"Nara" ya Mehmet Dîcle

Çand û Huner

Otorîteyên edebiyatê, xasma yên di warê kurteçîrokên modern de şareza ne, dîyar dikin ku ji bo dîtina mijarên baş, pêdivî bi çavdêrîyeke baş heye. Li gor van "gurên edebiyatê", parîyeke fikir û ponijîna li ser tiştên ji hêla herkesî ve têne dîtin, ji bo afirandina kurteçîrokeke "qewîn" bes e û zêde ye jî. Mehmet Dîcle jî bi berhema xwe ya bi navê Narayê, bi me dide selmandin ku ew çavdêrekî baş e. Bi heşt kurteçîrokên di berhema xwe de, bi hostatîyeke edebî, kitekitên kurteçîrokan tevî heyecan û balkişandinê, pêşkêşî dêhn û bala me dike.

Mehmet Dîcle, ji Leylanê bigire heta Narayê, Havîna Evînê, Çivîkên Şîn û Serkîsof, Agirê Zuleyxayê, Kuça Filan, Şekirê Eydê û Beysûs, di tevahîya çîrokên xwe de ji çavdêrîyên navxweyî û derveyî sûdê werdigire, baldarîyeke mezin dide teswîrên cih, dem û kesayetîyan. Dîcle, bi şarezayî xwendevan amadeyî encama kurteçîrokê dike. Lê belê dîsa jî gelek caran çîrok bi awayê ku xwendevan ne li bendê ye diqede. Dîyar e ji surprîzan hez dike. Di Çivîkên Şîn û Serkîsof û Beysûs de, encamên wisa derdikevin holê ku piştî qedandina xwendinê bi maweyeke dirêj jî, pirs xwe ji serê xwînerên kurteçîrokan nadin alî. Tevî ku dawî li bûyerê jî hatiye, xwendevan difikire bê çi bi serê kesayetî û lehengên kurteçîrokê de hatiye.

Şayanê gotinê ye ku nivîskar di serpêhatî û kurteçîrokên xwe de bi tu awayî xwe dubare nake. Destpêka her kurteçîrokê ji hev cuda ye. Carinan bi teswîra cih/dever, carinan bi nasandina lehengan, carinan jî bi têkilîyên di navbera kesan de dest bi hevokên xwe kirîye.
Mehmet Dîcle, tevahîya kitêbê dîyarî gorbihuşt Mehmed Uzun; çîroka Narayê jî ku navê xwe daye kitêbê, dîyarî şahê dengbêjan Şakiro kirîye.
Dîcle, di kurteçîroka Leylanê de behsa Pîra Hacerê dike ku av û hewayê axa li ser dijî, bûye mar û dûpişk, bi dûv zarokên wê ketiye, ew li çar alîyên dinyayê belav kirine, bi ser de jî ew der ewqas bi wan şîrîn kirîye. Pîra ku bi salan li dûv mirina mêrê xwe jî pê dipesine: "Dewran e! Dema ku Hecî Resûl ji Çîn û Maçînê fincanên ferfûrî didan anîn, di tasên elemîyonan de şerbeta sar bi destê xelkê nediket. Çi bikim!"

Nara, serpêhatîya Naraya Qîza Bavfileh, Arifê Dengbêj û Kejoyê Berxê Mala Kolos, bi vegotin û kurmancîyeke gewr a dengbêjên bav û bapîran di hinav û mejîyê me de dide neqişandin. Ew Naraya ku hîn hivdeh salî bû gava cara pêşîn dengê Arifê Dengbêj bihîstibû. Naraya bedew, bedeweke kafirbav. Ji dê û pîrên xwe ve, xwedîya çil û çar kezîyan. Bedeweke kihêl, çaqên dirêj û zirav, navqendîl, qorikpehn, memikbiçûk, stûdirêj.

Arifê Dengbêj, di bîst û çar salîya xwe de nav û dengê wî li seranserê welêt belav bûye. Hevaldostê Xelîl Beg. Her ku bi Xelîl Beg re diçe, kilamên nû tîne ku tenê carekê dibihîse. Kilamên nû li hev tîne. Çawa ku ji bilbilan miqam hil dike, wisa jî deng dide baranê. Dengê wî di qala şeran de, bayê sibatê ye. Ew bayê ku li Dîyartopanê guran diqefilîne, dibe rêbirê karwanên qaçaxçîyan. Ew Arifê ku di kilamên wî de, mêrkuj û qesasên gelek serîyan, didan ser milan, mîratên modolî û eynelîyan û bêhn diçikandin di kozikan de sê şev û sê rojan. Gotinên wî dibûn dendikên li ser sêlan, li ser sêlan yek bi yek diteqiyan. Bi hevokên wî, di pêsîrtengîyan de, li eywana mîr dibû vingîna guleyan, şingîna şûran, kehîna hespan, nalenala mêrxasan.

Herçî Kejoyê Berxê Mala Kolos e, gava derketiye serê çîyan, hivdeh salî ye. Mehkûmê sê eşîr û çar dewletan. Lingek li ser xetê, yek li binî. Piştî kuştina bavê û du apan, ew jî ji eşîra Mala Mihê çar bira û du pismaman dikuje. Terkeserîya çîyan, dostanîya mîran, neyartîya began dibe nav û nasnavê wî. Zabitek jî li Gelîyê Qulpê qelibandibû ji ser pişta hespê, jina wî bî, hespê wî bê xwedî hiştibû.

Arif, hem li ser Narayê, "Porê reş dirêj, şeva tarîya zilûmat e/ dixapîne egîd û mêrxasan / çavên kesk, cota bîrên dev bikevz in / ên xwe bibîne di wan de / namîne hiş û aqil di serî de / bêhna singa te gerdengazê, awirbazê / bayê sibê ye, tê ji bihuştê…" Hem jî li ser Kejo kilam çêkirine; "Mehkûmo hivdeh salîyo / qesasê serê çardeh mêrano / diya Kejo dibê serê min bi qurbano / bejindirêjo, navmilpehno / çûçika belayê daniye vê sibê / li ser taya simbêlên sor ên kejê mino / berxê min îro nanê xwe hûr kiriye / bi xwîna bavê de / de lêxe kejê min, de lêxe / şîrê diya te îro li te xweş helal e…"

Dîyarîya Kejo, bi darê zorê revandina Narayê ye. Ew revan-dina ku dibe sedema lalbûna Arifê Dengbêj. Ew dengbêjê ku bi destê xwe zimanê xwe jê kiribû! Encam? Nara ji Kejo re nebû jin, nebû xwişk, nebû dê, nebû qîz. Lê qesasê serê çardeh mêran, nehiştibû ku ew careke din bibe jina Arif jî…

Li gor Mehmet Dîcle, çîroka Nara-yê dilbijandin e. Dilbijandina bi navgînîya kilamên dengbêjan. Her wiha bersivek e jî. Bersiva pirsa; "Gelo di avakirina çîroka nûjen de mirov dikare çiqas sûd ji wêjeya devkî werbigire?" Nara jê re bûye bersiva pirsê û wî jî qîma xwe pê anîye. Wî xwestiye bêhna go-tinên dengbêjekî ji gotinên wî werin. Herwiha merema wî bi vê çîrokê ew bûye ku avakirina hevokan, hêmayan û honandinan bajo ser çîroka nûjen da ku têkilî hev bibin. Camêr bi ser jî ketîye.

Nara, Efsaneya Çîyayê Agirî ya Yaşar Kemal; Agirê Zuleyxayê, mîna serpêhatî û vegotineke Azîz Nesîn, dergehê cîhanên edebiyateke qerase ji me re vedikin. Havîna Evînê, li hêlekê evîna keçeke nûbalixbûyî ya pak û veşarî ji me re vedibêje, li hêla din bi me dide nîşan dan bê kesê jê hez dike, di şevên nixamtî de çawa dikeve paşila dayîka wê.

Di Çivîkên Şîn û Serkîsof de, vebêj ji riyeke dirêj, ji demeke bîyanî, ji bêrîkirinên dirêj û sar ber bi malê ve tê. Hemû kesên li riya dûr in, çavên wan li vegerê ne. Dûrî bixwe trajedî ye. Herçî veger e, tevî ku şahî ye, bi xemgînîyeke tenik jî hatiye pêçan. Refên çivîkên şîn, rêwîtîya otobosê. Şofêrê ku dibêje; "Bê Şivan şev naçe!" Saeta li destan. Serkîsof. Piştî ku bavê wî, ji karê şeftrênîyê teqawid bibû, dabûnê. Bav jî dîyarîyê wî kiribû. Li ser çarê sibê sekinîbû, cama wê jî derizîbû. Bi dehan vegotin, dîyarde û xeyalên di rêwîtîya ber bi malê ve. Va ye li malê bû. Li hewşa wan mirîyek hebû. Ne dê bû, ne bav bû, ne xwişk û bira bû yê mirî. Lê cama saeta Serkîsofa di destê mirî de, derizîbû, saet li ser çaran sekinîbû…

Dîcle, hêmaya rengan baş zeft kirîye. Ev hêma di hibra wî de nafetise û naxeniqe. Beloq xuya nake. Bêyî ku xerab bike bi rengan dilîze. Li gor wî carcaran "hêmayek dikeve dewsa çend rûpel nivîsê" û berdewam dike: "Dema ku tu bi dilsozî li çavekî kesk binêrî, wê berf kesk bibare! Her hêsrek ku ji çavekî şîn dikeve, li erdê dibe termê çivîkekî şîn. Tenê divê mirov bibîne. Jîyan ji rengan pêk tê."

Ji bo ku hûn di çîroka Şekirê Eydê de, êvareke eydê li Emînonuya Stenbolê di bin baranê de bibin guhdar û çavdêrê Yaşo û di çîroka Beysûsê de jî bibin mêvanê qesir û dîwana Behram Begê Mîrê dawî yê Asûsê û Mehbûbe Xanima jina wî ku tenê zarokek jî nedabû wî, lê jin jî nehatibû ser, di zûtirîn demî de divê Nara li ber destên we be.

Hevoksazîyên dirêj ên ku carcaran xwendevan diêşîne û nexasim gelek caran nebika-ranîna tewangan, biçûk be jî kêmasîyên berhemê ne. Bo nimûne, li tu deverê, Nara nehatîye tewandin.

Nivîskar berê jî bi navê Asûs berhemek dîyarî me kiribû. Ew dibêje; "Asûs ji ber ku destpêk bû bêtir naşî ango ecemî xuya dikir, dema ku ez ber bi Narayê ve hatim, li gor min gotin piçek din kedî bû."

Mehmet Dîcle di sala 1977ê de li Hezroya Dîyarbekirê hatiye dinyayê. Ji Beşê Erdnîgarîyê yê Zanîngeha Stenbolê mezûn bûye. Li Stenbolê dijî.

Weşanxaneya Avestayê di berga dawî ya kitêbê de li ser nivîskarê Narayê wiha dibêje: "Mehmet Dicle, ji gotina kilamekê dastaneke nûdem çêdike. Hay ji vî navî hebin. Stêrkeke geş li asîmanê Kurdistanê, li edebiyata kurdî zêde dibe!.."

Nara, Mehmet Dîcle,
Weşanxaneya Avesta,
Kurdî,
104 Rûpel