Nakokîyên Şoreşa Bolîvyayê

Translator

Hezîrana 2011ê, Fona Darayî ya Navneteweyî (IMF-International Monetary Fond) û Banka Cîhanî (World Bank) pesnê "rêvebirina muhkem a makro-ekonomîk" a hikûmeta Bolîvyayê dida. Çend mehan berî vê, cadeyên La Pazê bûbûn gorepana qêrînên xwepêşanderan ku doza bilindkirina meaşan dikirin. Hindek alîyan "vegera bo neo-lîberalîyê" ya di bin çavdêrîya serok Evo Morales de mehkûm dikir. Gelo dibe ku dawîya wê "vîraja çepê" ya latîn-amerîkan hatibe, ku hatina ser desthilatê ya vî sendîkagerê cotyar û binkî nîşaneya herî berçav a wê vîrajê bû?

Li Bolîvyayê gendelî û bertîl nehate binbir kirin; elîtên nû hindek ji xetayên selefên xwe careke din dubare dikin; dubendîyên civakî dem bi dem dîsa rû didin. Gelo digel vê hindê jî mirov dikare bêje ku rêveberîya Morales "xayîntî" kir? Ma ne kêşeyên li ber "şoreşa demokratîk û çandî" ya Bolîvyayê, heman nîşaneyên nerihetî û alozîyên hereketên veguherîna civakî ne? Ev nezera Alvaro García Linera ye, ku navbirî xwedanê cihekî taybet e di siyaseta latîn-amerîkan de.

Ew kevnegerîla, sosyolog, nivîskarê gelek berheman, di heman demê de cîgirê serokê Dewleta pir-neteweyî ya Bolîvyayê ye. Lewma, tehlîla wî li hember kêşe û dubendîyên ku ew dinirxîne, ne ya çavdêrekî objektîv e: Ew wek siyasetmedarekî ku xemxurê bergîrîkirina îmaj û kiryarên rêveberîya xwe ye, nirxandinên xwe pêşkêş dike. Lê belê, ev yek qîmeta şahidîya wî danaxe: Lewre kêm in ew rewşenbîrên ku bi zehmetîyan re yên ku rastî li ser teorîyên wan ferz dike, rûbirû dibin; bi heman rengî, kêm in ew rêveberên siyasî ku wate û encamên teorîk yên kiryarên xwe analîz dikin.

Bi eşkerekirina kêşeyên ku kolektîvîteyek –gelek, dewletek– tûşî wê dibe, nakokî lezê li peydabûna çareserîyan dikin. Bi rêya van alozîyan, civak bi pêş dikeve, di navbera komên civakî de îtifaq bi rêk dikevin û civak (qismen an jî bi temamî) xwe ji wan astengên li ber geşedana xwe rizgar dike.

Ji sala 2000ê, tarîxa seferberîyên ewil û berfireh ên li dijî taybetîkirina avê, heta 2009ê, tarîxa ji nû ve hilbijartina sendîkagerê cotyar Evo Morales bo serokdewletîyê bû (kronolojî û çarçoveya me ya bi navê "Pênc qonaxên veguhartina dewletê" bixwînin), Bolîvya di dubendîyeke bingehî re derbas bû ku gelê Bolîvyayê anî hember împeretorîya Amerîkayê û hevalbendên wê yên ji bûrjûwazîya lokal ku bi neolîberalîzmê ve girêdayî ne.

Hilbijartinên 2009ê, ku rêveberîya Morales bi rengekî bihêztir jê derket (1), ev gefên derekî lawaz xistin. Hingê, li ser awayê birêvebirina pêvajoya gorankarîyê, di nav bloka neteweyî-gelêrî bi xwe de nakokîyên taze peyda bûn, di navbera beşên cuda de ku pêvajoya gorankarîyê bi rê ve dibin. Çar ji van alozîyan, ku hemû jî duhemî ne, nisbet bi dubendîya bingehîn ya li dijî emperyalîzmê, di navenda pêvajoya şoreşger a Bolîvyayê de cih digirin: Li alîyekî, ew alozî li ber mayîn û berdewamîya şoreşê xeter in, li alîyê din, her ew alozî dihêlin ku amrazên ji derbasbûna bo qonaxa paştir bi dest bikevin.

’’Hikûmeta me ji nûnerên rêxistinên civakî yên binkîyan, cotyaran, karkeran û feqîran pêk tê’’
Pênc qonaxên veguherandina dewletê,
bi nêrîna Alvaro García Linera

Qonaxa yekem (ji 2000ê heta 2003yê) - "Krîza dewletê": Stûnên serdestîya ‘edetî diherifin. Nakokîyên qedîmî (dewleta tek-çandî beramber civaka pirneteweyî, dewleta merkezî beramber arezûya ademî-merkezîkirinê ya civakê, û hwd) her ku diçe şedîdtir dibin û di heman demê de nakokîyên nû lê dizên (arizîkirin beramber dewletîkirina samanên xwezayî, hêza siyasî beramber demokrasîya civakî, û hwd).

Qonaxa duyem (ji 2003yê heta 2005ê) - "Lêkdanên bobelatî": Du projeyên civakê li hemberî hev, ji herduyan jî tê bi awayekî berfireh seferber bikin.

Qonaxa sêyem (2005) - Hilbijartina cotyarekî çermesor bo serokatîya Komarê: Ev dabira di rista sembolîk de nayê wê me’nayê ku çînên serdest hêz ji dest dan. Lê belê, digel vê yekê, nakokîyên di navbera çînên civakî de ketine nav sazîya dewletê.

Qonaxa çarem (ji 2005ê heta 2009ê) - "Xala eşkerebûna duriyanan": Dijminatî digihe asta xwe ya herî bilind, ango lêkdan û bihevketinê. Pêvajo bi "serkeftina" bereya Moralesê ku sala 2009ê careke din hate hilbijartin, bi dawî bû.

Qonaxa pêncem (ji 2010ê ve) - Nakokîyên di nav bloka "neteweyî-gelperwer" de: Nirxandina berfireh di gotara li hember de ye.

Ya yekem, derheq pêwendîya di navbera dewlet û hereketên civakî de ye. Xelk ji hikûmetê hêvîya fealiyetên bilez û praktîk dike, kiryarên ku bersivên berdest dabîn bikin ji bo pêdivîyên xwe yên maddî. Ji bo pêkhatina vê hêvîyê divê qonaxa biryargirtinê bi rengekî kêrhatî were navendî kirin, lê belê hikûmeta me ji nûnerên rêxistinên civakî yên binkîyan, cotyaran, karkeran û feqîran pêk tê, ku bêguman dînamîka wê bi xwe pêdivî bi "sebirkirin"ê heye. Dînamîkên guftûgoyê, danûstandinê û tehlîla pêşnîyarên cihêreng. Rengê karkirina van hereketan bi xwe tê wateya zêdekirina hejmara beşdaran di qonaxa biryargirtinê de. Hikûmeta serok Evo Morales –"hikûmeteke hereketên civakî (2)"– cihê wê hindê ye ku dînamîkên merkezîker û ademî-merkezîker ên biryargirtinê û dînamîkên monopolîzekirin, yên giştîkirina kiryarên rêveberîyê, di navbera lezgînîya encaman û giranîya muzakereyan de têne hember hev.

Bi mebesta helkirina vê nakokîyê, me têgeha "dewleta entegral" pêş xist: Kêlîya ku tê de civak bere bere xwe dike xwedana pêvajoyên hekemîyê û bi vî rengî, dijberîya di navbera dewlet (wek makîneya navendîkirina biryaran) û bizava civakî (wek makîneya ademî-merkezîker û demokratîzeker) de ji ji holê radike.

Armanceke wisa, ji bo cîbicîkirina di demeke kurt de nayê pêş dîtin. Ew encama tevgereke dîrokî ye ku ji pêşketin, paşvekişandin û newekheviyan pêk tê. Ew jî, giraniya mêzînê geh dide vî alî, geh dide aliyê din. Bi vî rengî jî yan bikêriya hikumetê, yan jî demokratîzekirina biriyardanê dixe tehlûkê. Di wê demê de ku ji bo çareserkirina dîrokî ya vê nakokîyê pêwîst e, têkoşîn, bi tenê têkoşîn dikare bike ku hevsengîya di navbera wan du qutban de bê parastin.

Alozîya duyem a afirîner berfirehîya pêvajoya şoreşger –ku ji tevlîbûna zêdetir komên civakî yên cuda û ji lêgerîna îtifaqên mezin dizê– û pêdivîya sabîdkirina rêveberîya binkî, cotyar, karker û xelkê (ku ev yek garantîya meyla siyasî ye) tîne hemberî hev.

Serdestîya bloka neteweyî-şoreşger dike ku hevahengîya çînên karkeran wek şertekê xwe dasepîne. Di heman demê de tê maneya ku divê serokatî (ya tarîxî, maddî, pedagojîk û exlaqî) li ber çavên beşa mayî ya gel, weke rohniya-rêber were ditîn da ku karibe piştgirtiya wê misoger bike.

Bêguman, beşek ji civakê beramber hegemonîya binkî û çînên nizim, dê timî nejidil û bifikar be, ku, kengî derfet hebe, wê weke pira veguhastina hêzên biyanî tevgere.
Lê belê, ji bo bi duristî saxlemkirina rêveberîya çînên nizim, şert e ku tevahîya civakê pê bihese ku gava çînên karker welatî bi rê ve dibin, rewşa civakê tev de berev başîyê ve diçe. Ev şert û ev pêdivî li ser desthilata çepgir ferz dike ku hesabê birek ji pêdivîyên reqîbên xwe jî bike.

Ji bo derketina ji vê rewşê ne reçeteyek ne jî modêlek heye: Bi tenê guftûgo û perwerde dikarin bihêlin ku ev nakokî tesîra xwe nîşan bide û her dîsa ev her du faktor dikarin wê veguherînin hêzeke motor a bingehê veguherîna civakî.

Xeleka fireh a çalakva-nîyan ku sala 2000ê digel şerê li ser avê bi rê ket, ji bizaveke lokal dest pê kir

Kronolojî

2000 - Şerê li ser avê, rêkxistin û çalakkirina şênîyên bajarê Cochabambayê ku li dijî arizîkirina xizmeta belavkirina avê radibin. "Şerê avê" sala 2005ê jî dikudîne û şirketa fransî ya pirneteweyî ya avê Suez-Lyonnaise tê qewirandin.

2003 - Şerê gazê, raperîneke ku li dijî projeya teslîmkirina rezervên mezin ên gaza xwezayî li ser konsorsîyomeke bîyanî dest pê kir. Têkoşîna ku li dû xwe 67 mirî û nêzîkî 400 birîndar hiştin, bi ketina serokdewlet Gonzalo Sánchez de Lozada û bi devjêberdana ji projeyê aşt bû.

2005 - Hilbijartin, %53ê ji dengan diçin bo Evo Morales, rêveberê cotyar û çermesor, serokê Hereketa ber bi Sosyalîzmê ve -Amrazê Siyasî ji bo Serwerîya Gelan (MAS-IPSP an jî MAS). MASa ku sala 1995ê bi rê ket, meylên dijber ên di nav çepgiran de bi xwe ve digire (sendîkagerîya marksîst, çermesor-perwerî û nasyonalîzma şoreşger).

2006 - Hilbijartina Meclisa Avaker, ku di kanûna 2007ê de xebatên xwe diqedîne.

2008 - Serhildana herêma rojhilatî ya Media Luna (di bin rêveberîya muxalefetê de). Hewla darbeyê. Morales di referandûma bawerîpêdanê de serkevtî derdikeve. Qewirandina balyozê amerîkî yê li Bolîvyayê.

2009 - Pejirandina Destûra nû bi referandûmê. Ji nû ve hilbijartina Morales bo serokdewletîyê, bi % 64ê dengan.

Sêyemîn alozîya afirîner a pêvajoya me ya guherînê, ev salek e gelek bi rengekî tîr xwe da der. Ew di hatina hemberî hev ya berjewendîya giştî û berjewendîya taybet a grupekê, beşekê an jî ya takekesekî de xuya dibe. Di navbera têkoşîna civakî, hevbeş û komunîst û destkeftên takekesî, sektorî û arizî de.

Xeleka fireh a çalakvanîyan ku sala 2000ê digel şerê li ser avê bi rê ket, ji bizaveke lokal dest pê kir. Lê belê, ev mesele xema tevahîya welatî bû, lewre welat bi xwe di bin gefa projeyên taybetîkirinan de bû. Piştre şerê gazê geş bû û herwiha têkoşîna ji bo meclisa avaker û verêkxistina demokrasîyeke pir-neteweyî bihêz bû: Ev hemû daxwaz û dawekarî beş bi beş ji alîyê gelên binkî û karkeran dihatine berz kirin, tevî ku ew daxwaz û dawekarî xema hemû bindestan, heta ya tevahîya miletê Bolîvyayê bûn.

Derhatina van dawekarîyan –ku li ser barîkatan, di hingama asêkirina cadeyan de, di xwepêşandanan de û di demên raperînên xelkê welatî de hatine dariştin– hişt ku bernameyeke bidestxistina îktîdarê bê saz kirin ku ew bername di heman demê de bikare piranîya xelkê Bolîvyayê bêxe nav bizavê û wan bigihîne hev. Piştî serkeftina sala 2005ê, hikûmetê hewla cîbicîkirina wê hizrê da. Berî her tiştî, Meclisa Avaker hate rêkxistin, ku bi vî awayî, bo cara yekê di tarîxê de, rê vebû ku Destûra Siyasî ya Dewletê bi destê nûnerên yekser ên hemû tex û çînên civakî yên welatî bê amade kirin. Paşê, me dest avête dewletîkirina şirketên mezin, ku bi vî rengî, derfeta wê yekê çêbû ku beşek ji dahata darayî ya zêdeyî bi rêya bernameya Juancito Pinto, renta dignidad ("alîkarîya birûmet") û Juana Azurduy bê belav kirin. (3)

Heke em xeleka çalakvanîyê wek xêzeke ku meyla bilindbûnê lê ye binirxînin –tecrubeya dîrokî em fêr kirine ku ew meyl piştî heyamekê digihe hevsengîyekê, û paşê, bere bere dadikeve–, em dibînin ku xisleta sefheya pêşî, an jî sefheya hilbûnê, ew e ku tê de sektorên civakî her zêdetir digihine hev, bernameyeke berfireh û giştî tê saz kirin û li ba tex û çînên "nizim", vîn û meyleke rêkxistî û berçav ji bo bidestxistina desthilatê durist dibe.

Hevsengkirin û îstiqrara bizavê di xala herî berz a xêzikê de, hem beramberî heyama cîbicîkirina yekemîn armancên gerdûnî ye, hem beramberî berxwedaneke bihêztir a komên civakî ye ku pişygirtîyê hêza neolîberal a berê dikin: Bêîstiqrar kirin, hewlên kûdetayê, hereketên cudaxwaz, û hwd.(4) Ev qonaxa "jakoben" a pêvajoyê ku tê de, hereketa civakî ya êdî qalibê hêza dewletî vegirtîye xwe diparêze û bi vî rengî bizav û çalakvanîyên nû û asoyên taze yên gerdûnpareziyê ji bo kiriyarên xwe derdixe holê.

Gelê ku dabeşkîrî ye û ji takekesan pêk tê, bere bere tê û li dora dozeke kolektîf xwe bi rêk dixe

Ji cerga duyemîn dewra desthilata Morales, ango ji sala 2010ê û vir ve, em ketine nav qonaxa sêyem a bizavê, qonaxa ku xêzika guherînê berev xwar diçe: Qonaxa alozîyên navxweyî yên bloka civakî-gelperwer, an jî alozîyên di navbera alîyên giştî û arizî de. Derbaskirina vê nakokîyê dê ji bihêzkirina çepera gerdûnî û berfireh a projeya me pêk bê. Heke dawekarîyên komên cuda [qewmî, dînî, hwd.] û şirket û dezgehên yekîtîya şirket û teşebûskaran di vê milmilaneyê de serkeftî derbiçin, jidestdana hêz û şewqa şoreşê dê bibe xala destpêkê ji bo ji nû ve desthilatdarbûna muhafizekaran.

Ev alozîya di navbera dawekarîyên gerdûnî û arizî yên di nav gel de hergav hebûne. Jixwe taybetîyeke şoreşê bi xwe ye: Gelê ku dabeşkîrî ye û ji takekesan pêk tê, bere bere tê û li dora dozeke kolektîf xwe bi rêk dixe. Lê belê, eşkere ye ku sefheyeke nû ya bizav û çalakvanîyê dest pê kiriye, ku jixwe dubendîya dema dawî ya di navbera du fraksîyonên Yekîtîya Karkerên Bolîvyayî (YKB)(5) de –yek alîgira desthilatê ya din ne– nîşaneya qonaxa navborî ye.

Nîsana 2011ê, mamosteyên dibistanan yên endamên YKByê dest bi mangirtinê kirin ku daxwaza wan a serekî ji vê bizavê zêdekirina meaşan bû. Lê belê, ji cerga sala 2006ê, rêveberîya Morales jixwe meaşên karkerên beşên tenduristî û perwerdeyê bi enflasyoneke ji sedî 12ê zêde kirin. Di heman demê de, şaxên din ên îdareya giştî (bo nimûne, wezaretên dewletê) demekê tu meaş nestandin. Meaşên cîgirê serokdewletî, yên wezîr û cîgirên wezîran, ji cerga destpêkirina rêveberîya Morales di sala 2006ê de, ji sedî 30 heta ji sedî 60ê hatine daxistin. Kêmkirina meaşê serokdewletî bi xwe hêj zêdetir bû.

Mirov baş têdigihe ku karmendên tenduristî û perwerdeyê doza zêdekirinên nû dikin di meaşên xwe de, lê belê, ev yek bi tenê hingê mumkîn e gava dahatên dewletê bi xwe zêde dibin.

Siyaseta ku serok Morales dide ber xwe dixwaze şertên jîyana wan bir û taxên herî lawaz û mexdûr baş bike (6) û dixwaze samanên ji dewletîkirin û ji şirketên dewletî tên di merkezekê de berhev bike. Bername ew e ku di warê hîdrokarbûran, maden, çandinî û kehrebayê de binkeyeke endûstrîyel were durist kirin da ku serweteke xweragir bi dest bikeve û herwiha serkanî û samanên welatî bi rengekî bêne bi kar anîn da ku asta jîyana karkeran, çi li bajaran çi li gundan, baştir bibe.

Gava hikûmet bi erênî bersivê bide dawekarîyên mamosteyan ji bo zêdekirina meaşan, hingê samanên ji dewletîkirinê bidestketî dê tenê ji bo baştirkirina dahatên hindek şaxên sektora xizmetguzarîyan bêne mezaxtin. Bi vî rengî, beşê welatî yê mayî, ango piranîya xelkê welatî, li derveyî planê têne hiştin. Herwiha stratejîya binecihkirina endûstrîyê jî dê bikeve tengasîyan (bo nimûne, kirîna makîneyan an jî avakirina binesazîyan), ku endûstrî ye ya ku dê samanên welatî hilkêşe … û bike ku ew saman û dahatên welatî li gel bêne belav kirin.

Rêveberên sendîkayan, ku heta duhî, ji ber aslê xwe yê civakî, li pêş çavê rojnamevanan biçûk û bêqîmet bûn, bi carekê de bûne stêrkên bernameyên televîzyonî

Bereya rastgir îstifade ji vê alozîya di nav bloka gel de kir û organên xwe yên medyayê bire hawar û alîkarîya xwepêşanderan: Rêveberên sendîkayan, ku heta duhî, ji ber aslê xwe yê civakî, li pêş çavê rojnamevanan biçûk û bêqîmet bûn, bi carekê de bûne stêrkên bernameyên televîzyonî.
Em ên ku "hikûmeta hereketên civakî" ne, hewldana me ew e ku cudatîyên di nav bloka gelperwer de bi raya giştî bê munaqeşe kirin. Em hewl didin alozîyên di navbera meylên "korporatîst" û "gerdûnî" de bi rêyên demokratîk çareser bikin; ji bo vê yekê, pêşengan (gelên binkî, cotyar, xebatkar, karker û şagird) han didin ku alaya berjewendîya hevbeş û giştî hilgirin, ku ev yek nayê wateya bêrengkirina takekes û berjewendîya taybet, belku tê wateya di nav çarçoveyeke bêtir giştî de tayînkirina hebûna wê ya mentiqî û maqûl.

Nakokîya çarê ya afirîner ji dijatîya di navbera pêdivîya serfkirina madeyên xam (endûstrî) û endîşeya hesasbûna beramber xwezayê, ango "jîyana bi tewazun" dertê. (7)

Gazindan li me dikin ku me nekarîye samanên xwezayî "bi rastî" bikin dewletî û ku me hiştiye şirketên navneteweyî beşek ji saman û dewlemendîyên welatî têxine bin destê xwe. (8) Lê belê, heke em bivê bi yekcarî xwe ji şirketên bîyanî rizgar bikin, divê em bixwe şarezayên wan amraz û teknîkên teknolojîyê bin ku di destê wan de ne: Wek amrazên teknolojîk ên derxistin û serfkirina madeyên xam. Halê heyî, rewş ne wisa ye. Lewma dewletîkirina yekcarî û temamî bêyî derbaskirina qonaxa binecihkirina endûstrîyê çênabe.

Gihiştina bi fealkirina dînamîkeke wisa dê qaseyên dewletê tijî bike, ji ber ku malên îmalkirî û berhemên nîv-çêkirî nirxekî zêdetir ji yê madeyên xam ên neserfkirî, ku em îro îxrac dikin, tîne. Qonaxa binecihkirina endûstrîyê herwiha bi kêrî bilezkirina pêşketinên teknolojîk dike û bireke zanyarîyên zanistî dabîn dike ku tê heye ew paşxaneya zanyarîyan bibe bingehek ji bo kiryar û hewlên nû yên endûstrîyel ku bêtir xwe bispêrine teknolojîyê û keda mirovan.

Kargeheke petrokîmyayê qederê yek mîlyar dolaran e, kargeheke termo-elektrîkê ji yekê heta sê mîlyar dolaran biha ye

Ne hêsan e mirov li ser vê rêyê bikudîne. Li rexekî, ji ber ku em di vî warî de ne xwedan tecrûbe ne, ev yek me mecbûr dike di heman demê de hem fêr bibin û hem pê kar bikin. Li destpêkê, modernîzekirina endûstrîyel pêdivî bi veberhênanên qerase heye: Kargeheke petrokîmyayê qederê yek mîlyar dolaran e, kargeheke termoelektrîkê ji yekê heta sê mîlyar dolaran biha ye. Xulase, pêvajoyeke dûr û dirêj e: Destê kêm sê sal lazim in ji bo destbikarbûna binkeyên endûstrîyel ên herî biçûk, pênc û şeş sal ji bo yên weset û herî kêm deh sal ji bo kargehên herî mezin.

Hikûmetê biryar girt ku endûstrîya gaz, lîtyûm, (9) hesin û hindek rezervên avê saz bike. Hindek rewşenbîran ev pêvajoya avakirina şirketên giştî wek derhatina kapîtalîzmeke dewletî nirxandin, ango li dijî binecihbûna vîzyoneke "cemawerperwer" û komunîst. (10) Bi dîtina me, kapîtalîzma dewletî ya salên 1950yê, şirketên mezin xistine bin xizmeta zumreyên muşterîyên taybet: Burokrasî, grupên patronan, xwedanên erdên berfireh, û hwd. Lê, bikaranîna zêdeyîyên ji bihêzbûna endûstrîyê, ku Bolîvya teşwîq dike, êdî pêşanîyê dide nirxê serfkirinê, ne ku nirxê wê yê ticarî (11): Ango xema qetandina pêdivîyan berî qazancê tê. Bo nimûne xizmetên bingehîn (av, elektrîk, û hwd.) wisa ne, niha wek mafekî mirovî têne dîtin û lewma têne belav kirin, ango lazimbûna wan ji qazanca wan girîngtir e. Herwiha hewla dewletê ya kirîna berhemên çandinîyê jî dîsa ji bo wê hindê ye ku teqez bike ku gel xurekan bi dest dixe û mal û berhem bi bihayekî "maqûl" têne firotin: Biha wisa têne diyar kirin ku berhem ji bo bikarhêneran berdest bin, ango bihayê berheman bi nisbeta erz û telebê naguhure.

Gava xweza hest bi êrişa li ser xwe dike, di dawîyê de benî-adem pê diêşin

Hatinîya zêdeyî ya ku ji endûstrîyê dikeve destê dewletê dihêle ku dewlet mentiqa kapîtalîzmê ya xwedantîya arizî bixe ber lêpirsîne. Lê belê, bidestxistina serwet û dewlemendîyên wisa dibe binasê bireke netîceyên ji bo xwezaya xirab, ji bo erdî, rêl û daristanan û çîyayan. Û gava xweza hest bi êrişa li ser xwe dike, di dawîyê de benî-adem pê diêşin.

Hemû kar û kiryarên endûstrîyel bi xwe re bihayekî ji bo xwezayê tînin. Lê belê, kapîtalîzmê tehekuma xwe li ser hêz û şîyanên xwezayê çêkirin, su-î îstimal kirin; ango, şîyanên xwezayê xistine bin xizmeta destkeftên taybet, bêyî ku bihizirin ku xerîkê tovê berdar ê xwezayê bi xwe dirizîne. Şert e ku em xwe ji wê qedera, ku rêçeke wiha dê me bibeyê, biparêzin.

Şîyanên gundî û cotyaran yên berhemhênanê û etîka pîşeyî ya cotyaran, bi rengekî dijî mentiqa kapîtalîst tesîrê li pêwendîyên me yên digel xwezayê dike. Ew me han didin ku xwezayê wek beşek ji organîzmeke wisa bibînin ku zindî ye, tekmîl e û mirov û civak bi xwe jî parçeyên wê ne. Bi ya vê vîzyonê, bikaranîna şîyanên îmalkirinê yên xwezayê divê di çarçoveya helwêstekê de bêne gerandin ku rêzê li prensîbên temamî û berdarîya xwezayê bigire.

"Mirovîkirina xwezayê û xwezayîkirina mirovî (12)", digot Karl Marx. Ev e wateya projeya me: Berê xwe bide zanistê, teknolojîyê û endûstrîyê ji bo hilberîna dewlemendîyan –heke na, çawa dê cadeyan, binkeyên saxlemîyê û dibistanan ava bikin ku hemû jî şert in ji bo tetmînkirina daxwaz û hêvîyên civaka xwe?– lê avanî û şiklê bingehîn yê xwezayê baş biparêze. Ji bo xwe, lê herwiha ji bo neslên paşerojê.
Alozîyên afirîner ku bloka gelperwer a desthilatdar li Bolîvyayê xistine ber tesîra xwe, reng û qalibê dînamîkên guherînê jî dîyar dikin: ma ne şoreş bi xwe lehîyên kaotîk ên teşebûsên cemawerî û civakî ne, şewq û hêzên pirtik û parî ku lêk rast dikevin, têne hember hev, li hev zêde dibin û şikil didin hev da ku jinûve dabeş bibin û careke din li hev rast bikevin? Serqise, di vê bareyê de tu tişt ji berê ve dîyarkirî nîne.

Çavkanî

Alvaro García Linera:
Cîgirê serokdewletê, dewleta pir-neteweyî ya Bolîvyayê. Nivîskarê Pour une politique de l’égalité: Communauté et autonomie dans la Bolivie contemporaine, Les Prairies ordinaires, Paris, 2008.

  1. Hilbijartinên kanûna 2009ê, li dû heyameke hewlên bêhêzkirina siyasî ji bo hesaskirina serok Evo Morales bi rê ve çûn, ku Morales di van hilbijartinan de namzedê xelefîya xwe bû. Hindek ji wan hewlan ev in: Raperîna herêma rojhilatê Media Lunayê, referandûma beqayê, hewla darbeyê, rûbirûbûna digel Washingtonê. Tevî vê, Moralesî ji sedî 64ê dengan wergirtin, ku sala 2005ê rêjeya dengên wî sedî 53 bû. Ev têbînîyên di binê rûpelan de yên redaksîyonê ne
  2. Îfadeya "hikûmeta hereketên civakî" tê wê wateya ku digel hilbijartina Morales êdî hereketên civakî (ku ji serê salên 2000ê ve xerîkî bizav û çalakvanîyê ne) bûne xwedîyên hikûmetê
  3. Bi rêzê: Bernameya îmkana perwerdeyê bi rêya belavkirina "kûpon" an jî voucheran, ji sala 2006ê ve; xalîkirina alîkarîya darayî bo pîremêr û pîrejinên ji şêst salî mezintir, ji sala 2007ê ve; bernameya têkoşîna li dijî mirina zarokan, ji sala 2009ê ve
  4. Li ser vê mijarê bnr. Hernando Calvo Ospina, "Petit précis de déstabilisation en Bolivie", Le Monde diplomatique, hezîran 2010
  5. Yekîtîya sendîkayan a serekî li Bolîvyayê, ku di dema şoreşa 1952yê hatiye ava kirin
  6. Bi pêy statîstîkên Komîsyona Aborîyê ya Neteweyên Yekgirtî bo Amerîkaya Latîn û Karayîban (CEBAL), di navbera 2004 û 2007ê de rêjeya feqîrîyê xelkê welatî ji sedî 63.9ê daket bo sedî 54ê (statîstîkên herî dawî yên berdest)
  7. Wergera "sumak kawsay" bi zimanê quechua, û "sumak qamaña" bi zimanê aymara, têgehek e ku sala 2009ê di destûra Bolîvyayê de hate nivîsîn
  8. Gulana 2006ê, serok Evo Morales "dewletîkirina hîdrokarbûr"an radigihîne. Lê belê ne bi temamî çêdibe: Cextê lê dike ku teknolojîya lazim li ber destê wan nîne da ku bikarin bi bêxemî şirketên taybet ên partner veder bikin. Lewre, dewlet kontrola ji sedî 51ê sermîyanê hemû operatorên li ser axa welatî werdigire. Herwiha jinûve li ser girêbestan guftûgoyan dike da ku ji sedî 82yê dahatan (bac û heqê îstimalê) bistîne
  9. Bolîvya xwedana rezervên herî girîng ên vê metalê ye, ku bi taybetî ji bo çêkirina baterîyên elektrîk tê bi kar anîn.
  10. Nivîser behsa komeke rewşenbîran dike ku ji raya giştî re manîfestoyek eşkere kirin "Ji bo jinûve bidestxistina pêvajoya guherînê bo gel û bi destê gel", 18ê hezîrana 2011ê
  11. Nirxê bikaranînê, bikêrîya berçav a malekê nîşan dide; nirxê ticarî, tê wateya nirxê malekê li bazarê
  12. Karl Marx, Manuscrits de 1844, Editions sociales, Paris, 1972

Wergera ji fransî: Ergîn Opengîn