Matmayînên Ronyayê: Lal Laleş

Di pirtûka Matmayinên Ronyayê de Lal Laleş bi helbestê di nav mijê de li bêhna şemamokan digere. Di vê rêwîtîya nav mijê de helbestkar tê li ser "Bîra Helbestkar" disekine. Di pirtûka navê wê "Romana Helbestkar" a Murathan Mungan de beşek li ser "Bîra helbestkar" e. Di axir zemanan de yên helbestan dinivîsin, diçin ser "Bîra Helbestkar", daqulî bîrê dibin û ji bîrê re helbestên xwe dixwînin. Ev bîra ku kevirên dora devê wê bi kilsê spîkirî, bersivê dide helbestkaran. Helbestkarên ku dengê xwe zevt kiribe, bîr olana dengê wan li wan vedigerîne û bî wî awayî fahm dikin ku helbestên xwe ji dil dinivîsin û dengê di helbestê de bi kar tînin, dengê nav dilê wan e. Helbestkarên ku olana dengê wan li wan venagere jî, fahm dikin ku bi dengê hundirê xwe nanivîsin û helbestên wan jî qelp in. Bi gotineke din ew helbest dengketî ne. Matmayînên Ronyayê jî bi heman şêwazê devê xwe dixe devê bîrê û helbestên xwe diqîre. Ev deng jê derdikevin.

"Li bin dara gûzê bîr nayê kolan,
Jixwe çalê eşqê ne siya wan
Li siye daqulî neyên,
Hûn ê bibînin sûrete xwe û sûretê yên dera han."

Lê herwext wê helbest hemû ji bîrê derneyên. Ji ber ku bîr ristên hibra wan tîr vedigerîne û wê yên bi pênûsa hibra ron hatine nivîsandin, jê bibe. Bîr, karê xwe dike. Hew peyva heqîqî li xwedîyan vedigerîne. Bîr, ristên ku wê sibe du sibe li qahfikan bimîne bi ruh dike:

"Şûarno; destê xwe li pişta dîrokê xin.
Kurdistan di qirika mirinê de maye."

Taybetmendîyên Matmayinên Ronya-yê ji alîye kinbûnê ve dişibe rêbaza bêrîka berdilkan. Ev bêrîk, bêrîka Emily Dickinsonê ye. Weke tê zanîn Emily Dickinson di nav karê rojane de wexta peyv tên bîra wê zû zûka pênûsa xwe derdixîne, wan li ser kaxizên bejnbiçûk qeyd dike û dixe bêrîka berdilka xwe da ku êvaran li malê li ser wan bixebite. Lal Laleş nîşeyên xwe girtine; ew nîşe carna ji bêrîka berdilkan derdikevin û li ser maseya bi qendîl, dibin dil: "û hey dibuhurîn bi ba re, telebeyên qemer telebeyên biqirar. " Lê carna jî berdilk ji ristan re mezin tê. Çawa ku zarokekî nû dest bi dibistanê bike û malbata wî jê re berdilkeke nû nekire û rabin berdilka birayê wî yê mezin lêbikin, wisa. Hinek rist weke zarokê ku di qamkirina avê de êdi bi ser avê nakeve û meytê wî çend rojên din li rex çem tê dîtin. Weke van ristan: "Evîn vîn viyan/ kevan vejan/ Tîrcan can canan."

Û matmayîneke din: Lal Laleş gelek xweda û xwedawendên mîtolojîya grekî vexwendîye welatê Kurdistanê. Lê mîtolojî be jî, divê hêzeke xwedayan hebe. Qet nebe divê ristên li bin navên wan nivîsandî, bi qasî ayetan xurt bin da ku em bizanin xweda û xwedawend bi kêrî tiştekî tên. Di van hêzên olîmposî de hêza remzê tuneye. Remzên ku li ser navên hêza wan hatine lêkirin, ji bilî klîşeyên mitolojîyê pê ve ne tiştek in. Ev ristên han dê bêtir mijarê zelaltir bikin. "Mirov bi dû kulîlkan keve bi tenê dimîne/ Nêrgiz jî carinan dibe sedema mirina mirov". Di van ristan de çîroka Narkîsos hatiye dubare kirin û hew. Ne tiştek lê hatiye zêde kirin û ne jî jê hatiye kêm kirin.

Matmayînên Ronyayê silavek e li kanona helbesta kurdî. "Ji sê riyên deşta bîşengên dûr venegerin." Çav li Kawa Nemir tê kirin. Di "Ez ê çi bikim ji Dara Hênê, dargula şîlanê" de xatir ji Arjen Arî tê xwestin. Û "Rêhevalên cewrikê cêwî" ho vedanek e li Janyayê.

Ceyrana xwe bitemirînin û şevçiraxa xwe pêxînîn. Ji ber ku Matmayînên Ronyayê bi têra xwe ronkayê li dora xwe belav dike.

Navê pirtûkê: Matmayînên Ronyayê
Helbestkar: Lal LALEŞ
Weşanxane: Lîs
Buha: 8 TL
ISBN: 978-605-4497-19-5