Meriv çawa dikare bi Pyongyangê re bipeyive?

Translator

Careka din, Komara Gel ya Demokratîk ya Koreyê (KGDK) tevahîya cîhanê ditirsîne: gefan dixwe – birina êrişeka nukleer ya ser Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, redkirina Peymana Aştîyê ya 1953yan (1), "şerê duyem yê Koreyê yê ku meriv nikare rê li ber bigre" - û xwedî bateryayên fuzeyên berê wan li Japonyayê û li baregeha eskerî ya amerîkî ya bi navê Guamê. Ji nîvê adarê ve, propagandaya Koreya Bakurî bi awayekî xurt deng vedide û çapemenîya navneteweyî ya bi kêfxweşî axaftinên şerxwaz belav dike bêyî ku ji hev derxe gelo para rastîyê di van gefxwarinan de çi ye? Çapemenîyê destûr da ku ev propaganda ji hedê xwe zêde belav bibe, ev yek jî dilê Pyongyangê xweş dike. 

 

Piştî ku di serdema George W. Bush de Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê rêya hatina li hemberî hev ceribandin, di serdema Barack Obama de ew di encamê de stratejîya li bendê manê bi kar dianin. Meriv neçar dimîne têkçûna sîyaseta wan û ya Lee Myung-bak ku dixwest serî li hember Pyongyangê rake, qebûl bike. Li gorî biqasî panzdeh sal berê, rewş gelekî tevlîhev bû.

 

Belê armancên Koreya Bakur yên salên 1998an ne, yên wê demê ku fuzeya bi satelîteka xwedî teknolojîya fuzeya menzîl dirêj barkirî di ser Japonya re firî. Wê demê birêveberîya Clinton sîyaseta xwe diguhere û di çirîya pêşîna 2000î de wezîra karên derve Madeleine Albright diçe serdana Pyongyangê. Plana serdaneka serokdewletî jî hatibû kirin. Piştre Bush mîrasa yê berîya wî wezîfedar avêt çopê.

 

Ji wê demê ve Komara Gel ya Demokratîk ya Koreyê sê ceribandinên çekên atomî pêk anîn, di 2006, 2009 û 2013yan de û xwe wekî hêzeka nukleer ragihand. Ew xwedî stokên plûtonyûm û bernameyeka dewlemendkirina ûranyûma bi kapasîteya balîstîk e. Dema Pyongyang da zanîn ku li ser çekên wê yên nukleer "bazar nabe" wê şertên gelekî bilind danîn ji bo pêkanîna hevdîtinên siberojê. 

Weha xuya ye ku Kim Jong, warisê duyem yê klana Kim biqasî sih salan û piştî mirina bavê xwe Kim Jong-il di kanûna 2011an de (2) bû desthilatdar, îmaja welatekî efendîtir dida – lê belê  li gorî rêxistinên mafê insanan li welat dused hezar girtî hene ku di kampên karê bi zorê de tên xebitandin. Salekê piştî ku bû xwedî tevahîya erkan (dema bû sekreterê giştî yê herî bilind yê Partîya Kar û bû fermandarê sereke yê arteşa gel), wî êrişeka bi şideteka kêm dîtî da destpêkirin. Di kanûnê de satelîtek bi hewa xist û di sibatê de ceribandineka nukleer pêk anî, herdû kiryar ji alîyê Konseya Ewlekarîyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ve hatin şermezarkirin.

 

Kim pênc salan li lîseyeka Swîsreyê xwend; bi vê tecrubeya li derveyî welêt, ew bêguman li gorî nifşa kevn zêdetir hişyarker e di mijara pêdivîya pêkanîna reforman de. Lê belê ew dilsozîya xwe bi rêya di dawîya salên 1990î de dîyarkirî re diparêze: "welatekî xurt û bipêşketî", gotinek e ku qaşo bipêşketin û hêza arteşî bi hev ve girêdide. Bi îfadeyên hinekî guhertî be jî, di sedsala 19an de ev xeyala Japonyaya serdema Meiji bû (3) ku wê demê bi gefxwarina li welatên din re rû bi rû mabû (xeyala "welatekî dewlemend, arteşeka bi hêz"). Li Koreya Bakur zehmet e herdû armanc bi hev re pêk werin: ji  bo "bipêşketinê" reform pêwîst in, lê nexasim jî divê welat derîyên xwe li dinyayê veke û bi rêya destekeka teknolojîk û pererazandinan alîkarîya welatên din bigihîjîyê. Lê belê heta ku Pyongyang wekî tehlûkeyekê were hesibandin, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û alîgirên wan her şiklê hevkarîya pêre red dikin.

 

Bi parastina helwêsta xwe, Koreya Bakur derb li statukoyê xist: tevî Ҫîn cotstandartîyê pêk tîne dema di heman demê de piştîgîrîya aborî dide Koreya Bakur û cezayên navneteweyî jî pişrast dike, Koreya Bakur "sebra stratejîk" ya Washingtonê xist ber lêpirsînê, cezayên navneteweyî yên welêt difetisînin giran kirin û kir ku welat zêdetir îzole bibe. Sêyem ceribandina nukleer, hem pirsgirêkeka girîng e ji bo Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û hevkarên wan, hem jî îsbata hebûna desthilatdarîyeka li hemberî Pekînê radibe ye.

 

Bi rêya hebûna hêzeka tirsandinê, Komara Gel ya Demokratîk ya Koreyê difikire ku xwe dispêre îhtîmala êrişeka nukleer – ev jî tehlûkeyek e ku Washingtonê herî kêm pênc caran derbirî. Tevî ku ji çaryek sedsalê ve welat jixwekêmkirin bi bahaneya pêdivîya bi avakirina welatekî nikare were xirakirin û misogerkirina serxwebûnê kiribû armaca pîroz jî, Kore di nava gel de bi ser dikeve. Lewre dev berdana ji vê çekê, ku yekane serketina Kim Jong e, mimkin xuya nake.

Sedema israra Komara Gel ya Demokratîk ya Koreyê da ku ji alîyê tevahîya cihanê ve wekî hêzeka nukleer were qebûl kirin û redkirina wî ya her şikilê guhertina sîyasî piştî-totalîtarîzmê, hebûna neteweperstîyeka zêde ye. Ev jî dibe sedem ku li şûna qeydkirina serpêhatîyên welêt di dîroka dualîtîya cîhanê de ya piştî jihevdeketina Rûsyayê bi dawî bû, ew dê li ser rûpelên dîroka piştî-kolonîyalîzmê werin nivîsandin.

 

Li Ewropayê, şerê sar di rastîyê de bû serdemeka aştîyê. Li Asyayê, li nîvgirava Koreyê û li Vîetnamê jî ew bû serdema şerên çekdarî yên wekî dewamîya şerên serxwebûnê (4) dihatin hesibandin. Li Komara Gel ya Demokratîk ya Koreyê, ya rejîmê rewa dike propagandaya bîranînên xemilandî yên "têkoşîna serketî" ya partîzanan e ku ji bo piştgirîya Kim II-sung seferber bûbûn li dijî dagirkerê japonî. Ev propaganda niha jî rewşa heyî timî wekî ku di çarçoveya têkoşîna li dijî emperîyalîzmê bibe terîf dike. 

 

Piştî dawîhatina li Sovyetan, mijarên dihatin dubarekirin yên piştî-kolonîyalîzmê – wekî serxwebûn, desthilatdarîya neteweyî, doza danqebûlkirinê – bi awayekî xurt ji nû ve derketin pêş û kirin ku di nava gel de hîsa ku welatê wan di bin dagirkirineka daîmî de be, peyda bibe. (5) Dema Bush Komara Gel ya Demokratîk ya Koreyê xist nava endamên "tewereya  xirabîyê"  êrîş bire ser Iraqê, vê yekê ew hesta di bin tehlûkeyê de bûnê xurt kir. Li gorî propagandayê, êdî welat hêzeka nukleer e û ya li Iraqê qewimî ew dê tucarî nebe qedera welêt.

 

Jixwe rewşa jeopolîtîk li wir guhertî ye: nêzîkbûna Ҫînê îhtîmala pêkanîna destwerdaneka leşkerî tune dike. Belê Pekîn dixwaze rê li ber her şikilê bêîstîqrarîyê ku dikare bibe sedema ji nû ve yekbûna nîvgravê bigire, yekbûneka "bi yek carê" ya Koreyê di bin birêveberîya Başûr de dikare derîyê hêzên amerîkî li sînorên wê bicihkirî veke.

 

Eger şer biqewime, bêguman Komara Gel ya Demokratîk ya Koreyê wê têkbiçe, lê belê wê dîsa jî gelekî zirarê bide Başûr, heta bi Japonyayê jî. Di rewşeka kaosê de wê çi li serê çekên wê yên nukleer û stokên wê yên plûtonyûmê were? Hewqas rîsk dikarin bibin sedema lêgerîn û dîtina rêyeka din, ji bilî cezakirin û boykotê.

 

* Rojnamevan, Tokyo.

(1) Şerê Koreyê, di navbera Başûr û Bakur de ya di 1950î de destpêkirî, sala 1953yan bi mohrkirina Peymaneka Cemidandina Şerî bi dawî bû. Ji wê demê ve tu Peymana Aştîyê nehat mohrkirin.  

 

(2)Gotara li jêr bixwîne: Bruce Cumings, "La dynastie Kim ou les deux corps du roi / Xanedana Kîm yan jî herdû bedenên kralî" , Le Monde diplomatique, sibata 2012an.

 

(3)Serdema Meiji (1868-1912) destûrê dide destpêka pêkanîna sîyaseta modernîzebûnê.

 

(4)Heonik Kwon, The Other Cold War / Şerê sar yê din, Columbia University Press, New York, 2010.

 

(5) Gotara li jêr bixwîne: "En Corée du Nord, la société s’éveille / Li Koreya Bakur, civaka sivîl hişyar dibe), Le Monde diplomatique, çileyê 2011an.

Wergera ji fransî: Feryal Guladawîya