Hejmar 60

Ji niha ve!

Gava ku em vê trajedîyê li pey xwe bihêlin, gelo her tişt wekî berê dê ji nû ve dest pê bike?

reklam besha text 1

besha text 2

Li Buchenwaldê, dijfaşîstan şerê bîranînê wenda kirin !

Heftê û Pênc Sal Piştî Valakirina Kampên Berhevkirinê

Bi valakirina kampa berhevkirinê ya Buchenwaldê, di nîsana 1945ê de, kabûsek bi dawî dibe û çîrokek dest pê dike. Zindanîyên, piranîya wan komunist, bi tercîhên diltizên jîyanan rizgar dikin. Lê helwesta wan a ku ji alî rejima Almanyaya Rojhilat ve dihat pîroz kirin, dema ku dîwar hilweşîya bû mijara lêpirsînên dijwar. Biserketîyên şerê sar destpêkirin ku dîrokê ji seranû ve binivîsin.

Translator

Tevahîya bîranînê çalakîyeke sîyasî ye. Em vê ji axaftina yekşemê digirin ya ku awayê îfadeyên wê yên piranîya caran lihevhatîanîn û pirbare, ser hin nîyetan digirin. Salvegera 75an ya azadkirina kampa tunekirinê ya Auschwitzê ji bo vê yekê bû nîşaneke din. Di 27ê çileya paşî ya bihurî de her dewletê dida dûv armanca xwe û (re)vîzyona xwe ya dîrokê îfade dikir. Li Îsraîlê dîrokzan Zeev Sternhell gotinên xwe vir de û wê de nebirin. Îsal bîranîna qirkirinê, wê her weha biketa xizmeta "hinceta îlhaqkirina" erdên Filistînê (1) (Haaretz, 31ê çileya paşî). Saxfilitîyên rehîngirtî xwe bi carekê di rola fîguran de bicihkirî dîtin, tevî ku bîranîna êşa wan û têkoşîna wan bi awayekî fermî sedema çalakîya bîranînê ye.

Bîranîna bê, wê nîsana li pêşîya me li Buchenwaldê çêbe, Kampa Berhevkirinê ya Almanyayê ya ku pêşî hat azadkirin. Merasîmeke bi ewlekarîya zêde. Abîdeya bîranînê li Eyaleta Almanyayê Turîngenê ye; çirîya pêşî ya bihurî li vê eyaletê di dema hilbijartinên parlamena eyaletê de rastgrîya tundrew a ku bi Alternatîfa ji bo Almanyayê (AfD) bi gewde dibe, % 23.4ê dengan wergirt û hema piştî Partîya Çepê (Die Linke) ya % 31ê dengan wergirt, di parlamena eyaletê de bû hêza duyemîn a herî xurt. Li Buchenwaldê û ji wê û wê de li Dachau, Sachsenhausen yan jî Ravensbruckê endamên AfD xwe diavêjin ser van derfetan da ku axaftinên xwe yên mandelker bikin. Rêveberê Abîdeya Bîranînê, Volkhard Knigge di vê yekê de "delîla her diçe bêhtir lawazbûna bîrewerîya dîrokî" dîbîne (Der Spiegel, 23yê çileya paşî ya 2020ê). Bê guman. Êdî em nizanin ka di vê navê de jinûve nivîsandina şerê antîfaşîst ê ku Abîdeya Bîranînê ya li Buchenwaldê yek ji vektorên wê bû, piştî hilweşîna Dîwarê Berlînê, bivê nevê çiqasî tesîr li vê lawazbûnê kir.

Esas, ji destpêka şerê sar û vir ve, dîroka Buchenwaldê bê navber her ji nû ve li gorî meseleyên dema xwe hat biteşekirin. Ew tîrmeha 1937an hat vekirin û yek ji Kampên Berhevkirinê yên pêşî ye ku rejîma Nazî ew ava kirin. Ew heta 11ê nîsana 1945an dixebitî, heta wê kêlîya ku artêşa amerîkî li ser rêya Weimarê bi ser wê ve bû. Armanca avakirina wê ew bû ku muxalifên rejîma Nazî di serî de jî komunîstan, sosyal demokratan berhev bike da ku wan ji civakê qut bike, qederê 10 hezar cihûyên di dema Şeva Krîstal yanî 9ê çirîya paşî ya 1938an de girtî, her weha cîngene, şahidên yehova û homoseksuel tê de bûn, em wan kesên ku rejîmê wekî "asosyal" didîtin jî nahesibînin.

Schutzstafel ("Tîmên Parastinê", SS) serê pêşî birêveberîya hundirê kampê da dest girtîyên ji ber sûcên adî girtî û vê rewşê heta 1942yan dewam kir. Di 1942yan de girtîyên sîyasî ew ji dest wan girtin di dawîya têkoşînekê de ku jê re dibêjin xedar, lê bi hizra giştî têkoşîneke rizgarker bû. Bi biryara ku bikin kesên di kampên berhevkirinê de ragirtî destekê bidin hewldanên ji bo şerî, SSan dizanî ku "sêgoşeyên sor" (2) bêhtir bikêrhatî ne ji bo misogerkirina xebitîna rewşa girtîbûnê. Girtîyên sîyasî li meqamên wezîfeyên stratejîk hatin bicihkirin, yên wekî dabeşkirina girtîyan li gorî fermanên kar, terkîba konvoyên bişînin kampên wekî Dora ku lê bi nîvîkî, mirov du hefteyan sax diman (3) û heta bi Auschwitzê ji bo wanên –cihû û cîngene– biryara tunekirina wan hatibû dayîn; bi vê jî hêzeke wan a biryardayînê ya sînordarkirî lê bi rastî hebû li ser çarenûsa girtîyan.

Piştî destpêka şerî, em li Buchenwaldê berxwedêrên ji her welatî dibînin, nexasim jî 26 000 fransî û eskerên sovyetê ku SSê 8483 ji wan kuştin, bi guleyeke bera patika wan dayî. Di destpêkê de wisa hatibû hesabkirin ku li kampê 8000 girtî bên ragirtin, lê di dawîya şerî de serjimareke pir zêde lê hebû. Ji payîza 1944an û pê ve, ji ber bipêşveçûna Artêşa Sor kampên tunekirinê yên li rojhilat hatin valakirin. Bi hezaran saxfilitîyên ji van "meşên mirinê" bi ser hev de dewisîn. Di çileya paşî ya 1945an de li Buchenwaldê 100000 girtî hebûn. Gava ku amerîkîyan kontrola kampê bi dest xist, wan 21000 saxfilitî dîtin. Berxwedana veşartî ya ku ji bo raperîneke li pêşîya xwe sîleh kom kiribûn, SSên dawîyê yên ku wan girtin, dan amerîkîyan. Li serê vê berxwedanê girtîyên sîyasî yên alman hebûn, piranîya wan komunîst bûn.

Pêşkêşkirina çîrokeke bimêrxasî

"Ji Stettinê, di ser Baltikê re heta bi Trîyestê di ser Adrîyatîkê re, perdeyeke hesinî bi ser parzemîne de ket": hîna nû şerê sar bi hevoka navdar a Winston Churchill 5ê adara 1946an hat ragihandin, rapora dîrokzanekî artêşa amerîkî derkete holê, navê vê rapora Donald Robinson "Hovîtîyên komunîstan li Buchenwaldê kirî" bû. Di tewazûna nû ya hêzê ya ku li Ewropayê bi cih dibû, ev rapor dibe êzing ji bo gurkirina tifika dîskursa dijsovyetîk. Lê belê kitêba sosyolog Eugen Kogon (ne komunîst) ê li Buchenwaldê ragirtî ya bi navê Dewleta SSê ya 1946an derçû, wê bibûya otorîte. (4) Bêyî ku xwe li têkilîyên bi arîşe yên di navbera girtîyan de û li têkilîyên hêzê ker û kor bike, Kogon hewl dide awayê ku girtîyên sîyasî yên alman karîn nîzameke xuyayî misoger bikin û pêşîyê li giştîkirina "her kes bi serê xwe" bigirin, vebêje.

Li Almanyaya Rojhilat, dewleta çirîya pêşî ya 1949an damezrandî, rejîma nû rewabûna xwe sipart têkoşîna mîlîtanên antîfaşîst. Wan kesên ku wê rahişta hevsarê qismê rojhilatê Almanyayê ji Yekîtîya Sovyetê, cihê ku lê sirgûn bûn, vegerîyan. Wan dîrokeke lehengî ya berxwedana li dijî nazîzmê bi pêş xist û xwe jî wekî warisên wê berxwedanê ragihand. Wan ê ji vê, dînekî dewletê çêkira û ji bo vî dînî wê kamp-muzeya Buchenwaldê ya 1958an vekirî, bibûya tiştekî wekî îbadetgehekê. Her sal bi merasîmên fermî li wir wê "sonda Buchenwaldê" bihata bîranîn, ev ew sond e ku 19ê nîsana 1945an girtîyên xwe dayî ber têkoşîna ji bo aştî û azadîyê xwaribû. Lê belê, saxfilitîyên kampê lehengên fermî jî bin, ew dûrî mekanên desthilatê û hêza sîyasî jî bûn, heger ew nebûn mexdûrê pêla giran a stalînî ya destpêka salên 1950î: ev kadroyên komunîst ên sêzdeh salan ketî hepsê û kampê û bivê hişk û saxlem bûyî, li gorî wanên ji Moskovayê vegerîyayî kêmtir mulayîm û kedîkirî dîyar bûn, loma ji bo wanên ji Moskovayê vegerîyayî, sertewandina li URSSê bûbû adet. 

Sala 1958an bi vî rengî li Komara Demokratîk a Almanyayê (DDR) jî romana Bruno Apitz Tazî di nav guran de derçû, ev roman wê li qederê sih zimanî bihata wergerandin û bibûya serketineke cîhanî. (5) Nivîskar bi xwe yek ji yên berê li Buchenwaldê ragirtî ye, ew behsa dîroka zarokekî cihû yê ji Lehistanê yê 3 salî dike, yê ku girtîyên sîyasî hez jê kir û ew rizgar kir. Roman bû mijara filmeke bi heman navî ya sîneastê ji rojhilatê Almanyayê Frank Beyer, wî sala 1963yan li Festîvala Moskovayê xelata filma herî baş wergirt ku li wir da ber filma Heşt û nîv a Federico Fellini. (6) Aktorê ku Rainer Werner Fassbinder heyranê wî, Armin Mueller-Stahl tê de rola sereke dike. Gelek aktor û fîguranên din jî bi xwe ji saxfilitîyên kampên nazîyan bûn; dîmenên film li wan cihên dîroka bûyerê li wan qewimî bixwe, hatibûn girtin. Li Moskovayê wekî din temaşekerekî serpêhatîya birazîyê xwe nas kir, ya wê zaroka heta hingê jê re "zaroka Buchenwaldê" dihat gotin. Stefan Jerzy Zweig hat naskirin.

Bruno Apitz îlhama xwe ji bûyereke otantîk girt û li DDRê bi fonksîyona romana neteweyî rabû ku tê de rizgarkirina zarokê ku bû sembola humanîzma komunîstên li kampan. Çawa ku gelek caran diqewime, xeyal li dîroka rastî zêde dike, jê dibihure û ev vegotin îlhamê dide senografîya kamp-muzeya ku heta dawîya rejîmê bibûya beşeke xweş a kirinên komunîstan. Dînekî sekuler zehmet li nakokîyan tê. Pirsa peywendîyên girtîyên sîyasî û SSê û peywendîyên di navbera girtîyan bi xwe de di nava vegotina li Almanyaya Rojhilat nîne. Ev "Herêma grî" ya ku li gorî nivîskarê Belê ev mirovek e (Si c’est un homme), Primo Levi ji erka tu dadgehên însanî peyda nabe, wê di vê navberê de dadgerên xwe li Almanyaya yekbûyî bidîtana.

Wekî ku tu tişta din a lezgîntir nebe, guhertina meydana bîranînê ya Buchenwaldê di nava karên li pêş ên Almanyaya piştî şerê sar de ne. Yek ji înîsîyatîfên wê yên pêşî, vedîtina Speziallager bû, kampa ku sovyetîkan sala 1945an bê guman piştî ku bi berfirehî li wan gerîya, kadroyên Partîya Nasyonalsosyalîst a Karkerên Alman (NSDAP), partîya Adolf Hitler, tê de bi cih kiribûn û ji wan sê ji çaran jî tê de ji birçîna miribûn. Sala 1999an rayedaran bîrdarîyeke ji serî heta binî "vedîtî û sererastkirî" vekirin. Berê bayî guherî, pê re perspektîf jî û Volkhard Knigge, rêveberê nû yê vî mekanî –Dîrokzanekî ji Almanyaya Rojava li wir wezîfedarkirî–, li vegotineke berevajîyê ya berê ye, serwext e. Berê awiran ji ser lehengan diçe ser mexdûran û ber bi bikesayetkirina aktoran ve diçe. Heger ew bi temamî li derve nehatibin hiştin jî, komunîst wekî koma civakî ji ber çavan wenda dibin. Kevala (tablo) ku rizgarkirina Stefan Jerzy Zweig bi bîr tîne jî ji holê radibe, protestoyên mexdûr û eleqedarên hingê di heftê salîya xwe de jî wê tu bandor nekira. Romannûs Elfriede Jelinek jî wê ji alîyê xwe ve xwe biqeheranda, çortî, nebûna lêfikirînê û serhişkîya rêveberê Bîrdarîyê dibe sedema vê. Figura sembolîk a vegotina Almanyaya Rojhilat, tam wekî Anne Frank dikarîbû bibe fîgureke mexdûrên Holocaustê, "zaroka Buchenwaldê" tevî ava qirêj a serşokê avêtin. Wekî din jixwe 904 zarok li Buchenwaldê hatibûn rizgarkirin; encamek e ku mirov dikare li hesabê berxwedana veşartî binivîse.

Jihevdexistineke kite bi kite ya wê tişta em jê re êdî tenê dibêjin, "Efsaneya antîfaşîst" a DDRê, mijara berhemekê bû; kolektîfeke dîrokzanan di nava xirecira yekbûna Almanyayê de ev berhem derxist ku îro jî di vê mijarê de otorîte ye. Di Antîfaşizma cîlakirî de ew tezekê îfade dikin, li gorî vê tezê, ewên ku ew navê "Kum Sor" li wan dikin sax filitîne ji ber ku wan bela xistîyê para yên din. Ev tez îdîa dike ku piştgirî tenê di nava wan de hebûye. Hem çapemenîya bûlvaran û hem jî rojnameyên referans, xwe diavêjin ser çîroka "zaroka Buchenwaldê" û çîroka "Kum Soran" ku ew ji wan hevkarên SSê çêdikin. Wekhevkirina "komunîst = nazî" bi pêş dikeve, ev yek li cem hinan dibe sedema peydabûna hisa dîskursa Almanyaya Rojhilat ew xapandine. Teza dîrokzan Ernst Nolte ya ku li gorî wê, kampên tunekirinê yên nazîyan reaksîyoneke bergirîyê beramberî bolşevîzmê bûye (Frankfurter Allgemeine Zeitung, 6ê hezîrana 1986an) xurt dibe û di vê navê de di nava têgihiştina giştî ya civakê de sor û qehweyî [rengê nîşana rastgirên tundrew, têbînîya wergêr] asîmîleyî hev dibin.  

Dîsa jî di Les Jours de notre mort (Rojên mirina me) (Édition du Pavois, 1947) de yek ji wan ên berê di kampan de mabû, yê fransî, David Rousset rewşa ku girtîyên sîyasî rojane pê re rû bi rû dibûn, terîf dike, ew rewşên ku divîya tercîh bên kirin di şertûmercên pir dijwar de. Stéphane Hessel -Nivîskarê Indignez-vous!-, Imre Kertész –Xelatgirê Nobela Wêjeyê ya sala 2002yan– yan jî nivîskar Jorge Semprum di Le Mort qu’il faut (Mirina divê) (Gallimard, 2001) de veneşartibûn ku ew bi heman awayê ku Stefan Jerzy Zweig hatibû rizgarkirin, hatibûn rizgarkirin. "Kum Soran" navê Stefan Jery Zweig ji lîsteya kesên divê bên neqilkirin biribû. Kitêba Rousset tu carî nehat wergerandinî almanî. Bêyî ku mirov ew xwendibe li ser jîyana rojane ya li kampên nazîyan binivîse, hinekî wekî wê yekê ye ku dîrokzan li ser kampên karê bi darê zorê yê sovyetê binivîsin û haya wan ji Archipel du goulag (Rêzegiravên Gûlagê) a Alexandre Soljenitsyne nebe. Li Buchenwaldê pêşangehek heye bi navê Leitmotive der DDR (Efsaneyên DDRê) bi temamî li ser jihevdexistina "efsaneyê" ye. Tê de sûcên girtîyên sîyasî tên nîşandan. Ji hingê ve, ji damezrênerên vê dewleta xwedî îdîaya warisîya antînazî, çi ma?

Gava ku pişta xwe dide konsepta totalîtarîzmê, şiroveya serwer a dîroka DDRê jî rê li ber wekhevkirina rejîma komunîst û sîstema nazî vedike. (9) Sîyaseta bîranînê ya ku nexasim jî Weqfa Federal a jinûvenirxandina dîktatorîya Partîya Yekîtîya Sosyalîst a Almanyayê (Bundesstiftung zur Aufarbeitung der SED-Diktatur) teşwîq dike, fînanse dike û belav dike, piştrast dike ku heger antîfaşîzm dînê dewletê yê DDRê bû, antîkomunîzm jî dînê dewletê yê Komara Federal a Almanyayê (BRD, Rojava) bûye.

Vê nêzîkayîyê aşê AfDê gerand, ew wê bê nuans bi kar tîne. Ev partî berhema tundrewîya rastgir a ji Almanyaya Rojava ye. Ew hat da ku xwe li ser xirbeyê DDRê ava bike. Ev partî xwe disipêre nîşandaneke zelal û xirabker a tecrûbeya Almanyaya Rojhilat ya di medyayê û herweha di berhemên zanistî de belav e. Ew sûdê werdigire ji hestên qismekî ji xelkê Almanyaya Rojhilat, a ku rola wê daxistine rola yan mexdûrê rejîmê yan jî hevkarê dîktatorîyekê.

Ji bo ku mirov li hemberî vê tiştekê bike, yek ji tevdîrên herî pêşî ya ku xwe ferz dike ew e ku li Buchenwaldê rastî û mezîyet ji nû ve bên cihbicihkirin. Êdî wê wext be ku mirov li vê bifikire.

* Dîrokzan. Nivîskara Une vie contre une autre. Échange de victime et stratégies de survie dans le camp de Buchenwald (Jîyanek di berdêla yeka din de. Pevguherîna mexdûr û stratejîyên saxfilitînê li Kampa Buchenwald), Fayard, Parîs, 2014, û ya berhema nûtir La Loyauté à tout prix: Les floués du “socialisme réel” (Ya esil dilsozî ye, di ber çi de be bila bibe: Xapên “sosyalîzma reel”), Le Bord de l’eau, Lormont, 2019. 

 

(1) “Plana aştîyê” ya ku Donald Trump 28ê çileya paşîyê danasîn, gefxwarinên îlhaqkirina kolonîyên li ser erdên Şerîa Rojava yên Îsraîlê ji şerê 6 rojan ê 1967an û vir ve dagir kirine, xurt dike.

(2) Her kategorîya girtîyan, bi ser sînga wan ve sêgoşeyeke bi rengekî cihê hatibû kirin. Ya bi sînga komunîstan ve sor bû ya bi sînga girtîyên ji ber sûcên dikevin ber qanûna ceza jî kesk bû.

(3) Kamp, cihên ku li fabrîkayên binerd fuzeyên V2 dihatin hilberîn.

(4) Wergera bi fransî: Eugen Kogon, L’Enfer organisé. Le système des camps de concentration allemands (Dojeha organîzekirî. Sîstema kampên berhevkirinê ya almanî), La Jeune Parque, Parîs, 1947.

(5) Bruno Apitz, Nu parmi les loups (Tazî di nav guran de), Les Éditeurs français réunis, Parîs, 1961.

(6) Binihêre li, Bill Niven, The Buchenwald Child: Truth, Fiction and Propaganda (Zaroka Bucehnwaldê: Rastî, Xeyal û Propaganda), Camden House, Rochester, 2007.

