Messali Hadj, bavê jibîrkirî yê neteweparêzîya cezayîrî

Translator

Di dîroka neteweparêzîya cezayîrî de pirsek heye: Çawa û çima bavê damezrêner Ahmed Mesli yê navê wî weke Messali Hadj tê hildan, dikarîbû ji alîyê kurên xwe yên manewî ve were mandelkirin, paşê şerê wî were kirin, tevî ku ew kesê pêşî bû ku ji xwe re ne birêkûpêkkirina pergala kolonyal, belê şerê ji bo serxwebûnê kire armanc?

Erê navê Habîb Bûrgûîba li Tûnisê û yê Muhemmed Bin Yûsif – yan jî Muhemmed V – li Fasê di bîra kolektîf de girêdayî têkoşîna ji bo serxwebûnê ne, lê belê li Cezayîrê yê Messali Hadj hê jî mijara sergirtin û nixumandinekê ye ku ji dehsalek, yan jî du dehsalan û vir ve hema hema weke berê dewam dike.

Stêrka Bakurê Afrîkayê (SBE) bihara sala 1926ê hat damezirandin; bi înîsîyatîfa derdorên komunîst ên fransî yên ku bala wan hingê pir li ser birêxistinkirina "karkerên kolonyal" ên li Fransaya parzemînê bûn. Di nav komîsyona kolonyal a Partîya Komunîst a Fransî (PCF) de berpirsîyarê sereke Abdelkader Hadj Ali bû: Milîtanên ciwantir alîkarê wî bûn, yek ji wan jî Messalli Hadj bû. (1) Di sibata 1927ê de li Brukselê dema kongreya Lîga Cîhanî ya li dijî Emperyalîzm û Zilma Kolonyal, erka Messaliyê ciwan e ku bernameya Stêrkê bide nasîn. Cara yekem e ku ji jora trîbûneke navneteweyî, axaftvanek doza serxwebûna Cezayîra kolonî û mandayên tûnisî û fasî dike: "Serxwebûna yek ji van her sê welatan bi tenê heke tevgerên azadker ên herdu welatên din destekê bidin tevgera wê ya azadker, mumkin e." (2)

Serketina Stêrkê her mezin dibû, nexasim jî di nav koçberên cezayîrî yên li erdên Fransaya parzemînê. Lê belê bi dawîya dehsala 1920ê re têkilîyên di navbera komunîst û stêrkîstan de ji hev dûr dikevin. Messali û birêveber fikaran dikin da ku nekevine rewşeke ku bi PCFyê re werin dijberî hev. PCF li têkilîyên xwe yên bi tevgerên neteweparêz re bi tenê li gor yekane stratejîya xwe serwext dibe û ev stratejî jî –piştî Bereya Gel [Front populaire]– her bêhtir girêdayî Fransaya parzemînê û dûrî navneteweyîbûnê dibe. Heta hingê her alîyî yê din ji bo armancên xwe bi kar anîbû.

Piştî ku Bereya Gel bû desthilatdar, şaşfêmkirin eşkere dibe. Hevnegirtinê xwe li ser armancan da der. Der barê mijara Kolonîyan de siyaseta çepê a fransî bi awayekî biîhtîyat reformîst e: Plana şermokî ya Blum-Viollette –sala 1936ê ji alîyê Léon Blum tevî kevne-walîyê Cezayîrê Maurice Violletee ve hat bipêşxistin– jî a ku armanca wê ew bû destûrê bide bîstûpênc ta sîh hezar cezayîrîyan ku bibin welatîyên Fransayê bêyî ku rewşa xwe ya şexsî biguherin, ango dev ji misilmantîyê berdin, wê ti caran bo parlemanê nehata pêşkêş kirin. PCFyê sala 1936ê bîra şemaya "neteweyê pêk tê" bir, a ku xwe dispêre têkelhevîyeke di navbera nufûsa ewropî û erebo-berber; wê derketa holê ku şema nebikêrhatî ye. Zimanê stêrkîstan bi xwe naguhere: Gelê Cezayîrê divê berîya hertiştî xwe bispêre hêzên xwe bi xwe. Messali Hadj weha hişyar dike: "Birano, nabe ku niha em rehet rakevin û bawer bikin ku kar hemû xilas bûye. Lewra ew hê nû dest pê dike."

Hingê li dijî stêrkîstan kampanyayeke hişk û paşê jî eşkere dest pê dike. 26ê çileyê 1937ê hukûmeta Léon Blum xwe spart qanûnên li dijî serhildêrîyê û Stêrk fesx kir. Erkdarê mijara Cezayîrê yê PCFyê Robert Deloche destekê dide vê gavê di rojnameya L’Humanité ya 12 sibatê de; êdî bi tevahî hev berdan.

Messali Hadj û hevalên wî Partîya Gel a Cezayîrê (PGC) dadimezrînin, wê weke Stêrka Bakurê Afrîkayê nekir, û xwe li Cezayîrê jî bi cih kir. Berdêla vê ji bo Mesalî bû gunehbarîya "jinûve sazkirina lîga fesxkirî" û girtina wî ya 27ê tebaxa 1937ê. Ji bo damezrênerê PGCyê piştî dozeke xwerû li gor rêûresma kolonyal, hingê jîyaneke nû dest pê dike. Wî dê ji 37 salan –di navbera 1937ê heta sala mir 1974ê– 22 sal yan di girtîgehê de, yan jî di xanîyê di bin çavan de derbas bikira, li gor daxwaza baş a çar rejîman: Komara Sêyem a bi dawî dibû, Dewleta Vichyîst, paşê jî Komarên Çarem û Pêncem.

Di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de wî tevahîya avansên Almanyaya Nazî dane neteweparêzên welatên kolonîzekirî red kirin, vê jî otorîteya wî ya exlaqî zêdetir kir. Paşê bi ketina nazîzmê re du dem bi awayekî xirab li hev rast tên: 8ê gulana 1945ê drama li Constantinoisê ya dema xwepêşandaneke ji bo serxwebûnê, a ku bi rasthatina serketina Hêzên Hevgir hatibû li dar xistin, bi zorê hat tepisandin. (3) Komkujîyê –bi hezaran kes hatin kuştin– bandor li tevgera neteweparêz a cezayîrî kir. Ji bo milîtanên nifşên ciwan, ya rastî şerê Cezayîrê hingê dest pê dike, û amadekarîya ji bo şerê çekdarî xwe ferz dike. Messali –yê ku êdî li Cezayîrê namîne– bi xwe girêdayî şemaya klasîk a bîrewerkirina herdiçe bêhtir a gel dimîne. Li gor wî bangên ji bo raperînê "zirt û fortên" "çepgirîyeke ehmeqane" ne. (4)

Van cudatîyan wê rê li ber qutbûna sala 1954ê vekira. Tevgera neteweparêz a cezayîrî ji hev parçe dibe. Otorîteya Messali Hadj ê damezrêner û serokê PGCyê – piştî ku fransîyan sala 1946ê PGC qedexe kir, dibe Tevgera ji bo Serketina Azadîyên Demokratîk, TSAD– kete ber lêpirsînê. Di navbera messalîst û navendparêzan (ji ber ku piranîya wan di Komîteya Navendî de bûn ev nav li wan hatibû kirin) cudabûnek xwe dide der.

Navikeke piçûk a xweser a ku ji Rêxistina Taybet (RT, avahîyeke neqanûnî a ku armanca wê amadekirina şerê çekdarî bû) peyda bû, wê nazikîya li hember herkesî bi dawî bikira û amadekarîya berbiçav a raperîneke çekdarî bikira. Ev fikr roja damezirandina Komîteya Şoreşger ji bo Yekîtî û Çalakîyê (KŞYÇ) ango 23yê adara 1954ê hat ragihandin. Berîya hingê, di sibatê de yek ji neh damezrênerên KŞYÇyê Moustapha Ben Boulaïd hatibû cem Messali û Messali bi piçûkxistinê planên van "amatoran" red kiribûn. Îro em pê dizanin ku wî bi xwe jî xwe dabû ber –lê gelo ew pê bawer bû?– raperîneke li derdora 15ê çirîya paşî ya 1954ê.

Pêşbazîyeke lezê di navbera her du bendan de dest pê dike, tevî ku her du jî bi heman îdealê dildar in û xwedîyê stratejîyên pir nêzî hev in, lê belê li ser dem û taqwîmê li hev nakin. Bêguman tiştekî mirov ji heq dernekeve nebû; lê belê du hêmanan wê ev mijar şîlo û tevlîhev bikira. Li Fransayê wezîrê karê hundur François Mitterrandê ku dîyar e der barê mijarê de baş agahdar e, îlonê biryarê dide ku Messali careke din bixe hepsa malê li Sables-d’Olonneê. Ev jî tecrîda li ser wî xurttir dike. Li Misrê KŞYÇ baregeha xwe ya pişt bereyê bi cih dike, Cemal Abdil Nasirê ku li wir 23yê tîrmeha 1952yê dast datîne ser desthilatdarîyê ji bo bêtêsîrkirina Messaliyê li gor ciwanên neteweparêz –di nav wan de Ehmed Bin Bella jî heye ku wê sala 1962yê bibûya serokdewletê pêşî yê Cezayîra serbixwe– serhişktir xuya dike, zend û bendan ba dide.

Raperîn 1ê çirîya paşîn dest pê dike. Navekî nû mohra xwe li qutbûna ji rabihurîyê dide: Bereya Azadîya Neteweyî (BAN). Messali bi xwe partîyek damezirand ku wê bi lez û bez weke reqîba BANê xuya bikira: Tevgera Neteweyî ya Cezayîrî (TNC). Hingê yek ji demên herî biêş ên vê raperînê dest pê dike. Piştî sala 1956ê di nav çend mehan de pevçûna di navbera neteweparêzan de gihîşte asta şideteke berê nedîtî. Li gor tevahîya lêkolînê dîrokî, ya ku şer û pevçûnên pêşî dayî destpêkirin BAN e, da ku serdestîya ji dehsalan ve di destê messalîzmê de ye feth bikin. Li Cezayîrê wê baregehên li gor îdîayê yên TNCyê ne xira dike, herweha gundê Melouza jî ku lê sêsed û panzdeh mirov di gulana 1957ê de hatin kuştin; komkujîyeke ku bêguman propagandaya fransî bi kar anî.

Li ser erdên Fransaya parzemînê bi xwe tevî qebqebûya BANê û tecrîda birêveberê kal jî xebata çar dehsalan kir ku messalîzm desteke piranîya mezin a civakê bi dest bixe. Ji bo ferzkirina têgehana xwe ya şoreşê BAN ji 1957ê û pêve dest bi kuştina birêveberên TNCyê dike. Piştî demeke dudilîyê, a ku mohra bangeke merasîmane ya Messali ("Ev qetl û ev guneh her roj zêde dibin, tevî ku welatîyên me hemû ji bo heman armancê şer dikin", 1ê îlona 1957ê) (5) li ser e, TNC bersivê dide êrişên BANê. Di vî şerê navxweyî yê li nav Şerê Cezayîrê bi xwe de –a ku Fransaya kolonyal agirê wê carinan gur dike– li gor texmînên dîrokzan Gilbert Meynier li ser erdên Fransaya parzemînê hejmara kuştîyan digihêje çar hezar kesan (6), ev jî li sê komên hema hema biqasî hev mezin dabeş dibe: Ji sê beşan beşek jê endamên BANê ne ku TNCyê kuştin, beşek jî endamên TNCyê ne ku BANê kuştine û beşa mayî ji wan cezayîrîyan pêk tê ku red kirine serê xwe li ber her duyan jî bitewînin. (7)

Messalîst li Cezayîrê ji sala 1957ê û pêve dişkên, û ji sala 1959-1960ê û pêve jî li Fransaya parzemînê. Şer radiwestin ji ber ku li bereya TCNyê şervan namînin: BANê hegemonyaya xwe perçîn kiribû. Sala 1959ê dema ku rejîma gaullîst biryarê dide dawîyê li mişextîya Messali bîne, Messali bi xwe mirovekî şikestî û têkçûyî ye, ku li xanîyekî piçûk ê herêma Parîsê li Chantillyê li starê geriyaye. Saxfilitîna xwe jî ew deyndarê –rûreşîya herî mezin– parastina bidizî ye, ku dewleta hingê li dijî gelê wî şerekî wêranker dimeşand, misoger dikir.

Du tewereyên fikra siyasî ya Messali tevahîya jîyana wî kîjan bûn? Bidestxistina serxwebûnê; mayîndekirina piştgirîya di navbera sê welatên Mexrebê di şer de û paşê di azadîya bidestketî de. Sala 1962yê mafê wî ye ku xemgîn be. Erê bêguman serxwebûn hat bi dest xistin, lê belê di berdêla tecrîdkirina wê bixwe de. Cezayîra ku xeyala wî bû, ya ku xwe dispart tevgereke xurt a karkeran a xwedî tecrûbeyeke xurt a siyasî ya li koçberîyê û di nav têkoşînên siyasî de berhevkirî, wê tu caran pêk nehata. Ya ku wî bêguman pêş dîtibû, ango bi lez û neheq desteserkirina desthilatdarîyê ji alîyê kasteke eskerî-burokratîk ve, li ber çavên wî bi gewde dibe, û heta bi darbeya eskerî ya Houari Boumediene a 19ê hezîrana 1965ê zexmtir dibe. Û dîroka fermî ya ku nû dihat nivîsandin bi tenê pesnê serdest û efendîyên nû dida, pêre jî têkilîya bingehîn a di navbera messalîzm û tevgera neteweyî de mandel dikir.

Xeyala Messali Hadj yekîtîya sê welatên Mexrebê bû; ev yekîtî jî wê pêk nehata. Tûnisa Bourguiba, Fasa Muhemmed Bin Yûsif û Cezayîra Bin Bella yên serbixwebûyî, wê her yek ji wan bi rêya xwe de biçûya, û heta carinan bi hev biçûyana. Messali Hadj 3ê hezîrana 1974ê bêyî ku Cezayîrê careke din bibîne, ji vê dinyayê bar kir.

Çavkanî

Alain Ruscio: Dîrokzan, nivîskarê berhema
Le Credo de l’Homme blanc. Essai sur les mentalités coloniales françaises / Amentûya Mirovê Spî. Ceribandina li ser Mentalîteyên Kolonyal ên Fransî, Complexe, Bruksel, 1995.

(1) Messali Hadj, Mémoires, 1898-1938 / Bibîranîn, 1898-1938 metnên ji alîyê Renaud de Rochebrune, Jean-Claude Lattès ve amadekirî, Parîs, 1982 ; Benjamin Stora, Messali Hadj, Le Sycomore, Parîs 1982.

(2) L’Ikdam, çirîya pêşîya 1927ê, Mahfoud Kaddache di berhema xwe de jê girtiye, Histoire du nationalisme algérien, berg I, Editions Paris-Méditerranée/EDIF, Parîs-Cezayîr, 2003.

(3) Bixwîne Mohammed Harbi, “La guerre a commencé à Sétif /Şerî li Sétîfê dest pê kir”, di Manière de voir de, “Algérie, 1954-2011. Histoire et espérances / Cezayîr, 1954-2011. Dîrok û hêvî”, sibat-adar 2012.

(4) Benjamin Stora, berhema li jor navbirî.

(5) Heman çavkanî.

(6) Gilbert Meynier, Histoire intérieure du FLN / Dîroka navxweyî ya BANê, Fayard, Parîs, 2002.

(7) Paul-Marie Atger, “Le Mouvement national algérien à Lyon. Vie, mort et renaissance pendant la guerre d’Algérie Tevgera neteweyî ya cezayîrî li Lyonê. Jîyan, mirin û vejîn di dema Şerê Cezayîrê de”, Vingtième siècle, Revue d’Histoire, hejmar 104, çirîya paşîn-çile 2009

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê