Nelson Mandela, rêyên kes ne li bendê

Translator

Hunermendê peykertraşîyê yê îngilîz ê bi eslê xwe ji Afrîkaya Başûr, Bruce Clarke bi hezar şêwazî li ser sînîzm û fermanên hunera têgehîyê dixebite. Kevne-milîtanê li dijî apartheidê di berhemên xwe de behsa dîroka nûjen, nivîs û ragihandina bîra merivî û civatê dike.

Navê wî yê li pênc parzemînan tê hildan, hevmaneya peyvên berxwedan, rizgarî û gerdûnîbûnê ye. Têkoşerê serhişk û ewqasî jî xirab Nelson Mandela êdî nîne. Fikra ku meriv li ber peykerê wî şînê bike jî merivî zivêr dike; wî digot: li pêş biçin û bidin dû wê erka pir mezin a azadbûnê.

Nelson Mandela ji holê rabû, êdî mafê me heye em ragihînin ku sedsala 20an bi dawî bû, ya ku ew yek ji fîgurên wê yên ku mohra xwe lêdayî bû. Ji bilî Fidel Castro, ew dibe ku yê dawîyê yê xeteka merivên mezin ên li ber nemanê bû, lewre serdema me dixwaze êdî ji bo heta hetayê dawîyê li efsaneyan bîne.

Ji xasekî bi wê de ku wî bixwe îdîa kir ew qet nebûye xas û ezîzek, Mandela bi xwe di rastîyê de efsaneyeka zindî bû berîya zindanîkirina xwe ya dirêj, di dema zindanîkirina xwe de û piştî wê jî. Afrîkaya Başûr, wê rûdana cografî ya ku zehmetîyê dikişîne xwe veguherîne têgehekê, di şexsê wî de, li gorî gotinan, fikra xwe peyda kir. Û çiqasî jî eceleya vê fikrê nebû ku xwe ji wî qut bike, ev xweş û baş e, loma efsaneya civata bê efsane, bê tehlûke nîne ji bo hebûna wê ya nû wekî civata jîyana piştî apartheidê.

Divê meriv qebûl bike ku Mandela xasbûn û ezîzbûn red kir, wî ev yek her da zanîn, carinan jî bi hinek fesadîyê ev dikir, zexmî wekî din ew e ku meriv qebûl bike ku ew ne wekî merivekî asayî ji dayik bû. Apartheid bi xwe ne şêwazekî asayî yê serwerîya kolonyal yan jî tepisandina nijadî bû, ji ber wê jî wê rê li ber derketina holê ya çîneka jin û mêrên kêm asayî vekir, yên bêtirs, yên ku bi berdêlên berê nedîtî dê betalkirina koledarîyê bi lez bikirana. Heke ji hemûyan Mandela nav veda, sedema vê yekê ew e ku wî di her qonaxa jîyana xwe de carinan di bin zexta şert û mercan de û bi piranî bi dilê xwe zanîbû rêyên kes ne li bendê bide ber xwe.

Di bingehê de jîyana wî bi kurtebirî dê bi çend peyvan xwe îfade bikira: zilamekî her li pey dozê, timî amade ye bide rê û herweha vegere, hem meriv nikare hesab bike wê çi bike û hem jî ewqasî mûcîzewî ye, ev xislet wê bi tenê bibûna xwedî par di efsanewîkirina wî de. Di bingeha efsaneyê de ne bi tenê daxwaza ji bo tiştê pîroz û têhnîya ji bo sirê heye. Ew pêşî li kêlek û nêzîkî mirinê dipişkive, ev awayê pêşî yê bi çûnê û jihevqutbûnê bi gewde dibe. Hîna pir zû Mandela ev herdu ezmûn kirin, dema ku bavê wî Mphakanyiswa Gadla Mandela hema hema li ber çavên wî mir, qelûna wî di devê wî de bû û kuxikekê pê girtibû ku tutina ku wî ewqasî hez dikir tam bike û bikişîne jî nedikarî wê nerm bike. Vê çûna pêşî rê li ber yekî din vekir, Mandela yê ciwan tevî dayika xwe dê Qunu bi cih bihişta, devera zarokatîya xwe û destpêka ciwanîya xwe, cihê ku ew di otobîyografîya xwe de bi dildarî û hestîyarîyeka bêdawî terîf dike. Ew dê piştî ku dawî li salên girtina wî yên dirêj hat vegerîyanê, piştî ku xanîyek lê da çêkirin yê ku bi her awayî kopyayeka wê girtîgehê bû ku demeka kurt berîya were berdan lê girtî bû.

Red kir ku serî li ber adetan bitewîne, wî dê carekê çûyîn ji xwe re bikira rê dema ku dawî li ciwanîya wî ya nûgihayî hat. Ev gerokê mîranî, dê pişta xwe bidaya karîyerekê li cem mezinê eşîra Thembûyan, eşîra wî bi xwe. Ew dê biçûya Johannesbourgê, bajarê karkerên kanan ê ku wê demê mezin dibû û ew devera ku lê nakokîyên civatî, çandî û sîyasî herî zêde lê dihatin hember hev bû, ev nakokî peyda dibûn ji vê pêvedana barok a kapîtalîzm û rasîzmê ya ku ji 1948an û pêve wê reng û navê apartheidê bigirta. Mandela yê ku bang lê hate kirin ku li gorî adetê bibe mezinê eşîrê, wê biqulibîya ser dînê neteweperestîyê çawa ku meriv diqulibin ser dînekî û bajarê kanên zêran wê veguherîya şanoya sereke ya hevdîtina wî bi çarenûsa wî re. Hingê rêyeka hilgirtina xaçê ya dirêj û bi êş û azar dest pê kir, wê rê vekir li ber bêparmanê, li ser hev binçavkirinan, tacîzên bêwext, gelek caran derketina pêşberî dadgeran, bi awayekî birêkûpêk girtina li zindanan, tevî xelata wan a êşkencê û merasîma wan a piçûkxistinê, kêlîyên çi kêm û çi zêde dirêjkirî yên jîyana qaçax, serûbinîhevkirina jîyana bi roj û bi şev, tedbîla cil û bergan a kêm û zêde spontane, jîyaneka malbatî ya ji hev kirî, meskênên bê kes û kus – zilamê têdikoşe, yê ku dabûn dû wî, yê ku timî direvîya, her hazir bû biçe, yekane rêber jî êdî ew bawerîya bi rojeka din, wê roja vegerê bû.

Ya rastî, Mandela rîskên pir mezin girtin. Bi jîyana xwe ya ku ew bi awayekî têr û tijî dijî, wekî ku hertişt her carê ji nû ve dest pê bike û wekî ku her car jî cara dawî bû. Lê belê bi jîyana gelekên din jî, di serî de jî ya malbata xwe ya ku wekî encameka bivênevê berdêleka pir giran a angajmanên wî û bawerîyên wî da. Ew pêve wekî bi deynekî bêdawî ve girêdayî be girêdayî bû û wî dizanî ku qet nikare vî deynî bide û vê jî bi tenê hisên wî yên gunehkarîyê zêdetir dikirin.

Ew bi hemanekê ji cezayê darvekirinê filitî. Sala 1964an bû. Tevî hevalên wî yên bi wî re dihatin gunehbarkirin, xwe amade dikir ku cezayê îdamê lê were birîn. Di hevpeyvîneka bi Ahmed Kathrada re bi gelekî piştî ku hat berdan, ew dibêje, "Em amade bûn ji vê îhtîmalê re. Heke divîyabû ku em nemînin, me xwest em wê di nava ewrekî serketinê de bikin. Kêfa me dihat ku em zanibin birîna cezayê mirinê li me, wê bibûya fedakarîya me ya dawî ji bo gelê me û rêxistina me. (1)" Ev vîzyona merasîmî di heman demê de ji tevahîya daxwaza şehîdbûnê dûr e. Û berevajîyê hemûyên din, ji Ruben Um Nyobè heta bi Patrice Lumumba, ji Amilcar Cabral, Martin Luther King û heta bi Mohandas Karamchand Gandhi, ew dê ji vê şaşîyê xelas bibûya.

Wî yê bi rastî li girava ceza Robben Islandê ezmûna dildarîya jîyanê bikira, li ber karê bi darê zorê, mirin û sûrginkirinê. Girtîgeh wê veguherîya cihê ezmûnên herî zehmet, cihê ezmûna îzolebûnê, vegera merivî ya li îfadeya xwe ya herî besît. Li vê devera cezayê muebedê, Mandela wê fêr bibûya li wê hucreyê bimîne ku wî dê bîst salek lê derbas bikira bi rengê zindîyekî dergistîyê darbestekê. (2)

Di wan saetên dirêj û bi azar ên tenêtîyê de, li ber kevîyên dînbûnê, wî yê ya bi rastî girîng ji nû ve vedîta, ya ku di bêdengîyê û detayan de veşartî. Her tişt wê ji nû ve bi wî re bipeyivîya: merivek ku ber bi cihekî bi me nedîyar ve diçe; tovê di bin axê de yê dimire, piştre şîn dibe îluzyona baxçeyekî çêdike; li dawîya tiştan, çi dibe bila be; bêdengîya rojên tarî yên ku hemû bi tevahî wekî hev xuya dikin; ew dema ku wekî ku dawî lê neyê xwe dirêj dike; hêdîbûna rojan û sermaya şevan; peyv pir kêm dibûn; dinyaya li derveyî dîwaran a ku êdî merivî dengê pistepistê nedibihîst; zirara ku Robben Islandê û xet û şûnên girtîgehê li ser rûyê wî çêkirin, êdî êş wan bi gewde dike, reng di wan de nemana çavên wî yên ku rohnîya rojê di wan de dişikê, li ser quartzê, di nava wan rondikên ku hîç jî ne wisa ne, toza li ser rûyê wî ya ku veguherî ruhekî xeyalî û di nava cigerên wî de, li ser guhên wî û di bin wan de ew girnijîna bi kêf û bi eşq, ev sekna mexrûr, rast, li ser pîyan, kulma şidyayî, ya amade ye ku ji nû ve dinyayê himbêz bike û bike ku tofan rabe.

Hema hema ji hertiştî bêpar hiştî û qutkirî, ew dê gav bi gav têbikoşîya da ku ji tu tiştê ku ji merivahîyê mayî gavê paş ve neavêje, ewê ku zindanvanên wî di berdêla çi de dibe bila be dixwazin jê bistînin û wekî serketina dawî ragihînin. Neçarê jîyanê bi hema hema ne tu tiştî, ew fêr dibe ji her tiştî tesarufê bike, lê belê her weha fêr dibe xwe bi awayekî bingehîn, zewqa cinsî jî di navê de, ji tiştên jîyana dinyewî qut bike. Heta bi wê radeyê ku girtîyê muebedê, di navbera du dîwar û nîvan de asêkirî, ew dîsan jî ne koleyê kesekî ye.

Merivê ji hestî û goşt, Mandela wekî tê dîtin li ber kevîya felaketê jîya. Ew kete nav şeva jîyanê, nêzî taristana herî dijwar bû, li dû fikrekê, fikra şîyana jîyana azad ji nijadê û serdestîya wê. Tercîhên wî ew heta berkendalê ajotin. Wî yê dinya heyranî xwe bihişta, lewre ji wî hat ku ji welatê sîyê sax vegere, hêza dipijiqe ya şeva sedsaleka pîr dibe û êdî nizane xeyalan bike, xewnan bibîne.

Bi tevahî wekî tevgerên karkeran ên sedsala 19an û heta têkoşînên jinan, modernîteya me hat xebitandin bi xewn û xeyala betalbûna koledarîyê ya ku berê koleyan didît. Ev xeyal bû ya ku wê destpêka sedsala 20an şerê rizgarkirina ji kolonîbûnê dirêj bikira. Pratîka sîyasî ya Mandela beşek e ji dîroka taybet a têkoşînên mezin ên afrîkî yên ji bo azadbûna merivî.

Ev têkoşîn ji destpêkê ve bi alîyekî global hatin kiraskirin. Maneya wan tu carî ne herêmî û cihî bû. Ew mane her gerdûnî bû. Heta dema ku van têkoşînan aktorên cihî û herêmî seferber dikirin jî li welatekî yan jî li ser erdekî neteweyî yên baş xetên wê yên sînor dîyarkirî, wan ji destpêkê ve xwe disipart piştgirîyeka li qada gerdûnî û transneteweyî pêk hatî anîn.

Ev ew têkoşîn in ku her carê destûr dan ferehkirin û heta gerdûnîkirina mafên ku heta hingê bi tenê yê nijadekê bûn. Ev serketina tevgera betalkirina koledarîyê ya sedsala 19an e ku dawî li wê nakokîyê anî ku demokrasîyên koledar ên modern nûnerîya wan dikirin. Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê qebûlkirina mafên kesên bi eslê xwe afrîkî û têkoşînên mafên medenî rêya berfirehbûna fikir û pratîka wekhevîyê û ya welatîbûnê vedikin.

Em heman gerdûnîbûnê di tevgera dijkolonyalîst de jî dibînin. Ev tevger mimkinkirina hêzeka xwerû ya xwebûnê – hêza xwe bi xwe li ser pîyan girtinê, çêkirina civatê, dîyarkirina [çarenûsa] xwe bi xwe – bû, heke ne wisa bûya nexwe armanca vê tevgerê çi bû? Mandela bi veguherîna sembola têkoşîna global a li dijî apartheidê, van maneyan demdirêj dike. Li vir armanc ew e ku civatek ji nijad û wêde were damezrandin. Tevî ku nijadperestî bi awayên kêm û zêde meriv ne li bendê vedigere, projeya wekhevîya gerdûnî ji her demê bêhtir li pêşîya me ye.

Divê gotinek li ser Afrîkaya Başûr a ku Mandela li pey xwe dihêle jî were gotin. Ji civateka kontrolê derbasbûna civateka serfker bêguman yek ji veguherînên herî dîyarker e ji azadbûna wî û dawîya apartheidê û vir ve. Di dema rejîma apartheidê de kontrol ji şopandin û sînordarkirina tevgera merivên reş pêk dihat. Wê qadên ku di wan de merivên reş asêkirî bûn, bi rêkûpêk dikirin bi armanca ji wan kar û xebata herî zêde biguvêşe û bimije. Ji ber vê yekê hawîrdorên mîkro hatin pêk anîn ku carinan bi şêwazê çîtan û carinan bi şêwazê rezervuwaran bi kêr dihatin. Peymanên di navbera ferdan de hingê yan qedexe bûn yan jî li gorî qanûnên pir hişk dihatin sînordarkirin, nexasim jî ew ferdên endamê çîneka nijadî ya cihê. Ango kontrol bi guhertina xedarîyê bi xetên nijadî yên ku desthilatdarîyê dixwest hişk bimînin, dimeşîya. Di rejîma apartheidê de sê bikarhatinên xedarîyê hebûn. Li alîyekî armanca wê kêmkirina kapasîteyên merivên reş bû da ku xwe ji nû ve avakirina wan a civatî misoger bike. Merivên reş tu carê nedikarîn wan navgînên ku dest ji wan nabe ji bo jîyaneka bi rûmet berhev bikin, êdî ev navgîn çi ji bo gihiştina zad û qût, çi ji bo gihiştina xanî û banekî, çi ji bo gihiştina perwerdeyê û tendirustîyê û yan jî ji vê jî bêhtir çi ji bo gihiştina mafên bingehîn ên welatîbûnê bûn, ne girîng bû.

Alîyekî vê xedarîyê yê elaqedarî bedena merivî jî heye. Armanca wê dawîanîna li seferberîya bedena meriv bû, tevizandin û felckirina wê bedenê û heke pêwîst bikira şikandina wê bû. Ya rastî wê êriş dibir ser sîstema sinîr û meyldar bû ku kapasîteyên mexdûran hişk bike da ku cîhana xwe ya sembolan ava nekin. Enerjîyên xelkê para bêtir li erk û karên dewamkirina jîyanê diçûn. Meriv neçar hatibûn hiştin ku jîyana xwe bi tenê bi şêwazê tekrarê bijîn. Ya rastî karê ku nijadperestîyê dixwest bibe serî ev bû.

Ev şêweyên şidet û xedarîyê yên ku bi rastî jî bi awayekî zêdetir mijara kirina beşek ji cewherê xwe ne, ku meriv naxwaze lê mikur were. Ew ji sala 1994an ve bi rengekî molekuler li asta hebûna hevpar û gelemperî ji nû ve tên afirandin. Ew xwe di tevayîya astên înteraksîyona civatî de didin der, çi qadên samîmî yên jîyanê bin, çi strukturên hewas û heza cinsî bin, çi jî daxwaza meriv nikare xwe li ber bigire ya serfkirina her awayê mal û metayan be.

Ev daxwaza bêsînor a serfkirinê wekî cewher û xwebûna demokrasî û welatîbûnê hatîye qebûlkirin. Ji civateka kontrolê derbasbûna civateka serfkirinê di çarçoveyekê de pêk hat ku gelek awayên cihê yên bêparbûna piranîya merivên reş mohra xwe lê xistibû. Bitirbûna radîkal û bêparbûna radîkal bi hev re hebûn û qelşa ku herdu rewş ji hev dikirin meyldar bû her diçe bêhtir bi şidet û rengên cihê yên bi neheqî ji xwe re kirina mal were mizakerekirin.

Demokrasîya piştî Mandela bi piranî ji merivên reş ên bêkar û yên din ku nikarin werin bikaranîn, yên ku mafê wan ê milkîyetê hema hema li ser tu tiştî nîne, pêk tê. Li ser dîroka dirêj a welêt bi xwe mohra dijminatîya di navbera du prensîpan de heye, birêvebirina miletî bi destê milet û qanûna milkdaran. Heta bi berîya demeka kurt milkdar hema hema bi tenê merivên spî bûn û vê jî girêdan û maneyeka nijadî dida têkoşînan. Êdî ev yek bi tevahî wisa nîne. Çîna navîn a merivên reş pêk tê, lê belê di heman demê de ne di wê rewşê de ye ku bi mafên milkdarîyê yên ku hîna nû bi dest xistî di nava ewlekarîyê de tamijî bibe. Ew piştrast nîne ka gelo xanîyê ku bi kredîyê hatî kirîn wê sibe ji dest were girtin yan na, çi bi zorê û çi jî ji ber şert û mercên aborî yên nebaş ên ku wê vê yekê ferz bikin. Ev maneya nedîyar yekê ji nîşanên derûnîya vê çînê pêk tîne.

Heçî kevne tevgera rizgarîyê, Kongreya Neteweyî ya Afrîkî (African National Congress, ANC) ye, ew li tora mutasyoneka ji vê jî bêhtir nakokane aliqî. Hesabê çînên desthilatdar û sermayedaran ew e ku xizanîya girseyî û rêjeya bilind a newekhevîyê dikare di bin hin şert û mercan de rê veke li ber alozîyan, grevên demî û gelek bûyerên şidetê. Lê belê dij-koalîsyonek di encamê de peyda nebû ku karibe bi awayekî bingehîn lihevkirina 1994an a ku desthilata sîyasî derbasî ANCyê dike û serdestîya aborî û çandî ya hindikahîya merivên spî bi mîsaqê pesend dike.

Afrîkaya Başûr dikeve serdemeka nû ya dîroka xwe,ya ku têde prosedurên berhevkirina [sermaye û milk] êdî ne li gorî jirêderketinên jimilkkirinên yekser pêk tê, ev jimilkkirinên yekser di dema şerên bêmilkkirinê yên sedsala 19an de dîyar bûn. Ew êdî bi bidestxistin û jimilkirinên taybet ên çavkanîyên dewletê pêk tê, bi rêya eyarkirina xedarîyê û bi rêya nisbî wekî amûr bikaranîna bênîzamîyê. Pêkhatina çîneka nû ya birêveber a pirnijadî diqewime bi sentezeka melez a modelên rûs, çînî û afrîkî yên piştî serdema kolonyal.

Di vê navê de qada gelemperîyê her diçe bêhtir li parçeyên piçûk ên dijminê hev dabeş dibe. Cografyaya demografîk a welêt parçe dibe. Gelek merivên spî dev ji hinterlandê ber didin û xwe li peravan digirin, nexasim jî li wîlayeta Cap a Rojava. Ew ji prosesusa geş û gur a "afrîkanîzekirina" welêt ditirsin û xeyala wan ew e ku li vir stûnên komareka spî ava bikin a ku xwe ji kevnên apartheidê xelaskirî, lê belê erka wê parastina îmtîyazên caran e.

Girêdana nakokane ya kadroyên ruhî yên serdema cudakarîya nijadî bersiveka qismî pêk tîne li hemberî veguherîna welêt a neteweyeka çekdarî, şêwazekî netewe-garnîzonê yê ku bi polîsekî pir bertîlxwur bi gurçûpêç e û eskerî ye. Yên ku destê xwe bi tiştekî nakin ji vê rewşê sûdê werdigirin bi rengekî ew ewlekarîyê dikirin ji hezaran şirketên ewlekarîyê yên taybet û ji şirketên nobetdarîyê yên ku qismî baronên li desthilatdarîyê û hevkarên wan xwedîyê wan in. (3)

Ev rejîma nû ya kontrola bi bazarê ya tê kirîn û firotin xwe xurt dike li ser hîmê dabeşkirineka bişid a çavkanîyên şidetê. Dîsan jî civateka çekdarî her tişt e, lê ne civateka sivîl e. Ew hîna civateka bi rastî nîne. Ew lodeka ferdên ji hev belavbûyî ye ku li hember desthilatdarîyê îzolebûyî, bi tirsê û gumanê parçekirî, jê nayê girseyan pêk bîne, lê belê pir çalak e ku ji bo mîlîsan yan jî demagogekî bikeve nava liv û tevgerê û ne amade ye rêxistinên disîplînkirî saz bike yên ku ji bo xebitîna civateka demokratîk dest ji wan nabe.

Ji bo dawîyê, ji jîyan û pratîka Mandela du ders hene ku divê werin girtin. Ya pêşî ew e ku bi tenê dinyayek heye, qet nebe niha wisa ye û ev dinya her tiştê heyî ye. Di encamê de ya li cem me hemûyan hevpar e ew his yan jî daxwaza bi tevahî bûna meriv e. Ev daxwaza kamilbûna wekî insan tiştek e ku em hemû parve dikin. Ji bo avakirina vê dinyaya ku ya me hemûyan e, divê hem filan û hem jî bêvanên ku di dîrokê de ji ber prosesusên bêparhiştin û neqandinê êşîyan ji nû ve wê beşa insanetîyê ya ku ji wan hat dizîn bi dest bînin. Bîrbirina dinyayeka hevpar wê pir zehmet çêbe heta ku filan û bêvanên ku ketin nav rewşeka xizanî û bêparîyeka pir dijwar ji van şert û mercên asêmana di şeva jêrejîyanê rizgar nebin. Di fikra Mandela de lihevhatin û tezmînkirin li navenda îhtîmal û heta avakirina bîrbirineka hevpar a dinyayê bi xwe ne, ango li navenda pêkanîna edaleteka gerdûnî ne. Ji ezmûna xwe ya girtîgehê ew digihêje wê encamê ku beşeka insanetîyê di cewherê meriv de ye ku her kesê meriv nûnerê wê ye. Ev beş bêyî virde û wêde ya me hemûyan e. Ew dike ku bi awayekî objektîf em hem ferd bi ferd ji hev cihê bin û hem jî bişibin hev. Exlaqê lihevhatin û tezmînkirinê jî wekî encam ferz dike ku ew tiştê em dikarin navê beşa yên din ya ku ne ya min e lê bikin, were qebûlkirin û ez dîsan jî garantorê wê me çi bi dilê min û çi ne bi dilê min. Ev beşa yên din, ez dê nikaribim wê bi dest xwe ve bînim bêyî ku encamên wê hebin ji bo fikra xwe bi xwe, ya edaletê, ya rastîyê, heta ya insanetîyê hemûyî, û heta ji bo projeya gerdûnî jî heke ev proje bi rastî jî armanca dawî be.

Di nava van şert û mercan de çêkirina sînoran, lêkirina dîwar û çêkirina çîtan, parçekirin; sinifandin, bi hîyerarşîyê parçekirin, hewldana bidestxistina insanetîya filanî û bêvanî ya ku me erzankirî, ya ku me piçûkxistî, ya ku naşibe me, yan jî yên ku em difikirin em dê tu caran bi wan re li hev nekin, belesebeb e. Bi tenê dinyayek heye û em hemû jî hevmîrasgirê wê ne, tevî ku awayên jîyana me ya lê ne wekî hev jî bin – jixwe ev jî sedema pirrengîbûna bi rastî ya çandan û awayên jîyanê ye. Meriv vê bibêje, ev yek hîç jî ser xedarî û sînîzma ku xisleta hevdîtina gel û neteweyan dîyar dike, nagire. Ev bi tenê bibîrxistina agahîyeka di cih de, ya pêşî lê nayê girtin e ya ku kokên wê bêguman di destpêka demên modern de ne: prosesûsa nabe were berepaşkirin a tevlîhevbûn û ketina zik hev a çand, gel û neteweyan.

Daxwaza cihêbûnê pirî caran tam jî li wir dide der ku em bi awayê herî dijwar ezmûneka lidervehiştinê di ser xwe re dibihurînin. Nexwe, danezana cihêbûnê zimanê berevajî yê daxwaza qebûlbûn û hewandinê [ya nav wê tiştê meriv jê bêpar tê hiştin] ye. Ji bo wan ên ku êşa serdestîya kolonyal kişandin yan jî ji bo wan ên ku beşa insanetîyê ji wan hat dizîn di demeka dîyar a dîrokê de, ji nû ve bi destxistina vê beşa insanetîyê pirî caran di danezana cihêbûnê re derbas dibe. Lê belê, çawa ku em di beşeka rexneya afrîkî ya modern de dibînin, ev bi tenê kêlîyeka projeyeka berferehtir e: projeya dinyayeka wê pêk were, dinyayeka li pêşîya me, ya ku berê xwe dayî gerdûnîbûnê; dinyayeka ku xwe ji barê nijadan, dilman û daxwaza tolhildanê ya ku banga ji bo tevahîya rewşên nijadperestîyê, xelaskirî.

(1) Nelson Mandela, Conversations avec moi-même/Axaftinên bi min bi xwe re, Seuil, koleksîyona "Points", Parîs, 2011.

(2) Bide ber, Nelson Mandela, Un long chemin vers la liberté/ Nelson Mandela, Rêyeka dirêj ber bi azadîyê ve, Le Livre de poche, Parîs, 1996.

3) Gotara li jêr bixwîne, Sabine Cessou, "Trois émeutes par jour en Afrique du Sud / Rojê sê raperîn li Afrîkaya Başûr", Le Monde diplomatique, adara 2013an.

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê