Neteweyên Yekbûyî ketîye ber cazîbeya şirketên taybet

Hevkarîyên bi şirketan re zêde dibin
Translator

Malpera Business.un.org ya ku sala 2010an hat dame-zirandin, destûra – berîya bi deh salan sekreterê giştî Kofi Annan biryar dabû – hevkarîya di navbera Rê-xistina Neteweyên Yekbûyî (RNY) û şirketên taybet de vedijîne. Tevî ku hedefa eşkerekirî fînansekirina armancên RNYyê ye jî, tekilhevîyeka cûreyan carinan gumanbar dîyar dibe. Ji jirêderketinên muhtemel û wê de, mesele xizanbûna ajansên RNYyê bi xwe ye.

 

Zehmetîyên lihevderxistina budceyê destek dan hevkarîya di navbera Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (RNY) û sektora taybet de, dema ev diqewime jî qet şefafî nîne. Ji 1995an ve Boutros Boutros-Ghali ku hingê sekreterê giştî bû, erê kiribû li Foruma Aborî ya Dinyayê ya li Davosê ku ew dixwaze "bi awayekî firehtir şirketên pirneteweyî bike pardarê biryarên navneteweyî".

 

Xelefê wî Kofi Annan bi kêfxweşî gava xwe li ya wî anî (1) û sala 2000î Peymana Global (Global Pact) ya Neteweyên Yekbûyî ya ku îlhama xwe ji John Ruggie yê ji Zanîngeha Harvardê digire, eşkere kir. Ev proje şirketan wekî "hevkarên biîmtîyaz yên geşedan û bipêşketinê" dibîne, heke qet nebe ew qebûl bikin ku deh prensîpên xwe dispêrin mafên merivan pêk bînin. (2) Rapora Komîserîya Bilind ya Neteweyên Yekbûyî ya der barê mafên merivan de ya bi navê "Business and Human Rights: ya Progress Report" (2000) pir pêde diçû û îdîa dikir ku bazirganî û mafên merivan bi awayekî dualî hevûdin xurt dikin.

 

Lê belê têkilîyeka bi vî rengî di Peymana RNYyê de nîne, di Danezana Gerdûnî ya Mafê Merivan de jî. Tu çarçoveya hiqûqî ya zelal nîne ji bo Global Compact ya ku ji sed û sih û yek welatan bêhtirî heft hezar şirketan dicivîne. Bêguman hêmaneka cezakirinê hatibû bicihkirin û heta ji 2008an ve bû sedem ku bêhtirî şeş sed şirketî ji lîsteyê werin birin, lewre van şirketan di pêkanîna deh prensîpên peymanê de ti gav bi pêş de neavêtibûn. (3) Lê belê tu çerxeka hişk û cidî nîne rêzgirtinê ji van angajmanan re kontrol bike û li ser hevkaran bi tenê ferz e ku raporeka salane biweşînin. Ew herweha bi şertê ku Buroya Peymana Global destûrê bide dikarin logoya Global Compactê bi kar bînin. (4)

 

Li Afrîkayê fêrkirina xwendin û nivîsandinê bi SMSyan

 

Têkilhevîyeka cûreyan ya bi vî rengî qebûlkirina pîvanên bitesîr yên li ser berpirsîyarîya civakî ya şirketan asteng dike. Vê daxwazê xwe di salên 1970yî dabû der, ev dema skandalan bû yên mîna eşkerebûna têkilîya şirketa amerîkî TTyê di darbeya eskerî ya sala 1973yan de ya li Şîlîyê. Bi vê fikrê Rêxistina Navneteweyî ya Kar (RNK) bi ser ketibû ku sala 1977an "Danezaneka Prensîpên Sêalî li ser Şirketên Pirneteweyî û Sîyaseta Civakî" qebûl bike. Lê belê tu nirxê ferzker û zorker yê vê danezanê nebû.

 

Ev hizirên hingê êdî dûr xuya ne. Ji bilî Global Compact, hevkarî di navbera ajansên RNYyê û şirketan de jî bi pêş dikevin. Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Perwerde, Zanist û Çandê (UNESCO) hevkarîyê dike bi şirketa dêw ya kozmetîk ya fransî L’Oréalê re da ku destheqê zanyarên jin bide; bi Daimler-AGyê re di çarçoveya bernameya Mondialogoyê de ya ku palpiştîya "dîyalaoga di navabera çandan de" dike; bi Samsungê re ji bo parastina mîrateya çandî ya madî; bi Microsoftê re di çarçoveya bernameya bipêşketina aborî û civakî ya global de; bi Procter & Gamble re ku di berdêla dabînkirina destmalên hîjyenîk de da ku afrîkîyên ciwan tevahîya salê karibin biçin dibistanê, ew dikare logoya UNESCOyê li ser berhem û malên xwe deyne...

