Mamata Banerjee, dildara nû ya Kalkûtayê

Translator

Hikûmeta komunîst a ku ji 1977ê û vir ve li Kalkûta û li Bengala Rojava desthilat bû, piştî ku di hilbijartina 13ê gulana 2011ê de têk çû, bû mijara henekên medyaya lîberal. Tevî ku Enîya Çepgir êdî zêde jî ne marksîst-lenînîst bû: Bûbû nêzîkî deh salan ku vê koalîsyona partîyên wek çepgir etîketkirî programeke neolîberal dimeşand. Ev bû sedem ku Xanim Mamata Banerjee û Kongreya Trinamool (KTM) wek menfaetperwerên gel ên herî mezin derkevin holê.

Dengdarên wê berî her tiştî sîstemeke kevneperest red kir. Partîya Komunîst a Hind (Marksîst), an jî PKH(M), dema ku di 1977ê de hat hilbijartin, reformeke berfireh a çandinîyê da dest pê kirin û hişt ku bi mîlyonan gundî ji vê yekê îstifade bikin. Piştre hêdî hêdî ew ket nav demagojî, bertîlxurî û sextekarîyên hilbijartinan. Piştî dûrxistina biaqilane ya veberdêran, heta 2001ê, hikûmetê bi carekê xizmeta berjewendîyên wan kir. Bi vî rengî ji bo bicihkirina projeyên endustrîyî, wê bera gundîyan da. Di 14ê adara 2007ê de, çardeh xwepêşanderên ku li dijî herêmeke ekonomîk a taybet derdiketin, ji alîyê polîsan ve li gundê Nandigramê hatin kuştin.

Têkoşerê mafên mirovan û endamê komîsyona hilbijartinê ya Bengala Rojava mîrza Biplab Halim dîyar dike ku "Enîya Çepgir êdî tenê navek bû. Gel xwe xîyanetkirî hîs kir. Entelektuelên çepgir jî raya xwe ji bo Mamata bi kar anîbûn". Ew li ser veberdêran jî dibêje: "Wan fam kir ku zordarîya Enîya Çepgir ew nedibirin tu cihî û herî baş ew bû ku ji bo parastina mafên xwe destekê bidin Mamata".

Jineke xwedî kesayetîyeke xurt, jixweber, dilxwazîparêz, ji nav gel derketî, bi dayîka xwe re tenê dijî, "Mamata karî hilbijêrên herêmên cuda yên civaka bengalî li dora xwe bicivîne", şefê hilbijartîyên KTMê yên di meclîsa Bengala Rojava de, mîrza Sobhandeb Chottopadhay dîtina xwe bi kurtahî wisa tîne ziman. Ew Trinamool –beşa herêmî ya Partîya Kongreyê– wek  partîyeke navend-çep" bi nav dike û dibêje: "Mirovan guherînek dixwest û di Mamata de şexsa ku vê pêk bîne dîtin".

Afîş, al, stran: Xanim Banerjee bûye mijara kulteke rastîn. "Dîdî" (xwişk) serkevtinên medyatîk zêde dike: Ji dema hilbijartina xwe, Chief minister a Dewletê bêxeber diçe seredana nexweşxane û polîsxaneyan, çavdêrîya rêveberîya xirab a xizmetên gelemper dike, hin rêveberan ceza dike. Bengalîyên ku her roj bi mirîxaneya karmendên bertîlxwarî re rû bi rû dimînin, pesnê wê didin. Lê belê kêfxweşkirina hemû dengdarên welêt wê mecbûr dike li ser ben cambazîyê bike: Ji ber wê yekê wê piştgirî da –hin kes wê bibêjin li gor menfaeta xwe wisa kir– nerazîbûna gundîyan a li hemberî projeyên endustrîyî ku ji alîyê Enîya Çepgir ve bi awayekî xirab hatibû ferz kirin. Li hemberî îtiraza gundîyan ên ji alîyê KTMê ve birêvebirî, Koma Tata di dawîya 2008ê de dev ji sazkirina karxaneyeke li Sengurê, ne dûrî Kalkûtayê, berda. Îca siwareya erzan Tata Nano li Dewleta Gujarayê tê çêkirin. Bi saya vê bi qasî deh hezar karên rasterast û nerasterast pêk tên. Ev rê li ber "Dîdî" nagire îro soza "cezbkirina veberdêran" bide, û Kalkûtayê bike hemtaya "Londra an jî Hong-Kongê".

Çavkanî

Wergera ji fransî: Aynur Bozkurt