Nîqaşên fransî mijara çeka nukleer ji bîr kir

Ji dema şerê sar ve tu revîzîyona stratejîya nukleer pêknehat
Translator
Li gor pirtûka nû ya spî li ser mijara parastinê hatî nivîsin û gihişte ber destê serokkomar, çekên nukleer dê bi rengê General De Gaulle ew terîf kiribûn, bimînin. Careka din, guhertinên di dehsalên dawî de pêkhatî û guhertina tehlûkeyan nehatin hesibandin. Ev jî dibe sedema tehlûkeya kêmbûna kapasîteya Fransayê ya bi çekên xwe yên nukleer tirsandina welatên din.

Axaftinên fermî yên li ser mijara çekên nukleer kêm in û piranîya wan heta hîletê meriv ji wan biçe dogma "sîgortaya jîyanê" dubare dikin, li gor wê tirsandina bi çekên nukleer sîgortaya jîyanê pêk tîne. Dema berê, mijara nukleer di hizirîna stratejîk de ya herî li pêş bû, biha ji ber tabûyê guherî û bû beşeka negirîng ya stratejîyê. Pirtûka spî li  ser mijara parastinê hatî nivîsin, ya di 29ê nîsana 2013yan de gihişte ber destê serokkomar François Hollande jî bi vî rengî ye : Li gor rewşeka budceyî ya gelekî teng hatî amadekirin, pirtûk dide zanîn ku dê helwêst û cebilxaneyên nukleer yên Fransayê wekî xwe bimînin (salê di navbera 3,5 heta 4,5 mîlyar ewro, ango li gor hesaban % 10 heta 20ê ji budceya eskerî ). Pisporên gelekî baş, rêxistinên xweşik behsa mijarê dikin, lê belê dema ku behsa vê yekê dikin jî bala xwe didin rêbazan û nêzîkatîya teknîk yan jî behsa zêdekirina çekên nukleer dikin.  Meriv li ser pirsa "çi" û "çawa" disekine, lê kêm caran li ser pirsa "çima" û "li dijî kê" difikirin. Di rastîyê de, naveroka konsepta şerê sar tucarî ji nû ve nehat terîfkirin.  Em dê gotinên herdu serokwezîrên pêşî û yên wezîrê parastinê parve bikin, "girîngîya stratejîk ya tirsandinê xwedî ‘niqteyên reş’ e yên her diçe mezintir dibin (1)" Dudu, kêmasîyên rêbazên stratejîya tirsandinê hene, li alîyekî bi awayekî eşkere pêwîst nînin û li alîyê din jî têr nakin, berevajîya vê: nebûna tehdîdên yekser li dijî Fransayê, êrişên heyî timî di bin sînorê bikaranîna çekên nukleer de pêk tên, ev çek li gor tehdîda terorîst adaptekirî nînin û di warê exlaqî de bi piranî  ne mimkin e hêza van çekan ya xirabker ya ku esker û sivîlan ji hev cihê nakin, were bikaranîn. Bi ser de jî sedemên rewatîya endamîtîya Fransayê li Konseya Ewlekarîyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (RNY) hem kapasîteya wê ya pêkanîna destwerdanê ye, wekî li Malîyê, hem jî çekên wê yên nukleer in. Modela parastinê "bombe û cendirme" - em meyldar in ber bi vê modelê ve biçin – bê kêr e.

 

Pêdivîya ewlekarîyê dike ku pêwîst be lêçûnên çekên nukleer werin kêmkirin. Guhertina mezinahîya cebilxaneyên nukleer divê bike ku kapasîteyên klasîk yên ji bo çavtirsandina welatên din werin parastin. Seroka Komîsyona Parastinê ya Meclîsa Neteweyî Patricia Adam li vê yekê mikur hat û wisa behsa "kapasîteyeka tirsandinê ya bawerîya meriv bi wê were, kir, lewre kapasîteyên fermî jî di nava wan de ew  xwe dispêre gelek hêzan(2)" Têkîlîyeka stratejîk ya pir xurt heye di navbera nukleerê û kapasîteyên fermî de ku xwe dispêrin rewşa pêkhatina bûyerê, cidîbûna tehdîdê û kapasîteya pêşdîtina rêyên din ku pêkanîna çavtirsandinê pêwîst nekin. Yekem pêdivî herçend karîkatural be jî baş eşkere ye: argumana "yan her tiştî, yan tu tiştî" bawerîyê merivî bi xwe naîne. Meriv bi carekê ji pasîfbûnê derbasî qîyametê bibe: prensîbên dîyarkirî yên hêdî hêdî pêkhatina bûyeran hîn dimînin. Vê rastîyê kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Fransa di serdema şerê sar de hejmareka mezin ya çekên klasîk di destê xwe de bihêlin. Ji wê demê ve tu tişt neguherî: dibe ku meriv prensîba "derba pêşî ne ya me ye" li hemberî dîrokê rewa bike, eger meriv wê piştî kiryarên klasîk yên hişk ku dijminî bi berpirsîyarên xwe re rû bi rû bihêle, bi kar neyîne. Îspatkirina nîyeta sîyasî jî bi qasî wê girîng e. Divê bikaranînên şidetê ev rastî bi cih kiribe. Tê bîra me ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê wekî Rûsyayê ev rêbaz bi kar anîbûn. Kapasîteyeka çavtirsandîkirina welatên din bi çeka nukleer divê herweha xwedî piştgirîya hêzên fermî be da ku meriv bawer bike mimkin e teqîneka bombeya nukleer pêk were. Divê herweha heta mimkin be, rê li ber rêbazên din yên tirsandinê were girtin, nexasim divê rê li ber êrişên piçûk ku armanca wan bi lez pêkanîna "bûyerên qewimî" ye, were girtin. Ji bo vê jî divê meriv xwedî sîstemeka ji hêzên fermî be ku bi kêrî têkbirina operasyonên dijmin dikare pêkbîne, tê. Lewre wisa xuya ye ku pêwîst e tewazûna budceya parastinê ji nû ve were kirin. Ev mimkin e: divê pirsgirêka aborîyên pêkan in werin bicihanîn –pirsgirêkên girîng yên gelekan ji wan hene – bi awayekî cidî were lêkolan.

Rêbazeka ne li gor rastîya cîhanê hatî amadekirin

 

Divê meriv behsa balafirên bi madeyên nukleer hatî barkirin bike. Meriv dikare li hemberî bersiva "kapasîteya wan ya lebitandin û nermbûna wan"  rabe û bibêje ku li dijî dijminên ku ew dixwazin bitirsînin, ne mimkin e meriv wan bi kar bîne, ev jî xisleteka wan e. Rast e ku platform û çek ji zû de amade ne, lê belê bihayê parastin û modernîzekirina sîstemeka bi vî rengî ewqas bilind e ku divê meriv çend salên xebat û mîqdarên biqasî  bihayê kirîna wan bide. Divê bê zanîn ku Brîtanîyan ji mêj ve dev ji vê rêbazê berdaye. Mijara tabû ya "timî  amadebûna di deryayê de" (amade bûna daîmî li deryayan ya yek yan jî gelek keştîyên binavî yên bi fuzeyên balîstîk yên bi serikên nukleer barkirî) nikare were çareserkirin. Di demên berdarîya budceyî de, ew gelekî biha ye – keştîyeka binavî ya nukleer ya ku bombeyan dibarîne (SNLE) divê qet nebe were paqijkirin, modernîzekirin û guhertin, ev jî tevî ekîpaj û çekên lê barkirî– hîç bawerî yê bi bikêrhatîbûna wê naîne, nexasim ji ber ku dirêjîya dema di bin avê de derbaskirî li gor alozîyên navneteweyî pir dikare were guhertin. Ji ber ku budceyên gelekî mezin jêre tên veqetandin, divê meriv li ser guhertina platforman û li ser peşxistina çekan bifikire. Çima divê di salekê de serikên nukleer çar caran werin guhertin û ji 1997an heta 2020î ji M-45ê derbasî M-51.1 bibe, pişt re derbasî  M-51.2, û pişt re derbasî M-51.3yê bibe?  Gelo dema welatek xwedî kapasîteya rakirina koka Pekînê be, ev birastî bi kêr tê di qada stratejîk de?  Gelo, heke hejmara herî kêm ya serikên nukleer di bin sêsedî re bûya, wê têrî nekira? Fransa vê hejmarê naguhere. Ҫîn bi tenê xwedî du sed û çil serikên nukleer e, Brîtanîya jî xwedî du sed û bîst û pêncan e û armanca wê kêmkirina vê hejmarê ye heta ku daxîne heştê serikên nukleer sala 2020î. (3)

 

Divê herweha meriv konsepta bawerî bi xwe anînê jî analîz bike: li ser rêya otobanê dema şofêr rastî radareka %75 bawerî pê tê anîn dibe leza xwe kêm dike, lê eger rastî radareka % 100 bawerî pê tê anîn bihata jî wê dîsa leza xwe kêm bikira. (4) Divê nîqaşa li ser stratejîyê were destpêkirin: hizirîneka bi rûmet wê destûrê bide rêbazeka êdî ne li gor rastîya cîhanê ye jî nû ve were nirxandin. Divê garantîya nukleer were parastin, lê di çarçoveya aborî ya heyî de, israrkirina di parastina rewşa hêyî ya çekên nukleer de, tê maneya lawazkirina bikêrhatîbûna wê û xistina tehlûkeyê ya Fransayê. 

 

* Profesorê alîkar li Sciences Po Parîsê, kevne birêveberê Dibistana Şer.

 

 

(1) Alain Juppé, Bernard Norlain, Alain Richard  û Michel Rocard, Le Monde, 14ê çirîya pêşîn a 2009an.

 

(2) Communication & Influence, no 42, Parîs,

adara 2013an.

 

(3) Olivier Zajec, "Les ambitions de Pékin bousculent la donne spatiale et nucléaire / Hewasên Pekînê zextê li hêzên fezayî û nukleer dikin"

Le Mondediplomatique,

gulana 2013an.

 

(4) Yves Quéau, "Angles morts et typologie argumentaire de la dissuasion nucléaire: le vrai-faux débat sur les coûts / Hêla kor û tîpolojîya argumanên nîqaşên nukleer: nîqaşê bi rastî-derewîn li ser lêçûnan", Les Champs de Mars, no 25, La Documentation française, Parîs, zivistana 2013an.

Wergera ji fransî: Feryal Guladawîya