Budceya wê ya asayî bêpar e ji beşa DYA û Birîtanya û entegrasyona Filistînê ya nav rêxistinê sala 2011yê jî kir ku timî xwîn jê biçe, UNESCO fonên ji bo birina serî ya gelek bernameyan pêwîst bi xêra van peymanan bi dest dixe. Bi xêra ji van bernameyan yekê Nokia telefonên destan dabîn dike ji bo xelkê afrîkîyên ku hîn nû fêrî xwendinê dibin. Ji bo şapînozkirina nebûna desteka xwendinê jî UNESCO bi SMSyan ji wan re temrînên xwendinê dişîne, li gorî ku karmenda li UNESCOyê Els McComish ji me re rave kir, xwendekar jî divê bi SMSyan bersivê bidin wan. Karîgerîya vê bernameyê hîn nehatibe îlankirin jî, wisa dîyar e ku ew qet nebe destûrê dide Nokiayê modelên xwe yên kevin bixe bazarê.

 

Lê belê ev meyil ajansên din jî elaqedar dike. Gro Harlem Brundtland ji destpêka erka xwe ya li serê Rêxistina Global ya Tendirustîyê (RGT) ango sala 1998an û vir ve nêzikbûna bi labaratuwarên taybet re li pêş girt. Di dema krîza H1N1ê salên 2009 û 2010an li ber vekirî de RGTyê bi ya şîreta Koma xwe ya Stratejîk ya Şewirmendîyê ya Pisporan (Strategic Advisory Group of Experts, SAGE) kir, têkilîyên berfireh yên malî yên hema hema tevahîya endamên wê bi pîşesazîya dermançêker re hebûn. Ji bilî vê nûnerên labaratuwaran wekî "çavdêr" tevlî civînên SAGEyê dibin. Hişyarkirina vegirtina nexweşîyê li qadeka berfireh (pandemî) ya RGTyê kirî, wê destûr bidaya şirketên mezin yên sektorê ku di navbera 7.5 û 10 milyar dolaran de kar bikin. (5) Ji bilî birêveberîya şewba Ayê li gelek qadan RGT ji nêz ve bi pîşesazîya dermançêker re dixebite, nexasim jî di şerê li dijî AIDSê de (6), ev jî helbet pirsgirêkên lihevnekirin û dijberîya berjewendîyan bi xwe re tîne.

 

Bi rêya van hevkarîyên piralî yên ku heta bi taşeronîyên bi rastî ji bo şirketan ya tevahîya beşên bernameyan diçin û bi rêya giştîkirina şewirîna bi pisporên girêdayî sektora taybet, gelo RNY wê ne li ser rêya "arizîbûnê" be û ev jî bi piştgirîya hêzên mezin?

 

* Doktora dîroka hevdem, nivîskara Histoire de l’Unesco. Les trente premières années (1945-1974) / Dîroka UNESCOyê. Sih salên pêşî (1945-1974), L’Harmattan, Paris, 2010.

(1) Christian Caubet G., "Liaisons dangereuses avec le monde des affaires / Girêdanên bi tehlûke bi cîhana karsazîyê re", Le Monde diplomatique, îlona  2005an.

 

(2) Bide ber Thomas G.Weiss û Ramesh Thakur, Global Governance and the UN: An Unfinished Journey / Birêveberîya Global û NY: Rêwîtîyeka bi dawî nebûyî, Indiana University Press, Bloomington, 2010.

 

(3) "Développement durable: 630 entreprises éjectées par l’ONU / Bipêşketina mayînde: RNYyê 630 şirket red kirin", 2yê tîrmeha 2008an, http:// greentechexpert.blogspot.fr

 

(4) unglobalcompact.org

 

(5) "L’OMS et la gestion des crises et catastrophes mondiales / OMS û birêveberîya krîz û karesatên cîhanî", Chantiers politiques, hejmar 8, Parîs, hezîran 2010.

 

(6) Bide ber Auriane Guilbaud, L’insertion progressive des entreprises dans la gouvernance mondiale de la santé. Le cas de la lutte contre le VIH/sida et les maladies négligées / Her diçe bêhtir zêdekirina şirketan li nav birêveberîya global ya tendirustîyê de. Mijara têkoşîna li dijî HIV/AIDS û nexweşîyên îhmalkirî", teza doktorayê ya zanista sîyasetê, Guillaume Devin bi rê ve bir, Sciences Po-CERI, Parîs, 2012.

(7) Anne-Cécile Robert, "Qui veut étrangler l’ONU? / Kî dixwaze RNYyê bifetisîne?", Le Monde diplomatique, sibata 2012an.

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê