Miraz Bezar: Sînema, şêwaza herî baş ya vegotina çîrokan e !

Sînema, bêguman di nav hunerên bedew de xwedî ciheka taybet û bêhempa ye. Bandora wê ya yekser ya li ser civatê, ne mijara nîqaşê ye. Hêza xwe ji bi hevre bikaranîn û di hundirê xwe de hewandina gelek hunerên din digire. Senaryoyeka balkêş, replîkên bijare, lîstikvanîyek artîstîk, muzîkek li çîrokê hatî, ronahî, makyaj, efekt û gelek elementên din bi honandineka senkronîze tên cem hev û berhemek hunerî derdikeve meydanê. Sînemaya ku sedsalîya keşifa xwe li dû xwe hiştî li seranserî cîhanê popularîteya xwe her parast û xwe pêşve bir. Di vê çarçoveyê de gelo rewşa sînemaya kurdî çi ye? Neteweyek ku têkoşîna hebûn û rizgarîya xwe dimeşîne ji vê enstrûmanê çiqas sûd werdigire û wê çawa bikartîne? Rewşa sînemaya kurdî çi ye? Pirsgirêk û astengîyên sînemaya kurdî çi ne? Ji bo bersiva van pirsan, me berê xwe da derhênerê fîlmê Miraz Bezar ku filmê xwe li Amedê bi kurdî kişandîye. 'Min Dît' fîlmê yekem yê kurdî ku li bakur hatî kişandine. Derhêner Miraz Bezarê ku li Almanyayê perwerdahîya xwe li ser sînemayê kirîye, wekî pirsgirêka herî mezin ya sînemaya kurdî bêxwedîtîyê destnîşan dike û dibêje, kêşeya bingehîn jî nebûna welatek azad e. Bezar, li ser sedemê li Kurdistanê kişandina fîlmê xwe yê pêşîn û zehmetîyên wê balê dikşîne ser kurdbûn û berpirsîyartîya xwe. Miraz Bezar herweha destnîşan dike ku bi hezaran bûyer, qewimîn û çîrokên kurdan hene û hîn nehatine kişandin.

Evîna sînemayê li cem te çawa dest pê kir? Te kengê û çawa biryar da ku tu bibî sînemager?

 

A rastî, ji bilî sînemayê tu hunerekî min ku ez pişta xwe lê girê bidim nîne. Dibe ku ji kurdayetîya min bê. Li derûdora me, bi gelemperî kesên ku berê me bidin huner û di vî warî de me teşwî

q bikin nînin. Di civat û çandên ji alîyê darayî ve dewlemend de bav tê kamerayekê yadîgarî kurê xwe dike û kur jî destdike ku fîlmên 8 mm an jî vîdeofîlman bikişîne. Lê mixabin li cem me rêwîtîya ber bi sînemayê ve wisa nameşe. Qet nebe li cem min bixwe wisa destnekir. Li vê derê hewcedarîya meriv bi şans heye. Heger li dibistanê ezmûnek min ya şanogerîyê çênebûya, çiqas mêyla min hebûya jî min dê nedana dû sînemayê. Lewre li wê derê bixwebawerîyek çêbû. Em di sala 1980yî de ji Tirkîyeyê derketin. Ez wê demê 9 salî bûm. Ez û xwişka xwe. Em hatin li Almanyayê bi cih bûn. Dê û bavê min wê demê li Almanyayê wekî karker dixebitîn. Em zêdetir li cem dapîra xwe mezin bûbûn. Dema ku em hatin Almanyayê, ez di nav xerîbîyeka kûr de jîyam. Heta ku hînî vê civatê bûm min gelek li ber xwe da. Tu yekser têyî Almanyayê û wekî zarok, wekî xort tenêtîyeka gelek mezin dijî. Li alîyekî, nasnameyek te heye, tu kurd î, diçî komeleyê tevlî komên folklorê dibî û li alîyê din jî tu diçî dibistanê û divê tu biserkevî. Lê tu nikarî konsantre bibî. Tu nikarî ji xwe re nasnameyekê çêkî. Ez kî me û dixwazim çi bikim? Di rewşeka wisa de tenê tiştek hebû ku tenêtîya te parve dikir, ew jî televîzyon bû. Dema ku bi şev herkes radiza, ango saet piştî dehan, televîzyon ya min bû. Saet piştî dehan fîlm dihatin weşandin. Meraqa min çêdibû. Lê min ev yek bi zanebûn nedikir. Wê demê fîlmên bi kalîte didan nîşandan û min jî temaşe dikir. Dezavantajeka vê yekê jî hebû û ez sibeyan bêxew diçûm dibistanê. Ez li dibistanê jî ne xwendevanekî serkevtî bûm, lê bi awayekî be jî min heta lîseyê bir. Niqteyeka weha jî heye; tu bîyanî yî û kesek nayê nabêje 'ev qabîlîyeta te heye', rê nîşanî te nade. Sînyalek wisa ne ji malbatê tê û ne jî ji derve tê. Lê şanseka min hebû. Mamosteyekî min hebû. Di sinifa 7an 8an de hat cem min û ji min re got; 'Di sînemayê de fîlmekî weha heye, here temaşe bike'. Ew fîlm jî fîlmekî fransizî bû û qala çîroka xortekî mexrîbî dikir. Ez jî wê demê li banlîyoyeka bajarê Bremenê dijîyam û diçûm dibistanê. Min got qey fîlm ya derhênerekî fransî ye, lê derhêner bi xwe jî mexrîbî derket. Ango di fîlm de qala çîroka xwe bixwe dikir. Ev fîlm ji bo min bû sedemeka mezin yê hişyarbûnê. Kesek ku li Fransayê dijî derdikeve û çîrokeka wekî çîroka min dike fîlm. Berîya wê, tenê sînemaya Yilmaz Guney bala min dikişand û dawîya hefteyan li mal jî wekî herkesî wê demê fîlmên tirkî yên arabesk dihatin temaşekirin. Lê ew hisa ku ez dixwazim bibim sînemager tunebû, tenê wekî li cem me tevan heyranîya Yilmaz Guney hebû. Piştî wî fîlmî fikrek weha li ba min peyda bû: Heger derhênerekî mexribî li Fransayê derdikeve û çîrokek wekî ya min dike fîlm wê demê ez jî dikarim çîroka xwe vebêjim kesên din. Dûre, di sinifa 9an de min staja xwe li beşa ''Televîzyon û Radyoya Bremenê'' çêkir. Bremen bajarekî biçûk e û li wê derê fîlm nayên kişandin. Zû bi zû jî fêrî tiştekî nabî li cihên wisa. Lê qet nebe min dixwest fêr bibim ka gelo xebata li televîzyonê çawa ye. Min gavên xwe yên pêşîn li wê derê avêt. Dîsa jî fikrek ku ez dixwazim sibê-dusibê fîlmekî bikşînim hîn tunebû.  Di dema lîseyê de komeka me ya baş ya şanoyê hebû. Şanoyeka ne girêdayî tekstan, tenê li ser bingeha dîyalogên devkî  û performanseka xwe ya dîtbar hebû. Şêwaza wê tam li gor min bû û min li vê derê lîstikvanîya xwe keşif kir. Wekî di her ciwanê ku şano dike de bawerîya meriv ya bi xwe çêdibe, lewre tu li ser dikê yî. Tu carî ew hisa ku ez dixwazim bibim şanoger û şanoyê çêbikim di min de çênebû. Lewre wekî pîşe min eleqedar nedikir. Lê dema ku ew bawerîya bi xwe bi demê re derket meydanê wê demê ew fikra ku ez dikarim berê xwe bidim sînemayê çêbû.

 

Gelo ew sê hira sînemayê ku li ser civat û temaşevan ewqas bandor dike ji ku tê? Çima di jîyana me ya rojane de tesîra wê ewqas zêde ye?

 

Divê meriv sînemayê ji beşên din yên huner

ê veneqetîne. Helbet taybetmendîyên xwe yên cuda hene, lê ji hunerên bedew yên din ne dûr e. Parçeyek çanda vegotinê ye. Çîrokan herdem di jîyana me de cîhekî girîng girtine. Dema ku em zarok bûn me guhdarîya çîrokan dikir. Li Kurdistanê em bala xwe bidin dengbêjan, vegotinên wan dîsa tev çîrok in an jî bûyerên ku qewimîne. Dibe ku sînema şêwaza herî baş ya vegotina çîrokan be. Hûn dikarin muzîkê û her cûre dîtbarîyê di sînemayê de bi gelek rêyên cuda vebêjin. Dramatûrgîyê bikarbînin û bi gelek awayên cuda binirxînin. Dema ku em li rêyên vegotina çîrokan dinêrin; pirtûk, stran, wêne û hwd gelek tişt hene. Lê sînema ew huner e ku van tiştan herî zêde tîne cem hev û wekî xaleka hevpar rêya vegotinê dibîne. Ji ber vê yekê ewqas xwedî tesîr e. Mesela li Amerîkayê honaksaz Walter Murch heye, vesazîya deng ya fîlmê Apocalypsy çêkirîye. Ew dibêje, ''Sînema û muzîk wekî du birayên cêwî ne. Di demên cuda de derketine meydanê û dûre hatine cem hev.'' Çendek berê min hevpeyvînên Steven Spielberg û George Lucas xwendin. Ew dibêjin ku dê siberojê salonên sînemayê kêm bibin û bi îhtîmaleka mezin dê fîlman yekser enjekteyî mejîyê me bikin. Lewre veguherîna sînemayê nasekine û hewl dide ku bi rêyên cuda mejîyê me topyekûn bixe bin kontrola xwe. Ji bo kontrola mejî sînema xwedî derfetên herî mezin e.

 

Tu yek ji wan derhêneran î ku te li Kurdistanê fîlm kişandîye. Dikarî qala zehmetîyên kişandina fîlmekî ya li welêt bikî. Dema te 'Min Dît' kişand tu rastî kîjan astengîyan hatî?

 

Em kurd di gelek waran de destpêk

ê dijîn. Em çi bikin, çi biceribînin ew yê destpêkê ye. Dema ez wekî kurdekî an kurd-almanekî biçim li wê derê fîlmekî bikşînim bixwazî-nexwazî bi awayeka otomatîk destpêkan diafirînî. Sedemê vê yekê jî bindestîya me ye. Ango me hîn tiştên bingehîn û sereke nekirine. Ji bo min xeyalşikestina herî mezin ev bû: Em kurd civateka bêxwedî ne û tu li bendêyî ku ew kesên ku xwedêgiravî wekî te difikirin piştevanîya te bikin. Lê meriv tu maneyê nade wê xemsarîya wan. Ev rewş bi rastî jî merivan dişkîne. Wekî sînemager dezgeheka me ya dewletî nîne ku em serî lê bidin. Min senaryoyek nivîsand û ez dixwazim bi ekîba xwe re biçim Dîyarbekirê. Li vê derê dibe ku ez mecbûr nemama 16 hezar TLyî ji bêrîka xwe xerc bikim. Dibe ku ez di wê mecbûrîyetê de nemama ku derfetên xwe yên malbatî xerc bikim. Mêvanxaneya şaredarîyê heye û dikarîn em li wê derê bikirana mêvan, lê nekirin. Helbet mafê wan e. Ne malê bavê wan e. Dibe ku hin kes biryara vê yekê bidin. Lê ew kesên ku biryarê didin, li gor kîjan krîteran van biryaran didin? Bi rastî jî gelodikarin senaryoyekê bixwînin û binirxînin? An jî biryarên xwe li gor krîterên şexsî destnîşan dikin? Sînemager li vê derê ji hev hez nakin. Dema yek xelatekê digire yên din wî pîroz nakin. Rewşa min bi xwe hinek luks e. Ew ciwanên ku li wê derê dixwazin karê sînema bikin piştî demek kin leqayî hin dîwaran dibin û dev ji vî karî berdidin. Mesela fîlmên Bahman Gobadî ku li Îranê tên kişandin li Tirkîyeyê gelek tên ecibandin, lê fîlmên ku li bakur tên kişandin gelek tên rexnekirin. Ji ber ku qala çîroka wî tê kirin û rexneya wî ewe ku baş nehatîye ser perdeyê. Rexneyên ku li Yilmaz Erdogan nayên kirin li derhênerên kurd tên kirin. Wan bi fîlmên Yilmaz Erdogan re miqayese dike. Lê nabîne ku ev fîlm di kîjan mercan de tên kişandin û di bin bêderfetîyeka çawa de. Temaşevanê me divê hinekî dilnizm be.  Em pir mezin diaxifin lê hejmara fîlmên di destê me de 10-12 ne. Dibêjin divê weha bihatana kişandin, wilo bihatana kişandin. Baş e, ka ew çanda me ya nivîsandina senaryoyan? Ka kameramanên me? Dema min li Dîyarbekirê fîlm kişand kameramana min jinek alman bû. Di setê de bi kê re bi kîjan zimanî diaxifî? Ez di heman demê de wergêr bûm. Tu berhemhênanî, derhênerî, wergêrî dikî û heger kar giran meşîya wê demê hewcedarî hebe divê tu ronahîyê saz bikî. Di van mercan de tu sînemagerîyê dikî.  Gelek normal e ku temaşevan vê yekê nebîne lê di rexnekirinê de divê meriv xwedî wijdan be. Lê tevî van neyînîyan hemû ez xweşbîn im. Ji ber ku çiqas fîlmên xirab bên kişandin dê ewqas jî yên baş bên kişandin. Divê em kêmasîyên xwe bibînin ku wan bi demê re ji holê rakin û fîlmên hîn bi kalîtetir bikaribin çêbikin. Ev yek ne tenê ji bo sînemaya kurdî derbasdar e. Lewre dema me 100 fîlm kişand dibe ku di nav de 2 fîlmên xweş derkevin pêş. Divê karê sînemayê bê teşwîqkirin. Dema yekî fîlmek kişand dibe ku fîlmek ne serkevtî be lê divê meriv piştevanîya wî bike belkî bikaribe fîlmekî baştir derxîne meydanê. Ji ber ku kesekî/a me nîn e. Ez vê yekê ne tenê ji bo sînemayê dibêjim. Rewşa nivîskarên me, muzîkjenên me jî wisa ye. Hîn wêjeya me û hunera me gelek nû ye. Divê em bipejirînin ku em hîn di destpêkê de ne û bi gavên mezin pêşve herin. 

 

Te behsa Yilmaz Erdoganî kir. Dema em îro li sînemeya Tirkîyeyê dinêrin gelek lîstikvan û

derhênerên kurd dibînin. Yılmaz Erdogan û Mahsum Kırmızıgül di serê van navan de cih digirin. Lê ev lîstikvan û derhênerên navborî her çiqas mijarên filmên xwe ji erdnigarîya kurdan hilbijêrin jî filmên kurdî çênakin. Hûn vê rewşê bi çi awayî dinirxînin?

 

 

Ez vê bûyerê jî bi çavê kurdîtîyê nanirxînim. Min hîn di 20-22 salîya xwe de bi berçavika kurdî li dinyayê dinêri. Îro ez di nav çapemenîya kurdî de me, nikarim bi heman awayî li dinyayê binêrim. Lewre dinya tenê ji kurdan pêk nayê û tenê kurd ne bindest in.  Divê îro bûyer bi perspektîveka gerdûnî bê nirxandin. Bindestîya ku îro li Kurdistana Tirkîyeyê tê jîyin  li Afrîkayê jî reşik dijîn. Sîstema kolonyalîzmê global e û li Amerîkaya Başûr çawa dimeşe li Kurdistanê jî bi heman rengî dimeşe. Ji ber vê yekê divê her bûyer tenê bi berçavika kurdî neyê nirxandin. Ger îro Yilmaz Erdoganî wekî kesekî ku xwe firotîye bê ditîn, dê ev nirxandin çewt be. Gelo çima Erdogan ji civata kurdî re deyndarê wefayê be. Belê bendawarîyek heye. Ji ber ku bavê wî kurd e, ew jî ne mecbur e bibe merivekî polîtîk. Ger wisa bibe wê deme dê bi hezaran cerdevanên me tunebûna. Ango dema em Yilmaz Erdoganî rexne dikin gelo em xwe pîr û pak dizanin. Gelo em di mewzîyên pêş de dimeşin? Gelo em hemû li çîyan wekî gerîla şer dikin ku Yilmaz Erdoganî rexne dikin? Divê em rêya rehet hilnebijêrin. Yilmaz Erdogan îro li dijî çalakîyên Parka Gezîyê jî bêdeng dimîne. Ev helwesta wî ya exlaqî ye. Em kurdayetîya wî li hêlekî bihêlin wekî meriv helwesta wî cuda ye. Nuri Bilge Ceylan ji bo festiwala filman hatibû Berlinê. Min jî pirsek jê pirsî. Lewre ez wî jî wekî merivekî ne polîtîk dibînim. Li gor min ew jî wekî sînemavanekî dema kêşeyên Tirkîyeyê dixe rojevê helwesteka tirsonekî nişan dide. Dema min jê pirsî "çima tu raste rast li ser bûyerên ku li Tirkîyeyê diqewimin filman çênakî?" wekî ku filmên polîtîk rojane bin bersiv da û got ez dixwazim filmên mayînde çekim. Lê di sinemaya dinyayê de gelek filmên polîtîk yên mayînde hene. Ji Costa Gavras heta Apocalypys gelek filmên fîlozofî ku di tarîxa sinemaya  dinyayê de cih girtine hene. Ango ew kes jî van tiştan dizane, lê wekî meriv hewl dide ku xwe biparêze. Bi kêmasî em wisa bêjin, ji bo ku li dijî rexneyan bikaribe xwe biparêze vê rêyê dişopîne. Ev tercîha wî heye. Herkes ne mecbur e ku sinemaya polîtîk çêke, lê mafê tu kesî tuneye ku sinemaya polîtîk biçûk bibine. Ji hêla din ve çawa ku Izzet Altinmeşe stranên kurdî dizî û hemû kir tirkî Yilmaz Erdoganjî çîrokên çanda ku jê hatîye, çîrokên ku baş dizane bi awayekî werdigerîne û hewl dide ku bifiroşe. Gelo tiştê ku dike ji alîyê exlaqî ve rast e? Helbet ne rast e. Lê ji alîyê qezencê ve erê. Lewre dema li temaşevanên Vizontele bê nêrîn, belê ew jî ji Min Dîtê zêde hat temaşekirin.  Ma Min Dît li Kurdistanê li sinemayan 5-6 hefte nelîst? Lîst. Lê bi qasî Vîzontele hat temaşekirin? Na, nehat temaşekirin. Helbet ez naxwazim neheqîyê li temaşevanên sinemaya kurdî jî bikim. Ango çima here û tiştê ku pir baş dizane li sinemayê temaşe bike. Ne mecbur e ku dram û xemgînîya rojane dijî here li sînemayê jî temaşe bike. Di vê mijarê de ez mafê didim temaşevanên kurd. Her çiqas Yilmaz Erdoganbûye perçeyek jî sîstema asîmîlasyona tirkan, em jî wekî temaşevan ewqas perçeyeka vê sîstemê ne. Rêzefîlmên ku em temaşe dikin, fîlmên ku em diecibînên bi şêwe û zimanê xwe bi piranî zimanê telewîzyon û sinemaya tirkî ne. Ji ber vê yekê em van fîlman tercih dikin. Ango em neelimîne fîlmên bi zimanê xwe temaşe bikin. Yilmaz Erdogan çi be temaşevanên wî jî ew e…

 

Tu zimanê sînemaya Yilmaz Erdoganî serkevtî dibînî?

 

Ez zimanê sinemaya wî cih bi cih serkevtî dibinim. Perçeyek ji çanda populer  e. Ez rêzefilmên Vîzontele bi gelemperî neecibînim jî filma yekem jî alîyê hestîyarî, muzîk û kamerayê gelek serkevtî hatîye çêkirin. Lê filmekî ku cara duyem bixwazim temaşe bik

im nîne. Tu dikarî vî fîlmî wekî fîlmekî berxwarîyê û pîyasayê binirxînî. Ez jî diçim sinemaya populer, li gel çerezê xwe film temaşe dikim, lê dema êvarê diçim malê jî ji bîr dikim. Li gor min Vîzontele jî filmekî bi vî şêweyî ye. 

 

Me behsa Mahsun Kırmızıgül nekir?

 

Pêwist e gelo, ango kesê ku filmekî sînemayê bikşîne dibe sînemavan? Ji ber ku li gor pîvanên sînema

vanîyê tu tiştek çênekirîye, li gor min ew ne sînemavan e jî.

 

Wê deme çima fîlmên wî ewqas tên temaşekirin, gelo bandora çanda populer e? Ne pêwist e ku meriv mafê wî bidê?

 

Ango serkeftina sînemavanîyê çi ye? Ez filman li gorî gîşeyê nanirxînim. Helbet fîlmên ku hem jî alîyê hunerî ve hem jî ji alîyê gîşeyê ve serke

vtî bûne, hene. Lê ez ji tu tiştên ku ev meriv dinivîsîne, xêzdike û çêdike ne kêfxweş im. Ango sînemaya dinyayê ewqas berfireh e ku ez dê çima tiştên ku Mahsun Kırmızıgül çêdike binirxînim. Çima ez dê dema xwe bi wî re xerc bikim. Ew di tarîxa sînemayê de bîhnokek jî nîne. Ango ez têdigihîjim Yilmaz Erdogan bûye perçeyek çanda Tirkîyeyê, kurdbûna wî û hwd. girîng e, lê çima yê duyem, sêyem lê zêde bikim.  Wekî mînak em dikarin Sermiyan Midyadî jî li vana zêde bikin. Ango ji hêla din ve di navbera Yilmaz Erdogan û Mahsun Kırmızıgül de cudahîyek mezin tuneye. Lê ez Yilmaz Erdoganî hîn bi qelîte dibînim. Ji hêla sînemavanîyê ve, bi kêmasî ji hêla zimanî ve. Kesek tenê bi fîlmê xwe nikare bê nirxandin. Ji alîyê kesayetî û rewişta xwe jî li paş perdeyê radiwest e.

 

Hin sînemavan û derhênerên kurd yek-du fîlman çêdikin û radiwestin, berdawamîya wan naynin. Wekî mînak Nizamettin Ariç -Kilamek ji bo Beko-, Senar Turgut -Sîyabend û Xecê an jî Mem û Zîn-. Gelo sînema wekî heweseka demborî tê ditîn an jî ji ber ku karekî pir dijwar e, demek şûnde dev jê tê berdan?

 

Sedema vê yekê bê xwedîtî ye. Dema em li dinêrin Nizamettin Ariç muzîsyen e û berê lîstikvanî jî kirîye. Û di eslê xwe de tu gav davêjî qada ku ne aîdê te ye û hewl didî ku li gor derfetên xwe  projeyeka pir biha bi kar bînî. Belê sinema çêkirin û pere bidestxistin gelek dijwar e û wekî kurd biserketin hîn jî dijwartir e. Lewre tu nikarî ji welatê ku tu lê dijî pere bi dest bixî, tu hatîyî qedexekirin, tu hatîyî vederkirin û tu tuneyî. Li derveyî welat jî tu bîyanî yî, wekî sedeqe pere bidin te jî tu nikarî hunera xwe li derveyî daxwaza wan bi kar bînî. Li gel van sedeman tesîra tunebûna perwerdeya sînemayê jî mezin e. Wekî mînak du sedemên serkevtîbûna Bahman Gobadî hene. Ya yekem bi rastî jî sînemavanekî pir baş e; şêweya îfadekirin û zimanê wî pir bi hêz e. Ya duyem sînemavanekî bi azmend e. Pir baş dizane ku dê rêya xwe çawa bişopîne, pere çawa bi dest bixe. Merivên ku produksîyonê çêkin ji derdor û malbata xwe hildibijêre. Li vê derê azmendî û têgiha piyasaya sînemayê tê cem hev. Ev rewş bi kurdan re têkildar nîne. Mixabin ger ev herdu taybetmendî, ango ji sînemayê baş fêmkirin û pîyasayê baş zanîn li gel hev nebin meriv nikare bibe sînemavanekî baş. Tenê sînemavanekî başbûn jî têr nake. Ez vê yekê bi awayekî vekirî bi lêv dikim. Di dahatîyê de serkeftîbûna min jî girêdayîyê vê yekê ye. Ev yeka ji bo her sînemavanekî pêwist e. Divê tu têkilîyan peyda bikî, bi azmend bî. Wekî mînak pîyaseya sînemayê ne li gor rewişta (karekter) min e. Ji ber vê yekê ez gelek zehmetî dikşînim. Dema ez li Almanyayê diçim cem produktorekî ger bêyî ku li çavên min binêre bipeyive ez bi wî merivî re naxebitim û naxwazim pêre bixebitim jî. Wê deme çi dibe, belê ez nikarim fîlm çêkim, lê bi kêmasî tê wê wateyê ku ez êşa zik jî nakşînim. Çima ev sînemavanên ku te behsa wan kir, hatin û çûn. Na ji bo hewesê vî karî nekirin. Kes ji bo hewesê van zehmetîyan nakşîne. Lewre ez ji bilî Bahman sînemavanêkî kurd ku ji sînemayê pere qezenc dike nabînim û nafikirim jî. Belkî kesên ku ji bo populer bibin vî karî dikin hene, lê ev rastî li her derê tê dîtin. Ev rewşeka xwezayî ye. Belê em her çiqas kesayetên polîtîk bin jî perçeyek ji çand û sînemaya populer in. Tu dixwazî bêyî naskirin û hezkirin, lê ancax herdu xalên ku min behs kir li gel hev bin meriv dikare bibe sînemavanekî baş. Wekî din tu rê tuneye.

 

Li gor te ji bo sinemaya kurdî bi pêş keve û di nav pêvajoyê de kevirên sinemaya kurdî bi cih bibin divê kîjan gav bên avêtin?

 

Gava yekem hebûna Kurdistaneka azad e. Ango wekî min kir, tu radibî ji Berlînê diçî Amedê û di nav mercên dijwar de fîlmekî çêdikî û jêre dibêjî sînemaya kurdî. Ger niha dibêjim ez bi filmên tirkî yên arabesk mezin bûme û van filman li ser min tesîrek hiştîye, tê wê wateyê ku ez bi tesîra fîlmên arabesk yên kurdî mezin nebûme. Lê dema Kurdistan ava bibe rêzefîlmên kurdî bên kişandin, listîkvanên kurd hebin, zemînekî azad hebe, senarîstên kurd bi zimanê xwe binîvîsînin dê nasname û zimanê sînemaya kurdî jî çêbe. Wê deme dê ji nirxandineka nijadî wêdetir nirxandineka hunerî derkeve holê. Dê çibe wê demê? Dê hunermendê civatê berhemên hunerî derxin. Belkî bi salan şunde dema Kurdistan ava bû ev 15-20 fîlmên me bibin 2000 fîlm, wê dema em dê bikaribin bêjin ev filmê hunermendê ji Duhokê an jî ji Batmanê bi keyf tê temaşekirin, lê wê demê jî meriv dê bikaribe bêje sinemaya kurdî ew jî pirsxalek e.  Wekî mînak îro Nuri Bilge Ceylan nûnerîya sinemaya tirkî dike  an jî Ömer Faruk Sorak, Mahsun Kırmızıgül an jî Ibrahim Tatlises. Kîjan sinemaya tirkî ye. Huner xebateka ku kesek derxistîye holê ye. Tu dikarî vê hunerê bi jînenîgarî û nasnameyê re têkildar bikî, lê ne bi civatekê re, bi taybetî jî bi cıvata kurd re têkildar kirin gelek dijwar e. Min fîlma xwe ya yekem ya dirêj li Amedê çêkir. Çima li Amedê? Ji ber ku ez wekî meriv berpirsîyarîyên xwe dizanim û di nav mercên polîtîk de mezin bûme. Min dizanibû li xalê min îşkence hatibû kirin, hemû malbata min belav bûbû û sedema vê yekê jî kurdbûna me bû. Belê wekî meriv gelek berpirsîyarîyên min hene, ez merivekî dinyayî me, lê berî her tiştî berpirsîyariya min ji bo gelê kurd heye. Heta ku kêşeyên civata me çareser nebin ez dê nikaribin tiştên din çêkim. Belê ji ber vê sedemê belkî fîlma min a duyem dê li Kurdistanê çênebe, lê yê sêyem dîsa dê li Kurdistanê çêbe. Lewre tiştên ku ez dixwazim bi fîlmên xwe dest nişan bikim, çîrokên merivên ku ez ji wan hez dikim in. Wekî mînak dema hûn li kurtefîlmên min binêrin, yê yekem Bêrîvan e. Li wir dîyalogek heye. Ew jî bi kurdî ye. Çîrokek malbateka kurd ya koçber e. Di fîlmê min ê duyem de dîsa çîrokeka malbateka kurd heye, lê min ev fîlm bi tirkî çêkir. Lewre min newêrîbû wê demê bi kurdî çêkira. Lê xala herî girîng ev e: li gel ku ez li Almanyayê dijîm tiştê ku min eleqeder dike bîyanî ne. Dema ez bi vê nasnameya xwe dinêrim dibinim ku birîna min a yekem kurdbûna min e. Daxwaza min a ji kurdan behskirinê dê tu car winda nebe, lê di heman demê de em di derheqê sînemavanîyê de gengeşî dikin. Ji bo vê yekê jî berpirsîyarîyeka min heye. Ger em tenê wekî kurd li dinyayê binêrin, em dê nikaribin tiştên xweş biafirînin. Lê ew nayê wê wateyê ku ez şêwe û metoda xebatê ya Yilmaz Erdoganî exlaqî dibinim. Ez helwesta wî tenê wekî kurdekî berpirsîryarîyên xwe nayîne cih nanirxînim. Ez dibêjim ew bûye parçeyek ji vê sîstema kolonyal. Ev helwest di me hemûyan de heye, lewre kê ji me Yilmaz Erdogan boykot kir? Me boykot nekir. Me fîlmên wî bi hev re temaşe kir û îro em li ser gengeşî dikin. Çima? Dikaribû bibe parçeyek sinemaya kurdî, lê nebû. Lê Yilmaz Guneyî ev yek kir. Vê yekê kir û bedela wî jî bi canê xwe da. Herdem dikaribû ji zindanê bireve, lê nerevîya. Ulsera wî veguherî pençeşêrê û hwd. û hwd.  Ger meriv biberhevde belê Yilmaz Guney berî her tiştî wekî meriv hebû. Ne tenê wekî kurd. Wekî merivê gel, wekî sosyalîst hebû. Wê deme tu nikarî bipîvî. Îro em çima behsa Yilmaz Guney nakin behsa Yilmaz Erdogan dikin. Ev çewt e. Çima em li ser wî dipeyivin. Îro li Cannesê Yilmaz Erdogan tê peyivîn? Li Oscarê tê peyivîn? Na. Çima, lewre tu qîmeta wî ya sînemavanîyê tuneye. Lê ya Yilmaz Guney  heye. Sedema hebûna Yilmaz Guney jî nirxên wî yên merivahîyê û mijarên fîlmên wî ne. Yilmaz Guney berhemên demdirêj û mayinde hiştine.

 

Zor spas.

 

* Ev hevpeyvîn bi zimanê tirkî hatîye çêkirin û ji bo kurmancî hatîye wergerandin.




 Miraz Bezar kî ye?

Derhêner Miraz Bezar, di sala 1971ê de li Enqereya paytexta Tirkîyeyê hate dinê. Ji binemalek welatparêz ku bi eslê xwe ji bajarê Agirîyê ne tê. Bezar, di 9 salîya xwe de hate Almanyayê û li cem malbata xwe ya ku berê wekî karker hatibûn vî welatî bi cih bû. Berîya ku dest bi karê sînemayê bike, li Bremenê staja xwe li ser televîzyon û radyoyê kir. Dûre li vê derê demekê tevlî komeka şanoyê bû û lîstikvanî kir. Piştî ku di sala 1994an de hate Berlînê, perwerdahîya xwe li ser derhênerîya sînemayê domand. Miraz Bezar, wekî derhêner di sala 1995an de bi kurtefîlmek bi navê 'Bêrîvan' derket pêş raya giştî. Di sala 1998an de di pêşbirkek li bajarê Oberhausenê de ji bo kurtefîlmê xwe yê bi navê 'Dûr' xelata xwe ya yekem wergirt. Kurtefîlmên ku kişandî di festîvalên navnetewî de jî hatin nîşandan. Bezar, ji bilî derhênerîyê, herweha senaryo dinivisîne, ji montaj û deng jî fêm dike. Derhênerê kurd, fîlmê xwe yê yekem yê dirêjmetraj yê bi navê 'Min Dît' di sala 2009an de li Dîyarbekirê kişand. Fîlm li salonên sînemayê yên Kurdistan, Tirkîye û Ewropayê hate nîşandan û deng veda.