Muftiyê Qudus'ê ku her dimîne

Di nava şerê propagandayê yê Îsraîlî de
Translator

Di van salên dawiyê de, bi piştgirtiya çalak a partîzanên her du aliyan ên li Ewrûpa û Dewletên Yekgirtî, şerê propagandayê ku Îsraîl li dijî fîlistîniyan û ereban bi rê ve dibe, bi awayekî pir darî çav gur bû. Ev qonaxa taybet a şerê ereb-îsraîlî ji bo dewleta Îsraîl’ê timî gelekî girîng bû: Îsraîl ji destpekê ve wekî keleheke di nava derdoreke herêmî ya dijminane de xwe bi cih kiriye, neçar e piştgirtiya welatên Rojava ji bo doza xwe bi dest bixe.

Di sala 1982’an de, di dema dagirkirina Lubnanê de, cara yekem îmaja Îsraîl’ê li ber çavên Rojavayê gelekî xerab bû. Raya giştî ya cihanê, bi dorgirtina demdirêj a li Beyrûd’ê û bi komkujiyên di kampên filistîniyan, Sabra û Şatîla de yên bi çavdêriya Îsraîl’ê pêk hatî, behitî û matmayî ma. Di nava Îsraîl’ê bi xwe de ev trawma, ku dişibe ya li Dewletên Yekgirtî ya bi şerê Vîetnam’ê re çêbû, hîna jî didome .

Di navbera vê keliyê û dema întîfadaya yekemîn a salên 1987-1988’an de, yên ku bi navê “dîroknasên nû ” dihên naskirin, çîrokên efsûnî yên herî girîng ên îdeolojiya siyonîst a dewleta îbrî bi awayekî rexnegir, ji nû ve analîz kirin. Ev jinûvenivîsandina dîroka destpêka Îsraîl’ê, rê li ber fikreke “post-siyonîzmê” vekir. Ev tevgera fikr, kêmjimar be jî, di warê çawaniyê de girîng e. Lê vê yekê ne karibû gav bi gav alîrastbûna civaka Îsraîl’ê rawestîne, ne jî karibû xitimîna pêşwext a Lihevkirinên Oslo’yê, heta bi îddîakirina “neo-siyonîzmeke” êrîşkar rawestîne.

Bi ya vegotina civaknasê îsraîlî Uri Ram, “post-siyonîzm welatîbûneke (piştgirtiya yeksaniya mafên -ji bo herkesî- dike û bi vî rengî dewleteke ji bo tevahiya welatiyên xwe yên di nava sînorên xeta kesk de [sînorên Îsraîl’ê beriya şerê 1967’an] tercih dike) gerdûnî û dinyayî dixwaze. Neo-siyonîzm tiştek e ku xwe taybet dibîne, eşîrparêz e, cihû ye, etno-netewperest e, muhafazakar e, û hinekî jî faşîst e ”.

Sabotekirina gotûbejên aştiyê ya ji aliyê Îsraîl’ê ve, bi çêkirina wargehan, dagirkirina bi lez û bez a Fîlîstîn’ê û êrîşên wê yên kujer ên bi ser Lubnan’ê (2006) û Gaza’yê (2008-2009) de, îmaja Îsraîl’ê bi awayekî dijwar xerab kir. Da ku vê xerabbûna îmaja xwe baş bikin, karbidestên fermî yên îsraîlî û alîgirên wân ên zexm ku li rojava ne, wekî her tim, serî li bîranînên Shoah didin. Bi vî awayî ew hêvî dikin ku kiryarên xwe rewa bikin .

Ya ji vê jî çêtir ev e: Wan her tim hewl da ku filistîniyan û ereban jî bikin hevkarên tawana nîjadkujiyê ya bi destê Naziyan. Bi vê armancê, hema piştî Şerê Cihanê yê Duyemîn, payedarên siyonîst mixabin mînaka bi nav û deng a “Muftiyê Qudus’ê” der dixin pêş. Muftî di salan 1920’an û 1930’î de fîgurekî girîng ê neteweperweriya filistînî bû. Ev zilam ê ku navê wî yê rastîn Emîn el-Huseynî bû, di sala 1937’an de ji aliyê Îngilistan'ê ve ji Fîlîstîn’ê hat mişextkirin. Ew jî, piştî ku çendekê li Îraqê ma, di sala 1941’ê de tev li nav Hêzên Mihwerê bû. Ew, li Berlîn û Roma’yê, di propagandaya rêjîmên faşîst û nazî de, û di damezrandina komên musulman ên boşnak ên di nava SS’ê de bi roleke çalak rabû- lê belê van koman kiryarên li dijî cihûyan nemeşandin.

Emîn el-Huseynî beriya mişextbûna xwe ya Ewrûpa’yê jî, di nava civaka ereb de û heta li Filistîn’ê jî têra xwe bêqîmet bû. Bi ya daneyên dîroknasekî leşkerî yê amerîkî, tevî ew qas hewldanên tevlêkirina nava refên Hêzên Mîhwerê, bi tenê 6 hezar 300 leşker ji welatên ereb tev li “saziyên cihê yên leşkerî yên alman” bûn. 1.300 ji wan ji Fîlîstîn, Sûrî û Îraqê bûn, yên mayî jî ji Afrîka’ya Bakur bûn. Divê em vê hejmarê li ber hejmara 9 hezar leşkerên ereb ên ku bi tenê ji Filistîn’ê tev li nav refên arteşa Îngilîz bûbûn bidin ber hev. Divê mirov wê her weha bi hejmara erebên Mexrebê, ku di nav refên Arteşa Fransî ya Rizgariyê de şer dikirin jî bide ber hev ku ev hejmar 250 hezar bû. Piraniya kuştî û birîndarên vî şerî jî ew bûn .

Tevî vê yekê jî, di propagandaya tevgera siyonîst de, miftî wekî nûnerê fermî yê filistînî û ereban dihê nîşandan. Tevgera siyonîst xwest di sala 1945’an de muftî li Dadgeha Navneteweyî ya Nurnberg’ê wekî ku di pêvajoya qirkirina bi destê Naziyan de xwediyê roleke mezin be were dadgehkirin. Ev daxwaz pêk nehat. Vê propagandaya îsraîlî ew qasî nivîs, kovar û pirtûk derxistin ku di wan de Huseynî dike tawanbarê mezin ê li hemberî gel ku divê bê cezakirin, ku mirov bi hêsanî dikare bawer bike ku ev zilam yek ji celadên girîng ên Naziyan bû. Divê em qebûl bikin ku fîgura muftî destûr da ku filistînî wekî hev-berpirsiyarên qirkirina cihûyan a Hîtler werin nîşandan û bi vî awayî Îsraîl’ê dikarî xwe rewa nîşan bide ku welatê wan bike “dewleteke cihû”.

Ev motîvasiyon, ji dema ava bû û vir ve, bû dubareyeke misêwa di nava propagandaya Dewleta Îsraîl’ê de. Ew sedema girîngiya fîgura miftî bi dîwarê abîdeya Yad Vashem a ji bo bîranîna Shoahê li Quds’ê tîne ziman. Tom Segev balê dikşîne ser ku ev dîwarê ji bo bîranînê avakirî, wisa hatiye lêkirin ku mirov projeya qirkirinê ya naziyan bi dijminatiya ereban li dijî Îsraîl’ê re girêdayî hîs bike. Li aliyê din jî, Peter Novick bala xwe da Encyclopedia of the Holocaust (Ansîklopediya Qirkirina Cihûyan) û dît ku tê de nivîsa danasîna mitfiyê li ser Yad Vashemê cih digire, ji nivîsên danasîna Himmler, Heydrich, Goebbels yan jî Eichmann gelekî dûvdirêjtir e. Ji nivîsa li ser Hîtler bi tenê hinekî kurttir e.

Bi agirê gêş ê nijadperestiya dij-ereb û yê tirsa ji Îslamê (îslamofobî) ku ji dema êrîşên 11’ê Îlona 2001’ê û vir ve har bûye, çapkirina nivîsên armanca wan îspatkirina hebûna xetereke qirkirineke li dijî cihûyan di sala 1948’an de li Filistîn’ê hebû, gelekî zêde belav bûn. Ma ne rast e ku wekî miftî, ereb bi qasî naziyan kîna wan li dijî cihûyan hebû – û îro jî ev kîna wan dimîne? Di van şert û mercan de, ma derxistina filistîniyan bi avakirina Dewleta Îsraîl’ê re, û di vê çarçoveyê de tepisandina wan, ne mafê xweparastineke rewa ye?

Di nava vê loda propagandayê de nivîs û pirtûkên wisa bi kar tîne, didu ji wan ji ber xebatekê li ser arşîvên naziyan in, cihê û cidî xuya dikin: Ya Klaus-Michael Mallman û Martin Cuppers û ya Jeffrey Herf . Di her duyan de nivîskar dinyaya ereb û zimanê wê gelekî kêm nas dikin. Dosyayeke rexnekirinê ya li ser pirtûka Mallman û Cuppers ya bêkêmasî di kovara Weqfa Auschwitzê de heye, Témoigner entre histoire et mémoire (Şahidbûna di navbera bîr û dîrokê de) . Di tevkariya xwe ya vê dosyayê de Dominique Trimbur îddîa dike ku ev nivîs “di nava herikîneke dîrokî de ya ku di bin têsîra rojevê de ye, cihê xwe digire. Rojeva destpêka salên 2000’î [...] Tevahiya xebatê bênuans hatiyê çêkirin. Wekî mînak wexta qala ereb‘an’ yan jî qala Cihan‘a’ musulman dike, mirov dikare tê de dubarekirin û bêhtir qebûlkirina îdiyoma ‘şerê şaristaniyan’ bibîne”.

Li hemberî bikaranîna bi vî rengî ya bîranîna Shoahê ji aliyê Tel Avîv’ê ve û ji bo ku doza filistînî rewa bike, du meylên bi hev re nakok li aliyê ereb peyde bûn: Li aliyekî şibandina kirinên Îsraîl’ê û kirinên naziyan, versiyona ereb a kevneşopiya gelekî kevnar a îsraîlî ku aliyê îsraîlî pê filistînî û ereban dişibîne naziyan; û li aliyê din jî înkarkirina bûyerên Shoahê (ku jê re dibêjin negasiyonîzm).

Di cihana ereb de têkelkirina van her du nihêrînên nakok ji aliyê gelek ereban ve – nihêrînek jê nazîzmê wekî asta herî bilind a xerabiyê dike dibîne, û ya din îddîa dike ku nazîzm bi qasî ku tê gotin xerab nîne – bi awayekî eşkere nîşan didin ku: Ev bi şîddeteke sembolîk hewldaneke bersivdanê ye ku armanca wê telafîkirina bêgaviyeke bersivdaneke bi bandor a li dijî şîddeta bi rastî ye. Serokkomarê Îran’ê Mahmûd Ehmadinejad dixwaze bilindbûna vê negasiyonîzma muhafazakar û hisî di pêşbaziya xwe ya bi melîktiya Suûdî re bikar bîne. Ew dixwaze sempatiya Îslam’a sûnî ya ereb bi dest bixe.

Ya rastî, yên ku di civaka ereb de ji dil û bi zanîn pişgirtiya vê nihêrîna nenormal a negasyonîzma rojavayî dikin – ji bo wan negasiyonîzm dibe “antisiyonîzma ehmaqan” (em li vir bi şiklekî din, biwêja navdar ku antîsemîtîzmê dike “sosyalîzma ehmaqan” dubare dikin) –gelekî kêm in, hindikahiyeke pir piçûk in.

Piraniya alîgirtina negasyonîzmê, bêhtir ji ber qedandina sebra mirovan e. Anketên li ser fikra raya giştî ya filistîniyên li Îsraîl’ê hatî kirin, vê rastiyê derdixin holê. Ev ereb bêguman di nava ereban de yên sebaret bi qirkirina cihûyan de herî zêde agahdar in. Lewra ev mijar di bernameya perwerdehiya dibistanan de ya ji aliyê meqamên îsraîlî ve hatî amade kirin têra xwe cih digire . Zanîngeha Haifa’yê sala 2006’an anketek çêkir. Di encama vê anketê de surprîzeke giştî derkete holê. Ji sedî 28’ê erebên îsraîlî êdî shoah qebûl nedikirin, ev hejmar bi ya asta xwendinê ya kesên tev li anketê bûn, mezintir dibû (asta xwendinê çi qasî bilind be, hejmara kesên ku qirkirin înkar dikirin zêdetir dibû) . Du salan paşê di çarçoveya şîddeta zêdebûyî de heman anket careke din hat kirin û anketê nîşan da ku ji sedî 40’ê beşdarên anketê negasyonîst bûn !

Wisa xuya ye ku tirsnakbûna vê rewşa heyî, ji her demê bêhtir komunîkasyona di navbera her du aliyan de neguncan dike. Lê belê dîsa jî herkesê ku dijberiya di navbera ereban û Îsraîl’ê de nas bike ku di dehsalên hema piştî sala 1948’an û yên hema piştî sala 1967’an de dest pê kir û xuya ye kêm nabe, dizane ku îro tevî her tiştî, hejmara ereb û filistîniyên ku amade ne bi Îsraîliyan re di nava aştiyê de bi hev re bijîn, zêdetir e. Ew kes her weha dizane ku hejmara îsraîliyên zilmkirina li filistîniyan ji aliyê dewleta xwe ve wekî gunehekî qebûl dikin jî, ji ya ku em guman dikin, bi gelekî zêdetir e.

Werger ji fransî
Lokman Turgut

Çavkanî

GILBERT ACHCAR : Profesorê Dibistana Perwerdehiyên Rojhilatî û Afrîkî ya Zanîngeha London’ê (SOAS), nivîskarê pirtûka Les Arabes et la Shoah. La guerre israélo-arabe des récits (Ereb û Shoah: Bi gotina xelkê şerê di navbera Îsraîl û ereban de), weşanên Sindbad/Actes Sud, Parîs, 2009.