(7) Lutz Niethammer (bi rêveberîya wî), Der gesäuberte Antifaschismus (Antîfaşîzma paqijkirî), Akademie Verlag GmbH, Berlîn, 1994.

(8) Stéphane Hessel, Indignez-vous! (Hêrsa xwe rakin!), Indigène Éditions, Montpellier, 2010.

(9) Binihêre li, Carola Haehnel-Mesnard, “La RDA dans le (rétro)viseur. Plaidoyer pour une autre perception (DDR di ber nîşanê [neynika ji bo dîtina paşê] de)”, Symposium Culture@Kultur, Berg   2, Berlîn-Toulouse, 2020.

Wergera ji Fransî: Luqman Guldivêx

Têkilîyên ecêb ên germano-îsraîlî

Gava Almanyayê hewl dida şeklûşemalê xwe biguherîne

Piştî şerê duyemîn ê cîhanê, Almanyaya Rojava, bi destekdayîna avakirina dewleta Îsraîlê, hewl dide rengûrûyekî pak ji xwe re çêke. Bonnê bi vî awayî li Rojhilata Navîn kirasê roleke girîng lê ewçend jî xerîb li xwe kir. Lê belê, di dirêjahîya salên 1950 û 1960î de, vê dîplomasîya li pey xweşûştina ji gunehên xwe, hertim têrê nekir binixumîne wê îfadeya paşzemîna kevin a amade bû xwe ji nû ve nîşan bide.

Translator

Di nîsana 2018an de, Parlamentoya Almanyayê ji bo bîranîna salvegera heftêyan a avakirina dewleta cihû, li hev kom bû. Di dema guftugoyan de, M.    Martin Schulz, li ser navê Partîya Sosyal Demokrat (SPD), weha got: «Bi parastina Îsraîlê re, em xwe ji xirabîyên rabirdûya xwe diparêzin Berdevkê derdora çepgirên navendî yê Partîya Hawîrparêz jî cewherê guftgoyê bi awayê herî kurt weha anî ziman: «Mafê hebûna Îsraîlê ji yê me, ne zêdetir ne jî kêmtir e »

Gava sinifa sîyasî ya wêdetirî çemê Rhenê behsa Îsraîlê dike, ew bi taybetî behsa xwe dike. Ji ber ku girêdanên wê yên bi vê dewletê re dibin tevna zemîna ku Almanyaya piştî nazîzmê li serî nasnavê xwe yê pêşverû bi cih dike, helwesta almanan a beramberî wê, ji têkilîyên navbera wan, dîroka wan û cewhera rastîn a van mijaran zêdetir me ji haletî rûhîya almanan haydar dike.

Komara Federal a Almanyayê û dewleta Îsraîl: her du welat jî hema piştî şerê duyemîn ê cîhanê û tevkujîya cihûyan, derketin holê. Li hev nêzîkbûna wan bi peymana tezmînatan a îsraîlo-alman, ku 10ê îlona 1952yan pêk hat, destpê dike. Divê mirov çawa îzah bike vê tevgera ku derket holê, tenê çend sal piştî ku III. Reich, bi desteka beşeke mezin a civaka xwe hema hema koka gelê cihû qeland?

Zehmet e mirov bawer bike ji retorîka alman a fermî, ku bi israr îşaret pê dike ku sedema têkilîyên wan ên bi Îsraîlê re «sincî» ye. Wekî ku dîrokzanan jî bi têrahî raxistin pêş çavan, berpirsîyarên berê yên nazî hê jî li Almanyaya têkçûyî meqamên bilind îşgal dikirin, civak jî beramberî hovîtîya ku hê berî demeke pir kin pêk dianî, bi giştî ketibû nava înkarê.

Dibe ku yekemîn şansolyeyê piştî-şer û remza «    vejîna » welatê xwe Konrad Adenauer, dikare li ser mijarê baştir me agahdar bike. Du sal piştî vekişîna ji deshilatîyê, di 1966an de bi hevpeyvîneke ku da televizyona almanî li saeteke ku pir tê guhdarîkirin, têkildarî sîyaseta xwe ya tezmînatan vê îzahê dike: «Berdêldayîn an jî dabînkirina [sûcên almanan li dijî cihûyan] şertekî nebe-nabe bû ji bo jinûve bidestxistina statuya me navneteweyî». Dû re jî van gotinan li îzaha xwe zêde dike: «Îro jî, divê desthilatîya cihûyan kêm neyê dîtin, bi taybetî jî li Amerîkayê

Di çavê Adenauer de, dabînkirin an jî tezmînatdayîna ji bo sûcan ji pirsgirêkeke sincî bêhtir pêdivîyeke xemilandina şeklûşemalê Almanyayê bû. Palpişta wî ya duyemîn hê ecêbtir e. Bi bîrxistina «desthilatîya cihû», li gel pêvekirina îzaha «îro jî», Adenauer di eslê xwe de ji nû ve radihişt mijareke deftera dij-cihûtîyê. Sîyaseta wî ya beramberî Îsraîlê xwe dispart ser van du stûnan: vîna rehabilîtekirina Almanyayê û nirxandineke nepixandî ya bandora cihûyan li ser nêrîna raya giştî ya rojava.

Li ser navê Amerîkîyan

Motîvasyonên almanan ev bûn. Ka îcar jî em bala xwe bidin dewleta li bin rêveberîya David Ben Gourion, avabûyî hema piştî dehşetên çareserîya dawî û sedema rahiştina vî destê bi xwîn ê Almanyaya Rojava ya hê tam ji nazîzmê xweneşûştî. Vemayîyên ji qirkirinê li dema avabûna Îsraîlê ancax ji sisêyan yekê nifûsa wê bûn. Pir kêm îsraîlî hebûn ku ji malbata wan an jî derdora wan kesek nehatibe kuştin. Welatê wan bi temamî ji penaberên Ewrûpayê yên ketibûn travmayê hat avakirin. Tenê sedemekê dikaribû lihevnêzîkbûna wî ya li Almanyayê îzah bikira: Peydekirina pêdivîyên xwe yên madî. Lewre piştî şerê xwe yê serxwebûnê ku koçberkirina bi darê zorê ya piranîya nifûsa filistînê mohra xwe lê da, dewleta ciwan li Rojhilata Navîn di rewşeke şikestbar de bû. Di ser de jî, ji alîyê aborî û leşkerî ve bêmecal bû.

Lihevkirina 1952yan bû yekemîn peymana ku hatina tezmînatan organîze dikir. Her çendî ji alîyê tezmînata şexsî ve ev lihevkirin dibû gava destpêkê ya ku wê paşî bihata bicihanîn, ew bêhtir bi dabînkirina deynên dewleta Îsraîlê re têkildar bû. Komara federal bi vî awayî soz dida ku ew ê 3,45 milyar markên almanî, ku bi qasî 7 milyar euroyên îro bûn, bide Îsraîlê. Ji sisêyan dudoyê vî pereyî wekî mal, pêdivî û eşya (pêwistîyên xam, makîne, keştî û hwd) hatin dayîn. Ji sisêyan yek jî ji bo kirîna petrola xam ji şirketên birîtanî hat bikaranîn. Lihevkirin bi vî awayî bû zemîna destpêkirina bernameyeke pîşesazîkirina ku bibûya çerxa hilberîna ardû û sotemenîyê jî.

Nahum Goldmann, ku wê serdemê serokê Kongreya Cîhanî ya Cihûyan û mizakerevanê sereke bû ji bo alîyê Îsraîlê, ev lihevkirin wekî «rizgarkirineke qanûnî » pênase dikir. Almanyayê jî ji alîyê xwe ve xwe bi qezenç didît, ji ber ku lêçûnên salane yên di peymanê de hatibûn destnîşankirin wê tu caran % 0,2yê hilberîna wê ya neteweyî ya brut derbas nebûbûna. Ji vê jî baştir: hilberîna sektorên îxracatkar, bi tezmînatan û xwedîkirina  «mucîzeya aborî» bi carekê adeta fûrîya.

Pêşî ji alîyê aborî ve, «normalîzasyon» di qada leşkerî de bi lezûbez pêk hat. Li pey qeyrana Kanala Swêz [Şuwes], di 1956an de û heta şerê çarenûsîyê ya 1967an (şerê şeş rojan), Almanya li gel Fransayê dibe yekem piştgira artêşa Îsraîlê. Mîmarê mezin ê hevkarîya leşkerî li gel van her du welatan, rêveberê îsraîlî Şîmon Peres rewş bi bi awayekî kurt weha anîye ziman: «    Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê çek nedidan lê pere didan me. Fransayê pere nedidan lê çek didan me. Almanyayê jî wekî ku firsenda girtina deftera desthilatîya nazî bi dest xistibe, bêyî ku berdêlekê ji me bixwaze çek didan me.»

Li gorî arşîvên Wezareta Karên Derve ya Almanyayê, alîkarîya leşkerî ya ji bo Îsraîlê di 1957an de dest pê dike. Ew jî hingê, bi bingehî, ji sewqîyatên çekên sivik, keştîyên ewlekarîyê û bernameyên perwerdeya leşkerî pêk tê. Tarîxa peymana pêşî ya mezin a biçekkirinê1962 ye. Ji vê tarîxê û şûn ve Almanya êdî topên giran, balafir, helîkopter, keştî û keştîyên noqav jê re tedarîk dike. Di 1964an de Washington bi îlawekirina li vê lîstê sedûpêncî tankên Patton li ser navê amerîkîyan, Bonnê di vî warî de bi tenê nahêle. Bi xema xwe nîşandana navbeynkara bêalî di pevçûn û nakokîya îsraîlo-ereb de û ji bo ranekirina hêrsa netewparêzên ereb, Amerîka tercîh dike xwe ji rasterast biçekkirina Îsraîlê dûr bigire, qet nebe heta sala 1967an.

Desteka dîyarker a Almanyayê ye. Di 1965an de, ji avahîya xwe ya balyozxana Îsraîlê ya li Bonnê, yekemîn berpirsîyarê vê wezîfê Asher Ben-Nathan, ji şansolye Ludwig Erhard re got, şerekî li Rojhilata Navîn «wê ji çend rojan zêdetir nedome. Îsraîl ji ber vê yekê [divê] berdewam dest li ser tetîkê be. Desteka ku Almanyayê ji bo pêşketina welêt di asteke mezin de [kiribû], û desteka alman a leşkerî herweha ji bo ewlekarîyê jî dîyarker []».

Piştî du salan ev yek hat piştrastkirin. Şerê Îsraîlo-ereb yê 1967an tenê şeş rojan dewam kir û desteka leşkerî ya almanan li vir kêm nebû. Çil û heşt saet piştî şer, balyozê almanî yê li Îsraîlê telegrafeke kurt a xwepesindanê ji Bonnê re şand: «Li gorî serleşkerekî ji serfarmandarîya giştî, tankên nûjen ên bi zirxên polayî ku me ji wan re peyde kirin, ne mimkin bû ji vê baştir hêjabûna wan bihata îspatkirin.»

Awayê pêkhatina vî şerî bi xwe girîngîya hevpar a Fransa û Almanyayê li wê serdemê ji bo Îsraîlê radixe pêş çavan. Dema ku Mîrajên fransî êrişên hewayî pêk tînin, tankên almanan jî li ser xaka Misirê dibin serdest. Tevî ku ku haya wan ji desteka Komara Federal a ji bo şerê Îsraîlê hebû jî, nûnerên dewletên erebî bi awayekî eceb tu gilî û gazin jî nekirin.

Mutasyona seyr

Destekeke din a girîng a almanan di forma kredîya pereyî de, 644,8 milyon markên almanî bû. Ev alîkarîya ku bi şîfreya «Operasyona Hevalê Kar» hatibû binavkirin, eynî wekî sewqîyata çekan bi mohra veşartî tê şandin. Di 1965an de, çawa ku têkilîyên dîplomatîk ên her du welatan saz bûn, ev kredî jî wekî alîkarîya fermî ya ji bo pêşvebirinê hat binavkirin. Piştî bi dehan salan, di 2015an de, M. Hans Rühle ‒ pisporê pêşxistina çekên nukleer ê di wextê xwe de li Wezareta Parastinê ya Almanyayê û li Rêxistina Peymana Atlantîk a Bakur (NATO)yê meqamên bilind îşgal kiribûn, ji bo rojnameya piştgir a ji bo Îsralê Die Welt,axivî û îdîa kir ku ew kredîya mijara gotinê ji bo fînansekirina bernameya nukleer a îsraîlî hatibû bikaranîn. Gava rola pê rabûyî ya Komara Federal ji bo zexmkirina dewleta Îsraîlê li ber çavan tê girtin, teorî bi serê mirov dikeve, lê belê îspatkirina wê zehmet e.

Wekî henekeke dîrokî, têkilîyên germano-îsraîlî ji pêvajoya rûbirûbûna Almanyayê bi rabirdûya wê re, pir bi leztir veguherîn. Ev ferq bû zemîna pêkhatina veguherîneke ecêb a dij-semîtîzmeke bi awayê berê û nixumandî li nav tevna paş a têkilîyên li gel Îsraîlê. Nimûneyek tenê bes e ji bo yeqînkirina ji vê yekê. Di 1961ê de, şefê heyeta çavdêrên almanî li dema doza darizandina Adolf Eichmann, Gerhard von Preuschen rapora xwe bi van hevokên pesindanê bi dawî dikir: «Ciwanên Îsraîlê yên bi nifşên berî xwe re bi awayekî berbiçav hevnegirtî bûn. Ev ciwan zarokên penaberên cihû yên almanhema hema tu taybetmendîyên adetî yên têkildarî cihûyan nîşan nadin. Bejin mezin, piranîya wan boz û çav şîn, xwedî rûyên bi xetên rast, di livûtegerên xwe de xweser û azad, ew formeke cihûtîya heta niha nenas bi gewde dikin.»

Ev danezana bi îdîaya xwe ya nijadperestîyê mirov şaşûmetel dihêle û bi formeke nazik vedigere, bi awayek ji awayan zihnîyeta egosantîrk a Îsraîlê dide der: dewleta cihû dibe aryen. Ev paradoks dîroka têkilîyên navbera her du welatan jî bi awayekî îzah dike. Jêdera vê narsîsma ku dikare were muqeyesekirin, nûçeyên şerê 1967an ên çapemenîya wêdetirî Çemê Rhenê bû, bi taybetî jî çapemenîya koma Springer. Serketina Îsraîlê wekî «serketina birûskê    » dihate silavkirin, genaralê îsraîlî Moşê Dayan wekî ku hêjayî mîrasgirîya generalê Wehrmacht Erwin Rommel be, çepik jê re hatin lêxistin û di heman demê de artêşên ereb ên têkçûyî jî dibûn objeyên biçûkxistineke ku bêhna kulîlka hov a serxweşîya serketinê ya alman a serdemeke derbasbûyî jê dihat.

Meraqa herî mezin a di van têkilîyên duber ên ecêb de: Ponijînên yekemîn sefîrê alman ê li Îsraîlê û generalê berê yê Wehrmacht, Rolf Pals bi xaça hesin hatin xelatkirin. Destnivîsên wî yên şexsî bi awayekî rêkûpêk hevalên wî yên îsraîlî bi pere û deshilatîyê têkildar dikin. Di 1965an de, hêrs dibe ji îsraîlîyên ku «behsa ehlaq û sincê dikin, lê belê ji pereyan pê ve li tu tiştî nafikirin». Îqnabûyî ji «tesîra Îsraîlê û cihûyan li navendên mezin ên cîhanî ku li wir bi gewde dibe nêrîna raya giştî ya dîyarker (bû)», Pauls bawer dike ku Almanya ne di wê pozîsyonê de ye ku nanê Telavîvê qut bike, an na, «cihûyan wê kûçik berdana, ji Qudusê heta Londonê, di ser New Yorkê re».

Sîyaseta îsraîlî ya Komara Federal îro dibe mijara guftugoyên ku, bivê nevê, tesîrê li sincê dike. Ji ber vê yekê rexnegirên wê hez dikin bi bîr bixin ku Almanya ji aqûbeta kesên bi avabûna vê dewletê re ji xaka xwe hatin qewirandin bêhtir xwe bi ewlekarîya Îsraîlê re mijûlbûyî nîşan dide. Lê belê ev rexne bergeha bingehîn paşçav dike: di rastîyê de, zîvirîna alman ji bo Îsraîlê tu caran bi sincê re ne têkildar bû.

Li serdema piştî şer, gava ku bi tezmînat û çekan dibû alîkar ji bo avabûna dewleta îsraîlî, Almanya bi awayekî xwezayî ji hebûna penaberên filistînî haydar bû. Lê belê hingê ku koçberîya mirovan eynî wekî li Ewopayê li cîhana mêtîngehkirî jî bûbû rewşeke ji rêzê ya rojane, pir kêm kesan guh dida êşûazarên gelekî ku nikaribû dengê xwe bide bihîstin.

Li nava hikûmeta almanî, guftûgoyên li ser alîkarîya mirovî ya ji bo penaberên filistînî giranî didan ser pêwistîya afirandina pêleke dilpakîyê li cem dewletên ereb, gumanên wan hebûn, bi awayekî mafdar, ku Almanyayê destekeke pir mezintir dida Îsraîlê û nedixwest li vê yekê mikur were. Rêveberên alman, li gel vê yekê jî pir hûr û kûr dipîvan da ku ev alîkarîya mirovî wan nexe nava pozîsyoneke «berpirsîyarîya îndîrekt». Almanya îro mafê çarenûsî yê gelê filistînî teşwîq dike û destekê dide çareserîya ku xwe dispêre dewleteke filistînî ya ku Şerîa Rojava, Xaze û Qudisa Rojhilat dide ber xwe, lê belê têkilîyên wê yên bi Îsraîlê re hê jî ji alîyê girîngîyê ve di rêza pêşî de ne.

Yekemîn werçerxa di têkilîyên navbera Almanya û Îsraîlê de hema piştî şerê 1967an, wextê ku hevalbendîya amerîkî-îsraîlî xwe bi gewde dike û ji Komara Federal re ancax roleke talî dihêle, xwe nîşan da. Ev girêdanên dualî dû re bi hejên şerê sar, entegrasyona ewrûpî û pevçûna îsraîlo-filistînî veguherîn. Hilweşandina Dîwar û jinûve yekkirina Almanyayê dawîya dawî guhertineke hê radîkaltir di têkilîyên wan de jî pêk anî.

 

(1) Ev jêgirtin û yên piştî wê ji berhema nivîskarê alman û îsraîlî ya bi navê Whitewashing and Statebuilding hatine girtin, ku wê berhem ji alî Hurst ve, li Londrayê, di 30ê nîsana 2020ê de bê çap kirin.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

 

 

Li Filipînan, siberoj ji Dewleta îslamî re dibişire

Translator

Du sal piştî şerê dijwar ê Marawî, kamyonên barkêş hê jî bermahîyên xirbeyan, ji wargeheke ku ketibû ber tofanê, dikşînin. Ji ber mezinahîya malwêranîyê, ev dever herî zêde bû hedefa êrişan, ji alîyê şênîyê vir ve wekî «Zemîna Sifir» jî tê binavkirin. 23yê gulana 2017an, bi sedan şervanên Rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) bi ser bajêr de girt. Ji bo ku bajêr ji nû ve bi dest bixe û ala reş jê rake, artêşa filipînî pêvajoya pênc mehan li derdora bajêr kozik vedan û bê navber ew bombebaran kir.

Ji ber van pevçûnên dijwar 300 000 kes ji mal û warê xwe bûn, 70 000 hezar ji wan hê jî li bendê ne ku karibin vegerin malên xwe. Piranîya wan li wargehên ji konan çêkirî, di nava wan de yên bi şans li bereqeyên demkî dimînin. Eger şênîyên vir ji ber hilweşandina bajêr hê jî lanetê li DAIŞê dibarînin, bêbawerî û hêrsa wan a li hemberî rayedaran jî wê her zêdetir bibin.

Ji bo kesên ku her tiştên xwe wenda kiribin, her tim zehmet e ku li siberojê bifikirin. Ew li nav germeke tropîkal, li bin şilîyên şapeyî û bi nexweşîyan re rû bi rû, di nava rewşeke pir dijwar de hewl didin jîyana xwe bidomînin. Rêûresma burokratîk wisa sergêjker e ku alîkarîya qût û derman jî pir hêdî digihîjin -helbet gava ev alîkarî ji ber gendelîyê hê di rê de winda nebe.- Alaissa, jineke 31 salî, kezî dirêj ê mîna dûvê hespê, tîşortê bi nivîsa Lakers ê Los Angeles li xwe kirîye. Ev jina li kampa koçberên Sarîmanok tevî mêrê xwe û pênc zarokên xwe di çadirekê de dijî, axînê dikşîne û dibêje   : «ez nikarim vegerîm mala xwe, lewre xanîyê min hat desteserkirin. Em bi hêrs in, lê belê ka em belengaz çi ji destê me tê?»

Çend roj berîya duyemîn salvegera rizgarîya Marawîyê, 23yê çirîya pêşîyê, rayedar hişê wan li cihekî din e. Li dilê «Ground Zero», di navbera avahîyên parçebûyî û mizgeftgên hilweşîyayî de, xebatkarên teqemenîyan dedekte dikin, li bin baranê dixebitin. Yek ji wan dibêje: «heta deh salên din jî em ê li vir ji bombeyan xelas nebin». Îro ew muhîmateke 118 kîloyî ya neteqîyayî ji çaleke 5 metre kûr a li pêşîya avahîyeke nîv hilweşîyayî dertînin. Ew ê li pêşîya çapemenîyê di nava çend hefteyan de were îmhakirin. Ev jî ji ragihandineke sihî ye.

Serokê eşîrekê Siltan Abdul Hamidullah Atar, ne di wî halî de ye ku cejn û şahîyê bike. Ew bi hêrs weha diaxive: «Behsa rizgarîyê dikin, lê kîjan rizgarî? Tiştê em zanin rizgarî tê wateya azadî, mafê agahdarîyê û edaletê. Ka li ku ye edalet gava 7 hezar mal tên wêrankirin, 27 mizgeft tên xirabkirin, li ku ye edalet gava bi sed hezaran kes ji her tiştî bêpar tên hiştin?» Bi hejmarên fermî, di pênc mehên dorpêçê de ji cîhadîstan 920 kes, ji hêzên artêşê jî 168 kes mirin û 47 jî sîvîl. Lê belê li gorî wî, piranîya qurbanîyan di eslê xwe de sîvîl bûn. Tenê 300 cîhadîst hatibûn kuştin, piranîya wan berî ku şer bi dawî were, revîyan.

Çend kîlometre dûrî bajêr, mêrgeke vala, veguherandine goristaneke bêserûber û bexwedî. Tê gotin li vî erdê terkkirî yê di nava gîyayên gur de winda bûye, zêdetirî du sed cesedên bênasname hatine veşartin. Piranîya nivîsên li ser kêlên goran, ji ber baranê êdî xuya nakin. Tenê kêleke ji kevirekî zexm li hemberî şertên hewayê li ber xwe dide û hê jî dihêle ku ev der were naskirin: «Li vê derê bêhna xwe vedidin kesên di şerê Marawî de jîyana xwe ji dest dan. Em bibîr tînin, em ê tu caran jibîr nekin!» Ev qeydî dişibe bibîrxistineke kîna kûr a beşekî xwecihan. M. Atar van agahîyan jî dide: «Me delîlên binpêkirinên hiqûqa navneteweyî ya însanî ku di demên şer de pêk hatine, berhev kirin, lê belê divê em li benda dawîya rewşa awarte bimînin da ku em karibin mijarê bibin ber destê dadgerîyê». Rewşa awarte li pey hev sê salan hat dirêjkirin.

Ev demeke dirêj e, gendelî, perîşanîya beşeke mezin a şênîyan –ku ji dema şer ve zêdetir bûye– û bêbawerîya dîrokî ya şênîyê misilman ê Mîndanaoyê li dijî Mamîllayê dibin zemîneke bi bereket ji bo komên çekdar, herweha ji bo DAIŞê jî, ku ji gelek komên îslamî yên xwecihî an jî şaxên wan ên herî radîkal xwe saz kir: koma Maute, Ebû Seyyaf, Şervanên Azadîyê yên Bangsamoro ya Îslamî (ŞABÎ) û Ansar Xelîfa Filipînan (AXF). Mîlîtanên wan di 2014an de bîata xwe dîyar kirin ji bo «xelîfe» Ebû Bekir El-Bexdadî (2) û di 2019an de jî bîata xwe nû kirin, wekî ku gelek vîdeoyên ji alîyê rêxistina terorîst ve belavkirî jî, vê yekê radixin pêş çavan. Ji bo mîlîtanan ji xwe re bibînin, ew dikarin xwe bispêrin xezîneya şerê di kîsê Marawî de kombûyî.

Bêguman, pere: Ernesto (1) îdîa dike ku pere motîvasyona wî ya bingehîn bû. Ev zilamê qelsok ê li derdora sî salî di 2011an de tevlî rêxistina Ebû Seyyaf bû. Dema şewqa xwe bi hêrs rast dike, vê rewşê weha îzad dike: «Çekek didan me û bi qasî 50 000 pesos [kêm zêde 900 ewro, pereyekî baş e li herêmê]». Bi eslê xwe ji gundewarîyê ye, bê kar û bê pere, bavê heft zarokan, nêçîreke hêsan bû ji bo wezîfedarê tevlîkirinê, ku zanî kîna beşeke mezin a şênîyên herêmê li dijî desthilatîya navendî bikar bîne: «Wî ji min re got ku divê em li dijî hikûmeta filipînî, ku zilm li misilmanan dikir, bi hêrs bin.» Ernesto bûbû endamekî fraksîyona Îsnîlon Hapîlon, ku zilamê duyemîn bû ji bo Ebû Seyyaf ê ku di 2014an de ji DAIŞê re bîat kiribû û li Marawîyê hat kuştin. Du hefte piştî destpêkirina şer, «wextê ku bombebaranê dest pê kir» Ernesto revîya. Li ber dîwêr, fam kir ku li pey wî ne û biryar da xwe radestî artêşê bike.

Îmelda, ku rûyê xwe û herweha pitika xwe li bin çarşefeke reş vedişêre, ew jî tevlî şer bûye. Ev jina 35 salî, dayîka heşt zarokan, dibêje wê jî daye pey mêrê xwe yê di nava DAIŞê de ye. Li ser daxwaza wî, li destpêka şer, bi armanca parastina malbata xwe, ji bajêr vediqete. Ew li gel şeş şervanan emirê wê demê yê rêxistina terorîst Oweyde Marohombsar, bi nasnav Ebû Dar direve. Ji alîyê xizmên xwe ve tecrîdkirî, di rewşeke bêmecal de tu rêyeke din li ber xwe nabîne ji bilî xwe radestî rayedaran bike. Ew bi awayekî eşkere qebûl dike ku wê destek daye avakirina dewleteke îslamî. Dema ku keça wê ya 4 salî berstûka tîşortê xwe yê pembe yê bi nivîsa «Hello Kitty» di devê xwe de dicû, ew jî bi nermî weha diaxive: «Ji bo Qur’anê û hedîsan me şer dikir».

Her du jî îdîa dikin ku ew ji tiştên kirine, poşman in û ji fikrê cîhada çekdarî vegerîyane. Lê belê wê bi demê re dîyar bibe ka ev «poşman» wê rojeke din dîsa rahêjin çekan an na. Bêguman, fermandarê 103. Tugaya pîyadeyan, serheng Jose Maria Cuerpo wekî ku dixwaze ji vê rewşê bawer bike, weha diaxive: «Ji berî sê mehan ve, ango ji dema me emirê wan, Ebû Dar berteref kir û vir ve, îslamîst di peydekirina endaman û livûtevgerkirina hêzên xwe de zehmetîyê dikşînin». Lêkolînerên serbixwe Paweł Wójcik ne bi nêrîna wî re ye. Li gorî vî, rêxistin îro hê jî çalak e: «Hêdî lê bi gavên hêmin, rêxistin ji nû ve dikeve nava hewldana xwebihêzkirinê wekî sala 2017an û ji niha ve bi sedan endamên wê hene.» Herçî serheng Cuerpo ye, ew ji ya xwe nayê xwar û îdîa dike ku li eyaleta Lanao ku Marawî jî di navê de ye, «bi qasî bîst endamên rêxistina cîhadî mane.»

Her çendî DAÎŞê di mehên dawî de ji alîyê leşkerî ve gelek derbeyên mezin xwarin jî, ev texmînên dawî zêde ne cihê bawerîyê ne. Çend SMS bes in ji bo wergirtina wêneyên endamtîyên şaneyên razayî ku tê gotin li Marawîyê xwe vekişandine binerdê. 7ê çirîya pêşî ya 2019an, rêxistinê bi xwedîderketina li reşkujîya li leşkerekî li kevîya bajêr, vegera xwe ragihand. Lê belê ji hejmara endamên wê yên nû wêdetir, endamên wê yên xwedî ezmûn in yên serheng dixin nava fikaran: «Vegera van kesên çûbûn herêma Sûrî-Iraqê û pêla şervanên bîyanî awayê şerkirina wan jî bi kûrahî guherand.» Zêdebûna pêkhatina teqînên muhîmatên bi destan çêkirî û xuyakirina êrişên întîharî jî vê tezê piştrast dikin.

Tevî bi dehan salên şerê li başûrê Filipînan, ev girav, berevajîyê cîranê xwe Endonezyayê, tu caran bi êrişên întîharî re rû bi rû nemabûn. Li gel vê yekê, ji 2018an ve, ev dibin çaremîn êrişên întîharî. Ya pêşî di 31ê tîrmeha 2018an de bi destê marokanekî [fasî] ku bi nasnavê Ebû Xatir el Maxrîbî pêk hat. Wî erebeyeke li noqteyeke kontrolê ya artêşê li Basîlan bicih kiribû, teqand, û tevî dayîkek û zaroka wê, bi qasî deh kes kuştin. Piştî vê, ji alîyê jin û mêrekî endonezî ve êrişek li dijî Kathedrala Jolo, di 27.01. 2019an de pêk hat: 20 mirî, 111 birîndar. Şeş meh şûnde, 28ê hezîrana 2019an, du zilam, ku yek ji wan filipînî, dema hewl didan bikevin nava kampa artêşê ya li Înanan xwe teqandin. Herî hindik heft kes hatin kuştin. Axirî, 8ê îlona 2019an, jinekê çaketê xwe yê bombeyî li noqteyeke kontrolê ya artêşê teqand. Ew tenê bû qurbanîya êrişa xwe.

Ev bûyer der barê daxuyanîyên hikûmeta Filîpînî de gumanan diafirînin. Pisporê tevgerên serhildanan û terorîzmê yên li Başûr-Rojhilatê Asyayê, profesor Zachary Abuza, ji National War College a Waşîngtonê, wisa difikire ku Mîndanao «wê bibe rêgeheke tercîhkirî ya şervanên bîyanî li herêmê». Girav her tim bûye cihekî girîng ê lihevkombûnê, lê belê ev dîyarde bêhtir bi windakirina kontrola DAIŞê li ser xaka Iraq û Surîyê dikare were îzahkirin.

Lêkolîner mijarê hinekî din jî weha rave dike: «Torên lojîstîk ji xwe ji mêj ve hene li Kalîmantana rojhilat û herêmên Poso [Li Endonezyayê] û Sabahê [li Malezyayê]Ev «rêyên cîhadî» yên berê ne, ku endamên rêxistina terorîst wan berdewam bikar tînin, tevî hevkarîyeke xurtkirî ya navbera welatên herêmê. Di 2018an de, sîyasetzanê filipînî Rommel Banlaoî dida zanîn ku bi qasî sed cîhadîyên bîyanî li welatê wî hene. Hejmar ji alîyê rayedaran ve bên redkirin jî, li gorî gelek pisporan rast in. Lêkolînerê serbixwe Robert Postings rewşê bi kurtî weha tine ziman: «Ew bi giştî ji welatên cîran, lê belê herweha ji Rojhilata Navîn, ji Maxrîb an jî ji Ewopayê tên. Di dawîya îlonê de binçavkirina swêdîyekî li tenişt General Santos [Cotabato ya Başûr] nimûneyek e.» Abuza vê îzahê dike: «Pirsgirêk, ew e ku ji bo guherandina rewşa li sehayê pêdivîyeke zêde bi şervanên bîyanî tune». Serheng Cuerpo vê yekê piştrast dike: «Ew qebîlîyetên wekî çêkirin û bikaranîna teqemenîyan bi xwe re tînin û tevlî perwerdeya amadekirina mîlîtanên nû ji bo şerê bajêr dibin». Di nava çend mehan de, tehdît dikare zêde bibe. Bi qasî pêncî şervanên endonezî yên li Sûrîyê girtî û herweha malbatên wan, tê gotin, meha çileya pêşî di dema êrişa tirkan a li dijî Hêzên Demokratîk ên Sûrîyê de revîyane.

Ji bo serîderketina bi vê yekê re, hikûmeta Manîlla wekî din xwe dispêre hêza sereke ya gerîlayên cudaxwaz ên misilman ên Mîndanaoyê Enîya Moro ya Îslamî ya Rizgarîyê, (FMIL) ku piştî bi dehan salên şer, pê re peymana aştîyê îmze kir. Divê ev peyman di 2022yan de bi avakirina herêmeke xweser û parlementoyeke xwecihî, ku wezîfa wan îdarekirina herêmê û çareserkirina xizanîyê be, bi encam bibe. Peyman herweha hevkarîya navbera FMIL û artêşê di şerê li dijî DAIŞê de jî dide ber xwe. Lê belê, li herêmeke ku lê çanda qebîleyî ji sazîyan zêdetir bi îtîbar e, pir zehmet e mirov bifikire ku endamên rêxistinê gazinan bikin ji kesên ku piranîya wan gelek caran ji malbatên wan an jî ji gundên wan in. Endamê rêveberîya miweqetê ya Bangsamoroyê, ku avakirina hikûmeta xweser a siberojê misoger dike, M Zia Alonto Adiong bawerîya xwe ya dixwaze pêk bê weha tîne ziman: «Di encama pêvajoya aştîyê de, tiştekî girîng e mirov bibe xwedî hikûmeteke nû ya xwecihî. Ew, têkoşîna gelê Moro ya ji bo yeksanîyê temsîl dike, zehmetî zêde bin jî, ew ê nehêle tundrew bêdadîya civakî ji xwe re bikin malzeme».

Lê belê, eger parêzvanê berê yê FMILê girêdayî pêvajoya aştîyê be jî, nifşa nû pir radîkaltir e û ji nû ve destpêkirina şerê şekdarî li derveyî îhtîmalan nahêle. Nivîskar û namzedê berê yê hilbijartinên parlementerîyê Noor Lucman ku heftê kes –piranîya wan xiristîyan– di dema dorpêçê de li mala xwe veşartin û parastin, vê hişyarîyê dike: «Rayedaran felaketeke civakî afirand. Divê serok [Rodrigo] Duterte tiştekî bike, an jî dibe ku welatî wê bibin dijberên wî». Û eger rewşeke wisa rû bide, DAIŞ dê ji vê yekê sûd wergire.

  1. Şahidên ku paşnavên wan nehatine nivisîn, wan xwest nasnameyên wan neyên eşkerekirin.
  2. Di çiriya peşîn a 2019ê de, ji alî artêşa amerîkî ve hate kuştin.

*Rojnamevan

Wergera ji fransî: Baran Nebar

 

 

Li Filipînê xweseriya xapînok

Herêma Bangsamoro Di Bin Parastina Dewletê De Ma

Bangsamoroyeke firehkirî, bi parlamentoyekê tacîdarkirî, xweser û xwedî çavkanîyên sererd û binerd... Li Filipînan, ev daxwazên berê îro bûne rastî. Hikûmeteke derbasekê jî hat destnîşankirin; ji bo bingehên aştîyeke xweragir li herêmê saz bike, sê sal li pêşîya wê hene. Bergeheke bi qasî hêvîyan herweha gumanan jî diafirîne.

Translator

Ev salek e ku bajarên ku herêma xweser a li Mindanao ya misilman pêk tînin, ji bo afirandina «Herêma xweser Bangsamoro li Mindanao ya misilman» -navê wê yê fermî ye-, dengên xwe dan. Di 21.01.2019an de, tevî gefên êrişan ên komên îslamîstên tundrew, bi sedan perwerdekarên ji her bawerî û nêrînên cuda yên sîyasî navendên dengdanê vekirin. Beşdarîyeke têra xwe baş pêk hat (87,8   %, an go 1,738 milyon hilbijêr) û «erê» bi serfirazîyeke bêhempa, bi rêjeya 88,57   % bi ser ket.  (1) Piştî ragihandina encaman, şahîyên bi coş hatin lidarxistin. Li ser pankartan jî dirûşma «Bangsamoro = aştî» hat nivîsandin.

Ev xweserî lihevkirina aştîyê, ya 2014an di navbera hikûmeta M. Benigno Aquino III (2010-2016) û serhildêrên Enîya Moro ya Îslamî ya Rizgarîyê (FMIL) de îmzekirî, bicih tîne. Ew di heman demê de bi awayekî fermî dibe dawîya şerê zêdetirî 40 salan dewamkirî û bû sedemê mirina bi qasî 160   000 kesan û koçberkirina bi milyonan.

Pêkhateya nû ya îdarî pênc eyaletan dide ber xwe: Maguindanao û Lanaoya Başûr, li beşa navîn a girava Mindanao (li gel çend herêmên eyaleta Sîmor ên Cotabato-Bakur) û herweha giravên Basîlan, Sulu û Tawi-Tawi. Ji herêma xweser a berê cudatir, Bangsamoroya nû wê ji 2022yan ve ji alîyê Parlamentoyeke hilbijartî, ya bi derfetên zêdetir destekkirî û kontroloke berfireh li ser çavkanîyên xwezayî ve were birêvebirin. Di vê navberê de, hikûmet û parlameneke derbasek, ku her du jî ji alîyê Manîllayê ve hatine destnîşankirin, wê pêvajoya derbasbûnê misoger dikin. Li gel vê yekê jî, ne bendereke wê, ne pîşesazîya wê, ne jî sektoreke wê ya girîng a sêyemîn heye; xebitandina kanên binerdê bi depoyên nîkel ên Tawî-Tawî sînorkirî ye, û ji ber şerûpevçûna leşkerî, pîşesazîya gerûgeştê jî mirîye.

Şênîyê Bangsamoro ku bi piranî li gundan dimînin, ji sedî 3,7   % nifûsa Filîpînan pêk tîne. (2) Ji zêdetirî nîvê wan (57   %) di bin sînorê xizanîyê de dijîn. Giranîya herêmê wekî ku tê dîtin di jîyana aborî ya welêt de ne dîyarker e û xweserîya hatîye venasîn ji alîyê sîyasî ve jî tesîreke wê ya hilweşîner tine. Lê belê, ji bo serok Rodrigo Duterte, ku îmaja wî ya navneteweyî bi taybetî bi komên cesedan ên qurbanîyên «şerê wî yê li dijî madeyên hişber» pêk tê, ev yek serketineke bêîtîraz e.

Mafên xwecihan hatin nas kirin

Her çendî muxalîfeke biryardar e jî, Mme Janel Peson li xwe mikur tê : «Xweserîya Bangsamoro qonaxeke zarûrî ya rêya aştîyê bû.» Gerînendeya Tevgera Gelên Mindanao ji bo aştîyê (Mindanao Peoples’ Peace Movement, MPPM), ku birek komeleyên xwecihî û herêmê li derdora jîyaneke hevpar a aştîyane ya navbera civakên (misliman, xwecihî, xiristîyan) girava mezin a Başûr tîne ba hev, wê bi xwe dest bi kampanyaya «erê» kir. Ew vê hişyarîyê jî li gotinên xwe zêde dike: «Lê belê xweserî ne dermanekî mucîzeyî ye. Ezmûna herêma xweser a berê nimûneya vê yekê ye

Di 1997an de, M. Nur Misuarî, pêşengê dîrokî yê Enîya Moro ya Rizgarîya Neteweyî, EMRN (Moro National Liberation Front, MNLF), îmzekarê peymaneke giştî ya dawîanîna li dijminatîyan li gel hikûmeta general Fidel Ramos (1992-1998), dibe yekemîn serokê herêma xweser. Piştî çend salan, ev herêm ji ber gendelîya zêde, adeta vediguhera çêlekeke dotinê ji bo eşîrên herêmê yên li ser desteka xwe (û hilbijêrên wan ên neçar) ya ji bo sîyasetvanên Manîllayê bazarê dikin. Xizanî li şûna kêm bibe, zêdetir bûtevî ku li her devereke din a welêt kêm bûû EMRN, ku li derveyî peymana aştîyê hat hiştin, ji nû ve agirê têkoşîna çekdarî pêxist.

Îro, şefê wê M. El-Hadj Mourad Ebrahim e ku hikûmeta miweqet bi rê ve dibe. Zehmet e mirov nekeve nava hestên deja-vuyê. (3) Û bivê nevê mirov ji xwe dipirse ka ev çerxên nû wê bes bin, an na, ji bo dengê kesên herî bêmecal xwe bide bihîstin; ka sîyasetên aborî yên ji alîyê bijarteyên moros ve tên birêvebirin xizanîyê û neyeksanîyan wê kêm bikin an na; û ka şîdet ya xwecihî ya li herêmê û pevçûna çekdarî ku tenê rûyekî wê yewê sivik bibe an na.

M. Ebrahim dema hat ser hikûmeta derbasekê got: «Divê em di nirxandin û çavdêrîkirina encam, faalîyet û kêmasîyên rêveberîya me de gelê xwe jî beşdar bikin». M. Alim jî vê şîroveyê dike: «Beşdarkirina gel, ev tiştekî baş e em dibêjin, lê belê…»

Serokê Navenda ji bo Pêşvebirina Xwemalîyê (CIDev) [ ?], ji bo venasîna mafên xwecîyan di metnên avakar ên Bangsamoro de û herweha ji bo hebûna wan di organên temsîlîyê de têkoşîneke xurt meşand. Indigenous People Rights Act, ku di 1997an de hat qebûlkirin, erkên wan ên li ser xaka bavûkalan, herweha mafên wan ên têkildarî yekparebûna çandî, xwebirêvebirin û dadwerîya civakî piştrast dike û di encamê de bi gewdeya yasayî ya Bangsamoro re entegre bû û du kursî ji bo xwecîyan li Parlemena miweqetê hatin veqetandin. Ev her du imtîyaz di «erê» ya xwecihî ya referandûma çileya pêşî ya 2019an de bûn dîyarker.

Ev nûnerîya li pêkhatîya îdarî ya nû tam hingê bû mijareke rojeva hevdîtina navber-qabîleyan a di tîrmeha 2019an de ji alîyê CIDevê ve li şaredarîya Upî (eyaleta Maguindanao) hat lidarxistin. Vexwendîyê xuyayî, M. Romeo Salîga, yek ji du parlamenterên xwecihî yên li Parlamena miweqetê ye, li vir li ser heman mijarê rastî bombebarana pirsan hat: «Çawa dibe ku nûnerên xwecihî yên asta şaredarîyan û barangayan [gundikan] ji alîyê meqamên bilind ve tên desnîşankirin û bêyî ku bi şaredarîyên pêwendîdar re berê bişêwirin?» Parlamenterê ku tengezar û şermende bû û nizanibû çi bêje, ji neçarî soz da ku ew ê hewl bide van kêmasîyan telafî bike.

Bernameyeke bi navê “Build, Build, Build”ê

Telafî bike, lê çawa ? Li nava hikûmeta miweqetê (ku ji alîyê serok Duterte ve hatîye destnîşankirin), 40 kursî ji bo FMILê hatin terxankirin, 20 kursî dan nûnerên hikûmeta navendî û 9 jî MNLFê, 8 kursîyên nerm jî ji bo jinan, ciwanan û kêmarên xwecihî yên ne moros hatin veqetandin; yek tenê jî para mixalefetê neket. Walîtîyên eyaletan û şaredarî jî ketin destê malbatên qabîleyan û hevparên wan. Ev hêzên xwecihî ku pir caran xwedî artêşên taybet in, hevalbendîyên geometrîk ên guhêrbar saz dikin, bêyî ku bikevin nava xemên îdeolojîk, an jî bawerîya olî û dikarin bikevin nava şerên xwînrêj.

Axirî, hilbijartina 13ê adara 2019an, ku serketina mezin a kampa serokatîyê mohra xwe lê da, serdestîya du hevparan, FMIL-hikûmet dijminên doh hevalbendên îro hê xurtir kir û giranîya xanedanên xwecihî jî zêde kir: hema hema tevahîya walî û şaredarên hilbijartî yên li herêma xweser namzedên desnîşankirî ên M. Duterte bûn. (4) Ev faktor giş îşaretên xirab bûn ji bo guherandina bi kûrahî ya sazûmana desthilatîya li Bangsamorotê.

Di sîyaseta aborî de jî tu şikestinek xuya nake. Daxuyanîyên nûnerên cîhana karsazîyê û sîyasetvanên moros, berevajî, nîşan didin ku Bangsamoro, ji dûrketina neolîberalîzma Manîlla zêdetir, ketîye ber bayê pêla geşedana bi lez a aborî û li ser xalîya sor a sermayeyên bîyanî xwe gêr dike. «Avakirina Bangsamoroya nû ku xwe spart armanca bicihanîna şertên pêwist ji bo pêkanîna aştîyê û aramîyê li Mîndanaoyê, gelek bala sermayedarên ereb dikşîne» li gorî M. John Carli Tria, serokê Odeya bazirganî û pîşesazîyê ya Davaoyê, (5) li pêşîya Odeya bazirganî û pîşesazîyê ya Ciddeyê (Erebîstana Siudî), Mme Sandra Sema, parlamentera yekem a herêma eyalata Maguîndanaoyê, xwest li bajarê Cotabato «mintiqeyeke aborî ya taybet a helal» were avakirin. (6)

Ji alîyê xwe ve, M. Zajid Mangudadat, sîyasetvanê alîgirî M. Duterte û endamê yek ji eşîrên herî xurt ên giravê, hêvî dike ku xebitandina kanên sergirtî yên gazê yên li binerdê yên Lîguasan Marsh û mintiqeyeke girîng a avî ku vedizele ser beşek herêmên Cotabato-Bakur û Sultan Kadarat (7) ên Maguindanao, radestî şirketên çînî, îsraîlî an jî yên Rojhilata Navîn bên kirin. Helbet ev bû hêvîyeke ku li cem M.Ebrahîm, piştî çend tedbîrên xîtabî li ser rêzgirtîya pêwist ji bo hawirdor û berjewendîya şênîyên xwecihî, tesîreke mezin kir ji bo «teşwîqkirina şirketên madenê da ku razemenîyê bikin». (8)

Li vê yekê remza «Build, Build, Build» («Avakirin, avakirin, avakirin»), hat zêdekirin. Ev bernameyeke fîrawunî ya biha ya xebatên mezin ên binesazîyê ye ji bo serok Duterte û heta radeyeke mezin serbixwe ye ji sermayeya çînî, ku herweha xweserîya herêmê jî eleqedar dike. Li vir bi taybetî Projeya Geşedana Tevna Rêyan a Bangsamoro derdikeve pêşîya me. Ev proje avakirin û berfirehkirina tevna du sed kîlometre rê û pirên ku herêmê bi beşên din ên Mîndanaoyê ve girê didin, dide ber xwe. Lê belê cihê gumanê ye ku ev yek bersivê dide pêdivîyên civakên gundewarî yên ji alîyê desthilatîyên gelemperî ve bi halê xwe ve hatine hiştin.

Li gel vê yekê jî, ev rêyên ragihandinê wê ji bo bal kişandina sermayedaran wekî palpişt bên bikaranîn û ew ê hatina nava van xakan bi navgîna çandinî, pîşesazîya daristanî û şirketên madenê hêsantir bikin. M. Bandara hinek jî xwe dixapîne: «Dayîna îmtîyazên madenkarîyê an jî firehkirina monokulturên îxracatê, bawerîyên wan çi dibin bila bibin, wê li dijî xakên bavûkalên me û cotkarên piçûk bin. Di encamê de jî wê zext zêde bibe li ser xaka me... Ev xaka ku jêdera pevçûna çekdarî ya li Mîndanaoyê ye.»

Pevçûneke ku bi bêçekkirina şervanên FMILê, di îlona 2019an de bi awayekî şermoke dest pê kir, wê bi dawî nebe. Herweha desteserkirina bajarê Marawî, di 27ê gulana 2017an de, ji alîyê komandoyekî koma Maute ya dihat destekkirin ji alîyê hêmanên Ebû Seyyaf ên ji bo Rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ- nivîsa li jêr bixwînin) bîat kiribûn, delîleke din a vê yekê ye. Û mîlîtarîzekirina giravê jî, ku ev sê sal in li bin desthilatîyeke zeptûreptê ye, nikare vê rewşê biguherîne. Xeyalşkestina şervanên berê yên FMIL an jî MNLFa ku tu caran xwe bêçek nekirîye, nezelalîya lihevhatina jidil a FMIL li gel Manîlayê, bêhejmar îhmal û derengmayînên di avakirina Maravî de, pevçûnên li ser erdan, di halê xwe de hiştina şênîyê gundewarîyê an jî jirêderketina ciwanên ji paşerojê bêparmayî; giş dibin zemîna sûdwergirtinê ji bo komên îslamî ku kemînan deynin û ji her derî ve êrişan bikin.

Mme Peson li ser mijarê vê nirxandinê dike: «Xweserîya Bangsamoroyê qonaxeke pêwist, lê ne kafî bû. Eger rêveberîya nû li ser sozên xwe nesekine, eger ew bi ser sedemên kûr ên şerûpevçûna çekdarî ve neçedi rêza pêşî de xizanî, zehmetîyên çandinîyê xuya dikin–, xeyalşikestin jî bi qasî hêvîya ji ber encama referandûmê derket holê wê mezin be. Û bi vî awayî ew ê feydê bide komên cîhadîst.»

*Rojnamevan.

 

(1) Bitenê eyaleta Suluyê, keleya koma cîhadî ya Abou Sayyafî, ji % 54,3 dengê «na» da.

(2) Jodesz Gavilan, «Fast facts: Poverty in Mindanao / Rastiyên zû    : li Mindanaoyê hejarî», Rappler, Manille, 28ê gulana 2017ê, www.rappler.com

(3) Carolyn O. Arguillas, «BARMM Chief Minister to constituents : Monitor performance of officials?», Minda News, 1ê nîsana 2019ê, www.mindanews.com

(4) 8 ji 12 vatiniyên senatoriyê yên heyî bûn yên piştgirên sadiq ên Birêz Duterte, 4 jî bûn yên “kesên serbixwe”, tiştek ji rikeberiyê re nema. Di Meclîsa neteweyî de, partiya serok (PDP-Laban) û hevalbendên wê çibigre tevayiya 234 kursiyan bidest xistin, bi tenê 18 parlementerî Partiya lîberal a serokê kevn Benigno Aquino III û 6 jî koma Makabayan (çepê tûj ê meyla wan li ser kominîzmê bû) girtin.

(5) Antonio L. Colina IV, «Davao Chamber VP : Bangsamoro sparks interest of Arab investors in Mindanao », Minda News, 10ê Nîsana 2019ê.

(6) «Maguindanao solon goes to Saudi on 2-day investment mission», Manila Standard, 5ê sibata 2019ê.

(7) «Senate bet wants China, Israel to explore Liguasan Marsh oil deposits», ABS-CBN News, 13ê adara 2019ê, news.abs-cbn.com

(8) Pia Ranada, « Murad encourages “pro-people, proenvironment” mining in Bangsamoro», Rappler, 9ê tebaxa 2019ê.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

 

 

Komara 5ê di komaya sîyasî de

Îstîqrara Sazîyan Rêzgirtina Ji Yên Din Re Piçûk Dibîne

Ji xeynî destûra fransî ve ti destûrên din ên rojavayî desthilata takekesî ew hinde berfireh nake, ku tê de serokomar weke “qiralê komarî” ye. Tam di dema ku qaqebxwestinên bitevayî, him civatî, him tenduristî û him jî jeopolitique pir dibin de, gelo hîn maneyeke vê dîtina saziyî ku di nav agirê şerê Cezaîrê de û li ser xerabeyên Komara IVê ya bêîstiqrar li ser me hatiye ferzkirin heye?
.

Translator

Bi awayekî darîçav ji ber seferberîya li dijî reform û çaksazîya teqawîtbûnê metelmayî, ev Partîya Komarxwazan a hilbijartî ji nava kezebê qîrînekê ji xwe dide der: “Gelo haya we ji we heye: Heger em di Komara 4ê de bûna, hikûmet dê ji mêj ve biketa”. (1) Û tevî vê zilam serokkomar Emmanuel Macron rexne dike, ji ber ku pesnê “îstîqrara” sazîyên fransî dide. Ji dema destpêkirina tevgera Êlegzeran, Élysée [qesra serokkomar] û Matignon (qesra serokwezîr) wekî ku kelehên dorlêgirtî yên xelk êrişê dibe ser wan bin, bi ser girseya xwepêşandêran de wî rûnê sorkirî yanî zexta polîsan, dirijînin; mirov ê hewl bidaya weha li Elysée û Matignanê vegerîne û bibêje “Yên ji we bi îstîqrartir tune ne”.

Tevî ku her tişt nîşan dide ku piranîya hilbijêran reforma teqawîtbûnê red dikin -grevên hejmara wan gelek û demdirêj, xwepêşandanên li ser hev li seranserê Fransayê, kaseyên grevê xweş têr in-, di destûra bingehîn de tiştekî li pêşîya wê bibe asteng nîne. Serokê dewletê û hikûmeta wî xwedî cebilxaneyeke mezin a hiqûqî ne, ji xala 49-3yê em dest pê bikin ku destûrê dide wan, mixalefetên gel çi qasî mezin bin jî ew xwe li wan kerr û kor bikin. (2) Û ew dikarin vê bikin tevî ku rewabûna wan a bi hilbijartinê jî li hemanekê ye: Macron di dewra yekê ya hilbijartinên serokkomarîyê de dengê 17 ji sedê hilbijêrên qeydkirî wergirt û di dewra diduyê de jî tenê 47 ji sedê van dengan wergirt; gava ku em li ber Jacques Chirac bigirin, wî di dewra diduyê de 62 ji sedê dengan wergirt, di rewşekê de ku dişibîya vê ya hatina hemberhev a bi rastgirîya tundrew re; cara yekê bû ku Meclîsa Neteweyî ya Fransayê bi destê hindikahîyeke hilbijêran hat hilbijartin, di hilbijartinên giştî yên hezîrana 2017an de rêjeya neçûna ser sindoqan gihîşte asteke rekorê ya % 57,36. Tevgera “La République en marche” di bin van şert û mercan de bû desthilat û ew jî xwe vedişêre li pey “wekaleta” hilbijêran dayî, wekaleta ku mijara şiroveyan ên nexasim jî li ser teqawîtbûnê. Wekî ku ev wekalet li ser kaxezeke spî hatibe mohrkirin û destûra her tiştî bide.

Nivîskarên Destûra Bingehîn a 1958an ji ber bêîstîqrarîya pir zêde ya Komara 4ê trawmatîze bûbûn û wan xwestibû îstîqrareke mutleq bidin sazî û dezgehên dewletê, vê jî kir ku bi fermana hişk a François Mitterand navê “darbeya daîmî” heq kiribe. (3) Dîrokzan Mathias Bernard bi îhtîmam gotara serdest weha bi xwe îfade dikir: “Ji dawîya sedsala 19an ve (...) jîyana sîyasî hê îstîqrareke wiha nedîtibû.” (4)

Rêveberîya sîyasî li ser piranîya parlamenter, serwer bû bi wê yekê ku serokwezîrê hingê Lionel Jospin sala 2001ê biryar da, teqwîma hilbijartinan serûbinî hev bike: Ji hingê ve, hilbijartina serokkomar bi awayekî sîstematîk berîya hilbijartinên parlamenê ye, parlamenter erka xwe ya nûnerîyê bi qasî ku ji hilbijêran digirin, ewqasî jî û belkî bêhtir ji serwerîya Elysée digirin. Gava li ser meseleya ji refên partîya wê veqetînan (ji 2017an ve duwanzdeh kes), parlamentera La République en marche ji devera Yvelinesê, Aurore Bergé bi safdilî di dema civîneke çapemenîyê de 29ê çileya paşî ya 2020î de çarşemê li vê yekê mikur hat. Wê behsa mixalifîya hikûmetê ya Cédric Villani kir, tevî ku Macron ew ji bo ku li ser rîya rast bimîne hişyar jî kiribû, wê bi dengê bilind got: “Serokkomar destûra wî da bibe parlameter, çawa ku wî kir ku ez û parlamenterên piranîyê hemû bibin parlamenter”. (5) Di vê versîyonê de parlamenter vediguherin nûnerên serokê dewletê li cem hevwelatîyên xwe, gava vê dikin jî ji bîr dikin ku divê ew berîya her tiştî bibin berdevkên hilbijêrên xwe.

Pêdivîya demokratîk a bizorê

Di bin banê keftûlefta parlamenterî de hikûmet dikare bi fermana yekane otorîteya heyî bêyî ku biricife “reformê bike”: Ev otorîte jî serokkomarî ye ku ji bo pênc salan dest pê nabe. Tu rîska ku yek ji projeyên Macron bê sûcdarkirin yan jî li senatoyê bê vetokirin tune. Herçî referandûm e, ew înîsîyatîfek e ku wisa tê qebûlkirin, îstîsnayeke pêkanîna wê zehmet be  wekî wê ya ku li ser arizîkirina (prîvatîzasyon) balafirgehên Parîsê hatibû pêşnîyazkirin. Gava mirov li gunehbarîyên otorîtarîzmê yên li alîyê xwe zêde dibin (6) bifikire, serokê dewletê, ya rastî, teşxîsa jihevdeketineke demokrasîya fransî piştrast dikir. Wî 24.01.2020î bi awayekî ku bi zor hêrsa xwe veşêre, îdîa kir ku “Dîktatorîyek, rejîmek e ku tê de kesek yan jî klanek biryara qanûnan dide. Dîktatorîyek rejîmek e ku tê de rêveber naguherin, hîç naguherin”. (7) Dibe ku em karibin li ber terîfa “dîktator” rabin, lê mirov tenê dikare vê tesbîtê bike ku Destûra Bingehîn ya heyî bi rastî jî destûrê dide ku “klan”ek “biryara qanûnan bide” bi wî rengî ku “li xisara” yên din (mixalif, hilbijêr, welatî) be. “Vegera ji nîzama hişk” a ku Mitterand di sala 1983an de bi binpêkirina angajmanên hilbijartinan a sala 1981ê biryara wê da, nîşaneke pêşîyê bû.

Ev mentiq rê li ber wê yekê nagire ku serokê dewletê îstîsnayî jî be li fikra welatîyan bipirse, tevî ku Destûra Bingehîn vê ferz nake. Lê belê ew bi awayekî hikimran li gorî nîyeta xwe ya baş, mînak, dikare banga referandûmekê bike û dîsa bi dilê xwe ye ka ew bi ya encamên vê referandûmê bike yan jî xwe ji wan bide alî: sala 1969an general De Gaulle piştî ku hilbijêran projeya herêmîkirinê red kir, îstîfa kiribû. Jacques Chirac bi xwe wekî wî nekir, gava sala 2005an di referandûma li ser Peymana Destûra Bingehîn a Ewropî de alîyê ‘na’yê bi ser ket, wê hingê sûc xiste stûyê serokwezîrê xwe Jean-Pierre Raffarin. Yê piştî wî hat Nicola Sarkozy bû, wî hê xirabtir kir: wî dengdan pûç kir gava ku wî red kir ji nû ve referandûmeke li ser peymaneke cêwî sala 2008an bike (Peymana Lîsbonê) çêbe; vê peymanê paralelîzma formên hiqûqî ferz dikir. Herçî reforma teqawîtbûnê ya sala 2010î ye, wî ew qasî da nav ku êdî ew bi temamî bû dijberê sozên xwe yên kampanyaya hilbijartinê.

Yanî berdêla “îstîqrarê” ji bo demokrasîya fransî gelekî giran e. Bawerîpênemana salên dawî ya Komara 4ê ya ku minaqeşeya li ser sazîyan di encama wê de da der, demeke dirêj destûr da ku tevahîya hizirînên li ser pêdivîya lezgîn a demokratîk bên astengkirin. Ji hingê ve “îstîqrar” wekî niviştekê tê bikaranîn û ew hîyerarşîyan serûbinîhev dike, rewabûna ku xwe dispêre gel jî talî dike: ji bo desthilatê mohlet muhim e, ne ilehî piştgirîya welatîyan. Heger rejîmeke parlamenter di bin tesîra fikreke sabît a bi vî rengî de demokrasîyê ji eyarekî dixe eyarekî din, hingê konsantrasyona heyî ya hêzan di destê serokkomarîyê de bi rengekî ku di nava demokrasîya welatên rojavayî de mînaka wê nîne, dike ku jîyana sîyasî girêdayî kalîteyên şexsî yên kirêdarê Qesra Élysée be û ew jî dikare rewşa xwe bi kar bîne û xirab bi kar bîne bêyî ku hêzeke li hemberî wî hebe. Bi awayekî li jor dîyakirî, hilbijartinên serokkomarîyê ji bo hilbijêr vediguherin tivingeke yekderbî ya ku bi rêk û pêk li hedefa daxwazên xwe yên polîtîk naxe. Bi awayekî yekparçe, pratîka înstîtusyonel tevahîya minaqeşeyên dijber ditevizîne. Panzdeh kesayetan di 29.01.2020î de di forumekê de weha nivîsî: “Li wê devera ku ti tişta ji devê xelkê tê der, nayê bihîstin, demokrasî êdî nîne”. (8) Gava mirov vê bike, ma rewabûna desthilatê venamire? (9)

Loma, demokrasî bi sîyasetvanê Yûnanistana Kevin, Kleîsthenîs ê ji Atînayê derket meydanê da ku bersivê bide nakokîyên di nava seranserê civakê de dayî der û çareserîyekê bide wan ku encama pêvajoyekê be ku hemû pê razî bin. (10) Bi vî awayî ew hem amûreke şîyana adaptekirinê ye û hem jî gerîneke li îstîqrarê ye. Dîroka Fransayê di navbera du tiştan de diçe û tê; yek jê daxwaza lîderekî dilê mirov rehet û aram bike, yê ku her minaqeşe û liberrabûnê red dike yên wekî Napoléonê Sisîyê yê ku bi awayekî fizîkî dijberên darbeya eskerî ya 1851ê ji holê rakirin û ya din jî nûnerîya sîyasî ya alîyên arîşeyê ye, ya ku destûra beridînên pêwîst dide, wekî wê serdema dawîya sedsala 19an, ya ku serdema me tîne bîra mirovan. Piştî hilweşîna Împeretorîya Duyê, komkujîya Komuna Parîsê û demeke kurt a desthilata Adolphe Thiers, serokkomar Patrice de Mac-Mahon (ji 1873yan heta 1879an) hewl da rejîmeke bêhna monarşîyê jê dihat rewa û biîstîqrar bike. Du hilbijartinên parlamenê û senatoyê li pey hev a ku di wan de komarxwaz bi ser ketin, kirin ku ew îstîfa bike û Komara 3yê bê bicihkirin. Banga navberê ya navdar a parlamenter Léon Gambetta li Mac-Mahon 15ê tebaxa 1877an kirî ya ku îro wê wekî bêîstîqrarker bihata dîtin, weha ye: “Gava milet xwe îfade kir, ma ne, yan mirov wê serê xwe li ber bitewîne yan jî îstîfa bike”? Heger hingê meclîsa nûneran û piştre senato dikarî li dijî daxwaza serokkomar bê hilbijartin, sedema vê bi temamî ew bû ku her du rewabûn girêdayî hev nebûn. Esas, pirs roja îro li ser rola demokrasîyê di avakirina peymana civakî de ye.

Herçî îstîqrara sîyasî ye ku stûna navmala her kesê ji her guhertinê kezebqetandî ye, berdêla wê, piranîya caran bêîstîqrarîya civakî ye. Helbet em dikarin fena serokwezîr Jean-Pierre Raffarin, bibêjin, “Yê ku bi rê ve dibe ne tekel in” û “Sîyaset jixwe ji bo wê hatibû vedîtin da ku bikeve şûna şidetê”. (11) Lê belê ya ku berîya bêhtirî bi 2000 salan Kleîsthenîs vedîtî da ku bikeve şûna şidetê, ne sîyaset bi giştî bû, lê belê demokrasî bû. Û di vê demê de ku tansîyona civakî dijwar dibe (xwepêşandanên pircarî û mezin, grevên li pey hev û wekî din) gava mirov mafê hilbijartinê yê giştî bi cih tîne, divê ev ji bo çareserkirina arîşeyan bûya û ne ji bo fermanên serokkomarîyê? Esas, têkilîya hêzan a îdeolojîk û têkoşînên gel divê karibin xwe di nava sazîyan de îfade bikin da ku pêşî lê bê girtin ku ew xwe bi şêwazên din bidin der. Bi awayekî gelekî mentiqî, beramberî xitimîna sazîyan di wextekê de ku newekhevîya aborî û civakî gelekî zêde dibe, îro roj, awayên şidetê bi pêş dikevin; sembola wan di nava şidetên li malên parlamenterên alîyê piranîyê di havîna 2019an û zivistana 2019-2020î de ye.

Xwepêşandêran gîyotînên ji kartonan jî çêkirin. Ji serokê senatoyê Gérard Larcher, heta bi wezîrê berê yê edaletê Robert Badinter, lîderên sereke yên sîyasî banga sikûnetê dikin. Lê belê ji bo ku mirov karibe bawerîyê bi wan bîne, divê rûreşkirina şideta hevnegirtî, şideta civakî ya li xelkê dibe û bersiva zêde xedar a polîs dide xwepêşandaran jî li ber çavan bigire. Gelo ew dikare riza û rêza parlamenteran bigire, bêyî ku ya hilbijêran bigire? Gava parlamenê Peymana Lîsbonê erê kir, vê birîneke îro jî nekewîyayî çêkir. Ev yek helbet populerbûna wê referandûmê rave dike, ya ku înîsîyatîfa welatîyan e ku gelek komele û xwepêşandêr ji destpêka tevgera Êlegzeran ve xwedî lê derdikevin.

Bêguman, avahîya sazîyan her tiştî rave nake. Mamosteyê li Collège de France, Alain Supiot îsbat kir ka çawa bi nîşandana globalîzmê wekî bûyereke xwezayî û ne wekî tiştekî bi destê mirov çêkirî yê ku mirov dikare bixe berlêpirsînê, hêzên sereke yên sîyasî yên li welatên rojavayî minaqeşeya raya giştî pûç kir. Lê belê sazîyên fransî dikarin beramberî bûyeran yan jî faktoreke giranker a şaşîyên giştî, bibin astengek.

Gel, têgeha kêmdîtî

Zîyandarîya Destûra Bingehîn a heyî di nava rojê de jî dibiriqe, pê re nemana bawerîya bi alîyê sîyasî yê li çepê hikûmetê, bi sergêjîya îdeolojîk ya encama jiholêrabûna Yekîtîya Sovyetê û bi kemberên peymanên ewropî ferz dikin, deh caran li berê zêdetir dike. Ji dema hilweşîna Dîwarê Berlînê û vir ve, globalîzm wekî pisûleya îdeolojîk bi kêrî birêveberên welatên rojavayî tê. Sazîyan ji ber vê di navbera welatîyan û nûneran de xendek kolan. (12) Nexwe, ev ne tesaduf e ku mirov niha dibîne ka çawa îdeolojîya fermî konsepta milet bi xwe jî piçûk dibîne (13) gava ku ev milet dijber dîyar dibe wekî standardeke di xwepêşandanên her zêde dibin li Fransayê de. Ha ev îxtîlaf û dubendî ye ku zemînê hevoka navdar a Jean-Claude Junker ê hingê serokê Komîsyona Ewropî bû, çêdike: “Li hemberî peymanên hatine erêkirin, demokrasî nîne” Nexwe em nav û nîşanên Brexitê çawa hildin?

Gava mirov li şûna ku “Îstîqrarê” bi destê hilbijêran bike mijareke sîyasî, sazî û dezgehên heyî, wê tenê ji însafa serokê dewletê re dihêlin, ev jî Fransayê dixe nav komayeke sîyasî ya kûr; ev yek jî destûrê dide birêveberan ku xwe li tevahîya mixalefet û îtîrazan kerr bikin. Nakokîya mirov ne li bendê: Tevî ku di hişê afirînerên Komara 5ê de vê komarê divîya tevahîya hêza Fransayê bidayê da ku li ber meseleyên navneteweyî yên hingê bisekine, ew îro serîtewandina dewletê li ber tevahîya fermanên globalbûna malî yan jî yên Brukselête teşwîq dike. Beramberî jeopolîtîkeke ji cihê xwe dilive, Destûra Bingehîn a fransî xisleta xwe nîşan dide: Hema hema nemimkinbûna dana erdê ya hikûmetê yan jî guhertina piranîya heyî di dema wekaleta di hilbijartinê de.

Şik û guman jê nîne, guhertineke sazî û dezgehan wê bi derbekê wekî ku bi sêhrê çêbe, jîyaneke demokratîktir a çêtir li gorî pêdivîyên xelkê û berjewendîyên welêt neafirîne. Heke xwe nesipêre jinûveavakirina miletê komarxwaz, yanî heke welatî ji nû ve tişta giştî ya dewletê nekin a xwe, tu maneya wê dê nebe. Gava têkilîyên hêzan hatin avakirin, tevgera civakî divê wekî timî, bike ku hiqûq bi pêş bikeve. Ev maneya daxwazên bi hezaran xwepêşandêr û milîtanan e yên ku doza sazîyên nû dikin (14). Einstein gotibû, “Em nikarin pirsgirêkekê bi heman awayê fikrê yê ku ew pirsgirêk afirandîye, çareser bikin.

 

*Serokê Komeleya ji bo Destûreke Avaker

 

(1) Hevpeyvîna ne fermî ya bi nivîskaran re.

(2) Binihêre, Bastien François, Le Régime politique de la Ve République (Rejîma sîyasî ya Komara 5ê), La Découverte, Parîs, 2010 (Çapa 1ê 1998).

(3) Plon, 1964.

(4) Mathias Bernard, Histoire politique de la Ve République (Dîroka sîyasî ya Komara 5ê), Armand Colin, Parîs, 2008.

(5) Meclîsa Neteweyî, civîna çapemenîyê, çarşem 29.01.2020

(6) Bixwîne, Mathieu Chaigne, “Le moment autoritaire d’Emmanuel Macron? (Kêlîya otorîter a Emmanuel Macron?)”, Figarovox, 10.01.2020, lefigaro.fr

(7) Radio J, 24.01.2020

(8) “Non, monsieur Macron, nous ne sommes plus en démocratie (Nexêr, Macronê ezîz, em êdî ne di demokrasîyê de ne), L’Humanité, çarşem 29.01.2020

(9) Bixwîne, “Bonapartisme ou Constituante (Bonapartîzm yan Destûra avaker)”, Le Monde diplomatique, nîsan 2014.

(10) Bixwîne, “Pas de démocratie sans conflit (Bê arîşe demokrasî nabe)”, Le Monde diplomatique, hezîran 2009.

(11) Tweeta 26ê Tîrmeha 2019an.

(12)Binihêre li, Alain Supiot, L’esprit de Philadelphie, La justice sociale face au marché total (Zihnîyeta Fîladelfîya, Edaleta civakî beramberî bazara giştî), Seuil, Parîs, 2010.

(13) Bixwîne  “Peu(ple) leur chaut! (kêm(xelk) wan rehet bernade!, Le Monde diplomatique, Çirîya Paşîn 2003.

(14) Lire Martin Cadoret, “Ces mouvements citoyens qui veulent renouveler la démocratie (Ev tevgerên welatîyan yên ku dixwazin demokrasîyê nû bikin), Reporterre, 9ê Adara 2017an, reporterre.net

Wergera ji Fransî: Feryal Guladawîya

 

 

Du rûyên sansurê

Tifaqa di navbera hikûmet û dêwên Silicon Valleyê de 

Dewlet û şirketên pirneteweyî yên dijîtal bi awayekî bi rêkûpêk xwe wekî dijber nîşan didin; yên pêşî hewldanên xwe yên ji bo kontrolkirina yên din nîşan didin, ew ji xwe re bi qanûnan dilîzîn. Lê gava mesele dibe kontrolkirin û sansurkirina înternetê, têkilîya wan vediguhere yeke sîmbîyotîk. Ev tifaqa di navbera hêza dewletê û sermayedarîya dîjîtal û agahdarkirinê de, ne nû ye.
.

Translator

Li hola mezin a Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandî ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) ya li Parîsê, 12ê çirîya pêşî ya 2018an foruma li ser birêvebirina înternetê bi rê ve çû. Emmanuel Macron kêf kêfa wî ye, berê xwe dide kursîya axaftinê. Serokkomarê fransî yê ciwan biryardar e ku li hemberî populîzma “ne lîberal” bi rola parazvanê demokrasîya lîberal rabe; beramberî girseya navneteweyî ya hatî guh bide wî da ku ew, meseleya pirsgirêkên mezin ên dîjîtal ji wan re wekî ku tu ta bi derzîyê ve kî, rave bike, hingê Macron rehet xuya dike. Bêyî ku surprîzek be, di axaftina xwe de ew li pey hev îşaret bi du modelên regulasyon û birêkûpêkkirina înternetê dike: Li alîyekî “înterneta kalîfornîyayî”, ya lîberter, “yên ku aktorên arizî wê serkêşîya wê dikin, ya xurt, serwer, global” û tu kontrola dewletê qebûl nake; li alîyê din “înterneta çînî” ya “jihevcihêkirî û bi temamî kontrolkirî” bi destê “dewletên xurt û otorîter”. Alternatîfeke ji kontrasta wan heye ku destûrê dide wî ku rêyeke sêyem nîşan bide: rêya ku ji “tevahîya aktorên înternetê” –“rêxistinên civaka sîvîl, aktorên taybet, NGO [rêxistinên ne dewletî], întelektuel, rojnamevan, hikûmet”– tê ku  “birêkûpêkkirineke kooperatîf, bi hev re” bi ser bixin.

Li pişta efsaneya lêeşkerebûyî ya “rêveberîya bi pir aktoran” a înternetê tevî îşaretkirinên guncaw ên bi “civaka sivîl”, serokkomarê fransî pesnê wê projeyê da ku bi dîtina wî, wê destûrê bide ku ya ji her du dinyayan ya herî baş, îfade bike: kapîtalîzma kontroleke bê hefsar (1) û destê giran ê hesinî ê dewletê. Ji ber nebûna şampîyonên neteweyî yên diîjîtalê –ew dikarin nexwe pesnê xwe bidin bi Çîn û Rûsyayê da ku sîyaseta xwe ya kontrolkirina înternetê bi gurçûpêç bikin–, welatên Ewropî divê xwe birêkûpêk bikin li gorî çendek şirketên amerîkî yên ku serkêşîya sermayekirina borsayî ya global dikişînin. Tevî qanûnên –qebûlkirî yan jî soza wan hat dayîn– ji bo astengkirina jirêderketinên platforman (xirabbikaranîna rewşa serwer, destwerdana jîyana taybet, fake news...) jî, şerê xuyayî yê di navbera dewletan û şirketên pirneteweyî yên dîjîtal de, ser bihevvegirêdaneke zêdebûyî digire, wê bihevvegirêdanê vedişêre.

Dîroka kontrol û sansurkirina ragihandinê rohnîker e ji bo serwextbûna li beridînên wê. Loma, ji konjukturên neolîberal û wê de, mentiqên bihevrehilbijartinê yên di navbera hêza dewletê û birêvebirina arizî ya navgînên ragihandinê de û di dîroka medyayê de wekî neguherekê (sabîteyekê) xuya dikin. Beramberî krîzên ji ber derzên teknolojîk yan jî fikirînên sîyasî, ev tifaq destûra kontroleke karîger a li ser gerîyana fikran, dide.

Di sedsala 16an de hê hingê, wê dema ku bipêşketina çapxaneyê alîkar bû bi demokratîkkirina xwegihandina kitêban û belavkirina doktrînên sîyasî û dînî yên ji bo dewletê tehlûkê, dewletê xwe avêt tifaqa di navbera dewlet û sektora taybet de, da ku rê li ber wê îxtîlafa jê re tehlûke ye, bigire. Li Fransayê ji 1539an ve, François ê 1ê şert û mercên pîşeyê çapkerîyê û kitêbfiroşîyê li mekanên sereke yên weşanê yanî li Parîs û Lyonê dîyar kirin. Wî herweha odeyên pîşeyî jî dan çêkirin yên ku hatin wezîfedarkirin ku bi rola muxatebê dewletê di tevahîya vê sektorê de rabin. Sala 1618an odeyeke pîşeyî ya bi tenê ji bo pîşeya kitêban hat avakirin û ew bi erkên polîs hat gurçûpêçkirin: nûnerên wê diçûn serdana çapxaneyan û kitêbfiroşan û bicihanîna qaîdeyan û tiştên wekî din kontrol dikirin. Ji bo lawazkirina reqabeta li dijî xwe, kitêbfiroşên Parîsê doza yekdestdarîyeke daîmî li ser weşana kitêban kir; Kardînalê Richelieu [Armand-Jean du Plessis, Dukê 1ê yê Richelieu; têbînîya wergêr] esasê daxwazên wan qebûl dike, lê beramberî vê ew jî divê wezîfeya xwe ya polîsîyê bi cih bînin û gelek pîvanên jidilbûn û rastîbûnê pêk bînin.

Li gorî çend birêkûpêkkirinên li xêra kitêbfiroşên li derveyî bajarên mezin, vê sîyasetê wê destûr bidaya sih heb çapgerî-kitêbfiroşî, çê û xirab, li meliktîyê kitêban hilberînin û belav bikin. Çawa ku îro şirketên dêw ên dîjîtal jî vê dikin, vê navendîkirina aborîya çapkirinê, destûr dida dewletê hejmara navbeynkarên divê bên kontrolkirin, kêm bike, û pê re jî “mesrefên muameleyên” elaqedarî sansurê kêm bike.

Piştî dema azadîya xweîfadekirinê ya berê nedîtî ya ku refaqetî şoreşa fransî kir, Împeretorîya Napolyonî rojnameyên serbixwe tune kirin û hejmara çapxaneyan û rojnameyan her kêm kir. Piştî salên 1830î, bi her halî, di destpêka sistbûneke berîya qanûna azadîya çapemenîyê ya 1881ê, desthilatê xwe lê ragirt ku çapemenîyeke populer a tîraja wê gelek xurt, çêbe. Gelo divê mirov vê wekî tawîzeke ji dil a ji bo îdeala azadîyê bibîne yan wekî xurtkirina hevkarîya karîger a di navbera desthilata sîyasî û pîşesazîyên çapê de? Ji pêlên tepisandinê û wê de, yên ku derb li weşanên muxalif nexasim jî sosyalîst didan, bêhtir wisa xuya bû ku li sektoreke li ber daneheveke aborî ya zêde dibe, wê gaza ku derdorên karsaz dida, kir ku lîberalîzasyoneke bi vî rengî mimkin be.

Nûkerîyên di têknîkên çapkirinê de, derketina holê ya çapemenîya “erzan” a ku bi reklaman dihat fînansekirin, pê re bipêşketinên xwendebûnê, rê vedikin li ber çûna ber bi xwendevanên çapemenîyeke fikra sîyasî tercîh dikin û ne yeke kêfanînê. Pêvajo bi heman rengî têkilîyên her diçe nêzîk dibin ên di navbera tucarên çapê û desthilata teftîşê de, pêş dibîne. Tawîzên ji azadîyên xelkê yên ku qanûna 1881ê ew misoger dikirin, wê qanûna ku dawî li sansura bi pêşşert dianî, parastina hiqûqî ya azadîya îfadekirinê xurt dikir, divîya êdî bi mişara tevgera depolîtîzekirinê bihatana pîvan. Em behsa wê tevgerê dikin ku dikir bikeve nava serdema medyayên girseyî. Li şûna fetihkirineke bi lehengî, çapemenîyeke êdî ji desthilata sîyasî serbixwe –li gorî vegotina fermî ya di nava dîroka serwer a medyayê de– lê qanûna 1881ê tiştekî îfade dike, ew jî bîrewerbûna desthilatê li ser wê yekê ye ku polîsê wê karîgertir e heger ew bi lîberalîzmê re miamele bike; bi giştî, gava ku şûrê qanûnê destûra lipêşbûnê bide disîplînên kapîtalîzma agahdarkirinê. Dîsa jî qanûnçêkerên Komara 3yê xweşik baldar bûn ku pişta xwe xurt bikin bi wan desthilatên ji bo tepisandina hin rexneyên li dewletê.

Tifaqên analog wê ji salên 1860î û pê ve ji bo dewletê kontrola tevnên pêşî yên taybet ên teleragihandinê misoger bikirana. Di dawîya sedsala 20î de piştî serdema yekdestdarîya dewletê li ser medyaya bi pêlên elektro, pêvajoya arizîkirinê ev peymanên veşartî li reng û dengê roja me ya îro anîn. Ji nû ve, mekana medyatîk kete ber cotdeydanrîyekê; ya dewlet û ya bazarê.

Di salên 1990î de bi xêra avangardên mîlîtan, înternet wekî hêzeke dikare encamê biguherîne, xuya dikir: tevna înternetê wê destûr bidaya belavbûna medyayên alternatîf û bi xurtî êriş bibira ser hegemonîya şirketên mezin ên ragihandinê yên girêdayî desthilata sîyasî. Dîsa jî, hîna li wê, girêdayî krîza ewlekarîyê, dewletê bandora xwe ji nû ve ava kir, bi wê yekê ku wê giranîya xwe da ser ekonomî polîtîka înternetê. (2) Bi dana pey mentiqên xwe yên berhevkirinê, platformên dîjîtal karîn pareke pir mezin a ragihandina me û bipêşketina behremendîya me ya yekane, navendî bikin da ku xelkê taqîb bikin û mekanên îfadekirinê sansur bikin. Ewqas teknîka ku dewlet dizane bike ya xwe.

Ji 2013an û pê ve, belgeyên ku Edward Snowden eşkere kirin, beşdarîya platformên mezin li bernameyên taqîbê yên îstîxbarata amerîkî nîşan dida. Hingê, rêveberên van şirketan hîç hewl neda ku xwe ji sazîya ewlekarîyê dûr û qut bikin, wan hîç hewl neda dilê bikarhênerên xwe rehet bikin. Qet nebe bi wî rengî ku hevkarîya xwe ya bi rayedarên dewletê re sînordar bikin, wan ev nekir, nexasim dema ku lêpirsîneran doza xwegihandina agahîyên taybet ên girêdayî hesabên taybet kirin. Di navbera 2013 û 2018an de li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hejmara bikarhênerên ketin ber daxwazeke darazê ya ku bi qanûna Foreign Intelligence Act destûra wê hat dayîn li cem Google % 680 û li cem Facebookê % 300 zêde bû. (3) Li Fransayê pevguherînên tevnê ji sala 2015an ve di çarçoveya “komeke peywendîdanînê” ya di navbera olîgopola dîjîtal û wezareta karê hundir de bi heman rengî di warê daneyên dayî rayedarên dewletê de ecêb zêde bûn: di navbera 2013 û 2019an de zêdebûneke % 670 ji bo Googleê û % 800 ji bo Facebookê. Bi xêra vê dezgeha neşefaf a ji dûr ve warisê odeya pîşeyî ya çapxane û kitêbfiroşên rejîma berê, şirket di warê nûkerîyên xwe de yên ku ew dikin ku ji bo xizmetên xwe bi cih bikin, wekî mînak, protokolên krîptografîk ên dibe ku kapasîteyên taqîbkirinê yên dewletê kêm bikin, dewletê agahdar dikin.

Di heman demê de xwe ji peymana hevkarîya darazê ya ku berê xwegihandina rayedarên neteweyî ya daneyên li derveyî sînorên wan qeydkirî jî didin alî. Qanûnên nû yên wekî Cloud Act, ya ku Donald Trump Adara 2018an erê kir û hevbera wê ya ewropî jî –pakêta “e-Evidence”– di asta Yekîtîya Ewropî de tê kontrolkirin, bi destê Google û Microsoftê bi awayekî çalak tên teşwîqkirin. Ev qanûn van şirketan li deverekê bi cih dike ku ew bi tena serê xwe biryarê bidin ka filan û filan miracaeta derveyî sînoran rêzê digire ji mafên sereke yên bikarhênerên di hedefê de. Ev çerxên hanê dikarin bi lez navneteweyî bibin bi rêya peymanên wekî ya Konseya Ewropayê ya li ser Sûcên Sîber (kompûterê).

Herçî bereya sansurê ye, tifaqên analog tên çêkirin û ji bo azadîya îfadekirinê ew nîşana berebaşçûyîneke dîrokî ne. Ji êrişa çileya paşîyê ya 2015an a li Parîsê ve, şerê li dijî propagandaya cîhadî û “dîskursên kîn û nifirînê” hevkarîya her diçe zêdetir dibe ya di navbera hêzên polîs û platforman de rewa dike da ku bikin ku îfadeyên wekî destûrnedayî tên dîtin yan jî li gorî Macron li UNESCOyê nav li wan kir “nayên xwestin”, nexuya bibin. Halê hazir mesele ew e ku sansur bê girseyîkirin bi wê yekê ku nekeve ber prosedurên hiqûqî û xweber bibe. Ya rastî ew e ku dewlet dixwazin vegera li teknîkên “aqlê sûnî” yê ku şirketên dêw ên Silicon Valley bi pêş xistine, bi giştî bikin da ku di nava behra dîjîtal de wan “naverokên” wekî ne neguncaw tên dîtin, nas bike û wan bloke bike. Û ev weha be jî, halê hazir, platform divê hîna jî bang li hezaran “destên piçûk ên sansurê” bikin, wan karkerên rewşa wan neewle yên wezîfeya bicihkirina sîyaseta van şirketan a hendazetîyê li wan hatîye barkirin.

Piştî ezmûnên di bin sîwana dezgehên wekî Europolê de di asta neteweyî de hatin kirin, metnên qanûnan modela nû ya sansurê mayînde dikin. Naverok û maneya qanûna almanî NetzDGê ya ku hezîrana 2017an ji bo şerê li dijî “dîskursa kîn û nifirînê” a li ser înternetê, lê herweha ji bo hevtayên wê jî hat erêkirin, va ye wê ji alîyê Parlamena Fransî ve (Pêşnûmaqanûna “li dijî naverokên kîndar li ser înternetê”) bê qebûl kirin û wekî din birêkûpêkkirina ewropî a li ser şerê li dijî propagandaya terorîst li Brukselê di pêvajoya qebûlkirinê de ye.

Di nameyeke hevpar a ji Komîsyona Ewropî re, nîsana 2018an, şandî de, wezirên karên hundir ên alman û fransî bêyî ku bixemilînin behsa armanca van metnan dikin: giştîkirina li tevahîya Webê ya amûrên sansurê yên ku Google yan jî Facebookê bipêşxistî. (4) Ew herweha rave dikin ku “mezinkirina terorîzmê” –fikreke dikare bê berfirehkirin ya ku bi awayekî bi rêk û pêk ji bo nexuyayîkirina fikrên muxalif tê bikaranîn– tenê gava pêşî ye. Di dawîyê de ew weha dinivîsin: “Ew ê guncaw be ku qaîdeyên bên dîyarkirin, bên berfirehkirin ji bo naverokên bi xisleta pornografîya zarokan û yên elaqedarî dîskursa kînê (bang û teşwîqkirina ji bo cudakerîyê û kîna nijadî, destdirêjîya li dijî rûmeta mirovî).” Dawîya qanûna 1881ê û parastina azadîya îfadekirinê ya hiqûqî. Rejîmeke sansurê ya derveyî hiqûqê, bi piranî arizîkirî û her diçe bêhtir xweberkirî li ser rêya zexmbûnê ye.  

 

* Lêkolîner, endamê Quadrature du Net. Ev gotar ji vê berhema wî hatîye adaptekirin: L’Utopie déchue. Une contre-histoire d’Internet, XVe-XXIe siècle (Utopyaya têkçûyî. Dijdîrokeke înternetê, sedsala 15an heta sedsala 21ê), Fayard, Parîs, 2019.

 

(1) Bixwîne, Shoshana Zuboff, “Un capitalisme de surveillance (Kapîtalîzmeke kontrolkirinê)”, Le Monde diplomatique, çileya paşîyê 2019.

(2) Bixwîne, Dan Schiller, “Qui gouvernera Internet? (Kî wê înternetê bi rê ve bibe?)”, Le Monde diplomatique, sibat 2013.

(3) Binihêre, raporên “Transparence des informations (Şefafîya agahîyan)”, Google, https://transparencyreport.google.com, û “Government Requests for User Data (Dozên hikûmetê ji bo daneyên bikarhêneran)”, Facebook Transparency, https://transparency.facebook.com

(4) Joe McNamee, “Leak  : France and Germany demand more censorship from Internet companies (Pişkinandî: Fransa û Elmanya ji şirketên înternetê doza bêhtir sansurê dikin)”, European Digital Rights, 7ê hezîrana 2018an, https://edri.org

 

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê

 

Xeyaletên Zindî

Translator

Mirovên ku li kevnerojan têne hîştin, sirgûnên ku ji heş û bîranînan têne dûrxistin, utopîkên ku ji bultenên fermî têne derxistin û mirovên piçûk yên ku ji bo bîra kolektîf girîngîya wan tinene bi avayekî veşartî di sînorên dîrokê de asê dimînin. Lêbelê digel mirovên wekî Lucien Descaves, Nanni Balestrini û Didier Daeninckx dema ku ew hesas û têkildar dibin, dengên wan dihêle ku xwendevan xwe ji xwendinên fermî xelas bikin.

Descaves, wekî vebêjerê Philémon (1), yekem “romana komun, mişextî û vegerê” ku di sala 1913an de hatîye çapkirin û ji dokumanên curbicur (arşîv, rojname, name û nûçe) hatîye afirandin û germahîya şahidîya (dîroka) devkî dijîne, paşerojê nû ve sererast dike û “pîrên pîran”, herweha ku ji wan re digotin endamên komunê, bi rûmet dike. Ew çîroka yekem car waftîzkirina mêr û jina pîr yên bi navên Philemon û Baucis, di rastîyê de Étienne û Phonsine Colomès, du endamên navneteweyî, komunarên kevnar, mirovên qedexe, karkerên zêrkerîyê û xwedîyê bîreke ku ji milet hatîye dûrxistin û ku tenê wan hezdikir wê parve bikin vedibêje. Di vir de qebû xwestin (meydan xwendin) heye: Di romanê de vegotina dîrokê rê dide ku mirov hîyerarşî û zordestîyên wê biguherîne, rastîyên çûyî û veşartî paş ve vegerîne û dikare tiştên ku hatine “jêbirkirin” ji pozîsyona objeyê (xebatên akademîk û îstatîstîk) derbasî pozîsyona sûbjeyê bike.

Colomès jî dikare hin tiştan bibêje, ew çend rojan fermandarê Kelha Vanvesê bû. Wî “hefteya bi xwîn” li ser barîkatan derbas kir û paşê neçar ma ku biçe sirgûnîyê. Li Cenevreyê wî û hinek mirovên wî, wek komeke qaçax û îlegal hewl didan ku ruhê enternasyonalîzmê biparêzin, Phonsine nas dikin, beşdarî nîqaşan dibin û mîna yên din li benda rêbazekê ne ku ew jî dê di deh salan de pêk bê. Lê vegera bendewar soza xwe bi cih nayne, dem ji xwe xwînê bernade, “egîdên şoreşê yên herî dawî”, di rêzên termçalkirinan de peyder pey wenda bûn. Lê ew bûn wesîle ji bo nifşên rojên bê: beşdarbûna zarokên wan yên sendîkayên şoreşger mizgînîya grevên mezin dide.

Çîroka Balestrini, helbestvan û nivîskar, Les Invisibles (2) (1987), di serdemeke pir xerîb de, di salên 1970yî de li İtalyayê, serpêhatîya Sergio û bi avayekî berfireh ciwanên militan yên “salên bi gule” û tevgerên xweser yên ku ji alîyê Antonio Negri ve hatine teorîzekirin dide pêşîya xwe û vedibêje. Di vir de şahidan bikar nayne. Ew êdî li ser ceribandinê, “li vir û niha” disekine û wan bikar tîne. “Li vir” herêmek ewlehîya wê bilind e ku tê de Sergio wek monologeke bênavber, bêxal hatîye nivîsîn û “niha”, “nifşê ku êrîşê asîmanan dikir”, têkçûyên duhî bûn û ji ber çavan wenda bûn. Ew kronîkên fermî, bi kronîkên samimî ve diguhezîne û çîrokê bi serhildana zîndanê, grevên xwendekaran, çalakîyên êrişkar, vekirinên cîhan û bûyerên berê yên ji alîye wî û rêhevalên wî ve pêk hatine dide qedandin û herweha bi rêbazeke dubendî, “hem dîroka şexsî û hem jî dîroka kolektif”, portreyeke tevlihev ya “Gulana 68an ya ku dê deh salan berdewam bike” xêz dike.

Di encamê de, wek hişyarîyeke gelemperî, «le roman noir de l’histoire», (Romana reş ya dîrokê) ya Daeninckx, ya ku di xwe de heftê û heft çîrokên kurt yên di çil û çar salên dawî de hatine nivîsîn dihewîne, balê dikişine ser sirgûnîya helbestvanekî ya di sala 1855an de dest pê dike ku heya “ herîya fezayê” 2030yî berdewam dike, heya “desten piçûk” yên ku di tarîyê de mabûn, piştî wan bûyeran mijûleyên ronahîyê û hêlînên tekoşînê yên ku Ernesto “che” Guevera xeyal dikir.

 

(1) Lucien Descaves, Philémon, Vieux de la Vieille, berhem ji aliyê Maxime Jourdan ve hatiye sazkirin, xemilandin û pêşkêşkirin, La Découverte, coll. «  Cahiers libres  », Paris, 2019, 348 rûpel, 22 euro.

(2) Nanni Balestrini, Les Invisibles, werger ji aliyê Chantal Moiroud û Mario Fusco ve hatiye kirin, bi paşgotina Rêheval Ned. ya ku nehatiye weşandin, Éditions Le Monde à l’envers, Grenoble, 2019, 336 rûpel, 18 euros.

(3) Didier Daeninckx, Le Roman noir de l’histoire, bi pêşgotina Patrick Boucheron, Verdier, Lagrasse, 2019, 830 rûpel, 28 euros.

 

Wergera ji fransî: Sedat Ulugana

Li Sirbistanê desthilata Aleksandar Vučić ya ku nikare bê bidawîkirin

Ev otokratên Ku Yekîtîya Ewropayê wan diparêze

Aleksandar Vučićê li dibistana bazên neteweperest mezinbûyî, Sirbistanê bi kulma xwe ya hesinî bi rê ve dibe. Ber bi wî ve hatina rêveberên ewropî navbera di neqeba prensîpênYekîtîya Ewropayê ragihandine û bicihanîna wan de xweşik nîşan dide. Ew vê dikin da ku hikûmetên Ewropaya Navîn rêzê ji qaydeyên sereke yên neolîberalîzmê û dabeşkiri- na navneteweyî ya nû ya kar a li ser vê parzemînê bigrin.

Translator

Ji destpeka çileya pêşî ya 2019an ve, her şemî bi hezaran sirb dadikevin kolanan da ku "dîktatorîya" serokdewlet Aleksandar Vučić û kontrola fetisokî ya rejîma wî li ser edalet û ragihandinê  protesto bikin. Vê pêla protestokirinê piştî ku serokê Tevgera Çepa Sirbistanê (PLS) ya piçûk Borislav Stefanović lêdan xwar, dest pê kir, komek kesên nasnameya wan nayê nasîn, gava ku wî di 23yê çirîya paşîn a 2018an de xwe amade dikir ji xelkê Kruševac re bipeyive, bi derbên dijwar lêxistin. Protestoyê ji Belgradê dest pê kir û zûzûka li gelek bajarên welêt xelk seferber kir; komên cihî ev protesto berfirehtir kir, wan desteserkirina destikên desthilatê hemûyan bi destê kadroyên Partîya Pêşverû ya Sirb (SNS) protesto kir. Ji hilbijartinên 2012an û vir ve ya rastî komikbûna Vučić her bandora xwe li ser civakê, dam û dezgehan berfireh dike. Piranîya mutleq a parlamena neteweyî di destê vê komê de ye û piranîya mutleq a meclîsa herêma xwe ser Voyvodînê jî. Herçî şaredarî ne, bi rêya lîstikên tifaqan, ji 168 komunên Sirbistanê tenê yek ji kontrola temamî yan jî qismî filitîye, ew jî ya bajarê Sabaçê ye.

Dîtira şemîya duyem a protestoyan, 09.12.2018, serokê dewletê rengê xwe eşkere kiribû jî: li welatekî  serjimara  wê  7 milyon "Pênc milyon mirov jî" dakevin kolanan, ew ê sîyaseta xwe neguhere. Ji ber ku xitimî, tevger dereng nema û her lawaz bû û van mehên dawîyê karî tenê sîsikeke hişk a kesên bawerî pê anî, bîne cem hev. Vučić xweş sûd wergirt ji parçebûna partîyên mixalefetê  û ji bawerîneanîna raya giştî bi wan. Gava ku ew desthilat bûn di salên 2000î de gelek skandalên bertîlxwarinê û gendelîyê çêbûn, herweha ev sal bi krîza 2008an û tedbîrên jixwekêmkirinê yên  ku li ser Sirbistanê hatin ferzkirin, nexasim yên bi destê Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) derket pêş. Serokdewletê Sirbistanê axir dizane ku dikare pişta xwe bi "partnerên" xwe qewîn bike û ew jî ji Federasyona Rûsyayê  heta  bi  Dewletên Yekbûyî  yên Amerîkayê tu qîmetê nadin tevgerên protestoyî.

Lazim bû partîyên mixalefetê bi awayekî kolektîf xwe li boykotkirina hilbijartinên giştî yên bihara 2020î rakişînin da ku Yekîtîya Ewropayê çirîya pêşî ya 2010î hewl bide navbeynkarîyeke bi dîqet bike. Lê belê, ev erka ku parlamenterê ewropî yên xiristîyan demokrat ê alman David McAllister bi rê ve dibir, xwedî hedefeke piçûktir bû, weha xuya bû wî çend prensîpên sereke yên dewleta hiqûqê bi bîra rejîma Vučić dixistin û wî bêhtir hewl dida ku mixalefetê razî bike  da ku beşdarî hilbijartinekê bibe ku hema hema ew jê piştrast e ku wê zora wê biçe: desthilat kontroleke hegemonîk li ser ragihandina dewletê, çapemenîya bulvar û kanalên televizyonê yên taybet diparêze. Ev kanalên televizyonê hemû jî yên wan olîkgarkan in ku nêzî rejîmê ne û li ser lîsteyên hilbijartinê jî ne. Êdî hilbijartinên bê mixalefet wê dîmenekî kêm mirov pê pesnê xwe bide yên Sirbistanê derxin holê; û em behsa Sirbistanekê dikin ku wekî şagirtekî baş ê pêvajoya întegrebûna nav Ewropayê tê dîtin.(1) Welêt hevpeyvînên xwe yên endametîyê sala 2013an dan destpêkirin. Û dibe ku di nava nûendamên bê yên Yekîtîyê de bin, helbet heger prosesa berfirehbûnê bi awayekî mayînde nehatibe cemidandin.

Sitûna aramîya herêmî

Di dema serdana fermî ya dewletî ya tîrmeha 2019an de piştî ya Jacques Chirac a sala 2001an ya pêşî ya serokkomarekî fransî bû –, Emmanuel Macron gotinek tenê ya rexneyê li raya giştî vekirî li mazûvanê xwe nekir. Ev xweşbînîya ecêb a beramberî desthilatdarê nû yê li Belgradê gava mirov li bîyografîya wî dinihêre, mirovan metelmayî dihêle. Vučićê sala 1971an ji dayik bûye,  piştî ku sala 1993an  tevlî  wan  dibe, di nava refên Partîya Radîkal a Sirb (SRS) de li ber destê serokê rastgirîya tundrew a neteweperest Vojislav Šešelj perwerde  dibe. Ew bi gotinên wekî vê ya hanê  ya ku wî ji ser kursîya Parlamena Belgradê hema çend rojekî piştî komkujîya bi hezaran Bosnayîyî li Srebrenîlayê 20ê tîrmeha 1995an kirî, derdikeve pêş: "Ji bo her Sirbê hatî kuştin, divê sed misilman bên kuştin." Ew îro xwe bi gotina "şaşîya civanîyê"(2) diparêze. Gava ku lihevqewimandinên pêşî yên şer li Kosovoyê dest pê kirin, li ser daxwaza serokdewletê hingê Slobodan Milošević, ev kadroyê ciwan ê rastgirîya  tundrew di hikûmeta yekîtîya neteweyî ya 1998an damezrandî de dosyaya agahdarkirinê werdigire.

Piştî ku Milošević ji desthilatê ket, 5ê çirîya pêşî ya 2000î ji bo rêveberên nû yên "demokrat" ên Sirbistanê, SRS vediguhere hêza sereke ya mixalefetê. Tevî ku Šešelj li ber Dadgeha Ceza ya Navneteweyî ya Laheyê (DCNL) 24ê sibata 2003an hepsî bû da ku bersivê bide gunehbarîyên kirina sûcên dema şer û sûcên li dijî mirovahîyê di dema şerên li Bosna  û Xirwatistanê de, rêveberîyeke dukesî ya ji Vučić û Tomislav Nikolić partîya wî bi rê ve dibe. SRS hingê dadgerîya navneteweyî red dike û li ber her rengê nêzîkbûna Sirbistanê û Yekîtîya Ewrûpayê radibe. Hilbijêrên guh didin  wî  bi hejmar û girse bi qasî ku demokratên desthilat di nakokîyên navxweyî de xitimî, ji wan nayê ku bi lez rewşa sîyasî, aborî û civakî biguherin dibin sedema bêsebrî û nemana hêvîyê, bi lez zêde dibin. Di tûra duyem a hilbijartinên serokdewletîyê de Gulana 2008an, Nikolić bi 48 ji sedê dengan li hemberî namzetê demokrat Boris Tadić, bi hindikî bi bin ket.

Di salên 2000î de kadroyên SRSê hîna li nav derdorên dîplomatîk ên welatên rojavayî yên Belgradê hermonkî ne. Fransa dewleta pêşî ya endama  Yekîtîya  Ewrûpayê ye ku rojên resepsîyonê, derîyên sefareta xwe li wan vedike. Paşê têkilîyên veşartîtir jî tên danîn, pêre pêre bi  wê  yekê  ku  Vučić û Nikolić xwe ji şîretkarê xwe Šešelj û helemanên SRSê qut kir. Civana dîyarker li Ritzê, li Parîsê çirîya paşî ya 2008an çêdibe, hingê serokwezîrê montenegroyî Milo Đukanović jî hazir e. Ew bi xwe jî ji dilsozên Milošević bû lê sala 1996an berê xwe quliband û bû alîgirê nêzîkbûna bi welatên rojava re. Gelek şahidên yekser piştrast dikin ku navbeynkarên wekî karsaz Stanko "Cane" Subotić jî di nava haziran de ne. Çend roj paşê, partîyeke nû derdikeve holê ku ji SRSê qut bûye: Partîya Pêşverû ya Sirb (SNS), partîyeke muhafezekar û alîgirê nêzîkîkirina li Ewropayê.

Ji 2012an û pê ve, ev partî bi koalîsyona bi Partîya Sosyalîst a Sirb (SPS) re dibe desthilat, di heman demê de Nikolić wekî serokdewletê komarê tê hilbijartin. SNS sala 2014an bi tena serê xwe piranîyê bi dest tîne û Vučić jî dibe serokwezîr. Nîsana 2017an, ew dibe warisê "şirîkê" xwe, di tûra yekê ya hilbijartinan de ew

55 ji sedê dengan werdigire û dibe serokê dewletê. Sirbistan rejîmeke parlamenter e, lê desthilata bicihhêner di navbera serokê dewletê û serokê hikûmetê de tên parvekirin. Herçî Vučić e, bi wê yekê ku ew timî benê partîyê di destê xwe de digire, sîstemekê çêdike ku tê de her tişt îşaret bi şexsê wî dike. Ji Nikolić êdî dixwazin ku sûdê ji mafên xwe yên teqawidbûnê wergire.

Herçî Šešelj e, ew sala 2014an demkî serbest bû ji ber sedemên tenduristîyê. Ew di Adara 2016an de li DNCLyê pêşî beraet dike, Nîsana 2018an di dadgeha temyîzê de cezayekî deh salan lê hat birîn ku ew jî diket ber girtîbûna wî ya bê mehkûmî. Ew ji nû ve  bû serokê SRSê, lê belê ev partîya ku êdî  marjînalkirîbû,  bêhtir bi kêra wê yekê dihat ku ji bo baskê rastê yê Vučić bi rola batirsonekekî rabe. SNS sala 2016an dike ku îhtîramê bidin Vučić, bi beşdarîya nav refên  Partîya  Gel a Ewropî (PGE) ku rêxistineke muhafezekarên Ewropayê ye û tê de partîya fransî ya bi navê Komarxwaz jî cihê xwe digire.

Di wê demê de ku Vučić welatê xwe bi kulmeke hesinî bi rê ve dibe, ew biryara neolîberalîzmeke hevsarberdayî, frênteqîyayî dide. Li ser meseleyê, ew hevkareke bêqisûr peyda dike, Ana Brnabić a ku hezîrana 2017an wekî seroka hikûmetê hat wezîfedarkirin. Ew ji malbateke xurt a belgradî ye ku bi eslê xwe qismî Xirwat e. Ew eşkere lezbîyen e û li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê rêveberîya dewletê xwendîye.  Piştre li zanîngeha brîtanî Hullê ragihandin xwendîye, piştî wê jî  ji  bo heyeta Sirb a ajansa hevkarîye ya Emerîkî USAid kar kirîye. Ev executive woman (jina rêveber) ku bîyografîya wê îmajeke têra xwe modern dide der, pesnê xwe dide  bi  birêvebirina  "hikûme ta herî lîberal ya dîroka Sirbistanê". Hema ku bû desthilat, ew bi tevgereke grevê ya fabrîkayên erebeyan ên li Kragujevacê re hat hemberî hev; çêkerê erebeyan ê îtalî Fiatê ew kirîbûn. Wê karker gunehbar kirin bi wê yekê ku ew tenê "egoîst" in ku dibe ku veberhênerên bîyanî çavtirsandî bikin; wê gunehekî din xist stûyê karkeran: jixwe "zêde mûçe didin wan" ji ber ku mûçeyê wan piçikekî ji nîveka neteweyî zêdetir e, yanî mehê di bin 500 euroyî re ye…

Veguherîna ber bi alîgirîya ewropî ve ya Vučić, ya ku herçî rêjeya jidilbûna wê ye, wê her bikeve ber gumanê, tam li gorî wê mucîzeyê bû ku welatên rojavayî li bendê bûn. Ya rastî bi tehlûke xuya bû ku mirov rabe û pişta rastgirîyeke tundrew a sirb bigire ya ku bi awayekî eşkere neyarê Yekîtîyê  bû; di heman demê de Vučić ê wekî mirovê herî guncaw ji bo halkirina statuya Kosovoyê ya mayînde xuya dikir, wekî mifteya îstîqrara li Balkanan hat dîtin. Qebûla fermî ya serxwebûna kevneherêma xwe, ji bo Belgradê dermanekî têra xwe tahl bû, lê belê ji neteweperestekî çêtir kî dikare di vir de bi kêr bê, bêyî ku ji gunehbarkirina bi xîyanetê bitirse? Vučić sala 2008an xwe gelekî angaje kir tevî hevpîşeyê xwe yê kosovoyî Hashim Thaçi da ku ber bi hev ve bên û li hev bikin li ser meseleya bihevguherîna erdê di navbera her du welatan de.(3) Ev bijare weha dîyar e ku niha demkî dane alî.

Vučić ya herî pêwîst li ser pirsa Kosovayê texeyûl dike û bawerîya xwe qenc pê anîye ku jirêderketinên otorîter ên rejîma wî ti carî bi awayekî cidî wê nebin hedefa rexneyên hevgirên wî yên ji welatên rojavayî. Serdanên wekî temaşeyên mezin hatin organîzekirin, yên wekî ya Vladîmîr Pûtîn a Belgradê ya çileya pêşî ya 2019an destûrê didin wî ku bi bîr bixe ku timî li ber destê wî qîmeta stratejîya jeopolîtîk a pevguherînê heye, bi vî rengî, ew dikeve pozîsyona hevkêşîçêker ya di navbera dinya rojava û URSSê (Yekîtîya Komarên Sosyalîst a Sovyetê) de, jixwe URSSê demeke dirêj xweşhalîya Yugoslavyayê misoger kiribû. Herçî tevgera hevkêşîyê ye ya ku Belgrad xwe lê datîne ku di navbera Moskova û Brukselê de dike, bi xweşikî xeyalî ye; loma Yekîtîya Ewropayê di warê pevguherînê de ji hemberê xwe yê aborî yê sereke gelekî li paş e, beramberî % 62 temamê bazirganîya wê (ku bi Rûsyayê re ye) tenê% 7 ber bi Rûsyayê ve ye.(4)

Rewşa Sirbistanê ne tiştekî îstîsna ye: Heman otorîtarîyanîzm li Montenegroya cîran jî heye. Ji sala 1991an ve Đukanović bi dorê li wir erkên serokwezîrî û serokkomarîyê bi dest xistin. Partîya wî ya Sosyalîst Demokratîk (DPS) îro endama Înternasyonala Sosyalîst e û warisê yekser ê Lîga Komunîst a Montenegroyî ye; yanî ew ji sala 1945an ve desthilat e… Xwepêşandanên ku ew seranserê sala 2019an bi wan re rû bi rû ma, ji ber skandalên dengvedayî  yên  bertîlxwarinê   bûn; lê belê desthilata motenegroyî jî dizane ku ew dikare xwe bispê re nebûna çareserîyeke sîyasî ya guherînê û desteka bibiryar a hevalbendê xwe yên navneteweyî. Ji dema ku welatê wî sala 2017an bû endamê Rêxistina Peymana Bakurê Atlantîkê (NATO) û vir ve, Đukanović xwe wekî sûreke welatên rojava beramberî tehlûkeya rûs ya ku li Balkanan têra xwe tê mubalexekirin, dide nîşan. (5) Ev yek wê bi gewde û darîçav bibûna bi hewldaneke darbeyê ya gelekî esrarengîz a 16ê çirîya pêşî ya 2016an.(6) Vê hewldana darbeyê berîya hertiştî destûr da Đukanović da ku bawerîya bi mixalefetê nehêle û xwe wekî yekane garantorê demokrasîyê û "rêya ewropî" ya Montenegroyê nîşan bide.

Rêveberên sirb û montenegroyî  bi vî awayî ji stûnên îstîqrara li herêmê û baştirîn hevgirên welatên rojavayî ne. Her du jî doz û dawê dikin ku welatê wan bibe endamê Yekîtîya Ewropayê – perspektîk e ku êdî dîyar e ji ber blokaja Fransayê ya 18ê çirîya pêşî ya bihurî beramberî namzedîya Albanîya û Makedonyaya Bakur bi dûr ketîye; helwêsta Macron wekî derbeke li temamê pevajoya întegrekirina Rojavayê Balkanan ketî, tê dîtin. Lê belê statukoya heyî ilehî zilamên xurt ên Belgrad û Podgorica aciz nake, loma welatên Rojavayê Ewropayê dizanin ku di berdêla bêdengmayînê û jihalfêmkirina xwe ya ji bo parastina sînor de ew dikarin pişta xwe bi wan qewîn bikin di meselaya nobetgirtina sînorên Balkanan li diĵi koçber û penaberan.

4 û 5ê Îlona bihurî Vučić wekî mêvanê rûmetê hatibû vexwendinî forumeke li ser  demografîyê  ya li Budapeşteyê. Wî xwe jê nehişt û malavahîya mazûvanê xwe Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orbán kir: "Bi xêra Orbánê ezîz e ku têkilîyên me ji her demê baştir in. Ez dixwazim ku cenabê te piştrast be, em ê dostên te û yên welatê te yên dilsoz bin û wisa jî bimînin."

(7) Macaristan ji bo wê dişixule da ku Sirbistan întegreyî Yekîtîya Ewropayê bê kirin. Ji pirsgirêka penaberan û wê de ya ku Belgrad û  Budapeşte  bê  pirsgirêk  ji hev fêm dikin û li serê li hev dikin, dewletên Balkanan hemû, tevahîya bala hikûmetên muhafezekar ên Ewropaya Navîn ên koma Visegradê dikişînin; ew hêvî dikin, wê roja ev welat bibin endamên Yekîtîyê, ew ê herweha bibin hevgirên wan ên îdeolojîk jî.

 

*    Rojnamevanên malpera Le Courrier des BalkansNivîskarên Là où se mêlent les eaux. Des Balkans au Caucase dans l’Europe des confins (Li wê devera av tevlîhev dibin. Ji Balkanan heta bi Qafqasan li Ewropaya sînoran), La Découverte, Parîs, 2018.

 

(1) Milica Čubrilo Filipović, "Serbie: l’UE tente une médiation entre le pouvoir et l’opposition (Sirbistan: YE hewl dide navbeynkarîyê bike di navbera desthilat û mixalefetê de)", Le Courrier des Balkans, 10ê çirîya pêşî ya 2019an, www.courrierdesbalkans.fr

(2) Philippe Bertinchamps û Jean-Arnault Dérens, "Le nouveau maître de la Serbie. Entretien avec Aleksandar Vucic (Desthilatdarê nû yê Sirbistanê. Hevpeyvîn bi Aleksandar Vucic re)", Politique internationale, hejmar 144, Parîs, havîna 2014an.

(3) Bixwîne, "Dans les Balkans, les frontières bougent, les logiques ethniques demeurent (Li Balkanan sînor cihê xwe diguherin, mantiqên etnîk li cihê xwe dimînin)", Le Monde diplomatique, tebaxa 2019an.

(4) "Le commerce extérieur de la Serbie en 2018 (Bazirganîya bi derve re ya Sirbistanê sala 2018ê)", Rêveberîya Giştî ya Xizneyê, Parîs, 11ê nîsana 2019an, www.tresor.economie.gouv.fr

(5)  Bixwîne, "Les Balkans, nouvelle ligne de front entre la Russie et l’Occident (Balkan, xeta nû ya bereyê di navbera Rûsya û welatên rojavayî de)", Le Monde diplomatique, tîrmeha 2015an.

(6)  Srđan Janković, "Monténégro: deux ans après le "putsch raté", toujours impossible de connaître la vérité (Montenegro: du salên piştî "darbeya bibinketî" îro jî ne mumkin e mirov heqîqetê nas bike)", Le Courrier des Balkans, 22yê çirîya pêşîn a 2018an.

(7)  Bixwîne, Jean-Arnault Dérens û Simon Rico, "Réfugiés, l’Europe tire le rideau (Penaber, Ewrûpa perdeyê (li wan) digire)", Le Monde diplomatique, nîsana 2016an.

 

Wergera ji fransî: Feryal Guladawîya

 

Stefan Zweig an jî sawa polîtîkayê

Translator

Niviskarê awusturyayî Stefan Zweig (1881-1942) di jîyana xwe de her tim bi çavekî gumanbar li polîtîkayê mêze kir. Di Şerê Cîhanê yê Yekem de piştî Romain Rolland wî bi awayekî eşkere aştî û lihevkirin parastibû. Her weha, çawa ku edîtorên L’Esprit européen en exil (Ruhê ewrûpî li Sirgûnê)  jî dîyar dikin, ew  wê demê ji nîqaşên bi kelecanî û partîyên polîtîk, yanî ji van derên biarîşe dûr disekinî. Wî dixwest ku bibe partîzanekî dilsoz  yê “ azadîya hundurîn”, piştevanekî nebez yê “ Ewrûpaya aqilmend” û  mirovekî “ji gengeşîyan xweşûştî, (ji nîqaşan bilind)”. Di gel şîretên wêrek yên Romain Rolland (“polîtîka , ew şertên bingehîn yên hebûnê, heya yên estetîkê ne. Bêpêwendî bi me tu tiştî  nade qezenckirin, ji ber ku di her awayî û rewşê de  ew şert dê bi me re bijîn an jî li hemberî me dê tevbigerin.”) Zweig, azadîya xwe diparast  û di dilê  xwe de  hevalên xwe yên wekî  Rolland û wekî  Jean-Richard Bloch, hevalên rêya PCF, yên  ku  biryara radestkirina ruh û laşên xwe dabûn, tawanbar dikir.

Hilberîna Hîtler ya desthilatdarîyê, dijberbûna (polarizasyona) sîyasî ya Ewrûpayê û meşa ber bi şer, îdeala Zweig ya aştîperwer û lihevkirinxwaz  kênaşt (şikand). Divê alîyê xwe (pozîsyona xwe) hilbijarta. Antî -Nazîyê spontan, dîsa jî heta ji destê wî hat ew biryara xwe paşde avêt, mudaxaleyên xwe yên ji bo raya giştî  bi baldarî eyar dikir û  di mijara hevkarîya bi  kovarên dijî faşîzmê de bêdil bû  û bû şahid ku Klaus Mann ev ji bo vê yekê   bi “dudilîya anemîk” tawanbar kir. Divê pirtûkên wî bihatana şewitandin û bi ser mala wî de bihata girtin, ji ber vê yeke di sala 1934an de biryara çûyina sirgûnê da û bi xwe re nostaljîya cîhaneke wenda jî bir. Li Londonê, li Newyorkê û li Brezîlyayê  ku 1940î de li wir bicîh bibû, destûr da xwe ji bo çend êrîşan li dijî Reich û hevalbendên wê pêk bîne,  bes cazîbeyek xurt hebû ku mirov pişta xwe bizivirîne dîrokê, mîna  “masîgirên li ber kenarê Seine”, yên ku  21ê çileya pêşîn a 1793an de  çend gav dûr ji meydana ku serjêkirina  Louis XVI.  bi gîyotînê pêk dihat,  ew bi awirên rihet temaşe dikirin; ku heman qad di zivistana  1941an de bibû mijara metneke Zweig. Her weha em dizanin ku ev  “jîyana ji alîye polîttîkayê ve hatîye dorpêçkirin” çawa  qedîyaye: 22 Sibata 1942yan de Zweig û jina wî Lotte bi destên xwe dawî li jîyana xwe anîn.

Bê guman,  ev drama kesane -rewşenbîrekî ji dîrokê derb xwaribû û şahidîya ruxandina jîyana xwe û îdeala xwe dikir- ew parçe  bû ku berhema Zweig  herî zêde xwedî dikir. Otobîyografîya wî ya nevaze û mukemel, hîmê “Cîhana duhê” datîne. Her weha, di heman demê de  ji bo berhemên “dîrokî” yên ku wî nezirê Ronesans û Reformê kiribûn jî bû îlham. Yê ku   Erasmûs- mîrzayê humanîstan, yê ku bi Lutherîyenê gewre re dihat berawirdkirin -  vejîyandibû û “ rêbuwarîya protestanîyê” ya Castellion bi zorbetîya Kalvînîstîyê re berawird dikir, an jî  Montaigne yê ku xwe di birca pirtûkxaneya xwe de mihafeze dikir û di nav dilê şerên olê de dikir ku “xwebûn” a xwe saz bike, dixist bîra mirov. Yanî  Zweig , trajedîya xwe- di demê şerên çetîn de kesekî mutedîl, di serdema fanatîzmê de mirovê aqilmendîyê û çaxa girseyan de mirovekî serbixwe, her dem  teswîr dike. Berawirdî bi qehremane û tablo pir dilşewat bû.  Bes  têkoşîn -çawa di mînaka kesayetîya Zweig de jî tê xuyan- di serî de têk çûbû.

 

(1) Stefan Zweig, L’Esprit européen en exil. Essais, discours, entretiens 1933-1942, Bartillat, Paris, 2020, 415 r., 22 euro (ji aliyê Jacques Le Rider û Klemens Renoldner ve hat çapkirin). Cf. Her weha, Stefan Zweig, Pas de défaite pour l’esprit libre. Ecrits politiques 1911-1942, Albin Michel, Paris, 2020.

(2) Stefan Zweig et Jean-Richard Bloch, Correspondance (1912-1940), Éditions universitaires de Dijon, Dijon, 2020.

(3) Stefan Zweig, Grandeur et tragédie d’Érasme de Rotterdam, suivi de Castellion contre Calvin, ou conscience contre violence (Wergera nû ji aliyê Jean-Jacques Pollet), Les Belles Lettres, Paris, 2019. Her weha, Stefan Zweig, Montaigne (Wergera nû ji aliyê Corinna Gepner), Le Livre de poche, Paris, 2019.

 

Wergera ji fransî: Sedat Ulugana

 

Gotinên Şopewer

Translator

«Em niha rastiyê bibêjin? Di nava 10 salan de, nivînên me yên li nexweşxaneyan wê du caran zêde bibin.»

Nicolas Bouzou, Twitter, 24 îlon 2014.

 

«Nexweşiyên bêhêvî, ancax bi dermanên bêhêvî baş dibin, an jî hîç baş nabin.»

Shakespeare, Hamlet (IV, 3).

 

«[En 2017], % 35ê madeyên xam ên li Fransayê di hilberîna dermanan de hatine bikaranîn ji sê welatan dihatin: Hindistan, Çîn û Dewletên Yekbûyî.»

 

Rapora 2017an a Navenda Navber-beşan a Pêşbergeh û pêşbîniya guherînên aborî.

 

«Her çi sînor e, ew xweşxeyala bêdawî ya netewîparêzan dinimîne, ji Marine Le Pen ji bo Matteo Salvînî. (…) Dema bi lêkirina dîwaran derbaskirî bi qasî xwewestandina bi rastkirina dûvê rûvî re hebakirî ye. (…) Divê bijîşk bi pêçandina bajaran, nereşînin ser vîrusê.»

Gaspard Koening, Les Échos, 4 adar 2020.

 

«Çi bextiyarî ye ku erebeya me heye. (…) Erebeya şexsî herêmeke biçûk a parastinê ye li hemberî buhrana koronavîrusê. Û jixwe daketina fiyeta sotemeniyê jî, ajotinê hê bi cazîbetir dike.  »

Frankfurter Allgemeine Sonntagszeitung, 14 adar 2020.

 

«Dewleta bi zêde xweberfirehkirinê ketiye nava hewldana hilweşandina neteweyê (…), hilkişîna berdewam a lêçûnan, valahiyên butçeyê û deynên gelemperî [û herweha ] bênirxkirina erkên serdest ji aliyê dewleta refahê ve

 

Nicolas Baverez, Le Point, 5 adar 2020.

 

Li Dewletên Yekbûyî, buhayê rojeke razana li nexweşxaneyê kêm zêde 4  293 dolar e, ango 3  860 ewro ye (Les Echos, 4 adar 2020).

 

«Îro tam wext e ku mirov li borsayê karekî baş ê bazirganiyê bike.  »

Agnès Pannier-Runacher, sekretera wezîrê aboriyê, CNews, 10 mars 2020.

 

«Birêzan,

Koronavîrus wekî buhraneke nedîtî û nebihîstî tê ragihandin. Li demeke wisa, xizmeta gelemperî, ku me gişan her roj tîne cem hev, xwedî girîngiyeke wekî navê xwe ye. (...) Vê sibehê, gelek antenên me ji ber tevgereke nû ya grevê xirab bûn. Di mercên niha yên awarte de, banga berpirsiyariyê li her kesekê û her kesekî dikim. Ji bo misogerkirina berdewamiya erkên xwe divê em aniha bersivê bidin û her tiştî bikin. Divê xizmeta gelemperî bibe cemsera aramiyê ku fransî jê hêvî dikin, bi taybetî jî welatiyên herî hesas û yên li herêmên cuda yên Fransayê di rewşa tecrîdê de ne.»

 

Sibyle Veil, serok-midûra giştî ya Radio France (emaila ji bo xebatkaran, 12 adar 2020).

«Mirov dirêj bijî tiştekî baş e, lê belê berdêla wê ya diravî giran e.»

 

José Viñals, aborîzanê Fona Diravî ya Navneteweyî, di dema pêşkêşkirina raporeke pesindanê, li ser kêmkirina meaşê xanenişîniyê bi awayê rû bi rû bûna li «rîska ku mirov ji qasî tê payîn zêdetir dijîn», 11 nîsan 2012.

 

«Şewb wê di demeke nêz de neyê Fransayê ji ber ku em amade ne. Dibe ku kesek pê bikeve lê belê em ê karibin pir bi lez pêşî lê bigirin.»

 

Yazdan Yazdanpanah, pisporê şewbê, serokê servîsa nexweşiyên şewbê ya Nexweşxaneya Bichat, Parîs (Fransa 5, 21.01. 2020).

 

Wergera ji fransî: Baran Nebar

 

 Metîn Çelîk 

Translator

Foto-Metin-Çelik

Wênesazê vê hejmarê Metîn Çelîk di sala 1985an de li Edeneyê ji dayik bûye, lê bi eslê xwe ji Mêrdînê ye. Ji Beşa Wênesazî ya Zanîngeha Hunerên Bedew a Mîmar Sinan mezûn bûye. Çelîk, di navbera 2005-2008an de asîstanîya Omer Uluç kirîye. Bi projeya xwe ya ''Anti-Kapital'' jî beşdarî çaremîn bîenala* Mêrdînê bûye.

Çelîk li Stenbol û Mönchengladbachê dijî û xebatên xwe yên hunerîyê li atolyeya xwe didomîne.

Metîn Çelîk di pêvajoya asîstanîyê de hem ji alîyê teknîk û felsefeya hunerê û hem jî ji tecrûbeyên hosteyê xwe Omer Uluçî bi awayekî erênî îstîfade kirîye. Ev, di hunera Çelîkî de bingeha herî girîng e. Omer Uluç perwerdeya xwe li Amerika û Ewropayê kiribû û hunermendekî navdar î navneteweyî bû.

Wêneyên Çelîk dikare wekî senteza danehevên wî yên akademîkî û tecrûbeyên wî yên pratîkî jî bên dîtin. Çelîk di wêneyên xwe de hewl dide ku tiştan bi şêweya estetîteke cuda ji nû ve derxîne holê. Çelîk hewl dide felsefeya hunerê ya ku giranîya wê ya civakî û psîkolojîk heye, bixe pratîkê. Ev hewl gaveke mezin e û berpirsîyarîyê dixwaze. Li gorî min hunermend vê yekê bi serkeftî bi kar tîne.

Dîsa li gorî min ji mijarên herî girîng a ku Metin Çelîk bi kar tine ''hest'' e. Hunermend bi hestê re pir mijûl dibe, baş e ku mijûl dibe. Lewra ev hewl hejayî şopandinê ye. Kodkirin û watedarkirina figur, reng û xêzan serkeftî ye. Li ser temaşevanan tesîr û hesteke weha dihêle ku temaşekirina xêz û niqteyên hûrgilî yên wêneyan derdikeve holê.

Hunermend Çelîk di hevpeyvîneke xwe de weha dibêje: ''Ez difikirim ku merivên îroyîn her diçe ji hestê pêpar dibin. Bê bizav, notr, bê çalakî û di merheleyeke bê tarîf de... Ji ber vê yekê ez figurên ku di wênayan de cih digrin, ji hestê bêpar dihêlim û bi sînordarkirina cih, wan kompîze dikim. Bi vî awayî vediguhezin tiştên ji rêzê; wekî maseyek an jî sandalyayek. Helbet ez vê yekê bê nêrîneke rexnegirî dikim''

Hunermendê kurd Metîn Çelîk bi mijarên xwe yên wekî nirxên mîrovîyê, pêşketina civakî û psîkolojîya kesane ku di bingeha wan de mîrov heye, di pêşerojê de jî hêjayî şopandinê ye.

Hunermend di hevpeyvîneke xwe de dibêje; ‘’dema ez wêneyan çêdikim bi saetan tenê dengbêjan guhdarî dikim’’. Ev yeka jî dest nîşan dike ku mijar çi dibe bila bibe Metîn Çelîk jî wekî gelek hunermendên kurd giranîyê dide nirxên neteweyî û berhemên xwe bi vê hestê diafirîne.

Hasan Hüseyin Deveci

Wergera ji tirkî: Nedîm Baran

*Biennal: (di hunerê de), çalakîyên du salan carekê tên kirin.

 

Îcadkirina Pirsgirêkan

Translator

Nivîskarê lîstikê yê Alman Heiner Muller yê ku di sala 1995an de jîyana xwe ji dest da ji bo vê demê guncan nîne. Berhemên wî her çend xofdar û herweha pir mezin bibin jî êdî nayên temsîlkirin. Mîna ku ew bi dîroka trajîk ya şoreşan û “sedsala 20an ya kurt” ve têkildar in, di çavên cihana nûjen de ji rewacê ketine. Lê, weşandina koleksîyoneke hevpeyivînan (1) dijberîya vê hizra teral dike: xeyaletên berhemên Müller bi mafdarî dikarin bibin museletê serê sahneyan  û dema ew serfiraz nebin, dikarin bi avayekî tundî ruhê xwendevanan birîndar bikin. Pirtûk ji nêzî bîst axaftin û hevpeyivînên ku di navbera salên 1975 û 1995an de bi kesayetên cuda re (taybetî bi çêkerê fîlman Harun Farocki; seroka Berliner Ensemble Ruth Berghaus; dîrektorê Arşîvên Brecht û Arşîvên Benjamin yên Berlînê Erdmut Wizisla) hatine kirin pêk tê.

Destpêka ronîker ya ji alîyê sêwirînerê pirtûkê Jean Jourdheuil ve hatîye nivîsîn dihêle em pêwendên ku wan tê de cîh girtine, helbet navûdengîya xerab ya Müller ya ku her diçû mezin dîbû û peresendîya wî ya di nav “Sosyalîzma ku bi rastî jî heye” de binirxînin. Ji ber ku tiştê ku vê peyvê kifş dike pirsgirêka polîtîk e. Rêbaza Müller ne wek rêbaza ravekarekî ku nûçeyên rojana şirove dike: Ew wek “nivîskarê lîstikê”, helbestvan, tinazker, xwedî nêrîneke kevnar û dîrokî, kesekî ku naxwaze tev li cihana rojavayî bibe, li derbarê rejîmê de bê hesteke sawîn, Komara Demokratîk ya Almanyayê ji xwe re dike dezgeha “kar û xebatê”.

Berhem ne tenê dokumanek dîrokî ya hêja ye. Herweha ji bo îro jî berhemeke hêja ye, ji ber ku bi avayekî sîstematîk dûrî hemû ramanên ku tên hişê mirovan e. Pir bibandor e, qet nebe ev hêz ji dînamîkên ramanê tê. Helbet mirov di berhemê de tema paradoks û teraneyên Müller hildide: (“Ger mirov bi avayekî awarte li lîstika Beckett mêze bike, dotira rojê dibe ku mirov biçe tev li Partîya Komunîst bibe, lîstikeke pir bi adan e.”) Lê meseleya sereke ne ev e. Muller bi rêbazeke tekane pirsgirêkan derdixe holê. Herweha “Pirsgirêk hindik in”: “Gelek çareserî hene lê pirsgirêk pir kêm in. Bi awayekî dijane, afirandina pirsgirêkan, bi dîtin û girîngîdana pirsgirêkan ve girêdayî ne. Bele, di encamê de çareserî bi tena serê xwe di zibildankan de ne.” Bê guman, ev awayê afirandina pirsgirêkan, di heman demê de nişana naguher ya van mijaran e. Gotina polîtîka ramanê dîyar dike, ger bi şiklekî eşkere mijara sereke ne ev be, wê demê rast e. Muller berî her tiştî hunerê, sînemayê, reqsê û taybetî jî şanoya xwe û ya Bertolt Brecht, Jean Genet ji xwe re dike mijara pirsîyarê. Sal her ku diçin, tekstnivîs şiklê xebata wî, fonksîyona berhemên wî û endîşeyên wî pêş çav dikin (“her îhtîmala nû ya razberkirina kuştinê, pileya tixûbê astengîyê kêm dike”) ku ew li hemberî konjuktorê hem dilbitirs e hem jî qayîm e. Ew hunerê di heman demê de bi nêrîneke pratîk di çerçoveya dîroka wê û dijwarîyên wê de difikire, “di navbera dewlet û tawan (sûc) de. Bê guman, dewlet tawanê herî mezin e. Lê li gor fikra min enerjîya tawanê kesayetîyê ji bo hemû civakan girîng e û huner dikare vê enerjîyê di xwe de bihewîne û wê bilind bike û dikare vê enerjîyê ji dewletê biparêze û destxistina wê ya ji alîye dewletê ve dereng bike.”

Piştî hilweşandina Dîwar[ê Berlînê] demek şûn de, ew dîyar dike ku “çawa Brecht dibêje ev dem doktrîneke wisa ye ku heya ji destê mirov tê, divê kûr bê çalkirin, herweha ku kûçik nikaribin xwe pê re bigîhinin, heya ku ew rojekê bi rastîyeke nû û veguherandî ve rû bi rû bimîne û ji nû ve were kolandin .” (2) Ma êdî ne ew dem e ku mirov biçe û bikole?

 

Olivier Neveux

 

  1. Heiner Müller, Conversations. 1975-1995, edîtor, amadekar û pêşkêşî ji alîyê Jean Jourdheuil ve, Les Éditions de Minuit, Paris, 2019, 368 rûpel, 29 euros.
  2. Heiner Müller, Fautes d’impression. Textes et entretien, L’Arche, Paris, 1991. Cf. her weha dosyayek ku dîyarê wî kirine, la revue Europe, n°    1    068, Paris, avril 2018, 384 rûpel 20 euros.

 

Wergera ji fransî: Sedat Ulugana

 

Ruhê rexnegir û lîstika kompûterê

Translator

Ji bo ku mirov bibe çerxeke makîneya kapîtalîst, bilîzin: Afirînerên lîstika Mosaic bi vî rengî wê didin nasîn. (1) Lîstikvan xebatkarekî ofîsê yê di depresyonê de bi gewde dike, tenêtî û talîmatên ji hev qut nabin ên karkirin û berxwarinê wî diperçiqînin. Her roj heman sehne: westan, saeta hişyarker, gefên cezakirinê yên karbidestan, fatûreyên mirov newêre zerfa wan veke, cîranên xemsar. Her roj di warê estetîkê de bi dilê xwe neşexsî, danezanên mirovan kerr dikin, êrişkarîya dîtbarî ya reklamê, acizîya ji ber pircarîbûna wezîfeyan û peyamên karbidest ên ewçend nazikane “şîrketwarî”: “Em dostane bi bîra we dixin ku pênc derengmayînên din wê bibin sedema betalkirina tavilê ya peymana we ya kar.

Piştî ku qismekî lîstikê bi naskirina vê gerdûnê derbas dibe, lîstikvan dê bi tercîhan re were rûbirûkirin. Ew ê yan xwe bi ava karkeran berde bi rîtma wan biçe, yan jî ew ê wekî mînak bisekine da ku guh bide muzîkjenekî li ser rê, pê re jî xwe bide ber wê rîska derengmanê – gaveke ber bi rexekî ve, destpêkeke gumanbirinekê... Mosaic dûrî lîstikên aksîyonê ye, ji efektên muhteşem bêpar e, ew xelkê vedixwîne da ku bibin mêvanê şiroveyeke sîyasî ya dinyaya raberkirî.

Li gorî doçentê Lêkolînên Sînematografîyê û Dengûdîmen li Zanîngeha Parîs 3yê, Alexis Blanchet ev bizavek e “ku di salên 2000î de bi pêş ket bi gihîştina hev a çêkerên [lîstikan] ên serbixwe û polîtîzebûyî yên wekî Molleindustria û kolektîfeke lêkolînerên pêşî yên game studies yên ku vîzyoneke li derveyî pîşesazîyê ya medyayê diparêzin.” (2) Ev lêkolînerên zanistên civakî, yên ku şifreyên çerx û strukturên vegotinê ji hev derdixin, carinan bi xwe jî çêkerên lîstikan in, wekî Gonzalo Frasca tevî September 12th (Newsgaming, 2010), li ser şerê duyê yê li Iraqê.

Molleindustria yek ji pêşengan bû. Ev studyoya çêkerên lîstikan ên ji Mîlanoyê, di sala 2003yan de hat damezrandin, bi awayekî zelal projeyeke jinûvekirina malê xwe ya lîstikên kompûterê bû û bangeke radîkalkirina çanda populer îfade dikir. Bi rêya guherandina berê vê tişta dawî û aktualîteyê, Molleindustria xwegihandineke serbest û belaş a lîstikan pêşkêş dike.  Mijarên wan di nav gelekan de xwe digihînin cihana kar – nabe ku em behsa Everyday the same dreamMosaic nekin (3) –, şertûmercên hilberînê yên şirketên pirneteweyî, skandalên dermansazîyê, destavêtina zarokan li dêran û herwekî din. Lîstik vediguhere amûreke rexnekirinê.

Çapemenîya li ser mijarê pispor xwe jê dûr digire: Li ser malpera rexneyê ya ku referans e, Gamecult.com nota dayî Mosaicê 3/10, û hîna girseya mezin kêm pê hesîyaye. Lê belê, çawa ku Alexis Blanchet bi grîngî îşaret pê dike, hilberînên mezin dikarin bikin ku mirov xwendineke sîyasî bike. “Lîstikeke holên lîstikê yeke wekî Paperboy [ew belavkerekî rojnameyan ên bi bisiklêt datîne ser sehnê yê ku hewl dide ji astengîyan û dijûnên mişterîyan xwe bide alî] dikare wekî rexneyeke pîşeyên piçûk ên di bin şertûmercên pir giran de bê analîzkirin.

Ji roja damezrandina xwe û vir ve ku salek di ser re bihurî, yek ji kovarên giştî L’1nterview bala xwe gelekî dide ser vê mijarê (4). Di hejmara xwe ya yekê ya derveyî rêzê de ew pirsan li ser motîvasyonên wan ji 111 çêkerên lîstikan dike. Damezrênerê Molleindustria Paolo Pedercini dibêje, ew “lîstikên kompûterê çêdike, ji ber ku li ser vê medyayê li gorî hemû meydanên şerî yên çandî, li dijî dîskursa kapîtalîst ti carî kesî nav di xwe nedaye (...)”. Ew vê îdîayê jî dike: “Nabe ku em bihêlin [ew] bibin amûrên besît ên desthilatê. Me gelekî behsa Phone Story (5) kir ji ber ku Appleê ew sansur kir”. Vê jî “kir ku li ser şertûmercên kar ên li pişt hilberîna telefonên destan ên biaqil minaqeşeyek dest pê bike”. Lîstika kompûterê – ku piranîyeke mezin a kesên pê dilîzin ji bilî anîna kêfa xwe, tu daxwazeke wan a din bi piranî nîne - çawa ku Pedercini bi kurtî dibêje, nexwe dikare bibe “awayê populertir û bêhtir mirov karibe xwe bigihînîyê yê hizirîna li ser sîsteman”. Malpera wî îro pêşnîyaz dike ku mirov bi lîstikê “bibe serokê pêşî yê sosyalîst ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê”.

 

(1) Mosaic, Krillbite Studio (çêker), Raw Fury (edîtor), 2019, bi 20 euroyan ji bo kompûterên şexsî (PC).

(2) Binihêre li, Philippe Blanchet, Les jeux vidéo au cinéma (Lîstikên kompûterê li sînemayê), Armand Colin, Parîs, 2012.

(3) Everyday the same dream (Her roj eynî xewn), Molleindustria, 2009, belaş (Licence Creative Commons).

(4) “Pourquoi faites-vous des jeux vidéo (Hûn çima lîstikên kompûterê çêdikin)”, L’1nterview, Derveyî Rêze Hejmar 1, Kanûna 2019ê, La Plaine Saint-Denis, 8,50 euro.

(5) Phone story, Molleindustria, 2011, belaş (Licence Creative Commons).

 

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê

 

besha text 3