Machiavelli li dijî machiavelîzmê

Translator

Destpêka sedsala 16an fîlozofê ji Floransayê Nicolas Machiavelli rêyek vekir ji fikra sîyasî ya modern re. Em gelek caran pêwendîya navê wî bi birêveberên sînîk û manîpulator re datînin. Ev “navdarîya xirab” ya ku dij-berên wî ew çêkir, bi rastî teorîsyenekî otantîk ê azadî û desthilatdarîya gel vedişêre.

Êdî em nikarin lêkolîn, bîyografî û kologên ku îsal 500 salîya nivîsandina Mîr bi bîr anîn bihejmêrin.  (1) Nicolas Machiavelli di pirtûka xwe ya piçûk a li ser hunera birêvebirinê bêyî ku li dor mijarê bigere û bizîvire, yekser nîşan dide ku "herçî hikimranî ye çend şewazên wê hene, meriv çawa wê bi dest tîne û çawa ji dest dide". (2) Ew bi vî rengî cilê li ser çerxên hêzê û hîmên otorîteyê ji ser wan hiltîne, vê yekê jî kir ku bi rengekî xirab nav û dengê wî li dinyayê belav bibe bi şiroveyên nakok; û ji berhema wî "pirtûka fikra sîyasî ya herî zêde hatî xwendin û şirovekirin" (3) ji pênc sed salan û vir ve çêkir.  

 

De Principatibus ("Mîr") sala 1513an hat nivîsîn û piştî mirina nivîskarê xwe sala 1532yan –ev tiştekî kêmdîtî ye, ya tê bibîranîn hingê nivîsandina wê ye– û dêra katolîk wekî tevahîya pirtûkên Floransayê ji sala 1559an heta dawîya sedsala 19an îndeks kir. Sala 1576an nivîskarê protestan ê fransî Innocent Gentillet bû xwedî par di belavkirina navdarîya wî ya xirab de bi vedîtina peyva "machiavelîzmê" a ku soza siberojeke xweş dikir. Ji fikirdar Jean Bodin (1529-1596) yê ku wî gunehbar dike ku "sirên pîroz ên fîlozofîya sîyasî kirine dinyewî" heta bi zanyar û fîlozof Bertrand Russel (1872-1970) ê ku Mîr ji bo wî "rehbereke ji bo rêberan" e, Machiavelli bi awayekî giştî wekî teorîsyenê sînîk ê desthilatdarîyê û teknîka manîpulasyonê hat qebûlkirin, wekî wî kesê ku di guhê tîranan de bi pistepist dipeyive.

 

Dîsan jî di fikra wî de bi her şiroveya din re mijûl dibû. (4) Mîr "pirtûka komarxwazan" e li gorî Jean-Jacques Rousseau; ji bo Gramsci pirtûka ku pê "Machiavelli xwe bi xwe dike gel". Ya rastî, ji fikirdarên Dij-Reformê yên sedsala 16an heta bi lîberalên sedsala 21ê, di nava wan de nivîskarên Serdema Rohnîbûnê, jakoben, marksîst, faşîst yan jî neo-komarxwaz jî, hemûyan di xwendina xwe de berê xwe dan [Machiavelli]. Îro ew ê ji Floransayê îlhamê dide romanên polîsîye yan jî lîstikên kompûterê yên vîdeo (5) bi qasî pirtûkên duayên pîroz ên "birêveberîya şirketî" yan jî heta yên "birêveberîya malbatê" – wekî Machiavelli for Moms (Machiavelli ji bo dayikan) ya Suzanne Evans (Simon & Schuster, 2013)...

 

Di berhema xwe ya din a mezin a bi navê Nîqaşên li ser yekem dehsala Tîtus-Lîvîyûs de ku sala 1531ê der çû, bi ji nû ve xwendina dîroka romayîyan Machiavelli prensîpên rejîma komarxwaz analîz dike û çêtirbûna wê ya berhember sîstemên despotîk yan jî otorîter (pricipati) nîşan dide. Mîr û Nîqaş xwe li dora heman pirsê derdibirin: meriv çawa rejîmeke xweserî û wekhevîyê – komar – ya ku têde cihê pêwendîyên serdestîyê nîne, ava bike? Meriv çawa "dewleteke azad" saz bike ku xwe bisipêre qanûnên hevpar, qaîdeyên hiqûqê û miteqabilbûnê û lêgerîna li silametîya hevpar? Mîr ango teorîya damezrandina komarê yan jî ji nû ve damezrandina wê di rewşên qeyranê de û rêbazên guncaw –carinan bi şidet– da ku stûnên wê ava bike û Nîqaş ango hizirîna li ser teşeyê ku divê bibe yê wê –demokrasî– li ser derfetên parastina wê, herdu jî ji hev nikarin werin cihêkirin. Herdu jî peyda dibin di çarçoveya dîrokî de ya ku Machiavelli wan dinivîse û ji rêûresma entelektuel ya ku ew dibe beşek jê da ku karibe xwe baştir jê qut bike.

 

Dema wî dest bi nivîsandina Mîr kir, Komara Floransayê ya ku wî çardeh salan wekî dîplomatekî payebilind xizmeta wê kirî, wêranbûyî bi parçebûn û bertîlxwarinê hîna nû ji alîyê partîzanên Medici bi alîkarîya Spanyayê  (îlona 1512an) hatibû rûxandin. Lîstika navberê ya komarê hijdeh salan dewam kir: komareke teokratîk ji 1494an heta 1498an a li bin otorîteya keşe Jerome Savonarole bicihkirî, piştre komareke laîk ji sala 1498an heta bi 1512an. Ji deh salan ve nîvgirav ketibû ber hesabên monarşîyên mezin ên ku girêdayî berjewendîyên xwe bi gelek bajar-dewletên welêt re hevdigirtin, pê jî yekbûna erdên welêt û ya neteweyî asteng dikirin ya ku Machiavelli banga wê dikir. Bi pîvana vê rewşê divê meriv li mijara Mîr serwext bibe: ji bo Machiavelli mesele hizirîna li derfetên ji nû ve damezrandina komarê li bajarê herêma Toskanayê û avakirina dewleteke têra xwe xurt e, ji bo ku Îtalyayê bistîne (bike yek) û "rizgar bike" ji hêzên ji derve. Mîr bang li wî kesî dike ku ew ê jê were da ku van herdu armanca pêk bîne.

 

Ev hem rehbereke çalakîyê ye ji bo bersivdayîna lezgîn û hizirîna li ser xwezaya desthilatdarîyê ye di xeta berhemên dîdaktîk ên di nav humanîstan de mode ne. Ew êdî dev ji fikrên klasîk berdide. Ew ders û rêbazên ku (ji nû ve) damezrênerê dewletekê dide, li ser navê "rastîya bitesîr a tiştan" pêwendîyên jirêûresmê yên li jêr emrê exlaqê bûna sîyasetê ser û binî hev dike: hunerê birêvebirinê li gorî qaîdeyên taybet ên girêdayî bêîstîqrarîya têkilîyên insanan e (meriv didin dû berjewendî û dildarîyên xwe ango hewasê) û ew bi heman rengî li gorî nemantiqîbûna dîrokê ye jî. Birêveber hemû, divê bi van qaîdeyan zanibin heke ew dixwazin "dewletê biparêzin" û "dewam bikin". 

 

Bi terîfkirina sîyasetê wekî meydaneke çalakî û hizirîna xweser a ku exlaq li serê bêtesîr e, Machiavelli bi gotinên Louis Althusser "şorişeke bi rastî di awayê fikirîne de (6)" dide destpêkirin, ev yek jî paşê wê bi damezrandina zanista sîyasî ya modern bi encam bibûya. Ev nûkirin bû ya ku wê navê wî bi xirabî belav bikira. Hinek wî gunehbar dikin bi eşkerekirina çerxên serwerî û serdestîyê û kesên tên birêvebirin fer dike ka çawa birêveber wan ji xwe re dikin mal ji bo ku desthilata xwe zexm bikin; yên din jî wî gunehbar dikin ku wî bi navê tesîrdarîya çalakîyê têkîlîya (li gorî wan mîratî ya) di navbera sîyaset, exlaq û dîn de xirab kiribe.

 

Machiavelli di vê navberê de kêşeyeke din a heyatî bi pêş dixe. Li gorî wî, her rejîm xwe disipêre mixalefeta bingehî ya di navbera du çînên mezin de, yan jî "kêfên" ("umori") civatî yên ku rengê wan dîyar dikin: xelk, ango civata welatîyan [li alîyekî] û giregir ango yên ku elîta civatî, aborî û sîyasî pêk tînin [li alîyê din]. Yên duyem ango yên hindikayî ne, dixwazin serdest bin; yên pêşî ango yên ku piranî ne li ber vê yekê radibin. "Û ji van herdu dildarîyên dijberê hev li bajêr yek ji van hersê tesîran peyda dibe: yan monarşî, yan azadî, yan jî îmtîyaz."

 

Yek dewlet bi tenê jî nikare xwe ji vê parçebûna civatî bişo: şer û alozîya di navbera herdu çînan de ku cihêtîyên paye, dewlemendî û dildarîyan dihewîne, gerdûnî ye; û bêyî çareserîya vebirî mimkin e. Ji bo birêvebirinê divê meriv bereyekê [bendeke sîyasî] hilbijêre. Ji bo Machiavelli ev bi tenê dikare bereya xelkê be, "lewre armancên wê (...) bi rûmettir [in] ji yên giregiran, qismek dixwaze tepeser bike qismê din naxwaze were tepeserkirin." Ji monarşî ango ew pricipato ya otorîter a ku Machiavelli herweha di olîgarşîyê de jî dibîne, nayê ku kêşeya civatî çareser bike. Ango divê meriv rejîmeke komarî tercîh bike, ev yekane sîstem e ji bo misogerkirina wekhevîya welatîyan, pêkanîna milkên hevpar û serxwebûna welêt.

 

Lê belê çawa ku pirtûka Nîqaşêta bi derzîyê ve dike, ev komar nikare xwe bisipêre enstîtûsyona nerazîbûna sivîl a di navbera elîtan û xelkê de, bi gotinên din nikare xwe bi tenê bisipêre qebûlkirina sîyaseta alozîya di xisleta bajêr de heye. Fikra civakeke pasîfbûyî mîtek e, heta sosirmetek e. Machiavelli difikire ku Komara Romayî "bi tenê dikarî kamil bibe bi lihevnekirina Senato û xelkê".

 

Bi vê jî ew xwe bi rengekî radîkal qut dike ji modela klasîk, a ku dibêje dewlet divê xwe bispêre pêwendîyên yekîtî û hevgirtinê. Ji bo wî, berevajî vê yekê, bi sazûmanî hebûna vê li ber rabûna [lihevnekirina] sivîl hîmê azadîyê bi xwe ye: "di tevahîya komarê de du bend hene (...) û tevahîya qanûnên palpiştê azadîyê bi tenê bi mixalifbûna wan a li hember hev peyda dibin". Ji ber vê yekê jî heyatî ye ku amûreke qanûnî were bicihkirin ya ku pê xelk dikare doz û mafên xwe bide bihîstin.

 

Piştî ku carekê tevlîbûna hevpar a xelkê û giregiran a li desthilatdarîyê bi rêya mixalefeta xwe hat qebûlkirin, hingê pirsa ka meriv "parastina azadîyê" û miqatebûna li xebitîna sazîyan bide kê, xwe dide der. Ev pirsgirêka herî mezin e, lewre xwegirî û yekparetîya dewletê girêdayî kontrola berjewendîya gelemperîyê bi destê yekê ji van herdu sinifan e. Wê demê divê komar kîjan kirasî li xwe bike: yê arîstokratîk yan ê demokratîk? Tevî ku piranîyeke mezin a fikirdarên komarxwaz ên serdema wî pesnê olîgarşîyekê didin, ew ê ji Floransayê şîreta damezrandina komareke xelkê ("stato popolare") dike, ev komar jî divê xwe bisipêre otorîteya herî bilind a meclîsekê ku têde xelk jî dikare beşdarî birêveberîya karûbarên bajêr bibe wekî giregiran. Ew bi vî rengî di pirtûka xwe ya bi navê Kurteya tiştên Lucques de wê rastîya ku "konseyeke giştî xwedîyê otorîteyê be li ser welatîyan, lewre ev frêneke bikêr e li dijî dildarîyên hinekan. (...) Hejmara zêde bi kêr tê ji bo xurtbûna li dijî giregiran û dildarîyên dewlemendan" wekî "tenzîmeke baş" dinirxîne. Heta ji vê tenzîmê tê ku azadî û wekhevîya wî kesî biparêze ku berjewendîya wî ew e ku giregir û dildarîyên dewlemendan bimînin: "divê meriv timî [mihafezekirina azadîyê] bisipêre wan ên ku herî kêm xwedîyê wê daxwaza binpêkirina wê ne".

 

Bi herhalî tehlûkeya herî mezin dimîne. Dema ne "ewên ku herî zêde heq dikin, lê yên ku herî zêde xurt"in wezîfe û erkên herî li jor ên dewletê di dest xwe de bigirin, hingê alozîyeke din dide der: Parçebûna di navbera komên berjewendîyan a ku para bêhtir bi klanên malbatî, sîstemên hîmayekerîya derdora xwe yan jî yekdestdarîyên malî ve –ya ku Machiavelli bi cih dike di nava sette (hizb, lobî) de– tê girêdan. Piştî ku "bi tenê dewlemend û hêzdar qanûnên pir kêm li alîyê azadîyê pêşnîyaz bikin, ji bo ku hêza xwe zêde bikin" hingê binê dewletê heta bi kokên wê tê kolan. Bi vî rengî Komara Romayî tune bû û bi heman rengî Komara Floransayî jî têk çû. Naxwe meriv çi dikare bike? Welatî "divê hêza [xurtîya] xirabîyê kontrol bikin û heke ew bawer dikin ji wan tê ew wê baş bikin, hingê êrişê bikinê bêyî ku serê xwe pê biêşînin".    

(1) Em îşaret bi lêkolîna Emmanuel Roux dikin, Machiavel, la vie libre / Machiavelli jîyana azad, Raisons d’agir, Parîs, 2013. Filippo Del Lucchese, nivîskarê Tumultes et indignation. Conflit, droit et multitude chez Machiavel et Spinoza / Qerepere û nerazîbûn. Alozî, heq û pirbûn li cem Machiavelli û Spinoza (Amsterdam, Parîs, 2010), wê herweha malperek jî bi rê ve bir li dora Mîr "Machiavelli: a multimedia project", www.brunel.ac.uk. Herweha bide ber John P. McCormick, Machiavellian Democracy / demokrasîya Machiavelli, Cambridge University Press, 2011.

(2) Nameya ji Francesco Vettori re,10ê kanûna pêşîn a1513an.

(3) Emmanuel Roux, jêdera li jor navbirî.

(4) Li ser şiroveyên cihê yên fikra Floransayî bide ber Claude Lefort, Le Travail de l’œuvre Machiavel / Karê berhema Machiavelli, Gallimard, Parîs, 1986 (çapa yekem: 1972).

(5) Bide ber Ranieri Polese, "Machiavel mène l’enquête / Machiavelli lêkolînekê bi rê ve dibe", Books, hejmar 46, Parîs, îlona 2013an.

(6) Louis Althusser, L’avenir dure longtemps / Siberoj gelekî dikşîne, Flammarion, koleksîyona "Champs", Parîs, 2013 (çapa yekem: 1992).

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê