Nasname û Netewe

Translator

Wisa dixuye ku di salên dawîyê de li serzemîna polîtîk li Kurdistan û dîasporayê derbarê Nasname û Netewe de veguherîneke paradîgmaya polîtîk dest pê kiriye.

Rêya kurdan ya nasîna wan wek netewe ku heta niha hîn pêk nehatiye; rêyeke karesat, şer, penaberî û nefîkirina dijwar e. Têgeha neteweya kurd tijî hestdarî, hîn ferqnedar e û ji alîyê aktorên polîtîk yên ji salên 60ê bi şûn ve bi enflasyonan xerc bûye û beş bi beş jî xirab hatiye bi kar anîn. Dîrok û neteweya kurd halêhazir di rewşeke gelek zehmet de ne: Heta salên nodî têkoşîna danîna hîmekî netewî û mafê serxwebûnê hertim mijara gengeşeya polîtîk ya partî û ronakbîrên kurd bûn, îro li serzemîna mafên federalî di nav çarçoveya sînorên dewletî yên heyî de, mafê otonomî û çandî zêdetir mijara axiftinê ne. Veguherînên polîtîk yên cîhanî tesîrê li ser aktorên kurd jî dikin ku ev rewşeke gelek xwezayî ye, lê rewşa Kurdistanê bi giriftdarîya xwe, bi hîn tewanebûna hîmdanîna neteweyî û nasnameyên cûrbicûr (etnîkî, dînî, herêmî, zimanî ûwd.) gengeşeyeke bingehîn dixwaze ku pêdivîya ronakbîran jî pê heye.

Ji ber vê yekê divê bi maneya Habermas pirs bê kirin; gelo civaka kurd ya bigirift dikare nasnameyeke maqûl pêk bîne? Bê ku em bikevin naveroka şeklî ya vê pirsê, dîsa jî pirsa, li gor derfetê eceb û çawa civak dikarin nasnameyekê pêk bînîn, dimîne. Hema li ba yek bi yek kesan ger mirov pêkanîna pêvajoya nasnameyê bişopîne yan jî têbigihîje, kêm pirsgirêk nayên holê. Hema em li ba kurdan li têgeha nasnameya grupî binêrin, em ê bibînin ku ev yek me ber bi dijwarîyeke nezelal ya civaka kurd û hewldanên wê yên pêkanîna neteweyî ve dibe ku ev jî, bi wê yekê ve têkildar e, ka ew li dîaspora, li Tirkiye, Iraq, Iran, Suriyeya îroyîn dijîn, yan jî ka ew sunî, mesîhîç, êzdî, elewî ne û gelo di nav qaîdeyên eşîretî de dijîn, asta perwerdeya wan çi ye û di çi şertên aborî de ne. Têgehên gel û netewe bê zelalî qet nikarin bi têgeheke ferqnedar wek nasname bên bi kar anîn. Nasnameya grupî hertim ne ji nasnameya pirr kesan tenê tê afirandin û otomatik dibe Netewe. Nasnameya kesane û ya kolektîv veneqetbar in, di nav têkilîyeke beramberane de ne û bi vî awayî ji hev feyde werdigirin.

Divê aktorên polîtîk û ronakbîrên kurd serê xwe bi van pirsan biêşînin: Di rastîyê de çi feydeya nasnameya kurd yan jî avakirina "neteweya kurd" heye? Bi "neteweya kurd" re û bi dîrok û civaka wê ve çi şans û pirsgirêk girêdayî ne? Gelo mirov dikare di van demên civakên agahînas de behsa "neteweya kurd" bike? Gelo dê xewna kurdan ji bo neteweyekê, dewletekê û nasnameyekê di dema globalîzmê û geşedanên Rojhilata Navîn de bibe xewnereşk?

Sînor û nasname

Sînorên berbiçav, parçebûna Kurdistanê hertim mîna pirsgirêkekê li pêşîya nasname û pêkanîna neteweya kurdan dibîne. Derveyê dîroka kurdan ya hevpar mînak di dema Împaratorîya Osmanî de, pêkanîna nasnameyeke hevbeş ji sînoran wê de jî mimkun e, yan jî sînorên dewletî yên fermî di serê mirovan de bi heman awayî girîng in? Baş e, bi sînorên din yên nedîtbar (Cohen, 1985) yên ku di derheqê Kurdistanê, di serê kurdan de dijîn, çi dibe? Bicîkirina van sînorên fikirane di serên kurdan de heta roja me ji bo hebûn û neteweya kurd roleke girîng lîst. Beramberî sînorên dewletî yên îroyîn kurd dîsa jî, kêm zêde bi hev re di têkilîyê de man û bi alîkarîya dîasporayê dîsa xwe peyda kirin. Ew hikûmet jî dizanin ku di serên kurdan de bi tenê yek Kurdistan heye. Bi vî awayî nasnameya kurd ji bo wan babeteke bitirs e. Şerên li dijî kurdan feyde dide wan ku xwe ji tirsa xwe xilas bikin, bi şer û terora li dijî kurdan hewl dan ku ne-nasnameyekê bidin kurdan. Hevîya wan ew bû ku bi rêya sirgunê û bi têkilîya grupên din yên etnîk, nasnameya kurd ji holê rakin. Bi rastî jî, bi rêya întegrekirina grup û çandên din yên etnîk li Kurdistanê pêvajoyeke guherbar hat holê. Di heman demê de endustrîzekirin, bajarvanî, navendîkirina bazaran, pêşketina livgerî, penaberî ûwd. guhertineke çandî pêk anî. Strukturên nû yên girse û yekane-çandî yên ereb, tirk û faris eşkere hatin wergirtin, lê beş bi beş bi maneyên kevnenaverok yên kurd hatin dagirtin. Bi vî awayî civaka kurd hebûna xwe ya xwezayî û nasnameya xwe parastin. Mînak; maneyeke cuda ya Newrozê ji ya gelên îranî yên din heye. Pîrozkirinên Newrozê yên fermî li Tirkiyeyê gelek bi awayekî aşkere polîtîk tên bi rê ve birin û hewldan hene ku naveroka pîrozkirina roja neteweyî ya kurdan wek cejna berxwedan û yekîtîyê bê guhertin.

Divê hema bê gotin ku avahîya nasnameya neteweyî û neteweperestî ne wek hev in: Neteweperestîya radîkal, mîna ku em li Tirkîyeyê ji kemalîzmê dinasin, formeke neserkevtî ya pêkanîna nasnameyê ye, ew girtîgeheke tesîr û îşaretên tehdîtkarane ya bêbawerîya bi xwe ye. Ev li min wisa dixuye ku di pêkanîna nasnameya neteweyî ya kurdan de ne weha ye. Mirov ji nêzîk ve bişopîne, dibîne ku kurdan ji xwe re neteweperestîyeke radîkal nekirîye armanc. Ew hêvîya xwe ji bo "daxwaza nasîna wek grupeke etnîk" diparêzin. Li gor nêrîna min zelal dixuye ku partî û rêxistinên kurd li Tirkîyeyê li ser pêkanîna nasnameya neteweyî, ne xwedîyên armanc yan hewldanên zelal in. Dirûşm û daxwazên polîtîk ji bo kurdan têrî geşepêdana dewamî ya nasnameyeke kurdî neteweyî nakin û pir caran bi berjewendîyên polîtîk yên rêxistinan ve girêdayî ne. Geşepêdanên polîtîk di partî û rêxistinên kurdan de û îndîrekt wergirtina îdeolojîya dewleta tirk ji hêla de, rê li ber sazîyeke sereke digire, mînak wek kongreya neteweyî yan jî lîga kurd ku hemû grup û sazî ji giş herêmên Kurdistan û dîasporayê temsîlîya xwe tê de bibînin. Helbet divê mirov avakirina kongreyeke neteweyî, bê naverok û di dema globalîzmê de mîna çareserîyeke mutleq nebîne.

Globalîzm, Nasname û Netewe

Tesîr û peywendîya forma global ji 30 salan zêdetir e ku eşkere diyar dibe, ev yek nasnameyên neteweyî û şexsî diguherine ku ev li Kurdistanê jî encamdar e. Bi têgeha globalîzmê bi piranî berfirehkirina serdestîya çand û polîtîkaya DY-Amerîkayê tê bîra mirov. Vê forma globalîzmê Tirkîye jî, ji bo xwe mînak digire û hewlê dide ku hikumdarîya aborî û polîtîk ya grupên etnîk li Tirkîyeyê û di heman demê de gelên din yên tirk werbigire ser xwe. Neteweya xwe datîne pêş neteweyên din û ji wan berztir dibîne. Salixdanên din jî zû tên peyda kirin: Hin ronakbîrên kurd û tirk hewl didin ku pêkanîna neteweyî ya kurdî, yan jî, "pirsa kurd" di bin sazûmanîya neteweya tirk de bi cî bikin. Mîna delîl jî wiha dibêjin ku neteweya tirk ne wek binavkirineke etnîk, lê coxrafîk bê fêm kirin û bi vî awayî jî, nasnameya kurd wek grupeke din ya netewa tirk e (bide berhev: Özüyilmaz, Samanyolu Haber, 12.02.2008, Habertürk, 19.03.2011).

Hertim gava kurd dikevin hewldana bidestveanîna nasnameya xwe, ev şemaya basît ya "neteweya tirk" hem ji alîyê aktorên polîtîk hem jî, ji alîyê partîyên tirk tê rojevê. Ev şemaya "neteweya tirk" ji alîyê medya û gelek nivîsên ronakbîran jî tê berfireh kirin û divê ji avahîya alîkarîya îdolojîk derkeve, pirmane û dorfirehtir bê plan kirin. Neteweyek, pircûre grupên etnîk, heman dîn û berjewendîyên aborî li cem xelkê kurd belawelabûnê çêdike. Lê armanc eşkere ye: Geşepêdana "çandeke girseyî ya tirkî". Heman malên çandinî, heman awayê xerîdar ji alîyê giş ciwanan li Tirkîyeyê, heman mode, mûzîk, bernameyên televîzyonê, kurdî yan tirkî, divê bigîjin hemû kurdan heta gundên herî dûr yên çîyayî ji bo ku çandeke yekpare biafirînin. Berepêşdeçûna vê "çanda girseyî" li Kurdistana Başûr zelal dixuye. (1)

Heta ronakbîrên kurd jî dest pê kirine ku cudahîya xwe ya neteweyî nedin der, weha ku profîla çanda kurdî ya xurt her ku diçe şolî dibe. Li hember vê yekpareya çandî bi heman tundîyê wek reaksîyon kurd xwe bi bermayîyên patrîarkal-feodal yên kevnedem û edetên kevnar (kujerîya ji ber namûsê, zewaca bizorê, xwekuştin, zêdebûna kiryarên krîmînal li herêmên kurdan, radîkalîzebûna partîyên kurdan di nav xwe de ûwd.) girê didin.

Ji ber vê yekê bi çavên rexneyî binêrim, ew danûstandina li ser zêde maf ji bo kurdan û grupên din yên etnîkî ku wek vekirina demokratîk dixuye, ji min re mîna xeleka xelasîya çandî û polîtîk ya nasyonalîzma tirk tê ku hewl dide bingeha pirsgirêkên kurdan li ser nasname û neteweyê veşêre.

Li ser pirsgirêkên kurdan yên nasname û perwerdeya neteweyî li Tirkîyeyê heta roja îro gelek sedemên girift hene. Pêşdefirehbûna netewperestîya tirk û şidet li dijî yên Ne-Tirk li Tirkîyeyê pir caran wek reaksîyona li dijî ramanên biyanî mîna komunîzm, demokrasîya girseyî yan tirsa avakirina dewleteke kurdî hatiye nirxandin. Lê rewşa rojane ya kurdan li Tirkîyeyê bê nasîna projeya neteweperestîya Tirkîyeyê nayê fêm kirin. Ew ne projeyeke xweparêzîyê ye, ew li vê derê projeyeke hêrişkarîyê ye: Bi vê yekê ve girêdayî pirs avakirina mantiqa dewleteke pirdengî li ser bingeheke etnîkî ye. Nasname û perwerdeya neteweyî ya kurdî li ser rêya vê projeyê asteng e.

Helbet parçebûna Kurdistanê di avakirina nasnameya kurd de, di heman demê de têkoşîna hebûna jîyanê, înkara kurdan li Tirkiyeyê heta salên 90ê, kemalîzma tirk, bi gelemperî rewşa agresîv ya li Rojhilata Navîn û di dema şerê sar de şerê îdolojîk yê DYA û Yekîtîya Sovyetan roleke girîng dilizîn. Wan rê li ber avakirina nasnameyeke maqûlane ya neteweyî girt. Dîsa dewama mekanîzmaya berterafkirinê di danûstandina dîroka çanda kurdî de heta roja me dorpêçîyeke berdewam e. Li ser kevneşopîyeke neteweyî heta vê demê jî, bi bingehîn nehatiye gengeşe kirin. Dewleteke neteweyî ya kurd heta niha çênebûye û nehatiye jîyin.

Helbet ne pêwîst e ku mirov sedîsed xwe wek netewe ava bike, lê dîsa jî dikare bibe xwedîyê nasnameyekê. Çanda kurdî ne boxçeyeke pînekirî ye ku kontrola wê ji derva tê kirin. Di civaka kurdî de kevneşopîya dûredirêj, baş û demajo heye. Ji bo rewşa heyî, divê mirov ferqê bixe nav beşên ku çanda tirkî di hemû parçeyên Kurdistanê de xetarnak êrişkar û amade ye. Divê kurd jî di wê rewşê de bin ku çanda xwe bi erênî xurt bikin daku nifşên nû vê yekê bi dilxweşî di nav xwe de biguncînin û berepêş bibin. Ji nû ve afirandina çandeke yekpare ya neteweyî ji sedema parçebûnê, kêmbûna medya kurdî û kêmasîya alternatîfan ji alîyê kurdan gelek dijwar e. Kurd heta kîjan derenceyê dikarin Mem û Zîn û klasîkên kurd yên din, mûzîka gel, Newroz yan jî "peyv û raman"ên zimanê kurdî di jîyana rojane ya girseya gel de bi cî bikin. Li ser vê yekê divê ronakbîrên kurd helwest nîşan bidin û planan bînin holê. Divê ev jî bê gotin ku giş civakên nûjen di nav dijwarîya parastina çanda xwe de ne. Lê li ba kurdan pirs hebûna nasnameya wan e, ji ber ku ew ne xwedîyê dewleteke neteweyî ne ku belkî ji alîyê wê ve bên parastin.

Piştî ku gelek kes reviyan çûn Ewropaya Rojava bûn pênaber, xuya bû ku çanda kurdî ya li Ermenistanê çi zû dest bi windabûnê kir û ev yek ne îşareteke baş e. Çanda kurdî ya pêşketî ya li Ermenistanê, li dîasporayê winda dibe û wisa dixuye ku rê li ber vê windabûnê nikare bê girtin. Heta kîjan radeyê dîaspora li ser parastin û geşepêdana nasname û perwerdeya neteweyî rol dilîze, pirseke girîng e. Mînak almanîya bilind ya ku herkes fermî diaxive li Pragê hat bi pêş ve birin. Zimanê cihû yê îro li Îsraîlê fermî tê axiftin li Ewropa hat bi pêş ve birin. Ev û gelek mînakên din şanî me didin ku ji bo pêşketina nasname û perwerdeya neteweyî dîaspora çiqas girîng e.

Ronakbîrên Kurd û Netewe

Netewe rastîyeke raman, ziman û xwestek e. Ger mirov jê bi zanebûn haydar be, bîne zimên, arzû yan daxwaz bike, bi cî tê. Mîna ku hin kesên romantîk wisa bawer dikin, netewe madeyeke kolektîv ji kurahîya gîyana gel nîne. Netewe herdem ji aliyê hinek mirovan tê afirandin û ava kirin; ji ronakbîran, helbestvanan, fîlozofan, dîrokzanan, zimanzanan û hunermendan. Heta niha kurdan hêz û vîzyona xwe di nav desthilatdarîya dewletê de nedîtine, lê di rabirduyên xwe yên azarkêşî de dîtine; nasnameyeke bindest û berxwedanê. Avahîya neteweyî û pê re girêdayî parastina nasnameya kurdî, dikare bi ser bikeve, tenê ger di çarçoveya ziman û çanda kurdî de civakeke peywendekare siftê bê bi pêş xistin (di vê mijarê de roleke girîng li ser şanê Başûrê Kurdistanê ye). Ger civaka zanist, livger û bazarê dernekeve holê, dê valahîyek peyda bibe. Dibistan, peywendîya zanîngehî heta derveyê sînorê, medyaya neteweyî, pirtûk, kovar, alîkarîya gelê kurd dikin ku xwe bi heman têgehan bide fêm kirin. Kampanyaya zimanê kurdî ku ji derveyê û ji ser hemû sazîyên polîtîk tê meşandin û hêvî dikim gelek cidî tê girtin, ji bo geşepêdan û entegrekirina zimanê kurdî di jîyana rojane, perwerde, zanist û aborîyê de gaveke girîng e. Mekanekî serborîyên hevbeş yê gelê parçebûyî û jihevbelavbûyî ji bo pêkanîna nasnameyeke neteweyî gelek manîdar e.

Kurd çiqas jî, gilêyan ji rabirdûyên xwe bikin, mirov hew dikare rabirdûyê bi paş ve vegerîne. Tevgerên goya "bi paş ve" ber bi kevneşopîyê ve, xwe bi nirxên kevin girtin û spartina veşare jî, pirsê çareser nake. Ev dikare tevgera kurdî ya heyî hîn jî marjînal bike. Hin partîyên polîtîk dikarin veguherin rêxistinên wek terîqatan ku mafê xwe li ser mafê gelê kurd bibînin.

Partîyên Kurdan di dîrokê heta îro risteke mezin ji bo afirandin û çêkirina Netwa kurd neleyistine. Ev bixwe di vê baweriyê de ne. Lê, yên bi rastî roleke mezin ji bo afirandin û çêkirina Netwa kurd leyistine keç û lawên kurd yên ronakbîr, hunermend, nivîskar û mirovên xwedî fikir in.

Kurd nikarin li derveyê dinyayê bijîn. Pirs naskirina nasname û neteweya kurd e. Ger em rexne li xwe bikin, ji bo nasîna yên din, divê ronakbîrên kurd bixwe di nav xwe de zexim bin. Nasnameya kurdî ya bixwe divê wisa zexim be ku em di maneya modela Kant de bibêjin, ronakbîrên kurd xwe mîna zanabûna xwe azad hîs bikin û bi xwe re yek bin. Wekî din ew di rastîyê de azad nabin, ji ber ku ew bixwe bi xwe re ne yek in û bi xwe re belawela, nezelal, guherbar dibin, di wê rewşê de dibin ku nikarin li dijî fişara hundir û derva ya pirsgirêka kurdî zexim rawestin. Dê di rastîyê de xwedîyên ne-nasnameya bi xwe û netewa xwe re bin. Di vî awayê fikirandinê de şansek jî, ji bo nasnameya kurdî ya pirsgirêkbar heye. Şansê wan heye ku tesîreke berbiçav li ser nasname û perwerdeya neteweyî bikin û şekil bidinê. Wezîfeya ku dikeve ser ronakbîrên kurd ev e ku bixwe ji xwe re li ser rola xwe ya azadkar û ronakdar kevneşopîyan şanî bidin û hertim bi çavekî rexneyî bi vê kevneşopîyê re bidin û bistînin û bi vê yekê ve girêdayî bibin muxatabên vekirî û rêzdar yên çand û polîtîk ji bo partîyên polîtîk yên kurdî û civakên din.

Girîng e ku pêvojoyeke ronakdar li Bakûrê Kurdistanê û danûstandin li ser pêşveçûnên civakî li serzemîna mîkro û makro di çarçoveya pêşveçûnên polîtîk de bên kirin. Nasîna nasname û neteweya kurd û serxwebûna Kurdistanê û pê re pêkanîna mafê çarenûsî divê êdî ne mijarên bi tabû bin. Bihevgirêdan û derbasedema mafên çand, sivîl û herêmî heta perwerdeya neteweyî divê ji alîyê zanist û civakê ve bê tayîn kirin û bi heman awayî bikeve jîyanê. Lê ji bo vê yekê di civak û polîtîkayê de guherîna paradîgmayê girîng e.

Sembol, wêje û hişmendên dîrokî yên kurdî, bingehek ji bo perwerdeya neteweyî anîne holê. Di dema globalîzmê de pêşvebirina vê çand û nasnameyê, li hemû parçeyên Kurdistan û dîasporayê û cardin vegerandina rûmet û şanazîya gelê kurd ku ev yek gelek zêde heq kiriye, xebateke mezin û wêrekî ye ku hîn jî li benda ronakbîrên kurd e.

Çavkanî

Prof. Dr. Ilhan Kizilhan*: Ji Enstîtuya Lêkolînên Aşitîyê, Konstanz

  • 1 Bi nêrîna sosyal-polîtîk awayekî tayînkirî ya jîyan û îdolojîyê wek çand tê şanî dan, girse yan xelk wekî din bi rêya fîlm û televîzyonê, tîyatro, çapemenî ûwd. ji bo hikumranîya bijarteyekê tê amade kirin. Ev bazara îdolojîyekê ye wek rêya hikumranî û hevahengîyê (Fromm, 2005). Bi rêya hilberîna girseyî (mînak: fîlm, rêzefîlm, çîrok ûwd.) hemû wek hev in û herî zêde cudahîyên biçûk di nav wan de hene. Hemû ditewsînin nav şemayekê û daxwaz ew e ku xelk van nêrînan werbigire û xwe li gor wan bilivîne (Horkheimer, Adorno, 2006)
  • Adorno, Theodor W.: Negative Dialektik (Dîalektîka Neyînî) Frannkfurt/Main, 1975
  • Assmann, A.: Arbeit am nationalen Gedächtnis. Eine kurze Geschichte der deutschen Bildungsidee (Xebat li ser bîrdarîya netewî. Kurtedîrokeke perwerdeya ramanî ya alman) (Edition Pandora 14), Frankfurt am Main / New York, 1993
  • Besikci, I.: "Ulusların Kendi Kaderini Tayin Hakkı ve Kürtler". (Mafê çarenûsîyê û kurd) http://www.turkeyinfonet.com/2011/03/uluslarin-kendi-kaderini-tayin-hakki-ve-kurtler-ismail-besikci/ Cohen, A.: The Symbolic Construction of Community.(Avahîya sembolîk ya Civakê) London, 1985
  • Erikson, E. H.: Identität und Lebenszyklus). (Nasname û Dewredaîma Jîyanê) Frankfurt/Main, 1997
  • Fromm, E.: Vom Haben zum Sein, (Ji hebûnê ber bi bûnê ve) Ullstein, 2005
  • Habermas, J.: Die postnationale Konstellation und die Zukunft der Demokratie, (Hevgirêdekên post-netewî û dahatuya demokrasîyê)in: ders.: Die postnationale Konstellation. Politische Essays, Frankfurt/Main, 1998
  • Habermas, J.: Geschichtsbewußtsein und posttraditionale Identität. Die Westorientierung der Bundesrepublik, in: ders.: Eine Art Schadensabwicklung, Frankfurt/Main, 1987.(Zanabûna dîrokê û post-kevneşopîya nasnameyê. Berbirojavabûna Almanya Federal)
  • Habermas, J.: Können komplexe Gesellschaften eine vernünftige Identität ausbilden, in: ders.: Zur Rekonstruktion des historischen Materialismus, Frankfurt/Main, 1982. (Gelo civakên girift dikarin nasnameyeke maqûl pêk bînin, di heman: Jinûveavakirina materyalîzma dîrokî)
  • Horkheimer, Max; Adorno, Theodor W.: Dialektik der Aufklärung. Philosophische Fragmente. Frankfurt a.M: Fischer Verlag 16. Auflage 2006. (Dîalektîka ronakdarîyê. Bermayîyên felsefîk)
  • Kizilhan, I: Die Gegenwärtigkeit der Gegenwart, Berlin, 2008. (kêlîka têdeyî ya nihoke)
  • Mitscherlich, Alexander und Margarethe: Die Unfähigkeit zu trauern. Grundlagen kollektiven Verhaltens, Frankfurt/Wien/Zürich, 2007. (Netewa şîngirtinê. Bingehên helwêsta kolektîv)
  • Müller, E. W.: Sozialethnologie. In: Hans Fischer (Hg.), Ethnologie. Einführung und Überblick; S. 149-185. Berlin, 1992. (Etnolojîya civakî).
  • Özüyilmaz, Ö.: Kürtler de aslında Türk... http://www.samanyoluhaber.com/h_180744_kurtler-de-aslinda-turk.html. (Ya rastî kurd jî tirk in)
  • Polanyi, K.: The Great Transformation. Politische und ökonomische Ursprünge von Gesellschaften und Wirtschaftssystemen, Frankfurt/M., 1978. (Transformasyona mezin. Bingehdestpêka polîtîk û ekonomîk ya sîstemên civakî û aborî).
  • Robins, P. J.: Turkey and the Kurds. Missing another opportunity? In: Abramowitz, M. (Ed.): Turkey's transformation and American policy, New York, 2001 (Tirkiye û kurd. Firsendeke din ya kêm / Veguherîna Tirkiyeyê û polîtîkaya Amerîkayê)

Wergera ji almanî: Hüseyin Kartal