Napolî yan jî siberoja Ewropayê

Rûyên krîzê
Translator

Ji salan û vir ve Napolî du rûyên xwe nîşan dide: paytexta çandî ya xwedî rabihurîyeka komunîst û karker, ew herweha bajarê Camorra, karên piçûk û çêkirina malên qelp e jî. Bi zêdekirina bêkarîyê û nemana îstîxdama pîşesazîyê krîza aborî  ji rewşa neewle û ji çareserkerîya demî ya zehmetîyan hejmareka her mezin dibe ya şênîyên bajêr çêkir. Gelo ev mestereyek e ku rewşa mumkin e li deverên din ên Ewropayê paşê biqewime nîşan dide?

 

Li gorî efsaneyê Osso, Mastrosso û Carcagnosso suwarên Toledoyê yên girêdayî locaya masonan ya La Gardeniayê sala 1400î penaya xwe gihandin giraveka piçûk ya di nav koma giravên Egadesê, wan li wir hîmê sê mafyayan danî: ya sicîlyayî ya bi navê Cosa Nostra, ‘Ndrangheta ya kalabrî û Camorra ya napolîtanî. Sêbereyeka ku başûrê Îtalyayê ji heq dernakeve ji dema ku hesab ji wan hatîye pirsîn.

 

Meriv dikare li matmayîna întelecensîya napolîtanî bifikire, dema ku pê hisîya ku berhemeka hunerî ya ku suwarekî nîşan dide, ya ku bi peykertiraşê ji Afrîkaya Başûr William Kentridge dayî çêkirin û li derketina rawestgeha nû ya metroya Toledoyê ango li navenda bajêr hatî bicihkirin, bi navê Suwarê Toledoyê bû, ango Carcagnosso, damezrînerê Camorra, ew dij-dewleta ku meclîsa şaredarîyê rosso-arancione (1) ya ku kevne dadger Luigi de Magistris wê birêve dibe dixwaze ji binî ve hilke û bavêje.

 

Ka gelo ev şaşîyeka encama aqilsivikîyê, nezanîyê yan jî tercîheka bi qesid bû divê hîn tê were derxistin. Lê belê ev rûdan metaforeka bêqisûr e ji bo nakokîyên li Napolîyê. Li alîyekî bajar zorê dide xwe ku cazîbeya xwe ya paytexta esîl nû bike bi rêya pererazandina li sektora giştî û çandê: Metro-Muzeya nû ya mişt bi berhemên hunerî ya ku banlîyoyên herî zêde şidet li wan heyî yên Ewropayê bi navenda bajêr ve girêdide, ew navenda bajêr ya ku mimkin e wekî ya herî xweşik ya parzemînê were dîtin. (2) Li alîyê din ew her mexdûra xirabîyên pêşîyan e, yên ku her ji nû ve didin der. Havîna derbasbûyî kuştina bavekî mafyayê li ser plajekê şerek di navbera çeteyên sûcan de da destpêkirin li ser kontrola bazara narkotîkê; di encama vî şerî de her roj meriv tên kuştin yan jî birîndar dibin, para bêhtir xortên nûgihayî yên banlîyoya bakur Scampiayê. Û bi rêjeyeka bêkarîyê ya ciwanan ya ku Enstîtûya Neteweyî ya Statîstîkan (ISTAT) wekî % 47 dinirxîne, rewşa civatî her li ber teqînê ye.

"Serdemeke navîn a kapîtalîst"

Kî bixwaze krîza ewropî bipîve û belkî hewl bide rûdanên siberojê pêş bibîne, divê were vir, vî "bajarê kunkunî" çawa ku Walter Benjamin bi metaforeka xweş napolîtanîyan bi kevirên kunkunî yên ku bajarê wan pê hatîye avakirin teswîr dike. Bajarekî ku lê bi sedan laboratuwarên bi dizî bi rehetî her awayê malê sexte û qelp yên cihê hildiberînin, ji CDyên qaçax heta bi çenteyên qelp yên markeya Louis Vuitton yan jî Prada. Bajarekî ku lê fenomeneka muzîkî ya stranbêjên ji wan re "neo-melodîk" tê gotin çerxeka xwe bi xwe ya hilberîn û tîcarîkirinê çêkirine, ku para bêhtir ji alîyê Camorra ve tê bikaranîn ji bo ku pereyên qaçax qanûnî bikin yan jî heta ji bo ku peyaman bidin.

 

Joseph Halevî pê bawer e: meriv dikare siberoja Ewropayê li vir bixwîne. Lêkolînerê li Zanîngeha Sydneyê, nivîskarê navdar yê rojnameya Il Manifestoyê ji bo tevahîya parzemîna pîr destpêka "serdemeka navîn ya kapîtalîst" dide zanîn. Ew vê serdema nû ya tarîtîyê (obskurantîzmê) çawa dibîne? "Wekî Napolîyeka mezin ya ku lê her sibeh şênîyên wê benekî di êlekên xwe re derbas dikin û dadikevin kolanan da ku nanê xwe yê rojê bi dest bixin." Awayê jiheqxwederketinê yê bi awayekî tîpîk napolîtanî yê ku bi dehan filman jî ew nemir kirîye, gelo wê bibe modeleka ewropî?

 

Krîza aborî û malî ya sala 2007an li şûna ku bibe sedem fabrîke werin girtin, di bin re tesîr kir li tevnên alîkarîya bi hev re, aborîya nefermî û têkilîyên civatî. Dema ku lampeyên trafîkê sor in, kal û pîr êdî pev diçin bi penaberên herî xizan re yên ku bi awayekî rêûresmê paqijkirina camên erebeyan bûye karê wan. Karkerê civakî Andrea Morniroli li komîteya "silematî û rehetî luksek nîne" beşdar bû, ev tevnek e ku ji sed û pêncî komele û kooperatîfan pêk tê – ku di navê de ya wî ango Dedalus jî heye –, di dema desthilatdarîya Silvio Berlusconi de ev komîte li dijî qutkirinên budceyî [di warê civatî de] têkoşîya. Tiştên ew dibêje dike ku meriv bibizdîne: "Dema ez hatim Napolîyê berîya bi hevdeh salan, li taxên spanî min rewşek dît ku ji ya ku min li Torînoyê li taxa pirçandî ya San Salvarioyê nas dikir jî xirabtir bû. Lê belê bi penaberan re jî navbênkarîyeka nefermî ya pirsgirêk û pevçûnan û rêzgirtineka dualî hebû, ya ku xwe disipart wê rastîyê herkes di rewşeka xizan de bû û divê debara xwe bike. Îro, aborîya gêj, ya ku berê destûr dida bi hezaran merivî bi xêra gelek karên hûrik debara xwe bikin, êdî têra merivan nake. Bi carekê ev navbênkarî hat qewaztin. Xizanan dest pê kir ku di nava xwe de rikberîya hev bikin. Bûyerên elaqedarî rasîzmê ewqasî zêde bûn ku berê hîç ewçendê nehatibûn dîtin; kesên ku heta berîya bi demeka kurt, jîyaneka wan ya normal hebû bûn gerok û parsek; qehpetîya ji bo carekê diduyan hem li nav jinan û hem jî li nav mêran zêde dibe." Li stargehên şevê ji sala 2008an û vir ve hejmara îtalîyan sê caran li berê zêde bû. Bi alîkarîya komeleyan, şaredarîyê daye ber xwe ku mala xizanan ya ku Bourbonan di nîvê sedsala hejdehan de dayî avakirin, ji nû ve veke. Ew dê hingê bibe stargeha şevê ya herî mezin ya Ewropayê.

Ji bo yên ku dixwazin mezinahîya aborîya nefermî bipîvin – ya ku civatzan û aborîzan navê xweşik "aborîya kolanan" lê dikin – Rione Sanità qonaxeka bivênevê ye. Ew bi tevahî bajarekî di nava bajêr de ye, qet nebe ji destpêka sedsala nozdehan û vir ve dema ku Joseph Bonaparte pirek da çêkirin da ku suwarî hesp di nava van rêyan re ku di nav hev re derbas dibin, yên ku li wan îro heftê hezar meriv dijîn, bigihîje wî girê ku lê qesra meliktîyê ya Capodimonte heye.

 

Misyonerê kolombîyayî Alex Zanotelli li wir dimîne, ew endamekî darîçav yê tevgera alternatîfa globalîzmê ye, piştî çalakîyeka dûvdirêj ya li bajarê holikan yê Korogochoyê (li Kenyayê) wî bar kire vî bajarî. Li gorî wî karesata civatî ya taxê para bêhtir ji ber berlusconîzmê ye, yekane îdeolojîya ku bi rêya zordana çapemenîyê bi ser ketî ku bikeve nava malan û mejîyan. Ew dibêje, "li alîyekî krîza aborî ya ku herkes behsa wê dike heye, li alîyê din krîzeka hawîrdorê heye ya ku kêm meriv wê înkar dikin û krîzeka antropolojîk heye ya ku bêhtir fikaran bi merivan re çêdike. Li vir, piranîya keçan bi tenê difikirin ku bibin veline (3) û xort bi xwe bi tenê li motorbisiklêtên xwe û li narkotîkê difikirin. Gelek qet ji taxê dernakevin, hinan jê jî hîn hîç derya nedîtine. Ew bêhtir meyildarê şidetê ne li gorî xortên di heman temenî de yên ku min li Korogochoyê dîtin. Li cem van hêrsek heye ku li cem wan nebû û berlusconîzmê yekane nirxa ku heta hingê mabû ango malbat jî tune kir." Bi tenê dildarîya wan ya ji bo koma fûtbolê ya bajêr wan dike yek, ew koma ku ji dema ku Diego Maradona di nava lîstikvanê wê de bû û vir ve dest pê nebûye.

 

Heçî krîza hawîrdorê ye, ew êdî xwedî xisleteka lezgîn e. Wêneyên bajarê qirêjê dayî ser û raperîna welatîyan sala 2009an li tevahîya dinyayê belav bûn. Êdî weha dîyar e ku pirsgirêk çareser bûye: monnezza (gemar û qirêj bi zimanê napolîtanî) şandin Hollandayê da ku li wir werin şewitandin. Di navberê de li Giugliano li benderên bajêr berhemek heye ji bo bibîranîna bêrûmetîya kirêt ya jibîrnaçe ya doh: kewareka heşt milyon ecoballean, çopên herrengî yên ku plastîk li wan hatîye pêçan. Ne mimkin e werin şewitandin yan jî miamele bi wan re were kirin lewma jehrî ne, ew cihekî biqasî bajarekî navîn mezin digirin û wê li wir bimînin jî wekî pîramîdên misirî yan jî Arena [ya Romayê] da ku şahidîyê bike li dehsala şaristanîya kapîtalîst ya derengmayî.

 

Sala 1991î girtina fabrîkeyên pola yên Ilva de Bagnoli bû nîşana dawîhatina li xewna pîşesazîyê, ya ku dîsa jî encameka pir biqîmet derxist holê: peydabûna çîneka karkeran ya xwedî zanîneka xweser ya ji îdeolojîya "her yek ji bo xwe" wêdetir a "aborîya kolanan" ketî hinavên wê. Ji hingê ve em krîza ku tersxaneyên Castellammare di Stabiayê ango yên herî kevin yên Îtalyayê dibînin. Li Fabrîkeya Fiat ya Pomigliano d’Arco li banlîyoya Napolîyê birêveber Sergio Marchionne têkilîyên civakî yên xwe disipêrin erzankirina bihayê garantîyan ji bo karkeran çêkirin û pê jî rê li ber têkçûna wan sendîkayan vekir ku qebûl nekirin hevkarîyê bikin. Yeke/î bi tenê jî ji endamên sendîkaya sereke ya metalurjîstan (Federazione Impiegati Operai Metallurgici - Confederazione Generale Italiana del Lavoro, FIOM-CGIL) di nava 2091 kesên li fabrîkeya nû ji nû ve hatin girtinî kar de cihê xwe negirt – tevî ku dagirkerîyê şirket sûcdar dît ji ber zextên dijsendîkayî û ferz kir ku nozdeh karker ji nû ve werin întegrekirin jî.

 

Li gora CGILyê li bajarê metropol di nava sê salên derbasbûyî de heftê û pênc hezar kar ji dest çûne, ji van bîst û sê hezar di sektora pêşesazîyê de, sih hezar di sektora xizmetê de, heşt hezar di sektora çandinîyê de û nêzî deh hezaran di sektora avahîsazîyê de. Hilberîna Neteweyî ya Nesafî (HNN) ya herêma ku Napolî paytexta wê ye ango Campanieyê ji sedî deh kêm bû. Me herweha şahidî kir li derketine holê ya esodatiyan – li Napolîyê bêhtirî sih hezarî hene – ew karkerên temenê wan di ser 50 salî re yên li derveyî bazara kar hatî hiştin, lê belê nikarin mûçeyê xwe yê teqawidbûnê bistînin. (4) Yên ku karekî wan heye jî rewşa wan ewqasî baş nîne: standina mûçeyê xwe bi derengmayîneka bi mehan êdî bûye adet. Vê hewayê tirseka daîmî afirand: 19ê kanûna paşîna bihûrî tevahîya otobus, trên, metroyên bajêr ji ber xwepêşandaneka ji nişka ve ya ajovanan tevizîn, wan ev çalakî li dar xist piştî ku gotegotek belav bû ku mûçeyê zêde yê meha sêzdehan wê nede dayîn.

 

Dibe ku wekî nakokîyekê xuya bike ku ev bajarê paradîgma ji gulana 2011an ve ji alîyê çepgirekî tundrew ve yê ku hem rastgir û hem jî Partîya Demokrat (PD) kirin mixalif, tê birêvebirin. Mesele ew e ku ev cihên bi nakokîyan û pevçûnan mişt dijmînatîyeka xurt ya civatî derdixin holê, vê yekê kir ku De Magistris bi ser keve.

Pêdîvîya bi modelên din

 

Wekî din profesorê li Zanîngeha Frédéric Duyem li Napolîyê û li Parîsê, alîkarê "milkê hevpar" û demokrasîya beşdarker dikare pesnê xwe bide bi vegerandina avê nav xizmetên dewletê [şaredarîyê] û meclîsên gel hatin damezrandin, bi van meclîsan şênî dikarin mijarên werin nîşakirin li ser şaredarîyan ferz bikin. Ew halê hazir li ser jinûvekontrolkirina îmtîyazên plajên şaredarîyê yên dayî merivên taybet, da ku wan plajan bixin kontrola şaredarîyê.

 

Di navbereka civîneka şêwirmendîyê ya bi heraret de wî got: "Mesele ew e ku em demokrasîyeka hevpar biafirînin, ji teorîkirina Toni Negri û Michael Hardt". (5) Ev model ya xwe birêvebirinê ye. Lê belê zehmetîyên ku divê birêveberîya "çepgir" ya Napolîyê bi wan re rû bi rû bibe pir mezin in: bertîlxwarin û xizmparêzî li her deverî hene; çapemenîya herêmî dijminatîyê bi wan re dike. Wê divîya herweha li dijî hikûmeta Mario Monti jî berîya hilbijartinan li ber xwe bida, wê hikûmeta ku hatinî û fonên dewletê xistin ber ferman û xizmeta arizîkirinan û firotina mîrateya şaredarîyê. Tevî serketina partîya navend çepê – PDyê % 33yê dengan li bajêr bi dest xistin – têkçûna pir xirab ya lîsteya sîyaseta çepê ya tundrew (Rivoluzione Civile) di hilbijartinên sibata 2013an de wê pêkanîna bernameya demokrasîya radîkal ya ku konseya şaredarîyê dayî destpêkirin hêsan neke.

 

Nivîskar Ermanno Rea (6) destek dabe şaredar De Magistris jî, ew îro bêhêvîmaneka pir zêde dide nîşan: "Pêdivîya Napolîyê bi modelên din yên hilberînê hebûn, yên ku potansîyela erd û deverê bi kar tînin û rêzê ji hawîrdorê re digirin. Xelkê Napolîyê nikarin ji vê rewşê xelas bibin heke ne bi sêwirandina utopyayekê be." Utopyayeka ku guncan e ji bo rizgarkirina wijdanan, ji bo guhertina şêl û tevgerên gelekî [di nava civatê de] bicihbûyî û coş û kelecanê – çawa ku Rea terîf dike "kelecana ya nemimkin" ya ku dikare li tevahîya Ewropayê belav bibe – peyda bike. Mesele şermezarkirina "Serdema Navîn ya kapîtalîst" e ku tehlûke[yeka li pêşîya me] ye.

 

* Nivîskar, rojnamevan, alîkarê birêveberê rojnameya Il Manifesto. Romana wî ya dawî ya çapbûyî: Il Trombettiere di Custer, Ediesse, Roma, 2011.

(1) Koalîsyona ku partîyên Ji nû ve Avakirina Komunîst tîne cem hev, Hevgirtina ji bo Kar, Milkê Hevpar û Hawîrdorê (Alleanza per il lavoro, i beni comuni, l’ambiente, ALBA), Îtalyaya Nirxan (Partîya Dadger Antonio Di Pietro) û Arancioni (porteqalî) tevgera ku şaredar endamê wê ye.

 

(2) Bide ber "Naples shows the world how to hop aboard the style train with Art Station / Napolî nîşanê dinyayê dide çawa meriv li trêneka model bi rawestgeheka hunerî suwar bibe", The Daily Telegraph, London, 6ê çirîya paşîna sala 2012an.

 

(3) Navdarên keç yên televîzyonên Berlusconî.

 

(4) Reforma teqawidbûnê ya hikûmeta Monti temenê teqawidbûnê ji bo mêran derêxist 66 sal û sê mehan (ji 1ê kanûna paşîn û vir ve) û ji sala 2014an û pêve jî ji bo jinan wê bibe 65 sal.

 

(5) Kevne birêveberê tevgera çepgir ya tundrew ya îtalî Hêza Karker (Potere Operaio) fîlozof Toni Negri bi Michael Hardt yê amerîkî re Empire, Multitude et Commonwealth nivîsî, di vê pirtûkê de herdu civateka li ser hîmê "hevpar" ya ku lê milk ne taybet û ne jî yê dewletê ye lê belê kolektîf e, pêşnîyaz dikin.

 

(6) Berhema dawî ya hatî weşandin: La Comunista. Due storie napoletane, Giunti Editore, Florence, 2012.

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê