Lûtkeya Kurmancî Hingêya Rojen Barnas

Çand û Huner

Hingê navê berhemeke Rojen Barnas e, di sala 1997ê de, li Stokholma Swêdê ji hêla Weşanxaneya Nûdemê ve ronahî dîtiye û gihaye ber destê hezkiriyên kurmancîyê. Min bi xwe di sala 2000ê de, gava ku yekem car ez çûm Swêdê, ev kitêb peyda kir. Bi ya min Hingê yek ji wan berheman e ku mirov çend caran jî bixwîne, ji xwendina wê têr nabe. Ji bo min Gundikê Dono ya rehmetîyê Mehmûd Baksî jî wiha bû. Destpêka salên 90ê bû û yekem berhema kurmancî bû ku min xwendibû.

Bêyî mubalexe û nepixandin Rojen Barnas bi vê berhema xwe bi me dide peyitandin ku ew efsûnbazekî kurmancîyê ye. Helbestvanîya wî ya mezin li alîyekî, di nav nivîsandina "kurmancîya gewr" de, nexasim di qada kurteçîrokên bîranînî de "şahekî qelemê" ye. Ji ber vê yekê ye ku şeş serpêhatî-kurteçîrokên di berhema navbihurî de, dike ku em bibêjin "Hingê, lûtkeya kurmancîyê ye."

‘Te vî zimanî ji ku derê anî?’, ‘De were binivîsîne’, ‘Heft xwezil bi wan roja’, ‘Şîfa bi Xwedê ye’ û ‘Ka merivatî maye?’ ew kurteçîrok in ku di kitêbê de cih ji xwe re terxan kirine. Mêjûya nivîsandina van pênç kurteçîrokan diçe 30 sal berîya niha. ‘Te vî zimanî ji ku derê anî?’ di sala 1979ê de, di hejmara 1ê ya kovara Tîrêjê de, ‘Ka merivatî maye’ di sala 1983ê de, di hejmara 1ê ya kovara Hêviyê de hatiye weşandin. Her sê kurteçîrokên din jî, di navbera salên 80-81ê de di kovara Tîrêjê de ronahî dîtine.

Herçî ‘Hecî Mihemed Eliyê Qelşo’ ye, kurteçîrok nîne. Li gor ku Barnas di pêşeka kitêbê de jî gotiye, ew bi temamî bîranîn e ku di hejmara yekem a kovara Çirayê (1995) de hatiye weşandin. Barnas di heman pêşekê de diyar dike ku ew bi saya hevalê xwe yê kevin gihîştiye bextewarîya nasîna Hecî Mihemed Eliyê Qelşo.

Şayanê gotinê ye ku nivîskar van kurteçîrokên xwe, di kovarên navbihurî de ne bi navê Rojen Barnas, lê bi navê Flît Totanî nivîsandiye. Ji xwe Barnas di pêvajoya kovara Tîrêjê de, ku di sala 1979ê de hejmara wê ya yekem derdikeve, di nivîsên xwe de ji bilî navê ‘Rojen Barnas’; navên ‘Flît Totanî’, ‘Serxas Arda’, ‘Mihemed Qasim’ û ‘Ferîdûn Salar’ jî bi kar tîne. ‘Flît Totanî’ îmzeya nivîskar a kurteçîrokên mîzahî ye. Rojen Barnas diyar dike ku wî piştî kovara Tîrêjê, dev ji îmzeyên xwe yên din berdaye, lê belê îmzeya ‘Flît Totanî’ maweyekî din jî bi kar aniye. Barnas ‘xatirxwestin’a xwe ya ji vî navî jî, bi riya ‘Hingê’ ji me re radigihîne: ‘Bi vê berhevokê wek îmze êdî wezîfeya Flît Totanî bi temamî diqede.’

Her wekî nivîskar di berhema navbihurî de jî gotiye, hejmarên Tîrêjê êdî bi dest nakevin. Lewre jî ew li benda me dihêle ku em asta kurteçîrokên Flît Totanî binirxînin: "Çîrokên Flît Totanî çiqas hêja ne, çiqas ne hêja ne ez bixwe pê nizanim. Hûn ê li gorî jêhezkirina xwe biryarê bidin. Lê ez bi vê dizanim ku qenc-xerab ew mêweyên çanda me ya nivîskî ya demekê ne. Hêvîdar im ku bi kêr hatibin û bikêr bê."

Helbet nivîskarê hêja bi van hevokan nefspiçûkîya xwe pêşkêşî dêhn û bala me dike. Ligel ku dizane tevahîya peyv/hevokên di ‘Hingê’ de derbas dibin, nimûneyên kurmancîyeke balaberz û herikbar in jî, ew nirxandin ango helsengandina edebiyata xwe ji me xwendevanan re dihêle.

Bi rastî jî Barnas, di van kurteçîrokên xwe de, bi zimanekî sade û herikbar nakokçyên heyî yên civaka me kurdan zelal û eşkere dike. Herçî şêwaza wî ya mîzahî ye, şayanê pesindanê ye. Serpêhatîya Hecî Mihemedê Eliyê Qelşo, ‘bilindcîya edebiyata mîzahî’ ye û di vî warî de ‘sertacek’ e.

Bifermin ji ‘Serpêhatiya Hecî Mihemedê Eliyê Qelşo’, bala xwe bidin van hevokan, ku mirov jê têr nabin:

"...Hecî Bişirî û got: ‘Camêr tu merivên berê û niha dikî yek? Xortên zemanê me bi şipil bûn, jêhatî bûn, bi destekî bangeran radikirin. Yên niha sistopisto ne, zilhimokî ne. Serê sibê hetanî evarê di kuçe û poxangê qesebê de wek hevîrê tirş bi hev de tirş dibin. Di wextê me de ref û nêçîr hebû, kevirê qewetê hebû, topenanê hebû… Ka tebatî bi me diket?’ Fikrî xoce bi teqilandin jê pirsî: ‘Nêçîrvanekî çawa bûy Hecî?’ Hecî pirsa wi li cî nehişt. Bêî dudiliyekê bike bersîv da: ‘Elî axa - ev Elî axayê me- nêçîrvanekî bêhempa bû, di wextê xwe de. Em jî gundiyê wî bûn. Hema wextê ko nêçîr hebiya ewê ji bajêr bihata , tevî gundiyê ko bi nêçîrê emel dikirin biçûna nêçîrê. Êh… qoce Elî axa ye… Mêrikê mezin e, bi tena serê xwe diçe derekê? Himin ewê pê re ji maqûl û hakiman çend kes hebin. Dîsa bi wî awayî carekê hat gund. Bi xwe re jî uzbaşî û çend mamûr û efendî anîne. Êvarê li dîwanê gote me: " Karûbarê me bikin emê sibê herin nêçîrê." Wele serê sibê ji wî serî de ez jî rabûm, min hespê xwe hazir kir û çûm ber deriyê koşkê. Elî axa û mêvan jî rabûbûn. Piştî ko xurîniya xwe kirin, nêçîrvan bi rê ketin. Êh… nêçîrvan jî bera nêçîrvan bûn; bi tifingên desta herî baş, bi dûrebîn… Xulam tajî berdan û em ketin rê. Ez jî dûredûr li pey wan im. Te dî eyb e ko meriv şerefa mezin û maqûlan û nexasim a mêvanên wisa bişkêne. Wele ji serê siba Xwedê heta piştî esira dereng Elî axa û mêvan û qewta nêçîrvanan; ha ew newal li min ha ew gaz li te, ha ev mit li min ha ev mesîl li te bi gera li pey nêçîrê efter bûn, betilîn. Betilînê jî li wê derê bihêle, li ber xwe jî dikevin. Ewçend nêçîrvanên bi navûdeng ko bê nêçîr bizivirin ser kevaniyan, de dûrî ji Axê rûreşî ye, rûreşiya giran e. Êh… çi bikin? Rebena sihêtiya xwe kirin. Wele tam qewlê xwe dan ko bizivirin gund bi siwarî kişiyam pêş û çûm li ber Elî axa sekinim, min patekî dayê û got: "Ez xulam we dora xwe kir, vêca dora min e. Bi Rebê izetê kim herçî bê nêçîr em îşev nezivirîn bi ser kevaniyan de. " Elî axa gote min: ‘Kuro lawo te ne tifing e, ne çek û sîlahekî ye, tu yê bi çi nêçîrê bikî?" Min gotê: "Ez xulamê haziran im, Mihemed Eliyê delûdîn im. Ev karê min e, îşê we pê neketiye." Wele min berê serê hespê xwe li ba xist û da xarê. Di destê min de şivekî heye ko serî digihîje erdê. Wele min şiva xwe rakir û geh li rastê geh li çepê, geh li vê tûmikê geh li wê kemê dixim, bi her daweşandina şiva min re ya cotekî kew hema dibêjin pirr bi hewa dikevin û dikevin erdê ya jî kîroşkekî hildipetike û li ser piştê dikeve. Ko tajî pejn hilanîn dane dû min û nêçîrvan jî dan pey tajiyan. Wele di nava bîskekê de êdî xurcên serpiştê hespên siwaran ji nêçîra min a ji kew û kîroşk û rawiran nehat hilanîn. Êdî min got: "Axa! ji min ew qas, êdî îro ew çend bes e." Wele em zivirîn gund, zariyan ew şev kêfa gurê pîr kirin...’ "

Herçî kurteçîroka ‘Te Vî Zimanî Ji Ku Derê Anî’, mînakeke wisa ye ku behsa nakokîya kesên li ser ziman têdikoşin, lê nikarin bi hevokên rast û tekûz bi zimanê xwe mijûl bibin, dike. Tevî ku ev kurteçîrok 32 sal berîya niha hatiye nivîsandin/weşandin jî, bi awayekî eşkere civaka me ya îroyîn jî di nav xwe de dide hewandin. Di bikaranîna hevokan de, peyv û gotinên ‘tirkmancî’ rewşa trajî-komîk dispêre hiş û bîra me:

"...Min ji efendî pirsî:
‘Çawa, danûstandina we çawa ye? Firotina we dibe, na be?’
Îsmet efendî lêvên xwe çilmisand, bi nîv mirûzqusandî got:
‘Sayin abêcixim, ê me emegekî lizûmsiz e, em pê re dibînin. Hiç yoksa çar-pênc milyon eşya di hundir de heye, lê satiş nabe. Efendim însanê vî memleketî alişmîşê sefaletê, pîsîtiyê bûye. Îmkansiz efendim îmkansiz e. Ji me re medeniyet lazim e. Mêrik ber pîreka xwe nakeve, yaxut bi pîreka xwe înanmîş nabe, ku çamaşir makînesîkî bikire, çamaşirê malê pê yiqamîş ke. Min sê muzîk dolabî anî, şeş meh wisa li dikanê ma efendim. Yekî jê jandarma qomitanî kirî, me yekî da doqtor, yek mabû, ew jî rojek xanima qeymeqam hat çav pê ket, me da wê. Bay Selîm, ekmek aslanin axzindadir, ekmek qazanckirin gûç bûye. Qezanca min î rojê yirtmiş bike rojê ji bîstî berjor naçe, lê eloxlî di rojê de çarsed, pêncsed hezarî qazanc dikin. Min ji bayîyekî taniş ra dûrima xwe şikayet kir li Îstenbolê, çi bêje begenmîş dikî? Got "qardaşim çurumuş dibî." Gêrçekten jî em çurumuş dibin li vê derê. Sayin bay Selîm, tîcaret îşekî qolay nîne birê min. Ellah wekîlin olsin niha sed hezar alacaxê min heye di nav xelkê de. Bavo kes çabûq çabûq borcê xwe nayîne nade. Gerek tu îstek bikî ku hê bîne. Du roj berê sed û pêncî û çar hezar bonoyê min hebû, min çû li yabanciya, ji esnafa borc stend û udemîş kir. Banqa mudurî rojek ertelemiş kir, li min beklemîş kir. Babam bû însaf degil...’"

We got kurteçîrok û serpêhatîyên din?
Bila ew jî bibe barê ser pişta we...
Kesên xwendî ji xwe xwendiye û ji kêfeke mîna ‘kêfa gurê pîr’ mehrûm nebûne!
Vêca hûn jî xwe ji kurmancîya şêrîn a nivîskarê Deşta Farqînê mehrûm nekin û di zûtirîn demê de ‘Hingê’yekê peyda bikin, ‘hingê’ hew we dît, hûn li ‘civat û dîwan’ a Hecî Mihemedê Eliyê Qelşo ne.

Mam Rojen Barnas!
Xwedê hibir û pênûsa te ji gulbexçeya kurmancîyê kêm neke!
Malî ava ji bo ‘Hingê’ û şi’rên ku li ser birc û serayan têne kolandin...

Hingê, Rojan Barnas,
Weşanên Nûdem, Sockholm,
88 Rûpel, Kurdî