Ne dostanî, ne dijminahî, bi tenê berjewendî

îran û amerîkaya latîn
Translator

Çileya pêşîna 2009’an, enstîtûya lêkolînan Latin Business Chronicle’ê diyardeyek xiste ber ronahiyê ku di pirraniya organên medyayê de nehatibû nirxandin. Ji 2007’ê heta 2008’an, bazirganiya di navbera Tehran û Amerîkaya Latîn de sê caran zêdetir lêhatibû û gihiştibû 2,9 milyar dolaran: ango meblaxeke pirr mezin ji bo danûstandinên bazirganî ku berî destpêka desthilata Mehmûd Ehmedînecadî, 3’yê tebaxa 2005’an, hema bêje qet nebûn.

Sala 2004’an, bazirganiya dualî di navbera Îran û Venezuelayê de kêmek ji yek milyon dolaran zêdetir e; piştî du salan, xwe li 51 milyonan dide. Di vê navberê de, Îranê li mala partnerê xwe yê karayîbî binkeyên îmalata bisîklet, trextor, trimbêl û çîmentoyê çend beramber zêdetir kirin. Di demekê de ku Karakasê gellek kêmasî hene di warê şarezatî û teknolojiyê de, Tehran hevkariyê pê re dike di hewlên wê yên endûstriyalîzasyonê de, bi taybetî di amadekirina şîr û hilberîna petrokîmyewî de… Herçend ji ber qeyrana navneteweyî, sala 2009’an, bazirganiya di navbera van du welatan de bi qederê 33,8% daketibe jî, Caracas û Tehranê her di heman salê de li hev kirin ku banqeyeke hevpişk a geşedanê damezrînin û qederê 70 rêkeftinên nû yên hevkariyê girêbidin (ku hejmara hemû rêkeftinan digihe 300’an). Bi her halê heyî, her du welatên navhatî ji xwe hewl û hêza xwe dikin yek di OPEC’ê (Rêxistina welatên îxrackerên petrolê) de ji bo bilindkirina nirxê kûra petrolê ku bernameyên civakî yên her du welatan jî xwe dispêrine bazirganiya petrolê. Nîşaneya lêknêzîkbûna her du welatan: ji sala 2007’an ve, heftiye carekê perwazek heye di navbera her du paytextan de ku wan bi hev ve girê dide.

Ji serê derwazeyê venezuelî pê de, têketina Îranê bo nav Amerîkaya Latîn her peyttir û qewîtir dibe. Di navbera 2007 û 2008’an de, Ekvador ji rêza heftê hat û gihişte rêza sêyê di nav partnerên bazirganiyê yên Îranê de li herêmê (piştî Brezîlya û Arjantînê). Di demekê de ku îthalata Ekvadorê di nava salekê de ji 0,01 milyon dolaran hildikişe 168,2 milyon dolaran, Quito di sala 2008’an de dibe bazara serekî bo berhemên îranî li Amerîkaya Latîn. (1) Îran bi firotinê qayîl nabe, herweha qewl dide ku bi firawanî veberhênanê jî bike li welatî, bi taybetî di sektorên enerjî, hîdroelektrîk û petrokîmyayê de. Serokdewletê Ekvadorê Rafael Correayê ku gellek şanaz bû bi seredana xwe ya bo Tehranê di çileya pêşîna 2008’an de, zêdetir ji 25 rêkeftinên du-layenî îmze kirin daku aboriya her du welatan bêtir nêzîkî hev bibe. Sala 2009’an, ticareta wê ya bi Îranê re bi %91,7 daket, û bi vî rengî, Ekvador, piştî Venezuelayê, kete rêza çarem di nava partnerên bazirganî yên Tehranê de li Amerîkaya Latîn. Lê belê, ev welatê piçûk hêj jî li pêşiya Meksîkayê ye (rêza şeşem). Îranê ji bo veberhênanên xwe yên li Amerîkaya navendî yek milyar dolar terxan kirine û di vê çarçoveyê de dê li Nicaraguayê lîmaneke li avên kûr(le port en eau profonde) ava bike û herweha deyn bide welatê navhatî ji bo avakirina binkeyeke duristkirina enerjiya hîdro-elektrîk. Li Bolîvyayê, Tehran dixwaze alîkariyê bike ji bo çêtir emelkirina xaza xwezayî. Herweha amade ye beşdariyê bike di wan lêkolînên pêşekî de li ser çavkaniyên berfireh ên lîtyûma (2) herêmên Andê.

Lê belê, halê heyî, % 94’ê danûstandinên di navbera Îran û Amerîkaya Latîn de –sercem 2,4 milyar dolar di sala 2009’an de– digel Arjantîn û Brezîlyayê ne. (3) Brezîlya –ku xwedanê bazareke 200 milyon kesî ye û xwedanê aboriyekê ye ku sêkiyê [ji sêyan yek] Hasilaya xeyrî-safî ya navxweyî (HXN) ya herêmî di destê wê de ye– herweha tenya welat e ku sala 2009’an jî bazirganiya wê digel Îranê zêdetir kir (+ % 4, piştî + % 80 di 2008’an de), û gihişt 1,297 milyar dolaran. Ev hêj pirr kêm e : di serdana Mehmûd Ehmedînecad a Bezîlyayê de, Ehmedînecad û Luiz Inacio Lula da Silva li hev kirin ku heta 2014’an danûstendinên xwe yên bazirganî bigihînin 10 milyar dolaran bi saya "hewlên karsazên her du welatan". (4)

Lê belê, xuya ye ku vê valsa dolaran, piştî cîbicîbûna hindek sazkariyên îdarî awazê xwe peyda kir. Chávez neh caran çû Tehranê, herweha Tehranê mazûvanî li Correa, Luiz Inácio Lula da Silva, Evo Morales û Daniel Ortega jî kir –bi rêzê serokdewletên Ekvador, Brezîlya, Bolîvya û Nikaraguayê– ku hemûyan bersiva nezaketa mazûvanê xwe da. Ji bilî sefaretên heyî li Arjantîn, Brezîlya, Kuba, Meksîka û Venezuelayê, Ehmedînecadî sefaretên nû vekirin li Bolîvya, Şîlî, Kolombiya, Nicaragua û Uruguayê. Li rexê xwe ve, Bolîvyayê tenya sefareta xwe ya li Rojhilata Navîn, ji Qahireyê bar kir Tehranê.

Derbirîneke kêm û kêmas e ku mirov bêje ev danûstandin li Washingtonê cihê nerzaîbûneke mezin in. 11’ê çileya pêşîna 2009’an, Hilary Clintona wezîra karên derve ya Dewletên Yekgirtî, îxtar dikir ku her çi lêknêzîkbûna digel Îranê "fikreke pirr xerab" e, lewre Tehran "piştgiriya terorîzmê dike, terorîzmê bi pêş ve dixe û dişîne derve". Clintonê muxatabên xwe yên nenavkirî hişyar dikirin û digot : "heke hindek bixwazin flortê digel Îranê bikin, çêtir e ku pêşiyê baş li ser netîceyên vê yekê bifikirin. Dewletên Yekgirtî hêvî dike ku ew [yên ku digel Îranê flortê dikin] dê du caran li ser vê xalê bifikirin". Lê Ehmedînecad vê lêknêzîkbûnê bi tenê wek encamên braderiyeke durist dibîne, lewre weha kurt lê dixist di 24’ê çiriya pêşîn a 2009’an de : "di têkiliyên xwe yên bi dostan re em tu tixûban nas nakin".

Digel vê hindê jî, herçend ev têkiliyeke "dostanî" jî be, ev pendê pêşîneyan cewherê rastî yê xwezaya têkiliyê rohn dike : "dijminê dijminê min dostê min e". De em binêrin ka bi rastî jî wisa ye. Sala 2002’yan, Chavez ji derbeyeke leşkerî filitî ku li jêr aqilmendî û piştgiriya Washingotonê bi rê ve çûbû. Sala 2009’an, Correa bû binas û armanca hêrs û xezeba Qesra Spî ji ber biryara xwe ya nûnekirina îmtiyaza binkeya leşkerî ya amerîkayî ya Mantayê (li ser erdê welatê xwe) ku 18’ê çiriya pêşîn a 2009’an bi dawî dibû. 5’ê tebaxa 2010’an, serokdewletê Bolîvyayê diyar dikir ku Dewletên Yekgirtî "li behaneyên wekî terorîzm û narkotrafîkê digere" daku têkeve Amerîkaya Latîn û cext lê dikir ku "armanca bingehî di vê dexaletê de ew e ku DYA dixwaze saman û çavkaniyên me yên xwezayî bixe jêr dest û desthilata xwe". (5) Bêguman DYA nerihet û bifikar e li ber siyaseta hikumetên çepgir ên latîn-amerîkayî ku hewl didin tesîr û nufûza aborî ya şirketên pirr-neteweyeî kêm bikin (carinan dudiliyê lê nakin ku wan biqewirînin jî) û serweriya neteweyî teqez bikin di warê samanên xwezayî de. Li rexê xwe ve, Tehran pê dizane ku di bernameya Dewletên Yekgirtî de pîlana êrîşbirina ser Îrana heye ku xwediyê sêyemîn mezintirîn rezervên petrolê ye (6) ku ji xwe amîral Michael Mullen di 1’ê tebaxa 2010’an de ev yek bi aşkereyî diyar dikir.

Di van şertan de, wisa diyar e ku siyaseta derveyîn ya rêveberên Amerîkaya Latîn gefa tepeseriya Dewletên Yekgirtî zêde bi ciddî nagire, lewre Chavez xwe û hevkarên xwe wek "gladyatorê(n) antî-emperyalîst" û "hevrêyê(n) têkoşînê" dibîne. Li rexê xwe ve, Ehmedînecad di hezîrana 2009’an de weha aşkere dikir mentiqa di bingehê siyaseta xwe ya derveyîn de : "Di demekê de ku welatên rojavayî hewl didin me veder bikin û bi tenê bihêlin, em çûn ketine dû piştgiriya [welatên li] pişthewşa DYA’yê" (7).

DYA’yê fîloya IV’emîn ku di sertaserê peravên Atlantîkê yên Amerîkaya Latîn re derbas dibe, dîsa bi kar xist. Bi hejmareke zêde binkeyên wê yên leşkerî hene li Amerîkaya Latîn û li ser hidûdên Îranê. Caracasê hay ji vê yekê heye û lewma biryarê digire ku bernameyên xwe yên hevkariya leşkerî digel Tehranê berfirehtir bike, bi taybetî di warê perwerdekirina personelan û îmalkirina çek û alavên şerrî de. Nîsana 2009’an, wezîrê parastinê yê Îranê Mustafa Muhammed-Necar aşkere dikir ku "amade ne her cûre piştgiriyekê bidin ji bo duristkirin û çakkirina şiyana leşkerî ya Venezuelayê di nava çarçoveya rêkeftinên parastina dualî de". (8) Bêguman yek ji sebebên vê hevkariyê ew e ku Dewletên Yekgirtî razî nebû çekan bifiroşe Venezuelayê, lê belê, Bill Samiiyê lêkolînerê ji Navenda tehlîlên analîzên deryayî ya Virginiayê wisa bawer dike ku "Îran hewl dide hevsengiya jeopolîtîk digel Dewletên Yekgirtî vesaz bike", ango bi awayekî dibêje : "Em jî dikarin bên û hespê xwe bibezînin li ser erdê goşeya we ya dunyayê". (9)

Hevgirtina "antî-emperyalîst" ne tenê bi qada leşkerî ve sînorkirî ye. Herweha şermezarkirina wan "manewrayan" jî tê de ye ku li mala hevpeymanan diqewimin û ku ihtimal e tesîrekê li wan bi xwe jî bikin. Bi vî rengî, hevpeymanan hewlên DYA’yê yên têkdana hevsengiyê li Îranê di dema hilbiijartinên binavûbang ên munaqeşebar de şermezar kirin. Diyar e bi vê mentiqa behskirî bû ku di hezîrana 2009’an de, Brezîlya, Nicaragua, Ekvador, Bolîvya û Venezuelayê –ku li van welatan çavdêrên navneteweyî hergav şanaziya xwe derbirîne li pêş şefafiya hilbijartinan– bê şert û merc piştgirî dane Ehmedînecad di dema hilbijartinên serokdewletiyê de li Îranê ku DYA’yê bi rengekî qet’î birêveçûna hilbijartinan şermezar kiribû. Chavez heta wê dereceyê çû ku bêyî ku delîlekê dabîn bike, îdia kir ku CIA’yê dexalet di hilbiijartinan de kiriye û nerihetiya xwe derbirî li pêş vê yekê. Lêkguhorîna nezaket û rêzgiriyê : çepa latîno-amerîkayî ku nelihev û neyar e digel şûrê Qesra Spî û li jêr êrîşên tevgerên muxalefetê yên li welatên xwe ne –ku pirraniya wan meyldarên Washingtonê ne–, 7’ê adara 2009’an, bi gotinên Correa, serfiraziya xwe derdibirîn ku Îran bûbû "dost û hevpeymanekî" wan. (10)

Lula da Silvayê kêmtir "radîkal", agirê "antî-emperyalîst" yê bereya xwe siviktir dike. Ji xwe Lula da Silva şanaziya xwe derdibire ku hem digel George W. Bush û hem jî digel Chavez li hev dike. Lê belê, digel vê hindê jî, Dewletên Yekgirtî payeya xwe ya partnerê bazirganî yê serekî yê Brezîlyayê ji Çînê re hişt. Brezîlyaya ku qît û qewî ye bi mezinbûna aboriya xwe ya rebît, hewl dide dengê xwe di civata neteweyan de bide bihîstin : Lulayê ku nema dide dû mentiqa mexsûs bi xeleka "Elizabeth Arden" a dîplomasiya edetî ya brezîlî (ku bi tenê bala xwe dida Roma, Parîs, London û Washingtonê), êdî berê xwe daye welatên başûrî ji bo bidestxistina piştgiriya navneteweyî (û ji bo bidestxistina kursiyekê di Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekgirtî de) ku ji bo welatê xwe çav li bin kutan e. Bêguman, rêya vê yekê di wê hindê re derbas dibe ka Brezîlya dikare şiyana xwe ya berhelistîkirina digel Bakur nîşan bide an na.

Di vê çarçoveyê de, gulana 2010’an, Lula da Silva, bi piştrgiriya serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, alternatîfek bi pêş xist li hember mueyyideyên Neteweyên Yekgirtî yên li dijî Îranê: rêkeftinek bo pevguhorîna ûranyûm û sotemeniya nûkleer. Wê heyamê, Elî Ekber Salehiyê serekê Rêxistina enerjiya atomî ya Îranê û herweha cîgirê serokwezîr, diyar kiribû ku bo cara yekem, aşkere bûbû ku êdî divê welatên rojavayî têbigihin ku "welatên li ser rêya geşedanê jî dikarin mafên xwe biparêzin li ser sehneya navneteweyî bêyî ku wan pêdivî bi hêzên mezin hebe" û bi weha bi dawî kiribû axavtina xwe: "Pejirandina vê yekê zehmet e ji wan re". (11)

Bêguman, çalakvaniya wan bi têkçûnê bi dawî hat, lewre Brezîlyayê, di 10’ê tebaxa 2010’an de, ew mueyyîde pesend kirin ku Konseya ewlekariya Neteweyên Yekgirtî li dijî Îranê biryar pê dabûn. Bi ya parêzvanên wê, vê hewlê heta dereceyekê perspektîfa boçûneke kêmtir li jêr tesîr û kontrola Washingtonê dabîn kir û, di heman demê de, piştrast kir ku mafê her neteweyekê ye ku bernameya xwe ya nûkleer a sîvîl bi rê ve bibe, ango mafê ku Chavez û Lula da Silva ji bo welatê xwe dozê lê dikin.

Bi qasî ku xuya ye, ji xwe Xatûn Clinton bi aşkereyî radigihîne, hevgirtineke jeopolîtîk a bi wî rengî pirr zehmet e piştgiriyeke aborî ji aliyê Washingtonê wergire. Bi dîtina serok Correa, "siyaseteke derveyîn ya hevaheng", piştî qutbûna pêwendiyên bazirganî digel Dewletên Yekgirtî, divê bikeve hewla "vekirina bazarên nû, girêdana temasên nû, bicihkirina pêwendiyan digel welatên ku bi xweşbînî û hevbîr li pêvajoya latîno-amerîkayî dinihêrin". (12) Diyar e ev "hevahengî"ya vê hevkariya jeopolîtîk e di bingehê zêdebûna bazirganiya di navbera Îran û Amerîkaya Latîn de, lewre bi ya Pervîz Davudiyê yekemîn cîgirê serokdewletê Îranê, "aboriyên Îran û Amerîkaya Latîn dikarin hev û du bihêz bikin". (13)

Hindek kesên mîna kandîdatê serokdewletiya Îranê Mîr-Huseyîn Mûsevî jî bi rexê xwe ve diheyirin ku "li şûna ku razemeniyê li welatên cîranên Îranê bike, hikumet radibe hemû wext û hêza xwe dide ser rijandina pere li welatên Amerîkaya Latîn". (14) Diyar e nabînin ku veberhênanên Îranê li Amerîkaya Latîn dihêlin ku Îran sîstema xwe ya aborî bi rengekî azad, û tevî mueyyîdeyên aborî yên li ser Tehranê, saxlem û piştrast ragire, bi taybetî jî di van sektorên endûstriyê yên pêşketî de : senayiya balafirsaziyê, emelkirina petrol û xazê, îmalata trimbêlan… Ehmedînecadî ji bo bazarkirina trimbêlan reklamvanekî bêqusûr peyda kiriye ji xwe re : Chavez. Navborî van heyamên dawî derheqê başiya modêleke îranî de ku li Venezuelayê tê çêkirin û firotin, bi navê Cantauro, weha axivî: "ev wesayiteke pirr bi qalîte û erzan e (…) Bihayê wê nêzîkî 76 000 bolîvar in [13 400 euros]. Heke we bivê modêleke mîna wê bikirin, bo nimûne Toyota Corolla, hûn ji 162 000 bolîvaran [28 500 euros] erzantir bi dest naxin… Ferqê dibînin ? Du caran jê zêdetir !" (15) Reza Hamzehlouyê midûrê Şirketa bazirganiya petrokîmyayî ya Îranê, 18’ê çiriya paşîn a 2010’an, tevî ku ne dilniya ye jî ka dikare pişta xwe bispêre bazirganên ewqas behredar –lê belê ji ber pêdiviya "zêdetirkirin û cihêrengkirina bazarên xwe" têketiyê–, şanaziya xwe derdibirî ku du muşteriyên potansiyel ên nû peyda kiribûn : Brezîlya û Arjantîn. (16)

Diyar e, li ser bingehê gotineke wisa, gellek xwezayî be ku îro Îran xwedanê statuya çavdêriyê (17) ye di Hevpeymaniya bolîvaryen ji bo gelên Amerîkaya me (ALBA) ku welatên Bolîvya, Ekvador, Venezuela û hindekên din bi xwe ve digire. Lê belê ALBA xwe bi hevkarî û rêkeftina dîplomatîk û aborî bi sînor nake. Ji cerga avabûna xwe, hemû hêz û hewla xwe daye ser parastina proje-siyasiyeke azadiya civakî ku kêm bernameyên siyasî heta niha doza azadiyeke ewqas berfireh kirine. Reng e nakokiyên herî beloq ên hevkarî û hevpeymaniya digel Îranê di vî warî de aşkere dibin ku ji xwe rastgirên Amerîkaya Latîn bi têra xwe îstîfadeyê jê dikin.

25’ê çiriya paşîna 2009’an, heynê seredaneke Ehmedînecad a li Caracasê, nûnerên muxalefetê ku li dor Koordînasyona yekîtiya demokratîk (MUD) berhev bûbûn, xwepêşandanek bi rê ve birin : bi yekdengî digotin, "şert e rêz li hemû benî-ademan bê girtin, li jinên îranî, li jinên Venezuelî û li hemû mirovatiyê", û weha lê zêde dikirin : "Li vir, me bawerî bi demokrasiyê tê, bi yeksaniya mafên jin û mêran". (18) Nakokî ? Li Venezuelayê, tu caran bi qasî piştî destpêka desthilatdariya Chavez pêşketin çênebûbûn di warê mafên jinan de.

Bo cara yekem, destûra 1999’an karê bermaliyan wekî karekî biheqdest nas dike. Deqa destûrê herweha her çi awayekî cudakarî û tacîza cinsî li dijî jinê şermezar dike û yeksaniya jin û mêran li kargehan wek şert destnîşan dike. Bi heman rengî, halê hazir projeyeke yasayê tê munaqeşekirin ku heta 12 heftiyan îcazeyê dide kûrtajê –lê belê rêveberiya Chavez hêj nekariye vê sazkariyê bide pejirandin.
Brezîlya endamê ALBA’yê nîne ; lê belê dîsa jî pêşketinên di warê mafên jinan de ku di nav van çend salên dawî de hatine bicihkirin, qet ne kêm in. Dîsa jî heyama kampanyayên hilbijartinên serokdewletiya Brezîl-yayê xuya bû ku civak û çîna siyasî ya brezîliyayî, bi pirranî, li dijî kûrtajê ne. Sala 2004’an, yasayekê li partiye-siyasiyan mecbûr kir ku sedî sî ji kandîdatên wan ji jinan pêk bên. Herweha, yasayên Brezîlyayê ferqan danayne di navbera jin û mêran de : li aliyê Îranê rewş weha ber bi başiyê ve naçe, berevajî Amerîkaya Latîn, Îran di vî warî de her bêtir bi paş dikeve.

Tehran dixwaze pirr-jiniyê bîne, ango bihêle ku mêr di heman demê de bi du an zêdetir jinan re zewicî bin, lê belê diyar e fikra wê hindê nake ku çepera vê yasayê fireh bike ku jin jî bikarin bi du an zêdetir mêran re bizewicin. "Polîsê exlaqê" yê rejîma Îranê, wan keçên ciwan destgîr dike û tundiyê li wan dike ku tenya guneha wan geriyana bi hezkiriyên xwe re ye. Gava bi sedan kes kom dibin daku roja cîhanî ya jinê, 8’ê adarê, pîroz bikin, ajanên polîsan, bi cilûbergên sîvîl, bi jop û tîrikan didine ser girseya xwepêşandêr.

Bi pêçevane digel têgihiştina belave ku belê Amerîkaya Latîn hêj jî xwedanê çandeke maçîst û homofob e, li herêmê pêşketinên girîng pêkhatin di vî warî de. Herçend homoseksuel hêj jî tûşî cudakariyan bibin jî, Brezîlya yek ji xweşbîntirîn welatên Amerîkaya Latîn e. São Paulo "parade gay"a [meşa geyan] herî girîng a li cîhanê bi rêk dixe ku her sal bi milyonan kes beşdariyê lê dikin. Hindek welatên herêmê izinê didine zewaca homoseksuelan. Herweha, Dilma Rousseffa serokdewleta nû ya Brezîlyayê her wekî Jose Serra, reqîbê wê yê serekî di hilbijartinên çiriya paşîn a 2010’an de, mafê zewaca homoseksuelan diparêzin. Sala 2008’an, Uruguayê û paşê jî Ekvadorê destûr dane paksa [peymaneke medenî di navbera du kesan de, mîna zewacê, ji bo parastina berjewendiyên hevbeş ên kesên ku bi hev re dijîn] di navbera homoseksuelan de.

Hetta Kuba jî di vî warî de pêş dikeve ku li Kubayê heya heyamên dawî jî gellek caran homoseksuel dihatine destgîrkirin, hepskirin û dibûne qurbaniyên cudakariyên cûr bi cûr. Mariela Castroya keça serokdewlet Raul Castro, ya ku rêvebera Navenda neteweyî bo perwerdeya cinsî ye, wisa bawer dike ku "nasname û meyla cinsî mafekî mirovî ye" (19) û doza wergirtina ra û piştgiriya bavê xwe dike di vê meseleyê de. Tevî vê, ji ber muxalefeta Dêra katolîk û pareke hikumetê, mecbûr ma dest ji soza xwe ya yasayîkirina paksa homoseksuelan bikêşe.

Arjantînê di hezîrana 2010’an de zewaca kesên ji heman cinsî bi yasayê pejirand û bi vî rengî bû yekemîn welatê latîno-amerîkayî ku yasayeke weha qebûl kir. Li hember muxalefeta Dêra katolîk, serok Cristina Kirchnerê di rexneyên xwe de "serdema engîzîsyonê" bi bîr dixist. (20) Li rexê xwe ve Ehmedînecadî li Îranê aşkere kir ku "homoseksuelî li dijî tebîetê mirovî ye".

Gava mirov di perspektîfa Bolîvyayê re li meseleyê binêre, hevpeymaniya Bolîvya û Îranê cihê heyirînê ye, lewre Moralesê ku li esl û binyadê xwe yê Aymara xwedan dibe, berevajî Ehmedînecad, hergav mafê kêmîneyên li welatê xwe parastiye. Ehmedînecad siyaseteke tepeserkirina wan kêmîneyên etnîk ên eyaletên li qeraxên welatî da ber xwe ku bi têkdana nizama li welatî dihatine tawanbarkirin. Bi vî rengî, li Îranê, Kurd, Ereb, Turkemen, Azerî, Belûcî û kêmîneyên din ên ne-fars nêzîkî nîvê nufûsa welatî ne. Bo nimûne, li nav Belûciyan navîniya temenê mirovan û rêjeya xwendewariyê gellek nizmtir e ji navîniya welatî.

Di warê mafên karkeran de jî dîsa nakokiyeke bi heman rengî xwe dide der. Li Amerîkaya Latîn, hikumetên çepgir di babetên şertên karkirinê û naskirina mafên mûçegiran de, bi rêje û dereceyên cuda, rewş gellek baştir kirine. Lula da Silva û Morales her du jî berê endamên sendîkayên progresîst bûn. Li Îranê, hikumet muameleyeke pirr xerab dike bi tevgerên civakî û sendîkayan re. Lewma, gava şifêrên otobêsan li Tehranê dest avêtine grevê ji bo derbirrîna nerihetiya xwe ji şertên karkirinê, hêzên ewleyiyê ew bi hejmarên zêde destgîr kirin, û bi vî rengî, 23’ê adara 2009’an, bûn binasê protestoya karkerên brezîlyayî li ber Jûra bazirganiya îranî-brezîlyayî.

"Hevpeymaniya" şert û berjewendiyan di navbera Îran û Amerîkaya Latîn de li ser bingehê nakokiyên siyasî bi rê ve diçe, lewma, herçend li rûyê jeopolotîk ve hewl û boçûneke mentiqî jî be, nakokiyên destnîşankirî dibe ku pêdaçûn û berfirehbûna hevpeymaniyê bixine xeterê. Amerîkaya Latîn ku hewl dide hovîtî û zêderoyiyên dîktatorên xwe yên salên 1960 û 1980’yan bixe ber ronahiyê, bi çavekî xerab li helwêsta Îranê ya digel muxalefeta xwe dinêre: bo nimûne, piştî çalakiyên hilbijartinên 2009’an, bi hezaran xwepêşander hatibûne hepsîkirin. Li Tehranê gellek asayî ye ku kombûn û xwepêşandanên aştiyane yên dijberan an jî jinan bi awayekî hovane bêne serkutkirin.

Bi heman rengî, beyanên Ehmedînecad ên derbarê qirana cihûyan de li wî aliyê Atlantîkê dibin sebebê nerihetî û hêvîşkestinan. 22’yê çiriya paşîna 2009’an, gava serokê Îranê bi seredaneke resmî çû Brezîlyayê, çalakvanên homoseksuel, nûnerên civata cihûyan û saxmayên ji tehcîrê, li ser plaja Ipanemayê, li Rio de Janerioyê li hev kom bûn daku hatina Ehmedînecad şermezar bikin… Ji vê yekê xerabtir : beyanên rêveberê îranî keresteyê êrîşkirinê dane destê muxalefeta Venezuelayê, lewre rayedarên muxalefetê diyar dikin ku Chavez diçe destê hevpîşeyê xwe yê îranî û lewma "ew bi xwe jî" antîsemît e.

Li ber vê dîmenê, tu kes ji xwe napirse ku gava Barack Obama destê serok Lula digire û jê re dibêje "siyasetmedarê herî xweşdivî li ser rûyê dunyayê" (21), bi vê yekê piştgiriya xwe nîşan dide ji bo siyaseta brezîlyayê ya qedexekirina kurtaja ne ji ber sebebên tenduristî. Gelo heta dereceyekê kawikî nîne ku mirov pê biheyire ku hikumetên çepgir xwe nêzîkî wan welatan jî dikin ku cîhanbînbîniyên wan ji hev cuda ne ? Ji xwe li vê meydanê pragmatîzm/faydexwazî hertim li kar bûye : çi pêwendiyên di navbera Yekîtiya Sovyetê û wan welatên erebî de bin ku qirana komûnîstan radikirin, çi ew pêwendî bin ku Çîna Maoyî tîne ba Şîlîya Pinochet, an jî bila hevpeymaniya Dewletên-Yekgirtî ya digel Erebistana Suûdî be. Ev gotina Lord Palmerstonê serokwezîrê Keybanû Victoriayê (ji 1855’ê heta 1858’an û ji 1859’ê heta 1865’an), herî zêde li şanê siyaseta derveyîn dikeve: "tu hevalên min nînin, tu dijminên min nînin, her ez im û berjewendiyên xwe".

Çavkanî

Nikolas Kozloff: Rojnameger

  1. "Latin America: Iran Trade Triples", Latin Business Chronicle, Coral Gables (DYA), 2 çileya pêşîna 2009’an
  2. Lîtyûm metalek e ku di çêkirina bateriyan de, bi taybetî di bateriyên trimbêlan de, tê bikaranîn. Bolîvya xwediyê nîvê rezervên lîtyûmê yên li hemû dunyayê ye
  3. "Brasil-Iran Trade Grows", Latin Business Chronicle, 6’ê çiriya paşîna 2010’an
  4. "Iran-Brazil trade will amount to dlrs 10bn in five years", Iran trade news, Tehran, 12’yê çileya pêşîna 2009’an
  5. "Evo denuncia a Washington por los ataques a Sudamérica", AFP, 6’ê tebaxa 2010’an
  6. "US Military Chief Admits to Iran Attack Plan", AFP, 1’ê tebaxa 2010’an
  7. "Israel and Iran compete to expand influence in Latin America", The Sunday Times, London, 12’yê çiriya paşîna 2009’an
  8. Danielle Kurtzleben, "Alliance Problematic for the U.S., But Not Threatening", Inter-Press Services, 10’ê tebaxa 2009’an
  9. Bi neqlkirina Brian Ellsworth tê de: "Latin America warms to Iran amid anti-U.S. sentiment", Reuters, 29’ê tebaxa 2007’an
  10. "Ecuador destaca inversión iraní y china en desarrollo de proyectos", Hoy, Quito, 7’ê adara 2009’an
  11. "Le Brésil et la Turquie demandent au Conseil de sécurité de l’ONU de ne pas sanctionner l’Iran", AFP, 20’ê gulanê
  12. Hoy, h. b.
  13. Beyana 21’ê çileya pêşîna 2008’an, li Tehranê
  14. "Ahmadinejad foreign policy ‘rattled’ Iran foes", Presstv.ir, 25’ê tebaxa 2009’an
  15. "Chávez: ‘Los coches iraníes son mejores que los Toyota’", El Mundo, Madrid, 24’ê hezîrana 2010’an
  16. "Iran targets South America for petchem exports", Tehran Times, Tehran, 18’yê çiriya paşîna 2010’an
  17. Her wekî Haîtî, Paraguay, Uruguay û, piştî seredana Chávez bo Şamê, çiriya paşîna 2010’an, Sûriye jî
  18. Lenny Durán û Anna Teres Pozzolungo, "Gobiernos de Venezuela e Irán sellan pacto contra imperialismo", El Tiempo (Venezuela), 26’ê çiriya paşîna 2009’an
  19. Luisita Lopez Torregrosa, "In Latin America, a Harbinger of Women’s Rights", The New York Times, 27’ê tîrmeha 2010’an
  20. Tom Hennigan, "Argentina legalises gay marriage", The Irish Times, Dublin, 16’ê tîrmeha 2010’an
  21. "Obama: Lula Is ‘Most Popular Politician On Earth’", The Huffington Post, 2’yê nîsana 2009’an

Wergera ji fransî: Ergîn Opengîn