Mexreb timî ne li ser dika dinyayê ye

Translator

Kesên serdana paytexta herêma Rojhilata Fas’ê (çend kîlometreyan dûrî Ûcda) dikin, bi rewşeke sosret û sosirmet re rûbirû dibin: Riya ber bi Cezayîr’ê ve ji aliyê maşînên kar û xebatê ve hatiye girtin, çend karmendên ewlekariyê ji xwe re digerin û aramiyeke ecêb li ser vî cihî heye ku diviyabû devereke têrederbasbûnê ya di navbera du welatên herî mezin ên Bakurê Efrîka’yê de bûya û ji ber çûnûhatina zêde ya maşîneyan xitimîbûya. Ev bêdengî ya rastî wêneyê lihevnekirina di navbera Fas û Cezayîr’ê de dide der. Ev lihevnekirin biqasî temenê nifşekî ye dewam dike. Tevî vê jî, li Başûr, li Fîguig’ê leşkerên cezayîrî ji sînor dibihurin da ku qahweyekê li qraltiya Fas’ê vexwin, xelkê Fas’ê jî diçin serdana dotmam û pismamên xwe yên komarparêz û ti kes jî ji van çûnûhatinên malbatî re gotinekê nabêje.

“Zirara Yeknebûna Mexreb’ê” li gorî dabeşkirinê cihê, dikare kêm bibe: Enerjî, banka, veguhestina mêl û mirovan, berhemên çandiniyê yên xwarinê, perwerde, çand û tûrîzm. Bazirganiya di navbera welatên Efrîka’yê de bi tenê ji sedî 1.3’ê danûstendina wan a bi derve re ye; ev rêjeya herêmî ya herî kêm ya dinyayê ye. Du konferansên bi navê “Zirara Yeknebûna Mexreb’ê li pilingê Bakurê Efrîka1” û raporeke Înstîtuya Peterson’ê2 bi awayekî berfereh li ber çavan radixe, eger li Efrîka Bakur sînor vekiribîn çiqasî kar û fêdeya wan jê heye. Dema ku em rêveberên şîrketên mexrebî tînin cem hev, piraniya wan daxwaza hêzeke karibe parçebûnên neteweyî ji holê rake, tînin ziman.

Hem xizan û hem dewlemend, berdêla jênehatina elîtê ya pêşxistina projeyeke hevpar, didin. Tevî ku ji 1945’an û vir ve dinyayê şahidî li serûbinîhevbûnên berê nehatî dîtin kir jî Mexreb li ser dikê nebû. Welatên herêmê qet nebe li ser cihê wan ê di Pêvajoya Barcelona’yê3 de pêşniyar ji Yekîtiya Ewrûpa’yê re kirin. Gelo ew ê beramberî “Pêvajoya Barcelona’yê: Ji Bo Derya Spî Yekîtî” çalaktir bin? Mafê me heye em gumanan jê bikin4.

Li Mexreb’ê gelek çavkanî hene: petrol, gaza xwezayî, heta mirov bêje bes fosfat, hilberandineke çandiniyê ya pircûre û bi piranî bi kalîte – lê her diçe bêhtir dexl lê kêm dibe – welatên harîqulade ku her sal bi milyonan tûrîstên biyanî ber bi xwe ve dikişînin. Serjimara wê ya ku ciwan e, ji serxwebûna xwe û vir ve asta wê ya perwerdeyê gelekî bilind bûye. Veguherîna demografîk misoger e, dîsa jî bi milyonan ciwan hê jî li bazara kar zêde dibin – ji sedî 50’ê wan ji niha ve bêkar in. Ji bo çareskirina vê herikîna her diçe xurttir dibe, rîtmeke mezinbûna aborî ya ku ji ya Çîn’ê jî bêhtir e, du dehsalan wê pêwîst bibûya. Di rohniya van rastiyan de girtina sînoran dibe sedema kêmbûna du puwanan di mezinbûna aboriyê de, ev pirsgirêkeke zehmet e ku divê were çareserkirin.

Her sal bi hezaran mirov di Derya Spî de dixeniqin, xewna wan jî ew e ku li Ewrûpa’yê karibin kar bikin; mirovên xwedî dîplome ji welatên xwe vediqetin – carinan nîvê mezûnên dibistaneke muhendisiyê – lewra li welatên xwe kêm cihê kar peyde dikin. Li van welatan olîgarşî para bêhtir karên baş ji bo zarokên xwe vediqetînin, wan digirin destê xwe. Her sal 8 milyar dolar sermayeya taybet ji herêmê direve û xwe li stoka li gorî texmînan 200 milyar dolarî ya heyî, zêde dike. Em dibînin ku weke rêveberê berê yê bankaya Cezayîr’ê Abdurehman Hac Nacer bi navkirî li der veyî sînorên Mexreb’ê “burjuwaziyeke modern pêk tê.”

Ji dema ku Kartago hatî avakirin ango heft sedsalan beriya serdema xirîstiyanan, Efrîka’ya Başûr dizanî ji cihê xwe yê stratejîk bi rola xwe rabe û jê dihat bandorê li kar û barên dinyayê bike: di sedsala XVII’an de artêşên deryayî yên li Sala, Cezayîr û Tunisê nameya xwe ya asîlzadetiyê bi dest xistin – bi ser de jî li Fas û Cezayîr’ê 1660’î li gorî koloniyên li dinyaya nû bêhtir ingilîz hebûn û serekên dewletên Ewrûpî bi rêveberên Mexrebî re li ser esasê wekheviyê dan û stendin5. Ne bi tenê bi yeknebûna xwe û Ewrûpa’yê re, îro Mexreb divê bi tevahiya dinyayê re rûbirû bibe.

Em mesref û lêçûna li Yeknebûna Mexreb’ê di qeydiyên enerjiyê de nîşan bidin. Piştî Rûsya û Norwêc’ê welatê herî zêde gaza xwezayî difiroşe Ewrûpa’yê Cezayîr e. Nêzî nîvê rezervên fosfatên ên dinyayê di destê Fas’ê de ne, lê ji bo ku wê veguherîne zibil pêdivî bi enerjî, azot û amonyakê heye. Ev hersê hêmanên hilberandinê jî gelekî zêde li Cezayîr’ê hene û buhayê wan jî gelekî kêm e. Di nava bazarên mezin ên zibil ên Ofîsa Eş-Şerîf Fosfatê a Fas’ê (OCP) de Hindistan, Brezîlya û Çîn hene. Şirîkatiyeke di navbera Sonatrach a cezayîrî û OCP’yê de dikarî Mexreb’ê veguherîne navenda hilberandina zibil a herî zêde dikarî bi kêra reqabetê were, ya dinyayê. Sonatrach şîrketeke gelemperiyê ye ku di îndustriya petrolê ya cezayîrî de xwedî rolekî navendî ye. Bi pêkhatina şirîkatiyeke bi vî rengî wê gelek şîrketên tedarîkkirina malzemeyan saz bibin, karsazên ji pênc parzemînan pêk werin, bi ser de jî hejmareke em nikarin hesab bikin derfetên kar jî wê peyde bibin.

Ji bilî mafên ku Fas ji ber derbasbûna gaza ji Cezayîr’ê bi riya xeta lûleyên gaza xwezayî Pedro Duran Farell diçe nîvgirava Cîbralta’yê bi dest dixe, ti hevkariyeke din van herdu welatan bi hev ve girênade. Bi ser de jî, xeta luleyeke gaza xwezayî ya nû Medgaz ku wê di demeke nêz de Cezayîr’ê yekser bi Spanya’yê ve girêbide dest bi xizmetê bike. Tevî ku kapasîteya xeta lûleyan a pêşî hemû nehatiye bikaranîn jî.
Niha jî em lêçûna li Yeknebûna Mexreb’ê di sektora maşînan de destnîşan bikin. Wê neyê bîra ti rêveberê cezayîrî ku pereyekî baş û nisbî gelek ji bo ku ji krîzê sûdê wergire û îstîfade bike6 bi awayekî stratejîk li Renault’ê razîne yan jî li şîrketên din ên navneteweyî da ku bibe sedema pêkhatina transfereke teknolojiyê ya ku ewqasî gelekî tê xwestin. Kirîna beşekê ji sermayeya Renault’ê, bi Fas’ê re muzakerekirina projeya Tangerê, şîrketeke hevpar a Fransa û Cezayîr’ê, ma kî li vê difikire? Projeya Tanger’ê, projeya heta sala 2012’an avakirina fabrîkayekê ye ku salê çarsedhezar maşînan hilberîne. Rêveberiya Cezayîr’ê proje û razemeniyên bi vî rengî yên stratejîk bi tevahî red dike û du sedemên wê hene: Daxwaza bi tevahî kontrolkirina çavkaniyên welêt - bi vê jî her tevgera pereyan, pêre jî şertên ku wê şefafiyekê ferz bikin û rêzikên tedbîrwarî yên navneteweyî werin qebûlkirin, li derve tê hiştin; di nava koma rêveber de nebûna mirovên xwedî kapasîteya karibin li senaryoyên bi vî rengî bifikirin. Rêveberên fasî jî ji bo hevkariyeke bi vî rengî xwe ji cezayîriyan bêhtir naêşînin.

Zirara Yeknebûna Mexreb’ê, xwe di sektora berhemên çandiniyê yên xwarinê de jî dide der. Pratîkên sînordarker ên Siyaseta Komî ya Çandiniyê (PAC) demeke dirêj asteng kir mêweyên narincî û firingiyên Bakurê Efrîka’yê werin firotinî Ewrûpa’yê. Her weha lîberalbûna wan û şoreşa guhertina fêrbûnên xwarinê yên mexrebiyan, guhertina stratejiya şîrketên pirrneteweyî yên berhemên çandiniyê yên xwarinê, li welatên Rojava dawiya desteka dewletê ya ji bo firotina dexl ber bi derveyî welêt ve û li hersê welatan peydebûna nifşekî karsazên taybet ên dildar û xwedî îhtîras, ji bo ku rewşê weke şoreşekê biguherin têne cem hev.

Danûstendinên di nava heman sektora îndîsturiyê û berhemên çandiniyê yên xwarinê de îstîsnayên qaîdeyê nînin û bi awayekî esasî para xwe li mezinbûna aborî zêde dikin: herêma Mexreb’ê dikare labaratuwareke bijartinê biafirîne, bi taybetî jî berhemên çandiniyê yên xwarinê bi sektoreke karsazên mezin ên gelek karkeran digirin kar re girêdayî ye. Mirov li pêşketina ne asayî ya zêde ya zeyta tunisî û şirîkatiya di navbera tunisî û spanyoliyan de a di vê sektorê de û li çandniya rezên demeke dirêj beyar hatî hiştin ên li Cezayîr’ê binêre, bes e ji bo ku mirov bibîne ku pêwendiyên modern di navbera şîrketên taybet ên herêmê û Ewrûpa’yê de di warê transfera teknolojiyê de dikare bazarên firotina ber bi derveyî welêt ve û dewlemendiyê biafirîne.

Mirov kozên xwe yên ku li vê herêmê bêyî ku sînor werin vekirin jî hene, bi awayê herî berdar çawa bi kar bîne? Mirov çawa dewlemendiyên wê yên masîgiriyê û zozanan biparêze? Mirov çawa bi awayê herî berdar çavkaniyên avê bi kar bîne? Mirov çawa bike ku girêdana bi kirîna ji derveyî welêt a dexl kêm bibe? Encamên globalbûnê ne ewlebûnên her zêde dibin derdixe holê: organîzmayên genetîka wan hatî guhertin (OGG), guherîna bahewayê, buhabûna enerjiyê, kontrolkirina şewban. Di dinyayekê de ku buhayê xwarinê zêde dibe, Mexreb weke herêmeke ku dexl ji derve ve dikire di telûkeyê de ye. Sûdwergirtina ji tevahiya derfetên globalbûnê, di heman demê de xwe ji tesîrên wê yên negatîf vedan, ji bo alîkarîkirina Çîn’ên xizan ên gundewarî pirsgirêkek e ku divê were çareserkirin: her pêşketina sektora çandiniyê wê neqeba cihêbûnê ya di navbera herêmên bejahî û bajarî kêmtir bike.

Fas û Tûnis berhemên xwarinê difiroşin Ewrûpa’yê û ji wir û wêde. Li Cezayîr’ê jî razemeniya taybet di vê sektorê de bi lez mezin dibe. Ahengeke van hemûyan bi hecmekî danûstendina navneteweyî ya gelekî kêm re heye – hemin eger em xeşxeşê weke berhemeke çandiniyê ya xwarinê nehesibînin! Karsazên taybet ên mexrebî di nava dîlemayekê de ne; li aliyekî daxwaza wan a nahedine ya ji bo çêkirina şirîkatiyan, hem di qada herêmî hem jî di ya navneteweyî de û li aliyê din pirsgirêkên ku divê ji heqî wan derkevin da ku vê armanca xwe pêkbînin.

Di vê sektorê û di yên din de, eger dewlet têkiliyên xwe nermtir nekin, Fas û Tûnis wê şirîkatiyên xwe û firotina ber bi derve ve ya navneteweyî dewam bikin û gelek pirsgirêkên hevpar wê çaresernekirî bimînin. Kelevajîtiya vê rewşê bi qasî çanda hevpar midbexa Mexreb’ê û welatên Derya Spî mezin e û ev xwarinên vê midbexê li dinyayê bêhtir tê ecibandin. Reh û kokên vê çanda hevpar digihêjin dîrokê, di warê zêdekirina nirxên nû de bi tenê bi sazkirina şîrketên mekanê wan mexreb û hevkariya bi şîrketên pirrneteweyî yên li herêmê jixwe çalak in mumkin e bîne ziman. Qadên pêkhatina vê yekê jî razandina pereyan, hilberandin û îstîhdam e.

Weke encam, dema çavdêrekî ji derve dinêre bala wî dikşîne ku, elîtên mexrebî zêde girîngiyê bi gelek diaspotrayên xwe yên jêhatî yên li Ewrûpa, Amerîka û Rojhilata Nêzîk nadin. Ev helwesta wan tam berovajî ya Çîn û Hindistan’ê ye. Desthilatdarî vê pencereya harîqulade ya li dinyayê dinêre nabîne, van ciwanên weke pirên ber bi derve ve. Fasiyên li derveyî Fas’ê bi cih û war bûne du caran li pereyên ku yekser sermaya biyanî li Fas’ê dirazîne bêhtir dovîzan her sal dişînin welatê xwe. 6 milyar euro pereyên wan li ser hesabên bankayên li Fas’ê razandî ne, ev ji sedî 38’ê tevahiya dovîzên li welat e. Kengî Fas, Cezayîr û Tûnis wê ji diaporayên xwe bipirsin ku bibin sefîrên modernkirina welatên xwe yên jêhatî? Em ê kengî li Mexreb’ê hemrengên The Indus Valley Entrepreneurs7 (Karsazên Geliyê Îndûs’ê) bibînin? The Indus Valley Entrepreneurs tevneke karsazên hindistanî ya sala 1992’an li Silicon Valley hat sazkirin e û bêhtirî 12 hezar endamên ji 12 welatan wê pêk tînin.

Ewrûpa li aliyê xwe, xwe dûr digire: ew projeyên bi îhtîras ên şirîkatiyê pêşniyarî cîranên xwe yên li başûr nake; elît û çapemeniya wê gelek caran tirsa ji ‘yên din’ diafirînin û xwedî dikin; ev tirs jî bi îslama radîkal hatiye asîmîlekirin. Siyaseteke vîzeyê ya ku li gorî Kafka ye, ya ku çûnûhatina elîtan bi xwe jî zehmet dike saz kiriye. Ji pirsgirêkê wêde, ew qebûl nake ku Efrîka’ya Bakur karibe bibe parçeyekî bersiva mijarên ew têde bist bûye, yên weke pîrbûna serjimara wê û zêdebûna hêza Çîn’ê.

Çavkanî

1 “Du Coût du Non Maghreb au Tigre Nord Africain (Buhayê Yeknebûna Mexrebê li pilingê Bakurê Efrîka)”, IEMed û ToledoPax, Madrid, Gulana 2006’an û Barcelone, Mijdar 2007’an. www.toledopax.org.

2 www.petersoninstitute.org

3 Pêvajoya Barcelona’yê sala 1995’an bi însiyastîfa Yekîtiya Ewrûpa’yê û deh welatên li peravên Derya Spî (di navê de rêveberiya filistînî jî heye) hate sazkirin. Ji ber rawestîna hevdîtinên pêvajoya aştiya di navbera Îsraîl û Filistîn’ê de kir ku pêşî li plazsaziya hevkariya herêmî were girtin û asê bibe. 13’ê Tîrmeh’ê 2008’an Serokkomarê Fransa’yê Nocolas Sarkozy însiyatîfa “Pêvajoya Barcelona – Ji Bo Derya Spî Yekîtî” da destpêkirin, lê ew li heman zehmetiyên siyasî dikeve û pêvajo di cihê xwe de bist dibe.

4 Aliyê ewlekariyê yê Ji Bo Derya Spî Yekîti’yê, rast e ku dibe sedema bawerîpênebûna hin rêveberên Mexreb’ê.

5 Nabil Matar, Turks, Moors and Englishmen in the Age of Discovery (Tirk, Berber û Îngilîz di serdema keşfan de), Columbia University Press, New York, 2001; Europe through Arab Eyes 1578-1727 (Bi çavê ereban Ewrûpa ji 1578’an heta 1727’an), Columbia University Press, New York, 2009.

6 Francis Ghilès, Omar Aloui û Guillaume Alméras, A l’Horizon 2013. Un scénario incertain pour le Maghreb (Di Aso de 2013. Senaryoyeke nemisoger ji bo Mexreb’ê), Fondation du Centre d’études internationales a Barcelone –Weqfa Navenda Lêkolînên Navneteweyî ya Barcelona’yê (CIDOB), Tîrmeh 2009’an. www.cidob.org

7 www.tie.org