Mafekî civakî wekî av û elektrîkê

ŞANO
Translator

Di van rojên me yên tijî fikar de, heyecaneke gelek xweş e ku mirov li pişt xwe vegere û dîrokê bikole. Hem jî di van deman de ku rola şanoyê dihê nîqaş kirin, ku di jiyana civakî de biisrar e. Bi ya hin derdoran, divê hilberîn û serkeftina di her qadê de, bi taybetî jî di qada hunerî de, bikeve xizmeta berjewendiyên civakê. Di nava rûpelên dîrokê de, mirov dibîne ku, ew nirxên ku îro di bin navê realîzm û rastiya giranbuha de rexne lê dihê kirin, di hin serdeman de ji bo bidestxistina wan, tekoşîneke dijwar hatiye meşandin.

Rêwitî û gera di nava dîroka şanoya li Fransa’yê de, rastiyên balkêş derdixin pêşberî mirovan û dersên giranbuha jê dikarin werin derxisitn. Ji ber ku tê de mijara bi nîqaş, armanca hunera şano û rola civakê pir baş dihê ronîkirin.

Di sala 1920’an de, li Fransa’yê, di encama hilbijartinên siyasî de, hukûmeteke koalîsyonê ya ku ji rastgiran û ji siyasetmedarên bêalî pêk dihat, derkete holê. Li her derê girêvên birçîbûnê berdewam dikirin, li hemberî çalakgeran zordariyeke dijwar dihat bikaranîn. Di demeke wisa de, partiya Komunist a Fransa’yê bi kongreya xwe ya li bajarê Turs’ê, damezrandina xwe ragihand. Dîsa di nava vê tekoşîn û tansiyoneke wisa bilind de, kurê karkerekî qelayê, Firmin Gémier bi ruhekî tijî hêvî dibe rêvebirê Şanoya Netewî ya Gel (TNP) û di pêşxistina wê de roleke girîng dilîze. Gemier di 1869’an de li bajarê Aubervilliers’ê ji dayîk bûye, şêwaza rêvebiriya wî ya şanoyê nêzikî ya André Antoine bû.

Ev baweriya vekirî ku şano dixe xizmeta civakê, îlhama xwe ji tevgera dijwar a sosyalîst distîne. Armanc ew e ku ji vê tevgera civakî re, ji bilî teoriyê, bingeheheke piratîk û saziyên pêwist ava bikin. Dihat xwestin ku tenê ji bo karkeran, zanîngeheke gelêrî were avakirin û ji bo herkesî jî şanoyeke mezin a wekî yûnanan an jî ya Elîsabeth were birêkûpêk kirin.

Dem pir zû buhurî, van saziyan roj bi roj hêz wenda kirin û di 1935’an de, du sal piştî mirina Gemier, ji ber kêmasiyên alikariya dewletê ku nikaribû salona mezin a şanoyê (xwedî pênc hezar cih), li ser piyan bigire, Şanoya Netewî ya Gel TNP bi demborî hat girtin. Bi vî awayî ev şano bi ruhê xwe yê şoreşgerî û avaker, bandoreke giran li derdorê nekir. Lê belê di serdema xwe ya “duyemîn” de TNP a bi rêvebirya Jean Vilar ji wan prensîbên destpêkê bi dûr neket û şano wekî xizmeteke civakê nirxand. Vilar dibêje “çawa ku av, gaz û elektrîk di xizmeta civakê de ye, divê şano jî fonksiyoneke wisa bibîne.”

Helbet ev nêrîneke mirovan e ku xwe bi vî awayî dide der. Mafê xwezayî yê mirovan e ku ew hobiyên xwe, kêf û seyrana xwe pêk bînin, xwe agahdar bikin û bibin xwedî zanebûnê. Gémier di çarçoveya baweriya sosyalîzma navnetewî de, hewl da xebata xwe ya pratîk pêk bîne, lê ji bo ku wateya vî karê xwe bigihîne asta herî bilind, diviyabû jê re pîvaneke estetîk ava bike. Bi konferaseke 1919’an û bi nivîsareke sala 1921’an ku ji aliyê pisporên sereke ve hat pêşkşkirin, teoriya Gemier a ji bo fonksiyon û rola şanoyê ya civakî hat destek kirin. Vê baweriyê ku dixwest deriyê şanoyan ji her beşa civakê re vekirî be, teoriyên din ku di wan deman de pir dihatin destek kirin, tev serûbin kir. Armanca wan ew bû ku ev bawerî ne tenê di teoriyê de bimîne lê belê her weha bi aliyên xwe yên herî hessas di pratikê de jî were pêkanîn û xebatên şanoyê bigihîjînin rastiya xwe ya esasî. Ev armanca bingehîn e, ji ber ku her xebatên di vê rêyê de, hem polîtîk û hem jî hunerî, li ser bingeha lêpirsînê, tekoşîn û pevçûnê hatine avakirin. Ger wisa nebe, hunera şano wê yan ber bi populîzmê ve bişiqite yan jî ewê berbi “avant-gardisme” ve biçe, an ku ji rastiya îro ya civakî dûr ku pêşerojê xeyal dike.
Rojên piştî azadiyê bi êş derbas dibin, pêvajoya şerê sar, pirsgirêka stalinîzmê, bidawîbûna pêvajoyên dagirkeriyê û tevliheviyên cîhana polîtîk tev bandor li wan rojan dikin. Lê pêşketineke balkêş çêdibe. Hunera Şanoyê dibe mijara bingehîn a cîhana entelektuelî. Bi taybetî jî derdorên sendîka û partiyên polîtîk eleqe nîşan didinê. Jacques Lemarchand , nivîskar û rexnegirê şanoya drama helwesta xwe diyar dike û aliyê xwe hildibijêre. Ew diçe aliyê “şanoya macera” bi gotina wî, ew kesên ku bi azadiya gotinan, dikarin hebûna ecêb a miriyan pîroz bikin. Ew ne li aliyê “çep” e, lê belê li hember heval û derdorên xwe yên “burjuva” biisrar hewlê dide şanoya helbestvanên dramaya nûjen ên wekî Beckett, Ionesco, Adamov, Schéhadé pê bîne û ronî bike. Çawa ku hin rexnegiran îddîa dikir, şanoya wî tenê xitabî kesên “elît”, (çîna serdest) nedikir. Tixûbên şanoyê wisa berfireh in ku ji gotinên demogojîk derbastir dibin. Hunera tiyatro daxwaz û nêrîna mirovan a ber bi asoyên nû ve berfireh dike: jesteke bihêz e ku mahremiyeteke hevbeş a civakê diafirîne.

Çavkanî
  • Şanoya gel a Bussang ku di sala 1895’an de, ji aliyê Maurice Pottecher ve hat avakirin, karê xwe hê îro jî berdewam dike.
  • Firmin Gémier, nivîsen berhevkirî ji laiyê Catherine Faivre-Zellner ve, Actes Sud, coll. «Papiers», 2009, 96 rûpel, 11 euros.
  • Jacques Lemarchand, Le Nouveau Théâtre (şanoya nû)1947-1968. Un combat au jour le jour.(tekoşîneke rojane) Nivîsen berhevkirî ji aliyê Véronique Hoffmann-Martinot ve, Gallimard, Paris, 2009, 448 rupel 28,90 euros.
  • Kovara Cassandre/Horschamp, balê dikişîne ser kêmasiyên gotûbêjên di barê girîngiya çand û hunerê ya di civakê de. www.horschamp.org