Merivên bêkaxez yên kuweytî li Kuweytê

Raperîna welatîyên rastî cudakarîyê tên
Translator
Wekî welatên din yên dewlemendê petrolê yên Kendavê, Kuweyt jî bi xêra hêzeka karker ya bîyanî ya ku li ber rehma Xwedê ye, dijî. Lê belê “bîdûn” ango welatîyên wê yên ji mafan bêpar hiştî, taybetmendîyeka mîrtîya piçûk e.

Rêyek carinan rêyeka axî ya besît herdu cîhanan ji hev cihê dike. Li alîyê xirab xanîyên nizm yên kevirî yan jî ji tenekeyên pêldayî, yên ku derîyên wan bi qûmaşan hatine girtin, kabloyên elektrîkê yên hema hindikî li ser erdê kişandî, atmosfereka demîbûnê ya dawî lê nayê. Li alîyê din vîlayên pirqatî, yên zarîf, yên ku ne ileh luks in lê belê hewaya başbûn û îstîqrarê dikişînin hinavên xwe. Li alîyê baş malbatên memûran, dersdaran, doktoran yên ku xwedî tevahîya avantajên welatîyên Kuweytê hene, ew xwedîyên xanîyên xwe ne bi xêra alîkarîyên hikûmetê. Li alîyê din malbatên kevne memûran, kevne polîsan, kevne eskeran yên ku di werçerxa salên 1990î de dema derket holê ku ew ne "welatîyên" Kuweytê ne û ji mafên xwe bêpar hatin hiştin, ji dibistanan û nexweşxaneyên dewletê hatin dûrxistin hene. Ew kirêdarên besît in, her meh kirêyekê didin hikûmetê.

 

Em li Taymayê bajarekî bîst û pênc km dûrî paytext Kuweytê ne, li vir salên 1970yî buyût şaabiya (xanîyên gel) hatin avakirin da ku beşeka wan kesên ku li vir navê bîdûn "[kesên] bê" – ango kesên ne welatî yan jî bê nasnameya neteweyî – li wan tê kirin werin bicihkirin. Para bêhtir bi eslê xwe bedewî ne, li gor îdareyên pratîk ew bîyanî ne, komîteyên welatîbûnê yên ku bi serxwebûnê re sala 1961ê hatin damezrandin ew qeyd nekiribû û ew bûn kesên bê kaxez [bê nasname].

 

Li van taxan piştî ji desthilatdarîyê ketina Zine el-Abidîn bin Elî li Tûnisê û Husnî Mibarek li Misirê, li mîrîtîyê yekem xwepêşandan pêk hatin. Bi sedan ji vanên li derve hiştî doza wekhevîya mafan kir. Wan wêneyên mîr hildan û îdîa kirin ku ew beşek ji neteweya kuweytî ne. Bi lez û bez, ew li erdekî şêlû bi cih bûn yê ku navê Meydan el-Hurîye ("meydana azadîyê") lê hat kirin. Hikûmetê bi dorgirtina li bajêr bersiv da, wê gihiştina bajêr asteng kir, gelek kes girtin. Beşekê ji çapemenîyê xwepêşandêr piçûk xistin, gelek kuweytîyan ew şermezar kirin.

"Bi tenê pereyên dewletê wan dikişîne ber bi xwe"

Lê belê ne li herderî ev helwest heye, mîlîtana mafê însanan Maha Barges dibêje ka wê çawa biryar da ku dorgirtinê bişkîne, tevî ku hevalên wê şîretên berevajî lêkirin û ka çawa wê karîbû dîyalogekê bi raperînê re çêbike. Ji bo wê doz prensîpeka sereke ye: wekhevî. Ew cehimînê bi bîra jibîrbûyîyên mîrîtîya dewlemenda petrolê dixe: "ji serxwebûnê heta bi 1985an wan ji heman mafên welatîyan ên wekî yên her kesî sûd wergirt. Yên ku dixwestin li derveyî welêt bixwînin bûrsên dewletê distandin. Ew di nav artêşê û polîsan de gelekî hebûn: qederê % 70yê endamên wan." Piştî 1985an axaftinên rayedaran beramberî wan hişk bûn. Ew hatin gunehbarkirin ku welatîyên dewleteka din (Iraq yan jî Erebistana Siûdî) in, nasnameyên xwe vedişêrin da ku sûdê wergirin ji tevahîya avantajên dewleta refahê. Lê belê werçerxa bi rastî dema dagirkerîya iraqî ya 1990 û 1991ê bû. Guman li ser wan hebû ku – wekî filistînîyan – hevkarî bi dijmin re kiribin. Hingê ew ji perwerde û xizmeta tendirustîyê ya belaş bêpar hatin hiştin, ji artêşê û memûrtîyên dewletê hatin avêtin. Tê redkirin ku ew belgeyên zewacê yan jî devjihevberdanê bistînin. Zextên pirreng li ser wan tên ferzkirin da ku ew "welatîbûna xwe ya bi rastî" eşkere bikin û zor li wan tê kirin ku mişext bibin. Hejmara wan hingê wekî du sed û pêncî hezar yan jî sê sed hezarî dihat nirxandin û fermî dakete sed û pêncî hezarî.

 

Ev cudakarî rê li ber kêm protestoyan vedikin. Hin kes bîdûnan wekî sîxurên bîyanî yan jî sûcdaran dibînin; yên din ji wan ditirsin ji ber ku qaşo ew şîî ne. Gelek ji ber bihayê aborî ya întegrasyona wan fikaran dikin. Nivîskara tezeka zindîker ya li ser rewşa wan (1) Claire Beaugrand bi israr disekine li ser wê rastîyê ku endamên malbatên mezin yên bajarî yên ku navê "xwîna şîn" (el-dima el-zerqa) li wan tê kirin, wekî "damezrênerê dewletê dijîn, wan serdema zêrîn ya di navbera 1960 û 1985an ya mîrîtîyê de misoger kiribû. Krîza ku piştre rûdayî qaşo sedema herikîna bîdûnan e, yên ku bê projeyeka ji bo erdekî yê ku tu tişt wan pêve girênade, pereyên dewletê bi tenê wan ber bi xwe ve dikişîne." Ev axaftin ji rasîzmê bêhtir pozbilindîyeka çînî eşkere dike. Ma li Fransaya sedsala 19an nedihat gotin ku bi tenê xwedîyên milk dikarin xwedîyê mafê dengdanê bin?

Ne welatî ne û ne jî koçber

Dîsa jî dengê mixalifan dest pê kir xwe bide bihîstin û rêxistinên navneteweyî yên mafê însanan seferber bûn. Encamên tedbîrên cudakar nexasim yên der barê çûna dibistanê de heta bi endamên malbatên desthilatdar jî hestyar kirin. Keça mîr bi vî awayî destpêka salên 2000î kaseyeka taybet ji bo alîkarîya perwerdeya ciwanan çêkir. Îro sêzdeh hezar zarok û ciwanên nûgihayî yên temenê wan di navbera 7 û 18 salan de ji van bûrsan sûdê werdigirin.

 

Nifşekî nû yê bîdûnan jî derdikeve holê, yên ku derfeta wan çêbû dibistanên bilind bixwînin yan jî yên ku bi ser ketin ji astengîyên desthilatdarîyê li pêşîya wan reşandî bihurîn bi çûna zanîngehên taybet. Yek ji milîtanan dibêje: "Sala 2006an me dest bi çalakîyan kir. Ji me hat ku em dîwarê bêdengîyê bişkînin, doza xwe baştir bidin nasîn."

 

Lê belê ew dewam dike û dibêje gelek der dor dijberîya wan dikin: yên ku wan wekî ajanên dewletên bîyanî dibînin yan jî yên ku jê sûdê werdigirin ji wê rewşê ku karê bîdûn dikin bi qanûnan nehatîye birêkûpêkkirin, lewre ew ne dikevin ber qanûnên ji bo welatîyan û ne jî yên ji bo koçberan. Yên em pêre hevpeyvînê dikin rave dike: "sektorên taybet hez dikin wan li tevahîya xizmetan de bidin xebitandin yên ku têkilîyên bi gel re ji bo wan pêwîst in, lewre ew bi çanda xwe bi tevahî kuweytî ne. Bi vî awayî ew li kabîneyên parêzeran, yên bazirganîyê, di sektora ewlekarîyê û heta di dibistan û nexweşxaneyên taybet de kar dikin. Ew li ber rehma Xwedê ne, mûçeyekî xirabtir distînin, mafê wan yê betlaneyê jî nîne." Statuyeka dişibe ya qaçaxên li Ewropayê. Lê belê li Kuweytê tebeqeyeka din ya civatî ya li jêrtir heye: bi sedan hezar koçberên asyayî yan jî ereb yên ku ti mafê wan nîne.

(1) Claire Beaugrand, Stateless in the Gulf : Migration, Nationality and Society in Kuwait: Li Kendavê Bêwelatbûn: Koçberî, Welatîbûn û Civak li Kuweytê, weşanên I. B. Tauris wê biweşînin, London.

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê