Neslê mirovan jî biparêzin, ne tenê xwezayê!

Doza jîngehparêzîyê û doza mirovparêzîyê
Translator

Gelo hêsantir e ku mirov awayên xerckirinên xwe rexne bike an awayên afirandinên xwe? Ger kes nemabe ku bi firehbûna kriza jîngehê ya li pêşîya însanîyetê nehesîya be jî, krîza ku li hember medenîyetê ku berdewama wê ye, kêm kes pê dizanin. Mirovê karibe vê pirsgirêkê çareser bike, tenê dema ku mirov nexweşîyê bi awakî zelal tesbît bike û bi cidîyeta meseleyê bihese.

Erdê dinyayê -em weha jîngeha xwe ya xwezayî bi nav dikin -, ber bi xirabûneke mezin diçe, haya hema bibêje herkesî jê heye û hemû partîyên siyasî doza jîngehparêzîyê qet nebe di axaftinên xwe de derbas dikin. Erdê mirovî -em weha cinsê mirovî bi nav dikin-, ber bi xirabûneke weha mezin jî diçe, haya hema bibêje tukesî jê nîne û partîyeke siyasî jî tune ku bi qasî doza jîngehparêzîyê, behsa doza mirovparêzîyê jî bike. Armanca vê nivîsarê, pirsîna vê cudatîyê ye.

Ji kesên herî kêm meraqdarên siyasetê jî bipirsin ka doza jîngehparêzîyê çi ye. Bêguman, ew ê ji we re bibêjin ku germbûna îklîmê ya ji ber gazên serayê me ber bi dewreke felaketan dibe, ku gemarbûna erd, av û hewayê li pir deveran digihîje rêjeyên êdî nayên ragirtin, ku xilasbûna serkanîyên nayên nûkirin esas dawîya awayê me yê hilberandin û xerckirinê bi xwe re tîne, ku bikaranîna enerjîya nukleer jî tijî rîskên bêçare ye. Piranîya wan jî wê êrişên li ser cihêrengîya bîyolojîk zêde bikin û wê bi gotinên xwe, pêwîstîya ecele ya bi kêmkirina mohra welatên zengîn a li ser jîngehê îfade bikin û weha dawî li axaftinên xwe bînin.

Kesên ne meraqdarên siyasetê bin, çawa van hemû tiştan dizanin? Bi riya medyayên bê navber agahîyên li ser jîngehê diweşînin. Bi tecrubeyên rasterast ên van agahîyan timî piştrast dikin, ji rewşa hewayê heta bi bihayê benzînê. Bi axaftinên zanyar û siyasetmedarên ku van agahîyên netemam dikin nêrîneke dinyayî û ji vê nêrînê jî, bernameyeke siyasî ya li herderî pêşxistî derdixînin. Bi derbasbûyîna dehsalan, çandeke weha saz bû ku berjewendî û çalakîyên berfireh ên vê meseleya mezin, doza jîngehparêzîyê, pêk tînin, li hev anîne.

Piştî vê, derheqê doza mirovparêzîyê jî bipirsin. Bêguman, di serî de tukes wê di pirsa we tênegihîje. Ka em şirove bikin: Gelo hûn di vê bawerîyê de ne ku mirovahî bi qasî dinyaya me xira dibe, ku alîyê medenî ya cinsê mirovî bi rastî di bin xetereyê de ye, xetereyeke weha ku li gel meraqa acil a parastina xwezayê - doza jîngehparêzîyê -, divê meraqeke parastina mirovahîyê jî, di tarîfeya kalîtatîv a peyvê de, bi qasî wê girîng jî hebe -doza mirovparêzîyê? Ev pirs wê xelkê matmayî bihêle. Pir kes wê bibêjin ku hûn meseleyê dinepixînin. Helbet, ew ê mijarên cihê endîşeyê jî bi bîr bîne -sertbûna mercên jîyanê, pêleke rabûna ezperestîyê, dûrxistina jîyana umumî ji exlaq û fikarên ji bo siberojê... Lê belê, fikira ku mirovahîya me bi qasî dinyayê di bin metirsîyê de ye, dê ji bo wan ecêb be.

Ka em israr bikin. Gelo em ber bi cihaneke weha naçin ku jîyana mirovane lê heram dibe? Gelo em bi imkanên xwe yên heyî, quweteke xirab û zêde nadin meteloka kevin a dibêje ku "mirov ji mirovan re gur in", heta ku li pir waran jî bibe qanûn? Kar, mînakeke sereke ye ku xirabûna şert û mercên wê bi awayekî ku mirov fikaran bike her ber bi jêr diçe.
Hilberîna xebateke bi kalîte û bi nirx her diçe zehmetir dibe, berpirsiyarî ji xebatkaran tê xwestin û di heman demê de tê asteng kirin,, reqabetkirina wan a birêkûpêk, îmhakirina bi qesd a sendîkavanîyê, pedagojîya "Fêrî xwefirotinê bibin" û "Bibin kujer", birêvebirina şirketê ya bi terorê, hertiştê ku di nuxteyeke dawîn de dicive û dibe sedema xwekuştinên li qada kar, dîktaya herheyî ya qezencdêrîya duhejmaran, prîma daîmî ya ji bo çavbirçîtîya hissedar, zêdebûna neheqiyên bê exlaq û patronên keleş, bi kurtasî, dîntîya nûlîberal, awayekî xebîs ê kapîtalîzma dawîn. Gelo em bi riya jimirovahîbûneke rasteqîn de naçin?

Lê belê, ew ê bibêjin, haya herkesî ji van tiştan heye, ji bilî vê navlêkirina ecêb a doza mirovparêzîyê. Gelo jirêderketinên civakî yên meraqdêr nabin cihê hişyarî, lêkolîn û çalakîyan? Mesele drama kar: Gelo fîlmên baş haya me pê naxin, psîkologên weke Marie Pezé an Yves Clot (1) rohnî nadin ser, li her alî banga redkirina birêveberîyên jimirovahîker li me nakin? Haydarîyeke teva ya xirabîyên ranegirî yên pergala dinyayî ya ku me bi rê ve dibe, di çêbunê de ye. Hêzên siyasî yên di Enîya Çepê de yekbûyî, banga devjêberdana kapîtalîzmê dikin da ku rizgarkirina mirovî pêşdetir bixin. Partîya Kesk, armancên civakî û sazûmanî yên xurt, demokratîk û destbiratîyê bi doza jîngehê ve girêdide. Aborînasên pirhejmar li dijî pîvana teng a Hatina Hundirîn a Brut (HHB), nirxandinên serkeftîbûnê yên ku xirabîyên mirovî digel başîyên produktîvîst di xwe de vedihewînin, bi kar tînin. Tevgerên civakî yên ji bo li dinyayê vegerandina mirovahîyê, li herderî çalak dibin. Gelo doza mirovparêzîyê, eger em ê bi vî hawî biaxivin, ji mêj ve pê nehat hesîn û nehat pejrandin jî?

Na, qet nebû. Yên ku pê bawer in, berfirehîya doza pêwîst tam nehesibandin.

Lewre ku, li vir mijar weke ya jîngehê ye: Ev dozên şaristanî aîdên siyasetê ne, lê jê mezintir in jî, ji ber ku bijarteyên exlaqî yên ji tercihên siyasî yên asayî kûrtir, dikin hedefa xwe. Meraqdarîya li ser rêçûyîna cinsê mirovî nayê maneya betalkirina dijberîya çep û rastê, lê belê pêdivîya dijberîyeke weha ya li ser wateya xweser a siberoja medenîyeta me îfade dike, lewre ku ev peyvên rast û çep ên pir zêde ji qîmê daketî êdî têrî vî tiştî nakin. Em dixwazin bibin mirovahîyeke çawa? Pirsa cidî ya li bingeha doza mirovparêz ev e. Vê pirsê jî, xebata ramyarî û însîyatîfa ji bo wê hewce hîna bi xwe re neaniye.

Bi qasî doza jîngehê acîl be jî, doza mirov heta niha bi têra xwe nehat pejrandin, nehat fikirîn, heta nehat bi nav kirin jî. Ev rewşeke dramatîk e. Jirêderketina şaristanîyê ya pir xeternak a ku, di serî de, dikeve ber çavan, malûmilkkirina giştî ya mirov e

Weke nimûne, li derveyî wextên felaketê, êdî ne mumkun e hilberîna mal û xizmetan bêyî bi tatêl û fikara girantir a hilberîna kesan re bê têkîldar kirin, ev rewşeke acil e ku fikirîna mirovnasîyê li ser me ferz dike. Weke jîngehnasî, divê mirovnasî zanîneke rastîn bibe ya ku rê li ber kirineke adîl jî veke. Di vî warî de em hê jî pir dûrî zanîna xwestî ne û ji serî ve ev têgiha efsûnger li ber me disekine: "Mirov". Peyveke xwerû ji bo rastîyên ewqas ji hev cuda: Cinsê bîyolojîk Homo sapiens, cinsê mirovî yê bi dîrokê re pêşketî, civata civakî, ferdê takekesî û bi ser de, mirovê mê herweke mirovê nêr -hemû ev tişt di "mirov" de tevlihev? Gelo warekî din ê zanyarîyê heye ku têgiheke weha prîmîtîv qebûl bike? Dîsa jî, ev tevlihevparêzîya gotinan parastî dibe, lewre ku ji alîyê hema bêje herkesî ve tê bi kar anîn, heta nivîskarên timî vegotî yên weke Nietzsche an Heidegger. Gelo tesaduf e? Gelo tesaduf e ku ramyarê yekane yê hevdem ku, bi tundrewî, ev abstraktbûyîna xirabe ya "mirov" xist ber lêpirsînê, Marks e.

Bi qasî doza jîngehê acîl be jî, doza mirov heta niha bi têra xwe nehat pejrandin, nehat fikirîn, heta nehat bi nav kirin jî. Ev rewşeke dramatîk e. Xebateke esas weha xwe li ser kesên eleqedar ferz dike: Divê, qet nebe, kurtasîyeke mijarên sereke yên dikarin tevin bidin fikireke mirovahîya di bin metirsîyê de bê pêşkêş kirin. Xetên li jêr têkildarên hewldaneke weha ne, ya ku, sê sal berîya niha, di dawîya kitêbeke qalind de weşiyabûn.

Jirêderketina şaristanîyê ya pir xeternak a ku, di serî de, dikeve ber çavan, malûmilkkirina giştî ya mirov e. Kapîtalîzmê, serdestîya tevahî ya malûmilkê bi cih anî, lewre ku ew firotina karên bêyî ku karker meaş bistînin, bingeha qezencên ferdî ye, hêsan dike. Ew hêza mirov a xebatê dike milkek û weha ferdan dixe şûna tiştan û tiştan dixe şûna ferdan: Sultanê mezin ê kapîtalê xwedêgiravî "kar dide hêza xebatê", lê belê, di rastîyê de, meaşdar neçar dimîne karê belaş bide kapîtalîstan... Jixwe, tiştê nû û xiraker ev e ku êdî tiştekî mirovane jî ji dîktaya fînansê nafilite: Divê hertişt bibe cihê qezencên duhejmarî, ji parçeyên jihevkirî heta nivînê nexweşxaneyê, ji ticareta li ser Înteretê heta alîkarîya dersên xwendekaran, ji nûkerîya dermanxaneyî heta pevguhastina sporvanên navdar... Ev tê maneya birêveberîyeke şirketan a xedar: Gemarîya şertên xebatê bi qasî gemarîya avê dramatîk dibe. Ev herweha tê maneya fînansekirina giştî ya çalakîyên xizmetê yên ferdan perwerde dikin û pêş de dixin -tenduristî, spor, perwerdekarî, lêkolîn, afirandin, kêf, agahî, ragihandin... Rabûna van xizmetan, rêçûna ber bi dinyayeke ku tê de dewlemendî eşkere şûna mirovî, dîyar dike. Kapîtalîzm bi lezgînî vê riyê taqîb dike da ku mantiqên xwe tê de bike serdest. Ji ber vê yekê, qanûna pereyî armancên xweser ên van aktîvîteyan dide ji bîr kirin. Reklam weha amûra çand û destbiratîyê bi navê televîzyonê dike amûreke firotina "wextê mêjîyê mirov ê berdest " ji xwedîyên reklaman re. Perwerdeya ferdan jî di bin destê rêjeya qezencê de ye: Gelo em ê vî sûcî qebûl bikin?

Bêşaristanîkirina bêsînor

Ev helhela ticarî jî, meyleke bixwe kujer di xwe de vedihewîne: Meyla bênirxkirina hemû nirxan. Kant di warê exlaqî de weha biryar dabû: Nasîna şerefa mirov tê vê maneyê ku ew "bê fiyat" e; vegerandina hertiştî li nirxên diravî, bêşerefîyeke giştî çêdike. Ev di warê kognîtîv de, herweke li alîyên estetîk, hiqûqî û exlaqî rast e: Bê nirxên ku "bi xwe û bê hidûd" derbasdar in, mirovahîya medenî winda dibe. Lê em niha vê drama rojane dijîn: Meraqa rastîyê, ya edaletê, ya şerefê bênavber tê bin pê kirin... Dîktatorîya qezencdêrîyê ji bo kuştina bênirxîyê, bêberjewendîyê belaş sûîkastan çêdike. Em li ber sekûka trajîk a dinyayeke ku mirov tê de bênirx e, radiwestin. (2) Berbelavbûna kesên "bêyî" -bê kaxiz, bê kar, bê mal, bê siberoj...- tê maneya, bi gotina Aimé Césaire, "sazkirina mirovên berdest". Li nik wan jî, kesên "bi nirxê zêrîn" xweş dixwin- meaşên nayên bawer kirin, paraşûtên zerîn, xavyar ji bo kuçikan...-, û ev ji xwe tê aynî maneyê: Hemû pîvanên nirxê ji holê radibin. Heta ku "nirxê" xwerû ya hemû nirxên din dinirxîne û weha dest nîşanî xwe dike, jixwe bê nirx e. Fînans timî di nepixîna hejmarên dîjîtal de ye, berîya ku bilqik biteqin û pere bi mîlyaran winda bibe -lê belê, ji bo hilberînerên sektora reel, rastî dijwar e. Gelo ev betalkirina nirxan ji heliyana bûza qutûban kêmtir ciddî ye? Em bi mirovahîya xwe dileyizin: Gelo haya me ji vê rewşa tirsnak heye?

Ev paşketina ha, yeke din a herî xirab bi xwe re dibe: Windabûna bêçare ya maneyê. Ev paşketineke nû ye, lewre ku ji bo demeke dirêj, kapîtalîzm bi mane bû; tevî kedxwarîya xwe, wê mirovahî bi pêş xist. Lê belê, hilketina fînansê -şiklê dewlemendîya herî jimirovahîbûyî- li tepeyên herî bilind, em xistine dewreya bêmanetîya teva: Komkirina maliyeyê her diçe zêdetir bê dawî û bê armanc dibe. Em şahîdên tekçûna dîrokî ya sinifekê ne ku niha bêyî tu armanceke medenî, kedê dixwe û weha dixwaze me bi vê "dawîya dîrokê" mehkûm bike.

Kurtbînîya hovane ya vegera envestîsmanê, ku tu projeya mirovî di xwe de nahêle, vê mirina maneyê li herderî belav dike. Lewre jî, globalîzebûyîna bi riya fînansê, serkeftina gevzok a "nedinyayekê" ye, ku absûrd û hogirê wê, fanatîzma dînî, tê de hertiştî dagîr dike. Ev korbûna strukturî niha jî xira dibe, dema ku cinsê mirovî digihîje hêzên heybet û di bin xetereke mirinbar de, divê haydarîya siberojê li cem me çêbibe. Li derveyî tu kontrola kolektîv, di vê kêmanîya demokrasîya rasteqîn a ji ber tamferdîtîyê çêbûyî de, afirandinên me yên maddî û manewî dibin wek hêzên kor ên me teslîm digirin û bin pê dikin -bêhişîya bêçare ku çi G8 nikare asteng bike. Ji ber vê yekê, hestyarîya mirovahîyeke bê serî ya dike li dîwarê xwe çêdibe- dîwarê hem jîngehî û hem jî mirovî. Lê belê, eger cinsê mirovî ji cins bibe, qedera Homo sapiens bixwe di bin xetereke giran de ye. Em li ser berjêra halê xirabtirîn bi lez dibin - gelo dengê vê qerînê tê we?

Malûmilkkirina mirov, bênirxkirina nirxan, windabûna maneyê -divê em wêrek bin û bibêjin ku jimedenî-yetbûneke bêçare çêdibe. Ev nayê maneya pesindayîna du sedsalên bihurî yên tijî rezaletên civakî û jenosîdî. Lê belê, bi serkeftina teva ya "şirîkîya serbest" li dawîya sedsalê, hikumdarîya heta hetayê ya demokrasîyeke aram li me dabûn pêş dîtin. Berevajîya vê, em ber bi belavbûna dîkatorî û şidetê ve diçin û cureyekî herî xirab a şidetê jî, şideta nerm. Şerên xwînrêj ên berbelav -paqijkirina nijadî, talankirina çek-dar a welatên feqîr, jîrîya kujer a terorîzmê, resmîkirina îşkenceyê, hovîtîya fetisîner a nûçeyên cînayetê, hertiştê ku fîlozofekî wek "barbarîya nedinyaya globalîzebûyî" bi nav kir. (3) Bêhtirî wê, şidetên paqij jî -reqabeta heta mirinê ya fîrmayan, pêla jikaravêtinên borsayî, çavdêrîya pêşketî ya şirket û bajaran-, şidetên nîşanî jî di nav de- ta'deyên wijdanî yên rojane, lêzêdekirina hemû fobîyên kesê din, jiçandbûna welatî ya ji ber sînîzma serdest... Kêmkirina haydarîya sinifî heta nuxteya heyî, lêhaynebûna raxistina dinyayê û cihê wan a tê de ya hewqas jin û mêran, ev paşveketineke aqilî ye û encamên wê felaketî ne. Bila em tu caran ji bîr nekin ku nazîzmê "ein Volk, ein Reich, ein Führer" (4) - îdeolojîya "mirovê" bê sinif- kir şûna ramyarîya marksîst ya sinifan û weha koka xwe daye...

Li van çar xusûsiyetên girîng yekî din zêde dibe û dike metirsîyeke pênchejmar: Qedexekirina pergalî ya alternatîvan. Qedexekirineke ji qesdan: Sinifa qezencdar doh ji ber bayê şoreşê hejiya û çi ji destê wê tê dike da ku vê rîskê heta hetayê ji holê rake -hûn bi tenê li helwêsta medyayên wê ya li hember "çepa çepê" binihêrin bes e. Berî her tiştî, mantiqên pergalê bi xwe vê qedexeyîyê jixweber dikin. Ji bo Marksî, lewre ku girseya proleter li gel kapîtalê mezin dibû, kapîtalê jî yên ku dê dawîya wê bianîyana çêdikirin. Lê ev xweşbînîya dîrokî îro di bin gumaneke cidî de ye: Şoreşa hilberinê meaşdaran ji hev dike, qudsîbûna biryara fînansî wan bêçare dihêle, giranîya neguherbarîyê jî dilawerîya wan dişkîne: Meyla heybet a dixwaze hertiştî biguherîne, bê encam dimîne. Ev bêhêzî li herderî dubare dibe- derewên siyaseta sazûmanî weha tenê beşdarnebûna hilbijartinan bi xwe re tîne. Heytûhota qezencdêrîyê rê dide ku em xirabtirîn rewşê wek qedera xwe bibînin. Pergala ku dirûşma wê ya sereke bi xwe azadî ye, TINA ya Margaret Thatcher ji xwe re kir slogan: " There is not alternative!" Jixwe, gelo em ê çawa ji serdestîya bêdawî ya bazarên fînansî û dezgehên nirxandinê bifilitin, eger krîza muezzem a 2008ê pergal bi tu awayekî cidî neguherandibe? Îqlîma heyî ya dawîya Împaratorîya Romî, bes di serdema nukleer û Înternetê de, gelo wek felaketeke dawîn xuya nake?

Ev pirs wê li ba we peyda bibe: Ku metirsî hewqas cidî be, çima bi qasî metirsîya jîngehê li ser nayê rawestandin? Ez ê li vir bi tenê derbirîneke esas bînim ser zimên. Rawestandina li ser pirsa mirovparêzîyê tê maneya sûcdarkirina rasterast a ta'deya tevnî ya kapîtalîzmê li hember mirovan; bêguman ev berbe-lavbûna vê fikirê hêsan nake. Fikira jîngehparêz di çandeke cuda de dîyar dibe, ku berê wê ji awayê nemirovî yê hilberinê bêhtir, li awayên xirab ên danûstandinê, ji zilma rêjeya qezencdêrîyê bêhtir, li dagîrkerîya teknozanyarîyê, ji berjewendîyên sinifî bêhtir, li bêberpirsyarîyên civakî ye. Bi vî hawî, ew li şûna şoreşeke têkilîyên hilberinê dikare reformeke fezlî ya danûstandinê pêk bîne. Jîngehparêzîyeke weha sînorkirî ji bo borsayan ne xeter e. Heta ew dikarin pê re operasyonên siyasî û pevguherînên ticarî yên xweşik bimeşîne: "Fikira kesk" dibe fikireke cihanî... Lê belê, di rastîyê de, drama jîngehê bi qasî yê mirov, ji ber kurtbînîya kujer a qezencdêrîya maksîmûm çêdibe. Herdu doz jî ji hev nayên kirin: Jîngeh û cinsê mirovî dê xwerû bi hev ve bên rizgar kirin. Lewre, jîngehparêzîyeke ku êrişeke biryardar nabe ser pergala qezencê, bê siberoj e. Armanca pirsa nezelal a "jîngehparêzîyeke çepgir" jî ev e.

Ku em wesfê wê weha bidin, rewşa niha ya cinsê mirovî pir reş xuya dike. Gelo em tenê li alîyekî meseleyê nanihêrin? Gelo navê em li pêşfikirên objektîv û înîsyatîvên subjektîv ên ji bo derbaskirina muhtac a kapîtalîzmê jî mêze bikin? Bêguman. (5) Pir tişt weha bi me "qedereke xirabtirîn" didin xuyan; divê em wan nepejirînin. Em dikarin vê meylê berevajî bikin. Lê ji bo em bi serkevin, divê haya me ji giranîya vî karî hebe: Liserxwegirtina tevahîya doza mirovparêz û înşakirina wê biqasî doza jîngehparêz. Înîsyatîv wê pê re werin. Ji nerazîbûnên Ewropayê heta welatîyên amerîkî yên ku gazincên xwe li Wall Streetê diqîrin, barê exlaqî yê nerazîbûnên ku îro pêk tên dîyar e û dengê alîyê exlaqî yê dozên şaristanî vedide. Tevgereke kûr siyasetê dihejîne. Bi gotineke Jaurès, nerazîbûneke hindik mirov ji siyasetê dûr dixîne, nerazîbûneke pir wî lê vedigerîne. Wekî din, divê ev tevger çalakîyên nû bi xwe re bîne, ne şoreşeke kevnare ya ji bo guherînên ji jorê ve, ku têkçûna wan berbiçav e, lê belê dane destpêkirina li hemû qatan a bixwevegirtinên hevpar bi riya şiklên nûker ên înîsyatîv û rêxistinkirinê- dem dema îcadkirinê ye. Berdêla wê, em ê bikaribin qedera xirabtirîn têk bibin. Haydarîya rastbîntirîn a pêkaniyê û nêrîna bilindtirîn a pêwîstîyê bi hev re: îro, divê rizgarkirina cinsê mirovî dest pê bike.

Nameya Marks a ji Ruge re li gulana 1843ê, dawîyeke kamil pêk tîne ji bo nivîsê: "Hûn dibînin ku ez dema niha pir bilind nanirxînim, lê tevî vê yekê ez jê bêhêvî nebûm, ji ber ku rewşa wê ya bêhevî jixwe min hêvîdar dike."

Çavkanî

Lucien Sève:
Fîlozof. Pirtûka wî ya dawîn, Penser avec Marx aujourd'hui - t2, L'homme? [Îro li gel Marksî fikirîn -cld. 2, Mirov?, La Dispute, Parîs, 2008.

  1. Bnr. Marie Pezé, Ils ne mouraient pas tous mais tous étaient frappés [Hemû nedimirin, lê li hemûyan dihat xistin], Pearson, 2008; Yves Clot, Le Travail à cœur [Karê ji dil], La Découverte, 2010
  2. Ev sînîzma nexuyanî ya dirûşma reklamî ya bi nav û deng: "Ji ber ku ez bi qasî nirxê wê me" - jinek bi qasî nirxê berhemeke marketîng e...
  3. André Tosel, di Civilisations, cultures, conflits [Şaristanî, çand, pevçûn], Kimé, 2011, r. 139 û tevahîya şapitreya 4ê a pir hêja
  4. "Milletek, keyatîyek, rêberek". Bnr. analîza fikira Heidegger a di "L'homme?" ["Mirov?"], r. 276-292
  5. Bnr. Bi vê maneyê pirtûka Jean Sève, Un futur présent, l’après- capitalisme [Siberojeke heyî, pişt-kapîtalîzmê], La Dispute, 2006

Wergera ji fransî: Simko Destan