Meydana Smolenskê, elîteke di navbera nostaljî û dildarîyê de

Translator

Ji dawîhatina li Yekîtîya Sovyetî û vir ve prestîja dîplomatên rûs her lawaz bû. Desthilatdarîya Vladi-mîr Pûtîn kir ku hêvî bi wan re çêbe.

Avahîya bîst û heft qatî ya ku wezareta karên derve li Moskovayê lê ye, hema piştî  "şerê mezin ê welatparêzîyê" (1941-1945) hatîye çêkirin. Ev avahî bi mîmarîya xwe ya muhteşem û ewqasî jî mezin rabihurîya hêza super a Rûsyayê bi bîr dixe. Dema hat avakirin ji 1948an heta bi 1953yan serbihurîya komunîst xurt bû li dinyayê. Çalakîya dîplomatîk a Yekîtîya Komarên Sosyalîst ên Sovyetî (USSR) li tevahîya parzemînan belav bû.

 

Hingê xebitîna di karên derve de di warê karîyerê de wê bibûya yê herî bi prestîj. Namzet ji nava wan kesan hatin neqandin yên ku şahrezatîya wan a li dibistanê xwe derdixist pêş û yên ku di nava komunîstên ciwan de cihê xwe girtibûn. Ew yan li Akademîya Dîplomatîk a Wezareta Karên Derve (sala 1934an hat damezrandin) yan jî li Enstîtûya Dewletê ya Têkilîyên Navneteweyî ya Moskovayê (sala 1944an hat damezrandin) dihatin perwerdekirin, ji ber wê jî wan pir baş bi zimanên bîyanî dizanî, ev jî tiştekî pir kêm bû ku li wezaretên din bihata dîtin.

 

Bêguman, derfeta gihiştina dinyaya derve kela canê meriv radikir. Lê belê ne biqasî ku bi roleke navendî karibû rabe ji bo welatê sovyetî yê ku gelek caran bi Rûsyayê re tê tevlîhevkirin yan jî ji bo tevahîya insanîyetê. Lewre hingê meriv bawer dikir ku çarenûsa şorişa dinyayê girêdayî Moskovayê ye. Piştî ku demeke dirêj komplekseke piçûkbûnê berhember Ewropayê êş û azar pê dan kişandin, ma çawa ji bo dîplomatekî ne nostaljîk be prestîja navneteweyî ya Rûsyaya wê serdemê?

 

Giranîya mîrateya mîmarîya stalînî bêguman bû sedema xurtkirina refleksên rûsofob di dema şerê sar de, lê belê vê yekê elîta neteweyî ya rojavaparêz aciz nekir ku desthilatdarîya sovyetî ji hev de bixe. Wê kêlîya ku Mixaîl Gorbaçev ji wezîfeya xwe ya serokatîya USSRyê îstîfa kir û valîza nukleer da dest Borîs Yeltsîn, 25ê kanûna pêşîn a 1991ê, wezîrê karê derve yê rûs Andrey Kozîrev tevî hevkarên xwe li avahîya pirqatî ya li meydana Smolenskê bi cih bûbû jî. Li gora fermaneke 18ê kanûna pêşîn a 1991ê mohrkirî Komara Sosyalîst Sovyetî ya Federe ya Rûsyayê dest danî ser tevahîya sefaret û nûnerîyên sovyetî yên li derveyî welêt.

 

Piştî ku bi rola gorkolînerîya USSRyê rabûn, birêveberên rûs bi tevahî xwe li dewamîbûna wê ya dîplomatîk kirin xwedî. Di heman demê de dildarên qebûlbûna nav tiştê ku ew jêre dibêjin "dinyaya şareza" wan dilê birêveberên hikûmetên rojavayî xweş dikir û digotin Rûsya wê tevahîya ferzên peymanên navneteweyî nexasim jî ya kêmkirina çekan bigire ser xwe. Bi nameyeke besît a 24ê kanûna pêşîn a ji sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (UNO) re şandî, serokdewlet Yeltsîn çavê xwe berda kursîya USSRyê ya di Konseya Ewlekarîyê de, wekî ku tiştekî pir xwezayî be.

 

Tiştekî din ku bi heman rengî hêja ye meriv bala xwe bidîyê: bi têbînîyeke kurt a devkî ya 2yê kanûna paşîn a 1992yan ji şefên nûnerîyên dîplomatîk ên li Moskovayê re hat ragihandin ku wezîr Kozîrev ji hikûmetên bîyanî dixwaze ku nûnerîyên sovyetî yên li welatên wan erêkirî êdî wekî yên Federasyona Rûsyayê bibînin, vê yekê jî kesên ne rûs yên hîna jî li sefaret û konsolosxaneyên kevne USSRyê dixebitîn xistin rewşeke gelekî sosret û nepêketî.

 

Ya rastî, Kozîrev dixwest nêzîkbûnabi Rojava re ya ku Gorbaçev dayî destpêkirin bi lez bike; heta ewqasî da nav ku behsa endambûneke mihtemel a Rûsyayê ya nav Peymana Bakurê Atlantîkê (NATO) kir û hebûna nakokîyeke herî piçûk a di navbera berjewendîyên rûs û yên demokrasîyên lîberal de jî mandel kir. Lê belê vê romantîzma hevsarê wê berdayî çerxa dîplomatîk gumanber dihişt, ew çerxa ku bi qasî li gorî marksîzm û lenînîzmê pêk hatî ewqasî jî li gorî reel polîtîkayê pêkhatî û jixwe gelekî xwedî qabîlîyeta ahengdarbûnê bû. Bi awayekî ku ji dilê wî dihat, serokdewlet Yeltsîn bawerî bi Kozîrev nedianî û heta ewqasî da nav ku li raya giştî eşkere kir ku wezîrê karên derve di warê pêkanîna wezîfeya xwe ya nû de bêkêr e.

 

Di çarçoveyeke tengbûneke budceyî de prestîja servîsên dîplomatîk pir kêm bû. Di nava salên 1991 û 1993yan de Rûsyayê biryar da ku derîyê sih û şeş sefaret û konsolosxaneyan dade. Di heman demê de jî ew ê neçar bimana departmanên nû vekirana da ku têkilîyên bi dewletên kevîyê re yên ji kevne împeretorîyê [USSR] peyda bûyî bi rê ve bibe, wezîr zehmetî dikişand ku wezîfe û postan bide. Şirketên bîyanî gelekî dipirsîn li kesên bi zimanên ewropî dizanin, gelek xebatkarên servîsên dîplomatîk ji ber şertûmercên kar ên cazibtir ên di şirketên taybet de dev ji karê xwe berdan.

 

Heke xisleta merivî metelmayî dihêle ya sîyaseta navneteweyî ya ultra-rojavaparêz ya wezîrê karên derve bi kêra motîvekirina eskeran nehata, li ser hev hatina piçûkketinên navneteweyî wê bikira ku rûsya tevahîya salên 1990î her beriqîna nîşanên vî pîşeyî zelûl û bêreng bike. Bi kêmbûneke çalakîya aborî ya % 40 kêmtirî sala 1990î hêzên ku xwe wekî yên herî demokratîk ên dîroka Rûsyayê dan zanîn beşeke mezin a bawerîya bi wan dihat anîn, ji dest dan.

Ji Îvanê Xeddar û vir ve

 

Kanûna paşîn a 1996an Evgenî Prîmakov wekî wezîrê karên derve hat wezîfedarkirin, vê yekê guhertineke berhember Hevgirtina Transatlantîkê ya fatîh qebûl kir. Karîyera wî ya bi prestîj a akademîk wekî pisporê cîhana erebî û birêveberê Enstîtûya Aborî û Têkilîyên Navneteweyî helbet girîngtir bû ji rola wî ya piştre weke serokê kevne serek birêveberîya giştî ya KGByê – wezîfeya ku wî piştî hewldana darbeya eskerî ya tebaxa 1991ê li ser daxwaza Gorbaçev qebûl kir. Dîsan jî serokê rêxistina îstîxbarata derve dibe wezîrê karê derve, vê yekê gelek tişt îfade dikirin. Îhtîrama ku wî bi vîzyona xwe ya klasîk a reelpolîtîk ferz dikir û banga wî ya avakirina nîzameke pirqutbî wê şopeke mayînde bihişta.

 

Yeltsîn bi xwe di vê navberê de gelekî li hember wezîrê xwe gumanbar bû, ji ber vê yekê jî wî qadeke fireh a serbest ji bo birêvebirina sîyaseta derve neda wî. Wî li alîyekî nedixwest nêzîkbûna bi Rojava re ya ku wî li pêş digirt rezîl bike, li alîyê din û berîya her tiştî wî guman jê dibirin ji ber ku gelek sempatîya gelek mixalifên wî ji wezîre wî re hebû, ji ber rastkirina xeta sîyaseta derve ya wezîrê berîya xwe. Li şûna paşvegavavêtina li hember mixalefetê serokdewlet 11ê îlona 1998an Prîmakov wekî serokwezîr wezîfedar kir, lê belê pir nekete navê 11ê gulana 1999an wî ew ji tevahîya erkên wî bêpar kirin çawa ku dilê olîgarkên ku Borîs Berezovskî serekê wan bû, dixwest, lewre tu bandora wan li ser Prîmakov nebû.

 

Heke em rewşa heyî ya çerxa dîplomatîk analîz bikin, li gorî salên pêşî yên serdema Yeltsînî, rewşa vê çerxê niha bêguman baştir e. Desthilatdarbûna Vladimîr Pûtîn nîşana desteka jinûveavakirineke balkêş a avahî û strukturên dewletê ye ku bi girtina destê xwe ya hevsarên sektora enerjîyê û zêdebûna spektakuler a bihayên hîdrokarburan mimkin bû.

 

Gavên darî çav hatin avêtin da ku prestîja çerxa dîplomatîk were zêdekirin, çawa ku em bi biryara sala 2002yan dayî ya ragihandina "rojeke dîplomatan" dibînin; ev roj li 10ê sibatê rast tê ango roja ku cara yekem behsa "departmana sefaretan" tê kirin, ya ku ji alîyê Îvanê Xeddar ve sala 1569an hatibû damezrandin. Pêwendîya bi demê û dîrokê re ya wezîfedarên dewletê gelekî fereh bû. Rehabîlîtasyona sembolên cihê sînordar nebû bi serdema komunîst re, wê herweha bi cansivikî xwe digihand rabihurîya mihteşem a çarîtîyê jî.

 

Helbet kar û xebata wezareta karên derve bi awayekî zelal di bin fermana hêza serokdewletîyê de dimîne. Li hemberî vê, di navbera serokdewlet û çerxa dîplomatîk de gumanberîyeke dualî hebû, vê yekê şûna xwe ji rengekî sîmbîyozê [temamkirina kêmasîyên hev] re hişt. Ev yek nexasim jî ji dema ku wezîrê niha Sergey Lavrov 9ê adara 2004an dest bi wezîfeyê kir û vir ve bi vî rengî ye. Vî dîplomatê dinyadîtî deh salan sefîrtîya Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî kiribû.

 

Ev sîmbîyoz xwe disipêre nostaljîyeke hêza sovyetî û dezîlûzyoneke dijwar a berhember Rojava. Dîplomasîya rûs qebûl dike ku serdema mesîhîyane ya rejîma sovyetî li paş maye û razî ye bi xeyala vejîneke şaristanîyê ya hem ziman silavî ye û hem jî ewro-asyayî ye. Dîsan jî, heke Rûsyaya piştî Sovyetan xwe dûr bixe, êdî ji dîyarkirina çarenûsa mirovatîyê, ew zehmet e qebûl bike ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê vê nekin. Eşkerekirina îstîsnabûna amerîkî ya bi mohra Pûtîn di New York Timesê (1) de hat weşandin pêl rayeke nazik a Moskova û Washingtonê dike – ji ber sedemên cihê. Heta ku ev îstîsnayîbûn ji holê ranebe, berxwedana li hember yekqutbîbûnê ya nîzama navneteweyî ya roja me ya îro wê sîyaseteke çalaktir di forumên navneteweyî de teşwîq bike, yan jî Rûsya dikare ji bo doza xwe destekê peyda bike.

 

Mihafizê ciwan

Bi ser wezîfeyên daîmî yên li cem rêxistinên navneteweyî, wezaret halê hazir çalakîyên sed û çil û neh sefaret û nod û sê konsolosxaneyên li sed û nod welatan belav bi rê ve dibe. Amûra navendî ya wezaretê û buroyên li derveyî welêt qederê duwanzdeh hezar kesan dixebitînin, ji van ji sê paran yek dîplomat in. Ji çar paran yekê personel ji 30 salî ciwantir e. % 80yê van ciwanan mezûnên Enstîtûya Dewletê ya Têkilîyên Navneteweyî ya Moskovayê û Akademîya Dîplomatîk a Wezareta Karên Derve ne.
Y. B.

Bêguman meriv li Rêxistina Hevkarîyê ya Şangayê difikire, ev rêxistin dixwaze ku bicihbûna eskerên amerîkî li Asyaya Navîn ji wezîfeya wan a li Efxanistanê û wêde neyê dirêjkirin. BRICS (Brezîlya, Rûsya, Hindistan, Çîn û Afrîkaya Başûr ) jî tê bîra merivî, ew jî gelekî hez dike ku siberojê rola dolarên amerîkî yên wekî standarta pere yên navneteweyî kêm bike.

 

Hîna berîya demeke gelekî kurt di civîna bilind a G20an a îlona 2013an a li Saint Petersbûrgê de Rûsyayê berê tevgereke mezin a mixalefeta li dijî destwerdaneke yekalî ya amerîkî ya li Rojhilatê Nezîk dîyar kir. Li avahîya pirqatî ya bi awayê stalînîst lêkirî ya li meydana Smolenskê lihevkirina dualî ya rûs-û-amerîkî li ser tunekirina çekên kîmyayî yên Sûrîyeyê hinekî nostaljîya çerxa dîplomatîk a rûs aram kir.

 

* Doktorê zanistên sîyasî û wezîfedarê dersdayînê ye li Zanîngeha Québecê li Monréalê.

(1) "A plea for caution from Russia: what Putin has to say to Americans about Syria / Bangeke hişyarbûnê ji Rûsyayê: çîyê Pûtîn heye ku li ser Sûrîyeyê ji Amerîkîyan re bibêje", The New York Times, 11ê îlona 2013an.

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê