"Mirina Bêsî"

Çand û Huner

Romana ku ji bo Wedat Aydin hatiye diyarî kirin, li ser sêyînîyê ava bûye. Perdeya yekem bi birina Hogir ya ji malê dest pê dike. Hatina sê kesên ku wî ji malê derdixin, ne weke hatinên berê ye, Hogir lê diheyire û berê xwe dide hevjîna xwe Xangulê, ew û Xangulê her du jî dixwazin hestên xwe yên neyînî ji hev veşêrin. Nivîskar jî weka nepenîya wan sê kesan, ji wan re Keledirêj, Kej û Kintir dibêje. Ev sê kes jî Hogir radestî sê kesên din dikin. Yek ji wan sê kesan berpirsîyarê Jîtemê Acem e. Beşa yekem ya Ayê jî bi ji xewrabûna Narînê dest pê dike. Narîn, lehenga duyem ya romanê ye.

Karakterên Romanê: Karakterê herî girîng ê romanê Hogir (bi navên din Mîrze, Merwan û Aydın) e. Teknîkeke serkeftî tê bi kar anîn, Hogir di nav şoreşa gelê xwe de bi xortanî tê bi cî kirin. Li Silîva (Farqîn) yê di komeleyekê de cî digre, herdem pêşengekî bi xwe bawer e, ew û Narînê dildarên hev in. Li Farqînê navê wî bi piranî Mîrze ye. Narîn bi xebatên fêrbûna ziman li komelê ku ji layê Mamoste Filît ve ders dihatin dayîn, Mîrze dinase. Roja Serê Gulanê ku keç û kur li seyrangehê bi azadî hev dibînin û dildarên xwe hildibijêrin, di dîlanê de Cindî dikeve destê Narînê, devê xwe dibe ber guhê wê, dibêje ez ji te hez dikim, bi vê gotinê Narîn tengezar dibe, ji dîlanê dertê, lê, di heman rojê de Mîrze bi nivîseke wiha hestên xwe pêşkêşê wê kiribû: "Çi gava ez dikevim nav behra hingivînîya çavên te û bi çêj û elesa kana dilê te ditamijim, di kûrayîya wan de tofan li dilê min radibin..." (r.36). Mîrze, Narîn û Cindî sê karakterên sereke ne. Malbata Narînê birayê wê Nadir, dotmama wê Perîza, pismamê wê Ferman, diya wê û bavê wê di nav feodalîyê de ne, ji metirsîya derdorê ne be, bi feodalî nafikirin. Derdora Narînê keçeke weka Laleş, Seyran, Zêrîn zêde derbas nabin, bes Laleş jî weka dildara Mîrze ye.

Honana Rûdawê: Bûyer bi revandina Hogir dest pê dike. Jîyana Hogir wek teknîka paşvegerînê jî têr û tije ji bo vê bûyerê nehatiye honandin. Di perdeya duyem de li Navedêzê di tengeha taybet de îşkenceyên giran li Hogir tên kirin û agahîyeke ensîklopedîk tê dayîn, lê agahî bi bûyerê ve xweş nehatiye honandin…

Şêwe: Vegotina çîrokê li ser devê lehengan tê pêşkêş kirin. Vebêjer dema niha jî bi kar tînin. Dibe ku bê gotin çîrok bi gîyanê xwe li ser derd û kula ava buye, lê di Serê Gulanê de teswîr kêm e. Di beşa Gyê ya duwem de û di beşa Byê ya sêyem de li ser bedenan (Kela Amedê û Kela Farqînê) agahîyên ensîklopedîk tên dayîn. Zimanê romanê ne herikbar e, poetîka wê kêm e, wek mînak di tevahîya romanê de, strana Ey Bilbilê Dilşad, du caran tê zimên. Ji bo nivîskarekî ku ferhenga biwêjan amade kiriye, têra xwe çêja biwêjan di pexşanê de ranexistiye.

Zeman û Mekan: Roman ji hêla zeman ve bi bûyerên wekî 12ê Îlonê ve hatiye girêdan, yanî têra xwe dem diyar kiriye. Ji hêla mekan ve ji serkeftî ye. Rûdaw li Amed û Farqînê bi agahîyên dîrokî xwe dihone. Tevî ku mijar dîroka nêzîk e jî.

Cîhana Romanê: Roman li ser gîyanê leheng Hogir û Narînê ava bûye. Di romanê de niqaşên siyasî, wek helbijartina dirûşman didin xuya kirin ku jîyan bi her layên xwe tê jîyîn. Mîrze kesekî kurdewar e, dixwaze di belavokê de zimanê kurdî jî bê bi kar anîn, lê Cindî jî ji hesûdîya xwe dibêje, "Ka kî yê kurdî fam bike?" yanî ji xelqê dûr ketiye an ji evîna Mîrze û Narînê dibehece, mirov dikare bêje ku her du layên wî jî hene. Lewma tê guman kirin ku muxbîrîya Mîrze jî wî kiriye. Hogir serokê partîyeke kurdan e, ji ber dirûşmên siyasî lê tê gerîn.

Nasnameya Romanê: Pirsgirêka nasnameya romanê heye. Li ser çewtîya nasnameyê nivîskar Omer Dilsoz, gotarek bi ser navê, "Zeraq"ê Daye Mirina/Kuştina Bêsî" nivîsî û di malpera Diyarnameyê de weşand. Bi rastî jî weka me li jor jî gotibû, pirsgirêka nasnameyê zêde ye, tenê lehengekî romanê bi çar navan tê pêşkêş kirin. Mirov dikare bêje roman xwe dispêre bûyerên dîroka nêzîk, ew jî dikare bala xwendevanan bikişîne.