Ȗ niha wê bihayê berdêla krîzê ji kesên teqawidbûyî were standin

Translator
Divîyabû ku Konferansa Civatî ya di 20 û 21 hezîranê de ji alîyê hikûmeta Jean-Marc Ayrault ve hatî organîzekirin tovên nû di sîstema teqawidbûnê ya fransî de biçînin.

Di 2013an de krîz û di 2014an de pêşketineka piçûk:

 

Rengê analîzên Komîsyona Ewropî der barê siberoja Fransayê de xirab dibe û krîzeka fînansa dewletê pêş dibîne. Tevî ku Fransayê mohleteka du salan peyda kir da ku ji nû ve bigihîje armanca deynekî dewletê yê kêmtirî % 3yê Hilberîna Hundir ya Nesafî (HHN), komîserê ewropî yê bi karên aborî û pereyî wezîfedar berdêlek li vê biryarê zêde kir: "reformên sîstemî yên kûr di mijara bazara kar de", "di mijara vekirîbûna bazaran de" û … "di mijara sîstema teqawidbûnê de." (1) Bi vî rengî wisa xuya dibe ku wê reformeka nû ya sîstema teqawidbûnê pêk were. Li gor rapora dawî ya Konseya Birêveberîya Teqawidbûnan (KRT), di demeka kin de wê di 2020î de pêdivîya ji bo fînansmana sîstemê %1ê HHNyê zêde bibe, ango bibe 22 mîlyar ewro. (2)

 

Berevajîyê ber bi 2050-2060î ve tu senaryoya ku îşaret bi xirabûneka din bike nîne, heta wê pêdivîya ji bo fînansekirina sîstema teqawidbûnê ji sala 2060î û pêve kêm bibe  û bibe %13,5 yê HHNyê, (niha %13,8 yê HHNyê ye). Li gor pêşdîtinên berê dan zanîn, ev mizginîyeka nû ye. Heta li gor yên êrênî pêş dibînin, dê HHN % 0,5 zêde bibe û pêre jî para mesrefên li sîstema teqawidbûnê diçin jî di HHNyê de wê bibe %12,4. Bi gotinên din, pirsgirêka fînansmanê bi tenê mijareka dem kin e, yan jî dem-navîn e ku girêdayîyê krîza aborî ya heyî ye û ku herweha girêdayîyê destpêka teqawidbûna nifşên hejmara wan zêde yên baby-boomê ye û herdu jî wê heta 2035an dewam bikin.

 

Lê heta wê demê gelo çareserîyên ji bo fînansmana sîstema teqawidbûnê hene? Ji 1991ê ve, lihevkirineka nefermî ku armanca wê zêdenebûna rêjeya razandina prîman bû, hat bicihkirin. Dibe ku hikûmet dev ji vê mentiqê berde, lê wê demê bê guman wê  lihevanîna bi kredîyê bacê ji bo xurtkirina rikberîyê û afirandina kar, ku biryara wê di payîza 2012an de hatibû dayîn, hinekî mezin bibe. Wisa xuya ye ku dirêjkirina dema standina meaşekî teqawidbûnê ya temam mijareka nazik e. Ev dem jixwe hatibû dirêjkirin, di navbera 1993 û 2008an de ji 37,5 salên meaşstandinê derbasî 40 salan bûbû. Ev dirêjkirina salên meaşstandinê li gor dirêjbûna temenî hatibû bicihkirin: 2.3 salên zêdetir ji  bo zilaman û 1.8 ji bo jinan. Reforma teqawidbûnê ya 2003yan qanûnek bi cih kir ku li gor wê ji 2009an ve her mezinbûneka temenî divîyabû bi awayekê xweber bibe sedema dirêjkirina temenê kar (ji sê paran didu) û ya standina meaşê teqawidbûnê (ji sê paran yek). Hikûmetê dixwest vê bernameya divîya sala 2020î bi dawî bibe, veguherîne bernameyeka daîmî.

Betalkirina krîterên ji

bo hesabê mûçeyên teqawidbûnê, çareserîya dawî

 

Herçî temenê teqawidbûnê ye reforma 2010an derengkirina mafê standina mûçeyê teqawidbûnê bi du salan pêş didît. Yên di 1956an de û pişt re hatî dinyayê, li şûna ku mûçeyê xwe piştî 60 salîya xwe bistînin wê piştî 62 salîya xwe bistînin. Ev mezinkirina temenê standina mûçeyê teqawidbûnê, li gor reformên din yên ewropî bi leztir hat bicihanîn û bi saya qanûna li ser fînansmana sîgortaya civatî ji  bo 2012an hat bilezkirin. Ji bo kesên piştî 1955an hatî dinyayê, wê mafê standina meaşê teqawidbûnê piştî 62 salan be û wê di 2017an de dest pê bike.

Di van şert û mercan de, mîqdara mûçeyê teqawidbûnê dibe hedefa nû. Di tîrmeha 2012an de, Dadgeha Hesabdarîyê dida zanîn "heke pêwîst be hikûmet lêçûnan zêdetir kontrol bike, mimkin e ji bo demeka kin dest biavêje ser mekanîzmaya dîyarkirina mûçeyên teqawidbûnê li gor endeksan". Li gor wê, dê mûçe êdî ne li gor enflasyonê bên dîyarkirin, lê belê dê ji endeksa enflasyonê bi yek puanê kêmtir werin dîyarkirin. Ev jî dê bike ku hikûmet 750 mîlyon ewroyî bi tenê ji bo rejîma giştî ya teqawidbûnê kar bike. Li gor vê hîpotezê, Dadgeha Hesabdarîyê li rayedarên dewletê peşnîyaza meşandina lêkolînan li ser mimkinbûna teknîk û hiqûqî ya vê bernameyê dike: "jihevcudakirina hesabên nû  yên li gor mîqdara mûçeyên standî dîyarkirî ji bo parastina kesên teqawidbûyî yên herî xizan". Ji ber hebûna yên gelek alîkarîyê distînin (kesên sîgortakirî yên li cem gelek rejîmên bingehîn prîm razandin), dê betalkirina endekskirina cihêkirî bibe sedema derketina holê ya pirsgirêkên teknîkî: Bi vî rengî hin kes mûçeyekî kêm ji Kasaya Neteweyî ya Sîgortaya Pîrbûnê distînin ji ber ku ew demeka kin xebitîn di sektora taybet de, lê belê ev kes mûçeyekî bilindtir ji rejîmeka bingehîn ya din distînin. Tedbîreka bi vî rengî dê bi îhtîmaleka mezin tevahîya kesên sîgortakirî elaqedar bike – ji bilî kesên mûçeyê herî kêm yê pîrbûnê distînin, ev alîkarîyeka ne girêdayîyê dirêjahîya dema karkirinê ye. Biryara betalkirina endekskirineka bi vî rengî, ji alîyê rejîmên teqawidbûnê yên sektora taybet yên wekî ARRCO û AGIRCê ve bi rêya lihevkirina 13ê adara 2013an di navbera patronan û sê rêxistinên sendîkayî de hat dayîn: Konfederasyona Fransî ya Demokratîk ya Kar (KDFK), Hêza Karker (HK) û Konfederasyona Fransî ya Karkerên Xirîstîyan (KFKX). Ev tedbîr di her sê salên bê de wê ji bo her karkerî were pêkanîn. Berî ku lihevkirin pêk were wezîrê budceyê yê wê demê Jérôme Cahuzac piştgirî dabû vê tedbîrê û têde "hêmaneka pir girîng ya pîvanê" didît. Wî îdîa dikir ku  dema reformên rejîmên bingehîn dimeşîne, hikûmet dê nikaribe "hesabê xwe li hev derxe" (Les Echos, 15 çileya paşîn a 2013an). Lê belê yên peyman mohr kirin li dijî betalkirina endekskirina di rejîmên bingehîn de radibin: sekreterê giştî yê (KDFK) binxêz dike ku "heke ji bo fînansekirina sîstemê divê pere ji kesên teqawidbûyî were standin, ev ne çareserîyeka baş e"; yê Hêza Karker bi bîr dixe ku  "betalkirina endekskirina mûçeyên teqawidbûna li gor enflasyonê tê maneya kêmkirina mûçeyên herî kêm yên teqawidbûnê" ; û seroka Tevgera Şîrketên Fransayê (TŞF) li hemberî "qelşeka lihevkirina di navbera nifşan de" (3) dike hawar. Lê belê ev nerazîbûn nakokane ne, li gor qebûlkirina wan ya tedbîra betalkirina endekskirinê di 13ê adarê de. Li navenda lihevkirina di navbera nifşan de, pirsgirêka misogerkirina mîqdara mûçeyê temamker biqasî ya mîqdara mûçeyên rejîmên bingehîn mihim e. Sedema vê yekê ev e, piştî mîqdareka dîyar piranîya mûçeyî ji rejîmên temamker tê.

 

Ji bo betalkirina endekskirina mûçeyên teqawidbûnê rewa bikin, para bêhtir sê argumanan derdixin pêş. Li gor ya pêşî, mijar ev yekane çeresarî ye ku reformên berê neceribandin. Lê dîsan jî hêza kirînê ya kesên niha teqawidbûyî ji mêj ve kêm bûbû. Di rejîma giştî ya sektora taybet de, pêkanîna tedbîrên endekskirina mûçeyên teqawidbûnê li gor bihayan li şûna ku li gor mûçeyên kar werin endekskirin (1987), piştre jî hesabkirina mîqdarên mûçeyên teqawidbûnê bi şiklê hatinîyeka salane ya li gor 25 salên herî baş hatî dîyarkirin  li şûna ku li gor deh salên herî baş were dîyarkirin (1993), mîqdara mûçeyên teqawidbûnê yên standî kêmkirin li gor mûçeyên kar yên dawî standî (mîqdara ku şûna wê digire). Kesên mûçeyên wan yên teqawidbûnê bi vî rengî hatin kêmkirin, li gor yên berî wan karîyerên dirêjtir qedandin û bi navînî mûçeyên bilindtir ji wan standin. Li alîyekî din jî, ji 2013an ve, kesên teqawidbûyî beşdarî fînansmana hewcedarîyê dibin bi rêya dayîna baceka % 0,3 ku ji mûçeyên wan yên teqawidbûnê û seqetbûnê tê kuştin - kesên baca kêmkirî ya beşdarbûna civatî ya giştî (bcg) ya %3,8 didin û kesên ku ne hewce ye vê bacê bibin muaf in ji vê bacê. Argumana duyem bi kurtasî wisa tê terîfkirin: ji ber ku kesên teqawidbûyî kêmtir serf û xerc dikin, kuştina mîqdarekê ji mûçeyê wan dê kêmtir zirarê bide xerckirina global li gor mezinkirina rêjeya prîmên kesên kar dikin radizînin. Lê belê nabe ku meriv tevgera însanê bi tenê di çarçoveya kêmbûna meyla wî ya xerckirinê de binirxîne, tiştê ku lêkolînên bi navê "budçeyên malbatî" yên Enstîtûya Neteweyî ya Statîstîk û Lêkolînên Aborî pêkanîn (ENSLA) dipîvin. Ev lêkolîn hin hemanan nahesibînin: wekî nimûne, kesên temendirêj yên di stargehên pîrûkalan de dijîn kêm pereyan kom dikin li gor kesên temendirêj yên li mala xwe dijîn (eger mîqdara pereyê komkirî di bin sifirê de nebe), lê ev kes di lêkolînên ENSLAyê de nayên hesibandin. Li alîyê din jî ev meyla kêm ji  bo xerckirinê dikare girêdayî daxwaza wan ya hiştina mîraseka ji zarokên xwe re be; ev jî destûrê dide nifşên aktîf yên ku mûçeyê wan guhertî nîne, zêdetir xerc bikin. Sedemeka din jî komkirina pereyan wekî tedbîr e, ji bo fînansekirina demeka hewcedarîyê, lewre malbat bi xwe ne yên ku divê mesrefên stargehên pîrûkalan bidin. Li alîyekê din jî, dema berhem û xizmetên bersiva pêdivîyên me bidin kêmtir werin pêşkêşkirin (dema meriv ne xwedîyê tevnekê be ji bo belavkirina van berhem û xizmetan), meriv kêmtir xerc dike: pêşketina berhemên teknolojîya ragihandin û têkîlîdanînê jixwe kesên temendirêj li derve dihêlin, piranîya wan nizanin wan bi kar bînin.

Dewlemendtir in ji

kesên kar dikin?

Argumana sêyem ya ku qaşo betalkirina endekskirinê rewa dike, asta hatinîya kesên teqawidbûyî binxêz dike. Îdîa ew e ku ji ber hatinîya wan biqasî ya kesên dixebitin bilind e, tiştekî "mentiqî" ye heke pere ji wan werin kêmkirin. Mîqdara mûçeyê teqawidbûnê ji beşeka mûçeyê navîn yê dema karkirinê hatî standin pêk tê. Li gor Birêveberîya Lêkolîn, Perwerde, Pîvan û Statîstîkan (RLPPS), mûçeyê teqawidbûnê yê navînî yê nesafî (4) di 2008an de 1 301 ewro bû. Ango mûçeyekî salane yê navînî yê safî 13895 ewro ye û li gor ENSLAyê hatinîya salane ya navînî ya kesên dixebitin 18 800 ewro ye. Ango mûçeyê navînî yê teqawidbûnê % 74ê ji mûçeyê navînî yê safî yê kar pêk tîne û % 62yê mûçeyekî safî yê karekî tevahîya rojê didome. Asta jîyana kesên teqawidbûyî % 95ê ji jîyana yên dişixulin pêk tîne. Meriv dikare vê yekê bi hejmara endamên malbatan rave bike (kesên teqawidbûyî para bêhtir êdî barê zarokan hilnagrin), meriv dikare herweha vê yekê bi hatinîyên ji mîrasê tên jî rave bike, bi navînî ev hatinî zêdetir in ji ber ku xwedî mîraseka aborî ne ku ji yên kesên dişixulin zêdetir e.

 

Bi her halî rewşa ne wekhev ya kesên teqawîtbûyî di van salên dawî de baştir nebû, lewre di 1996an de asta navînî ya jîyana wan % 97 ya kesên dişixulin pêk dianî. Li alîyekê din jî, li ber hevgirtina astên jîyanê civatê parçe parçe dike. Hin bi pêş dixin ku kesên teqawidbûyî xwedî xanîyên lê dijîn in; rewşeka ku qaşo dibe nîşana asteka kalîteya jîyana wan ya hinekî çêtir ji ya kesên aktîf. Hin jî bihayê rejîmên temamkêr binxêz dikin, ew ji ber temenê wan yê mezin û ji ber lihevkirinên şexsî bihatir in ji bo kesên teqawidbûyî. Ev jî tê maneya ku asta jîyana herduyan jî wekhev e. Lê belê ev mihasebe mîrasên navnifşî (mîras, alîkarîyên aborî) hesab nake, yên ku asta jîyana teqawidbûyîyan kêm dikin û ya kesên aktîf bilind dikin. Li şûna betalkirina endekskirinê, ma ne çetir e reforma bê hewl bide fînansmana sîstemê zelal bike? Bi reformên li ser hev pêkhatî, fînansman tevlîhevtir bû. Armanca hin pere kuştinan hîn ne zelal e: bi vî rengî, forfeya civatî û baca civatî ya giştî di hemam demê de hem sîgortaya nexweşîyê hem jî Fona Hevgirtina Pîrbûnê (FHP) fînanse dike. Carinan, fêmkirina mentiqê wan ne mimkin e: forfeya hînî û baca li ser mûçeyên kar herdu prîmên civatî yên FHPyê fînanse dikin in, lê ew rejîmên teqawidbûnê bi xwe fînanse nakin. Di heman demê de jî gelek sendîka doza zêdekirina hejmara kesên van prîman didin dikin…

 

* Wezifedarê Birêvebirina Lêkolînan li Navenda Lêkolîn û Texmînên der barê Siberojê de ya Koma Alphayê. Berhema wî ya dawî hatî weşandin : Retraites : quelle nouvelle réforme?, la Documentation française, Parîs, 2012

.

(1) Civîna çapemenîyê li ser pêşdîtinên aborî ji bo biharê, 3yê gulana 2013an.

 

(2) "Retraites: perspectives 2020, 2040 et 2060 / Mûçeyên teqawidbûnê: perspektîfên ji  bo 2020, 2040 û 2060î", conseil d’orientation des retraites, rapora 11., la Documentation française, Parîs, 2012.

 

(3) Bi dorê, France info, 13ê gulana 2013an; daxuyanîya çapemenîyê, 13ê gulana 2013an; point presse mensuel, 15ê çileya 2013an.

 

(4) "Les retraites perçues fin 2008 / Mûçeyên teqawidbûnê yên di dawîya 2008an de hatî standin", Etudes et résultats, no 758, Drees, Parîs, nîsana 2011an.

Wergera ji fransî: Feryal Guladawîya