Baş û xerab, hertişt li xêra Goldman Sach’ê ye

Dewletan banqe rizgar kirin, beyî ku berdêla wê bixwazin. Banqeyan jî hêza xwe ya berê ku li hember dewletan bi kar dianî ji nû ve bi dest xist. Niha jî, ji ber derdê ku wan bi xwe anîbû serê wan, dewletan tengezar dikin. Lewre, gava ku krediya fermî kêm dibe, faîza deynan bilind dibe… Goldman Sachs’ê alîkariya Yûnanistan’ê kir ku bi dizî bi milyaran euro deyn bike. Bi dû re, bi armanca ku bi zagonên ewrûpî ku sînorê deynên fermî datanîn bilîzin, şîrketa Wall Street’ê ew şîret da Atînayê ku bikeve nava karine ecêb yên muhasebe û aboriyê. Fatûreya van karan bi dû re deynê yûnanî yê nepixî nerm bikei. Kî qenzec dike, kî heqê wê dide? Birêvebirê Goldman Sach’ê, Lloyd Craig Blankfein bonûseke 9 milyon dolarî kar kiriye; karmendên yûnanî wê ji ber vê, beranberê maaşekî xwe ji maaşê salane wenda bikin.

Dewletek, ji ber ku piçekî dişibe banqeyan, “ji bo topavêtinê zêde mezin e.” Mirov dikare alîkariya wê jî bike, lê belê, ji bow ê, berdêla vê rizgariyê wê buha be. Ji xwe, birêvebirê Banqeya Ewrûpa’yê ya Navendî, Jean-Claude Trichet li hember Atîna’yê gellekî tûnd e û dezgeha wî hindik maye ku zexeliyên ku Wall Street’ê di vî warî de kirine kişf bike. Birêz Trichet da zanîn ku Yûnanistan divê bi “ciddiyeteke mezin” a herî bilind vê “rêka bêwate” sererast bike. Di bin “çavdêriya xurt û hema hema daîmî” ya Yekîtiya Ewrûpa’yê de, yanî bi terikandina desthilatdariya xwe ya aborî, divê ziyana xwe ya bruta alavên navendî (BAN) ku sala 2009’an % 12.7 bû heta sala 2012’an bigihîne % 3’an. Wergirtina deh pûanên BAN’ê li ser hesabê butçeyê lu tu deveran nehatiye dîtin, bi taybetî jî li herêmeke weha ku pêşketina wê qels ketiye. Hingê, ev kar nabe “ciddiyet”, lê belê dibe ameliyateke giran. Navkokî ew e ku dixwazin euroyê biparêzin û pişta wê xurt bikin, lê vê yekê di demeke weha de dikin ku Amerîka û Çîn hewl didin ku, ji bo ku ji wan re nebe asteng, qiymetê pereyê xwe kêmtir bihesibîninii.

Angela Merkel da xuyanî ku “şerm e” ku “banqeyên ku em anîn qiraxa qeyranekê, herweha tev li zexeliyên îstatîstîkên butçeya Yûnanistan’ê jî bûbin.” Ev lîstikên li ser lêkeran qet ne dib ala Goldman Sach’ê de ne. Gava ku pirsa bonusa Birêz Blankfein jê hate kirin, serok Barak Obama hewl neda ku bide dû vê mijarê û got : “Weke pirraniya Amerîkiyan, ez li dijî serkevtina serwetê napeyivim. Aboriya bazarê weha tev digere.” Ev serwet -herkes pê dizane- li xêra seranserê herêma xwe ye: Sala bihurî, ma Goldman Sach’ê % 0.6’ê kara xwe weke bac nedabûiii ?

Çavkanî

New York Times, 13 Sibat 2010, behsa 300 milyon dolaran dike ku Goldman Sach’ê ji bo vî karî wergirtiye. Kar jî ew bû ku Yûnanistan dereftekê peyda bike ku bi dizî pereyan deyn bike. Armanc jê ew bû ku rê li ketina Yûnanistan’ê ya Yekîtiya Ewrûpî ya Pereyî neyê girtin, lewre deynê ji berê de têra xwe hebûn.

Yves de Kerdrel, “Le problème ce n’est pas la Grèce, c’est l’euro” (Pirsgirêk ne Yûnanistan e, euro ye), Le Figaro, 16 Sibat 2010.

Çavkanî : Harper’s, New York, Sibat 2010.