Mantiqa hêza ku bêfikara stratejîk e

Şerên bêdawî yên Îsraîl’ê
Translator

Hemû pevçûnên di navbera welatên ereb û Îsraîl’ê de (1948, 1956, 1967, 1973) derketine, -berî peymana aştiyê ya dîrokî ku di navbera Tel Avîv û Kahîre’yê de, di sala 1979’an de, hatiye îmzekirin- weke şerên klasîk bûn: Şerwanên di nava pevçûnan de îtiraz li çekên konvansiyonel dikirin, weke ku wan îtiraza stratejiyên konvansiyonel dikirin. Balefirokiya ku ji aliyê tankan ve dihat komandekirin jî wê demê roleke girîng dilîst. Sedemê hebûna Îsraîl’ê tim li paşiya pevçûnên wê maye, digel ku rastiya gefan pir hatibûn mezinkirin, tenê paşeroja pevçûna 1948’an nediyariya xwe hê diparêze.
Şandina hêzên leşkerî ya Suweyş’ê di sala 1956’an de bû sedemê ku di nava Fransa, Brîtanya û Îsraîl’ê de koalîsyonekê çêbibe û ew bibe sedemê têkçûna rejîma Serok Cemal Abdulnasir. Heman têkçûn pêşî li xetera li dijî dewleta Îsraîl’ê girt. Şerê 1976’an, piştî çend hefteyên ku tansiyona bi Kahîre’yê û Şam’ê re çêbû, ji aliyê Tel Avîv’ê ve hat destpêkirin. Di wê şerî de, di derbarê serkeftineke mezin a leşkerî de, ne hikûmet û ne jî fermandariya leşkerî ya Îsraîl’ê ti car neketin nava dudiliyê.
Di sala 1973’an de, piştî amadekariyên pir bidîqet, Misir û Sûriye’yê, ji sala 1948’an bi şûn ve, ji bo cara yekem înîsyatîfa bikaranîna hêzên leşkerî yên ereban girtin û ji du eniyan ve êrişê ser Îsraîl’ê kirin. Her du eniyên ku lê êriş hatin kirin cihên qels yên Îsraîl’ê ku bi minasebeta Cejna Kippur’ê û her wiha hilbijartinên giştî ku ji bo 31’ê Cotmehê dihatin amadekirin hatibûn berdan bûn. Di heman qelsiyê de rola sistiya saziya îstîxbaratê jî hebû.
Encama ku derkete holê herkesî matmayî hîşti. Digel vê rewşê, hebûna dewleta Îsraîl’ê ti car nehate tehdîtkirin. Kahîre û Şam’ê tenê dixwestin xaka ki di sala 1967’an de hatî dagirkirin şûnve bistînin. Dewletên Yekgirtî yên Amerîka’yê dixwest berjewendiyên jiyanê yên hevalbendên xwe biparêze.
Ji sala 1973’an vir ve Îsraîl’ê ti pevçûnekê dîrekt bi dewleteke ereb re nejîi: tenê yek dewletekê jî nikaribû pevçûnekê leşkerî dest pê bike, digel stratejiya ku ji aliyê roketavêjên balîstîk ve hatibû serobinkirin ev rastî hebû. Ji wê demê bi şûnve xwezaya şer hate guhertin. Ji wê demê bi şûnve Îsraîl xwediyê artêşeke bihêz ya “li gorî pêdiviyên xwe” (tank û teyare) ku li dijî gêrîlayan ditekoşe ye. Digel hemû tiştî, ev guhertina bingehîn bi bêdengiyekê pêkhat û Îsraîl wisa dilebite wekî ku pêşeroja wê di nava lîstikê de ye.
Di nava vê rewşa guherînekê bingehîn de, sala 1982 bû destpêka dîrokeke guhertinê. Bi rastî jî di bahara wê salê de leşkerê dawî yê Îsraîl’ê, li gorî peymana aştiyê ku di sala 1979’an de di navbera Kahîre û Tel Avîv‘ê de hat îmzekirin, ji Sina’yê vekişiya. Di heman demê de artêşa wê, bi armanca ku Rêxistina Azadiya Filistîn’ê (OLP) bipelçiqîne, hewldida ku bikeve xaka Lubnan’ê. Serokwezîr Menahem Begin , ku ji aliyê Wezîrê Parastinê Ariel Sharon ve dihate destekirin, stratejiyeke zelal dabû pêş xwe. Aştiyeke bi welatê ereb yê herî bihêztir dikaribû jêre bibe sedemê ku ew li ber çavên cîhanê bibe xwediyê kesayetiyeke aştixwaz (di sala 1978’an de bû xwediyê Xelata Nobel’ê) û bikaribe ewlekariya welat, bi awayeke demdirêj û hemû hêza xwe bide ji bo kontrolkirina xaka Filistîn’ê (Jérusalem, la Cisjordanie û Gaze) ku bikaribe li wê derê pîlanekê dorfireh ya ji nûh ve bicihkirina îsraîliyan pêk bîne.
Digel qiyasên ku di navbera Yasser Arafat û Adolf Hitler de hatin kirin, di navbera Beyrûd û Berlin a Nazî de, û her wiha ji nûh ve aktîfkirina retorîka “Holocausta nû”, vê operasyona ku li dijî OLP û hevalbendên wê pêkhatî, derî li pêvajoyeke pevçûnên asîmetrîk vekir. Di wê pêvajoyê de Îsraîl bi tekoşîna hêzên gêrîlla ve rûbirû ma. Di derbarê wan şeran de, di pirtûkeke ji yên herî baş ku ji aliyê du pisporên artêşa Îsraîl ve, Ze’ev Schiff û Ehud Ya’ari, hatiye nivîsandin de wiha tê gotin: “Şerê dagirkirina Lûbnan’ê yê sala 1982’an ji aliyê keseke (Sharon) tenê bi xwe bawer û bêdîqet hat destpêkirin. Ev dagirkirina Lûbnan’ê, ku li ser bingeheke xeyalî û derewan hat destpêkirin, dikaribû encameke pir xerab biafiranda (….) Ti armancek wî şerê biha û bextreş tinebû. Tiştê herî baş ku mirov dikare bike ev e; ji wî şerî derseke baş derxîine” Mixabin, ti rayedareke îsraîlî vê yekê nake. Miqabilê wê rastiyê, hemû mantiq li ser hêza ku ji hemû fikirandina stratejiya demdirêj dûr hatiye lipêşxistin. Di Cotmeh a 2008’an de me ji fermandarê leşkerî yê Bakurê Îsraîl’ê General Gadi Eisenkott, di derbarê bombebaranên 2006’an ku li dijî navendên siyasî û çandî yên Hîzbûllah’ê pêkhatî de wiha bihîst. “Heke êrişê Îsraîl’ê bê kirin wê li her deverê ku li me gule tên reşandin, tişta ku li Beyrûd’ê pêkhatî biqewime. Emê hêzeke şedîd bikarbînin .’’
Di nava 30 salên dawîn de, ji aliyê hemû hikûmetan ve biryarên zextên leşkerî yên nû hatine girtin; Pelçiqandina Serhildana (Întîfada) 1987-1988; Operasyona “Tiriyên Xezebê” ku di sala 1996’an de li dijî Başûrê Lûbnan’ê û Hîzbûllah’ê pêkhatî; Operasyona “Dîwar” a ku di sala 2002’an de, di dema Întîfada’yê de hate meşandin; Êrişên li dijî Hamas’ê, yên li Gaze’yê ku di meha Hezîran a 2006’an û di meha Mijdar a 2007’an de pêkhatî, piştre jî ya di meha Kanûn a 2008’an de pêkhatî û ya ku bi navê “Hesinê Hişk” tê naskirin.
Çawa em dikarin dijminê ku bi van êrişan ve rûbirû ye deryayî bikin? Ji bo leşkerên îsraîlî tenê du kategoriyên dijmin heye; Leşker û terorîst. Weke ku ti artêşeke nîzamî bi wan re di nava şer de nîn e, tenê terorîst ji bo wan dijmin in; Ji ber ku hemû kalîteyên berxwedanê nayên naskirin, ev rewş maf dide wân ku ew vî şerî, her wiha doza ku ew diparêzin, di nava bêdadiyê de weke ku ew adîl nêzîk dibin, bimeşînin.
Ev daxwaza ku tim tê ziman, her wiha bi tevahî siyasî ye, ji wan re dibe sedemê ku ew doza xwe mafdar û biqîmet, xetera ku di rastiyê de nîne jî weke “gefên heyî” bibînin. Ev rastiyekê ye ku ti hêz dijminê xwe weke berxwedanvan nasnake, heman rastî li Cezayîr’ê, di dema dagirkeriya Fransa’yê de, her wiha li Başûrê Afrîka’yê di dema rejîma Apartheid’ê de jî hebû. Dijmin tim ‘terorîst’ bû ye.
Binavkirina yê din weke ‘terorîst’ rêbazên lîstikê jî diguhere. Dema ku pêwîstî bi lêdana vî dijminî hebe wê demê hemû rêbaz sarbest in, ji ber ku ti qanûn li vir derbas nabe. Her wiha, Îsraîl dijminên xwe ji qada siyasî jî dike der û wan bi kuştinê re rûbirû dihêle.
Qet xema kesî nîne ku heke di vî şerî de sivîl têne kuştin, ji ber ku qeneet heye ku “terorîst xwe di nav sivîlan de vedişêrin”, qet xema kesî tine ku heke hêzeke xedar tê bikaranîn, bikaranîna sîlehên şer ên qayîm û balafiran, ji ber ku wisa bawerî heye ku ‘terorîst’ ti tiştê nagirin dîqetê, dîsa qet xema kesî nîne heke mafên mirovan hatine binpêkirin…
‘Tinekirina terorîstan’ bikaranîna hemû derfetan mafdar dike. Dijmin tim xetereke zindî ye, ji bo ku ev xeter ji holê rabe bikaranîna hemû derfetan dikare weke mafeke xwezayî were dîtin. Di Çile yê 2008’an de berdevkekî artêşa Îsraîl’ê, di axiftineke xwe de, ya di derbarê êrişên li ser Gaze’yê çêbûn de, wiha digot: “Emê biçin hemû hêlînên terorîstan paqij bikin.” Çend rojan piştre, berdevkekî hikûmeta Îsraîl’ê di derbarê hejmara kuştiyan de wiha digot: “Erê…. Lê belê ew terorîst in”
Bi bahaneya vê mantiqî, Îsraîl tim, bi awayeke sîstematîk, rayedar, qadro û her wiha mîlîtanên normal yên van rêxistinan kuştiye. Cezayê îdamê li Îsraîl tine, lê belê siyaseta qetilkirina hedefan ji dehan salan vir ve heye û tê bikaranîn. Dema ku Arafat li wargeha xwe ya li Beyrûd’ê bû, di sala 1982’an de, wî pir êrişên kuştinê ku li dijî wî hatin tenzîmkirin vala derxist. Di dema destpêka Întîfada’yê de, di meha Nîsan a 1988’an de li Tunis’ê, Khalid Al-Wazir (Abou Jihad), ku ji aliyê Tel Avîv’ê ve weke organizatorê serhildanê dihate naskirin, ji aliyê komandoyên îsraîlî ve hat kuştin. Di dema Întîfada ya duyemîn de, Salah Shehada, yek ji berpirsyarê Hamas’ê yê Gaze’yê bû, di meha Tîrmeh a 2002’an de, di mala xwe de tevî hemû endamên malbata xwe û xizmên xwe, bi bombeyeke yek tonî hate pelçiqandiniii. Du salan pişt re, di meha Adar a 2004’an de, Ahmed Yassin, wek lîdereke naskirî yê rêxistina Îslamî bû, bi roketekê hate pelçiqandin. Çend hefte pişê, vê carê Abdel Aziz al-Rantissi, kesê ku cihê Ahmed Yassin girtibû, bi heman qederê ve rûbirû ma.
Ev rêbazên şer tenê ji aliyê Îsraîl’ê ve nehatine pêkanîn. Heman kiryar parçeyeke rastiya şerên ku ji aliyê dewletan ve, yên li dijî hêzên ku dagirkeriya wan qebûl nakin, hatine meşandin e. Li vir em dikarin di rêza yekem de navê Fransa’yê ê dema ku ew li Cezayîr’ê bû binivisînin. Hejmareke mezin ên rayedarên payebilind yê Eniya Rizgariya Neteweyî (FLN), ên weke Larbi Ben Mehdi, bi rêbazên îlegal hatin îdamkirin, ev kiryar di cotgehekê nêzîkê Alger de ji aliyê fermandar Paul Aussarésiii ve pêkhatibû. Ji bo bidawîanîna hemû rêbazên berxwedanê, dema ku mirov bawer dike ku pêwîst e mafê yên din were naskirin û guftugo werin pêşxistin wê demê pêvajoya şer dikare bisekine, çawa ku di sala 1962’an de li Evian, di sala 1993’an de li Oslo pêkhatin, bêguman li wan deran şert û merc cuda bûn.
Di vê demê de ti welatekî ereb gefan li hebûna welatê wan naxwe, siyasetmedar û rayedarên leşkerî yên îsraîlî dîsa jî ji her demê zêdetir şîdetê bikar tînin. Dor bi dor, pêwîst bû wan OLP qels kiriba (1982), piştre wê wan berxwedana filistînê bipelçiqanda (2002), dûre wê Hîzbûllah bihata qelskirin û pelçiqandin (1996 û 2006), piştî wî jî wê Hamas wisa bûya (2006, 2007 û 2008). Di encama van kiryaran de ne ku tenê ew negihîştin encama xwe, her cara ku dihate hêvîkirin pirsgirêka siyasî hatiye çareserkirin ew zêdetir mezintir dibû, ji ber ku hemû êrişên Îsraîl’ê dibûn sedemê bihêzbûna rêxistinên filistînî û afirandina komên radîkaltir.
Ev rewş encama êrişan diyar dike: Ew statûya berxwedanvanê ku raberê êrişên artêşeke herî bihêz û ûltra-modern hatiye xurt kiriye. Qasî ku mirov dikare komeke terorîstên ku ji derdoreke sosyal dûr in bipelçiqîne, ewqas jî zehmet e ku mirov bikaribe rêxistineke ku xwedî hêzeke girseyî ye û di çavê gelê xwe, an jî di çavê parçeyeke girseyê de weke rêxistineke berxwedanvan tê naskirin tine bike. Hêza van rêxistinan, Fatah, Hamas û Hîzbûllah, di encama hilbijartinên ku li Filistîn û li Lûbnan’ê pêkhatî de baştir xûyakir.

Di sala 2006’an de, li Lûbnan’ê, çend roj beriya êrişan Îsraîl’ê hêza Hîzbûllah’ê piçûk nirxandibû; Piştre hat dîtin ku Hîzbûllah êrişên roketan berdewam kir, di aliyekî de wan li dijî artêşa Îsraîl’ê liber xwe dida, li aliyê din de jî qedera leşkerên Îsraîl’ê, ku ji aliyê wan ve hatibûn bidestxistin, nediyariya xwe didomand.
Di demeke kurt de partiya Şîa weke rêxistineke bibandor derket holê. Ev rêxistin pir baş hatibû perwerdekirin û her wiha ew xwediyê gelek çekên sofîstîke bû, ku bi wan li ser xaka dijmin, bi awayeke pir fireh, berxwedan hat lipêşxistin û bidehan tangên Merkava hatin lêdan. Vê encamê hêzeke mezin li ya heyî zêde kir, bi taybetî li Lûbnan’ê û di nava girseya Misilman de wê prestîjeke pir mezin bidest xist. Bi alîkariya Îran’ê û her wiha piştigiriya Sûriye’yê vê rêxistinê karibû xwe di aliyê leşkerî de jî bihêztir bike û di siyaseta Lûbnan’ê de jî rolekê navendî bilîze.
Di sala 2008’an de, rewşa Hamas’ê ji ya Hîzbûllah a du salên borî cudatir bû: Ji ber encama darbeya xwe ya hêzê ku di meha Hezîran a 2007’an de pêkhatî û her wiha ji ber muxalefeta Fatah’ê û boykota Rojava ew qels bûbû. Digel vê ketina giran, wan dikaribû bi du aliyan ve xwe mafdar nîşan bida: Yek bi serkeftina xwe ya hilbijartinên 2006’an, ya din jî berxwedana wan ya li dijî hêza dagirker ku di heman demê de otorîteya (hikûmeta) filistînî di nava xwe de parçe bibû. Bi şerê ku wan meşand pozisyona wan bihêz bibû. Sih sal piştî aşîtiya ku bi Misir’ê re pêkhatibû, rewşa ne diyar ya hêzê bi awayeke kurt stratejiya Îsraîl’ê, ji derveyê ya di derbarê Îran’ê de, ti xeterekî ji cînarên xwe nabîne dide xûyan. Ev mentalîteya ku tenê pişta wî bi hêzê daye girêdan, dikare wî berbi trajedî û drameke cuda û her wiha daxwaza tola ve bibe. Ev rewş tenê dikare hê zêdetir û pir zêdetir pevçûnan zindî bike. Ev pevçûn wê li dijî heman hêza ku bi armanca bidestxistina ewlekariyê zirarên mezin dabû afirandin, were meşandin. Gelo çawa mirov dikare ewlekariya xwe li ser esasê tinekirina ewlekariya yên din bidest bixe?

Werger ji fransî:
Ahmet Dere

Çavkanî

Jean-Paul Chagnollaud profesorê hiqûqê li Zanîngeha Cergy, direktorê govara Confluences Méditerranée, Paris.

  1. Ev şer bû sedema mirina 9.500 kesan (6 hezar misrî, 3100 sûryeyî û 400 leşkerên hêzên mutefîk). Di şer de 3 hezar kes ji aliyê Îsraîl’ê jî jiyana xwe ji dest dan. Îsraîl di şer de 840 tank, 114 balafir wendakir, aliyê ereb, 2560 tank û 392 balafir wendakirin. Şerê Cotmeha 1973’an, Economica, Paris, 1999.
  2. Şerê sala 1991’an de herçend fuzeyên İraq’ê xaka Îsraîl’ê hedef girtin jî, Tel Avîv’ê bersîv neda. Şerekî rasterast jî neqewimî. DYE nedixwest ku dengeyên heremê xerabibe û koalîsyona xwe bi vî awayî diparast.
  3. Serokwezîrê salên 1977 û 1983’an.
  4. Şerrê İsraîl’ê yê Lubnan’ê, Weşanxane ya Unwin Paperbacks, London, 1986.
  5. Rojnama Yediot Aharonot, Tel Aviv, 3 Cotmeh 2008.