Mînaka ruwandayî li Burûndiyê belav dibe

Burûndî

Di roja 26’ê tebaxa dawîn de, li Bujumburayê, serokkomarê burûndî Pierre Nkurunziza’yî ji bo peywireke duyem a pênc salan sond xwar, lê ji nav serokdewletên dunyayê, bi tenê cîranê wî Paul Kagame, serokkomarê Ruwandayê, amade bû. Ruwanda û Burûndî pirr caran weke "cêwiyên nerast" tên nasîn: ew her du ji hêla Belçîkayê ve hatin dagirkirin, û ew dîroka nakokî û komkujiyan navbera Tutsî ku li Ruwandayê pirrhejmar in, û Hutuyan ku li Burûndiyê pirrhejmar in, par ve dikin. Lê li her du aliyên sînorê, daneyên pirsgirêkê û bersivên dayî ji hev cuda ne.

Panzdeh salên bi pey jenosîda Tutsiyan a 1994’ê re, Ruwanda hê jî di bin desthilata Eniya Welatparêz a Ruwandayî (EWR) de ye. Ev yek, bi armanca ji nû ve sazkirina nasnameya neteweyî, yekser danasîna nijadê li ser belgeyên resmî betal kir û hemû curên îfadeya nijadî hatin qedexekirin. Destûra bingehîn a nû (ku di 2003’ê de hat îlankirin) û zagona li ser rêlibergirtina jenosîdê, vê tercîhê piştrast dikin. Lê belê, komeleya Efûya Navneteweyî, di şêwirmendiyeke ji bo hikumeta ruwandayî de, weha nirxand ku ev belge zagon nediyar in û bi awayekî zêde berfireh tên fêmkirin: tê gotin ku ew ji bo vederkirina muxelîfên muhtemel jî tên bikaranîn. (1) Du berbijêrên hiblijartina serokkomarî ya gelawêja 2010’ê weha bi "îdeolojiya jenosîder" hatin mehkûmkirin û girtin bin çavan; serredaktorê rojnameyekê jî hat girtin.

Li Burûndiyê, bi pey îmzekirina Peymana Aruşayê ya sala 2002’ê ji bo aştî û lihevhatinê re, boçûneke cûda jî hat bijartin. Ev peyman ha, bi saya navbêrkariya kevneserokkomarê başûr-afrîkî Nelson Mandela’yî hat îmzekirin, û dawî li deh salên şerrê hindûrîn anî; şerrekî ku di 1993’ê de, paşê kuştina serokkomarê hutu Melchior Ndadaye’yî û berteka tundrew a artêşê ku bi pirranî tutsî ye, dest pê kiribû. Di vê belgeyê de, heyîniya her du nijadan nayê înkarkirin; berevajî vê jî, ew bi awayekî vekirî tê diyarkirin û mijarê siyaseteke kotayan e: Meclîsa neteweyî ji % 60 Hutuyan û % 40 Tutsiyan pêk tê, Senato hevpar e û hikumet di bin rêvebiriya serokkomarekî û du cîgirên serokkomarî de ye ku ji nijad û partiyên siyasî yên cuda dertên; herçî artêş ku ji bo demeke dirêj weke saziyeke "yeknijadî ya tutsî" dihat nasîn, nuha nîvê leşkerên wê ji her du civatan pêk tên û endamên tevgerrên îsyanker ên berê jî tê de hene.

Rêxistinên ku anuha ji bo desthilatê li dijî hev têdikoşin, hemû "hutu" tên hesibandin: Desteya Neteweyî ya ji bo parastina demoqrasiyê - Hêzên parastina demoqrasiyê (CNDD-FDD) ya serokkomarê nuha, Eniya ji bo demoqrasiya li Burûndiyê (Frodebu), partiya serokkomarê berê Ndadaye’yî, û Eniya neteweyî ya rizgariyê FNL-Palipehutu ku herî dawîn dev ji têkoşîna çekdarî berda. Ji tevgerrên " hutu ", ev yek ya herî kevn e, û bi awayekî xurt bi desthilata ruwandayî ya nijadkuj ve girêdayî bû. Bi pey komkujiyên 1972’yê re ku ji hêla Tutsiyan ve li Burûndiyê hatin kirin, û koça Hutuyan ber bi Tanzanyayê ve, FNL’ê di wargehên pênaberan de endamên nû girtin nav xwe. Bi şûn ve jî, wê ji daristanên Başûr-Kivûyê, li Komara demoqratîk a Kongoyê (KDK), operasyonên xwe dest pê kir û têkiliyên hereketwarî digel Hutuyên ruwandayî yên Hêzên demoqratîk ji bo rizgarkirina Ruwandayê (FDLR) ku li KDK’yê çalak bû, daynî. (2)

FNL’a ku qetliama pênaberên tutsî li Gatumbayê (li rojavayê Burûndiyê), di 2004’ê de, bi beşdariya Hutuyên ruwandayî û leşkerên kongoyî, girt ser xwe, bi tenê paşê sala 2008’ê çekên xwe danîn û xwe weke partiya siyasî saz kir. Ev ji salekê kêmtir e ku şervanên wî vegerriyan welêt. FNL-Palipehutu, di herêmên nêzîkî Başûr-Kîvû û eyaleta Bujumburaya çolterî de, xwediyê hîmên leşkerî û piştevanên pirrhejmar e; ew karên nelirê yên CNDD-FDD’ê rûreş dike û, li hemberî vê, xwe weke alternatîvekê dide xuyakirin. Herçî CNDD-FDD’yê ku siftê weke rêxistineke hutu naskirî bû, paradoks jî ev e ku nuha, têkiliyên wê yên digel Eniya welatparêz a Ruwandayî (FPR), rêxistina tutsî ku li Ruwandayê desthilatdar e, pirr baş in. Ji ber ku hikumeta Kîgaliyê (3) ji Frodebu û bi taybetî ji FNL’ê nefretê dike, lewre ku îdeolojiya wê weke îdeolojiyeke " nijadkuj " dihesibîne. Ev salên dawîn, di warê ewlehiyê de (artêş, polîs), hevkariyeke kûr navbera her du welatan pêş de ket, heta ku Bujumburayê jî, bê dilwasî, muxelîfê Deo Mushayîdî ji bo Kîgaliyê veder kir. Ev Tutsî ku sax ji jenosîdê filitîbû, li Belçîka’yê koçber bû û rojnamegeriyê dikir, heta ku ew vegerriya Burûndiyê daku tevgerreke muxalefeta çekdarî ya li dij serokkomarê Ruwandayê Kagame ava bike.

Digel otorîtarîzma wan jî, her du desthilat ji piştgiriyên biyanî yên nêzî pêxweşiyê sûdê werdigrin. Di dema vederkirina nûnêra komeleya Human Rights Watch (Çavdêriya Mafên Mirovan) a gulana 2010’ê de ku kiryareke hevpar a her du welatan bû, û dema ku nûnerê taybet ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (RNY) yê yek berî dawî ji hêla Burûndiyê ve hat derêxistin, "civata navneteweyî" bêdeng ma. Ev misamehe bi viyana parastina "çîrokên serkeftî", û bi daxwaza teşwîqkirina desthilatên ku di "têkoşîna li dijî terorîzmê" cîheke girîng girt, şîrove dibe. Bi taybetî, Burûndiyê, di çarçoveya Afrisomê de (operasyona leşkerî ya RNY’ê) hêzeke ji hezar leşkeran pêkhatî şiyand Somaliyê. Ji ber vê piştevaniya leşkerî jî, ew weke Ugandayê ji hêla "şebaban" ve, yanî îslamperestên somalî yên bi El-Qaide’yê ve girêdayî, bi kiryareke sizaker tê çewisandin. Herçî Ruwanda ye, wê 3 300 parêzvanên aştiyê, quweteke jinan jî di nav de, şiyandin Darfurê.

Hilbijartina serokkomarî ya gelawêja 2010’ê ku encamê serkeftina Kagame’yî ya digel % 93 rayan jê derket, weha pêşleyistî dixuya ku Yekîtiya Ewropayê pêwîstiya şandina peywirdareke çavdêriyê nedît. Bi tenê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, bi dengê Johnnie Carson, cigirê dewletê ji bo karûbarên Afriqayê, li ser qedera muxalefet û tunebûna azadiya îfadeyê mêraqdariya xwe anî zimên. Li Burûndiyê, dengdana serokkomarî ya hezîrana 2010’ê ku bi serkeftina Nkurunzîza’yî ya digel % 91 dengan bi encam bû, bi tenê dawiya pêvajoyeke marjînalîzekirina partiyên muxelîf bû. Lê belê, digel çend neraziyan, çavdêrên navneteweyî jî dengdan erê kir û Nkurunzîza pîroz kir (li ser vê, gotara Vincent Munie’yî ya li jêr bixwînin).

Serokdewletê burûndî ku ji ber performansên xwe yên werzîşî û dîndariya xwe tê nasîn û kevnemamosteyê perwerdeya fîzîkî ye, hem li gorî dilê xwe û hem jî li gorî talîmatên Kîgaliyê kampanya xwe meşand. Ev mehan, belkî salan e ku Nkurunzîza bi xurtkirina şûna xwe ya di çolteran de ku % 80 nifûsa welêt lê dimîne, mijûl dibe. Li Bujumburayê, çapemenî, komele û rewşenbîran, bi dilwêrekî, neduristiyên hikumetê (weke firotina gumanbar a balafirra serokkomarî) û zêde wergirtina peywiran a partiya desthilatdar, protesto dikirin. Bi sanşên xwe yên serkeftinê li dijî îxtîdareke bê rêzê bawer, 12 partiyên muxelîf (Frodebu, FNL, baskeke muxelîf a CNDD’ê, û Tevgera civakî ya ji bo demoqrasiyê (MSD) ku damezrînerê wê kevnerojnamevanê Alexis Sinduhije ye jî di nav de), eniyeke hevpar ava kiribûn: Hevpeymaniya demoqratîk a ji bo guherrînê (ADC-Kînîgî).

Di paytextê de, xelk bi vî serokdewletî dikeniya ku civandinên dîplomatîk pişt guh dixist û her roja înî, piştî nîvroj, terkî Bujumburayê dikir û diçû gundan. Li wir, digel slogana xwe ya "kar bikin û dua bikin", wî kokên darên avokado an darên mîweyî di nav cotyaran de bi lêva dikirin; wî, digel taxima xwe ya bi navê "Alleluia", bi ciwanan re maçên futbolê dileyistin. Kevneşerrvan di dêran de radiket û wî komeleyên ku ji hêla muxtar û birêvebirên muxtarî yên endamên partiya wî ve hatibûn afirandin, teşwîq dikirin ku acûran çêbikin û dibistan û navendên tenduristiyê saz bikin. Bi vî rengî, nêzî hezar û pênc sed saziyên perwerdeyê yên nû di herêmên çolterê de ava bûn.

Herçî cotyarên dûrî navendên îxtîdarê ku pirrî caran dilên wan ji hîleyên nijadî yên partiyên siyasî man û qurbanên komên çekdarî an leşkeran in, dilsafiya gelperest a serokdewletî bi wan xweş dihat. Lewre jî ku wî biryarên pirr ecibandî jî digirt: bêlaşiya perwerdeya seretayî û bêlaşiya tedawiyên tenduristiyê ji bo zarokên di bin emrê 5 salî de û jinên ducanî. Berê, jinên ku pê zayîbûn nekarî pereyê mesrefên nexweşxanyê bidin û li nexweşxaneyê rehîne diman heta ku malbat pareyê pêwîst kom bike!

Ev çûnûhatinên li ser zemînê bi encam bû: digel ku partiyên weke FNL an Yekîtiya ji bo pêşdeketina neteweyê (Uprona), kevnepartiya tenê ya ku berê Tutsî diparastin, li taxên Bujumburayê ray standibin jî, çolter bi rêjeyên " sovyetîk " re ku timî ji % 90 zêdetir bûn, dengên xwe didan CNDD’ê. Giraniya partiyê û çavdêriya civakî ev kar teva kir. Di axaftina xwe ya wezîfedarkirinê de, serokkomarê Nkurunzîza got ku serkeftina wî ya hemûyan e. Lê belê, her ku diçe, tirs û binpêkirin zêde dibin: rojnamevanek, Jean-Claude Kavumbagu, digel zêdetir ji 240 muxelîfan hat girtin, çend birêvebirên ADC’ê (Leonard Nyangoma, Alexis Sinduhije, Agathon Rwasayê serokê karîzmatîk ê FNL’ê), ji ber tirsa zeftkirineke yekser, tercîh kir ku welêt biterkînin, êşkence ji nû ve dest pê kir...

Çekên ji salên şerrî mayî hê jî di girikan de vêşartî ne, û muxalefet ku dengdanên cuda boykot kir, û bi vî awayî jî, pirraniya teva ya partiya serokkomarî xurt kir, dev ji pêvajoya siyasî berda; lewre jî tirsa ji nû ve destpêkirina pevçûnan li cem her kesî heye: kevneîsyankerên bê doz ku ji şertên vegerra xwe ya di civakê de nerazî ne, ber bi daristana Kîbîrayê ve, cîrana Ruwanda û Başûr-Kîvûyê, diçin, û di nav hêzên çekdarî de firar jî qeyd bûn... Ku şerr ji nû ve dest pê bike, armanca wê dê dawîlêanîna îxtîdara CNDD’ê bibe, û sedema wî ya sereke dê nijadî nebe.

Serkeftinên Kîgaliyê pirr caran weke mînak tên nîşandan: mezinbûna aborî di asta % 7 de ye, pêncek ji butçeya hikumetê ji bo tenduristiyê tê veqetandin, hemû memûr û gellek xebatkarên beşa ferdî jî xwedan sîgortayên tenduristiyê ne, % 90 zarok diçin dibistana seretayî, keç û jin di perwerdeyê de û li ser kursiyên Meclîsa neteweyî pirrhejmar in. Ne weke Burûndî û KDK’ê, Ruwanda di rastiyê de li dijî bertîlgirtinê têdikoşe. Plansaziya bajarê Kîgaliya pêşerojê li ser mînaka Sîngaporê saz bû, û paytexta Ruwandayê dixwaze bibe çarrêyeke xizmet û danûstandinên bazirganî ji bo tevahiya binherêmê. Li ser dîka navneteweyî jî, serokkomarê Kagame encamên weke têketina di Bazara hevpar a Dewletên Afrîqaya rojhilat û başûrî (Comesa) de, ji nû ve danîna têkiliyên dîplomatîk digel Fransayê, dawiya 2009’ê (4), û asabûna têkiliyên digel Kînşasayê, bi dest xistin. Tevî ku artêşa ruwandayî, ji bo çar salan (1998-2002) beşeke ji Kongoyê dagir kiribe jî, serokkomarê Kagame beşdarî pîrozbahiya salvegera 50emîn a serxwebûna KDK’ê bû, û heta xelkî ji bo wî li çepikan jî xist ! (5)

Ev qezencî nayên înkarkirin, û wan di serkeftina hilbijartinî ya serokdewletê ruwandayî de roleke girîng leyist, bi rastî, heta Hutu jî ji bo ewlehiya welêt sipasdarên wî ne. Weke hevpîşeyê xwe yê burûndiyî, Kagame beriya kampanya hilbijartinî ji mêj ve dest bi gerra çolteran kir, wî mitîng û civînên bi hemwelatiyan re li pey hev li dar xistin, û digel muxtaran " peymanên hukumdariyê " îmze kirin ku hedefên pêşketinê di wextekî bisînorkirî de nîşan didan. Ev siyaseta nêzîkatiyê encamên baş derêxistin, lê, li Ruwandayê jî, vederkirina muxalefetê û hewaya giştî ya çewisandinê mohra xwe li dengdanê hişt.

Li Burûndiyê, azadiya çapemeniyê hê jî serkeftina mezin a guherîna desthilatê ye, û komeleyên pirr çalak bi tirs in ku bi pey firara partiyên muxelîf, ew ê li hemberî îxtîdarê di rêza pêş de bibin. Kuştina Ernest Manîgumwa’yî, cîgirê serokê saziyeke têkoşîna dijî bertîlgirtinê, Oricome, bandor li fikirên herkesî kir. Li Ruwandayê, gellek rêxistinên ne hikumetî (RNH) yên navneteweyî ji welêt hatin vederkirin, û yên mayî jî zû de teslîmî îxtîdarê bûn; wekî din, çapemenî di çarçoveyeke pirr teng de dixebite û millet weha hîs dike ku di pergaleke polîsî de dijî ku ev pergal bandora xwe li hemû hêlên civakê dike.

Diviyabû serokkomarê Kagame nûnêriya xwe ya duyem bi serkeftinên navxweyî û navneteweyî yên rasteqîn re dest pê bikira, lê belê, van deman weha xuya ye ku nerehetî bi cîh dibe; wekî din, weşandina raporeke Neteweyên Yekbûyî, di 1’ê cotmeha 2010’ê de, li ser pêkutiyên di rojhilata KDK’ê de pêk hatî, leşkerên ruwandayî bi awayekî ciddî mehkûm dike (6) û vê nerehtiyê xurt dike. Lê, herweke li Burûndiyê, xetereya sereke ji dabeşbûna Hutu û Tutsiyan, an jî ji zordariyên navneteweyî nayê; ew ji hevkariyeke muxelîfên cuda cuda tê: anuha di rêlên Bakûr-Kîvûyê de, hin hevpeymaniyên dij-xwezayî navbera komên hutuyî ji endamên FDLR’ê pêkhatî, parêzvanên generalê Laurent Nkunda’yî - hevkarê Kîgaliyê yê demdirêj, ev Tutsiyê kongoyî û fransîaxiv, di xaniyê xwe yê paytexta ruwandayî de girtî ye - û muxelîfên tutsî yên Kagame’yî ku ji nava refên desthilatê dertên, çêdibin.

Bi rastî jî, firara kevneserokê Biryargeha giştî, generalê Kayumba Nyamwasa, û ya generalê Patrick Karegeya’yî ku her du jî li Afrîqaya Başûr pênaber in, di serê FPR’a partiya desthilatdar de cîhên vala hiştin. Her du jî endamên " komeke " pirr taybet bûn, koma kevnepênaberên Ugandayê ku di dawiya salên 80’î de di nava refên artêşa ugandî de şerr kir û, bi pey re, FPR damezrand. Hevalbendên destpêkê, endamên elîta îngilîzîaxiv ku li Kîgaliyê serdar e, wan Kagame ji ber otorîtarîzma xwe şermezar kir. Lê belê, serokkomarî ji mêj ve kincên xwe yên leşkerî bi cilên "hukumdariya baş" guherrandin; ew nuha îfade dike ku ew dixwaze li dijî bertîlgirtin û mafên taybet, heta li hemberî piştevanên xwe jî têbikoşe û rîsqa hêrskirina kevnehogirên têkoşînê bigire: "Ku em bi tundî li dijî wê têbikoşin, bertîl dê welêt xira bike", ew ji hemû guhdarên xwe re dibêje. Kayumbayê kevnebalyozê li Hindîstanê, bi plankirina teqînên bombeyên destan li Kîgaliyê di sibata 2010’ê de hat mehkûmkirin, û neçar ma ku bireve Afrîqaya Başûr; li wir jî, ew ji hewldaneke mêrkujiyê filitî.

Tevî xurtkirina hevkariya ewlehiyê ya her sê welatên herêmê - di 2009’ê de, artêşa ruwandayî li cem artêşa kongoyî tevlî peydana îsyankerên hutuyî bû, û di îlona 2010’ê de, generalê Kababereyê wezîrê ruwandayî yê parastinê, ziyaretî Kînşasayê kir - li Ruwandayê, weke li Burûndiyê, dibe ku "apojeya hilbijartinan" xelkê bixapîne û xetereya rûdanên bi şîddet ku tenê bi dijberiya Hutu û Tutsiyan tarîfe nabin, binixumîne...

Çavkanî

Colette Braeckman:
Rojnamevan, Le Soir (Êvar, rojnameyeke rojane ya Brukselê).

  1. Efûya navneteweyî, "Le silence est plus sûr : l’effet intimidant des lois Ruwandaises sur l’idéologie du génocide et le sectarisme" ("Bêdengî ewletir e: encamên çewisîner ên zagonên ruwandayî li ser îdelojiya jenosîd û sektarîsmê"), 31 tebax 2010
  2. Bnr. Mwayila Tshiyembé, "Kinshasa menacé par la poudrière du Kivu" ("Kînşasa di bin xetereya teqîna Kîvûyê de ye"), Le Monde diplomatique, çileya pêşîna 2008’an
  3. Kîgalî paytexta Ruwandayê ye. (Têbiniya wergêr)
  4. Bixwîne: Benoît Francès, "France-Rwanda, le prix d’une réconciliation" ("Fransa- Ruwanda, berdêla lihevhatinekê"), Le Monde diplomatique, îlon 2010
  5. Di sala 1996’ê de, du salên bi pey jenosîdê re, hêzên ruwandayî di erdnîgariya kongoyî de operasyon meşandin, daku bi darê zorê pênaberên hutuyî vegerîne welêt û bi dû "jenosîder" ên revok ve biçe. Bi hevkariya Burûndî û Ugandayê ve, artêşa ruwandayî di vî "şerrê Kongoyê yê yekemîn" de, rolekê di qulibandina desthilata mareşalê Mobutu leyist. Bixwîne: Colette Braeckman, L’enjeu congolais, l’Afrique centrale après Mobutu (Armanca kongoyî, Afrîqaya navîn piştî Mobutu), Fayard, Parîs, 1999
  6. Hêzên ruwandayî pênaberên hutuyî, yên ku ji hêla hêzên kevnedesthilatê ve bi rê ve diçûn, qetil kirin, digel Kongoyiyên hutunijad û sîvîlên din ku di bin guman- bariya alîkariya pênaberan de bûn. Nivîskarên raporê bi haydarî dibêjin ku kiryarên bi vî rengî dikarin ji hêla dadge- heke minasib ve weke "jenosîdê" bên tarîfekirin. Berdevkê hikumeta ruwandayî ev rapor bi peyvên "xêrnexwaz, êrîşker, qirdik" û "xeternak û bêhiş" şîrove kir