Mîrasgirên Blairîzmê

Translator

Havîna 2012an, bêyî ku tu kes bi vê yekê bi rastî kêfxweş bibe –alîgirên wî jî serê xwe pê neeşandin-, kevne-serokwezîrê brîtanî (di navbera 1997 û 2007an de desthilatdar bû) Anthony Blair daxwaza xwe ya vegera li siyasetê da zanîn. Weha xuya ye ku bi awayekî nakokane, da ku beşeka mîrasa blaîrîzmê bandora xwe li alîgirên partîya karker bidomîne divê qehremanê wan ê têkçûyî xwe dûr bixe. Ew û mîrasgirê wî Gordon Brown, kirin ku partîya wan di navbera 1998 û 2010an de 5 mîlyon dengan winda bikin. Lewra Edward Milibandê serokê partîyê yê îlona 2010an hilbijartî, dîplomasîya qutbûna ji Tony Blair bi kar tîne, û ji alîyê beşeka çapemenîyê ya îhtîmaleka mezin çavê wê baş nabîne ve wekî "Edê Sor" tê binavkirin. Lewra ji hingê ve, ev qutbûna behskirî zêdetir bi xêra redkirina serdema blaîrîst pêk tê li şûna ku bi rêya helwêsteka baş amadekirî biqewîme.

Jixwe, wekî ku bîyografîya Mehdi Hasan û James MacIntyre (1) bi bîr dixe, ew kurê yek ji teorîsyenên herî girîng ên marksîstên brîtanî bi navê –Ralph Miliband– e ku di nav qesra New Labour [Partîya Karker a Nû] de hat perwerdekirin û tu cara jê dûr nebû. Wekî gelek endamên hikûmetên dawî, Miliband perwerdeya xwe li Oxford û Harvardê diqedîne û xisleta anglo-amerîkî ku êdî naguhere ya elîta nû ya brîtanî nîşan dide. Bilindbûna wî di partîyê de bi piştgirîya Brown pêk hat, ew şewirmendê wî yê taybet bû ji bo karên aborî. Piştre ji 2007an û vîr ve, di hejmara 10an a Downing Streetê de, ew bû yek ji hevkarên wî yên bawerîya xwe pê dianî.

Ȋhtîmaleka mezin ev agahîya detay a dawî ya karîyera Edward Miliband biryardarîya hin blaîrîstan xurt kir –yên nerazîbûna wan ji Brownê carininan zêde bandor li nêrîna wan a li ser cîhanê hebû– ji bo piştgirîya birayê wî David, di ketina wî ya nav rêveberîya partîyê de. David Miliband wekî mîrasgirê herî adetî dihat hesibandin, û mezintirîn rêxistinên karkeran didan zanîn ku ew ê piştgirîya wî mîrasgirên Milibandî bikin ê ku soza guhertina rêya partîyê bide. Ji wê demê ve, Edward Miliband ku dixwest îmaja xwe ya "namzedê rêhevalan" xira bike, redkirina wî ya "grevên bê berpirsîyarî" gelek caran dubare kir –bi awayekî ne seranser behsa "zivistana nerazîbûnê" ya 1978-1979an dike. Hingê hejmareka mezin a xwepêşandanan li dijî siyaseta jixwekêmkirinê ya hikûmeta Partîya Karker a wê demê pêk hatibûn. Di folkora blaîrîstê de ew sembola jirêderketina çepgir a tevgera karkerên brîtanî ye. Bi vî rengî Milliband bû wekî Alastair Darling. Ew di bîranîna xwe ya serdema wan "hezar rojên" navbera 2007 û 2010an de ya ku wî bi wezîfeya Wezîrê Aborîyê yê Qralîyetê derbas kiribû, pesnê "navendîbûna radîkal" a Partîya Karker a nû dide. Herçî fêmkirina berpirsîyarîya wî ya di nav pêkhatina krîza aborî ya 2007an de ye, ew di heman demê de korbûna alîgirên xwe piştrast dike.

Miliband ku bi adeta blaîrîst re dilsoz e, versîyona xwe ya "sêkoşebûna" siyasî [wextê namzedekî îdeolojîya xwe wekî tiştekî bilindtir ji dualîtîya çep û rastê, îdeolojîyeka ku di heman demê de çepgir û rastgir be, nota wergêr] da. Ev ew huner e ku destûrê dide ku partî di hilbijartinan de dengê dijminê xwe bistînin, vê yekê jî bi parastina fikra "one nation" (yek netewe) pêk tînin. Ev fikir berê ji alîyê serokwezîrê muhafezekar Benjamin Disraeli (1804-1881) ve dihat bipêşxistin, wî dixwest şiklekî bavkanîya muhafezekar biafirîne. Lê belê rojnamevan Seumas Milne, weha dinirxîne, "çi yek netewe ye, çi jî na, tu eleqeya berjewendîyên bêkarên sektora avahîsazîyê bi yên îdareya fonên spekulatîf dimeşînin re tuneye". (3)

Miliband îdia dike ku ew dengdarên ji wan dûrketî fêm dike. Wekî Darling, ew xwe dûrî siyaseta şerî ya Blair dike û heta sond dixwe, dibêje ku wî destwerdana li Iraqê ya anglo-amerîkî erê nekiriyê. Rojnivîskên birêveberê beşa ragihandinê ya buroya Blair, Alastair Campbell, tiştên dikin ku grîzok bi laşên merivî bigirin, eşkere kirin. (4) Wekî nivîsa Darling, bîyografîya Hasan û Macintyre jî bi bîr dixe ku rêya nû ya partîyê zehmetîyê dikşîne vîzyonekê biafirîne ku bibe alternatîfa ya bi tundî piştgirîya koalîsîyona David Cameron bi rê ve dibe dike. Jixwe Cameron heyranekê eşkere yê Blair e. Ȗ mirov dikare bifikire ku Disraeli wê alîkarîya ji karkeran re bi rastî pêwîst e, nede wan…

(1) Mehdi Hasan û James MacIntyre, Ed : The Milibands and the Making of a Labour Leader, (Miliband û avakirina lîderekî Partîya Kaker) Biteback Publishing, London, 2012, 352 rûpel, 9,09 sterlîn.

(2) Alistair Darling, Back from the Brink. 1000 Days at Number 11 (Vegera ji Brinkê. 1 000 rojên li hejmara 11an derbas kirî), Atlantic Books, London, 2011, 336 rûpel, 14 sterlîn.

(3) Seumas Milne, "Ed must move further and faster from New Labour" (Divê Ed ji Partîya Nû ya Karker bi leztir û dûrtir biçe), The Guardian, London, 3yê çirîya paşîna 2012an.

(4) Alastair Campbell, The Burden of Power. Countdown to Iraq (Barê giran ê desthilatdarîyê. Hindik ma ji midaxaleya li Ȋraqê re), Hutchinson, London, 2012, 752 rûpel, 16,75 sterlîn.

Wergera ji fransî: Feryal Guladawiya