navbera herdu welatan de ye bibînin. Wezîra karên derve 15 rojan beriya vê daxuyaniyê, li pêşiya Counsil for Foreign Relations, dema ku behsa hevgirên dîrokî yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê kir, carekê bi tenê be jî navê Brîtanyayê neanî. Li Londonê ev yek derkete pêş. Hin aliyên anekdotîk, lê belê dîsa jî sembolîk, ev normalbûna tekiliya bi Brîtaniyan re piştrast kir: paşvedane bustê Churchill ku di dema Bush de buroya oval (a li Qesra Spî) dixemiland û bi ser de jî Obama lezand ji bo ku vî bustî bişîne sefareta brîtanî; hevdîtina lezgîn – panzdeh deqîqe – a ku di dema Civîna Giştî a Neteweyên Yekbûyî de îlona 2009’an serokê Amerîkayê qebûl kir bi Brown re bike. Êdî piştrast bûye ku koma nû ya li Washingtonê desthilatdar, têkiliya dualî ya bi Brîtaniyan re weke yek ji têkiliyên din ên dualî dibînin. Ev têkiliya dualî, weke ku birêvebirên bîranîna Şerrê Cîhanê yê Duyem bandor li wan kiriye, hestiyar dikir, koma nû ya li Washingtonê desthilatdar hestiyar nake.

Wekî din, ji ber aloziyên ne mumkin e mirov xwe ji wan vede, bi awayekî bi rêk û pêk ev têkilî hessas bû. Weke mînak, ji ber sedema tenduristiya xirab, di tebaxa 2009’an de berdana Lîbyayiyê ku ji ber êrîşa Lockerbie (1988) hukum xwaribû: vê yekê tesîra xwe hem li birêvebirî û hem jî li raya giştî ya amerîkî kir û şopên xwe jî hiştin. Herçiqasî Brown hewl da bide qebûlkirin ku biryar bi tenê erka wezareta Skoçyayê ya adaletê bû, dîsa jî hin şîrovekaran behsa wê kir ku îhtîmala peymanên kirrîna petrola Lîbyayê di azadkirina El-Megrahî de bandora xwe kiribe. El-Megrahî li Trablûsê weke kesekî muzafer hat pêşwazîkirin. Ev yek li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bû sedema êş û azareke derûnî. Edîtorekî rojnameya Daily Telegraphê bûyer weha bi kurtî anî zimên: “Di mijara îstîxbarata di navbera du dewletên serbixwe de têkiliya me ya taybet a bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re di asteke weha de ye ku mînaka wê nîne. Bi azadkirina El-Megrahî û ji ber ku hukumetê xwe neda ber astengkirina azadkirina wî, ev têkilî îro hat lawaz û hesaskirin (3).”

Çileya pêşîna 2009’an li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Nîjeryayiyekî ciwan hat girtin ku niyeta wî hebû ku balafireke sefera Detroitê li hewayê biteqîne,. Li gorî îddîayên Amerîkiyan ev ciwan dema ku li Londonê dima, di navbera 2005 û 2008’an de fikrên wî hatine guhertin. Vê yekê kir ku gumanên Amerîkiyan ên der barê qelsiya kontrola Brîtaniyan li ser şaneyên cîhadîst ên li Brîtanyayê çalak de, zêdetir bibin. Rayedarekî payebilind yê wezareta karên derve ya amerîkî sirr û raza xwe eşkere dikir: “Asta çalakbûna El-Qaîdeyê li Brîtanyayê vediguhere pirsgirêkeke ciddî (4)”.

Ji îmzekirina peymana ku destûrê dide kontrolkirina ragihandina elektromanyetîk a bi navê SIGINT (Signals Intelligence) û vir ve (1947) parvekirina îstîxbaratê di navenda vê “têkiliya taybet” de ye. Awûstûralya, Kanada û Zellandaya Nû jî peymana kontrolkirina ragihandina elektromanyetîk a li jor behskirî, îmze kirine. Brîtanya di çarçoveya vê peymanê de ji navenda xwe ya guhdarîkirinê ya li Qibrisê û bi Fermandariya Ragihandina Giştî (General Communications Headquarters, GCHQ) li Chetenhamê, herêma ewropî û Rojhilata Navîn kontrol dike (5). Li Afganistanê û herêmên, Brîtanî ji ber ku berê li wan hêza kolonyal bûn ji Amerîkiyan çêtir bi cih bûne, Brîtanya bi awayekî kêrhatî tevlî komkirin û nirxandina îstîxbarata insanî dibe. Mirov herweha qebûl dikin ku rêxistina îstîxbaratê ya brîtanî, kiriye ku Lîbya dev ji çêkirina sîlehên tinekirina girseyan berde. Bi tenê ev aliyê meselê dimîne, ajansên îstîxbarata brîtanî bi awayekî ku têkiliyên wan baş bin, bi hempîşeyên xwe yên amerîkî re kar bikin jî “li ser mijara rêbazên ku hempîşeyên wan bi kar tînin, ew xeman dixwin (6).”

Stûna din a têkiliya taybet bi perdeya parastinê pêk tê, ku ew bi xwe jî bi du hêmanên ku wê pêk tînin, tê danasîn; yek jê ya pîşesaziyê ye û ya din jî operasyonel e. Bazara pîşesaziya parastinê ya brîtanî bêguman girêdayî prensîpên hêzên di kontrola rayedarên eskerî û siyasî de ye. Belgeya siyasî ya 2003’an (7) bi awayekî zelal qebûl dike ku Brîtanya bi tenê li aliyê Dewletên Yebûyî yên Amerîkayê dê karibe bikeve operasyoneke mezin a eskerî. Ev prensîp hem di qada operasyonel û hem jî di qabîliyeteke bêkêmasî ya danûstanin û ragihandinê ya di navbeta ekîpmanan de, koordînasyoneke bêqisûr dihewîne. Bi gotineke din, li gorî mentiqê, divê hêzên brîtanî bi alavên amerîkî hatibin xurtkirin. Belê, dema ku mirov giraniya pîşesaziya parastinê li Brîtanya li ber çavan bigire, bêguman rewş ne ev e. Di 2005’an de Wezareta Parastinê bi tenê ji sedî 32’ê mesrefên xwe yên eskerî li ekîpman û alavên ji derve dan: Ji sedî 5 ji bo kirrîna alavên di dikanan de (ku her kes dikare bikirre), ji sedî 27 jî ji bo alavên li Brîtanyayê ji aliyê şîrketên biyanî ve tên hilberîn (8). Pîşesazên sereke yên amerîkî şaxên şîrketên xwe li ser erda Brîtanyayê jî ava kirin: Boeing, Raytheon, General Dynamics, Northrop Grumman û Lockheed Martin. Ev şîrketa dawî bi hevparî, ji bo wezareta parastinê Atomic Weapons Establishment – AWE (Saziya Sîlehên Atomî) bi rê ve dibe. Serikên nukleer ên fuzeyên D5 li vir tên hilberîn. Ev serikên nukleer ji aliyê Lockheed Martin ve li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî tên hilberîn. Serikên bi hevkariya vê şîrketê li Brîtanyayê tên hilberîn di çar keştiyên binê deryayê yên fuzeyên nukleer (SLBM) de ku beşek ji çavtirsandîkirina stratejîk a brîtanî ye, hatine bicihkirin.

Di mijara çavtirsandîkirinê de girêdana Brîtanyayê ya bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ve tê zanîn. Peymana parastina dualî (9) ya ku 1958’an hatiye îmzekirin, dawî li ambargoya agahdariyên li ser enerjiya nukleer a ji bo bikaranîna eskerî anî, ku qanûna McMahon ferz dikir (1946); rê li ber dîzaynkirin, bipêşxistin û hilberîna serikên nukleer ên brîtanî vekir ku bi fuzeyên keştiyên binê deryayê yên bi navê Polaris û Trident ve hatine kirin. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê sala 1982’an destûra firotina fuzeyên Trident D5 dabû. Di encamê de ji hîbeyeke hevpar a ji bo her du welatan bi rengê mafê kişandina krêdiyeke taybet (special drawing rights - SDR) ku dişibe “leasing”ê, 58 fuzeyên Trident D5 ê ku Londonê ji bo dana wan hevdîtin kirin, hatin kirîn. Kontrol û lênerîna fuzeyan li baregeha Kings Bay a li Gurcistanê pêk tê û keştiyên brîtanî yên jêrderyayî jî li herêma ceribandinê ya hêzên amerîkî yên deryayî ku li peravên Florîdayê ye, di deryayê de ji bo ceribandinê fuzeyan diavêje.

Hêza okyanûsê ya nukleer, bi awayekî fermî weke potansiyela parastinê ya Rêxistina Peymana Bakurê Atlantîkê (NATO) hatiye destnîşankirin. Rayedarên brîtanî vê hêzê weke hîmê parastineke xweser dibînin. Di pratîkê de sîstema avêtina fuzeyan û tesbîtkirina hedefan weke ya SLBM’yên amerîkî ye. Her çend bawerî pê neyê jî ev hîpotez heye: “Eger serokwezîrekî brîtanî fermana avêtina fuzeyeke Trident bide, ji bo astengkirina wê tiştek ji destê amerîkiyan nayê”. Qet nebe ev fikra du pisporan e ku alîgirê bêçekkirina nukleer in (10).

Herçend herdu welat di mijara alavên eskerî de bi awayekî çalak hevkariyê dikin jî – bîst û du projeyên hevpar ên dualî hene û şîrketa brîtanî BAE Systems jî heştemîn şîrket e ku weke firoşkara sîlehan li Pentagonê hatiye qebûlkirin – ev rewş dikare bibe sedema şikestina hêviyan û hêrsa pê ve girêdayî. Brîtanya hê jî li benda bernameya çavkanî (di warê nivîsbariya kompîturan de) ye ku dê destûrê bide ku balafirên F-35 (Joint Srike Fighter) li gorî pêdiviyên Royal Air Force (Hêza Brîtanyayê ya Hewayî) û Royal Navy (Hêza Brîtanyayê ya Deryayî) werin eyarkirin. Wezareta Brîtanyayê ya Parastinê bûbû bikirê balafirên F-35. Transfereke bi vî rengî hê jî divê ji aliyê Senatoya Amerîkayê ve were erêkirin – fikara ji ketina dest welatekî dijmin a teknolojiyên hesas. Ev yek xwe disipêre peymana hevkariya di mijara bazirganiya di qada parastinê de (US-UK Defense Trade Co-operation Treaty) ku bi şertê standina lîsansekê destûrê dide îxracatan.

Herçend Brîtanya xwe nede ber ku ji bilî hevgirtina bi Amerîkiyan re di operasyoneke eskerî ya li derveyî welêt de cih bigire jî, ji aliyê xwe ve pêdiviya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê pê heye ku Brîtanî bikevin nav kar da ku rewşa nebûna rewabûna navneteweyî telafî bikin. Weke mînak di dema mudaxeleya leşkerî ya li dijî Iraqê de rewş ev bû. Li Afganistana ku Washington koalîsyona ji nêzî çil dewletan pêk tê bi rê ve dibe, hêza leşkerî ya brîtanî ya ku para bêhtir li herêma Helmandê bi cih bûye, bi zehmetiyan re rûbirû ma. Ev zehmetî gihiştin wê radeyê ku brîtanî neçar man ji bo ku bajarê Musa Qala di kontrola xwe de bigirin, alîkarî ji leşkerên amerîkî xwastin û paşê jî cihê xwe bi tevahî ji wan re hiştin. Destpêka hezîrana 2010’an, herêm kete bin fermandariya Amerîkiyan. Jêhatîbûna Brîtaniyan ya di birêvebirina pirsgirêkên di qada sivîl de gellekî navdar e, lê belê weha xuya ye ku êdî guman ji vê yekê jî tên kirin.

Li gorî kovara heftane The Economistê “zehmet e ku mirov negihîje wê encamê ku ev şerr [ê ku li Afganistanê tê meşandin] di cewherê xwe de karekî amerîkî ye ku Brîtanî tê de bi tenê bi roleke piçûk radibin (11).” Cameron û Obama di dema civîna bilind a li Torontoyê de biryara vekişîna eskerên brîtanî ji devera Sangin a li bakurê herêma Helmandê da, paşê li şûna eskerên brîtanî 20.000 eskerên amerîkî hatin bicihkirin. Ev herdu bûyer hukmê kovara The Economistê piştrast dikin.

Li herdu aliyên Atlantîkê, weha xuya ye ku alî bêhtir ji xwe dipirsin ka dê çawa derfetan peyda bikin da ku xwe ji rewşa Afganistanê ya pirsgirêkî rizgar bikin û bi lêgerîna serkevtineke leşkerî ku em pê dizanin ku xapînok e, serê xwe naêşînin. Obama, dawiya 2009’an, da zanîn ku vekişîna leşkerên amerîkî dikare ji tîrmeha 2011’an û pê ve dest pê bike. Obama bi vî rengî hevgirê xwe yê brîtanî dixe rewşeke xirab, lewra Brîtanya dixwaze teqwîmekê ji bo vekişînê diyar bike. Xeta fermî ya Brîtanyayê weha bû: di misogerkirina ewlekariya xelkê welêt de jêhatîbûna hêzên afgan yên neteweyî, şertê vekişîna hêzên brîtanî ye.

Piştî eşkerekirina mirina eskerê 300’î yê brîtanî li Afganistanê, serokwezîrê nû Cameron 21’ê hezîrana 2010’an li pêşberî Meclîsa Jêr a Parlamentoya Brîtanyayê ev helwest dubare anî zimen. Şîrovekaran xwe jê veneda; û bîlançoya mudaxeleya Iraqê ku bû sedema mirina 179 leşkerên brîtanî û bîlançoya li Afganistanê ji bo armancên ku her diçe kêmtir bawerî bi wan tê, her roj girantir dibe, li ber hev girtin. Dema civîna bilind a G-8’an ku li Torontoyê pêk hat, li ser pirsa rojnamevanekî Sky Newsê, Cameron - beriya ku bi Obama re rûne - bi awayekî zelal got ku ew li ser pirsên der barê teqwîma vekişînê de zêde bi israr nîne, lê belê ew hêvî dike ku beşa mezin a eskerên brîtanî ji niha heta 2015’an vekişiyabin, ango beriya hilbijartinên Brîtanyayê yên pêş.

Koma nû ya ku li Brîtanyayê desthilatdar e û planeke gellekî hişk a tevdîrên malî nuh li ser welêt ferz kiriye, pê dizane ku raya giştî dê demeke dirêj qebûl neke ku asta kuştî û birîndaran li Afganistanê ji ya hêzên amerîkî bibihure. Liam Fox jî gumanbiriya xwe ya der barê îhtîmala Afganistanê veguherînin welatekî demokratîk de nîşan da. Ev armanc ji xwe ji armanca destpêkê ya operasyona leşkerî cuda ye. Armanca operasyonê ya destpêkê ew bû ku dawiyê li desthilatdariya Talîbanan bîne û stargehên afgan ên El-Qaîdeyê tine bike. Di hevdîtinekê de wezîrê parastinê ji Timesê re got: “Em ne li Afganistanê ne da ku destekê bidin siyaseteke perwerdekar a dewleteke ji serdema navîn mayî û bikin ku ji hev de bikeve. Em li wir in ji bo ku em xelkê Brîtanyayê û berjewendiyên xwe li seranserê dunyayê biparêzin (12).”

Helwêsta hukumeta nû ya li dijî Yekîtiya Ewropayê baş tê zanîn; William Hague weke wezîrê karê derve û Fox weke wezîrê parastinê destekên herî zexm ên ji bo vê helwêstê ne. Ev kom herweha ne di wê rewşê de ye ku pozîsyona xwe ya hevgirê lipêşgirtî di çavên amerîkiyan de xurt bike. Li gorî rayedarekî berê yê wezareta parastinê li Washingtonê, Eric Edelman, nemana nifşê alîgirê konsepta “têkiliya taybet” a ku ji aliyê Churchil ve hatî destnîşankirin, kir ku elîta brîtanî ya nû berê awirên xwe ji Ewropayê bide alî (13). Di mijara parastin û ewlekariyê de bi vî rengî dîtina tiştan xweşbîn xuya dike, weke sedem jî mirov dikare qet nebe van mînakan bide: Brîtanya di betalkirina peymana Brukselê (1948) de bi roleke çalak rabû, vê peymanê Yekîtiya Rojavayê Ewropayê damezirand; hukumeta Cameron difikire ku Brîtanyayê ji Ajansa Ewropî ya Parastinê (EDA) vekişîne.

Li gorî birêvebirê navenda hizîrîna stratejîk RUSI (Royal United Services Institute), Michael Clarke, awayê herî baş yê xizmeta berjewendiyên Brîtanyayê li cem birêvebirên amerîkî û nexasim li cem yên li Kongreyê û di ajansên hukumetê de, ji bo rayedarên brîtanî ew e ku di serî de mijarên parastin û ewlekariyê, weke katalîzatorên guherîna li Ewropayê werin dîtin (14). Daxwaza serokê Amerîkayê ew e ku Ewropa amade be ku bi yekdengî bersivê bide banga wî ya piştgiriyê ku wî bi rêya navbênkarên NATO’yê ragihandiye, dîsa jî biryardar be ku berpirsiyariya qadên erkên xwe (parastin û ewlekarî) bigire ser milên xwe.

Cameron di Îlona 2006’an de da zanîn ku têkiliyên di navbera hukumeteke muhafezekar a siberojê û hevgirê wê yê amerîkî de “zexm” be û ne “kolewarî” (slavish) be. Bi vî rengî, berî desthilatdar, Cameron karîbû xwe ji etîketa modela bihevveheliyanê (fuzyonel) rizgar bike ku xisleta têkiliya di navbera Blair û Bush de bû. Brown jî navber xiste nav xwe birêvebirên amerîkî, bêyî bi serokwezîrê kete şûna wî re karibe şêwazekî têkiliyan bibîne ku ji rêûresmên dîplomatîk û bi wê de biçe. Çavdêran bal kişand ser ku Cameron beriya hilbijartinên gulana 2010’an ji bo ku piştgiriya serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bixwaze, neçû Washingtonê. Beriya hilbijartinên 1997’an Blair xwe jê nehiştibû û piştgiriya serokê amerîkî li Washingtonê standibû. Dibe ku bihataya bîra mirovên li derdora Obama ku di hilbijartinên serokatiyê yên 2008’an de muhafizekarên brîtanî bi awayekî eşkere destek dan namzetê komarxwaz. Ev yek bi awayekî qismî be jî nîşan dide bê tengezariya di navbera herdu welatan de ya dema felaketa li kendava Meksîkayê, ji ku dihat.

Felaketa qîr-reş ya piştî teqîna platformeke derxistina petrolê ya ji aliyê şîrketa brîtanî BP’yê ve dihat xebitandin, ji aliyê Obama ve weke 11’ê îlona ekolojîk hat bi nav kirin. Raya giştî ya amerîkî zext li serokê xwe kir da ku gavan bavêje, wî jî bi hêrs berê xwe da şîrketa ku birêvebirê wê yê giştî ji aliyê komîsyoneke Kongreya Amerîkî ve hatibû vexwendin da ku rewşê rave bike. Obama û hevkarên wî bi awayekî bi rêk û pêk navê “British Petroleum” bi kar anî, tevî ku şîrketê bi awayekî fermî ji sala 2000’î ve dev ji vî navî berdaye û navê “BP” bi kar tîne. Vê yekê dilê hin Brîtaniyan hişt: gelo ew îddîa dikin ku peywendiya neteweya şîrketê û bêberpirsiyariya bikaranîna devera rezerva petrolê bi hev re heye? Gelo ew ketin ber pêla reflekseke anglofob (tirsa ji inglîzan) û bi ser de jî weke mînak ev refleks rastiya ku ji sedî 40’ê sermayeya BP’yê di destê fonên teqawîtbûnê yê amerîkî de bûn, li ber çavan nagire?

Şaredarê Londonê Boris Johnson’ê li New Yorkê ji dayik bûye, 10’ê hezîranê ji BBC’yê re weha axivî: “Li gorî min retorîka dij-brîtanî a ku xuya ye ku Amerîka daye ber xwe, mirov dixe nava fikaran. Eger şîrketeke mezin a brîtanî bi rexneyên giran û niyetxirab ên çapemeniya navneteweyî re timî rûbirû dibe, ez bawer dikim ev yek ji bo welatê me vediguhere pirsgirêkeke rastîn.” Bi awayekî berbiçavtir, derdorên bazirganiyê û çapemenî ditirsiyan ku nirxên hîsseyên BP’yê di borsayê de kêm bibin– di nava 12 hefteyan de nîvî bi nîvî kêm bû – û herweha, paşê ev kêmbûna nirxî tesîrê li asta mûçeyê teqawîtbûna temamker bike ku ji aliyê fonên teqawîtbûnê yên brîtanî ve tên dayîn (ev kesên teqawîtbûyî hemû li Borsaya Londonê xwediyê hîsseyên nirxên pêşî ne). Sernûçeyeke The Daily Telegraphê rewş bi kurtî îfade dikir: “Obama bi qirika mirovên teqawît ên brîtanî girt” (10’ê hezîrana 2010’an). Dawiya hefteya beriya civîna G-20’an, ji bo nermkirina peywendiyan, pêwîst bû ku di navbera serokê amerîkî û Cameron de hevdîtineke bi riya telefonê pêk were.

Bi hevdîtina civîna bilind a li Torontoyê, der barê siyaseta ekonomîk de cudatiyên din jî derketin holê. Amerîkiyan daxwaza lihevkirinekê kir ku bandorên siyaseta kêmkirina mesrefên budceyê, ku Elmanya û Brîtanya bi rê ve dibin, bi sînor bike. Wezîrê nû yê maliyê yê Brîtanyayê, George Osborne, 22’ê hezîranê “butçeya xwe ya lezgîn” kîte bi kîte bi Meclîsa jêr ve da zanîn. Ji bo Amerîkiyan, ya herî girîng ew bû ku çend mehan beriya hilbijartinên di nîvê dewra desthilatdariyê de, destpêka başbûna ekonomiyê nexin xetereyê. Ya li pêş ji bo Ewropiyan û nexasim ji bo Brîtaniyan ew bû ku hevnegirtina butceyên xwe û asta deynên xwe yên neteweyî kêm bikin. Her du alî jî ji ya xwe nehatin xwarê. Dema vegeriya meclîsê, vê yekê pêşî li Cameron negirt ku piştgiriya G-20’an bistîne da ku bernameya xwe ya daneheva maliyeya dewletê dewam bike.

Bernameyeke bi vî rengî wê bibe sedem ku butceya ji wezaretên cihê re veqetandî, nêzî ji sedî 20’an kêm bibe. Bê guman wezareta parastinê wê hindiktir bikeve ber vê bernameyê, lê belê dîsa jî ev qutkirina butceyê çiqasî hindik be jî, ji ber devjêberdana prensîba “mudaxalekariya lîberal” ku dilê Blair gellekî pê ve bû, dê duqat bibe. Ev jî dema ku Washingtonê taybetiya têkiliya bi Brîtanyayê re nirxand, bêguman dê tesîrê bike.
Çawa ku wezîrê karên derve yê hukumeta John Major, Douglas Hurd gotiye “xwe li ser pêyan girtin û bipêşketina hevkariya [bi amerîkiyan re] girêdayî wê ye ka weke hevgirê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Brîtanya çiqasî bi kêr tê. Li ser mijarê em xwe dixapînin. Sedema wê jî kubariya Amerîkiyan e. Amerîkî weha nîşan didin ku mirov bibêje qey girîngiyeke mezin didin vê hevkariyê, digel ku tiştekî bi vî rengî jî nîne. (15)”

Çavkanî

Jean-Claude Sergeant:
Profesorê teqawîtbûyî yê zanîngeha Sorbonne Nouvelle (Paris 3)

  1. Rapora ku pêşkêşî Komîsyona Karên Derve ya Meclîsa Jêr (House of Commons) a Brîtanyayê hatiye kirin: UK Trade and Investment. Global Security: UK-US Relations (Bazirganî û Pererazandina Meliktiya Yekbûyî. Ewlekariya Global:Têkiliyên DYA- Brîtanya), 6. rapora rûniştina 2009-2010’an, HC-114, adara 2010’an, Ev. 110.
  2. Bi tenê 70 kes ji van xwediyê payeya dîplo- matan in. Ji bilî wan, 142 kesên din jî hene ku li Washingtonê ji bo wezareta parastinê kar dikin û 550 esker û pisporên brîtanî yên çekan jî hene ku li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hatine bicihkirin. Ev dane der barê 2008’an de ne û ji rapora wezareta karên derve û Commonwelth (FCO) dayî Komîsyona Karên Derve ya Meclîsa Jêr hatine girtin û di belgeya li jor behskirî de cih digirin.
  3. “Mr Brown’s silence endangers US relations (Bêdengiya Brown têkiliyên bi DYA’yê re dixe xetereyê”, The Daily Telegraph, London, 25’ê tebaxa 2009’an
  4. The Daily Telegraph nûçeya wê çêkir, 16’ê çileya paşîna 2010’an
  5. Li ser vê mijarê binêre li Philippe Rivière, “Tous les Européens sur écoute (Ewropî hemû tên guhdarîkirin)“, Le Monde Diplomatique, adara 1999’an
  6. William Wallace û Christopher Phillips, “Reassessing the Special Relationship (Ji nû ve nirxandina têkiliya taybet)”, International Affairs, 85-2 (2009), rûpel 274
  7. Defence White Paper – Delivering Security in a Changing World (Belgeyên spî yên parastinê: Ewlekirina Dunyayeke ku Diguhere), Cm 6041, çileya pêşîna 2003’an. (Lêzêdekirina wergêr: Di fransî de peyva “le Livre blanc” tê bikaranîn û gotin bi gotin bi kurdî “pirtûka spî” ye. Ev pirtûk îşaret bi belgeyên siyasî yên mîna peyman an jî stratejiyên dewletê dike
  8. Ministry of Defence (Wezareta Parastinê), Defence Industrial Strategy (Stratejiya pîşesaziya parastinê), London, TSO, Kanûna 2005’an, rûpel 29.
  9. Sernavê fermî yê peymanê: Agreement for Co-operation on the Use of Atomic Energy for Mutual Defense Purpose (Lihevkirina hevkariyê li ser mijara bikaranîna enerjiya atomî ji bo sedema parastina dualî).
  10. Brian Wicker û Hugh Beach (birêvebir), Britain’s Bomb : What Next ?(Bombeya Brîtanyayê: Paşê wê çi bibe?), London, SCM Press, 2006, rûpel 192.
  11. “The wars over the war (Şerrên li ser şerr)”, The Economist, London, 5’ê hezîrana 2010’an.
  12. The Times, 21’ê gulana 2010’an.
  13. Konferansa li Navenda Lêkolînên Stratejîk a Philip Merrill, John Hopkins University, 10’ê çiriya paşîn 2009. Versiyoneke sererastkirî bi navê „A special relationship in jeopardy (Têkiliyeke taybet di rewşeke hesas de)“ hat weşandin, di hejmara Tîrmeh û Tebaxa 2010’an a kovara The American Interest de.
  14. Îfadeya nivîskî li pêşberî Komîsyona Karên Derve ya Meclîsa jêr a Parlamentoya Brîtanyayê, Global Security: UK-US Relations (Ewlekariya Global:Têkîliyên DYA-Brîtanya), çavkaniya li jorê behskirî, Ev.141.
  15. Îfadeya nivîskî li pêşberî Komîsyona Karên Derve ya Meclîsa jêr a Parlamentoya Brîtanyayê, heman çavkanî, Ev. 83

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê